2007-ê PIRS LI PEY XWE HIŞT

Netkurd 1/1/2008

Sala 2007-ê ji bo kurdan çawa derbas bû? Gava meriv bala xwe dide buyerên 2007-ê yên peywendîdar bi pirsa kurdan ve rewşeka balkêş derdikeve.

Sala 2007-ê, ji alî Kurdistana Sûriyeyê û ya Îranê ve, ji bilî çend rûdanên hûrik sakîn derbas bû. Dengvedanên herî balkêş şerên navbera hêzên PJAK-ê û yên Îranê bûn ku encamên wan tu pêşketin nedan kurdan. Bi eksê wê, bûn sedem ku Îran gundên deverên Qendîlê ên alî Kurdistana azad bombaran bike, deriyê gumrikên ser hudûd daxe.

Derî bi mihaweleyên hukumeta Kurdistanê careka din vebûn.

Hem Kurdistana Îranê hem jî ya Sûriyeyê ji ber ku di navbera salên 2003-2005-ê de wek alternatîfekî yekbûyî yê bihêz derneketin, ji piştgiriya derve ya navneteweyî, bi taybetî jî ji ya Amerîkayê bêpar man.

Piştî Amerîka li Iraqê tûşî dijwariyên mezin bû, biryar da ku berî her tiştî ji gerîneka Iraqê xelas bibe, li ser esasê rapora Baker-Hamilton benê hustuyê rejimên Îran û Sûriyeyê sist kir û ji piştgirîkirina mixalefeta van herdu welatan vekişiya.

Li van herdu perçeyan jî tevgera kurdî di 2007-ê de jî ber bi vekişiyan û sistbûnê ve çû.

Giraniya buyerên 2007-ê li ser Kurdistana bakur û ya azad rûdan. Buyerên van hardu perçeyan ji ber mesela referanduma Kerkukê û hebûna PKK-ê ya li nav axa Kurdistana azad tu carî qasî îsal bi hev nehatibûn girêdan, tu carî ew qas tesîr li hev nekiribûn.

Sedemê vê jî esas ne ji ber siyaseta kurdan, lê ji ber ya Cumhûriyeta Tirkiyeyê û hukumeta wê ya nuha bi xwe bû.

Desthilata duserî ya (sivîl û eskerî) Tirkiyeyê, pirsa PKK-ê, bi taybetî ya şerê wê yê çekdarî kir bahaneyeka mezin û bi vê riyê ji hemû cîranên Iraqê bêtir destê xwe bi taybetî jî ji alî berjewendî û destkeftiyên kurdan ve, di nav vî welatî werda. Tirkiyeyê serê sala par eşkere gotibû ku di 2007-ê de Iraq ê têkeve pêşiya ajandaya wan a endametiya Yekîtiya Ewropayê û ew ê li Iraqê çareseriyeka bêyî dilê Tirkiyeyê qebûl nekin.

Ji vî alîyî de, meriv bala xwe bide rûdanan rewşeka balkêş derdikeve: Tirkiyeyê ji 200 hezaran zêdetir esker derxist ser hidûd û PKK kir bahane ku ew têkeve nav axa Kurdistana azad. Bi saya hebûna Amerîkayê û hevsengiya navneteweyî ya li ser Iraqê peydabûyî, desthilata Kurdistanê biserket ku rê li ber ketina eskerî ya tirkan bigire. Ev siyaseteka serkeftî ya kurdan bû.

Lê xetera şerekî bi temamî wenda nebuye. Êrîşên asmanî û topbarana tirkan pêk hat, zerareka mezin da gundiyên sivîl ên quntarên çiyayê Qendîlê. Serokên Kurdistana azad di wê endîşeyê de ne ku bizotên vê êrişkariyê rê li ber şerekî navbera kurdan û tirkan vekin. Kurdan Amerîka û hevpeyman jî qani’ kirine ku êrîşên tirkan eger berdewam bin, dikarin bibin sedemê bêaramî, şer û pevçûnê, hem li Iraqê, hem li nav Tirkiyeyê.

Rêlibergirtina dagirkeriya Tirkiyeyê ji bo kurdan serkeftin bû, lê gelo bedêla wê bû çi?

Tirkiyeyê nedixwest referanduma Kerkukê îsal pêk bê, ev rast geriya, bi kêmasî 6 mehan  hat paşdexistin. Meriv ji kurdan bipirse ew dibêjin ev ne ji ber siyaseta derva ya hin dewletan, lê ji ber sedemên teknîkî bûn.

Tu ji tirkan bipirsî, ew vê, wek encama siyaseta xwe ya biserkeftî nîşan didin û ne tenê behsa paşdexistina 6 mehan dikin, li gor tirkan pirsa referanduma Kerkukê û maddeya 140-ê ya destûra Iraqê îdî ebediyen hatiye bingorrkirin.

Tirkiye li Iraqê tenê bi pirsa Kerkukê ve ne mijûl e. Ew heçî maddeyên destûra Iraqê ku pêwendî bi statuya federe ya Kurdistanê hene nas nake. Heta nuha jî ew maddeyên destûrî yên ku şeri’yeteka hundurî û navneteweyî didin hebûna dewleteka federe ya kurd ji bal Tirkiyeyê îtîraf bi wan nehatiye kirin.

Tirkiye her wiha ji wan madeyên destûrê yên ku desthilateka berfirah û bihêztir dide Kurdistanê nefret dike. Wê divê desthilat ji Kurdistanê bê stendin û careka din di destê hukumeta Bexdayê de bê komkirin.

Yek ji wan maddeyên ku Tirkiye di 2007-ê de li pêşiyê bû rêgir, qanûna petrolê ya Iraqê bû. Buhara sala 2007-ê hemû terefên iraqî li ser qanûna petrolê li hev jî kiribûn, lê heta îro ew qanûn neçû ber destê parlamentoya Bexdayê û li gor esasê lihevkirî qebûl nebû.

Ne hewce ye em veşêrin, yek ji sedemên vê qebûlnebûnê dewleta tirk e, tirk mihawele dikin ku ew maddeyên ku desthilatê li ser berhemhênan û firotina petrolê û pervekirina hatinên wê dide kurdan bên rakirin û hukumeta merkezî li ser petrolê bibe xwedan soz.

Di 2007-ê de kurdan ne di mesela petrolê de, ne di mesela Kerkukê de, ne jî di mesela desthilatên navbera Bexda û Hewlêrê de tu destkeftineka berbiçav bidest nexist. Hemû ev pirsgirêk hilavistî man, di hinên ji wan de kurdan gavên wiha avêtin ku dikare li ser paşeroja wan encamên stratejîk bidin. Mesela Kerkukê wiha ye, mesela petrolê wiha ye.

Eger em bifikirin ku di 2007-ê de şerê navbera şîe û sunneyan sist bû û di 2008-ê de dikare lihevhatin di nav wan de pêk bê, em karin bibînin ku kurdan di meselên stratejîk de 2007 wek firsendeka baş bikarneanî û nuha gava şîe û sunnî li hev bên, rola wan a li Iraqê dikare ne wek beriya 2008-ê be, ew giraniya wan a berê ji 2008-ê pê ve her ku biçe li Iraqê sivik bibe.

Ev jî ê bibe sedem ku kurd di çareserkirina pirsên xwe yên stratejîk de wek mesela Kerkuk û petrolê tûşî astengiyên gelek mestir bibin û Amerîka pirrtir çav li wan astengiyan bigire.

Ji vî alî de em lê binerin, eger kurdan li hember paşdexistina Kerkukê tu soz ji Amerîka, ereban û Tirkiyeyê wernegirtibe, meriv bi rehetî dikare bêje ku ”erê kurd di rawestandina dagirkeriya tirkan a serbi Kurdistanê de biserketin, lê bedêla wê barekî gelek gelek giran bû, belkî encamên wê ji dagirkirina tirkan jî girantir bin.” Bi kêmasî ev rîsk heye.

Li Kurdistana bakur jî, wek ya başûr, serkeftin û vekişiyaneka pirr balkêş heye ku gava meriv dide ber hev, meriv nikare binirxîne gelo kîjan girantir dikêşe.

Kurdên bakur, di nîvê pêşiyê ê 2007-ê de serkeftinên baş bidest xistin. Di warê legalîzebûnê, peywendiyên li gel dinyayê, kampanyayên hilbijartinan û bi taybetî jî encamên hilbijatinan de mewziyên baş pêk hatin. Grûbeka parlamentoyê jî li meclisa tirkan çêbû.

Ev qonaxeka nuh û serkeftineka hêja bû ji alî Kurdistana bakur de. Lê hê hin gavên ku berî hilbijartinan hatibûn avêtin sînyala wê yekê didan ku ev serkeftin hin rîskên mezin bi xwe re tîne. Di tesbîtkirina hin berendamên serbixwe de diyar bû ku mexsed ne ew e di dereceya yekê de tevgera Kurdistana bakur di warê siyaset û dîplomasiyê de hamle bike. Platforma parlamentoyê pirtir ji bo hin siyasetên darêjtî bûn alet.

Midaxeleyên ji derva de û bizzat midaxeleyên hin navendên nav DTP-ê, di her 6 mehên dawiyê de platforma parlamenteriyê kirin warên jehrîn, însîyatîf û kartêkiriya DTP-ê ya serbixwe hem li hundur, hem jî li qada navneteweyî; li ber çavê YE û Amerîkayê hat pûçkirin, DTP ji dêlva ku bi pirsên giring ên wek reforman, guhertinên destûra Tirkiyeyê, ferzkirina rawestandina şer û darêjtina plana aştiyeka berdewam bibile, ji dêlva ku siyaseta desthilata îro ya (sivîl û eskerî) ya li hember Kurdistana azad, li hember pirsa Kerkukê pûç bike, ket pey siyasetên pîjkirin û rapelikandina tengijandina raya giştî. DTP-ê nekarî tiştekî bike da şer nebe û ev êrîşên tirkan ên hewayî û topan pêk neyên.

Meriv hêvî dikir ku grûba DTP-ê, hem li hember hukumetê, hem jî li hember berdevkên siyasî yên eskeran li parlamentoya tirk bibe grûbeka kurd a serbixwe, lê welê nebû,  niyet çi dibe bila bibe DTP li hemberî hukumetê û AKP-ê di nav seffên berdevkên siyasî yên eskeran; CHP û MHP-ê de ciyê xwe girt.

Gava meriv plus (+) û minusên (-) 2007-ê yên herdu perçeyan dide ber hev, mixabin ku pirr eşkere mînus plusan dibin û encamên giştî jî nabin sifir, îşareta pirsê (?) li pey xwe dihêlin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: