Netkurd 23/2/2008
Operasyona bajeyî ya orduya tirk a li ser axa Kurdistanê destpêkir. Daxwiyaniya resmî a serokerkaniya Tirkiyeyê îdîa dike ku ev operasyon tenê li hemberî PKK-ê ye, ew ne li hemberî kurdên bakurê Iraqê ye û bi şertê ku ew midaxeleyekê nekin ne li hember hêzên desthilata deverê (Kurdistana federe a ku ew nasnakin) ye. Serokerkanî herwiha îdîa dike ku esker piştî bigihîjin armancên xwe, ê di zûtirîn dem de vegrin nav hidûdên Tirkiyeyê.
Ev hemû gotinên formel in ji bo ku Tirkiye li gor peymanên navneteweyî şeri’yetekê bide opersyona xwe, ajandaya xwe ya esasî bipoşe û rê li ber reaksiyoneka berfireh a navneteweyî bigire. Ne hedefên rastîn ên Tirkiyeyê bes ev in, ne jî gava ew li gor wan daxwiyaniyên jor vekişe ê bê wê maneyê ku Tirkiyeyê sozên ku dabûn bicîh anîn. Eger dijrawestaneka cidî ya hundurê Kurdistanê, Iraqê û navneteweyî ji nuha de hebe û çavê Tirkiyeyê bitirsîne, rast e, ew ê zû vekişe, lê eger ew wek nuha li hemberî xwe duduliyê û nelihevî, yan jî newekheviyê bibîne, ew dernakeve, ê li Kurdistanê şirîteka herêma tampon ava bike û heta îhtîmala cîbicîbûna daxwazên kurdan hebe ê bimîne.
Daxwiyaniyên resmî yên hukumeta Tirkiyeyê wek yên li jorê diyarkirî ne, lê berdevkên neresmî ji duhî de venaşêrin ku ajandeyeka din a vê êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê heye, ew jî kurdan welê tehdîd bike ku ew li Iraqê dev ji wan daxwazên xwe yên maksîmalîst (azamîxwaz) ên li ser qanûna petrolê, referanduma Kerkukê û parastina destûra nuha berdin. Ne tesaduf e ku di dema ku nuha kurd li Bêxdayê qanûna petrolê minaqeşe dikin, gotûbêj li ser cîbicîkirina maddeya 140-ê dikin û bi hemû pêkhateyên Iraqê re mihaweleya avakirina hukumeta nuh a yekbûyî ya Bexdayê dikin orduya tirk Kurdistanê dagir dike.
Ne hewce ye em veşêrin û em xwe bi nerazîbûnên nîvdilî yên serokwezîr Malikî yên li hember orduya tirk bixapînin; roja îro tu hêza erebên sunne û yên şîe tune ku rê li ber daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê bigire û eger tenê bi gotûbêjên hundur ên Iraqê bimîne kurd ê bigihîjin armancên xwe. Orduya tirk ji derva de digihîje hewara wan û wek gurzê Malikî, ya hê rasttir yê herdu pêkhateyên ereb tevdigere.
Helbet Tirkiye tenê ji bo çavê reş ê ereban vê rolê nade ser milê xwe. Ew ne kêmî ereban, belkî ji wan jî zêdetir li hember e ku kurd xwedan federasyon bin, li ser petrola Iraqê xwedan maf bin û Kerkûkê vegerînin ser bi Kurdistanê.
Ev hemû eşkere ne, gelek caran hatine gotin û nivîsandin, berpirsên resmî û ne resmî yên tirk bi gelek wesîleyan diyar jî kirine. Her çendîn serokên Kuridistana federe eşkere nakin jî herkes dizane ku di kulîsên dîplomasiyê yên daxistî de ev şert û şirût gelek caran hatine ber kurdan bi xwe jî.
Tiştê nayê eşkerekirin û bi awayekî vekirî nayê minaqeşekirin ew qenaeta tirkan, hetta ya hin amerîkiyan a li ser dudilî, nebiryarderî û nerêkûpêkiya kurdan e ku Amerîkayê li hember daxwazên tirkan sist dike û cesaretê dide tirkan ku ew Kurdistanê dagir bikin.
Ne heweceyî veşartinê ye, baweriya tirkan û heta ya hin derûdorên amerîkî ew e ku erê hin serokên kurdan bi dengê bilind eşkere dikin ku ew di sîstema federal de, di qanûna petrolê de û di cîbicîkirina referanduma Kerkûkê de tawîzan nadin, lê di rastiyê de, ne hemû serokên Kurdistanê di vê biryarderiyê de ne, ne jî amadeyiyên Kurdistanê ên li hember ablokeyeka aborî, ewleyî û siyasî û hela hela tehdîdeka Tirkiyeyê ya dagirkeriyê di wê rêkûpêkiyê de ye ku bin wan gotinên serokên biryarder dagire.
Li gor qenaeta tirkan, Herêma Kurdistanê îro ew qas mijûlî karûbarên xwe yên rojane bûye ku ew di esasî de nema kare van mijûliyên xwe yên rojane têxe bin rîska liberxwederiyeka ji bo parastina sîstema federaliya nuha, bidestxistina berjewendiyên heqkirî û çareserkirina pirsa Kerkukê li ser esasê daxwazên xelkê wê. Heta ew îdîa dikin ku desthilata li Kurdistanê hemû wek hev nafikirin, pirraniya karbidestên herêmê, ne bi siyaseteka biisrar re ne, ji daxwiyaniyên ”tonbilind” nîgeran in.
Tirk bawer dikin ku ev diyardeyên bêbiryarderî û nelihevîyê, bi kêmasî newekhaviya siyasetê, dihêle ew bikaribin di van terk û valayiyan re têkevin hundur, rê li ber daxwazên maksîmalîst ên kurdan bigirin. Tirk hêvî dikin ku ev operasyona eskerî ê ”neliheviya navbera kurdan” kûrtir û ”biryarderiya wan a nîvdilî, yan nîvalî” jî sisttir bike.
Îdîayek heye ku hin derûdorên Amerîkayê yên nêzî Tirkiyeyê jî di vê qenaetê de ne û ji ber wê jî bawer dikin ku di demeka wiha de ku gelek mihtacî Tirkiyeyê ne Amerîka ê karibe bêyî ku reaksiyonek û biryarderiyeka hişk a kurdan li ser xwe hîs bike, rê bide hin zêdegaviyên Tirkiyeyê ên li ser devera Kurdistanê.
Ev qenaet hemû ji wê yekê tên ku kurd di esasî de li Iraqê xwedan roleka stratejîk a mezin in, lê ew bi xwe cesaret nakin baweriya xwe bi vê rolê bînin, rêkxeriya vê rolê maksîmalîze bikin û wê nîşanî dost û dijminan bidin, di peywendiyên xwe yên li gel wan de bikar bînin
Eger ev qenaet rast bin, nexwe kurdan bi xwe, (çi bibingeh yan bêbingeh) sinyaleka şaş ragihandiye dost û dijminên xwe. Vê jî welê kiriye ku ew hêvî û belkî jî cesaret bikin pirtir bi berjewendiyên stratejîk ên kurdan bilîzin. Berdewambûna sinyaleka wiha ê di rojên pêş ên dûr û nêzîk de gelek caran serê kurdan biêşîne û heta di encamê de wan destkeftiyên ku nuha kurd xwedêgiravî wan diparêzin jî têxe bin rîskê.
Daxwazên kurdan ên li ser sîstema federaliyê, yên li ser referandûma Kerkukê û pirsgirêka petrolê ew qas heyatî ne ku ew daxwaz bidestnekevin, tenê destekevtiyên heyî yên îro nikarin xwe biparêzin, rewşa heyî ê tim cesaretê bide dijminan ku ew êrîşê bînin ser Kurdistanê, rola kurdan li ba dostên wan kêm bibe, bihêle gelek caran ew ciddî guh nedin kurdan.
Nexwe kurd lazim e berî hertiştî li hev bicivin, sedemên wê sinyala şaşşandî ji holê rakin, bibînin ku qedera hemûyan bi hev ve, bi rêkxeriya maksîmal a rola wan a stratejîk ve bestî ye, yan ê bi hev re biserkevin yan ê bi hev re bên pûçkirin. Divê kurd nîşan bidin ku bihevre ne, yekbûyî ne, rêkxistî ne, binê gotinên ku dikin dagirtine, amade û bibiryarder in.
Da dost jî dijmin jî şaş tê negihîjin, herroj serêşî û sergêjaniyan dernexin ber wan.
Leave a Reply