Derya li PKK-ê diqede, bejayî xwiya dike

Netkurd 12/12/2008

Tevgera bakurê Kurdistanê* wek keştiyeke nav deryaya mezin e ku kaptanên (reîsên) wê PKK-yî bin. Pêlên mezin û giran ên hin buyer û diyardeyên 1-2 salên dawiyê gemiyê dikêşin ber bi peravê ve. Gemî hatiye wê deverê ku derya diqede, bejayî destpêdike.

Nuha du rê li ber keştiya kurdên bakur peyda bûne. Yan keştî ê xwe ji kaptanên bêserûber rotawindaker xelas bike, birînên xwe yên ji ber pêlên giran derman bike û xwe bispêre lîmaneka rêkûpêk; rêwiyên xwe derxe fireyiyê, berê wan bide asoyeka ronahî û fireh. Yan jî ji birîn û kunên mezin ên avrakêş û pêlên dewasayî,  gemî ê bêserûber hêl bibe li kendal û zinarên peravê bikeve, perçe perçe bibe.

Ya ez dixwazim bêjim ne ku tenê Tirkiye li ber duriyanekê ye ku divê hesabê xwe li gel dewleta kûr û Ergenekonê bibîne, saltanata eskerî perawêz bike (ku îpotek li ser her aliyê jiyanê daniye) û ber bi endametiya Yekîtiya Ewropayê bimeşe. Kurdên bakur jî hatine roja mihasebekirinê. Ew nikarin welê bawer bikin ku ev hemû prosesên  li Tirkiyeyê  rûdidin li derveyî wan in, wan tu peywendî bi van prosesan nîne.

Çawa hin diyardeyên mihasebekirinê yên Tirkiyeyê hene, her wiha hin diyardeyên giring ên tevgera kurdên bakur jî hene ku divê îdî li wan mukur bê û mihasebeyê li gel wan bike. Eger ev lixwevarqilîn û mihasebe nebe, kurdên bakur, bi taybetî serokatiya tevgera bakur nikare fahm bike ku çima di van demên dawiyê de tevger li hundur û derva ber bi tenêbûnekê ve diçe, piştgiriya navneteweyî û ya hundur hêdî hêdî xwe ji pişt wê vedikêşe. Nabe ku her tişt bi ”komployên navneteweyî” ,yan ”dîplomasiya zîrekane a Tirkiyeyê” bê îzah kirin.

Kurdên bakur, bi taybetî DTP-yî û berpirsên bizava giştî divê îdî qebûlbikin ku paralel li gel prosesa eşkerebûna dewleta kûr a Tirkiyeyê, destpêkirina doza Ergenekonê, îfşaat û şefafiyeta li ser wê, fenomeneka bi navê ”PKK-ya kûr” jî ji nav mij û dûmanê derxistiye. Hin îdîa tên kirin, hin buyer tên nîşandan ku ew wek leflefka li darê lefandî bi ”dewleta kûr” û Ergenekonê re lihevalandî xwiya dikin.

Behsa pêwendiyên PKK-ê ên li gel MIT-ê, ên li gel serokerkaniyê, ên li gel Ergenekonê tê kirin. Behsa serokê PKK-ê tê kirin ku hê ji destpêkê de li gel vê prosesa dewletê, an a NATO-yê, an a Amerîkayê buye. Behsa îtîrafkarên PKK-ê tê kirin ku çawa li gel JITEM-ê bi hezaran kuştinên kujernediyar kirin. Behsa opersyonên gerîllayên PKK-ê tê kirin ku bi dehan gundîyên sivîl, jin û zarok kuştin. Behsa kuştina 33 eskaran tê kirin ku çawa li ber devê afuyeka giştî û çareseriyekê ew provakasyon hat kirin. Behsa wê yekê tê kirin ku her dema ku Tirkiyeyê dixwest li gel Yekîtiya Ewropayê têkeve nav bazarekê û xwe nêzî endametiyê bike çawa bi hevkarî an provakasyonên Ergenekonê li bajaran teror dihat kirin.

Ya herî giring, yan serokê PKK-ê Abdullah Öcalan bi xwe ji Îmraliyê yek bi yek van buyeran eşkere dike, yan di doznameyên dozgêrran de û di rojnameyan de hin berpirsên nuha û berê yên MIT û eskeriyê hin îdîayan dikin, hefteya din Öcalan wek muhra xwe li binî bide, wan buyeran tesdîq dike, dibêje ”rast e”.

Behsa wê yekê tê kirin ku di nav tevgera bakur de, ”baskê şahînan” û ”baskê kevokan” heye. Behsa wê yekê tê kirin ku ne yek PKK, le gelek PKK hene û her yek li bin baskê dewletekê ye, her yek li gor ajandeyekê dibizive. Cardin a herî balkêş serokê PKK-ê Abdullah Öcalan bi xwe van îdîayan dike.

Di nav tevgera bakur de, di nav berpirsên DTP-ê u PKK-ê de hin tez, îdeolojî, siyaset û praktîk hene ku zêdetir li gel îdeolojî û siyaseta dewleta kûr, li gel tezên serokerkaniya tirk lihev dikin. Ew gumaneke mezin dixin ser tevgerê, rêz û prestîja wê li ber çavê derva û hundur dimehînin :

– Giraniya siyaseta resmî ya PKK-ê rizgarbûna beşek ji Kurdistana başûr, avabûna serweriyeka kurdî li ser wî perçeyî li ber çav nagire. Ew wê derê wek erdekî rizgarbûyî nabîne. Tezên ku wê derê qirêj bike, li ber çavê kurdên bakur piçûk bixe tên pêşkêşkirin; ew der wek Îsraîleka duduyan, wek Lubnaneka parçeparçekirî, yan wek serdestîya feodal û axayan tê nîşandan. Meriv berpirsiyariya parastina destekftiyên li wî perçeyî di siyaseta serokatiya tevgera kurdên bakur de nabîne. Di medya û ragihandinê de li hemberî hebûna başûr bi medya tirk re hevdengî tê dîtin. Qasî ku serokatiya Herêma Kurdistanê hesabê tevgera bakur dike, tevgera bakur hesabê başûr nake.

– Tirk ji bo ku elewiyên kurd li hemberî têkoşîna kurdên ne-elewî dilreş bikin, derewa ”dijminayetiya neqşîbendîtiya di nav tevgera kurd de a li hember elewiyan” wekî tirsekê nîşan didin, ew vedişêrin ku neqşîbendîtiya Kurdistanê bi kurdîniyê ve girêdayî ye, ne wek neqşîbendîtiya tirkan muteesib, takrewî û sentezîsta tirk îslamê ye. Neqşîbendîtiya Kurdistanê li gel ne-misilmanan, li gel mezheb û terîqetên nav civaka misilman xweşbîn e, tolerant e, ji bo civakê sekuleriyê û yeksaniyê dixwaze.

Tezên PKK-ê ên li ser pêwendiyên ”elewîtî-neqşîbendiyê” zêdetir nêzî tezên kemalîsta ne, reşkirina neqşîbendiyê li ber çavê kurdên ne-misilman, ne sunnî, ne neqşîbendî ji xwe re esas digirin, heta wê firehtir dikin, dikin armanceka ku temamê suneyên kurd li ber çavên elewiyan reş dike û di nav rêxistinê de çi li çiya, çi li hundur, çi jî li derva elewiyan wek tamponeka misogeriyê li hemberî ne-elewiyan bikartîne.

Ev dişibe siyaseta kemalîzmê ku hem li gor sekulerîzma xwe ya qebe materyalîst di nav civakê de dimeşîne, hem jî wê wek ”siyaseta perçekirin û îdarekrina kurdan” dixe jiyanê.

– Yek ji mihaweleyên birêvebiriya PKK-ê ew e ku dewletbûnê li ber çavê kurdan reş bike, wê zerarmend nîşan bide. Ev tez ji mesela dewleta serbixwe, an mayina ligel dewleteka din, ji mesela dewleta unîter a merkezî an a pirpêkhateyî ya lamerkezî gelek cudatir e. Zêdetir li gel daxwaza tirkan lihev tê a ku dixwaze kurdan bê damûdezgeyên kurdî bihêle û di nav dewleta merkezî ya unîter a takrew de dorpêç bike.

– Hin berpirsên tevgera bakur, globalîzmê wek komployeka dewletên ”emperyalîst” (Amerîka, YE)  li hember dewlet û civakên paşdemayî dibînin, goya emperyalîzm bi vî awayî dixwaze dewletên unîter parçe bike. Ev tez yên serokerkaniya tirk in. Eskerên tirk bi van tezan li hember reformên Tirkiyeyê û endametiya wê ya Yekîtiya Ewropayê radiwestin, da bi vî awayî saltanata xwe ya eskerî ya li Tirkiyeyê berdewam bikin.

– Di PKK-ê de ”antîemperyalîzm” û ”anadoluzekirina” bizava kurd di rewacê de ye, ku ew di esasê xwe de komponenteka siyaseta dewleta tirk e, rehên xwe ji dewra tanzîmata osmanî û bizava îttîhad û terakiyê werdigire û li ser îdîaya “pêçîka derva”, ”destêwerdana derva” ava buye da rê li ber bigre ku tevgera kurd û ya demokrasîxwaz a Tirkiyeyê li qada navneteweyî hevkar û piştigiran ji bo xwe bibîne. Ev tez xizmeta wê yekê dike ku kurd pirsa xwe di platformên navneteweyî de neynin ziman, li gel partiyên siyasî, rêxistinên civakî, hukumet û parlamentoyên Ewropayê û bi tevayî yên Rojavayî nekevin nav peywendî û hevkariyê. Ev tenêhiştina bizava kurdî ye.

– Di nav tevgera bakurê Kurdistanê de mihaweleyek heye ku kurdên bakur ji tarîx, ziman, kultur û sembolên neteweyî yên giştî yên kurd dûr bixe, mihawele neke da kurd wek netewe bibin xwedan nasnameyeka serbixwe û di çarçeweya Tirkiyeyê de be jî ew bi xwe bibin kesayetiyek, ew bi xwe bibin terefek û ew bixwe xwe îdare bikin, li ser piyê xwe rawestin.

– Tiştekî ecêb e ku berpirs û parlamenterên DTP-ê ji dil jî mihawele dikin da kurd li hemberî hukumeta tirk nebin terefek, tevî ku berpirsiyariya wan ew e, ew gelê kurd, nuner û damûdezgeyên wî wek terefekî derxin hemberî tirkan û cîhanê, da zelal bibe kurd wek hebûnekê, wek terefekî eşkere çi dixwazin û çi naxwazin.

Ev diyarde û rûdan in ku  di van demên dawiyê de li hundur û derveyî welêt, bala gelek piştgir û alîgirên tevgera kurdên bakur, bi taybetî jî ya DTP-ê û PKK-ê rakêşaye, ew xistine nava gumanan. Eger kêmbûneka piştgiriyê ji hundur û ji bal dezgeyên resmî yên navneteweyî û dostên kurdan ve hebe, ku heye, (DTP-yî û PKK-yî bi xwe dibêjin heye), nabe ku ew vê bi ”komployeka navneteweyî” ve, yan ”siyaseta zîrekane ya dîplomasiya tirk” ve girêbidin, divê ew bi bêdengî, kor û kerrbûna xwe ve girêbidin ku li hember van diyardeyên nenormal ên  vê dawiyê ji nav mij û dûmanê dertên û bi îfadeyên serokê PKK-ê Abdullah Öcalan bi xwe tên tesdîqkirin.

Çawa Tirkiye bêyî xwe rizgarkirina ji prosesên tarî, reş û qirêj nikare derkeve selametê û firehiyê, her bi wî awayî bizava kurdên bakur jî lazim e serê xwe wek hêştirmelê nexe bin qûmê, proseseka şefafiyet, hesabpirsîn û xwepaqijkirinê di xwe de destpêbike, rastî yan tuhmet; çi hene xwe ji wan bimale. Divê ew li hundur û derva misoger bikin ku wan xwe ji bêşefafiyetê, şahîntiyê, ”PKK-ya kûr”  û prosesa li gel Ergenekonê rizgar kiriye, ”grûb an baskên ku li gor ajandeyên welatên cuda di nav wan de kar dikin” nemane, ew  tenê li gor ajandeya gelê kurd tevdigerin.

 

*Qesda min ji ”tevgera bakur” ew tevger e ku li derûdora DTP û PKK-ê civiyaye. Tevgerên li dervayî wan, ew qas marjînalîze bûne ku îdî bi asanî dikarin li dervayî analîz û îstatîstîkan bên hiştin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: