Netkurd 31/12/2006
Saddam Husên duh li Bexdayê ji ber biryara kuştina 148 erebên şîî ên duceylî hat îdamkirin.
Ev du roj in ez bala xwe didimê kurd, bi taybetî jî li Kurdistana azad, li kolanan îdama Saddam Husên dîktatorê berê ê Iraqê wek cejnekê bi kêfxweşî pîroz dikin. Pirraniya ragihandina kurdan jî tenê nûçeyên der û dorê ên li ser îdam û definkirina wî didin.
Ez li bendê me ku serokên kurdan li ser îdama Saddam daxwiyaniyekê bidin, nerazîbûna xwe diyar bikin ku çima di demeka wiha de, bêyî ku hesabê bi sedhezaran kurdan jê bê pirsîn ew hat îdamkirin. Lê bêdengiyekê di vî warî de li seranserî Kurdistanê xwe rapêçaye, serokkomarê Iraqê Celal Talebanî bêdeng e, serokatiya Kurdistanê li ser navê serok Mesûd Barzanî daxwiyaniyek da ku tu eser ji nerazîbûnê tê de diyar nabe, cîbicîkirina îdama Saddam bi tevekkul qebûl dike û hêvî dike ku ev îdam belgeyên Enfalê, Helebçeyê, barzanî û feyliyan veneşêre.
Lê ji niha de eşkere ye ku hesabê kurdan, hesabê 182 hezar enfalkiriyan, 8000 barzaniyan, 5000 helebçeyiyan, bi hezaran feyliyan û kurdên din ji wî nehat pirsîn, ew tenê ji ber kuştina 148 duceyliyan hat îdam kirin.
Hin gav hene, heta hetayî veger ji wan ne mimkin e. Îdamkirina Saddam ya tenê bi tawanên Duceylê gaveka wiha ya tarîxî ya saş a bê veger e. Heta ku dinya hebe îdî ne kurd, ne dunya ê tu kes nikaribe bêje ku Sadam Husên dîktatorê dirindane yê Iraqê ê 35 salan, ji ber kîmyabarana Helebçeyê, ji ber Enfalê, ji ber kuştina bi hezaran kurdên din hat mahkemekirin, hat tawanbarkirin û îdam kirin.
Divê em rastiyeka tahl qebûl bikin, bêyî ku kurd karibin hesabên bi sed hezaran zarok, jin, kal û pîrên xwe jê bipirsin, ruhê wan şad bikin Saddam îdam bû çû. Me kurdan muharebeya dadgehkirina Saddam a li hember tawanên kurdan ên şer, komkujî û însaniyetê wenda kir.
Ez bi xwe ne qanûnnas im, ne jî prosesa qanûna cezayî ya Iraqê nas dikim. Niha hin dikarin rabin bêjin ku prosesa qanûna cezayî ya Iraqê wiha bû, kesî nikaribû tiştek bikira, kesî nikaribû rê li ber îdamkirina Saddam a niha bigirtaya. Loma jî tiştekî ku berpirs û serokên kurdan bikira tunebû.
Erê ez ne qanûnnas im û ne jî pisporê qanûna cezayî ya Iraqê me, lê ez ne dîn im jî. Ne mimkin e ku ez karibim îdîayeka ew qas bêbingeh a xeyrê ciddî qebûl bikim ku miletek tevî ew qas tawanên mezin, hustuyê xwe li hemberî prosesa hiqûqa kevn a Iraqê xwar bike û bi xemsarî li ciyê xwe rûnê.
Eger prosesa qanûna Iraqê wiha ye, baş e ev nêzî çar salan e ku rejima Saddam hilweşiyaye û qonaxa hesabpirsîna ji Saddam destpekiriye, ka di van çar salan de serokên kurdan, hiqûqnas û parlamenterên kurdan ên li Bexdayê û parlamentoya Kurdistanê çi lêkolîn û xebat kirin ku rê li ber vê prosesê bê girtin, qanûn bên guhertin da di demeka ku hîn ew qas dadgehên giring ên wek Enfal û Helebçê temam nebûbin, tenê ji ber tawanekê Saddam nikaribe bê îdam kirin.
Ez nizanim kurdan di vî warî de ji bo guhertina qanûnan a rêlibervekirina hesabê kurdan ê tarîxî ê ji Saddam çi kir, lê ez eşkere dibînim ku wan bi serok, qanûnnas, parlamenter û siyasiyên xwe rê li ber hesebnepirsîna kurdan a ji Saddam negirt û Saddam bêyî ku hesabê şehîdên kurdan, bêyî hesabê şer, komkujî û tawanên li hemberî mirovatiyê bide çû.
Berpirsiyariya vê xemsariyê giran e. Ez bi xwe doza bersivekê ji serok, hiqûqnas, parlamenter û siyasiyên kurdan dikim. Raya giştî ya kurdan û ya cîhanê jî li benda bersiveka maqûl e.
Tirsa min ew e ku ev encama xemsariya me, ya dûrûdirêj nefikirîn û nehesabkirina me ye. Heta ez ditirsim ku piştî avabûna Kurdistanê û bidestxistina desthilata siyasî rehawetekê di me kurdan de serî hildabe, em ketibin nav xeyaleka bêbingeh a ku dibêje qey me îdî zafera esasî bi dest xistiye, me paşeroja xwe garantî kiriye. Loma me berê xwe daye tiştên din, xayila rojane ya di warê aborî, siyasî û civakî de. Em bi tiştên rojane yên hûrik û girik ew qas meşgûl in ku felaketên gelek mezin ên wek îdamkirina Saddam, wek rapora Baker-Hamîlton, wek pirsa Kerkûkê û gelek pirsên heyatî, me xafil digirin, bi ser me de tên, me dipelêxin û diçin, em hê jî bi xwe nahesin, em fahm nakin ku çi bû hat di ser me re derbas bû.
Me miharebeya hesabpirsîna li hember Saddam wenda kir, em dikin miharebeya li ser rapora Baker-Hamîlton wenda bikin. Ez diditirsim bi vî awayî biçe, ji ber vê xemsarîya xwe ya ji dûrbîniyê bêpar em miharebeya li ser Kerkûkê jî wenda bikin
Leave a Reply