Netkurd 17/7/2008
Hefteya derbasbûyî, di dema serdana Recab Tayyip Erdoganî ya Bexdayê de, di navbera Tirkiye û Iraqê de peymaneka bi navê Peymana Konseya Bilind a Hevkariya Stratejîk a Tirkiye-Iraqê hat îmzakirin. Ev, peymaneka çarçoveyî ye û naveroka wê divê bi peyman, proje û karûbarên cîbicîkirinê bên dagirtin.
Eger karibe bê biserxistin, peyman rê li ber hevkariya Tirkiye û Iraqê a dûrûdirêj a pirralî vedike. Di warê aborî, bazirganî, petrol, gaz, av û enerjiya kahrebê de, di yê avadankirina Iraqê de, di yê veberhênanên mişterek ên welatiyên herdu dewletên cîran de rê li ber hevkariyeka pirralî vedike. Ji alî ewleyiyê jî ê hevkariyeka berfireh bê hûnandin. Tirkiye resmî statuya federal a Iraqê nas dike. Di warê kulturî de jî îmkana danûstendin û karkirinên pirralî derdikeve holê.
Prosesa peymanê li ser esasê pêşinyariyeka nuh a serokkomarê Iraqê Celal Talebanî a di dema serdana Anqerê de destpêkir. Berpirsên hukumetê û medyaya tirk dixwazin bi awayekî nîşan bidin ku vê peymanê piştî guherîna siyaseta Iraqê; bi taybetî jî ya serokatî û hukumeta Kurdistana federe ya li hember terorê û PKK-ê îmkana îmzekirinê dîtiye.
Meriv bala xwe bide rastiya rûdanan, mesele tam bi eksê wê ye. Ya ku îmkana derxistina peymaneka wiha daye, ne guhertina siyaseta Bexda û Hewlêrê, lê ya hukumeta Anqerê û heta dereceyekê ya dezgehên eskerî û sivîl ên dewleta tirk bi xwe ye.
Di siyaseta serokê Kurdistanê û hukumeta wê de li ser pirsa PKK-ê tu guhertin nebuye. Hê ji roja roj de dîtina serokatiya Kurdistanê ew e ku ew li dij e PKK ji nav axa Kurdistanê êrîşên çekdarî bibe ser Tirkiyeyê, lê hê ji serî de red kiriye ku bi şidetê û şerê çekdarî PKK ji wê derê bê derxistin. Ji alî şerekî navbera pêşmerge û gerîllayan de, ji xwe serokatiyê bi her awayî ev alternatîf red kiriye û eşkere kiriye ku îdî ê şerê birakujî nebe.
Siyaseta serokatiya Kurdistanê ew e ku ji aliyekî de hukumeta tirk riya gotûbêjên aştiyane û çareseriyeka siyasî ji bo pirsgirêka Kurdistana bakur bibîne, ji aliyê din ve jî PKK ji bo devjiçekberdanê bi gotûbêjan bê qani’kirin. Hetta serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî tevî kuwextekê di dema lihevkirina YNK û PDK-ê de ya bi navbercîtiya Madeleine Albright wezîra derva ya Amerîkayê, ji bo lihevkirinê şert danîbû ber YNK-ê ku PKK-ê terorîst qebûl bike jî, ji 2003-yê vir de hessasiyeteka wiha nîşan dide ku PKK-ê wek rêxistina terorê wesif neke û gava hukumeta Bexdayê got ’terorîst’ dilgîranî û aciziya xwe nîşan da.
Ev mewqif, divê em bêjin, ku kêm zêde YNK-PDK û partiyên din jî tê de mewqifê siyaseta neteweyî ya Kurdistana federe ye. Divê meriv hin daxwiyanîyên Talebanî ên tûj di derbarê PKK-ê de esas negire, siyaseta ku di mesela PKK-ê û pirsa Kurdistana bakur de hatiye hûnan ne bi rexmê Celal Talebanî an serokatiya YNK-ê ye, bi saya herdu partiyan e.
