ISRARA ”ZIMANEKÎ YEKGIRTΔ STALÎNÎZM E

Netkurd 4/2/2008

Wezîrê perwerdeyê yê hukumeta Kurdistanê Dilşad Ebdurrehman di hevpeyivîna xwe de ya ku duh rojnameya Kurdistanî Nwê pê re kiriye, bi mixabiniyeka mezin hebûna perwerdeyê li devera Bahdînan a bi zaravayê kurmancî  xeteraka mezin dibîne. Ew diyar dike ku ev ne encama biryara wî ye, ji biryarên wezîren berê tê. Dilşad Ebdurrehman her wiha îfşa dike ku nuha jî nameyên nivîsandî yên resmî ji dezgehên resmî yên deverê  bi kurmancî ji wan re tên û ew vê yekê wek xetereka mezin a perçekirina yekîtiya neteweyê kurd dibîne.

Wezîr îdîa dike ku wek neteweyekî (neteweyê kurd) pêwistiya me bi zimanekî yekgirtî heye. Li gor wî divê lehceyek wek zimanê resmî yê yekgirtî bê qebûl kirin (bêguman ev ji bo wî  soranî ye) û ji lehceyên din peyv bên xistin nav vê lehceya ku buye zimanê resmî.

Bi vê hevpeyivînê careka din diyar bû ku kêşmekêşî û bêprogramîyeka mezin di pirsa zimanê yekgirtî û perwerdeyê de li nav me heye, proseseka ilmî nehatiye destpêkirin ku lêkolîn, lêgerîn û encamên wan yên hilbijartina siyaseta ziman û perwerdeyê li ser esasekî ilmî biçe, gelek minaqeşeyên hissî, yên ne zanistî ku xwe dispêrin îdelojiyên kevn ên wek jakobenîzmê, ji wê derê jî stalînîzmê û kemalîzmê, yan baasîzmê (nasyonalîzma totalîter a nîjadperest a asîmîlasyonîst a ereb tirk û farisan) tên kirin.

Ji bo ku ez minaqeşeya absurd a ji rastî û zanistiyê dûr a li ser zimanê yekgirtî bidim, ji bilî vê îdîaya Dilşad Ebdurrehman (a ku bikaranîna kurmancî ê neteweyê kurd perçe bike) ez ê hedîseyekê biguhêzim ku hatiye serê min.

Teqrîben salek berê, min li gel dostekî xwe yê ronakbîr ê soran li ser pirsa pirrlehceyî û zimanê yekgirtî sohbet dikir. Dostê min li min vegeriya, bi awayekî gelek ciddî û bi çavên tijî endîşe got:

– Kak Mûrad emperyalîzm û sîyonîzm dixwaze kurdan perçe bike. Di riya hin zimanzan û kurdnasên yahûdî re (wî navên hin kurdnasên ewropî jî dan ku hê dijîn, lê ez wan navan nadim) ew dixwazin alfabeya latînî û lehceya kurmancî bikin bela li serê miletê kurd û kurdan perçe bikin.

Ez gelek matmayî mam ku wî dostê min ev yek got. Berî vê sohbeta me bi mehekê jî nasekî min ji ronakbîrên kurmanc ên Kurdistana bakur îdîayeka tam eksê vê ji min re kiribû. Ez li dostê xwe yê soran vegeriyam min got:

– Kaka, ez ji te re behsa îdîyeka din bikim, ku berî mehekê dostekî min ê din ji min re got. Li gor dostê min ê kurmanc, berpirsên desthilata Kurdistana federe, di riya Amerîkayê re bi tirkan re li hev kirine ku ew alfabeya latînî û lehceya kurmancî ji perwerdeyê bi temamî derxin, tenê alfabeya erebî û lehceya soranî bikarbînin da tesîra başûr li ser kurdên Tirkiyeyê nebe, Tirkiye jî li hemberî vê, amade ye desthilata Kurdistana federe nas bike.

Belê, minaqeşeyên me yên li ser pirrlehcetî û zimanê yekgirtî, heta nuha, mixabin ku li ser van esasên ne ciddî û ne zanistî diçin. Em her yek ji alî xwe de gorra yê din dikolin, tevî ku zanista di warê ziman, lehce û perwerdeyê de, tecrubeyên welatên dunyayê û rastiyên welatê me gelek zelal riyên çareseriyan li ber me radixin. Îmkan ji van lêkolîn û pişkinînan re nayên vekirin, her ku diçe em ber bi gerrekeka çiravîn a bêveger a xeter ve diçin.

Carekê, ji rastiyê gelek dûr e, ku wek neteweyekî ji me re yek zimanekî yekgirtî divê. Li ser ruyê erdê gelek netewe û welat hene ku ne yekzimanî ne, li welatê xwe du an sê zimanan bikartînin û yek netewe ne. Swîsre, Kanada, Hindistan, Afrikaya Başûr ji van welata ne. Ew hem yeknetewetiya xwe diparêzin, hem jî welatên demokratîk û pêşketî ne.

Herwiha li dinyayê welat hene ku xwedan du lehce ne, herdu lehceyên xwe jî kirine zaraveyên resmî yên nivîskî yên perwerdeyê, statuya herdu lehceyan qasî hev bilind e li dezgeyên resmî ên dewletê, welatiyên wî welatî bi kêfa xwe ne ku di perwerdeyê de kîjan lehceyê hilbijêrin, an nameyên xwe yên resmî bi kîjan lehceyê binivîsin. Norvej welatekî wiha ye ku herdu lehceyên xwe jî kirine resmî û ew li ba wan qasî hev biqîmet in, welatî herdu lehceyan jî dizanin. Norvej perçe nebûye, yek netewe ye, kes bi çavê du netewetiyê lê nanêre û yek ji wan welatên herî demokratîk û pêşkeftî ye.

Ji aliyê din, ne rast e ku hilbijartina lehceyekê wek zimanê yekbûyî yê resmî meriv digihîne hev û dike yek netewe. Ev nêzî 70-80 salan e ku 20 welatên ereb lehceya qureyşî kiriye zimanê xwe yê yekbûyî ê resmî, lê ew hê jî 20 welatê cuda ne, ew hê jî nebûne yek netewe.

Di ser re  ji ber ku ew edebiyat û hunerê xwe bi lehca qureyşî li welatiyên xwe ferz dikin, welatiyên ereb ên ku ne qureyşî ne ji wê edebiyat û hunerê fahm nakin, jê hez nakin, mizaha wê, pêkanînên wê fahm nakin, wê nakin a xwe, heta îdîayek heye ku di perwerdeyê de hê nêzî ji %70-yê ereban nexwendewar in û yek ji sedeman jî ew e ku wan lehceyek xerîbê welatiyên xwe hilbijartine, ew rewş, perwerdeyê dijwartir dike.

Em dizanin ku nuha li nav ereban tevgerekê destpêkiriye ku dixwaze her dewleteka ereb erebiya li welatê xwe hilbijêre, bike resmî.

Îdîaya biserxistina zimanekî yekgirtî ji rastiyên welat û metodên zanisti yên perwerdeyê nayê, ji îdelolojiya kevn a nasyonalîzma jakoben tê ku pişt re li welatên sosyalîst wek tezên stalînîst ên li ser ziman û netewetiyê û li devera me jî wek kemalîzm, baasîzm û nesyonalîzma ereb û faris xwe daye der, ne ilmî ye îdeolojîk e.

Jakobenîzm berî zêdetirî 200 salan rû da, wê dewrê, rewşa cîhanê rê dida ku dewlet di pêşengiya kral an serokên ku dixwest bi darê zorê yekîtiya milet pêk bîne, lehceya devera qiral an serokekî bike zimanê resmî ê dewletê û hemû ziman û lehceyên ku di nav wê dewletê de hene asîmîle bike, tenê lehceyekê biserxe. Nimûneya vê ya herî balkêş Fransa ye. Tevî ku ji 200 salan zêdetir e ev siyaset li Fransayê meşiya ew ji sedî sed biserneket, anuha hin lehce û ziman hene ji nuh ve derdikevin meydanê û statuya xwe di nav civakê de distînin. Fransa rûbirûyê astengî û pirsgirêkan bûye, mecbûr dibe reforman di sîstema xwe de bike ji dêvla yekpêkhateyiya unîter a totalîter a asîmîlasyonîst, ber bi pirpêkhateyiya ademî merkeziyetî ya demokratîk a entegrasyonîst diçe.

Li welatên Sovyeta berê, îdeolojiya stalînîzmê a li ser yekzimanî û neteweyiyê ya li pey yek neteweya komunist û yek zimanê rûsî, neteweyên nav vê dewletê ber bi felaketê de bir, paş de hişt, dijminayetî di navbera gelan de kûr kir, pişt re jî têk çû.

Li Tirkyeyê û welatên ereb, sîstemên yekzimanî û yek neteweyî bingehên xwe ji faşîzm û nazîzmê, ji nîjadperestiyê û ji totalîterîzma stalînîzmê girtin, wek kemalîzm û baasîzm diyar bûn. Bi navê yek zimanî, yek neteweyî, yek dewletî, yek alayî, yek çîn û tebeqeyî û bi israra dewleta merkezî ya unîter ev 80-100 sal in ku pirsgirêk û birînên gelek mezin di civakê de hatine peydakirin.

Gava meriv li minaqeşeyên ronakbîrên kurd ên li ser têgeha netewebûnê û pirsgirêka pirr lehcetï û zimanê yekgirtî dinêre, meriv dibîne ku erê, ronakbîrên kurd li her çar perçeyên Kurdistanê li dijî nasyonalîzma ereb, tirk û faris; li dijî kemalizm û baasîzmê têkoşîn dan ji bo rizgarkirina welatê xwe, lê piştî rizgarkirinê ew her eynî modelê ji bo perwerde û zimanê resmî hildibijêrin, wê netewetiyê diparêzin ku deq bi deq qopyeya ya kemalîzmê, baasîzmê û stalînîzmê ye. Yanî ronakbîrên kurd bûne kopyeyên efendiyên xwe.

Ev, gava meriv bala xwe dide sîstema perwerdebûna me, ew qas jî ne tiştekî xerîb e. Ronakbîrên me yên hundurê welat hem di dema perwerdebûna xwe ya formel de, hem jî di ya gihaştina giştî de, di bin sîstema kemalîzm û baasîzmê de perwerde bûn, mejiyên wan bi paradîgmayên nasyonalizmên ereb, tirk û faris dorpêçkirî bûn. Yên ku derketin derva jî pirraniya wan li welatên sosyalît ên berê xwend, zanebûna wan a civakî, perwerdeyî, pedagojî û gelek warên din çavkaniya xwe ji stalînîzmê, ji îdeolojiya sosyalîst a wan welatên hilweşiyayî girt.

Ev her sê model jî pûç bûne; hin di pirsgirêkan de asê bûne, hin jî hilweşiyane, lê wek di argumentên wezîrê perwerdeyê Dilşad Ebdurehman de xweş tên dîtin ronakbîrên kurd ders ji sedemên van têkçûnan dernexistine, nabînin ku dewrana wan îdeolojiyan çû, nuha em di qonaxeka nuh ya golabalîzmê de ne ku welatên Ewropayê jî tê de, xelk xwe diguherin, reforman di xwe de dikin, wan bermayiyên jakobenîzmê jî ji nav xwe radikin. Dunya hemû ji wê dewranê derdikeve, xelas dibe, ronakbîrên kurd hê nuh destpêkirine Kurdistanê dixin nav wê.

Îdîayên yekgirtina ziman li ser esasê lehceyekê ji metodên zanistî dûr in. Standardîzekirina zimanekî an lehceyekê tiştek e û bi navê yekgirtina ziman, ferzkirina lehceyekê li ser lehce û zimanên weltiyên welatekî (ku ji lehceyên hevdu fahm nakin) bi darê zorê tiştekî din e. Berê, di dewra qiraliyetên mutlaqî, yan serokatiyên  navendî yên totalîter de, welatiyên minorîte yên lehce, ziman, an etnîsiteyên din bi darê zorê heta dereceyekê hatin bêdeng kirin, lê ew nehatin tunekirin. Di şûna wê de, welat paş de man, perwerde, xwendin û zanist li wan welatan belav nebû, welatî ji hev dûr ketin, bûn dijminên hev.

Îro di dema vê dinya global de ku demokrasî, tolerans û viyana serbest peywendiyên esasî ên walatîtiyê ne, lehceya deverekê ya ku ji bal deverên din nayê fêhmkirin, bi darê zorê nikare li ser welatiyan bê ferzkirin, ê neyê qebûl kirin. Bi eksê wê, eger  lehceyek bêyî dilê welatiyan, bi qanûn an zordariyan li ser wan bê ferzkirin, ew bi maskeya slogana yekîtiya neteweyî be jî dikare netewe perçe bike, welatiyan li hember hev reş bike, wan ji hev dûr bixe.

Rastiya Kurdistanê wiha ye ku hemû kurd bixwazin jî, yek lehce nikare li seranserê Kurdistanê, li her çar perçeyan bê serdestkirin. Kurdên Kurdistana Tirkiyeyê bixwazin jî nikarin dev ji kurmancî û zazakî û alfabeya latînî berdin û fêrî soranî û alfabeya erebî bibin. Sîstema dewleta Tirkiyeyê rê nade vê û kurd bi xwe jî ne bi destên xwe ne. Loma divê em rastiyekê qebûl bikin, bi kêmasî ê hin lehceyên kurdî eger hemû Kurdistan xelas bibe jî demeka dirêj hebûna xwe biparêzin, yekbûna wan ber bi zimanekî ve yan ê nebe yan ê demeka dirêj bikêşe.

Ji dêlva qedexekirina hemû lehceyan ji bilî lehceyekê, ya herî zanistî, ya herî pedagojîk, ya herî demokratîk, humanîst û herî nêzîkker, ew e ku her lehce wek lehceya resmî a perwerdeyê bê qebûl kirin, her lehce li devera xwe bibe lehceya yekê, lê mufredatek bê danîn ku lehceyên din jî li her deverê bên xwendin, bi wî awayî ku her xwendevanê lîse xelas kir karibe herdu lehceyan jî binivîse, bixwîne û biaxive. Di rêya dezgeyên perwerde û ziman yên din re, di riya medyayê re jî metodên nêzîkirina lehceyan bibe stratejî da ji bo demeka dirêj ev lehce nêzî hev bibin, belkî bibin yek, yan lehceyek di riya xwezayî re li seranser bê qebûlkirin.

Qebûlkirina pirrlehcetiyê ji ber esasên dînî jî zarûretek e. Wek tê zanîn kurmancî ne tenê lehceyek e, ew zimanê dînî yê dînê êzîdî ye jî. Kurdistana federe nuha ava dibe ku her gel û netewe, welatiyên ji her dînî bi zimanê xwe, li gor esasên dînê xwe perwerde bibin û dînê xwe bijîn. Ma dibe ku kildanî, asûrî, ermenî û tirkmanî serbest be, di perwerdeyê bê bikaranîn, lê kurmancî ji bo êzîdîyan qedexe be, ew soranî fêr bibin. Siyaset û sîstemeka wiha welat ber bi demokrasî û azadiyê, ber bi dunya modern ve nabe, ber bi kemalîzm, baasîzm û stalînîzmê ve dibe.

Piştre divê em xwe bi xwe hin tirsên bêmane ji xwe re peyda nekin û nekevin nav şaşîtiyên mezin. Tu bingeh tuneye ku gava em lehceyan serbest bikin û ew bibin zaravayên perwerdê, neteweyê kurd ê perçe bibe. Ew neteweyê kurd ku bi sedan sal e, di vî halê welatê percebûyî de, di bin nîrê dijmin de, tevî hemû zordariyan, xwe soran, kurmanc, hawramî, zaza, lur û feylî dibîne, lê wek nasnameyeka serekî herkes cardin dibêje ”ez kurd im”, perçe nabe, ji hev nakeve, di nav tevegera rizgariya neteweyî de mil bi milê hev şer dike, ma çima îro, gava dewleta wî hebe, ew serwer be, bikaribe bi dilê xwe bi kîjan lehceyê bixwaze bixwîne, kîjan baweriyê ji xwe re hilbijêre serbest be, çima ê di halekî wiha de perçe bibe?

Bileks gava bibîne rêz li hemû taybetmendiyên wî tê girtin, ji bo bawerî û kultura wî ziman û lehceya wî û gelek tiştên wî yên din dewleta wî her tiştî dike, ê pirtir li gel birayên xwe yên ji lehce, mezheb û dînên din nêzîk bibe, di demeka neslekê-du neslan de gelek taybetiyên welatiyan ên ziman û kulturê bi awayekî tebîi ê nêzî hev bibin û belkî yek zimanekî yekgirtî jî ava bibe.

Lê eger bi eksê vê, ji nuha de aliyek bibîne ku her çendï wan bi hev re li hemberî dijmin xwîna xwe rêt û dijmin qewirand, li welatê xwe ew bûn serwer, îja aliyekî din rêz li ziman û taybetiyên wî yên din nagire, heta hin hebûn û mafên wî tên qedexekirin, ê dilgîr bibe, hêrs bibe, ji aliyê din dûr bikeve. Bi vî awayî esas dikare perçebûn têkeve nav neteweyê kurd.

Loma mesela pirlehceyî, mesleyeka xwedan gelek alî ye, ji îxtîrasên ronakbîrên soran wêdetir hesasiyeteka wê heye û dikare tesîreka wê ya mezin li paşeroja me bibe. Divê em baş lêbikolin, çima em ê yek lehceyî, yan pirrlehceyiyê hilbijêrin.

Berê em li ser esasên zanistî lêkolîn û pişkinînan, ji ali zimanevanî, pedagojî, sosyolojî û siyasî bikin, pişt re em biryarên xwe yên siyasî li ser van esasên zanistî bidin, qanûnên xwe li ser van esasan derxin. Yan na, bi tesîra îdelolojiyên riziyayî û romantîzmeka ji zanistiyê dûr, em dikarin paşeroja neteweyê xwe tarî bikin, wê ji dinya modern a pêşkeftî dûr bixin bavêjin nav tarîtiya herdu qirnên berê. Pirs pirr hesas e, divê em hay ji hesasiyeta wê hebin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: