MUHTEREM: EFSANEYA DEWRANEKÊ

Netkurd 21/6/2008

Diyarbekir. Berî nîvro, rojek ji rojên germa hezîranê. Min hay jê nîne, lê diyar e 21-ê mehê ye. Ez li Parka Dîlanê rûniştî me. Ji nişka ve çavê min bi hevalekî farqînî dikeve ku ji wê de ber bi min ve tê. Em hevalên hev ê partiyekê ne.

Lê balkêş e, ev hevalê ku hargav bi awayekî rêkûpêk û li hevhatî lixwekirî ye, jihevketî dixwiyê. Li ber xwe dinêre û ber bi min ve tê. Gava nêzîk dibe, ez dibînim ku kincên wî leke û qirêj lê ne, ji hin aliyan ve herifî ne. Ew çi ye?! Şopên xwînê li ser in. Heta ne tenê kinc, dest û serûçavên wî jî celhitîne.

Endîşeyekê ez girtim. Ez ber bi wî ve radibim, lê ew digihîje ber min:

– Xêr e inşallah, tu ji ku têyî, ev çi halê te ye?

– Ez ji Elazîzê têm. Ez û Muhterem duh bi şev ji Diyarbekirê ber bi Elazîzê ve diçûn, li rex Gola Golcikê otomobîla me ji rê firiya newalê. Mixabin Muhterem giran birîndar bû. Heta ez ji erebê derketim, min newal rapelikand, ez hatim ser rê û min alîkarî girt û me Muhterem ber bi nexweşxaneya Elazîzê de bir, mixabin ku wî jiyana xwe ji dest da. Nuha cesedê Muhterem li Elazîzê li morgê ye. Ez zûzû hatim Diyarbekirê, ku xeberê bidim we.

Nayê bîra min me çi xeber da, lê şokeka mezin, xebereka nebixêr a mezin bû. Em zû bi zû çûn mala hevalê berpirs ê partiyê. Me xebera reş da wî. Me hevalê farqînî rêkir Farqînê da vê xebera reş bide malbata Muhterem û hevalên li Farqînê. Ez û hevalê berpirs em bi otomobîla wî ber bi Elazîzê ve birêketin.

Zêde detay nayên bîra min. Hew tê bîra min ku em li wê Elazîza ku ne ewqas jî yar bû li ber morgê ne. Pişt re hewareka bi qîrîn û fixan a qelebalix a ji malbatê û ji hevalên partiyê pêkhatî dadikeve Elazîzê; ber morgê. Em naşê Muhterem Bîçimlî -yê ku wek efsaneyekê bû di nav neslê gênc ê dewra me de- radikin Diyarbekirê, ji wê derê bi karwanekî ji Diyarbekir û deverên din dibin Farqînê, li wê derê bi merasimeka wek mitîng û manîfestoyekê wî dispêrin axa welatê wî.

Ew roja ku min ew xebera reş bihîst 30 sal berê rojeka wek ya îro bû. 21-ê hezîrana 1978-ê…

Sih sal di ser re derbasbûne. Piştî sih salan hevalên wî yên wê demê bi awayekî taybetî wî bibîr tînin, gorra wî durust dikin, îlana bibîranîna wî didin, li ser gorra wî, li biyanistanê û belkî li deverên din ew tê bibîranîn.

Ji aliyekî de meriv xemgîn û şermîn dibe ku piştî 30 salan ew tê bibîranîn. Lê ji aliyekî jî ciyê serbilindiyeka mezin e ku ew piştî 30 salan jî bi wê tezetî û heyecana roja wê wextê tê bibîranîn.

Ez bawer dikim ku tu kes tuneye ji yên ku Muhterem nas dikin piştî sih salan jî wî ew qas zindî, ew qas xurt û rengîn li ber çavan bibîr neynin. Bi xwe ez gava navê Muhterem dibihîzim, piştî sih salan jî weka ku duh ez ji wî veqetiyabim; ew bîranînên min ên bi wî re, ew taybetmendî û rabûn rûniştina wî xurt û zindî tê ber çavên min. Muhterem di hafiza min de pirr kûr hatiye parastin. Her tişt weka duh xuya dike.

Bi qenaeta min, ev ji taybetmendiya jiyan û şexsiyeta Muhterem bi xwe tê. Ew di jiyan, karakter, têkoşîn û derbirrîna bîrûbaweriya xwe de, di mêrxasî, fedakarî û durustiya xwe de ew qas safî, ew qas tazî, ew qas li ber çavan bû ku; yekî ew bidiya û nas bikira nema karibû jibîr bike.

Em hevalên hev ê partiyekê bûn. Hevaltî jî çi hevaltî; ew 12 salan ji min mestir bû; ew çend sal ji sihê xwe buhuriye, ez hê nuh di ser bîstê xwe re diqevêzim. Me li deverên cuda, di komîteyên cuda de xebat dikir; ez li Diyarbekirê bûm, ew li Farqînê bû. Ez di komîteya navendî de bûm ew berpirsê herêmê…. Lê me carina bi hev re çalakî dikirin. Tew carina ez diçûm deverê, min komîteyên di berpirsiyariya wî de ‘teftîş’ dikirin.

Di van bizavan de min Muhterem baştir nas kir, ew zêdetir li ber çavê min mezin bû; min dît ku ew ne tenê mêrxas, durust û fedakar e, her wiha bi her awayî xwe fedayî disiplîna kollektîf a partiyê dike, nefsbiçûk e, qasî zerreyekê qurretî pê re tuneye, bi mezinan re mezin bi piçûkan re piçûk e. Tê bîra min gava di semînerên wan deman ên di komeleyan de em biserdiketin, taaa ji dawiya qelebalixa guhdaran awirên xwe yên safî kêfxweşî digihand awirên min, ez han didam. Min didî ku ji kêfan dilê wî di qefesa singa wî hilnayê, dixwaze derkeve û bifire.

Muhterem bêşik yek ji wan lehengên efsanewî yên epoka gêncayetiya me ye, ew îlhama hemû wan gencên şoreşger ên wê dewrê ye; bê îstîsna çi ji partiya wî bûn, yan na… Di nav me de wek stiranekê, wek destanekê bû, deng vedida, çavkaniya mêranî û bawermendiya me ya têkoşeriyê bû.

Wê dewrê hin kesên mêrxas ên navûdengdayiyên din jî hebûn di tevgera rizgarîxwaziya kurd de. Lê bi baweriya min Muhterem bi çend taybetiyên xwe ji wan pêşdetir û bilindtir bû. Yên ku ez wan qesd dikim ew jî mêrxas bûn, fedakar bûn, bawermend bûn, lê min kes qasî Muhterem di nav wan de di mêrxasî, bawermendî û durustiya xwe de safî, tazî û zelal nedît.

Ya din, gava meriv yên ku ez wan qesd dikim ji nêz ve nas dikirin, meriv didît ku heta dereceyekê quretî û bi taybetî jî kesperestiyek di wan de heye, xwe di ser disiplîna partiyan re, kollektîvîteya li dora xwe re didîtin, bi serê xwe tişt dikirin, nedihatin zeftê. Lê Muhterem çend bi wan taybetmendiyên xwe yên xas wek kesayetiyekî, wek lehengekî derdiket pêş û dibû efsane jî, gava meriv ew ji nêz ve nas dikir meriv didît ku ew qas jî ew xwe dike goriya disiplîna têkoşîna birêxistî. Ji sedî sed xwe dikir tabiê dezgetî, kollektîvî û têkoşîna rêkxistî, bêyî ku çavê xwe biniqîne.

Muhterem kurdperwerekî gelek dilsoz bû, şoreşger bû; li dijî derbegiyê, li dijî zordestiya beg û axayan bû, bi têkoşîna azadiyê ya hejar û bindestan ve gelek bestî bû, qet tawîz nedida. Rêzên:

”Erê begê min,

dostê min,

dijminê postê min…” tim di devê wî de bûn.

Bi baweriya xwe re gelek durust bû, ya ku baweriya wî pê dihat di jiyana xwe ya şexsî û malbatî de tetbîq dikir. Keça xwe ya Laleş hê ji çend saliya wê hînî stiranên neteweyî û şoreşgerî kiribû; di dawetan, şevan û mitîngan de ew derdixist, sirûd û stiran pê didan gotin.

Baweriya wî bi têkoşîna jinan dihat. Belkî take endamê partiyê bû ku li devera xwe komîteya bidizî a jinan damezirandibû, yek ji endamên wê komîteyê jî hevjîna wî bi xwe bû. Gava ez çûm teftîş û hevdîtinê, li mala wan em bi wê komîteyê re civiyan. Wê demê komîteyên partiyê yên jinan li deverek du deverên din yan hebûn yan jî tunebûn.

Muhterem kesekî wiha bû ku baweriya wî, rêça wî çi jê bixwesta nedigot ”na”, buhayê wê çi dibû bila bibuya dixwest wê bicîh bîne. Bi van tabetmendiyên xwe yên însanîya xasî û şoreşgerî ew bû îlhama gelek ji gencên wê dema me, hêvî û cesaret da wan, ew kêşan nav refên têkoşînê, bû çavkaniya cesaret û fedakariya wan.

Nuha hin hevalên wî piştî 30 salan gorra wî durust dikin, wî bi çalakiyên cuda bibîr tînin. Saeta wan xweş, mala wan ava. Muhterem ne kesekî wiha ye ku jibîr bibe. Ez bawer dikim ê efsana wî herûher di nav me de bimîne, bi zindîtî û zelaliya xwe.

Piştî sih salan gava ez Muhterem tînim bîra xwe ez dibînim ku naskirina wî û hevaltiya bi wî re, tenê serbilindî û bexteweriyekê dide meriv. Navê wî dibe hevdirûvê dilaramiyê….

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: