Netkurd 14/1/2008
Yek ji wan giringtirîn pirsgirêkên navbera hukumeta Kurdistana federe û erebên hukumeta Bexdayê jî Qanûna Petrolê ya Iraqê ye.
Buhara par xwedêgiravî hemû aliyên siyasî yên kurd û ereb li ser reşnivîseka qanûna petrolê lihevkiribû, ew şandibû ji hukumeta Bexdayê re, hukumetê ê ew bişandaya parlamentoyê da wek qanûn derkeve. Hêvî dihat kirin ku di hundurê çend mehên par de ew bibe qanûneka serwer.
Lê ji ber ku komisyona teknîkî ya hukumetê, goya gava zimanê wê ji alî zimanevanî û hiqûqî de rast dikir, guhertinên wiha tê de kirin ku eslê reşnivîsa li serê lihevkirî xerabû, kurdan eşkere kir ku ew ê destkariya ku komisyona teknîkî tê de kiriye qebûl neke.
Awayê liserê lihevkirî li hesabê ereban nayê, ew jî dixwazin guhertin li serê bên kirin.
Giringtirîn xala nelihevkirinê ew e ku ji piştî avabûna sîstema federalî, di Iraqa nuh de destûra Iraqê maf dide herêmên federe ku ew li ser navê hukumeta federe li wê axa bin serweriya devera federe karibin li petrolê bigerin, derxînin û bifroşin.
Reşnivîsa lihevkirî jî li ser vê xala destûrê li paragrafekê diyar dike ku herêm bi hevkarî û hevahengiya hukumeta merkezî dikare bi karûbarên derxistina petrol û gazê rabe,wezareta petrolê ya hukumeta merkezî di karûbarên berhemhênanê de bi hukumetên herêman û parêzgehên berhemhên re hevkarîyê bike, Kompanyaya Petrolê ya Iraqê li herên federe hin dezgehên xwe yên deverî ava bike û di riya wan re karûbarên deverî bimeşîne.
Li ser mafê vê maddeya destûrê û bi liberçavgirtina reşnivîsa lihevkirî ya qanûna petrolê, parlamentoya Kurdistana federe qanûneka petrolê ya Herêma Kurdistanê derxist, hukumetê jî destpêkir peyman li gel şirketên biyanî îmza kirin û dest bi lêgerîn û kolana bîrên nuh ên petrolê hat kirin. Petrola Kerkûkê ya berê derxistî nakeve nav vê qanûnê, ew wek berê bi hukumeta merkezî ve girâdayî ye.
Lê pêkhateyên ereb ên sunne û şîe, dewletên ereb û Tirkiye ji aliyekî de rê li ber digirin ku Qanûna petrolê ya li serê lihevkirî bê derxistin, ji aliyê din ve wezîrê petrolê herroj daxwiyaniyan dide ku karûbarên hukumeta Kurdistanê yên bi şirketên petrolê re neqanûnî û nedestûrî ne.
Yanî hem nahêlin ku qanûn derkeve, hem jî hukumeta Kurdistanê bi bêqanûnî û bêdestûriyê îtham dikin. Pê re jî dest datînin ser budçeya para Kurdistanê, wê wek tehdîd li hemberî Kurdistanê bikar tînin. Qasî meriv dibîne tehdîda wan kar jî dike, Kurdistan ji ber vê ablokeyê dikeve tengasiyeka mezin, tê dereceyeka wisa meriv ditirse ku desthilata Kurdistanê meyl dide hustu li ablokeyan xwar bike, hin xetên xwe yên sor ên ku stratejîk in ji bo Kurdistanê, zer bike.
Gava meriv li temamiya naveroka qanûna petrolê û li hin diyardeyên eşkerebûyî yên siyaseta Kurdistanê ya li ser prosesa pirsa Kerkukê dinêre gumanek ji meriv re peyda dibe ku esas di wan xalên nelihevkirî de lihevkirinek bibe jî ê pirs çareser nebe.
Ez bi xwe gava bala xwe didim tevayiya qanûna petrolê, ez dibînim ku mesele ne mesela vê, yan wê xalê ye ku li ser kaxez hin îmkanan dide desthilata federe. Qanûn esas bi tevayî di warê petrolê de sîtemeka burokratîk û teknokratîk a merkezî û unîter ava dike ku teserufa li ser siyaseta derxistin û firotina petrolê û parvekirina dahatiyên wê, bi her awayî dixe destê hukumeta merkezî ya Bexdayê ya ku ê heta hetayî di halê herî baş de jî ji %75-80 ereb be.
Qanûn di warê petrolê de mekanizmayeka li ser esasê hiyerarşiyeka merkezî a unîter ava dike ku berpirs û nunerên herêmên federe di wê hiyerarşiyê de, ne xwedan desthilatdar in, ê tu carî nikaribin fikreka xwe ya li gor berjewendiya herêmê cîbicî bikin, ew sembolîk û kozmetîk in, her tişt di esasî de û di noxteya dawîn de di destê dezge û rêxistinên merkezê, di ser hemuyan re jî parlamentoya Bexdayê û hukmeta merkezî de ye, ew dibin xwedî û biryarderên temamiya prosesê.
Bi vî awayê xwe, hukumeta merkezî dibe hêzeka dewase ku ew hem hergav tehdîd û domînant be li ser herêmên federe, budçeyên wan ew tayin bike, projeyên welat ew tayin bike, siyaseta welat û a deverên federe ew bi domînantiya xwe tayin bike.
Qada navneteweyî, dewletên biyanî ê berê xwe bidin hukumeta merkezî, bi wê re kar bikin û tu roleka hukumetên federe tunebe.
Gelek encamên din ên ku ev qanûna xwedêgiravî li serê lihevkirî ê derxe, dikare bê hejmartin ku gava ew têkeve kar ê Kurdistan gav bi gav statuya xwe ya federe ya bi serwerî û desthilatiya îro wenda bike, di praktîkê de her ku biçe bi Bexdayê ve bê girêdan û îradeya xwe têxe destê hukumeta Bexdayê.
Siyaseta prosesa pirsgirêka Kerkûkê a ku îhtîmala mezin Kurdistana federe daye ber xwe jî ê bibe parçeyek ji vê siyasetê. Çimkî çiqas wext di ser re diçe, îhtîmala ku Kerkûk vegere ser Kurdistanê zeîftir dibe. Eger di wexteka kurt de Kerkûk û warên berhemhênana petrola wê ya ku nuha derdikeve nekeve bin desthilata Kurdistanê, giraniya rola Kurdistanê bêyî Kerkukê têr nake ku ew karibe vê federasyona heyî biparêze.
Petrola Kerkukê ya nuha ji bo ku di bin teserufa hukumeta merkezî û ya Amerîkayê de ye, hukumeta merkezî kare gefan li Kurdistanê bixwe, hukumeta Kurdistanê nikare qeweta xwe ya ku petrola Kerkukê ê bidayayê li hember hukumeta Bexdayê bikarbîne û giraniya rola xwe li ba Amerîkayê pirtir bike.
Amerîka jî bi vî awayî di siyaseta petrolê de pirtir guh dide hukumeta Bexdayê, ereban û Tirkiyeyê.
Rola Tirkiyeyê ya di mesela kişandina boruyên petrol û xazê de ji Kerkukê bo Ceyhanê, gelek giring buye ku Amerîka îhtîmal e di mesela Kerkukê de ji kurdan pirtir guh dide Tirkiyeyê. Bi kêmasî meriv dibîne ku Tirkiye bi vî halê xwe bi saya tirkmenan ji kurdan pirrtir karta Kerkukê bikar tîne.
Nebûna Kerkukê di destê kurdan de welê dike ku kurd nikaribin qanûneka petrolê ya baş a li ser sîstema federalî jî derxin.
Gava ev hemû, di rewşeka îro de ku ereb ne li hev in û hukumeteka musteqir li Bexdayê tune pêk tê, sibê gava ereb li hev bên, hukumeteka runiştî ava bibe ê giraniya rola kurdan û Kurdistana federe gelek kêmtir bibe, heta diyardeyên gelek endîşedar peyda bibin.
Loma jî bi baweriya min, divê desthilata Kurdistanê, di meşandina siyaseta ji bo mesela qanûna petrolê de û bi vê ve girêdayî di ya Kerkukê de ”time out”ekê bide. Meriv dibêje qey Kurdistan bêyî ku hay jê hebe ketiye ser riyeka şaş, bi hûrik û girikên qanûna petrolê dibile, lê nabîne ku esas qanûn bi tevayî xetereka mezin e. Divê desthilata Kurdistanê “time out”ekê bide, meselan ji nuh ve binirxîne, stratejiya xwe eyar bike, siyaset û dîplomasiyaxwe li gor vê çekdar bike û ji nuh ve dakeve arenayê.
Bi gumana min mesele ji bingehê de şaş hatiye danîn, ew hemû xalên ku îtîraz li serê hene li gor dilê kurdan bên çareserkirin jî, temamiya naveroka qanûnê sîstemeka unîter a merkezî ava dike, wek prensîb sîstemeka dewletîtî ya polîtîzekirî datîne ku rê nade demokrasiyê, rê nade federaliyê, rê nade pirrpêkhatetiyê, rê nade berhemhênana bazereka serbest û civakeka sosyal a lîberal a azad, rê dide bi asanî midaxelekirina huketa merkezî ya her derê.
Qanûna petrolê ji binî de li ser esasê liberçavgirtina sîstema federalî divê ji nuh ve bê danîn.
Ev qanûn divê bi kêmasî çerçeweyên xawarê li ber çav bigire:
1- Divê berê çar, sê, yan du (herî kêmtir du, çimkî divê Kurdistan di çarçeweya Iraqa federal de dewleteka federe be) dewletên federe bên avakirin, hidudên deverên federe bên diyar kirin.
2- Divê li her dewleteka federe şirketeka petrol û gaze ya wê dewletê bê danîn ku ew li ser petrol û gaza bin erda hidûdê xwe xwedî teserufeka temam be.
3- Ew şirketên ku bên avakirin divê şirketên anonîm (aksiebolag, comandit) bin li ser esasê senedên hisseyan (şirîkatiyê) ava bibin.
4- Ji % 51 hisse yên dewletên federe bin. Mesela ji % 51-ê hisseyên Şirketa Petrol û Gazê ya Kurdistana federe ya dewleta Kurdistanê be.
5- Ji % 49-ê hisseyan bibe du beş; hin (mesela ji % 30-ê 49-ê) li welatiyên wan herêmên federe bên belavkirin. Mesela welatiyên Kurdistana federe ji bo xwe bi fiyetekî erzan hisseyên Şirketa Petrol û Gazê ya Kurdistana federe bikirin.
6- Beşê din ê ji %49-ê hisseyan (mesela ji % 70-yê ji sedî 49-ê) bê firotin kartê taybet ê hundur û derva (şirketên navneteweyî, dewletan) bi qîmeteka normal (ne qasî yên welatiyan erzan).
7- Divê şirket serbixwe bin, ne di bin hukmê rasterast ê hukumetê de bin, wek şirketên stratejîk ên welatên Ewropayê bin ku hukumet her çendîn nunerên wan tê de hene (li gor hisseyên dewletê) û bi awayekî parlamento wan kontrol dikin jî ji alî malî û îdarî ve serbixwe ne, li gor sîstema bazara hindur û ya navneteweyî tev digerin.
8- Ev çar, sê yan du şirketên petrol û gaze yên federe divê li Bexdayê konsorsuyûmeka petrol û gazê ya Iraqê ava bikin. Mesela Konsorsuyûma Petrol û Gazê Ya Iraqê ku ji çar, sê an du şirketên anonîm pêkhatiye.
Her şirketa federe li gor para xwe di vê konsorsuyûmê de beşdar bibe. Mesela Şirketa Petrol û Gazê ya Kurdistana federe dikare bi pareka di navbera ji %25 ta %40-ê di vê şirketê de xwedan beş be. Çimkî petrola ku li Kurdistanê heye ji %40 ê petrola Iraqê ye. Ev, heq dide ku Şirketa Petrol û Gazê ya Kurdistana federe bi pareka ji %40 tevî konsorsuyûmê bibe.
Lê dikare bê gotin ku Iraq welatekî federal e, hemû dever ne wek hev in, li hin deverên din jî dewlemendiyên din hene, mesela evê, mesela deryayê û çavkaniyên ser erd û binerd ên din, ev hemû bi awayekî adilane divê di nav iraqiyan de bên parvekirin. Meriv qebûl dike ku ev argumentekî maqûl e, loma jî para Şirketa Petrol û Gazê ya Kurdistana federe dikare di vê konsorsuyûmê de ne ji % 40, lê ji % 25-30 be (Hinekî di ser rêjeya nifûsê re, di halê herî xerab de li gor rêjeya nifüsê).
9- Para her şirketa petrolê ya herêma federe çi dibe bila bibe, di meqam, dezge û mekanîzmayên biryarderiyê de divê mafê vetokirina wan hebe. Di şirket û konsorsuyûmên wiha de tiştekî pirr normal e ku mesela para meriv ji % 20 be, lê mafê meriv ê vetokirinê hebe.
10- Divê hukumeta merkezî ji bilî çend nunerên xwe yên wek wezîrê petrolê, yê darayî û nunerên hisseyên dewletê bi tu awayî nikaribe tesîrê li ser vê konsorsuyûmê bike. Şirîkên konsorsuyûmê bi xwe konsorsuyûmê birêva bibin û siyaseta wê, stratejiya wê tayîn bikin.
– Sîstemeka wiha hem ji bo kurdan, hem ji bo erebên sunne û şîe garantî ye, sîstema federal li hember dewleta merkezî diparêze, lê rê li ber wê yekê digire jî ku her dewleta federe bi serê xwe zêdegaviyan bike.
– Sîstemeka wiha ji bo ku ji %51-ê parê yên dewletên federe ne, ê hergav garantî be ji bo berjewendiyên neteweyî yên dewletên federe û Iraqa federal li hember derva.
– Sîstemeka wiha ji bo ku pareka giring ê li welatiyan belav bike ê bingehê civakî ê parvekirina dewlemendiya petrolê bi awayekî adilane berfirah bike.
– Sîstemeka wiha ê kartê taybet ê hundur bike şirîkê petrol û gazê, dînamîzmekê bide kartê taybet ku ew zêdetir di avakirina welat de rola xwe bilîze.
– Sîstemeka wiha ê sermiyanê derve bîne têxe Iraqê, ekonomiya Iraqê bi dinyayê re entegre bike, hevkariya Iraqê bi dewlet û şirketên navneteweyî re xurt bike. Iraq di demeka kurt de bibe welatekî modern ê bi dinya global ve entegrekirî.
– Sîstemeka wiha ê hatineka mezin ji firotina senedên hisseyan a bo welatiyan û bo kertê taybet ê hundur û derve têxe destê vê konsorsuyûmê ku zûtirîn wext sektora stratejîk a petrola Iraqê restore û modernîze bike, beremhênanê pirr bike, hatina xwe bike sermiyan ji bo pêşketina welat û refaha welatiyan, perwerde, tendurustî, ilim û teknolojiya û gelek warên din.
Leave a Reply