AMERÎKAYÊ GAZA TIRKAN GIRT

Netkurd 17/12/2007

Piştî operasyona duh a balafirên şer a ser bi çiyayê Qendîlê, tirk bi serokkomar, serokwezîr û serokerkanê xwe, bi hukumet, parlamento û orduya xwe, bi medya û kolanên xwe coşiyane, devê wan heta ber guhê wan ji hev dibe, gilêz ji devê wan diherike, vir de wirde direqisin. Yaşar Buyukanit venaşêre ku ev roja wî ya herî dilxweşker û serbilindker e.

Ji bo çi ye ev coş û reqs? Ma tirkan cîhan fetih kir? Ma orduya wan wek çend sed sal berê cardin xwe gihand ber deriyê Wiyanayê, asê kir? Yan jî bi peyva “herî demokrat û medenî”yên wan ew bûn endama Yekîtiya Ewropayê, di riya avakirina medeniyeta dinyayê de wan keştiya asmanan daxist ser Marsê?

Ne yek ji van jî? Bi saya îstîxbarat, balafir, tank, top, gulle û agirên wan amerîkayiyên ku ji%90-ê tirkan nefretê ji wan dikin, şev nîvê şevê, di esmanan re bi gurregurr û gurmegurma guhçirîn agir û hesin barandin ser zarokên quntarên çiyayê Qendîlê, ew di xewa şêrîn de ziravqetandî kirin. Guh nedanê ka ku der kampên gerîllayan e, ku der warên sivîlan e, gund bombarduman kirin, xelkê sivîl malwêran kirin, însan kuştin û birîndar kirin, berê bi sedan xelkên bêguneh cardin dan koçberiyê.

Ji bo çi? Ma kî li wê derê bû? Ma mezintirîn zilhêza cîhanî xwe sipartibû ber sînorên Tirkiyeyê, dikir ew dagir bikiraya, ma ”heft duhêlên cîhanî” dor li Tirkiyeyê girtibû ku dikir ew bifetisandaya, ma êrîşeka şerê nukleer xwe arasteyî vî welatî kiribû?

Na, ne yek ji van jî…

Sebeb ew bû ku çend sed, belkî çend hezar gênc; qîz û xortên kurd ên vî welatî ên 18-20 salî, zarokên dayik û bavên ku hemwelatiyên vî welatî tên hasbkirin, ji ber zordarî, neheqî û bêedaletîya ku li dê û bavên wan, li bapîr û dapîrên wan dibe, ji ber ku maf û azadiyên wan ji wan hatine stendin, ji ber ku derbasbûyiya wan tê înkarkirin û pêşeroja wan tê reş kirin, pê re jî her awe deriyê çareseriya medenî û însanî li ber wan hatiye daxistin, îsyan kirine, berê xwe dane çiyan; ji Dersimê heta çiyayê Qendîlê belav bûne, ji wê derê doza azadiyê, ya heq û edaletê dikin.

A sebeb ev e. Dewleta tirk, tu rastiyê bixwazî, li hemberî zarokên 18-20 salî yên welatê xwe, ji serî heta piyan xwe bi çekên amerîkî, bi balafir, tank, top û agirê wan pûşandiye û şerê zarokên vî welatî dike. Du sed hezar esker daxistiye ser hidûd. Di şevekê de 50 balafirên tirk bi sedan sortî dikin ser keç û xortên 18-20 salî û gundiyên bêguneh ên bêparastin.

Ev erîş kengî tê? Di demekê de ku piştî xwînrêjî, dirindetî, hîle û planên 25 salan Tirkiye têk çûye, hatiye noxteya hezîmetê, îsyana keç û kurrên xama sar nebûye, her ku çuye ev dewleta dirinde li dinyayê tecrîd bûye, tenê maye. Serokerkanê wê bi xwe hê hefteyek berê bi bêçareyî gotiye ”me di nirxên gelek giring ên mirovatiyê de, di pirsa mafên însanan, demokrasî, azadî û aştiyê de wenda kir, em li ser ruyê erdê bi tenê man.”

Hela hela di ser de, di bin çengên wan de, li wî aliyê hidûd dewletek jî avabûye. Dewleta federe ya Kurdistanê ya ku bi desthilata xwe, bi parlamentoya xwe, ordû û pêşmergeyên xwe, bi xwendegeh û unîversîteyên xwe, bi dadgeh û ragihandina xwe wek tavekê ronahiya xwe berdide ser awirên her sê perçeyên din ên Kurdistanê, dilê wan bi hêvî û baweriyê dadigire. Bayê azadiyê yê ku ji rojhilatê ber bi bakur ve tê, li mejiyê kurdên Kurdistana bakur dixe, wan hişyar dike ku xwedan desthilat bûn, xwedan parlamento û xwendegeh bûn, xwedan dewlet bûn, çi azadî û serbilindiyê dide meriv.

A vê yekê bi taybetî tirs di dilê tirkan de difirand.

Tirk bi taybetî di wê bêçaretiya van mehên dawiyê de tengijîbûn, kumişîbûn, bîhnçikiyayî bûbûn, nepixîbûn.

Di rewşeka wiha de, piştî ew qas lavayîkirin, hustuxwarkirin û libergeriyan, Amerîkayê hem îcaze (îzin), hem jî îstîxbarat da tirkan ku ew bi sertapê bi çekên amerîkiyan bi xwe, biçin, quntarên çiyayên qendîlê bikutin. Meseleyeka kurdan heye dibêje ”nikare bi kerê, baz dide kurtan”. Amerîkayê ”kurtan” danî ber wan, got ”de bikutin!”

Berpirsên tirkan, ragihandina wan, xwe dinepixînin, pesnê xwe didin ku tirk çend xurt in, çend serkeftî ne. Belkî ew bi van pesnên li ser bingehên derewan avakirî raya giştî ya xwe bixapînin, lê ew dinyayê bi xwe dikenîn. Ma dinyayê nedît ku Erdogan hê berî çend hefteyan bi çapelûka gihîşt ber piyên George Bush, îcaze û alîkarî jê xwest. Erdogan lavayî kir, li ber Bush geriya got ”em tengijî ne, em nepixîne, bîhn li me çikiyaye, em dikin biteqin, qe ne îmkan û rê bidin me em sefereka ser bi Qendîlê bikin, vê gaza nava xwe, ya ku heta difn û çavan em nepixandine ji xwe berdin!”

Geroge Bush li wan hat rehmê, îcaza sefera ser bi Qendîlê da wan. Çawa çend sal berê Amerîkayê serokê PKK-ê Abdullah Öcalan li Kenyayê girt, li ser sînîyeka zîvîn pêşkêşî tirkan kir, îro jî Bush îcaza sefera ser Qendîlê da  tirkan da ew biçin hinekî gaza xwe berdin.

Buyukanit bêşik ji ber wê gaza bi xêra Bush berdayî duh gelek rehet bû, rûbiken û serbilind bû.

Guh medinê, kêf û coşa tirkan ne ji ber ”serkeftineka sexte” ye, ji ber wê gazê ye ku Amerîkayê ji nava wan berda.

Guh medin wê qîreqîra wan jî. Ew ne ew narayên serkeftinê ne, ew fîkandina nîvê şevê ye ku tirsonekê di ber goristanê re  derbas dibe difîkîne!

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: