Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in

Hevpeyivîn: Mûrad Ciwan
NETKURD:08:06 – 17/6/2007

Hevpeyivîna Mûrad Ciwan bi Fermandeyê Fermandeyiya Hêzên Pêşmergeyên Zêrevaniyê yên Kurdistanê general Ezîz Weysî re

Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in ji bo tirkan

Hevpeyivîn: Mûrad Ciwan

Fermandeyê Fermandeyiya Hêzên Pêşmergeyên Zêrevaniyê yên Kurdistanê  general Ezîz Weysî li ser hêzên Zêrevaniyê, rol û armanca wan ya li Kurdistanê, li ser şerê hêzên Zêrevaniyê ên li dijî terorê û El Qaîdeyê, li ser azadî û serweriya gelê Kurdistanê, li ser parastina hidûdên Kurdistanê axaft.

General Azîz Weysî li ser pirsa Kerkûkê, pirsa şerê PKK-ê û orduya tirk axaft. Gelo eskerên tirk ê karibin midaxeleyî nav axa Kurdistanê bikin? Tirk midaxele bikin ê pêşmergeyên Kurdistanê çi bersivê bidin?

Amerîkayê çima asayîş dewrî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kir? Ev li Kurdistanê guhertineka çawa dike?

General Azîz Weysî; vî generalê ku car bi car medyaya tirk behsa wî dike; geh jê ditirse, geh gefan lê dide kî ye, jiyana  wî ya taybetî ya sivîl, ya malbatî çawa ye?

Rojnameyên tirk ji bo general Ezîz Weysî dibêjin PKK-yî. Têkiliya wî bi PKK-ê re çi ye? Rola PKK-ê di jiyana wî de çi ye?

Bîr û bawerî û dîtinên vî generalê mêrxas ê modern ê ku asayiş, aramî, ewleyî û aştiya Kurdistanê xistiye bin balê hêzên xwe yên Zêrevanî ji wî bibihîzin.

Belê, demeka berê li Hewlêra paytexta Kurdistana azad , ez li Birêvabiriya Fermangeha Giştî ya Hêzên Zêrevaniyê bûm mêvanê general Ezîz Weysî û min hevpeyivîneka dûrîdurêj pê re kir. Kerem kin pirsên min û bersivên fermandeyê Hêzên Pêşmergeyên Zêrevaniyê yên Kurdistanê…

Mûrad Ciwan

 

General Ezîz Weysî, Fermandeyê Hêzên Zêrevaniyê

 

– Birêz general Ezîz Weysî sipas ji bo dayina vê derfetê ku em hevpeyivînekê bikin. Ez heta nuha ne tirk, ne kurd bi tu generalan re rûneniştime. Ez gelek serbilind im ku cara pêşiyê ez ê bi generalekî kurd re hevpeyivînê bikim.

– Sipas ji bo hatina we, ez gelek kêfxweş bûm.

– Berî her tiştî ez dixwazim em bi nasandina Hêzên Zêrevaniyê yên ku cenabê te fermandeyê wan e, dest bi hevpeyivîna xwe bikin. Hêzên Zêrevaniyê çi ne, rola wan çi ye, li ser çi esasî hatine avakirin?

– Hêzên Zêrevaniyê ji wan pêşmergeyên Kurdistanê pêk tê ku di kar û berpisiyariyên xwe de gelek serkeftî bûne û encamên gelek baş dane, xizmetên xwe bi rengekî gelekî pêşkeftî pêşkêşî milletê xwe kirine.

Ew hatine hilbijartin ji bo şert û rewşên Kurdistanê yên emnî yên taybetî. Di sala 1997-ê de hatine danîn. Berpirsiyariya wan ew e ku alîkariya wezareta navxwe bikin, da di wan karên ku ji bo polîs û asayişê giran e, yan jî ew bi îmkanên heyî nikarin xwe bigihînin wan karan, di wir de  hêzên zêrevaniyê têkevin dewrê.

Ew ji nav pêşmergeyan bi taybetî hatine hilbijartin, lê di bin fermangeha wezareta hundurîn de ne. Ew wek hêzeka temamker a taybet e li gel polîs û asayişa Kurdistanê.

Di sala 2003-yê de ku hêzên hevpeyman hatin, rejima faşîst a Baasê hilweşiya û hemû Iraq rizgar bû, berê fikrek habû ku hêzeka asayişê ya giştî ya iraqî bê avakirin ku li seranserê Iraqê bi bizav be, tu herêm taybetmendiyên xwe tunebin û rewşa herêman li ber çav neyê girtin.

Helbet Kurdistan jî parçeyek ji Iraqê bû. Dihat xwestin ku Kurdistan bi taybetmendiyên xwe li ber çav neyê girtin. Ev dewr dewra Pol Bremmer bû.

Di wê dewrê de serokatiya Kurdistanê, bi taybetî jî serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî mewqifekî gelek neteweyane danî, ji aliyekî de bi riyên dîplomasî mihawele kir ku taybetmendiyên Kurdistanê li ber çav raxe, eşkere diyar kir ku miletê kurd hê ji berî hilweşiyana rejima Saddam têkoşîn û qurbanî ji bo maf û azadiyên xwe dane, ji sala 1991-ê û bi vir de jî karibûye parçeyek ji Kurdistana başûr di bin serweriya miletê kurd de werbigire.

Wî mihawele kir ku ew deverên me yên nuhrizgarkirî jî bêne ser desthilata Kurdistanê, ne ku taybetmendiyên Kurdistanê wenda bibin û Kurdistan bi tevayî biçe ser beşên Iraqê yên din bêyî ku guh li taybetmendiyên wê bê girtin.

Ew xebata neteweyê kurd ya bi serokatiya xwe ji wê rojê hata îro her berdewam bû. Di destûra Iraqê de federaliyet hat qebûlkirin. Di wê demê de hinan xwest pêşmerge wek hêzên mîlîsya nîşan bidin, wan xwest ew bêjin ’îdî berpirsiyarî û karên pêşmereyan temam bûn û divê ew bên belavkirin. Di şûna wan de hêzên çekdar ên tevayiya Îraqê bên avakirin, ewleyî û asayiş bi tevayî di bin destê hukumeta navendî ya Bexdayê de be’.

Wê demê hêzên hevpeyman bi serokatiya Pol Bremmer û hukumeta întîqalî ya Bexdayê ev yek dixwast. Wan got ku hebûna pêşmerge ji bo wan ‘xeta sor e’, nabe ku hebe.

Cenabê serok Barzanî li hember vê rawestiya û got ‘eger mesela pêşmerge ji bo wan carekê xeta sor be, ji bo me kurdan bi çendîn carân xetên sor in û em tu carî gelê kurd ji pêşmergeyê wî bêpar û bêxwedan nahêlin’.

Merasima xelaskirina Xula Newroza Azadiyê, Pêşabûrê

Serok got ’pêşmerge şeref û kerameta milletê kurd e, pêşmerge hebûna milletê kurd e, pêşmerge sebebê ev avabûn û ev destkeftiyên miletê kurd e’. Barzanî red kir ku pêşmerge wek her mîlîsyayekê ye. Wî got ‘pêşmerge hêzeka taybetî ya modern a pêşketî ye ku tu carî dev ji disiplîn û armancên xwe bernedaye, tu carî berê xwe nedaye terorê û bêserûberiyê. Di şer û têkoşînan de tevî ku dijminan gelek caran xwest ku ew zilm û zora bi wî awayî li gelê kurd bikin da pêşmergeyan jî têxin nav reaksiyonên hissî yên terorê û sûîqesdan, kuştina kesên sivîl, jin û zarokan. Helebçe bû, enfal bûn, her kîmyabaranên din bûn, bi hezaran gundên kurdan hatin şewitandin û xerakirin, her awe hovîtî bi serê miletê kurd de bariyan, lê pêşmerge neket riyeka şaş a hissî, tu carî bi hastên tolhildanê tevnegeriya, tu carî ji disiplîn û mekanîzmaya xwe dûr neket.

Bi vî awayî li seranserê dinyayê jî pêşmerge bi rola xwe ya pîroz ya fedakariyê ya di riya azadiyê de hatiye nasîn, ciyê serbilindiyekê ye.

Îro jî pêşmerge ne tenê ji bo parastina Kurdistanê, ji bo parastin, asayiş û ewleyiya hemû gelên Iraqê li ser kar e, tiştê jê tê xwestin bê dudilî dike.

Di vê navberê de helbet hilweşiyana rejima dîktatorî û avabûna desthilateka ji xelkên Iraqê ya bi îradeya xwe, rola pêşmerge jî guhart. Berê rola pêşmerge ew bû ku ew li dijî dewleta dagirker a dîktator têbikoşe û hemû desthilat û dezgeyên wê dewletê hilweşîne. Lê îro piştî ku dewraneka nuh hatiye, rola pêşmerge jî guheriye, buye ew ku serweriya millet, damûdezge û desthilata heyî biparêze.

Niha berpirsyariya pêşmerge ew e ku desthilata Kurdistanê, demokrasiya wê, parlamento û hemû dezgehên wê yên din biparêze, ji bo parastina ewleyî û aştiyê, ji bo can û malê hemwelatiyan li hember terorîzma hundurîn û navneteweyî têbikoşe, koka terorê bibire.

Bi vê baweriyê, di encama gelek mihawele û gotûbêjan de bi liberxwederiya bi israr a serokê Kurdistanê em li gel Pol Bremmer û hukumeta întiqalî ya Iraqê li hev hatin ku hêzên pêşmerge wek Hêzên Zêrevaniyê bimînin, bên pêşdexistin û xurtkirin. Ji wê demê de heta nuha hêzên me yên Zêrevaniyê hene û di xizmeta gelê Kurdistanê de ne. Li her deverê; li bajaran, li gundan, li deşt û çiyan, li ku lazim be hêzên zêrevanî şan bi şanê polis û asayişê, damûdezgeyên dewleta Kurdistanê û serweriya vî milletî diparêze.

– Hêzên Zêrevaniyê gelo ser bi wezareta hundurîn ve ne?

– Na. Ew ser bi wezareta pêşmerge ve ne, lê ji bal wezareta pêşmerge va hatine tayîn kirin ku di bin fermana wezareta hundurîn de piştgiriyê bidin hêzên polis û asayişê, wan temam bikin.

– Hêzên zêrevenî ne hemû hêzên pêşmergeyên berê ne ku guherîn bûn hêzên zêrevanî ne, ew beşek in ji hêzên pêşmerge?

– Zêrevanî ji wan pêşmergeyên hilbijartî pêk tê yên ku di nav pêşmergeyan de bi çalakî, zîrekî û mêrxasiya xwe herî bijarte ne. Îro em îdî rasterast jî ji kesên serkeftî bi meşq, îmtîhan û şert û şirûtan jî digirin. Lê eslê wan ji pêşmergeyên here pêşkeftî yên Kurdistanê pêk tên.

– Yanî ji bilî hêzên zêrevaniyê hêzên pêşmerge yên din jî hene?

– Belê, wezareta pêşmerge heye û hêzên pêşmerge hene. Hêzên zêrevanî ew hêzên pêşmergeyên here pêşkeftî ne ku ji bo wezareta hundurîn hatine terxan kirin.

– Gelo li ser hidûdan jî kar dikin?

– Belê, li her cihê ku wezareta hundurîn pêwist bibîne; çi bajar, çi gund, çi ser hidûd yan devereka din, hêzên zêrevanî li wê derê amade ne, kar û operasyonan dikin û ewleyiya welatiyan diparêzin.

– Gelo hêzên zêrevaniyê tenê hêzek in ku li vê derê, ji bal cenabê serok bes di çerçeweya hidûdê îdareya berê a Hewlêrê de hatine avakirin, yan li alî Silêmaniyê jî hêzeka bi vî awayî heye?

– Piştî yekbûna herdu îdareyan li Silêmaniyê jî bi vê rolê hêzeka taybetî hatiye avakirin. Me peywendî û hevkariyeka xurt li gel hev heye û gava pêwist be em bi hev re kar û opersyonan dikin, em agahiyan veduguhêzin yekûdî.

 

Hêzên Zêrevaniyê di dema operasyoneka pişkinînê de. Nav hidûdên qaza Xebat

 

– Bi îzna te em bên ser rewşa asayiş û ewleyiya Kurdistanê. Van demên dawiyê du teqînên ku bûn sedemên wendabûna can û malên welatiyan pêk hatin. Li Hewlêrê û li Mexmûrê. Gelo armanca  van teqînan çi bû. Wekî din bi giştî rewşa asayişê li Kurdistanê çawa ye?

– Komployeka yek car mezin li ser Kurdistanê heye. Gelek hêzên ku li Rojhilata Navîn aktîf in, heta bigihê hin dewletan ku di herêmê de bi quwet in, bi hebûna Kurdistanekê û azadiya beşekî miletê kurd ne razî ne. Ew quwetên ku hene hemî çend di nav xwe de di hin pirsan de ne li hev bin û arîşe di navbera wan de hebin jî, her yek ji aliyê xwe de dixwaze ev hebûna kurdan ji holê bê rakirin, azadiya kurdan ya heyî jî careka din ji wan bê stendin, eger kurd hebin jî divê ne li ser navê xwe, ne bi nasnameya xwe bin. Kurdistan ne warê kurdên azad be, ew xulamên xelkê bin, di bin emr û însafa xelkê de bijîn.

Ev ji aliyekî ve… Ji aliyê din ve hemleyeka terorîstiya navneteweyî li seranserê cîhanê belav buye. Ev hêzên terorist ên navneteweyî dibînin ku Kurdistan buye keleyek ji bo avabûna sîstemên demokrasî yên pêşketinxwaz. Ew dibînin ku me xwe qet nêzî cepheyên terorist nekiriye, bileks me cihê xwe di nav cepheya antîterorê ya azadîxwaz û demokrasîxwaz de îlan kiriye. Ew dibînin ku wek miletê kurd em zanin ev hêzên terorist ne hêzên ji bo berjewendiyên gelan e, lê hêzên tarîtiyê ne, ew dixwazin careka din vê herêmê li me bikin şevereş.

Helbet ev terorist ne hêzinî bê qewet in, ew bermayeyên hêzên kevneperst ên rejima berê ne, gelek hêzên ku naxwazin pêşketin û nuhbûn li herêmê bibe piştgiriya wan dikin, wan xwedî dikin.

Ew nakokîyên herêmê jî ji bo xapandina gelan û wergirtina piştgiriyê ji wan bikartînin. Ew gelek hebûna Amerîkayê ya li herêmê bikar tînin. Atîfa miletên iraqî û yên herêmê ji bo armancên xwe yên qirêj bikar tînin.

Loma jî lazim e em wan wekî qewet û xeteriyeka mezin bibînin û li gor wê xwe amade bikin, herdem li gor wê seferber bin, di bizavê de bin.

Wekî din li Kurdistanê, wan deverên ku di navbera me û ereban de têkelhev e, ew deverên ku hê nezîvirîne ser bi Kurdistana federe ve, selahiyeta me ya temam li wan deveran nîne. Mesela Kerkûk û Mûsil. Li van deveran terorist di bizavê de ne. Gelek caran di hidûdê navbera me û wan de çend kîlometre hene, li hin deveran grûbên netewî û etnîki yên kurd, ereb û tirkman, misilman û nemisilman, sune û şîe têkilhev in. Ew van valayiyên bi wî awayî jî ji bo xwe bikar tînin.

Di hin waran de, hîn îmkanên teknîkî û rêxistinî yên Kurdistana azad ne di dereceya têrker de ne. Terorîst jî li gor xwe xwedî îmkaniyet, program û têknîkên pêşketî ne. Mesela El Qaîde. Çimkî ev herdu êrîşên terorîstî yên dawiyê ên Hewlêr û Mexmûrê ji bal El Qaîdeyê hetine kirin. Îmkan û teknîkeka pêşketî di destê wan de ye. Wan teror li Amerîkayê, li Londonê kirin, li gelek deverên ku emniyeta wan bi xurtî dihat parastin jî kir.

Bivê nevê, li vê derê jî mixabin ku carina firsend dikeve destên wan. Lê li vê derê ciyê xweşhaliyê ew e ku miletê me bi her awayî li gel me ye. Ew ji alî milet de tu firsendê nabînin.

 

Xula Newroza Azadiyê, tatbîqata kamuflajê, Pêşabûr

 

Mesela çêbûna van buyeran li gor baweriya min wekî wan dixwest moralê xelkê xera nekir. Baweriya xelkê neşikiyaye û di dilê me bi xwe de jî nebû sedema tu gûmanê.

Tu bi xwe jî li Zaxoyê, li merasima encamdana dewra komandoyên hêzên Zêrevaniyê ya bi navê Newroza Azadiyê amade bûyî. Wek tu zanî min li wê derê jî diyar kir ku eger terorîst ji bo ku em nejîn amade ne bimrin, em jî amade ne ku ji bo bijîn eger sed ruhên me jî hebin em sed caran bidin û bimirin. Di riya jiyana neteweyê xwe de em amade ne her tiştê xwe feda bikin. Tu qeweta wan nikare rê li ber pêşkeftina me bigire, yan me paşde vegerîne. Yan baweriya me bişkîne û çavên me bitirsîne da em têkevin nav cebheya wan.

Nuha şiyarbûna miletê kurd zêdetir buye. Nuha her ferdeka miletê kurd, jinek, pîremêrek an zerokek, gêncek, xwendevanek, cotkarek, paleyek, şivanek yan doktorek, her kesek bûye asayişek, polîsek û destên xwe dane hevdu li dora hukumeta xwe û serokatiya xwe kom bûne. Hemî di wê baweriyê de ne ku zerîbe çi dibe bila bibe ew ê bidin, ema azadiya xwe nadin. Em nahêlin careka din welatê me bikeve jêr destên kesên biyanî.

Em vê yekê jî zanin ku ew êrîşa wan ne ya dawî bû, ew ê her mihawele bikin ku me biêşînin. Em vê zanin û me jî li gor vê cebha xwe vekiriye û em şerê xwe dikin. Li gor wê jî me hişyariyeka bilind heye.

Me ders jî van êrîşan girtine. Me bala xwe dayiyê ku gelo kêmasî û valahiyên me çi bûn ku wan ev erîşa dirindane karî biserxe. Li gor wê, em niha wan kêmasiyan jî temam dikin û valatiyên xwe dadigirin. Lê em çi bikin ku mixabin car bi car em zerîba wê didin, em can û malên welatiyên xwe wenda dikin.

– Cenabê te bahs kir ku ew herdû êrîşên terorist ji bal El Qaîdeyê ve hatine kirin. Gelo lêkolîn û tesbîtên we eseh in ku ew El Qaîde bûn? Çimkî di ragihandinan de gelek agahiyên cuda dertên. Hin behsa hin dewletên cîran dikin, hin jî behsa xêrnexwazên Kurdistanê yên li dervayê El Qaîdeyê dikin. Hûn piştrast dikin ku ew êrîş yên El Qaîdeyê bûn?

– Belê, li gor tesbîtên me, yên El Qaîdeyê ne. Ewan bi xwe jî îlan kir. Me bi xwe, hukumeta me û dezgeyên me yên asayişê tu welatekî cîran tuhmetbar nekiriye. Em dizanin ku ev êrîş êrîşeka terorîstî ya navneteweyî ye û ji bal El Qaîdeyê ve hatiye kirin. Ji bal Ensar’ul Sunne ve hatiye kirin. Ev hêz xwe wek ketîbeya El Qaîdeyê ya Kurdistanê dibîne. Ew hatine birêkxistin da terorê li Kurdistanê bikin û êrîşê bibin ser gelê Kurdistanê.

– Gelo ev ew hêz in ku carina li Pêncwînê diyar dibin?

– Ev, hêzên El Qaîde ne, yên derûdora Mûsilê ne. Lê ew bi cihekî tenê ve ne girêdayî ne û tenê armanceka wan nîne. Ew digerin û her der ji bo wan kare bibe armanc, ew dikarin li deverên din, hetta li dewletên cîran jî carina bizavan bikin.

Lê em dizanin tehdîda hin dewletên cîran ên xêrnexwaz jî li ser me heye. Bernameyên wan ên cuda hene ku me biêşînin. Em li ber vê yekê jî dikevin. Çimkî em jî miletek wek wan in. Em tiştekî ji wan naxwazin. Em dixwazin tenê wek wan em jî azad bin, bi pêş bikevin. Em xizmeta xwe û mirovatiyê bikin.

Em dixwazin bi cîranên xwe re di nav biratî û aştiyê de bijîn. Em hergav destê cîrantiyê dirêj dikin ji bo pêşketina vê herêma me ya mişterek. Em vê dixwazin.

Em nêrînên wan ên dijminane rast nabînin. Çimkî em dijminatiya çu miletan naxwazin. Em miletekî aştîxwaz in û li gel herkesê aştiyê dixwazin.

Di dema berê de jî gava me li hember rejima Sadam a dîktatorî şer dikir me xwestiye ku aştî pêk bê, her derfeta ku behsa aştiyê hatiye kirin me red nekiriye. Gava me şer kiriye jî ji ber wê yekê buye ku me tu rê û dergehên din nemane, loma me dest bi şerî kiriye. Hebûna me ketiye xeterê, ji bo parastina hebûna xwe me şer kiriye. Dijminan bi zorê çek daye destê me.

Kes wek miletê kurd ji şer ne aciz e. Çimkî kesî wek miletê me ji şer nekêşaye û tûşî musîbeta nebûye. Em nefretê ji şerî dikin.

Heta firsend hebe em serî li şerî nadin. Lê eger te hemî riyên din li ber miletê kurd girt şer neke ê çi bike? Gotineka me ya kurdan heye, dibêje ‘eger tu dergehî li pişîkê bigirî û cih lê teng bikî, pişîk ê xwe bavêje nav çavên şêrî, li şêrî bide.’

– Bes mesela Kerkûkê heye, mesela deverên rizgarkirî, lê hêşta ne bi ser îdareya Kurdistana federe heye, maddeya 140-ê heye. Dem nêzîk dibe ku ev madde divê bê cîbicîkirin. Di demeka wiha de gelo we tesbît, texmîn yan pêşbînî hene ku teror zêde dibe? We amadeyiyên bi vî awayî jî hene gelo? Hin welatên cîran hene dixwazin kurd dev ji cîbicîkirina maddeya 140-ê berdin, yan na dibêjin ‘ê terror bilind bibe’. Hûn rewşê çawa dibînin?

– Maddeya 140-ê maddeyeka destûrî ye, di destûra Iraqê de  heye. Cîbicîkirina vî karî li ser pişta siyasîyên me ye, ew li gel hukumeta Iraqê mihawele dikin ku ev madde cîbicî bibe. Heta îro çu talîmat ji bo me nehatine ku em biçin midaxele bikin ku ev madde  bi quwetê bê cîbicîkirin.

Yanî ev kar bi temamî ji bal siyasetmedar û dîplomatên Kurdistana federe li gel hukumeta merkezî tê meşandin.

Her kes dizane ku ev qanûneka destûrî ye, divê bê cîbicîkirin. Kes xêra xwe vê yekê nake. Ev ji bal tevayiya gelên Iraqê ve hatiye qebûlkirin, gelên Iraqê dengê xwe li serê dane. Yanî pirsgirêk nemaye, rê hatiye diyarkirin, biryar hatiye girtin. Pişt re li ser meşandina cîbicîkirin karên wê çi biryar tên wergirtin, yan nayên wergirtin, ew li ser desthilat û serokatiya me ya siyasî dimîne.

Lê em hemi hêvî dikin ku xeletiyek neyê kirin. Çimkî madeyek ku ji bal hemû iraqiyan hatiye qebûlkirin, bes ji bo ku hin heqên miletê kurd tê de hatine diyarkirin neyê cîbicîkirin ez bawer nakim ku ev ji bal miletê kurd ve bê qebûlkirin û tehemul kirin.

Eger ev madde neyê cîbicîkirin, yan weka ku berê ji alî rejima Saddam ve dihat kirin, kurdên wê derê bên tehdîdkirin, bên kuştin, bê xwestin ku ew ji nuh ve warên xwe bicîh bihêlin, wê gave miletê kurd jî ê bi hemi hêza xwe bersiva vê bide. Çimkî miletê kurd ji plangêriyên wiha mestir e. Miletê kurd careka din qebûl nake ku kes bi qedera wî bilîze.

Di dema hevpeyivîna li baregeha giştî, Hewlêr

Kurd bi doza xwe ve, bi mafên xwe yên şer’î ve, bi axa xwe ve girêdayî ne. Eger ne wiha bûya xêrnexwaz û dijiminan nuke ji mêj ve em tune kiribûn, nuha bi navê miletê kurd miletek nemabû.

Berê gava planên dijminayetî dihatin lidarxistin rewş ji ya îro gelek dijwartir bû. Îro rewş gelek cuda ye, em wekî berê ne ewqas jî bê îmkan û derfet in. Em îro gelek bihêztir in. Loma jî serkeftin her ya me ye.

– Di pirsa min de ev yek jî hebû ku gelo îhtîmal heye ku El Qaîde, hin dewletên cîran yan hin hêzên xêrnexwazên din planan bigêrin, terorê berpa bikin, welê bikin ku îmkana pêkhatina referandumê nemîne?

– Yên ku van karan dikin hene, ew her berdewam in di karên xwe yên dijminatiyê de. Lê bes hemû qewetên wan dakevin meydanê jî ew nikarin rê li ber referandumê bigirin. Eger bê xwestin ku bi biryareka navneteweyî yan ya Iraqê ev madde bê guhertin, ez bawer nakim ku miletê kurd vê qebûl bike. Çimkî ev ne tiştek e ku miletê kurd bi ser hinan de bi zorê ferz kiriye. Ev di destûra Iraqê de hatiye, ji bal hemû iraqiyan ve hatiye qebûl kirin.

Me destûra Iraqê qebûl kiriye. Tevî ku hemû mafên gelê kurd di destûrê de nehatine diyarkirin jî… Eger tu şexsî ji min bipirsî ez dikarim gelek zeîfî û kêmasiyên vê destûrê ji alî maf û berjewendiyên gelê kurd ji bo te bijmêrim. Lê tevî van jî madem me hemû miletên Iraqê dengê xwe li serê daye, em li serê mitefiq bûne, em wê bi vî awayî qebûl dikin. Îcar eger yê heyî jî neyên cîbicîkirin, ê şikên me li serê peyda bibin ku ew naxwazin. Wê gavê helbet tiştên ku em bikin jî hene.

– Baş e ku referandum pêk hat û wan deverên din biryar da ku ew vegerin ser desthilata Kurdistanê, nuha li wê derê hêzên asayişê yên din hene, hêzên mîlîsyayên din hene, teorîst hene, dijminên din hene. Gelo hûn amade ne di piştî biryara vegerê re dest deynin ser ewleyî û asayişa wan deveran û can û malên gelên wan deveran biparêzin?

– Li wan deveran miletê kurd heye. Wekî hemî deverên din ên li wê derê, miletê kurd li wan deran jî hişyar e. Hemû jî, heta ew cihên ku ereb jî tê de ne, bi qewmiyeta xwe ereb in, lê çimkî li Kurdistanê dijîn kurdistaniyeta xwe qebûl dikin. Rêz li kurda digirin û qet naxwazin ku ji Kurdistanê bên cuda kirin.

Hemî jî di wê baweriyê de ne ku eger qewmiyeta wan ereb e, tirkman e, aşurî, suryan, ermen yan kildanî ye, ji diyanetên cuda pêkhate hene jî ew  kurdistanî ne. Ev hemû bi hev re referandumê dixwazin, piştgiriya wê dikin û pişt re jî ê kêfxweş bibin ku bên ser desthilata nuha ya Kurdistanê.

Yên ku naxwazin û ajawegêriyê dikin du sê new’ in. Hin jê ew in ku ji deverên din hetine înan ser mal û milkên xelkên xwecih. Yên din ew kes in ku nuke terorê dikin li her deverê.

Evên wiha jî derdên wan bi taybetî ne Kerkûk, an referandum e. Ji wan re ferq nake, ew dixwazin bila kêşe hebe, hema çi dibe bila bibe. Ew dixwazin pirsgirêk û pevçûn hebin da ew li ser wan, terora xwe bimeşînin. Û hin hêzên derva yên xêrnexwaz jî hene.

– Em werin ser îdîayên Tirkiyeyê. Wek tê zanîn Tirkiyeyê gelek hêza xurt derxistiye ser hidûdê Kurdistana azad, tehdîdan dike, gefan dixwe û îdîa dike ku kampên çekdarên PKK-ê li Kurdistanê ne, hûn rê li ber wan vedikin, piştgiriya wan dikin, erzaq û çek didin wan, ew bi saya piştgirî û îmkanên we tên li nav axa dewleta tirk terorê dikin. Gelo ev îdîa rast e? Gelo hûn piştgiriya PKK-ê dikin? Eger welê ye, hûn çima piştgiriya wê dikin?

– Kes nikare qasî tirkan tê bigihê ku tu peywendiya me li gel PKK-ê nîne. Eger PKK karek li vê derê kiribe bêyî daxwaza me û bêyî îcaza me kiriye. Bi salan e ew li deverê ne. Gelek caran di navbera me û wan de şer derketiye. Ji tecrubeyên xwe em gihîştine qenaetekê ku ji qenaeta tirkan cuda ye. Qenaeta me wekî ya tirkan nîne ku PKK ê bi şer xelas bibe.

Ne ku em dixwazin aqil bidin tirkan, lê divê em sedemên ku PKK derketiye û tevî ewende şeran hê maye çine, wan bibînin.

Hûn dizanin, di demên buhurî de PKK-ê biryarek da, got ku ’em amade ne çekên xwe deynin, bên jiyan û têkoşîneka bê şer û çekdarî bijîn, lê tenê pêwistiya me bi efûyekê heye’. Lê Tirkiyeyê qebûl nekir. Tirkiyeyê rê venekir ku ew çekên xwe deynin, bên her yekê li cih û warên xwe bijîn, karûbarên xwe yên rojane yên sivîl  bimeşînin.

Wexta ku piştî serokê wan Abdullah Öcalan hat girtin, wan biryar da ku ew şer naxwazin, ew dixwazin xwe biguherin, şerê çekdarî nekin, heta dev ji şer berdan, hêzên xwe vekêşan. Ne tenê metodên xwe, stratejî û armancên xwe jî guhertin. Yanî ji% 100 guhertin di xwe de kirin.

Em wek kurd vê guhertinê baş dibînin yan na, rast dibînin yan na, ev tiştekî din e. Lê wan guhertinên bingehîn hem di metod hem jî di armancên xwe de kirin, lê Tirkiyeyê bersiva vê neda. Maneya wê, Tirkiyeyê nexwest ku PKK xelas bibe.

Ez bawer dikim ku PKK ji bo Tirkiyeyê bahane ye.

Bi ya min tu berjewnediya Tikiyeyê nîne ku li gel me di nav pirsgirêkan de be. Berjewendiya wan di wê de ye ku em li gel hev lihevhatî bin. Divê Tirkiye bizanibe ku em tu carî ne tehdîd in ji bo dewleta tirkan û em ne noxteya zeîf în jî ji bo dewletê.

Em quwetek in ku îstîqrarê tînin deverê. Ji bo miletên Tirkiyeyê jî em faktorek in ku jiyana wan baştir bibe, ewleyiya wan xurttir bibe. Hebûna me, hebûna Kurdistana federe û ewleyî û îstîqrarê, ji alî aborî û bazirganî ve gelek îmkan ji bo Tirkiyeyê vekirine.

Gelek şirketên Tirkiyeyê nuha li herêma Kurdistanê ne, îş û xizmetê dikin, mal difroşin qezencê dikin. Me zemîn ji bo wan xweş kiriye ku ew kar û qezencê bikin, em wan diparêzin, alîkariya wan dikin. Em bi wan re kar û hevkariyê dikin. Em welê dikin ku ekonomîya wan bipêşbikeve.

Yek ji sedemên pêşketina ekonomîya Tirkiyeyê hebûna Kurdistanê ye, ne cihekî din e. Ew jî vê dizanin. Û em bi vê kêfxweş in jî.

Bes em ne razî ne ku ew ji bo minafeseyên xwe yên siyasî yên hundur, ji bo kampanyayên xwe yên hilbijartinan ev qeder tansiyonê bidin bilindkirin, vê psîkolojiya ne xweş di nav kurdan û tirkan, di nav hemuyan de çêkin.

Ev hilbijartin divê ne li ser hesabê xerakirina peywendiyên tarîxî bin, ne li ser hesabê kûrkirina dijminatiyê di nav miletan de be. Ji bo hesabên siyasî û hilbijartinên hundurîn ev qeder texrîbat ne di ciyê xwe de ye.

Em di wê baweriyê de jî nînin ku hemî serokatiya tirk vê dijminatiyê dike û em texmîn nakin ku hemû di wê baweriyê de ne ku gaveka ne rast bavêjin. Lê sedem çibe jî ev hemû propagandaya ku tê kirin dijminatiya nava miletan kûr dike, birînên bi wî awayî vedike ku ne asan e zûbizû bên dermankirin.

 

Hêzên Zêrevanî di merasima Pêşabûrê de

 

– We bahs kir ku ev propaganda û êrîşên ragihandinê yên tên kirin eleqa wê bi hilbijartinên Tirkiyeyê ve hene. Belê li Tirkiyeyê jî hin alî hene ku dibêjin ev propaganda û tehdîdkarî hemî ji ber siyaseta hundurîn a Tirkiyeyê ye, ji ber mesela destihlatê di navbera esker û siyasiyan de ye.

Lê hin alî jî hene ku dibêjin sedemekî vê tehdîd û dijminatiyê pirsa Kerkûkê ye jî. Tê gotin ku Tirkiye di mesela Kerkûkê de bi hişkî li hemberî daxwazên kurdan e, ew li dij e ku maddeya 140-ê bê cîbicîkirin û referandûm bê kirin. Heta hin dibêjin ku civandina ew qas esker û çek li ser hidûdan ji PKK-ê zêdetir peywendiya wê bi mesela Kerkûkê ve heye. Dîtina te di vî warî de çi ye. Rola Kerkûkê çend di vê diyardeyê de heye? Ji alî pirsa Kerkûkê de gelo tirk tehdîd in, tehdîda wan heta çi dereceyê ye?

– Kerkûk ne beşek ji Tirkiyeyê ye, ne bajarekî wê ye. Kerkûk bajarekî Iraqê ye û bi nasnameya xwe jî kurdistanî ye.

Pirsgirêka Kerkûkê ê li Iraqê bê çareserkirin, ne li Tirkiyeyê. Eger Tirkiye ji bo Kerkûkê vê yekê dike, ji roja avabûna dewleta Iraqê heta nuha tu siyaseteka Tirkiyeyê nebûye ku bêje Kerkûk bajarê min e û bê Kerkûkê bigire. Eger Tirkiye nuha fikir dike ku rewşa Iraqê, tevliheviya ku li nav Iraqê heye, Iraq zeîf kiriye, derfetek ji bo Tirkiyeyê derxistiye da ew karibe bê, dest deyne ser parçeyek axa Iraqê, ew xwe dixapîne.

Iraq dewletek e ku hidûdên wê ji bal peymanên navneteweyî ve hatine diyarkirin û parastin. Eger bi midaxeleyên eskerî armancên wiha ji bo dewletan biserketana, di wextê xwe de Saddam ket Kuwêtê ê ji Saddam re biserketaya. Lê kesî qebûl nekir. Loma ji Tirkiyeyê re jî tiştekî wiha bisernakeve. Ez bawer nakim ku Tirkiye jî ne ew qas nezan e ku vê rastiyê nebîne.

Tirkiye belkî bi niyet e bixwaze fişareka psîkolojîk çêke da kurdan bitirsîne, kurd careka din bêjin ev qeder e, li derûdora Kurdistanê ev qas dijimin hene, em neşên bigihîjin mafên xwe, ev qedera me ye û em jî bi vê qederê razî bibin, dev ji mafên xwe berdin. Lê kî wiha bifikire ê ji bo wan bibe xwexapandin.

Miletê kurd ji roja ezelê de li ser vê erdê ye, ji bo mafên xwe û axa xwe têkoşîn daye, dev ji maf, azadî û berjewendiyên xwe bernedaye. Di ser re îro dinya li gor berê hatiye guhertin, rewşa kurdan ne wek berê ye.

Kurd niha di riya xelkên din re nayên nasîn. Di riya xwe re tên nasîn, xelk pirtir berê xwe didin kurdan, dixwazin wan binasin, fahm bikin, li gel wan kar û hevkariyê bikin. Ji rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî bigire heta şirketên mezin ên dinyayê yên dêwin, herkes îro li vê derê li Kurdistanê ye. Her kes dibîne ku miletê kurd tiştekî ji kesî nastîne, naxwaze, tehdîd nîne li ser tu miletî. Dixwaze li ser erdê xwe yê bavûkalan bijî, li ser erdê xwe ye, naçe erdê tu kesî ji wan nastîne. Em ne tehdîd in li hember tu kesî.

– Lê tirk îdîa dikin ku eger kurd Kerkûkê têxin destê xwe, ê bibin dewleteka gelek xurt, pişt re ê daxwaza erd ji Tirkiyeyê bikin. Tirk rizgarbûn û hatina Kerkûkê ya ser bi desthilata Kurtdistana federe wek xetereka mezin li hember yekîtî û yekparçeyiya Tirkiyeyê dibînin. Ew îdîa dikin ku ew ê bibe gavek ber bi perçebûna Tirkiyeyê ve.

– Kerkûk tenê ne sedemek e ku dewleta kurdan ava bibe. Eger Kerkûk nebe jî, eger kurd bixwazin, gelek şert û sedemên din hene ku dewleta kurdan ava bibe. Lê heta nuha ne wek partî, ne wek hukumet, ne wek parlamento; kurdan behsa dewleteka serbixwe nekiriye. Di daxwazên xwe yên li gel hukumeta Bexdayê de jî kurdan ev daxwaz nekiriye. Eger em ji alî mafan de binêrin, me mafekî tebîî ye ku me dewleteka kurdî ya serbixwe hebe, bes me heta nuha doza dewleteka wiha nekiriye.

Em bala xwe didin rewşên hundurîn, deverê û navneteweyî û em bi xwe dibêjin ku em doza dewleteka wiha nakin. Lê ji alî mafan de, ma eger  ji bo miletên din dewlet helal be, bo çi ji bo me heram e? Tirkan dewleta xwe heye, farisan, ereban dewletên xwe hene, ji bo wan heq e, helal e, baş e bo çi ji bo me kurdan heram be?

Divê îdî herkes vê bibîne. Gava miletê kurd bixwaze dewleta xwe çêke ê çêke û tu hêz û dewlet ê nikaribe vê îrada miletê kurd bişkîne.

Lê eşkere ye ku heta nuha me tu bername nînin ku em dewleteka serbixwe dixwazin. Em dixwazin di nav Iraqeka federalî de bijîn, devera kurdan devereka fedralî be, mafên kurdan yên cografî, yên dîrokî û yên din li gor destûrê û qanûnan tê de bên diyarkirin.

Ji alî kurdan jî ev pêk hatine. Heger aniha ev pevçûnên nav Iraqê nebûna, hukumeta Iraqê hemî dever kontrol kiribuya, me nuha tu muşkule nebûn, em ê di nav Iraqê de, di aştiyê de bijiyana. Ev destûra ku nuha heye bi kêfa dilê xwe, me bi xwe qebûl kirye û em pê ve bestî ne. Em bi xwe rast nabînin ku vê gavê ji Iraqê cuda bibin.

Herkes dizane ku serokkomarê Iraqê kurd e, bi navê kurdan çûye wê derê, me li Bexdayê gelek wezîr hene, parlamenterên me di parlamentoya Iraqê de hene, eskerên me li wê derê asayişê diparêzin. Em li wê derê pêkve karên xwe dimeşînin. Heke me neviya, me nedihêla kesê me biçe Bexdayê. Em Iraqê welatê xwe dizanin, em dixwazin li gel Iraqê bimînin, bes temamê heq û hiqûqê kurdan jî destkeftî û parastî bin, Kurdistan jî di Iraqê de diyarkirî be.

– Nuha careka din di navbera gerîllayên PKK-ê û orduya tirk de şer destpêkiriye. Gelek caran li Tirkiyeyê daxwaz tên bilind kirin ku li pey PKK-ê bila ordî têkeve nav axa Iraqê. Gelo xetereka wiha heye ku orduya tirkan têkeve nav axa Iraqê? Hûn li ser vê çi dibêjin?

– Li gor baweriya me, çu mişkile bi şer hel nabin. Divê meriv li ser masê rûnê û çi mişkile hebe biaxive, bi diyalogê hemû pirsgirêkan hel bike. Qazanca hemî deverê û hemû aliyan di wêrê de ye. Dewra ziman û siyaseta tehdîd û hêrîşkariyan çuye, ew dewr mir, tiştekî ku mir nema kare bê vejandin. Ancax meriv tiştekî mirî deyne sir mile xwe bibe û bîne, lê gava te danî ê careka din bikeve, çimkî ruh tê de nîne.

Hin rengdanên ku kare şer derkeve hene, lê em ne di wê baweriyê de ne ku ew şerê mezin ê bi quwet careka din berpa bibe.

Lê eger dewleta tirk bi êrîşeka mezin Kurdistana bakur tûşî şerekî mezin ê çekdarî bike ew tiştekî din e. Qasî ku ez dibînim xelkê kurd li Kurdistana bakur alîgirê têkoşîneka aştiyane a demokratîk e. Heta dixwiyê ku bernameya PKK-ê jî bi wî awayî ye. Tevî ku îro şer li serê hatiye çespandin jî, ew dixwaze riyên aştiyane bi pêş xe, me tu bernameyên wê yên ku bixwaze şer pêşde xe nedîtine ku em şahidiyeka xerab li serê bidin. PKK aştiyê dixwaze.

Lê nizanim Tirkiye ji alî arîşeyên hundurîn, rewşa siyasî ya civakî, yan ya hilbijarrtinên Tirkiyeyê ka çend rê nade ku aştî hebe. Ez dibêjim ku li Tirkiyeyê jî ew ne daxwaza hemuyan e, gelek derûdorên teng riya şer dixwazin. Lê ji bo ku ev ne di berjewendiyê pirraniya xelkê Tirkiyeyê de ye, di dumahîkê de ez dibêjim xelkê Tirkiyeyê ê rê nede ku şer bê hilbijartin. Bawer dikim ku li Tirkiyeyê jî berpirs hene ku ne li gor hesabên xwe yên  şexsî, lê li gor berjewendiyên miletî tevbigerin û biryarê bidin.

 

Merasima Pêşabûrê

– Di rojnameyên tirkan de carina derket ku ji ber ku tirkan orduya xwe li ser hidûd civandiye, pêşmerge jî hêzên xwe anine ser hidûd. Heta hat nivîsîn ku ew tugayên kurd ên bi orduya Iraqê re li Bexdayê bûn ji ber wê vekişiyan hatin Kurdistanê. Ev îdîa çend rast e? Pêşmerge li ser hidûd  hatiye zêdekirin?

– Helbet parastina hidûdê me li ser me ye û ez bawer nakim hidûdê me tehdîdek e li ser Tirkiyeyê. Em hêvî dikin ku Tirkiye piçekî berê xwe bide wan daxwazên aştiyane yên ku PKK-ê ji Tirkiyeyê kiribûn. Di nav daxwazên PKK-ê de şer tune. Ew ji dewletê daxwaza efuyekê dikin da ew çekên xwe deynin û biçin li malên xwe xebata siyasî bikin. Di rewşa îro ya cîhanê de jî riya vê heye.

Ema Tirkiye ê guh bide van daxwazan yan ne ew li ser wê dimîne. PKK jî di vê demê de ê li ser daxwazên xwe bimîne yan xwe biguhere, îdî ew jî li ser wê dimîne û qerar ya wan e. Tiştê ku me bihîstiye û belav dibin ez wan ji te re dibêjim. Dîtina me jî ew e ku kes ji şerî qezenc nake. Ne tirk karin bi orduya xwe miletê kurd xelas bikin, ne jî PKK kare bi şer Tirkiyeyê xelas bike. Em jî ne li gel vê ne.

Mase çareseriya ji hemiyan baştir e. Meriv rûnê û bi zimanê diyalogê yê siyasî tevbigere. Û fehmkirin hebe, meriv guh bide hevdu ka ew çi dixwaze yan ê din çi dixwaze. Divê meriv bipirse, heta îro şer çêbûn kê fayde jê kir? Hiç..

– Baş e, bawer dikim te tam bersiva pirsa min neda, min pirsa wê kiribû ku aya pêşmerge bi taybetî li ser hidûdan hatine komkirin yan na…

– Ne ji ber ku em li hember hêzên Tirkiyeyê yên eskerî rawestînin me pêşmerge li ser hidûd hene, lê ji bo parastina hidûdên me, yên wek hergavî, me pêşmerge li ser hidûdan hene û li gor şert û lazimiyan em hêzên xwe li ser hidûd dibizivînin. Qeweta PKK-ê ya li ser hidûdan jî ne qeweteka bi wî awayî ye ku tehdîd be li ser hêzên Tirkiyeyê, yan pêşmergeyên me. Tirkiye rewşa me dizane.

Esas divê Tirkiye alîkariyê bike ku em ewleyiya van hidûdan, vê deverê biparêzin. Eger ewleyiya van deveran ji destê me derkeve ê bibe tehdîdeka mezin li ser Tirkiyeyê. Eger îro em li vê derê rê li ber el Qaîdeyê negirin tiştên ku îro li Mûsilê çêdibin ê li Silopiya, Şirnex û Cizîrê bên kirin. Ê derbasî hemî bajarên din ên Tirkiyeyê bibin.

Em dîwarekî gelek baş in ji bo teror derbasî Tirkiyeyê nebe. Divê Tirkye rêz li ber vê hebûna me bigire. Ev terora ku li Hewlêrê pêk hat, yên wek vê, eger millet ne li gel me be û em rê li ber negirin ev hemî ê derbasî Tirkiyeyê bibin.

Tirkiye berî me hedef e ji bo El Qaîdeyê. Eskerên Tirkiyeyê li Afganistanê li gel NATO-yê şerê talîban dikin. Talîban û El Qaîde hevkarê hev in, Tirkiye şerê wan dike. Niha li vê derê ewleyiya me têk biçe ê hundurê Tirkyeyê bibe hedefa terora El Qaîdeyê.

– Hêzên Hevpeyman niha li hemî Iraqê hene. Gelo li Kurdistanê bi xwe hêza hevpeymanan çend e û sîstemek çawa heye di peywendiyên navbera wan û pêşmergeyan de? Ew çawa li Kurdistanê kar dikin?

– Peywendiyên me li gel Hêzên Hevpeyman gelek baş in. Em bi hev re kar dikin. Wan rewşa Kurdistanê hezim kiriye. Ew qebûl dikin ku Kurdistan wek perçeyên din yên Iraqê nîne, taybetmendiyên xwe hene.

Di destpêka hatina wan de hin xeletî û tênegihîştin çêbûn. Lê ew xeletiyên cuz’î bûn, ji bal hin derûdoran ve hatin kirin. Nuha tu mişkile di navbera me û wan de nîne. Ji xwe hEêzên wan ên eskerî li Kurdistanê nînin û ne lazim e jî. Lê ji bo peywendî û hevkariyan buroyên wan hene.

Roja ku me pêwistî bi qeweta wan hebe, ez bawer nakim ku qelsayetiyekê li gel me bikin. Ew ê  alîkariya me bikin. Çimkî ew dizanin ku Kurdistan ji bo hemî emniyeta Iraqê, ji bo kontrola li ser rewşa ewleyiya Iraqê, ji bo ku hemî iraqî careka din vegerin nav aştî, aramî û xweşiyê, gelek giring e. Loma çi gava me pêwîstî bi wan hebe, ê bên alîkariya hêzên pêşmerge û asayişa Kurdistnê.

– Min agahiyek bihîst ku ê di van rojên nêzîk de hêzên hevpeyman parastina ewleyî û asayişa Kurdistanê bi her awayî teslîmî kurdan, hêzên pêşmerge, yên zêrevanî yên asayiş û polîsê Kurdistanê bikin. Tu li ser vê çi dibêjî ? Ev ê çi guhertinê li gel xwe bîne ?

– Meseleyeka formalîte û rûtin e. Ji xwe ji berê de selahiyetên me her di destên me de bûn. Ji aliyê navnetewyî ve ê serweriya hêzên parastina Kurdistanê bên nasîn û ev ê xizmetekê ji bo miletê kurd bike.

– Şirovekirinek heye, tê gotin ku di van rojan de xetera ketina orduya tirk a Kurdistanê zêde bûye, Amerîka ji bo ku di rewşeka wiha de rasterast di dereceya yekê de nekeve ber sînga tirkan û rasterast pêşmerge bîne hemberî wan vê dewrûteslîmê dike. Tu li ser vê şirovekirinê çi dibêjî, niyeteka wiha heye gelo ?

– Na tu peywendiya wê bi vê tune. Nuha dema hêzên amerîkî hatin Iraqê, nehatibûn ku heta heta li vê derê bimînin. Mayineka bi vî awayî ne li berjewendiyên Amerîkayê, ne jî li berjeweniyên aliyên din e.

Gava ew hatibûn tifaq hatibû kirin ku ew li hember rejima Saddam piştgiriya mixalefeta Iraqê bikin, da rejim nemîne. Çimkî ew li hemberî ewleyî û aştiya cîhanê û deverê bûbû xeter.

Rejim hat hilweşandin tevî ordû, polîs û hemû dezgeyên xwe. Pişt re diviya Iraqa nuh li ser esasekî modern û pêşkeftî bi esker, polîs û dezgeyên xwe ava bibe. Ev jî bêyî hebûna hêzên hevpeyman bisernakeve. Heta hêzên ewleyî û asayişa Iraqê amade dibin pêwistî bi hebûna hêzên hevpeyman heye. Lê li deverên ku hêzên iraqî amade dibin û karin berpirsiyriyâ hildin ser milên xwe ev berpirsiyariya ku niha li ser milê hêzên hevpeyman e dewrî wan dibe.

Li Kurdistanê ji xwe di serî de ev hêza amade ya pêşmerge hebû, îro ev resmî tê dewirkirin. Pirtir wek karekî rutîn e.

Lê Amerîka li vê derê be yan na, Iraq dewletek e, serweriyeka xwe heye, em bi Iraqê re yek in, em ne hêzeka cuda ne, ne welatekî cuda ne. Em herêmek in ser bi Iraqê ve, taybetmendiyên vê herêmê heye, lê êrîşeka ser Kurdistanê êriş e li ser temamiya Iraqê. Ev dewirteslim ne rêxweşker e ku ordiya tirk bê nav axa Kurdistanê yan jî em bêjin ya Iraqê.

Ev mesûliyeta Amerîkayê ya rasterast a li hember destêwerdan an midaxeleyeka ji derva jî ranake. Heta Amerîka li vê derê ye, ew berpirsiyar e ji serweriya Iraqê. Heta hukumeta navendî ya Bexdayê xurt nebe û li seranserê Irakê kontrolê nexe bin destên xwe berpirsiyariya Amerîkayê ranabe û Tirkiye jî dizane ku di rewşeka wiha de têkeve  Kurdistanê ê Amerîkayê tengav bike. Yanî Tirkiye dizane midaxeleyeka wiha ê bibe sedemê bi sedan pirs û pirsgirêkên dîrokî yên xedar. Ez bawer nakim ku Tirkiye xeletiyeka wiha bike. Çimkî Tirkiye baş zane ku maneya karekî wiha çi ye.

– Baş e sipas ji bo vê hevpeyivînê. Berî ku ez xelas bikim, ez dixwazim ku xwendevanên me general Ezîz Weysî şexsen jî binasin. Ezîz Weysdî kî ye, ji ku ye, kengî buye, ji ku hatiye ku? Niha rewşa wî ya medenî ya şexstî û ya taybetî çi ye ? Gelo tu dikarî piçekî ji bo me bahs bikî?

-Ezîz Weysî kurê şehîdekî Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Bavê min wek fermandeyê deverê dihat naskirin. Şehîd bû. Nevê wî Weysî Banî bû. Ji devera Bahdînan, Duhokê  gundê Banî bi xwe bû. Gund dikeve devera rojhilatê Zawîtê.

Ji roja ku partî derketiye malbata me li gel partiyê bûye. Ji roja ku tevgerên kurdî li hember nîzamên zordar berpa bûne  bi her awayî mala me di nav wan tevgeran de bûye. Bavê min wek pêşmergeyekî fermande sala 1961-ê hatiye pêş, heta sala 1978-ê, dema Qiyadeya Mueqet. Berdewam çeka wî di dest de buye şer kiriye bêyî ku rojekê jî paşde gav bavêje.

Ez naxwazim li vê derê gelekî li ser rola wî rawestim. Ez dixwazim bêjim ku ez kurê şehîdekî şoreşgêr im. Ez li nav malbateka kurdperwer û welatparêz jiyame. Mala me di tarîxê de tu caran neçûne terefê hukmetê, ebeden… Eger di dema enfalê de aîleyên me kom kirine anîne avêtine vê derê Baerkê ev ne bi daxwaza me bûye, ew bi darê zorê bûye? Mesela di sala 1975ê de bavê min nekarî me xelas bike em di nav lepên dijmin de man. Lê em li ku derê bûne em her li hemberî rejima Iraqê bûne. Min di vê hewaye de çavê xwe vekiriye û ez mezin bûme. Ez sala 1966-ê hatime dinyayê.

Li gel min du xwisgkên min jî hene, yanê em sê kes in.

– Ka ji kerema xwe re navê xuşkên xwe jî bêje, em kurd gelek caran behsa kur û birayên xwe dikin bi nav, lê dema behsa keçan tê kirin em di ser re baz didin.

– (Dikene) Navê xwişkên min yek jê Dewlet e. Ew ji min mestir e. Ew li mala xwe, li gel zilamê xwe dimîne. Zilamê wê îdare û îqtîsad xelaskiriye, nuha muqedim e di eskeriyê de. Ew jî ji mêj ve ye di nav pêşmerge de têkoşaye. Nuha li Mûsilê di nav orduya Iraqê de kar dike.

Xwişka min a ji min piçûktir navê wê Şîrîn e. Ew di 6 saliya xwe de sala 1976-ê ku ez jî wê wextê 10 salî bûm, ji ber bavê min, dijmin, tevî dayika min  em bi hev re girtin avêtin zîndanê. Pişt re dijmin ez berdam, lê dayika min bernedan û ew jî li gel bû. Ew du sal û 8 heyvan di zîndanê de man.

Pişt re ku mezin bû, li gel pêşmergeyekî ku herî nêzîkî bavê min bû, parastina wî dikir, digotinê Hecî Omer zewac kir. Hacî Omer sala 1991-ê şehîd ket. Şîrîn hem bavê wê şehîd e, hem zilamê wê şehîd e.

Ez bi xwe zewicî me, pênc zarokên min hene.

– Tu dikarî navên wan kerem bikî?

– Rêjîn keça min a mezin nuha li unîversîteyê li hiqûqê dixwîne, Rêdîr (Rêdûr) îdadîyê dixwîne, Novîn heye, Weysî û Nûjîn…

– Belê, Xwedê wan bihêle Li gelek deran, heta li rojnameên tirkan tê bahs kirin ku te demekê li gel PKK-ê kar kiriye. Gelo ciyê PKK-ê di jiyana te de çi ye? Wek bîreweriyekê..

– Ne tenê bîrewerî ye. Parçeyeka giring e ji jiyana min. Tesîra wê jî heye.

Di rewşeka cuda de ez çûm nav PKK-ê. Tabî wexta ku ez çûm nav PKK-ê ez neçûm ku bibim PKK-yî. Piştî sala 1988-ê enfal çêbû, em gênc bûn, ketin bin tesîra hin îdeolojiyan, hin pirsgirêkên hestiyarî û hissî, germayiya me ya ji bo welat û miletë me…. Baweriya me ew bû ku kîmyayî û qeweta dijmin çu tişt tesîrê li me nake û pêwist e em biçin, şer bikin.

Wê demê jî li nêzî min PKK hebû. Piştî min PKK nas kir baweriyek min peyda bû ku eve ew hêz e ku em lê digerin. Me digot em ê karibin bi wî şêwazî şer li gel Iraqê pêş bixin. Ez bi vî awayî çûm nav PKK-ê da li hember Iraqê şer bikim. Lê PKK-ê xwest ji rewşa me îstîfade bike, me nakokî li gel wê hebûn. Lê heta me baş rewşa xwe nas kir dem derbas bû.

Wezxtê ez çûm nav wan, ez pêşmergeyek bûm, kadirek bûm. ji nav Partiyê çûm û kurê şehîdekî partiyê bûm. Pişt re gelek ked hat dayin da heta ez bigihîjim wê qenaetê ku riya bavê min riyeka rast bû, ez jî dikarim li ser wê riyê biçim, da ez kurdîtiya xwe bi wê rêkê bikim. Pişt re jî min fêhm kir ku ji bo min riya rast ew e û ez ji nav refên PKK-ê derketim. Gava ez ji nav refên PKK-ê derketim min tu pirsgirêk li gel PKK-ê nebûn û wê jî tu biryar yan fermanên îdamê li ser min nedabûn.

Min bi xwe şexsî tu caran dijminatiya li gel tu hizban nebûye. Lê tu dizanî, gava tu li gel hizbekê yî, îdî dimîne li ser wê hizbê, aya ê mewqifê wê li gel hizbeka din bi çi rengî be. Min ciyê xwe di partiyê de girtiye ne ji ber wê hindê ku ez dijminê PKK-ê bûme. Min partî qebûl kiriye ji ber wê hindê ku min bawer kiriye partî riyeka durust e ku miletê min pê xelas bibe. Ev baweriya min e. Lê gava partî hin mişkilên wê li gel PKK-e hebûye, hesabê min en ew buye ku min hin mişkile li gel PKK-ê hebûne loma ez hatime li gel Partiyê ciyê xwe bigirim.

Lê ji roja çûna nav PKK-ê heta roja veqetiyanê ez nebûm yekî PKKyiyê ku durust ê bi her awayî bi dilê wan. Çimkî ez neçûbûm ku bibim PKK-yî,  ez çûbûm ku şerekî li gel rejima iraqî bikim. Û li wir, min tu carî îhtîyac his nekir ku PKK bibe hizbeka ku li hember rejima Iraqê şer bike. Min ev yek li gel wan minaqeşe kir. Lê wan xwest li gor dîtinên xwe me bikar bînin. Belkî wê demê ji ber grûra xwe em li nav wan man, lê me dîtinên wan qebûl nekirin, em ji wê cuda difikirîn. Ez ji ber wê yekê van tiştan dibêjim ji ber ku PKK jî van tiştan dizane.

– Di dewra ku tu li wê derê bûyî tu tirkî fêrbûyî yan na?

– (Dikene) Na, ez hinde nemam ku tirkî fêr bibim. Bes tirkî zimanekî giring e. Ez gelek hez dikim ku tirkî bizanibim, ez ê rojekê mihawele bikim ku fêr bibim.

– (Bi ken) Madem tu li wê derê fêr nebûyî tu nema karî tirkî fêr bibî.

– Na, tirkî jî wek her zimanekî dinyayê ye, min rêz heye ji bo zimanê tirkî..

– Baş e gelek sipas ji bo vê hevpeyivîna ku te bi me re kir, ji bo vî wextê bi qîmet ku te da me. Ez dizanim van rojan we gelek kar hene, hûn zêde ne vala ne. Serkeftin ji bo şexsê we jî ji bo hemû hêzên zêrevaniyê ku bi saya wan ev asayiş û ewleyî heye. Wan ne tenê li nav Kurdistana başûr, lê li parçeyên din jî deng daye. Hemu kurd bi wan serbilind in. Em serkeftinê ji bo we hemuyan dixwazin.

– Ez jî sipasiya we dikim. Karê ragihandinê jî karekî gelek giring e. Ez hêvî dikim ku rewşenbûrên kurd jî ragihandinê wek neteweyên din têxin xizmeta miletê xwe. Di dewra me de, rola ragihandinê gelek giring e, gelek caran dikeve pêşiya siyasetê jî. Ez ji we re serkeftinê dixwzim. Gelek sipas ji bo we jî.

 

hejmara siroveya 13 .

Sernivîs : Welat bi generalên xwe serbilind e.   Tarix : 2007-06-19

Şîrove :

Spas ji bo we her du yan ku we gelek pirs û bersîvên di serê me Kurdên Ewrûpayê da hebûn zelal kirin.Rewsha welatê me,pirsgirêkên welatê me û nêrînên generalê me gîhîshtin me. Bijî Kurd û Kurdistan
Yê şîrove kiriye : M.Yakut

Sernivîs : Her bijî Kurd û Kurdistan   Tarix : 2007-06-17

Şîrove :

Gelo ev çi hevpeyvê başe, kek Murad serketin bo wan karê teyî delal. Min ev hevpev xwîyand, çavê min jî gelkî şilbun, bi kêyfê ra. Ev pirsên hêja Murad jî gelkî başin ha.. (Erê ez jî naha kenim). Pirsên bo keçêkan û bo zimanê tirkî nav hevpeyvin da taybet in. Ev axiftin ê hêja Ezîz Weysî jî, fermandarê hêzin kurdistanê mirov keyfanra kelgîrî (kelgorî) dike, tu her bijî bêrayê delal. Hêja jî lawê bavê xwe ye. Gelo ev çi hikmetek xweş e, ew nunerê Kurdistana azad (bo Kurd û Kurdistanê) gişt wekihew (hemu nêrin û ramanê xwe yek in) di axifin û dinivisîn. Bijî Kurd û Kurdistan
Yê şîrove kiriye : mirov

Sernivîs : Nuçeyeke gelek xweş bu1   Tarix : 2007-06-17

Şîrove :

Desti xweşbe birez Murad Cuwan jibo ve nuça heja u xweş.Malpara NETKURD kareki/xabateke heja u bi rumet dike.Herbiji.
Yê şîrove kiriye : Mence

Sernivîs : JI HEVIRA PKK’éYE   Tarix : 2007-06-17

Şîrove :

Fermandara me biréz Eziz Weysi,wek siyasemedareki peyiviye u meriv famdike ku ew ji siyaseté bas famdike.Bawerdikim jiber ku ew di nav refén PKK’yé nemirda cih girtiye,gihistiyé hismendiyeki bi vi rengi.Bi rasti ji PKK,sivaneki ji bicuyana navé,dibu xwendekareki wek zaningeh’é qedandi.Herweha,fikr u ramanén fermandaré me biréz Eziz Weysi ji bi séweyeki eréni li ser parceyén din yén Kurdistan’é ji hene,qasi ku min famkir u di vé xebata biréz ku gelek xeternokan u zextan ji dihundirine,ez jibo wi/wé serkevtin dixwazim.Serkevtin…
Yê şîrove kiriye : kurmori…

Sernivîs : biji kurd   Tarix : 2007-06-17

Şîrove :

as kelk sar belndem be generale kurd bele daxzik men heje wextki ma kurda dekut berno raqm 17 ye share peshmerke ye bele wexte bernwe ne maye veca as hevi darm kurd bejn hawn ya 120 shiare bashmrkya conke as wextki bashmerke bom au kurd qadri naden hawne veca hawn ber zahven da we bekin ceke kurda
Yê şîrove kiriye : kurdo

Sernivîs : silav ji boy general eziz weysi bani   Tarix : 2007-06-18

Şîrove :

min du caran ev hevditin yan cav pekeftin xwend birasti her cara min dixwend ez di keftim di diwana birez ka eziz weysi bani de chonke min shivedi da bo xwiyakirin babe wi ye shehid u babe min ye shehid bihevra peshmerge bon u di gelek sheren parti zani de cih girtiye diji dojmin u dagerkeran u bi xwina wan iro azadiya kurdistane heye u bi kesen bina eziz em serbilin din u ez silaven malbata shehid mustefa kesteyi ji malbata shehid weysi bani re redikim u disan serkeftine ji keke eziz weysi dixwazim u dibejim bare me pir girane u dive em bigehinin qonqxa dawiye ewji xewna tev kurdane welateke serbixwe u azad u demokrate disan pir ji dil ez sopasiya birez murad ciwan dikim ji bo vi kare wi ye piroz u rojnamegriya wi ya rast u durist be guman rojnamevani yan kare medyaye bigshti wek em dizanin desthelata 4 ne u role we gelek hivi dikin a me kurdan ji heman roli bigere u bi pirek dinavbera tev pirsgirekan de u bibe careseri ji bo aresheyan u ziamne rasti u ashtiye be bijit kurd bjit kurdistan sipas
Yê şîrove kiriye : Berwar Berwari

Sernivîs : ez sıpasdıkım jı muradre   Tarix : 2007-06-18

Şîrove :

murad vazifeki pır gıring haniye ci bıvé hevpeyvina genaralé kurd em ser bılınd dıbın réyawe vekıribe.
Yê şîrove kiriye : kutbettin yıldız

Sernivîs : SERBİLİNDÎ!   Tarix : 2007-06-18

Şîrove :

Ji me Kurda re, ha ji rojhilat-rojava, ha ji başûr-bakur, bi mîrovên lehengê welat parêz serbilind dibin û pirr kêfxweş dibin. Her bijî general Weysî û rehma xwedê li bavê te! Xwedê li pişt webe
Yê şîrove kiriye : MED

Sernivîs : MÊRXAS   Tarix : 2007-06-18

Şîrove :

Bi van lehengê Kurîstanê em serbilind dibin. Her bijî, her bijî, her bijî…..
Yê şîrove kiriye : Mehmet Açıl

Sernivîs : xwezi generalê silêmanî yê jî ba   Tarix : 2007-06-18

Şîrove :

qasi me fehm kır eziz weysi generale hewler u duhoke ye. yani mabena wi u sılemani de tene hev-agahdarkırınek heye. xwezi ne wısa ba. u ev hina nehatına wé marifeta ku dıve kurd yek bın yekkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkkk…
Yê şîrove kiriye : evdo dino

Sernivîs : Hevpeyvîna Pîroz   Tarix : 2007-06-19

Şîrove :

Ez serê pêşî Kekê Murad pîroz dikim ku van hevpeyvanê baldar pêk tîne û ez ji karê wî re serkeftinê dixwazim.Em hemu pê dizanin ku di dîroka Gela de leşkerî cîyekî xwe yê taybet digre.Gelê xwe di warê leşkerî de bi pêşde nexistibe nikare xwe li dij karesat û êrîşa biparêze.Gelê xwe nikaribe li dij van hawana ragire ez bawerim jiyana xwe jî nika re dur û dirêj bike.Ji ber wê çendê leşkerî ji hemu Gela re ferze nexasim di dema me ya îro de.Lewra;xerabî derketîye asta herî bilind.Di dema xerabîyê de sazîyek wek sazîya leşkerî nînbe gel xwe nikare ragre li dij wê xerabîyê.Em karin di warê karesata jî de heman tiştî bibêjin.Tew warê ku em lê dijîn cîyekî wek cîyê rojhilata naverast be di hemu warî de tê winda bike.Lewra çi xerabî ya di nava cîhanê de diqewime berê li vê heremê pêk tê û dawîyê xwe bera nava We latê din dide.Di hevpeyvînê de tê famkirin ku bavê Generalê Delalî çuye rehma xwedê ez rehmetê jêre dixwazim û ez dibêjim cîyê wî cennet be.Wekî din di vê hevpeyvînê de tişta bala min kişand hemu rayedarê Kurdîs tana Azad ji bo Tevgêra Bakur zimanekî germ û nerm bikartînin.Di hevpeyvîna Gene ralê Delalî ji de ev tê fêmkirin.Înşallah ev zi manê General Ezîz wê ji hemu rewşenbîrê me yê ku dibêjin em muxalîfin wê bibe mînak û em ji niha wade em zimanê xerab bikar naynin………Silavê Germ
Yê şîrove kiriye : Warê Pîroz

Sernivîs : MURAD CIWAN   Tarix : 2007-06-25

Şîrove :

Ev mırov bı awayeki eşkere pkk dervayi gelê kurd dıbine u jı ber vi awayi ez wi şermezar dıkım.dıpırse jı bırêz aziz weysi” tu dı nav pkk de tırki hin buy an na” çı şermeka mezine.va ez ji pkk yi me.were em bı hevra bı kurdi bı axıvın.jı murad cıwan re bı pirsi ,tene partiyek heye ew ji pdk ye.keda pkk,ynk… qet ne xemawiye.dubare şermezar dikim.
Yê şîrove kiriye : netewi

Sernivîs : RASTÎ TEHL İN…   Tarix : 2007-06-26

Şîrove :

Balkêş e, yên ku kelimeyek bi kurdî xeber nadin û li dijê berjewendiyên Kurdistanê radibin, niha besa girîngiya zimanê zikmakî dikin. Ez vê pirsê ji wan dikim wek xwendevanekî zimanê kurmancî: Ev 24- 25 sal in aqilê we li kû bû? We zaroka kurdan yên ku bi tirkî nizaninibûn; we wan jî fêrî tirkî kir. Niha jî dibêjin Demokratîk kovar, û nizanim çî? Yani ne derewe ku ev rêxistina navborî bi kurdî nizane! Ne derenge bila xwe fêr bikin. Lê divê rastî, heevqas mirov aciz nekin. Serkeftin ji xebatên kurdistanî re..
Yê şîrove kiriye : BÊKESO

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: