Mehemed Îhsan: Berî havînê Kerkuk ê vegere ser Kurdistanê

Mûrad Ciwan

Berê li NETKURD-ê hatiye weşandin

 

Hevpeyivîn li gel Dr Mehemed  Îhsan

Dr. Mehemed Îhsan wezîrê karûbarên navçeyên derveyî Herêma Kurdistanê û nunerê hukumeta Kurdistana federe li Komîsyona Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140-ê. Yanî li ser navê kurdan wezîrê pirsa Kerkukê, yê ku herî nêzîk hay ji prosesa cîbicîkirina maddeya 140-ê a destûra Iraqê heye. Me hevpeyivîneka seranser li ser pirsê pê re kir. Me her tishtê ku hat bîra me pirsî wî jî bersiv da. Em pêşkêşî xwendevanên xwe dikin.

Mûrad Ciwan

Dr. Mehemed Îhsan wezîrê karûbarên navçeyên derveyî Herêma Kurdistanê, sipas ji bo vê derfeta hevpeyivînekê li ser giringtirîn pirsgirêka Kurdan; pirsa çareserkirina Kerkukê û deverên din yên dabirrandî ji Herêma Kurdistanê.

Ez dixwazim bi vê destpê bikim;Rewşa pirsgirêka Kerkukê di çi qonaxê de ye? Maddeya 140-ê ya destûra Iraqê riya çareserkirina pirsgirêka Kerkukê û deverên din ên kurdan li ser sê qonaxan destnîşan dike. Gelo rewşa van hersê qonaxan di çi merhelê de ye, ji van hersê qonaxan heta nuha çi hatine cîbicîkirin û çi mane?

Katê em behsa maddeya 140-ê dikin em behsa xerîteya rê ya kêşeyekê dikin ku demeka dûrûdirêj buye êşa gelê kurd. Siyasetek hebuye bi navê teerîbê, hin parçeyên Kurdistanê jê birrîne, kurd ji wan parçeyan hatine rakirin û bidûrxistin, ereb anîne li şûna wan bicîh kirine. Li Şingalê, Mexmûrê, Zemarê û Xaneqînê, li Kerkukê, li hemî van cihan ev siyaset hatiye meşandin.

Sê şoreşên kurdî bûne qurban di riya helbûn û nehelbûna vê kêşeyê de. Sê caran şoreşên Kurdistanê biserketine, me li gel hukumetê li hev kiriye, lê ji ber ku me li ser van deveran li hev nekiriya me careka din dest bi şer kiriye.

Di encamê da em hatine gihîştine dewra hilweşiyana rejima dîktatorî ya Saddam. Piştî hilweşiyana rejim qanûneka bi navê qanûna TAL hat derêxistin ku maddeya wê ya 58-ê li ser vê pirsgirêkê bû.

Ev madde îtîraf dike ku navçeyên Kurdistanê ji wê hatine dabirrîn, ereb bi zorê hatine înan û kurd bi zorê hatine derkirin. Navên wan bajar û deveran hatine guherîn. Milkê xelkê ji wan hatine stendin, tahde li ser namûs û şerefa xelkê hatiye kirin.

Maddeya 58-ê xerîteyeka rê danî; got ew erebên ku hatine van deran vegerin cihên xwe yên berê, ew kurdên ku ji mal û warên xwe hatine dûrkirin careka din vegerin ser mal û milkên xwe. Ew milk û malên ku ji xelkê hatibûn stendin careka din li wan bê vegerandin. Ew navên ku hatine guhertin, bûne erebî careka din bên guhertin ser navên xwe yên berê yên kurdî.

Qanûnê navê vê qonaxê kiribû normalîzekirin, yanî ev dever careka din werin ser rewşa xwe ya normal a berî ku siyaseta erebkirinê destpêkiribû.

Karekî baş ji bo vê qonaxê hatiye kirin. Teqrîben 25 hezar aîleyên ereb ê vegerin ser cih û warên xwe yên berê. 88 hezar xêzanên kurd ên ku hatibûn awarekirin ê vegerin ser mal û warên xwe yên bav û kalan. Em ewraqên wan hazir dikin, kar tê de dikin ku careka din vegerin.

Yanî heta nuha kes venegeriyaye?

Na, vegeriyane. Gelek kurd vegeriyane, gelek ereb hene. Heta nuha 5 hezar aîleyên ereb vegeriyane ser karên xwe, em mihawele dikin şertan ji bo wan amade dikin ku bi temamî vegerin û li cihên xwe yên berê cîwar bibin.

Her di vê demê de em xwe ji bo serjimêrê jî, yanî qonaxa duyê jî amade dikin. Serjimêriya ku bê kirin ne ew serjimêrî ye ku tesbîta hemû kesên li wan deran dijîn bikin, Serkjimêrî ê wan kesan tesbît bike û bijmêre yên ku mafên wan ên dengdanê heye, mafê wan heye ku di referandumê de beşdar bibin. Ji bo vê serjimêriyê jî me îtîmad li ser serjimêriya 1957-ê kiriye. Li gor serjimêra 1957-ê û jê vir de ka mefê kê heye li van deveran deng bide, me kar û tedbîrên zanistî li serê kirine em ê li gor wê tesbît bikin…

Yanî wê ew aîleyên ku serjimêra wan di 1957-ê de hatiye kirin ku welatiyên van bajar û devara ne û zarokên wan ên ku heta nuha hatine ê bên tesbîtkirin û ew ê xwedan mafên dengdanê bin?

Belê, ew ê bên tesbîtkirin û di referandumê de ê tenê mafê dengdana wan hebe.

Baş e li gor amadeyî û zanînên we, hûn ê karibin bi vî awayî wan tesbît bikin? Çimkî 50 sal di ser vê serjimêriyê re desrbas buye û gelek buyer qewimîne. Tesbîtkirineka bi vî awayî ji alî teknîkî, qanûnî û belgeyî mimkin e gelo?

Belê, me tesbît kiriye ku mimkin e. Hemû asteng û rêgiriyên teknîkî yên serjimêriyê hatine çareserkirin.

Tu zanî di vê meselê de problema me ya esasî ew buye ku me îradeyeka siyasî di hukumeta federal de nebuye. Rast e, îro Iraqeka nuh ya taze heye, dewr ne dewra Sadam Husên e. Lê xelkekî zêde heye di nav hukumeta federal a Bexdayê ku li dijî miletê kurd ji Sadam Husênî gelek dirindanetir û pîstir e. Jehra wan li hember miletê kurd ji jehra Sadam Husên ne kêmtir e.

Piştî vê qonaxê em ê biçin referandumê. Diviya me di 31 vê mehê de referendum kiribuya. Sibê em endamên Komîsyona Bilind a Maddeya 140-ê em ê biçin rapora xebata xwe bidin parlamentoya Kurdistanê, dê piştî wê parlamentoya Kurdistanê biryarekê bide.

Parlamentoya Kurdistanê ê çi biryarê bide, ê biryara paşdexistina referandumê bide?

Em ê biçin bêjin ‘me heta nuha ev karên han kirine û me ev kar jî hê bisernexistine’, îja parlamento ê qerarekê bide.

Nexwe îhtîmala paşde xistinê heye….

Îhtîmal e ji ber sedemên teknîkî mudetekî kurt din wext ji bo me lazim be.

We behsa tesbîtkirina serjimêrekê li ger serjimêra 1957-ê kir. Kî ê vê serjimêrê bike, programek ji bo wê hatiye diyarkirin, tarîxeka dawiyê jê re hatiye danîn, ew mekanîzma ji bal kê ve ê bi çi awayî kuta bibe?

Em heta nuha sicîlan hazir dikin. Komisyona Maddeya 140-ê ya li Bexdayê li gel Komisyona Bilind a Hilbijartinan, em hardu alî xwe amade dikin ku bi hev re ji bo vê qonaxê kar bikin.

Gelo tarîxeka dawîn ji bo vê qonaxê hatiye diyarkirin?

Diviya me heta nuha ev kar xelas kiribûya. Lê me hê karên xwe temam nekirine.

Li gor qenaeta we ev proses ê gelek bikêşe, ê heta kîjan tarîxê temam bibe.

Bi texmîna min herî dereng ê heta dawiya meha siyê bikêşe û jê wêdetir neçe.

Qasî ku diyar e ê referendum dereng bikeve û derbasî sala 2008-ê bibe. Gelo biryareka resmî ji bo dernegxiswtina referandumê heye? Eger heye kîjan meqamî ev biryar daye? Yan hema welê bê biryar di praktîkê de ev proses dereng dimîne?

Carekê heta nuha tu biryareka resmî ji bal tu kes an meqamê li ser paşdexistina referandumê nehatiye dayin.  Lê divê berî dawiya îsal ji bal serokatiya Komarê ve yanî ji bal serokkomar û herdu cîgirên wî ve biryarek bê derxistin ji bo paşdedayinê.

Divê serokkomarî berî temambûna îsal ji bo referandumê tarîxekê û li gel wê jî bersiva çar pirsên din tesbît bike.

– Kî heqê beşdarkirina di referandumê de heye

– Li kîjan cihan ê referandum bê kirin,

– Di refrerandumê de ê çi pirsyar bê kirin

– Û nisbeta qezenckirina referandumê ê çi be, yanî ji bo meriv qezenc bike divê meriv çend dengan bîne.

We got ev biryar divê berî serê sale bê dayin ne?

Belê, di nêzîk de divê serokayetiya komarê biryarekê li ser van waran bistîne.

We berê her çendî piçekî bahs kir, lê ez cardin bipirsim, sedemên teknîkî, yên ku ne bahane ne, ne siyasî ne, yên teknîkî yên maqûl in li hember referanduma di wextê xwe de çi ne?

Yên teknîkî jî hene. Iraq nuha welatekî wêran e. Dezgeyên wê karên xwe nakin.

Hiyerarşî nameşe, kes rêzê li emrê ser xwe nagire. Wezîr emir dide memûr emir cîbicî nake.

Welat ji alî teknîkî ve jî wêran e paşdemayî ye, teknîka nuh a modern li Bexdayê li deverên ereb cîbicînebuye, komputer û teknolojiya nuh hema hema bikar nayê, karmand û miwezif hê bi destan, bi qelem û destnivîsê kar dikin. Ne wek Kurdistanê ye, Ev îmkanên ku tu li Kurdistanê dibînî li wê derê nînin.

Wekî din miletê Iraqê miletekî ne îşker e, tembel e. Iraq tembelxane ye.

Baş e, ji alî biryar û karûbarên birêvebirina prosesê de tu astengên qanûnî, yan nezelalî di rêvebirina qonaxan de hebû? Yan piştî we dest bi kar kir tu rêgirî derketin hemberî we ku we di destpêkê de hesabê wê nakiribû?

Ne xêr, bi wê maneyê jî tu rêgiriyên ciddî yên mezin nebûn. Di hukumetekê de tu çi karî dikî bike, eger te viyan (îrade) nebe, te şiyan hebe jî tu neşêyî karê xwe bi ser bixî.

Esas mesele ew e ku terefên din nevên ev kar biserkeve û cîbicî bibe. Helbet edemên teknîkî jî hene; ev e sedemê paşdeketina wê.

Ew tiştê ku heta nuha hatiye kirinê jî hemû bi zixtên me yên berdewamî, bi xebata me hatiye kirinê. Eger li ser Bexdayê mabûya heta nuha yek biryar dernediket û gavek nedihat avêtin.

Gelo li gor qenaeta te ji sedemên teknîkî zêdetir tunebûna wê viyana siyasî û kultura karkirinê ya ne birêkûpêkî esas sedemên paşdeketinê ne?

Belê welê ye.

Di mesela cîbicîkirina maddeya 140-ê de tê bahskirin, pirs ne tenê deverê kurda ne. Tê gotin ku li başûrê Iraqê jî dever hene ku di wextê Sadam de hidûdê îdareyên wan hatine guhertin, hin deverên şîeyan bi ser îdareyên erebên sunnî ve hatine berdan. Ev çi muşkule ye, ta çi dereceyê pirsgirêka wan wek yên deverên kurda ne?

Belê hin dever hene li başûr ku guhertin di îdareya wan de hatine kirin. Lê tebîeta pirsa wan ferq e ji ya kurdan. Li wê derê tenê sînorên îdarî hatine guhertin, xelk ji warên xwe nehatine rakirin, erebên sunne nehatine şûna erebên şîe. Mesela referandûmê ji bo wan nîne. Mesela wan eger hebe tenê vegerandina ser bi hidûdê îdarî yê berê ye.

Ereb mubalexê di vê pirsgirêkê de dikin. Wan divê mişkila xwe bi ya me ve girêdin da em mişkila wan jî hal bikin, yan ew ya xwe dikin bahane ku mişkila me jî dereng bixînin.

Qasî ku meriv tê digihîje kurdan jî qebûl kiriye ku ev mesela başûrê Iraqê bi prosesa mesela kurdan ve bê bestin. Çima kurd qebûl dikin ku ev herdu pirs bi hev bên girêdan?

Eger tu girêdana wan a bi hev qebûl nekî, tu nikarî tiştekî bikî, tu doza xwe qezenc nakî, tu mecbûr î, tu yê çi bikî?

Pêve bê girêdan jî ereb dikarin wê bikin bahane û pirsa referanduma Kerkukê jî li gel wê dereng  bixin….

Belê, lê eger tu pê ve girênedî, li parlamentoyê qeweta te bi serê xwe tune, me hene 50 parlamenter, wan hene 150 parlamenter. Eger em bi wan re li hev nekin em nikarin ji parlamentoyê tu biryarê derxin.

Baş e pêwendiya wan pêk ve heye, qebûl ku kurd jî li gel wan bin û piştgirê doza wan bin, lê gelo ferz e ku pirsa Kerkukê û ya wan di wextekê de, di eynî tarîxê de bi hev re bê çareserkirin? Eger pirsa Kerkukê hatiye qonaxa referandumê û li ba wan jî qonaxa referandumê nîne, ma nabe ku Kerkuk prosesa xwe temam bike kengî ya wan jî hat qonaxa çareserkirinê ew jî pêk bê?

Na, welê qebûl nakin. Wan dive herdu pirs jî li gel hev pêk ve bên çareserkirin.

Nexwe mişkile girantir dibe?

Belê mişkile girantir dibe, lê çi bikî!? Lê vî aliyê mişkilê hatiye ber halkirinê. Em ê di 13-ê vê mehê de rapora xwe pêşkêşî Heyeta Riyasî (Heyeta serokkomarî, serokkomar û du cîgiran) bikin.

Heyeta Riyasî ê di vê bareyê de jî biryara xwe bide. Piştî biryara wan ê pirs here parlamentoya federal, ku ji wê derê derket ê ji bo cîbicîkirinê bê pêşkêşkirin.

Tê gotin pirsgirêkek heye ku hê ne zelal e, aya referendum ê di çi astê de pêk bê. Aya ê di asta nehiye û qezayan de, yan di asta parêzgehan de pêk bê? Çimkî li Kerkukê doza kurdan di asta parêzgehî de ye, lê li Musilê mesele ne di wê astê de ye, pirs li ser beşekî navenda bajêr û çend qezayan e. Li Karkukê di asta parêzgehî de referendum bibe baş e, kurd wiha dixwazin, kurd îdîa dikin ku hemî parêzgeh beşek e ji Kurdistanê.

Lê Mûsil ne wiha ye. Li Mûsilê kurd doza hemû parêzgeha Mûsilê nakin, eger referendum di asta parêzgeha Mûsilê de bibe, ereb zêde ne û ê pirranî redê bidin, qezayên ku kurd doza wan dikin jî ê bi ser ereban ve biçin, lê eger di asta qezayan de be ê li wan qezayên ku kurd pirranî ne biryar derkeve ku ew bibin beşek ji Kurdistanê.

Qanûnê ev pirs zelal kiriye, maddeya TAL-ê ya 58-ê diyar kiriye ku eger nelihevkirina deveran li ser çi astê be ê di wê astê de referendum bibe. Yanî eger li deverekê nelihevkirin di asta parêzgehê de be ê di wê astê de, di astê qeza yan nahiyeyan de be ê di wan astan de referendum bibe.

Baş e ma piştî qebûlbûna destûrê hukmê maddeya 58-ê betal nebuye? Ma maddeya 140-ê neketiye şûna maddeya 58-ê?

Na, carekê li gor maddeya 143-ê ya destûra Iraqê hemû maddeyên TAL-ê hatin betalkirin ji bilî maddeya 58-ê, ya din maddeya 140-ê mîrasgira maddeya 58-ê ye.

Em bên ser sedemên siyasî yên derengketina cîbicîkirina maddeya 140-ê. Gerçî te bahs kir ku viyaneka siyasî ya hukumeta federal nîne. Gelo li ser pirsa Kerkukê û referandumê erebên şîe wek hev difikirin û tevdigerin?

Belê mewqifê wan di esasî de wek hev e. Dibe ku aliyek eşkere li hember daxwazên me radiweste û aliyê din pirr bi eşkereyî xwe nade der, lê di cewhera meselê de ew wek hev tev digerin û naxwazin ev pirs bê çareserkirin.

Kurdan tu tifaq li gel tu aliyê ereb li ser mesela Kerkukê nîne?

Na, ereb hemû bi tevayî li dijî çareserkirina vê meselê ne, lê hin eşkere li hemberî daxwazên me radiwestin hin jî di binî re rê li ber me digirin. Her ku wext tê re diçe û dereng dikeve jî ereb bêtir li hemberî daxwazên me hevdû digirin, bi hev re tevdigerin.

Mewqifên dewletên cîran çawa ne; mesela ereb mewqifê wan. çi resmî çi eşkere, çi jî di bin re be, çi ye, Îran li ser vê meselê çi dibêje, Tirkiye heta çi dereceyê li hemberî vê pirsê ye?

Hemû dewletên ereb û yên cîran kêm yan zêde li hemberî çareserkirina vê meselê ne. Hemû bi vî yan wî awayî destên xwe dixin nav pirsgirêkên Iraqê, dixwazin berê Iraqê li gor berjewendiyên xwe biguherin. Pirraniya welatên ereb li Iraqê hem li dijî şîe ne, hem jî li dijî kurda ne. Îran ne li dijî şîe ye lê li dijî kurdan e. Tirkiye li Iraqê hem li dijî şîe û hem jî li dijî kurdan e. Loma jî ew ne dilxwazên çareserkirina pirsa Kerkukê ne, li dijî wê tevdigerin.

Gelo ferqek di navbera siyaseta Îranê û Tirkiyeyê de heye? Çimkî Îran dibêje ku ew destûra Iraqê nas dike, di vê çarçeweyê de statuya Kurdistana federe nas dike, heta nuha du konsulxane li Kurdistanê vekirine. Tirkiye bi eks, tenê hukumeta merkezî ya Bexdayê nas dike, lê îtîraf bi gelek maddeyên destûra Iraqê nake. Ew hê li pey wê hêviyê ye ku komîsyona guhertina destûrê destûra Iraqê biguhere, maf ji herêmê bistîne bide merkezê û merkezê xurt bike.

Belê ferqên wiha hene, lê di esasê çareserkirna pirsa deverên kurdan de ew zêde ji hev ne dûr in.

Gava krîza li ser tehdîda Tirkiyeyê ku opersyoneka eskerî bike bilind bû, kurd jî tê de gelek terefan digot esas armanca Tirkiyeyê ne PKK, lê desthilata Kurdistanê û pirsa Kerkukê ye. Nuha krîz daketiye, gelo tehdîda Tirkiyeyê ya li ser çareseriya pirsa Kekukê xelas bû, ew tehdîd êdî ji holê rabuye?

Na, tehdîd ranebuye û hergav dikare krîz bilind bibe. Lê ev pirs pirseka wiha ye ku kes nikare rê li ber çareserkirina wê bigire, mesela çareserkirina vê pirsê bi zeman ve girêdayî ye. Tirkiye jî ê were wê noxteyê ku çareseriya vê pirsê qebûl bike, Ji vê pêştir tu rê li ber wê nîne.

Mewqifê rastîn ê Amerîkayê yê li ser çareserkirina pirsa Kerkukê çi ye? Çimkî hin alî hene dibêjin ku di berjewendiyê amerîkayiyan jî de ye ku Kerkuk û ew deverên din ên dewlemendê petrolê vegerin ser Kurdistanê.

Ez nizanim çi di berjewendiyên Amerîkayê de ye an ne, lê Amerîka li gel wê yekê ye ku pirsa Kerkukê li gor maddeya 140-ê bê çareserkirin û ev jî bi mewqifê kurdan re lihevkirî ye.

Bes mesela Kerkukê qasî ku ji bo kurdan acîl e ji bo amerîkayiyan ne ew qas acîl e. Ewlewiyeytên kurdan û Amerîkiyan di vê pirsê de ne wek hev in. Ji bo Amerîkayê nuha ya herî giring ne pirsa Kerkukê, hin pirsên din in. Lê ji bo me kurdan pirsa nuha ya herî giring çareserkirina pirsa Kerkukê ye û vegeriyana deverên vebirandî ya ser bi Kurdistanê ye.

Gelo giringiya petrolê ji bo Amerîkayê tuneye, eger Kerkuk vegere ser Kurdistanê ê Amerîka jî di demeka gelek nêzîktir de karibe fêdê ji wê petrola dewlemend a devera Kerkukê û deverên din îstîfade bike.

Ev mesele piçekî çetrefîl e. Carekê her derê Kurdistanê û Iraqê bi petrolê dagirtî ye, ne tenê devera Kerkukê. Iraq di nav dewlemendtirîn welatên xwedan petrol de di dereceya siyê de ye. Ya din petrola Iraqê ya ku derdikeve ji xwe ji nuha de di destê hukumeta merkezî de ye.

Tu rastiyê bêjî kurd ne ji bo petrolê doza vegera Kerkukê dikin, em ji bo kerameta miletê xwe doza vê dikin. Em miletêkî mafxwarî ne, zilmlêkirî ne, derbederkirî ne, me divê heq û edalet vegere ciyê xwe.

Ma çi  şerm tê de heye ku meriv ji bo petrola xwe, dewlemendiyên sererd û binerd ên welatê xwe têbikoşe? Gava dewlemendiyên me ne di destên me de ne xelk wan li dijî me, ji bo bindestkirin û tunekirina me bikar tîne. Yanî dewlemendiya welatên me dikin bela serê me….

Na, tu şerm tê de tuneye û heqê me ye em doza dewlemendiyên xwe bikin, lê di mesela Kerkuk û deverên din de cîbicîbûna heq û edaletê, bidestxistina mafên miletî berî petrolê tên.

Biderengxistina çend mehan jî tê de eger kurd israr bikin ku piştî demeka kurt referandum bibe, ew hêz û welatên ku bi hişkî li hemberî wê rawestin û bibin rêgir kî ne? Xetera esasî ji kê tê, ew heta çi dereceyê dikarin kartêkir bin?

Eger plan bê danîn û tarîxek ji bo referandûmê bê tesbîtkirin, bawer bike ku tu rêgirî ê nikaribe li hemberî vê raweste.

Esas mesela vegera van deveran a ser bi Kurdistanê mesela demê ye, tu maniên din nemane. Ew dem jî demeka kurt e, mesela çend mehan e. Ez geşbîn im ku heta çend mehan ê ev dever vegerin ser Kurdistanê.

Hun dibêjin ku ê rêgiriyeka cidî li hember vê dernekeve. Baş e, gelo Amerîka ê karibe rê li ber bigire?

Milet hatiye wê noxteyê ku nema qebûl dike, tehemula wî nemaye, rewş ê xerabtir bibe. Loma Amerîka jî nikare rawestîne û ê mihaweleya rawestandinê neke. Rewşa navneteweyî jî ne musaid e ku ji derva de zêde dest têkevin nav meseleyê, mihaweleya rêgiriyê bi awayekî din bê kirin. Em parçeyek in ji balansa navdewletî. Rewş û balansa navdewletî jî tehamul nake ku rewşa deverê ji ya nuha xerabtir bibe.

Îdîayek heye ku dibêje kurdan di mesela Kerkukê de, di mesela zemanê referanduma Kerkukê de tawîzek da Tirkiyeyê, ji ber wê Tirkiyeyê siyaseta xwe nerm kir û dev ji êrîşekê berda.

Aya ev îdîa rast e, kurdan çi tawîz da Tirkiyeyê da ew dev ji êrîşê berde?

Mustehîl e ku tawîzek bê dayin. Di mesela Kerkukê û deverên din de tu desthilat an qiyadeyek li Kurdistanê tuneye ku xwedan wî mafî be, an wê curetê di xwe de bibîne ku tawîzê li ser pirsa Kerkukê bide. Yan bazarekê li ser vê pirsê bike. Ev îdîa ji bin de bêbingeh e. Tu tiştekî wiha tuneye.

Dr. Mehemed Îhsan wek wezîrê karûbarê navçeyên dervayî Herêmê û nunerê hukumeta Kurdistanê di Komisyona Bilind a Maddeya 140-ê de, te bawerî pê heye ku heta çend mehan referandum pêk bê?

Belê derengtirîn heta dawiya meha siyê ê referandum bibe.

Yanî tu dikarî sozê bidî ku referandum ê berî hevînê bibe?

Belê…

Eger nebe, kurd dikarin çi bikin?

Dikarin gelek tiştan bikin…. Û zerarmenda mezin ê hukumeta federal be.

Hûn ê çi bikin? Hun ê serdana Dadgeha Bilind bikin? Tê gotin ku mesele biçe Dadgeha Bilind, ji xwe îdî ê çend salan bê paşdexistin…

Kurd dikarin gelek tiştan bikin. Di rewşa îro de, ne dadgeheka rêkûpêk a Iraqê heye û ne jî kurd ê serdana dadgeha bilind bikin. Xweziya Iraqê jî wek Îsraîlê Dadgeheka Bilind hebuya û me jî serdana dadgeha bilind bikiraya.

Îdîayek heye ku dibêje maddeya 140-ê ya destûra Iraqê maddeyeka mueqet e, hukmê wê heta dawiya 2007-ê derbas dibe, ji serê salê pê ve pirsa Kerkukê îdî nikare li gor vê madeyê bê çareserkirin, çimkî hukmê vê maddeyê namîne. Tu li ser vê îdîayê çi dibêjî?

Ev îdîa li derveyî mantiqa hiqûqê ye. Nuha deynê te li gor midetekî diyarkirî li kesekî be û ew di wî midetê diyarkirî de deynê xwe nede, ma piştî wî midetî ew deyn ê nema bê dayin? Ev jî wek wê ye.

Heta pirsa Kerkukê bi referandumê bê çareserkirin û heta hersê qonaxên cîbicîkirinê temam nebin maddeya 140-ê her xwedan hukm e, her li ser kar e.

Daxwazek jî heye ku pirsa Kerkukê di riya Neteweyên Yekbûyî rê bê çareserkirin. Mewqifê hukumeta Kurdistanê di vê barêyê de çi ye. Hûn li gel in an li dij in ku ev mesele bi dest NY bê çareserkirin? Baş e yan xerab e ku pirs here NY?

Em nabêjin xerab e, lê divê berê em li hundur li hev bikin, li gor destûrê, li gor maddeya 140-ê. Qanûn wiha dibêje; Eger Iraqiyan li hev nekir, divê mesele here hakimekî bê teref ê navberçî. Eger li wê derê jî hal nebû hê here NY.

Tu rastiyê bêjî em temena nakin ku mesele biçe NY, me divê em berî merhela NY di nav xwe de meselê çareser bikin. Eger em çareser nekin û mesele here NY heta wê gavê Iraq ê welê lê bê ku ber li ser berî nemînê, ser û bin bibe.

Wê gavê îdî kes nizane ê çi bi destê wî keve û bi destê wî nekeve. Hingê mesele ê bibe wek qumareka mezin. Kurdan niyet nîne ku mesele bibe qumar.

Divê em bizanibin, li ser astên nevdewletî pencên welatên deverê û yên cîran ji pencên me dirêjtir in. Şiyanên wan ji şiyanên me pirtir in. Em miletekî zilmlêkirî yê piçûk in, em hew dikarin bi aştî bijîn. Em tenê dikarin zilma li ser xwe di qada navneteweyî de bikarbînin, lê ew ne welê ne, wan petrol heye, ordu heye, endamên NATO-yê ne, dîplomasiya wan heye, tiştên din hene ku ew dikarin bikar bînin.

Ji xwe loma em dibêjin mesele ku biçe qada navneteweyî qumar e. Çimkî mixabin îro hê jî mantiqê heq û edaletê serdest nebûye.

Nexwe meriv dikare bêje ku hukumeta Kurdistanê mewqif ew e ku heta ji desta bê ê mihawele bike ku pirsgirêk li gor maddeya 140-ê çareser bibe.

Belê maddeya 140-ê çareseriya pirsê destnîşan kiriye û em bi her awayî mihawele dikin ku pirsa me li gor vê maddeyê encam bide.

Gelek caran em kurd di pirsa çaresernekirina meselê de gazinan ji hukumeta merkezî dikin. Ma hukumeta merkezî ya Bexdayê ne hukumeta Kurdan e jî? Kurd beşekî koalisyonê ne û wezîrên wan di nav hukumetê de hene. Yanî hukumet bêyî wezîrên kurd karûbarên xwe dimeşîne? Malikî wezîrên kurd dide aliyekî gelo? Wezîrên kurd ji bo çi rola xwe nalîzin? Serokwezîr an wezîrên din çawa dikarin bêyî wan tiştan bikin?

Du awe wezîrên kurd hene di nav hukumetê de. Beşek ji wan şiyanên wan mehdûd in, hinek ji wan jî gelek gelek aktîf in bi rastî. Bi şev û roj kar û xebatê dikin ji bo cîbicîkirina maddeya 140-ê. Ne j iwan be yên ku heta îro hatine kirin jî ê nebûna.

Tu dikarî wek Dr. Mehemed Îhsan wezîrê karûbarên navçeyên dervayê Herêma Kurdistanê û nunerê Komisyona Bilind ya Cîbicîkrina Maddeya 140-ê wê sozê bidî ku referanduma Kerkukê ê careka din, careka din û careka din jî neyê paşdexistin?

Belê referandum ê neyê paşdexistin û derengtirîn berî havînê ê ev dever vegerin ser Kurdistanê

Sipas birêz Dr. Mehemed Îhsan wezîrê karûbarên navçeyên dervayê Herêma Kurdistanê û nunerê Komisyona Bilind ya Cîbicîkrina Maddeya 140-ê.

Ez jî supasiya te dikim û silava li hemû xwendevanên Netkurdê dikim, serkeftinê ji bo dixwazim.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: