Netkurd 22/10/2006
Du hefte berê serokê Kurdistana federe Mesûd Barzanî, ji bo hin rexne û gazinên xwe bîne ziman, du civîn bi medyaya Kurdistana azad re kirin. Yek jê civîna bi berpirsên ragihandinên PDK û YNKê re bû, ya din jî bi berpirs, nivîskar, rojnamevan û kameramanên hema hema tevayiya medyaya Kurdistana azad re bû.
Di herduyan de jî Barzanî giringiya medyayê û azadiya wê ji bo sîstema parlamenter a demokratîk a Kurdistanê anî ziman, lê hin rexne û gazinên xwe ji tevayiya medyayê kirin ku ew bi erk û berpirsiyariyên xwe yên rojnamevanî û nîştimanî ranabin, hin rojname û organên ragihandinê azadiya rojnamevaniyê şaş bikartinîn, azadîya medyayê dikin wesîle û êrîş dibin ser kesayetiyan. Barzanî ew yek jî got ku gelek pirsgirêkên dijwar ên Kurdistanê hene, yên wek kêmpeydabûna çavkaniyên enerjiyê û alavên jiyanê yên din. Çapemenî cih dide van meselan, cih dide aciziyên xelkê yên ji ber van meselan, lê zêde guh nade sedemên van tengasiyan. Barzanî li ser hesasiyeta dewra ku Kurdistan tê re derbas dibe jî rawestiya û diyar kir ku gelê kurd gelek serkeftin bidest xistine, lê hê pirsgirêkên gelek dijwar li pêşiya wî hene. Medya lazim e hesabê van dijwariyan jî bike û li gor wê tev bigere.
Diyar e, ev herdu civînên serokê Kurdistanê li nav medyaya Kurdistana federe bûne ciyê minaqeşekirinê. Hin teref, buyerê, wek midaxeleya desthilata siyasî ya li ser medyayê dibînin, hin jî wê wek buyereka tebîî ya di navbera desthilata siyasî û ”hêza çarê” de destnîşan dikin.
Ez bi xwe xwendevan an temaşevanekî medyaya Kurdistanê me ku ji derveyê welat wê dişopînim, ez ne li welat im, ne di nav rûdanên germagerm ên medyayî de me. Lê wek berbirsê NETKURDê ez ji xwendevanekî an temaşevanekî normal ê hevwelatî zêdetir bala xwe didim medyaya Kurdistanê. Heta dereceyekê buyerên welat, yên dinyayê û dengvedana wan a di medyaya kurdî de dişopînim.
Bi vî çavî ez dibînim ku gelek pirsgirêkên medyaya kurdî hene, ew ketiye nav bêserûberiyekê, disiplîn, statu û platformeka bi qanûn, etîk û prensîbên medyayê hûnandî ji xwe re diyar nekiriye, di bin tesîra gelek fenomenên nav xwe, yên desthilata siyasî ya Kurdistanê û yên desthilat û hêzên siyasî yên derûdora Kurdistanê de dibizive.
Civînên serokê Kurdistanê ji aliyekî de dikare buyereka gelek tebîî ya peywendiyên navbera desthilata siyasî û hêza medyayî bê dîtin. Li hemû welatên demokratîk ên parlamenter, avayiya demokrasiyê li ser cudabûna çar hêzan pêk hatiye; hêza desthilata siyasî (hukumet), hêza qanûndanînî (parlamento), hêza cîbicîkiriya qanûnî (mekanîzmaya dadwerî, mahkeme) û hêza ragihandinê (medya, weşangêrî).
Li welatên demokratîk hêza desthilata siyasî û hêza ragihandinê (medyayê) ji ber vê cudahiyê hergav di nav peywendiyeka wisa de ne ku ji aliyekî de hesabê hevdu dikin û xwe li hemberî hevdu diparêzin, ji aliyê din mihtacî hevdu ne, bi taybetî jî hêza siyasî muhtacî hêza ragihandinê ye da karibe xwe li nav gel bide naskirin û fahmkirin.
Desthilata siyasî gelek caran gazina ji hêza ragihandinê dike ku ew rewşa hêza siyasî fahm nake, li ser desthilatê rastiyan nagihîne raya giştî û netewe.
Bi vî çavî meriv li meselê binêre, civîna Mesûd Barzanî ya bi medyayê re û rexne û gazinên wî yên ji medyayê dikare pirr normal, hetta diyardeyeka bi sihhet a wê yekê bê dîtin ku Kurdistan îdî ber bi demokrasiyê, ber bi cudayiya wan çar hêzan diçe.
Li aliyê din, ev civîn, rexne û gazinên ku ji bal serokê Kurdistanê hatin kirin, diyardeya wê yekê ne ku medyaya Kurdistana azad di hebûn û rola xwe de valayiyeka wiha peyda kiriye, desthilata siyasî îmkanê dibîne, hetta mecbûr dibe ku di wê valayiyê re midaxeleyê medyayê bike. Pirsgirêkên medyaya kurdî hem pirralî ne, hem gelek in. Pirsgirêk hin jê peywendîdar in bi azadiya medyayê, ji kêmasî û nekemiliyana mekanîzmaya azadiya medyayê tên, hin jê jî ji berpirsiyarî û erkên medyaya kurdî wek ”hêza çarê” tên.
Nexwe medyaya kurdî madem îdî bûye ”hêza çarê” nabe ku tenê pirsgirêkên xwe yên azadiya li hember desthilata siyasî bifikire, divê îdî bibîne ku ew jî desthilatek e, lazim e ew jî hesabê wê yekê bike ku kare hêza xwe şaş bikarbîne, însanan biêşîne, raya giştî manîpule bike, bibe aletê manîpulasyona hin hêzên dervayî xwe û gelek gelek pirsên din.
Mixabin ku di van hemû pirsgirêkan de ji bo ku medyaya kurdî bi xwe xwedî li rewşa xwe, berpirsiyarî û erkên xwe dernakeve, valayiyek çêbuye ku serokê Kurdistanê mecbûr maye midaxeleyeka bi wî awayî bike. Bi vî aliyî jî eger medyaya kurdî vê bike wesîle û dest bi minaqeşekirin û çareserkirina wan pirsên xwe bike, sebeb nemînin ku serokê Kurdistanê an hin hêzên din careka din berê xwe bi vî awayî bidin wê, meriv dikare bêje ku civîn buye wesîleya karekî bixêr. Musîbetek ji hezar nesîhetan bixêrtir e.
Wek berpirsê NETKURDê di vê prosesa karê xwe yê di nav medyayê de, min bi xwe hin karûbarên weşangêrî û nûçegihanî dîtine ku ji alî azadî û berpirsiyariyê de nîşana kêmasî û şaşîtiyên gelek mezin in û medya kurdî weka ku qe tunebin wan îhmal dike.
Di pirsa bikaranîna prensîbên exlaq û etîka çapemeniyê de, di pirsa pîrozîya jiyana taybetî ya kesan de, di pirsa piçûknexistina kesan, grûbên neteweyî, dînî û yên cinsî de, di pirsa objektîfî û bêterefiya nuçegihaniyê de, di pirsa ku desthilata siyasî ya welat, ya welatên derûdorê, ya hin hêzên siyasî yên herêmî an navneteweyî nikaribin meriv manîpule bikin, an meriv ji bo hin armancên xwe bikar bînin de medyaya kurdî qet ne xwedî mekanîzmayakê ye da karibe xwe biparêze, norm û standardên rojnamevaniya unîversel li xwe ragire.
Wekî din, gelo meriv xwe ji propaganda û dezînformasyonên ku li herêmê hene çawa kare dûr bixe, gelo ewlewiyetên ajandayên raya giştî ya Kurdistanê û pirsgirêkên aktuel ên rasteqînî çi ne û ewlewiyeta medyaya me li gor wan e yan meriv dibe aletê hin ajandayên hêzên li derveyî Kurdistanê? Ev û gelek pirsgirêkên din ên wek van hene ku ne hewceyî lêkolînên kûr û dûr in, hema ji çavdêrîkirineka rojane meriv dikare bibîne ku medyaya kurdî ciddî li ser van ranaweste, zêde guh nade van pirsan û li gor normên unîversel ên ragihandinê tevnagere.
Ez dixwazim hin nimûneyên berbiçav bidim ku pirraniya endam û xebatkarên medyaya kurdî hay ji wan hene. Ez navên organ û dezgeyan nadim, lê tenê nimûneyên berbiçav didim da beştir qesda min bê fahmkirin.
Em mesela Kemal Seyyid Qadir bînin bîra xwe. Ew nivîsên ku ew li ser Mistefa Barzanî, kesayetiyên din û mala barzaniyan dinivîse, di dereceyeka zêde de manîpulatîv in, derew in, înkar kirin û tehrîfkirina belgeyên dîrokî ne, heta xeber û çêrên ji bo piçûkkirina şexsê wan, malbata wan û jiyana wan a taybetî ye. Mixabin ji malperan bigirin heta bi hin radyo û rojnameyên kurdan bi çavekî azadiya raderbirînê Kemal Syid Qadir lanse kirin, ew kirin qehremanê azadiya çapemeniyê. Lê em dizanin ku di çapemeniya welatên demokratîk de nivîsên kesên wiha tavêjin selika çopê, kesên wiha, yan wek nexweşên psîkolojîk, yan jî wek maşika destê hin hêzan miamele bi wan re tê kirin.
Mîsaleka din… Îro hin ragihandinên dîjîtal ên kurdî derketine ku bi navê azadiyê heqaretê li kesan, li neteweyan, li grûbên cuda yên civakî dikin, li jinan dikin, arogansî li ba wan bûne henek (yarî) û gelek tiştên din. Ji bo ku bi kurdî ne û hê kesê giliyê wan nekiriye ew nehatine ber dadgehên wan welatên ku ew lê weşanê dikin, lê eger ev nimûne li nav neteweyên din bibûna ê çapemeniya wan neteweyan qiyamet rakiraya ku çewa ew qas bêperwayî dibe. Em rojnamevan û endamên medya kurdî di nav xwe de minaqeşeya wan nakin, norm û prensîbên rojnamevaniyê naxin bîra wan.
Diyardeyeka pirr belav li Kurdistana azad peyda buye, gava organên medyayê buyerekê dibihîzin cidî buyerê tehqîq nakin, yek li ser kesekî, hêzekê an terefekî daxwiyaniyekê bide, an îdîayekê bike, ew berî weşandina xeberê naçin pirsê ji terefê ku tê îthamkirin nakin, para rastiyê di meselê de çi ye, gelo aliyê din meselê çawa dibîne, vê tesbît nakin, hema nûçeyê diweşînin. Gava ji ber vê yekalîtiyê gazin ji wan tên kirin jî, ji dêlva ku uzrê xwe bixwazin, îdîa dikin ku wan rast kiriye, eger gotineka yê gazinkir hebe bira tekzîba xwe bişîne, xwe biparêze.
Ev rojnamevan jibîr dikin ku abc-ya rojnamevaniyê ew e ku gava te îdîayek ji aliyekî bihîst berî weşanê tu xwe bigihînî aliyê din û tehqîqê bikî bê ka li wî aliyî mesele çawa ye, çawa tê dîtin û nûçeyê bi perspektîfa herdu aliyan biweşînî. Medyayên ciddî tu carî nûçeyekê yekalî nanivîsin, heta xwe negihînin alî din û firsendê nedin dîtina aliyê din jî. Ew nûçeyên ku bi wî awayî netehqîqkirî û yekalî di medyaya kurdî de dertên, li welatên demokratîk, ne xwedanê qîmeteka ragihandinê ne.
Diyardeyeka din a çapemeniya Kurdistanê ew e ku monopola medyaya partiyan peyda buye. Di ragihandina dinya demokratîk de bi çavekî baş li diyardeyeka wiha nayê nihêrtin. Ne maqûl e ku partî û desthilatên siyasî xwedan radyo, televîzyon û rojnameyên xwe bin. Hetta ew ne tenê cih bidin xebatên partiyên xwe, wek rojnameyên sivîl yên taybetî cih bidin hemû buyerên dinya û welêt, xebatên hemû partiyên siyasî yên wî welatî jî ev wiha ye.
Ew rojname ciqas bêalî û objektîf bin jî dinya demokratîk ji ber prensîbên cudahiya navbera hêza desthilata siyasî (hêza yekê) û ya medyayê (hêza çarê), li hember e ku partî an rêxistin hem desthilata siyasî di destê xwe de bigirin, hem jî xwediyên organên medyayeka seranserî welêt bin. Yên ku agah ji minaqeşeyên Îtalyayê ên li ser peywendiyên nevbera medyayê û Berlusconi hebin ê zanibin ku ez behsa çi dikim.
Wekî din, dinya demokratîk, xwediyên wan çi desthilatên siyasî, yan kesên sivîl bin, bi qanûnan rê li ber wê yekê digirin ku monopola medyayekê li ser raya giştî ya welatekî peyda bibe, bi qanûnan rê li ber digrin ku kesek an kompanyayek ji rêjeyeka diyarkirî zêdetir medyaya wî welatî têxe bin destê xwe. Ew dixwazin xwediyên medyayê zêde bin, pirralîtî, pirrorganî û pirrfikrî di medyayê de hebe, da rayeka giştî ya serbixwe û demokratîk li wî welatî her hebe, hevwelatî ji perspektîfên cuda rastîya buyeran bibînin.
Lê li Kurdistanê hem partiyên siyasî ji ber şertên dîrokî yên Kurdistanê bûne xwedan medyayên mezin ên seranserê welêt, hem jî monopola medyaya partiyan dest daniye ser medyaya welêt. Medyayên partiyan jî pirr bi eşkereyî tenê behsa xebatên partiyên xwe dikin, behsa xebatên din zêde nakin, propagandayên partiyên xwe dikin. Yanî li dinya demokratîk ew ne wek medyaya serbest, lê wek organên propagandayên partiyan tên dîtin.
Yek ji wan diyardeyên medyaya kurdî ya ku nîşana bicîhneanîn û liberçavnegirtina bingehên esasî yên rojnamevaniyê ne, weşandina dosyeyên ”Sîxurên rejima Baasê ên li Kurdistanê” ye. Hin organên medyaya Kurdistanê yên ofset û dîjîtal, ev demek e ku lîste bi lîste hin navan, hin belgeyên li ser hin rûdanan diweşînin ku navên rastîn yên bi sedan welatiyên Kurdistanê, di wan de wek sîxurên rejima Saddam ên piştî 1992yê, yanî yên piştî avabûna herêma Kurdistanê tên nîşan kirin.
Gava meriv bala xwe dide awayê weşandina van dosye û lîsteyan, meriv dibîne ku gelek prensîbên rojnamevaniyê bi navê ”azadiya çapemeniyê” tên pêpez kirin. Ez dixwazim bi çend awayan, ne van lîsteyan, lê awayê weşandina van lîsteyan a ji bal medyayê ve, li gor hin prensîbên rojnamevaniyê binirxînim.
Ji alî objektîfi û bêterefiya nuçeyê, diyar dibe ku lîste û dosyeyên sîxuran û navên di nav wan de nehatine lêkolan da rojname ji sedî sed emîn bin bê ev dosye, ev lîste û ev nav bi rastî jî yên sîxura ne, yan na. Qasî ku dixuyê dosye ji derekaji bal raya giştî ve nediyar hatine bidestxistin, tenê ew hatine lêkolan û tenê bi baweriya xwe sipartina naveroka dosyeyan ew hatine weşandin. Tevî ku gelek navên naskirî yên siyasî û îdarî ên Kurdistanê jî di nav wan de hene, organên medyayê berî weşanê ne ji wan û ne jî ji kes û dezgehên agahdar lêpirsîn kirine.
Organan hesabê wê nekirine ku ev belge, lîsteyên di van belgeyan de çend rast in. Piştre bi hin daxuyanî û tekzîban derdikeve ku rojanmeyan hesabê wê nekirine ku kare kesên bêguneh di nav wan de hebin, hetta kesin kare di nav wan de hebin bi haya hukumet, partî yan organên hewalgiriyên (muxaberatên) Kurdistanê pêwendî bi mixaberata Îraqê re danîbîn, xwe ji baasiyên iraqî re wek sîxurên Iraqê nîşan dabin, lê di esasî de wek mixaberata Kurdistanê kar kiribin.
Heta hin kes kare di nav wan lîsteyan de hebin ku hîn jî li ser hesabê organên hewalgiriyên Kurdistanê li ser kar bin û bi eşkerekirina van bi awayekî wiha, organên medyayê hem jiyana wan, a malbat, zarok û xizmên wan xistibe xeterê, rûmeta jiyana şexsî ya wan şikandibe, hem jî xeterek anîbin ser hin dezge û organên asayiş û ewleyiya parastina neteweyî. Gava meriv aciziya berpirsiyarên Kurdistanê dibîne îhtîmalên wiha gelek nêzî rastiyê dixuyên.
Alîyekî din ê xeter ê vê meselê ew e ku bi rasterast weşandina navên rastîn ên van lîsteyan, wan organên medyayê, destdirêjî di karûbarên dadgehan de kirine, hetta xwe xistine şûna dadgehên Kurdistanê.
Wekî tê zanîn li her derê dinyayê prensîbekî dadweriyê heye: heta gûmanlêkirîyek ji bal dadgehên serbixwe ên wî welatî neyê tawanbarkirin, herkes mecbûr e wî wek bêguneh hesab bike, bi çavê masûniyetê lê binere. Eger kesekî sîxurî li hember dewleta kurd ji bo rejîmekî dijminê Kurdistanê kiribe, li gor qanûnan ew sûc e û divê dadgeh biryarê bide, îsbat bike ka gelo wî casûsî kiriye yan na. Heta dadgeh biryara casûsîya yekî nede û wî tawanbar neke, tu rojname divê nikaribe navê kesekî eşkere û zelal bide û xwe têxe şûna dadgehê bêje ev sîxur in, ez lîsteya sîxuran diweşînim. Eger bûyereka wiha hebe, divê rojname heta dawiya biryara dadgehê bi awayekî ku ew kes neyên naskirin, wek kod wan navan bide û bi wî awayî nûçeyên buyerên sîxuriyê bide.
Yanî ew hemû navên wan lîsteyan sîxur bin jî, van organên medyayê bi eşkerekirina navên wan ên rastîn, berî ku dadgeh wan tawanbar bike, prensîbên rojnamevaniyê, prensîbên pîroziya jiyana taybetî ya kesan, prensîbê masûniyeta kesan, heta prensîbên parastina jiyana kesan binpêkirine, tecawuzî selahiyetên dadgehan kirine.
Aliyekî din ê weşandina van dosyeyan jî dijayetiya vî karî ya li hemberî azadiya rojnamevaniyê ye. Gava em behsa azadiya rojnamevaniyê dikin, em ne tenê behsa azadiya medyaya welatekî li hember desthilata siyasî ya wî welatî dikin.
Li Kurdistanê gava em behsa azadiya rojnamevaniyê dikin, divê em behsa peywendî an tesîra dewlet û desthilatên ku Kurdistan bindest kirine, desthilatên herêmê û yên navneteweyî yên ku berjewendiyên wan ên rasterast li ser Kurdistanê hene jî bikin. Eşkere divê em pirsa azadiya rojnamevaniya kurdî bi wî awayî bikin ku ne tenê li hember desthilata siyasî ya Kurdistanê, lê li hemberî desthilata Tirkiyeyê, ya Îranê, ya Iraqê, ya Sûriyeyê, ya Amerîkayê, yên dewletên ereb jî çiqas azad in, çiqas dikarin serbixweyiya xwe biparêzin.
Îro li Iraqê rejima Baas hilweşiyaye, lê em dizanin ku terefdarên wê li ber xwe didin, hêza wan gelek xurt e, fînansmana li ber destê bermayiyên rejima Baasê ji ya desthilata Kurdistanê gelek gelek xurttir e. Dewlet û hêzên ku piştgiriyê didin Baasê gelek in. Baas di medyaya erebî de gelek rojname, radyo û telvizyonan kontrol dike, bi pere û îmkanên xwe yên cuda tesîrê li ser medyaya herêma Rojhilata navîn dike. Em nikarin ew qas saf bifikirin ku planeka baasiyan tune da ew medyaya kurdî ji bo hesabê xwe manîpule bikin, li hemberî berjewendiyên gelê kurd û stratejî û taktîkên dewleta kurd bikarbînin.
Medya kurdî mecbûr e ku hergav hesabê azadiya xwe ya li hember van hêz û desthilatan bike, binirxîne ku agahî, belge û înformasyonên ji bal van hêz û desthilatan tên, çi qas manîpulatîf in, çi qas dezînformatîv in.
Em bibîrbînin ku di dema şerê Kuwêtê de gelek rojname û televîzyonên cîhanê red kir ku bi îmkan û derfetên hêzên eskerî ên Amerîkayê biçin nûçeyan ji cebheya şer bidin. Tevî ku wan ê ji wê derê zindî weşan bikirana jî, wan diyar kir ku ev ê nebe nîşandana rastiya şer ji raya giştî re û ew neçûn cebhê. (mesela embeded media).
Di demekê de ku hukumeta Kurdistanê bû yek û yekîtî li welat tê avakirin, di demekê de ku di merkeza ajandaya gelê kurd de pirsa Kerkûkê û herêmên din ên li derveyî dewleta federe hene, di demekê de ku ji bo bidestxistina van herêman yekîtiya neteweyî û îstîqrara civakî heyatî ye, gelo ev îfşaatên lîsteyên navên sîxuran bi awayekî bê lêkolîn û bêserûber, hesasiyet û dijayetiya ku ew ê têxin nav refên netewe, çend ê bala raya giştî ya kurd ji ajandaya pirsa Kerkûkê û herêmên din, ji ya yekrêzîya nav netewe buguherin û bi pirseka wiha mijûl bikin, ê çend pirrbendî û nearamiyê têxin navbera civakê? Gava roleka wiha lîstin, ev tê wê maneyê ku medyaya kurdî objektîfî û azadiya xwe wenda kir, bû aletê manîpulasyona Baasiyan û ew hêzên dijmin ên ku dixwazin yekrêziya netewe ji holê rakin.
Nimûneyeka din a ku sîyê dixe ser serbixweyî û azadiya medyaya kurdî ew nûçe ne ku li ser şerê navbera şîî û suniyan, yên navbera hêzên hevpeyman û terorîstên Elqaîde û Baasiyan, yên êrîşên terorîstan ên li ser Kerkûk, Mûsil û deverên din ên kurdnişîn tên dayîn. Gelek caran meriv dibîne, islûb û mefhûmên ku di xeberan de bikar tên, awayê ku cih tê dayin xeberan pirr dişibe nûçeyên televizyonên erebî yên wek el-Cezîre, El-Erebiye û ragihandinên din yên ereb.
Medyaya ereban meselan mezin dike, serkeftinên piçûk dinepixîne, hero wê yekê derdixe pêş ku li Iraqê şer û pevçûn heye. Lêaliyê din ê jiyana iraqiyan nade, li gor wan hêzên asayişa Iraqê, hêzên hevpeyman bêçare ne, erebên ku şerê wan dikin yên ku sivîl û zarokan dikujin ne wek terorîstan, lê wek liberxweder û qehremanan tên diyar kirin. Her ev islûb yan hin ji van islûban gelek caran meriv di nav medyaya kurdî de lê rast tê. Ev jî manîpulekirina rojnamevaniya kurdî ye, ku hem organên medyaya ehlî hem jî yên partiyan di vî warî de tên bikaranîn. An endamên medyaya kurdî bi xwe xwe teslîmî tesîra vê manîpulasyonê dikin.
Yek ji meseleyên din jî berpirsyariya medyaya kurdî ya li hember dewleta demokratîk a parlamenter a Kurdistanê û ewleyiya neteweyî ye. Medya bi navê îfşakirina rastiyan, nikare bingehên dewleta demokratîk, yê ewleyiya neteweyî bihejîne, sist bike, di nav civakê de bibe sedemê lihevketinê, wan li hember baasiyan û dijminên dewleta demokratîk a Kurdistanê zeîf bixe. Medya nikare şerê terorîstên navneteweyî ên El-Qaîdeyê, yan hêzên hundur û derve yên ku şer, teror û regezperestiyê diparêzin, heqaretê li komelên etnîkî û dînî dikin neke.
Gava em hemû van aliyên medyaya kurdan, bi taybetî yên medyaya Kurdistana federe li ber çav bigirin, bêguman ew nikare îdîa bike ku di mesela azadî û berpirsiyariyên xwe de hesas û bi mesûliyet tevdigere, xizmeta avakirina rayeka giştî ya serbixwe a Kurdistanê dike, li hember desthilatên cuda azadî û serbixweyiya xwe diparêze, ji bal hêzên derva ve nayê manîpulekirin û xwedî li dewleta demokratîk a Kurdistanê derdikeve, parêzerê jiyana azad û demokratîk a modern a civakê ye.
Leave a Reply