Netkurd 16/3/2008
Her ku diçe daxwiyaniyên Abdullah Öcalan ên heftane yên ku ew di riya awukatên xwe re dişîne, bi hin taybetmendiyên xwe balkêş dibin û gumaneka mezin li ser wan peyda dibe ku gelo bi rastî ew çend daxwiyaniyên wî bi xwe ne, çend hin destên din, bi çi armancê katine nav daxwiyaniyan.
Yek ji wan taybetmendiyên daxwiyaniyan ew e ku eşkere newekhevî û nakokiyên tez, bîrûbawerî, îdîa û talîmatên Abdullah Öcalan nîşan didin. Gava meriv wan dide ber hev, heta gelek caran di eynî daxwiyaniyê bi xwe de, meriv dibîne ku Öcalan îdîa û tezên nelihevkirî, heta hevdupûçkirî diyar dike.
Ev îdîa û tez yan dikarin li ser pirsên giring bin, yan jî li ser ên basît, aktuel ên jiyanê bin.
Nelihevîya îdîa û tezan gelek tekrar dibe, di wê dereceyê de meriv dixin gumanê ku yan ew ne ji devê însanekî saxlem û li ser xwe derketine, heta hin diyardeyên şexsiyeteka derûniya şikestî, a şîzofreniyê nîşan didin. Yan jî ew nivîs bi awayekî wiha ji bal hin destan tên nivîsandin ku hin destên li gel hev nakok, bi xwe van nakokiyan dixin nav wan. Belkî jî dest bi xwe yek e, bi zanebûn bi wî awayî xwe dixe nav ku bi zanebûn Öcalan wek şexsiyeteka şikestî ya nehevseng nîşan bide.
Hun rastiyê bêjin hin caran û ji hin paragrafên daxwiyaniyan meriv qenaet dike ku ew yên Abdullah Öcalan bi xwe ne, ji hesasiyet, gumanperestî, hîsterî û îxtîrasa wî bi xwe tên, lê hin caran jî meriv dikeve wê gumanê ku ew ji bal hin destên derva ve, bi armanca dayina mesajeka taybetî a li gor wê demê hatine nivîsîn.
Daxwiyaniyên Abdullah Öcalan ên li ser tendurustiya wî ya şexsî û rewşa wî ya li girava Îmraliyê, odeya ku ew lê dimîne, peywendiyên wî yên bi derva re, agahiyên ku ew ji derva distîne, kitêb û rojnameyên ku dixwîne, radyo û televizyonên ku guhdarî dike bi vî awayi ne.
Wî di hin daxwiyaniyên xwe de gelek caran diyar kiriye ku ew di rewşa xerab de ye, tecrîdkirî ye, nexweş e, hetta belkî hatiye jahrdadayîkirin, muamela li gel wî xerab e, kitêb û rojnameyên wî nayên dayin, serdanên awukat û xizmên wî tên redkirin, cezayê hucre û tecrîdê ji bo wî tê dayin.
Lê carinan gava meriv daxwiyaniyên wî dixwîne, meriv dibîne ku erê li Îmraliyê belkî ew wek zindaniyekî bi tenê ji civakê îzolekirî ye, lê pêwendiyên wî yên însanî û civakî li gel karmend û berpirsên giravê xurt e, ne hemû caran be jî heftane serdanên wî yên xizm û awukatan dibin, berpirsên dewletê ên eskerî û sivîl ên ji asta bilind yan nizm, heta carina guman peyda dibe ku hin hevalên wî yên siyasî serdana wî dikin, rojname, kitêb û nameyên wî rojane diçin û tên, ji nasan, hevalên zîndanan û yên derva re name tên bo wî û ew bersiva wan dide. Ew di riya rojname, televizyon û radyoyê re, heta îhtîmal e di riya înternetê re agahiyan germagerm werdigire, belkî jî bi telefonê, li gel ciyê ku dixwaze di nav peywendiyan de ye.
Mesela di dema kampanya jahrdadayîbûna xwe de, wî bi xwe li ser rewşa xwe agahîyên nelihevkirî li ser tendurustiya xwe dan. Carina got ew nexweş e, hin diyarde pê re peydabûne ku gumanê li ser peyda dikin, belkî hin dixwazin wî tasfiye bikin, heta ew guman dike ku hatiye jahrîkirin. Carina jî eşkere kir ku ew bawer nake hinan ew jahrî kiribin, kampanya li derva a jahrîkirina xwe xist hustuyê hin hêzên derva, mesela derxistina muyên xwe û civîna çapemeniyê ya li Îtalyayê a li ser rapora muyên xwe xist hustuyê hêzên derva a wek kampanyayekê li hemberî Tirkiyeyê.
Gava meriv bala xwe bide tez û îdîayên Öcalan ên li ser kemalîzmê, yên li ser orduyê, yên li ser hukumeta AKP-ê, yên li ser pêşveçûnên Kurdistana Başûr, li ser rolên Barzanî û Talebanî, yên li ser kar û siyasetên heval û terefdarên xwe; mesela yên li ser xebatên DTP-ê, yan kesên ku di navê de kar dikin, meriv dibîne ku li hev nakin û gelek caran hevdu pûç dikin.
Nimûneya herî dawîn a van diyardeyên balkêş, daxwiyaniya Abdullah Öcalan a roja çarşemê ye. Kurdiya daxwiyaniya dawîn li Azadiya Welat, tirkiya wê li Firatnewsê derket:
Gava meriv herdu daxwiyaniyan dide berhev, tê dîtin ku destdirêjî berî her kesî ji bal van herdu organan tê de hatiye kirin. Ji herduyan fahm dibe ku temamê daxwiyaniyê (îdî diyar nabe li ser çi ye û çi qas e) nehatiye weşandin.
Wekî din, hin beşên daxwiyaniyê di ya tirkî de hene ku di ya kurdî de nînin, hin beş jî di ya kurdî de hene di ya tirkî de nînin. Mesela li ser kemalîzmê beşeka gelek fireh di daxwiyaniya tirkî de heye ku di ya kurdî de qet behsa wê nayê kirin. Ji alî din ve, di ya kurdî de beşek heye ku Öcalan daxwazê ji alîgirên xwe dike ku rexne li Talebanî û Barzanî negirin, lê ya tirkî qet behsa vê nake. Di ya tirkî de behsa avakirina hin holdîngan tê kirin ku Öcalan dibêje ez navên wan nadim û navên wan nîne, lê di ya kurdî de navên wan holdîngan tê diyar kirin.
Ev nîşana wê yekê ye ku daxwiyaniyên Abdullah Öcalan bi temamî nayên eşkerekirin û carina dikarin ji bal yên derva (PKK-yiyan) bi xwe li gor ku ew dixwazin mesajan bidin kê (aya mesajê bidin kurdan an bidin tirkan) hin aliyên wê tên sansurkirin û hin alî tên derxistin pêş.
Di daxwiyaniya herî dawîn de dîtinên Abdullah Öcalan ên li ser Kurdistana Başûr û rola Talebanî û Barzanî di çareseriya pirsa kurdî de, rola AKP-ê di çarseriyê de li hev nakin. Di beşekî de gelek rexne li wan tê girtin ku goya ew fîguranên sermiyanê global in, li dereka din jî rola wan baş tê nirxandin, hêvî ji wan tê kirin, heta Öcalan ji AKP-ê dixwaze ku bên li gel wî peywendiyan deynin, ew dikare pirsê ji bo wan çareser bike.
Ev tesbît bi wê dereceyê li hev nakin ku meriv dibêje qey du hêzên nelihev (mesela nunerên eskeran û yên hukumetê) bi hev re ketine bazarê ka çi di daxwiyaniyên Abdullah Öcalan ên hefteya derbasbûyî de hebin û li gor lihevkirinê her aliyekî li gor xwe hin tişt xistibinê.
Di mesela rewşa Abdullah Öcalan a şexsî de jî daxwiyaniya dawîn gelek tiştên balkêş dide. Mesela, tê de xwiya dibe ku odeya wî odeyeka bi klîma (splît, air-condition) ye, ew hergav dikare penceran veke û bayê teze têxe odê. Klîma ne bi dilê wî ye, wek oda rex wî ew dixwaze kalorîfer li odeya wî hebe.
Em dizanin ku demeka berê rismekî di odeya wî de jî hat belavkirin; odeyeka paqij a rêkûpêk bi pencereyeka firah e. Yanî oda ku teswîra wê tê kirin qet ne oda zîndaniyekî tecrîdkirî ya bêsihet e. Wek tê zanîn klîma dikarin ritûbeta hundur jî bi wî awayî eyar bikin ku ew ritûbeta giravê ya zêde di hundur de tunebe.
Wekî din di vê daxwiyaniyê de eşkere dibe ku ew gelek germawgerm buyerên derva taqîb dike. Mesela, ew, rojname, radyo û televizyonên hevalên xwe taqîb dike û dibîne ku hevalên wî rexneyên tûj di vê kampanyaya dawîn de li Talebanî û Barzanî digirin û talîmat dide ku ew tundiya rexneyên xwe kêm bikin, belkî Talebanî û Barzanî roleka baş bilîzin.
Ew bi xwe dibêje ku ”min daxwiyaniya Barzanî a piştî opersyonê guhdarî kir”. Nexwe wî daxwiyanî ne ku xwendiye, yan ji radyo, yan ji televizyonê guhdarî kiriye. Ev dide nîşandan ku îhtîmala mezin, Öcalan dikare Roj tv (belkî yên kurdan ên din jî) temaşe bike, radyoya hevalên xwe (belkî yên kurdan ên din jî) guhdarî bike.
Abdulah Öcalan li ser pakêta çareseriyê a Receb Teyib Erdogan a di Newyork Timesê de, reaksiyonên li ser vê, daxwiyaniyên herî dawîn ên serokkomar Abdullah Gul, hevdîtina DTP-ê ya bi Abdulah Gul û Köksal toptan re ku di eynî rojê de bûn, xwedan agahiyeka fireh e û fikrên xwe li ser wan dibêje. Ev hemû agahiyê taze yên rojane ne.
Gava meriv daxwiyaniyên Abdullah Öclan taqîb dike û bi taybetî ya herî dawîn dibîne, kurdî û tirkiya wan dide ber hev, eşkere ye ku mesele ne jî ew qas berkemal û normal e, diyar e ku hin problem hene, hin dest hene di daxwiyaniyan de.
Hela hela ku tê zanîn li ser peywendiyên Abdullah Öcalan ên bi derva re du kontrol hene û ev herdu kontrol bi hev re di nakokî û bazar û xirecirê de ne. Yek jê kontrola hukumetê ye ku bi riya nuner û karmendên wezareta edaletê û dozgêrê Bursayê ku bi wezaretê ve bestî ye (yanî hukumeta AKP-ê), ya din kontrola eskeriyê ye ku ew girava Îmaraliyê, hemî hatûçûnên bo giravê û serdanên Abdullah Öcalan kontrol dikin.
Ji alî din ve ez bawer dikim demeka berê, yek ji awukatên Abdullah Öcalan ragihandibû ku daxwiyaniyên Abdullah Öcalan ne rasterast ên wî ne, ew di dema serdana xwe ya Îmraliyê de digrin (heta bawer dikim ne nivîskî jî) piştî ku ew ji Îmraliyê vedigerin, ew li hev kom dibin û tiştên ku wan ji Öcalan wê rojê bihîstine nivîskî tînin ba hev û wê wek daxwiyanî belav dikin. Nexwe (eger agahiya awukat rast be) di halê herî baş û herî niyetçak de ev daxwiyanî ne ji qelema Öcalan lê ji yên awukatan dertên. Gelo ew çend durust dimînin bi daxwiyanî û naverokên wan re. Pişt re hin mesajên Öcalan ên ku li gor aktualîteya demê tên dayin û gelek caran bi mesajên demeka din re nelihev in, yan jî mesajên nelihev ên di eynî daxwiyaniyê de ne, gumanekê ji meriv re peyda dikin ku kontroleka dijwar a dewletê û a bikêmasî du hêzan (sivîl û esker) li ser daxwiyaniyan heye, ew destkariyê tê de dikin, di encama lihevkirin û nelihevkirina van herdu hêzan de daxwiyanî eşkere dibe, loma jî carinan bi nakokiyên gelek diyar tên pêşberî me.
Bi taybetî daxwiyaniya dawîn a Öcalan ewqas eşkere şopa destdirêjiyan di xwe de diyar dike ku meriv nikare van daxwiyaniyan bi nesaxî an bêbalansiya şexsiyeta Öcalan ve girêbide. PKK mecbûr e, rewşa garantiya daxwiyaniyan zelal bike ku ew çend yên Abdullah Öcalan in, çend yên nesansurkirî ne, çend beşên ne yên wî ketine nav wan û hela hela çend yên encama îradeya wî ya serbest bi xwe ne.
Yan na, daxwiyaniya dawîn diyar dike ku şerê li ser peyamên Abdullah Öcalan, ê PKK-ê û beşeka giring a ragihandin û siyaseta kurd ber bi şaşîtiyên fahş de bibe.
Leave a Reply