Eger meriv bixwaze behsa guhertina siyaseta serokatiya Kurdistanê bike, ew ne di warê PKK û pirsa Kurdistana bakur de ye, lê di warê Kerkukê û deverên din ên ji Kurdistanê veqetandî de ye. Şertên derve û mewqifê Tirkiyeyê berpirsên Kurdistanê mecbûr kirine ku di prosesa cîbicîkirina maddeya 140-ê de metodên nuh ên li ser esasê qonaxeka dûrûdirêjtir ya pirr dereceyî bide ber xwe da xweasêkirina dewletên cîran, yên ereb û bi taybetî ya Tirkiyeyê nerm bike.
Ji alî din ve eger di îmkandîtina îmzakirina peymana stratejîk a navbera Tirkiye û Iraqê de lazim be behsa guhertina siyasetekê bê kirin ya siyaseta Tirkiyeyê bi xwe ye ku di sibata 2008-ê de di civîna Desteya Bilind a Ewlekariya Neteweyî de ku hukumet û general tê de beşdar dibin hatiye biryardan. Bi midaxele, israr û alîkarîya Amerîkayê, Yekîtiya Ewrpayê û hukumetên Bexda û Hewlêrê Tirkiye razî bûye ku dev ji hin niyetên xwe yên hişk ên dijminane û xeternak berde, zêdetir riya hevkariya li gel Iraqê û hukumeta Kurdistanê bide berxwe.
Bi saya van guhertinan ev peymana pirralî a stratejîk a ku êrîşên çekdarî naxe pêşiya hemû alternatîfên Tirkiyeyê, rewşeka nuh, qonaxeka nuh di peywendiyên Iraq û Tirkiyeyê de derxistiye meydanê ku hem ji alî Kurdistana federe, hem jî ji alî Kurdistana bakur divê giring û derfetder bê dîtin.
Carekê ev peymana herdu welatan ji peymanên berê yên Tirkiye û Iraqê cuda ne. Berê peymanên wiha ji bo temirandina tevgera kurdî a herdu aliyan dihatin lidarxistin. Lê ev peyman bi însiyatîfa serekî ya kurdan hatiye destpêkirin ku ew di birêvebirin û avakirina hukumeta Iraqê de roleka esasî dileyizin. Yên ku di vê peymanê de ê rolên sereke bigirin, serokkomar Celal Talebanî ye, wezîrê derve ê Iraqê Hoşyar Zêbarî ye, cîgirê serokwezîr Berhem Salih e. Hukumeta Kurdistanê di cîbicîkirina prosesa peymanê de ji alî bazirganî, avakirina Kurdistan û Iraqê û mesela xetên petrol û gazê ên ku di ser Tirkiyeyê re ê bên gihandin Ewropayê de xwedan roleka sereke ye, pişkdareka esasî ye.
Kurdistana federe di qonaxeka wiha de ye ku divê di zûtirîn wext de ji alî aborî, civakî û siyasî ve xwe bike herêma herî pêşketî ya Iraqê, bibe welatekî pêşketî yê di warê petrol, industrî, teknoljî û çandiniyê de, demokrasiyeka lîberal a pêşketî ava bike, bi dinya modern a global a sedsala 21-ê re entegre bibe.
Ev hew dikare di ser Tirkiyeyê re pêk bê. Ji alî din hevkariyên aborî, bazirganî û enerjiyê hem ê rê bide ji Tirkiyeyê sermiyandar bên li Kurdistanê sermiyanên xwe di gerê xin, hem jî ê ji Kurdistanê xwedan sermiyan biçin li Tirkiyeyê veberhênanê bikin. Maneya vê yek jê jî ew e ku kurdên başûr û bakur li herdu perçeyên welatê me veberhênanên mişterek bikin, danûstendina aborî û bazirganî di navbera herdu perçeyan û di ser wan re li Tirkye û Iraqê geş bibe, pêdiviyên jiyanê pêş bikevin derfetên kar û xebatê ji bo herdu aliyan derkevin meydanê.
Ev ê îmkaneka xurt bide destê hukumeta Kurdistanê ku ew niyetên hin derûdorên li Tirkiyeyê pûçbike yên ku dixwazin peywendiyên aborî, bazirganî, kulturî û siyasî bi armancên îstîxbaratî û eskerî bên kirin û peywendiyên aborî yên bi armancên sivîl berfireh bike.
Ev, ê rewş û hewayeka wiha peyda bike ku Tirkiyeyê mecbûr bike di pirsgirêkên bakurê Kurdistanê de jî nikaribe riyên şiddetbikaranînê bimeşîne, ê mecbûr bibe riyên sivîl ên diyalogê bide ber xwe.
Ev peyman her ku biserkeve ê wan pêşhukumiyên civaka tirk ên ku li hemberî Iraqê, li hemberî kurdên başûr û bakur rabûne pêdarê aş bike, nermbûnekê têxe nav civaka tirk.
Ev peyman derfetê dide tevgara kurdên bakur, bi taybetî DTP-ê ku projeyên karên mişterek ên ji bo sermiyangêriyên bi hev re li herdu aliyên sînor, belkî jî pirrtir li bakurê Kurdistanê çêkin.
Di peywendiyên Tirkiye û Iraqê de li gel Mersîna Tirkiyeyê Entaba Kurdistanê jî buye navendeka esasî. Mixabin ku bajarên Kurdistana bakur yên ji Entabê jî nêztir heta nuha ji vê rewşa nuh a Iraqê îstîfade nekirine. Bajarên wek Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, Şirnex û Hekkarî, hetta Wan, Sêrt û Bedlîs divê projeyên sermiyangêriya herdu welatan, bi taybetî jî ya kurdên herdu welatan derxin meydanê, ji bo ji başûr sermiyan bê bakur, bazirganî, guhaztina hêza kar û jiyana kulturî ya nevbera bakur û başûr xurt bibe li rê û dirban bigerin.
PKK, bi taybetî jî DTP divê bi awayekî gumandar li vê projeyê, li siyaseta serokatiya başûr nenêre, başûr pirr eşkere diyar kiriye ku ê pêwendiyên wê li ser hesabê kurdên bakur nebe û di siyaseta xwe ya heta nuha de ev îsbat kiriye. Lazim e kurdên bakur jî dûr û kûr bifikirin ku siyaseta wan çi diwarê çekdarî de, çi diwarên din de ne li ser hesabê başûr be, destkeftiyên başûr qels neke, hela hela çareserkirina pirsgirêka Kerkukê ji berjewendiyên kurd û Kurdistanîyetê îdî zêdetir dûr nexe.
Çawa hilweşiyana sîstema sosyalîzmê û biserketine dewra globalîzmê li ser ruyê erdê reweşeka nuh anîye ku divê îdî meriv wek dema du kampiyan, dema şerê ser fikir neke, bi avabûna Kurdistana federe jî qonaxeka nuh a wek mîladekê di dîroka Kurdistanê de derketiye meydanê. Divê meriv îdî wek berê, gava herçar perçeyên Kurdistanê bindest bûn nefikire û siyasetê neke. Parastina destkeftiya Kurdistana başûr ne tenê ji bo kurdên başur, ji bo kurdên hemû perçeyan parastina sengerên têkoşîna rizgarîya neteweyî ye.
Kurdên bakur divê bi vê dîtina nuh berê xwe bidin başûr û bifikirin, planan û nexşeyan lidarxin bê ka ew bi başûr re bi hevkariya aborî, siyasî û kulturî dikarin çi bikin.
Eger ji vê peymana stratejîk a navbera Tirkiye û Iraqê kurdên herdu aliyên hidûd nikaribin îstîfadeyeka azamî bikin û pirtir xwe nêzî hev bikin ê ciyê gelek heyf û mixabiniyê be.
Leave a Reply