Netkurd 4/12/2006
Piştî hilbijartinên DYAyê ku demokratên amerîkî hem li meclisa nuneran hem jî li senatoyê pirranî bi dest xist, behsa guherîneka bingehîn a siyaseta Amerîkayê ya li ser Rojhilata Navîn tê kirin. Pirranîya şirovekirên siyasî û dîplomatîk li ser wê yekê hembîr in ku, bi taybetî li Iraqê ê ewlewiyetên siyaseta amerîkiyan bên guhertin. Ji destpêka şerê bi rejima Saddam re heta îro ewlewiyet ew bû ku Amerîka xwe bide pişt demokratîzekirina Iraqê û herêmê ku li ser vî esasî behsa Rojhilata Navîn a Mezin û pişt re behsa Rojhilata Navîn a Nuh dihate kirin.
Lê tê gotin rewşa Iraqê Amerîka aniye wê qonaxê ku ew dev ji ewlewiyeta demokratîzekirinê berde, aramî û asayişa Iraqa yekbûyî û ya herêmê têxe pêşiya hemû erk berpirsiyariyên din.
Di vê çerçeweyê de jî behsa rapora Baker- Hamilton tê kirin. Ev rapor ji bal heyetekê te amadekirin ku wezîrê derva yê Amerîkayê yê berê James Baker serokatiya wê dike û ew ji 10 parlamenterên (5 komarî û 5 demokrat) amerîkî pêk hatiye. Rapor ê dawiya vê salê yan jî serê sala nuh teslîmî serokê Amerîkayê George W. Bush bibe. Tê gotin ku di vê raporê de gelek senaryo û alternatîvên çareseriyê hatine destnîşankirin û heryek li gor berjewendiyên Amerîkayê hatine nirxandin. Bush ê vê raporê bi kadroya xwe ya dora xwe re binirxîne û di encamê de perspektîfekî nuh bide siyaseta Amerîkayê ya li ser Iraqê û Rojhilata Navîn. Baweriya hema hema her kesî ew e ku siyaseta Amerîkayê wek berê namîne ê her bê guhertin, lê bi çi awayî hê diyar nîne û biryar jî nehatiye stendin.
Divê em bibîrxînin ku rapora Baker-Hamîlton bi xwe jî hîn eşkere nebuye, raya giştî nizane ku di rastiyê de çi di raporê de heye. Lê hin çavkaniyên ji derûdora komîsyonê û serokatiya Amerîkayê hin xalên vê raporê, hin alternatifên wê vedizîne medyayê, li ser wan esasan jî, li serê gelek şirovekirin û nirxandin tên kirin.
Li vê derê em jî dixwazin li ser alternatîfekî rawestin ku tê gotin di raporê de heye û yek ji muhtemeltirîn alternatîf e bibe bingehê siyaseta nuh a Amerîkayê a li ser Iraqê û Rojhilata Navîn. Alternatîf ew e ku Amerîka ji bo rawestandina şerê erebên sunne û şîe, cîbicîkirina asayiş û aramiyê li Iraqê, bi Sûriye û Îranê re gotûbêjan bike û rolekê li ser van pirsan bide van herdu dewletan.
Wek tê zanîn Sûriye û Îran di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn de, di ya Lubnanê û Hizbullahê de, di ya şerê li hemberî Îsraîlê de û di ya li hemberî hebûna Amerîkayê ya li herêmê de hevkariyê dikin, wek hev difikirin. Îran ji alî çek, pere û dîplomasiyê bi her awayî alîkariya Sûriyeyê dike. Di siyaseta giştî û ya herêmê de av di navbera Îran, Sûriye û Hizbullahê re naçe.
Lê ecêb e di pirsa Iraqê de ew du terefên li aliyê cuda yên şerê tayifî ne. Îran pere û çek dide şîeyên şerkir yên milîs, Sûriye jî alîkariya erebên sunne, kevnnebaasiyan, terorîstên herêmî û navneteweyî dike. Heta îhtîmaleka mezin, ew çekên ku ji bo Sûriyê û Hizbullahê ji bal Îranê ve tên şandin di ser Sûriyeyê re dikevin destên suniyan û li hemberî şîîyan tên bikaranîn.
Gava şerê Amerîkayê yê li hemberî rejima Saddam destpêkir, eger hedefa pêşîn a Amerîkayê xistina rejima Saddam bû, herdu nêzîktirîn hedefên din jî rejimên Sûriyeyê û Îranê bûn. Amerîka ev her sê rejim li herêmê wek piştgirên terorîzma navnetewyî binav dikirin û ew dikirin hedef.
Eger îro Amerîka rolekê bide Sûriye û Îranê ev tê wê maneyê ku wê hemû siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn sedî û heştê derece guhertiye û dev ji guhertina herêmê a ber bi azadî û demokrasiyê berdaye, di şûna wê de xwe sipartiye hêzên statukoîst ên herêmê, bi kêmasî bi wan re ketiye nav lihevkirinekê.
Gava em hûr, kûr û dûr bifikirin, em ê bibînin ku guherîna siyaseteka wiha ê mezintirîn tesîra xwe li ser hevkariya navbera kurdan û Amerîkayê bike. Yek ji wan pêkhateyên ku ê mezintirîn tesîra xerab a vê siyasetê li wan bibe, kurd in.
Yeka din ji wan hêzên ku ê tesîreka xerab lê bibe jî dewleta Îsraîl e. Îsraîl ji niha de bi şiddet li hemberî vê alternatîfê rawestiyaye. Gava em rewşa kurdan û ya îsraîliyan bidin berhev em ê bibînin ku wan gelek îmkan hene û ew bi kêmtirîn zerar ji vê siyasetê xwe rizgar bikin. Lê rewşa kurdan ew qas ji rewş û îmkana Îsraîlê dûr e ku kurd dikarin di bin vê siyaseta nuh a Amerîkayê de bimînin, bên tecrîdkirin heta amerîka û hêzên hevpeymanên din bên mecbûrkirin yan qani´kirin ku destkeftiyên kurdan ên ku îro bi dest ketine, ji wan bên stendin, ew tûşî rewşeka gelek dijwar bên kirin.
Ê min bi xwe gava ez alternatîfa roldana Sûriye û Îranê di çarserkirina pirsa Iraqê de dibihîzim, rasterast peymana Cezayîrê; wê komploya navneteweyî ya ku ji bal rejima Saddam, şahê Îranê, Cezayîr, Amerîka û Sovyetê hat hûnan dikeve bîra min û wek kabûsekê li ser dilê min rûdinê.
Hin belkî min bi xeyalperestiyê, bi mezinkirineka bêbingeh gunehbar bikin, bêjin şertên îro û 1974ê qet ne wek hev in, îro rewşa kurdan û rola wan a di Iraqê de, peywendiyên wan ên navneteweyî gelek cuda ne. Ne mimkin e ku karibe îdî komployeka wek a Cezayirê li serê kurdan bê hûnan.
Rast e, rewş gelek cuda ye. Dinya me ne dinyaya 1974ê ye. Kurd jî ne kurdên wê demê ne. Bi hêza xwe, bi hebûna xwe û bi rola xwe gelekî cuda ne. Lê cardin jî gava em rewşa xwe û ya dewletên cînar a niha bidin ber hev, divê em ji bîr nekin ku dikare karesatek gelek nêzî a Cezayirê bê serê me, eger Amerîka siyaseta hevkarîkirina bi Sûriye û Iraqê re bide ber xwe û rolekê di lihevkirina iraqiyan de, di restorekirina yekîtiya Iraqê de bide wan.
Çimkî Sûriye û Îran ê bê şert û merc roleka wiha nedin ser milên xwe. Em dizanin ku ew li dijî van destkeftiyên kurda ne, li dijî avakirina dewleta kurdî ya federe ne, ew li dij in ku Kerkûk û herêmên nuhrizgarkirî yên din bibin beşek ji Kurdistanê.
Tirkiye jî eynî xwedanê vê siyasetê ye. Dewletên ereb ên din jî li hemberî van destkeftiyên kurda ne. Hetta ew erebên sunne û şîî yên ku bi rola Sûriye û Îranê ê li hev bên jî ê daxwaz bikin ku federasyona kurdan ji wan bê stendin.
Gava ev hêzên navxwe yên Iraqê, dewletên cîran û yên ereb di pirsa kurdan de siyaseteka wiha bidin ber xwe, hemû welatên misilman, welatên NATOyê û yên Ewropayê yên ku li herêmê statukoyê diparêzin, heval û hevkarên rejimên ereb ên statukoîst in, bi dil nexwazin jî ê mecbûr bin siyasetên hevkarên xwe yên li hemberî kurdayetiyê qebûl bikin. Di rewşeka wiha de ew Amerîkaya ku razî buye sed û heştê derece siyaseta xwe ya herêmê biguhere, ne di destpêkê de be jî piştî yek du salên din ê hustu xwar bike, ku destkeftiyên kurdan paş de bên stendin, heta gava êrîş bên ser kurdên tenêhiştî pişta xwe bidin wan.
Divê em kurtbîn nebin, bi destkeftiyên xwe yên îro serxweş nebin, dûrûdirêj hesabên xwe bikin, xeter û îmkanên li ber dewleta xwe ya nuh avabûyî ji niha de bibînin, tedbîrên xwe li gor wê bistînin, rola xwe li gor wê bilîzin.
Wê rola xwe ya stratejîk ya îro bi wî awayî bikarbînin ku rê li ber alternatîfên wiha bên girtin. Divê kurd bi hevkariya hêzên herêmê ên wek xwe van alternatîfan ji niha de bidin pûçkirin da di rojên pêş de encamên wan ên wek peymanên Cezayirê neyên pêşiya me.
Leave a Reply