OBAMA JI BO KURDAN BAŞ E YAN XERAB E?

Netkurd 17/11/2008

Min bi xwe heta nuha şiroveyeka birêkûpêk a li ser hatina Barack Obamayî a ji bo serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di nav kurdan de nediye. Gelek caran ji vir an wir de, piço piço, ew jî li ser esasên argumentên biyaniyan behsa hatina Obamayî tê kirin.

Ji alî rewş, paşeroj û berjewendiyân kurdan ve pirsa kar û zerara hatina Obamayî nayê şirovekirin. Pirtir dewra ”hevkariya stratejîk a navbera kurd û amerîkiyan a di dema Bushî de” li ber çavan tê girtin û rengvedaneka bi wî awayî ji ruyê kurdan tê xwendin; ew pêşbînî dikin ku bi çûna Bushî û hatina Obamayî ”dawî li dewrana zêrîn a pêwendiyên Kurdistanê û Amerîkayê” hat.

Ez bi xwe wiha nabînim. Helbet peydabûna pêwendiyên stratejîk ên navbera herdu aliyan, bi saya Bushî destpêkir. Em bibîrbînin ku di sala 2003-yê de, eger Bush û hevalên xwe ne li ser desthilata Amerîkayê buyana ê Amerîkayê dest bi şerê rizgarkirina Iraqê nekiraya. Lê piştî ku şer destpêkir, Amerîka hat deverê û Iraq ji rejima Saddamî rizgar bû, dewraneka nuh di pêwendiyên Kurdistanê û Amerîkayê de destpêkir ku îdî bi guherîna desthilatên siyasî yên cuda yên Amerîkayê ve ne girêdayî ye. Ji wê rojê pê ve, ya ku peywendiyên herdu aliyan dike stratejîk, ne Bush, an Obama ne, lê hebûna Amerîkayê ya li deverê ye. Heta Amerîka li deverê be, hevkariya navbera kurd  û amerîkiyan ê stratejîk be.

Em dizanin ku Amerîka nehatiye Iraqê da hema Saddam verêke gorrê û malavayî bike. Wê Amerîkaya ku nêzî 5 hezar eskerên xwe dane kuştin, ji 500 milyar dolaran bêtir mesref kiriye di van 5 salên derbasbûyî de, zûbizû ji vê derê naçe.

Obama jî gava behsa vekêşandina eskeran dike, qesda wî ji vê ne vekêşandina temamê eskeran û ne jî bicîhiştina Iraqê ye. Obama berî hilbijartinan got, ê qasî ku tehdîdeka derva berteraf bike û rê li ber terora navneteweyî bigire esker li Iraqê bihêle.

Îro eskerekî mezin ê Amerîkayê li Iraqê heye, ne ji bo rasterast ewleyiya Iraqê ya li hember tehdîda derva û terorîzma navneteweyî, lê ji ber şerê navbera erebên sunne û şîe û dijminatiya herdu aliyan a li hember Amerîkayê. Amerîka li hember suneyan bekçîtiya şîeyan, li hember şîeyan bekçîtiya suneyan û li hember dijminatiya herduyan bekçîtiya xwe dike.  Sunne û şîe li hemberî hev bi bekçîtiya Amerîkayê û hebûna eskerên wê razî ne, lê gava lihevbên ê berê wan çawa ku dikeve kurdan bi wî awayî têkeve amerîkiyan jî. Ji riq û rêgiriya wan a nuha ya li hember Amerîkayê ev eşkere ye.

Gava esekerê Amerîkayê yê ku zêde ye ji Iraqê vekişe, yê mayî helbet ê li deverên cuda yên Iraqê bimîne û bingehên eskerî ava bike.

Di vê çarçeweyê de, beşa Iraqê ya ku herî pirtir Amerîka bixwaze xwe lê bicîh bike û binkeyan deyne (gava meriv tehdîda Îranê, ya Rûsyayê û hin faktorên din li ber çav bigire) Herêma Kurdistanê ye. Li tevayiya Iraqê eskerên Amerîkayê ê kêm bibe, lê li Kurdistanê ji îro zêdetir bibe.

Ev guherîn, rola kurdan a li nav Iraqê û giringiya pêwendiyên stratejîk ên navbera Kurdistanê û Amerîkayê mezintir dike. Hê em ji îro de dibînin; prosesa îmzakirna peymana stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê careka din nîşanda ku ji bo Amerîka karibe li Iraqê bimîne pirtir mihtacî kurdan e, divê pirtir îhtîmamê bide rola kurdan û piştgiriyê bike da rola kurdan li Iraqê xurttir bibe. Careka din em bibîr bînin, ji bo hilweşandina rejima Saddamî kurd mihtacî Amerîkayê bûn, lê nuha ji bo mayina li Iraqê Amerîka mihtacî kurdan e.

Barack Obama, ji ber vê hindê, hê berî hilbijartinan, tevî ku zanîbû dikare dengên wî kêm bike jî, diyar kir ku ew vekêşana esker bêyî haya pêkhateyên Iraqê û fermandeyên eskerî yên Amerîkayê ên li Iraqê nake û gava vekêşan destpêbike jî li hember tehdîda derva û terora navneteweyî ê beşek esker li Iraqê bimîne.

Yek ji sedemên din ê ku meriv bibêje ’hatina Obamayî ji bo kurdan baştir e’ jî ev e; Obama nunerê Demokratan e. Demokratên Amerîkayê li ber çavên dinyayê wek sosyaldemokratên Ewropayê tên qebûlkirin. Di sala 2003-yê de, gava Saddam li ser hukum bû, ji bo kurdan rîsk bûya jî baştir bû ku desthilatek hebe da karibe wê cesaretê nîşan bide û dest bi şerê roxandina rejima Saddam bike. Hebûna Bush û hevalên wî li ser hukum ji bo kurdan şansek bû, firsendeka dîrokî bû.

Lê îro, Saddam nemaye, şer li Iraqê tune, kurd hevparên destilata Iraqê ne, xwedan dewleteka federe ne. Dem, dema diyalog û gotûbejan e, Iraqeka nuh tê avakirin. Di demeka wiha de ne mantiqa şerî, ya diyalogê dimeşe. Kurd ê bi argumentên xwe yên tarîxî yên mafên xwe yên li ser Kerkûkê û deverên din ên nakok, bi argumentên xwe yên mafê gelan, îradeya wan, referandum, destûra Iraqê û maddeya 140-ê ji desthilata Bushî bêtir tesîrê li desthilata Obamayî bikin. Obama û desthilata xwe mecbûr e ji desthilata berê zêdetir guhê xwe bide daxwaza maf û azadiyên gelan, kêm neteweyan, grûbên etnîk û dînî yên misilman û nemisilman ên li Iraqê.

Demokrat ji komariyan bêtir xwe nêzî sîstema fedraliyê ya pirpêkhateyiyê, demokrasî û azadiyê dibînin. Ji xwe cîgirê Obamayî Joseph Biden hê gelekî berî hilbijartinan projeyeka Iraqeka federal a ji sê dewletên federe pêkhatî dabû Senatoya Amerîkayê û projeya wî hatibû qebûlkirin. Yanî ji bo asayiş û aramiya Iraqê, baweriya patronê siyaseta derva ya Amerîkayê bi xwe jî bi federaliya pirrpêkhateyî tê.

Siyaseta Obamayî ya li hemberî dewletên cîranên Kurdistana federe, bi taybetî ya li hember Îran, Sûriye û Tirkiyeyê eşkere nîşan dide ku ê siyaseteka wiha di mesela kurd de li gel wan bimeşîne ku ji ya desthilata Bushî ne xerabtir, heta ê baştir be.

Bi hatina Obamayî, tehdîda şerekî çekdarî di navbera Amerîkayê û Îranê de dûr ket. Ev ji bo kurdên Başûr dibe derfeta bihnvedanekê. Çimkî şer ê li ser axa Kurdistanê bibûya û Kurdistana federe nikaribû barekî wiha hilgirtaya.

Şer dûr ketiye, lê Obama li hemberî siyaseta Îranê ya çêkirina çekên nukleer û desttêwerdana wê ya nav axa Iraqê ye. Nexwe pêwendiyên Amerîkayê û Îranê ê di dema nuh de jî ji hev dûr bin, Îran ê nikaribe daxwazên xwe yên li ser Iraqê, bi taybetî yên li hemberî berjewendiyên kurdan bi Amerîkayê bide qebûl kirin.

Ji alî siyaseta Obamayî ya li hemberî Sûriyeyê jî bi tayinkirina Rahm Emanuel ji bo serokê sekreteryata Qesra Sipî (White House) diyar e ku ê wiha be. Li wê derê jî ê mesafe di navbera desthilatên herdu welatan de hebe.

Obama soz daye ermeniyên Amerîkayê ku ew bibe serok ê qetlîama ermeniyan a 1915-ê wek ”jenosîd” qebûl bike. Obama di daxwiyaniya xwe de ya ji bo hilbijartinê, eşkere kir ku Tirkiye li Kibrisê dagirker e. Desthilata Obamayî ne nêzî eskerên tirk, nêzî civaka sivîl e, terefdarê wê yekê ye ku rola eskeran li Tirkiyeyê kêm bibe, welat ber bi desthilata sivîl, demokrasiya berfireh û azadiyê ve biçe. Ev jî ji bo me îşaretek e ku desthilata Obamayî ji desthilata Bushî bêtir dûrî hukumeta Tirkiyeyê ye, ne di bin tesîra wê de ye.

Eger kurd meselê bi zanatî û hostatî bimeşïnin ê di pirsa Kerkukê de, di pirsa petrolê û ya pêwendiyên navbera Hewlêrê û Bexdayê de, bikaribin piştgirya Amerîkayê pirtir li gel xwe bibînin. Kurdên bakur jî dikarin bêtir biserkevin da Amerîka zêde guh nede daxwazên Tirkiyeyê yên li ser esasên çareseriyên eskerî, êrîşên ser başûr û deverên ser hidûd. Ji bo aştî û azadiyê kurdên bakur bêtir dikarin Amerîkayê mecbûr bikin da ew mihawele bike ku Tirkiye gavan bavêje.

Di van 5 salên şerê dawî de yê li Iraqê û di yê Afganîstanê de, gelek cih li desthilata Bushî teng bûbû, dem lê kurt bûbû, hemû dinyayê bi awirên tûj berê xwe dabûyê, dilezand da zûtirîn wext çareseriyekê bibîne. Lê gelek caran vê zûkirina ne bi eqlêselîm, şaşîtî pê didan kirin, dihişt ku ew dost û mitefikên xwe ji bîr bike, yan wan biêşîne. Kurdên başûr ji vê lezûbeza Bushî gelek êşiyan.

Em jibîrnekin ku Bush wek nunerê sermiyandarên sektora petrolê ên Amerîkayê tê naskirin, mesela petrola deverê, ya Iraqê, ya Kerkukê û lihevkirina pêkhateyan li ser qanûna petrolê ji bo desthilata Bushî gelek caran diket pêşiya meseleyên li ser îrade û daxwaza gelan, maf û azadiya wan.

Îro Obama nuh hatiye, li dinyayê ne tecrîdkirî ye, cih lê teng nebuye, kes vê desthilatê bi hin tiştan tawanbar nake, lezûbeza wê ya bi wî awayî ku bi eqlêselîm tevnegere û hin xetayên mezin bike nîne. Ew amade ye ku pitir guhê xwe bide meriv, mihawele bike ka bi rastî kurd, pêkhateyên din ên Iraqê çi dixwazin û çi naxwazin, li Iraqê ya maqûl çi ye û ne çi ye.

Dawîlêhatina serokatiya nuh û destpekirna epoka Obamayî li Amerîkayê, çawa ji bo Amerîkayê dewreka taze, nefeseka nuh, destpêka rûpeleka sipî ya nuh tîne û wê giraniya ku Bush bi şerê texrîbkar ê li Iraqê xistibû ser milê gelê Amerîkayê radike. Ev giranî, tevî ku kurdan Bush hilnebijartibû û neanîbû ser Amerîkayê jî, li ser milê wan jî hebû. Li seranserî cîhanê, li nav dewletên Ewrûpayê û yên misilman, gazin ji kurdan dihatin kirin ku çima ew mittefikên Bushî ne. Kurd dihatin rexnekirin ku ew li gel şerxwazan û xeterhênên desthilata Bush hevkar in.

Diyar e li ber çavê dinyayê notên karneya desthilata Bushî a ji alî mafê mirovan û azadiyan jî ne ew qas bilind in û vê, tesîreka xerab li ser kurdan jî dikir, kurd li her derê mecbûr diman rewşa xwe ji bo xelkên rexnegir şirove bikin ku tercîheka kurdan a ku bi Bushî re hevkariyê nekin tunebû. Gelê Amerîkayê ew hilbijartibû û gava şerê rizgariya ji rejima Saddam destpêkiribû hilbijêrên amerîkî bi xwe ew kiribûn serokê xwe. Kurdan li gel Amerîkayê hevkarî kir, ev bû hevkariya bi Bushî re.

Gelên Amerîkayê Obama hilbijartiye, ji îro pê ve hevkarê kurdan Obama ye. Ew Obamayê ku daxwaza cîbicîkirina îradeya gelan a serbest, maf û azadiyan kir, metodên şerî red kir û riya diyalog, tolerans û hevfahmkirinê da ber xwe, ji ber vê jî piştgiriya %52yê amerîkiyan û ya temamê cîhanê wergirt. Hemû demokrat û azadîxawazên dinyayê dixwest ku Obama bê. Ji îro pê ve hevkarê stratejîk ê kurdan ew e, kurd jî her wan daxwazan dikin. Barê giran ji ser kuran jî rabûye, rûpeleka nuh a sipî ji bo kurdan jî vebûye, kurd ne mecbûr in welat bi welat bigerin ku halê xwe şirove bikin ka çima li gel Bush in.

Daxwazên Obamayî yên maf û azadiyan, çareseriyên li ser esasê wekhevî û serbestiyê di riya aştîxwazî û diyalogê re, ne tenê daxwazên kurdên Kurdistana azad, lê yên kurdên hemû perçeyan e. Bi taybetî ev ji bo kurdên Kurdistana bakur ku îro di qonaxeka gelek hessas de ne, noxteyeka heyatî ye.

Hemî diyardeyên heyî, divê me kurdan ji bo paşerojeka geştir xweşbîn bikin. Lê bi şertekî. Divê em hem hay ji rola xwe, hem jï hay ji van taybetmendiyên desthilata nuh a Amerîkayê hebin û li ser van esasan dazwazên xwe pêşkêşî vê desthilatê bikin, li serê bi israr bin.

Em ji bîr nekin, ne bes e em bifikirin ku em heq in, em xwedan maf in, divê ev desthilata nuh bi xwe bifikire ku piştgiriya me bike. Na, zarok bi zaroktiya xwe ku ew qas bêguneh û xwedan maf e, gava negirî dayik şîrî nadiyê. Tişt ji ber xwe ve nayên ber destên merovî.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: