Netkurd 28/12/2007
Aysel Tugluk xwedêgiravî parlamentera kurdan e, li ser navê Diyarbekirê ji DTP-ê di ”parlamentoya tirkan” de ye. Lê ne wer parlamentereka normal e a ku bi proseseka normal, ji bal diyarbekiriyan hatibe hilbijartin. Ew bi xwe ne diyarbekirî ye. Piştî ku destê xwe danî ser “qur’ana kemalîstan” û bi kemalîzmê sond xwar, bi emr û ferman ji bajarekî din bi prosesa plangêriya biryargehên ”kûr” hat şandin ji bo “tirkîzekirina diyarbekiriyan”.
Gava navê Tuglukê tê, ez bi xwe, – bi qewlê kurdên soran – ”erebekanî hawirde” bibîr tînim. Yanî ew erebên Kerbelayê ku ji bal rejima Sedam ve hatin şandin Kekûkê da Kerkûka dilê Kurdistanê ebediyen bikin ereb.
Aysel Tugluk; ”parlamentera hawirde”, du roj berê di rojnameya tirk Radîkalê de meqaleyek li ser ”qirêjiya nasyonalîzmê” nivîsî. Gava meriv dixwîne, pêşiyê meriv dibêje qey meqale nefreta ”lîberaleka nihîlîst” e li hemberî her awe nasyonalîzmê. Yekî baş lê nenêre ê bêje qey ew hem nasyonalîzma tirkan, hem jî a kurdan dide ber topan. Lê na, ew bi tilîkên xwe yên narîn ên jinane nasyonalîzma tirk mizdide, pê şa dibe, lê penceyên xwe yên dirindane yên pilingîn di nasyonalizma kurd de diçikîne, bi nefreteka mezin dixwaze çi neteweperwerên kurd, çi dezgeyên neteweyî yên kurd hene bidirrîne, perçe berçe bike.
Ew wek meziyeteka mezin dibîne ku bi Baskin Oranê tirk ê kemalîst re li bin banê parlamentoya tirk bijî, lê ”nasyonalîzma kurdan a pozîtîf” – a ku doza mafê hebûna kurdan dike, dixwaze kurd jî wek her neteweyekî xwedan maf û hebûnên neteweyî bin – wek ”kabûs, karesateka mezin” dibîne. Hela hela madem ku emperyalîzmê (Amerîka û Ewropayê) destê xwe avêtiye vê netweperweriyê, ew îdî wê digre di erdê dide, pîs dike, pîs dike, rezîl riswa dike.
Xanima Aysel Tugluk, ”parlamentera hawirde” ya delal! Xwe meke ”ciyê pêkenîne”! Ma tu bawer dikî ku cara pêşiyê ye em vî fîlmê ku ji bal hin navendên biryargehên ”kûr” hatiye lidarxistin û tu jî tê de rola xwe dilîzî temaşe dikin?
Bawer bike ku ev fîlm tekrar e û me ew cara pêşiyê di dema piştî şerê cîhanê yê yekê de jî temaşe kiribû. Wê demê Împaratoriya Osmanî têkçûbû, neteweyên bin destên osmanî; ereban, kurdan, rûman, ermeniyan û yên din jî dixwest çareyekê ji qedera xwe re bibînin, bi awayekî serwerîya xwe bidestxin.
Tirkan hêvî ji ereban birrîbû, ermenî ji xwe bêtaqet ketibûn, rûm dikaribûn bên qewirandin, bi tirkên Balkan û Trakyayê bên guhertin.
Lê kurd, Kurdistan diviya di bin destê tirkan de bimaya. Tirkên bermayiyên Îtîhad û Terakiyê yên wek Mistefa Kemal, Kazim Karabekir, Ismet Inönü û yên din siyasetek dan ber xwe. Esasê siyaseta wan ev bû:
1- Li derva ê bigotana kurd û tirk du enasirên îslamî yên birayên hev in, ew ji hev naqetin, wan qedera xwe kiriye yek, ê di nav dewletekê de bi hev re bijîn.
2- Li hundur ê rê li ber her awe tevger, rêxistin û komeleyên kurdan bihatana girtin. Yên ku serbixwe li ser navên kurdan dihatin avakirin, ew bihatana tehdîdkirin, xerakirin, hilweşandin û rêberên wan bihatana tunekirin.
3- Hin tehdîdên cidî û ne cidî ên wek ermenîtiyê, dagirkeriyê, emperyalîzmê, xeyrê mislimiyê bihata pêşkêşkirin û kurd bi her awe mihaweleyan di bin rêberiya tirkan de bi tirkan bihatana perçînkirin.
4- Li ser esasê netewetiya tirk dewleteka tirkan ji bermayiyên osmaniyan bihataya avakirin.
Ev siyaset ji serî heta binî hat meşandin; partî û rêxistinên kurdan ên serbixwe hatin hilweşandin, serokên wan hatin bêtesîrkirin, qewirandin.
Bi navê ”Dogu İllerî Mudafaî Huqûq Cemiyetlerî” û ”Anadolu Mudafaî Huqûq Cemiyetlerî” hin ”rêxistinên Turkiyeyî” (yên wek Turkiyelî çati partisiyên nuha) hatin danîn, ”kurdên hawirde” di kongreyên wan de; yên wek ”Kongreya Erzurumê”, ”Kongreya Sêwasê” de hatin temsîlkirin, pişt re ew wek sembolîk xistin nav heyetên îdarî jî.
Tirkan her eynî siyaset di dema ”Meclisa Mezin a Tirkiyeyê a Yekê” de jî meşand, kurd bi cube, koloz û şaşik anîn xistin meclisê, tirkên wek Mazhar Mufît ên ”hawirde” ên wek Akin Birdalên nuha, li Hekariyê kirin parlamenter û anîn xistin meclisê.
Heyetên Lozanê di bin serokatiya Îsmetê Kerr (Ismet Inönü) de û bi beşdariya hin xwedêgiravî parlamenterên kurd ên ku goya dewleteka kurd nedixwest, dixwest bi tirkên birayên xwe yên misilman re di nav dewleteka tirk de bijîn durust kirin.
Îro, çawa dema bazarkirina endametiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê tê meydanê, ji bo qet daxwaz ji Tirkiyeyê neyê kirin da mefên neteweyî yên kurdan bê dayin, Tirkiye hin kurdan dibe li parlamentoya Ewropayê dide xeberdan ku ”kurd ne mînorîteyek in, kurd unsurên esasî yên avakeriya dewleta tirk in, kurd û tirk û hemwelatiyên din ên wek çerkez, laz, arnawut û ereb hemû bi hev re yek neteweyî pêk tînin; ”neteweyê tirk”, yan ”neteweyê Tirkiyeyê”, wê demê jî ji aliyekî de hin parlamenterên kurd di meclisa tirkan de diqîriyan ku ”ew dewleteka kurd naxwazin, ew dixwazin li gel birayên xwe yên tirk bijîn”, li Lozanê jî Îsmetê Kerr û kurdên din, xwe wek nunerên kurd û tirkan destnîşan dikirin û doza Mûsilê ji Îngilîzan dikir.
Wê rojê tirk bi vê siyasetê biserketin, pişt re ne kurd man, ne mafê kurdan ma, her tişt hat înkarkirin, her awe nirxên însanî ji kurdan hat stendin, namûs û heysiyeta wan hat binpêkirin.
De îja xanima Aysel Tugluk; ”parlamentera hawirde”! Em dizanin, îro jî ji ber ku dinya guheriye, li Rojihlata Navîn guhertinên mezin dibin, di bin çengê dewleta tirk de dewleteka kurd ava buye, kurd li Tirkiyeyê dikarin wek neteweyekî serbixwe bixwazin bi hebûna xwe ya etnîkî û dezgeyên xwe yên neteweyî li gel tirkan bijîn, kurd bixwazin tirkan çi maf û desthilat hene, kurdan jî hebe û endametiya Yekîtiya Ewropayê di vê riyê de gelek daxwazan ji Tirkiyeyê dike, gelek berpirsiyariyan dixe ser milên Tirkiyeyê, loma jî tirkan cardin ew senaryoya piştî şerê cîhanê ê yekê derxistiye, li gor rewşa nuha ya cîhanê her eynî fîlmî dikêşin.
Divê ew dewleta federe ya kurd reş bikin, qirêj bikin. Esas, bi her awayî, avakirina dewletekê li ber çavê kurdan bikin karekî qirêj ê kevneqerestî, da kurd bala xwe nedînê ku li perçeyê başûr gava perçeyekî ji kurdan dewleta xwe, hukumeta xwe, parlamento û orduya xwe avakiriye çiqas serbilind bûye, çi qas azad bûye, tevî hemû kurr û kêmasiyan çi qas jiyaneka xweş bidest xistiye.
Divê kurd li hundur xwe wek neteweyekî cuda nebînin, doza dezgehên neteweyî nekin, nebêjin ku em û tirk bi her awayî xwedan maf û desthilatên wek hev bin. Divê kurd di dema prosesa endametiya Yekîtiye Ewropayê de wek unsurekî esasî yê xwedan doz dernekevin meydana siyasetê, bi tirkan ve perçînkirî bin û parçeyek ji ”neteweyê tirk” an ”neteweyê Tirkiyeyê” bin.
Xanima Aysel Tugluk, ”parlamentera hawirde” ya delal! Tirkan di kêşana vî fîlmî de rolek dane te jî, rola ”parlamentera hawirde”. Tu ji xwe re dilîzî. Bilîze, lê kurdan ew qas ehmeq hesab meke ku ew nabînin tu çi dixwazî, tu çi dikî.
Leave a Reply