Mûrad Ciwan
NETKURD:10:08 – 6/2/2006
Hevpeyivîn bi Hatice Yaşar re
Xeco, kurda me ya Kurdistana Bakur, hîn rasttir ya ”Kurdistana Anatoliya Navîn”. Ji nesla 68ê a kurdan, li Kurdistana bakur di nav wî neslî de gelek naskirî ye. Lê ew kêmtirîn qasî wê, di nav perçeyên Kurdistanê ên din de jî naskirî ye.
Îro gava riya we bi Kurdistana Başûr bikeve, bi taybetî Silêmaniyê, ne mimkin e ku bi vî an wî awayî hûn pêrgîyî Xeco yan jî pêrgîyî şopa wê, olaneka li pey tevgereka wê nebin. Ez jî yek ji wan kesan im ku gava serdana Kurdistanê dikim, miheqeq serdana wê dikim û em têra xwe behsa îro û rabihuriya xebat, jiyan, endîşe û heyecanên xwe dikin.
Xeco umrê xwe di têkoşîna van 30-40 salên dawî de derbas kiriye, kewandîye, lê yên ku ji destpêkê de wê nas dikin, dibînin ku ew heyecan, dînamîzm û germayiya ku di salên 60ê de tê de hebû ji xwe tu tişt kêm nekirine, hema her bi wî awayî pê re zindî mane.
Cara dawîn gava li Silêmaniyê min serdana wê kir, min xwest ku sohbeta em dikin em bi xwendevanên kurd ên îro jî parve bikin. Min hevpeyivînek pê re kir. De kerem kin bê hûn çi tamê jê dibînin:
– Xeco, Hatice Yaşara 1968ê ya haymanayî. Heta salên 80’yî tu li Tirkiyeyê, li Haymanayê bûyî. Aniha em te li vê derê li Silêmaniyê dibînin. Gotineka tirka heye, dibêjin “Haymana nîre, Suleymanî nîre”. Bi rastî jî Haymana li ku, Silêmanî li ku? Tu kengî hatî van deran, li vê derê çi dikî?
– Mûrad, jiyana min wek a zarokên te ye. Ji bo zarokên te nasnameya kurdî heye û Kurdistan heye, ji bo wan zêde ferqa navbera Diyarbekir, Mehabad û Silêmanîyê nîne. Jibîr meke, ez jî li derveyî Kurdistanê ji dayik bûm. Feqet ez li nav eşîreteka kurd mezin bûm, derûdora me wek Kurdistan be. Heta heft saliya xwe, heta ez çûm dibistanê jî min bi tirkî nedizanî. Em ji kurdîya xwe serbilind bûn, heta me tirk biçûk didîtin.
Hatice Yaşar bi Ummer Fettah re
Pişt re ez ji nav eşîrê derketim derva, çûm Anqerê, bajarên din, min kurdên ne ji dora me naskirin, ji derên dûrê me hatibûn, ji Kurdistanê hatibûn. Perspektîf û asoyên kurdîtiya min fireh bûn, dûr çûn, heta Kurdistana ku min nedîtibû.
Pişt re ez çûm Kurdistanê, berê a Tirkiyeyê pişt re a Îranê, a Îraqê û a Sûriyeyê. Ez yek bi yek li bajar û şaxên Kurdistanê geriyam, min kurdên wan deran nas kirin, ez tevî wan bûm, min bi wan re têkoşîn da, ez bûm wek wan.
Ji Xecoya Haymanayî re her bajar û deverên Kurdistanê qasî hev nêzîk bûn, wan qasî hev dilê wê germ dikir. Min li tu derê jî xwe xerîb an mêvan hîs nekir.
A din jî gotin û kirina min wek hev e, ez çi dibêjim cidî cidî wê jî dikim. Ji alî din de jî erê em bi îdeolijiyan mezin bûn, lê min bi asayî, zû bi zû tez û teorî qebûl nedikirin. Ku tiştek neketaya serê min, min qebûl nedikir, Lenîn gotiye, Marks gotiye, ji min re ferq nedikir, min digot nakeve serê min û ji min ew qas.
Lê piştî ku min bawerî pê dianî jî, ez li gel baweriya xwe pirr durust bûm, min ew di jiyana xwe de tetbîq dikir.
Yek ji taybetiyên min ên din jî, min li gel wan partiyên me yên Jakoben zû telaq da. Ez hatim Kurdistana Îranê, li gel Komeleyê, li gel Hizba Demokrat mam. Gava min ev tişt jî dikir, min şiroveyên teorîk jê re nedianîn, min bi a dilê xwe û aqilê xwe dikir.
Lê ev karê min ne wek rêxistiniya Apociyan karîkaturîzekirî bû. Tu dizanî Apociyan taybetmendiyeka gelek xerb anîn Kurdistanê ku berê di nav hêzên kurdan de tunebû. Çi li Kurdistana Bakur çi li perçeyên din, wan xwe nêzî kê kir, ”dostanî” li gel kê danî, xwest binê wan vala bikin, bi dijminayetî bersiva dostanî, hevalî û hevkariyê dan. Ev taybetmendî belkî zeman zeman di hin derûdorên din jî gerriya. Lê ez ne wiha bûm. Ez diçûm ba kê dibûm yeka ji wan û bi her awayî di nav wan de entegre dibûm. Însan zû his bi vêya dikin. Loma jî ew dibînin ku tu li vê derê dibî parçeyek ji wan.
Û ev jî gelek muhîm e… Kurd miletekî ecêb e, gellek qise nake, lê tu carî jibîr nake. Tiştê baş jî xerab jî jibîr nake. Gava dibîne tu xwediya soza xwe yî, çawa dibêjî wê jî dikî û ji bo wê, bedêlê jî didî, ew vê dibîne û di nava milet de ev belav dibe.
Belkî bê bîra te, yek ji sedemên jihevveqetiyana me ya di nav Rizgariyê de li ser mesela şerê Hekkariyê bû, min nikaribû ez qebûl bikim ku zindan an girtîgeha siyasî hebe. Gava em hatin serê çiya, Nûşîrwan hatibû girtin, min eynî helwest girt, piştî çar salan Yekîtiyê Mele Bextiyar girt, min ji bo wî jî eynî helwest danî, min got ez vê qebûl nakim. Hevalên min digot tu siyasetê nizanî, ev tu çima wiha dikî. Lê ev mewqif li nav xelkê belav dibe.
Mesela li vê derê, ji bo hemwelatiyan, min gotiye hûn însanan bigrin ji 48 saetan zêdetir gerek di bin çav de nemînin, ez qebûl nakim. Ew ên din dibêjin çi ji me re. Nabe, ew jî kurd in, divê meriv eynî mewqifî ji bo hemûyan bigire. Icar, ev tiştên wiha belkî piçûk in, lê kom dibin û di nava xelkê de ciyê xwe digirin.
A din jî rêxistinên me, însanên me, kultura lokalîstiyê perçecîtiyê li ser wan heye. Tu zanî kolonyalîst tenê welatê meriv fîzîkî dagîr nakin, ew mejiyê meriv jî dagîr dikin. Paradoks e lê niha parêzerên Lozanê bûne em bi xwe. Ne ku dijmin, lê tebeqa me ya xwendewar û siyasîyan Lozanê diparêze.
Ev nêzî 14 salan e her çar dijmin jî li vê derê ne. Ji bo dijmin sînor tunene, ji bo xelkê sînor tunene, lê ji bo me sinifa siyasî hene.
– Ez zanim ku tu şêxbizeynî yî, ji eşîra Haymanayê a şêxbizeyniyan… Lê warê eslî yê şêxbizeyniyan Kerkûk e, li Kerkûkê şêxbizeynî hene. Ma tu çûyî nav wan, te çi hîs kir, tu çi dibêjî?
– Ez berdewam diçim. Lê berî ez biçim ew hîn li çiya hatin ba min.
Li Kurdistana Bakur ez bi salan geriyabûm, min yek şêxbizeynî jî nedîtibû. Lehceya me gelek cuda ye. Ji soranî jî gelek dûr e, wekî xaneqînî û kermanşanî ye. Loma jî min digot ev diyalektek e ku ji haymanayiyan pêştir kes qise nake, û min xwe fêrî kurmancî kir min got meriv kurmancî hîn dibe û xelas.
Eger bala te kişandibe, li bakur min tu carî bi kurdî qise nedikir. Lê wek min got, esas, ez tirkî pişt re li dibistanê hîn bûm, ne ku ez ji diya xwe bûm û bûm tirkîaxêv. Me li Haymanayê ji xwe re digot kurmanc, me digot em bi kurmancî qise dikin. Û me ji eşîrên kurmanc re jî digot canbeg.
Lê ku em hatin vira, li şax berê bi riya tercuman min diaxaft. Min bi kurdî qise nedikir. Berê Neco (Necmettin Bûyûkkaya), piştî Neco çû Îbrahîm (İbrahim Güçlü) tercumaniya min dikir. Civîneka me li gel Mam Celal pêkhat. Feqet tu zanî kurdîya Îbrahîm nêzî kurdiya berfiratiya ye, hinekî req e, hişk e. Tercumeya wî rind nedihat fahm kirin. Mam Celal vegeriya ser min got ”erê ma tu bi kurdî nizanî?” Min got “ez kurd im lê kurdiya min ne wek a we ye nayê fahm kirin.” Pirsî got “tu çi yî?” Min got “ez şêxbizeynî me.” Got “ez zengene me. Tu wekî xwe qise bike, em ê baştir ji hev fêhm bikin.” Piştî wê min eynî rojê dest pê kir bi lehceya xwe axaft ê ez çûm min semînerek da.
Tê bîra te, li cem me lokalîzm xurt bû, tenê li hember parçeyên din nebû. Diyarbekirî qise dikir ê mûşî pê dikeniya, mûşî qise dikir, diyarbekirî pê dikeniya. Herkesî digot lehceya min. Her kesî digot ê din kurdî nizane.
Niha piştî xebata li Swêdê kurmancî ber bi standardîzebûnê pêşve çû. De îja hesab bike li hemberê min û kurdiya min çawa bûn. Li cem me nêr û mê tune, loma jî min her gav nêr û mê tevî hev dikir, henekên xwe bi min dikirin. Min jî ew rê hilbijart ku ez qet kurdî qise nekim.
Piştî ku em hatin vir, berê kirmanşanî hatin, gava kurdîya min bihîstin gotin tu xelkê kirmanşanî yî, Sineyî hatin, em hatin çiya, xaneqînî hatin, aksan otomatîk ê wan e. Gotin ”tu kî yî”, min got ”welle ez şêxbizeynî me.” Tabî xeber belav bû. Tu zanî mesûleka jin were herêmê, gênc be û peşmerge be, li herêmê navûdeng dide.
Rojekê ez razabûm, bi dengekî şiyar bûm, hin hatibûn digotin em li heval Xeco digerin. Pêşmerge dipirse hûn kî ne, ew dibêjîn em xizmên wê ne. Ez derketim derve, min dî 40-50 pêşmergeyên Germiyan ew ên ku bi rastî pêşmerge ne. Çimkî ew welê ne, heke mir in, mir in, nemirin dibin bela li serê dijmin.
”Hûn kî ne”, gotin ”em şêxbizeynî ne, xizmên te ne”. Yanî hîn ji wê çaxê de ji 80-yî de belav bûbû ku ez şêxbizeynî me.
Pişt re ez û birayê xwe û xuşka xwe piskuvît û şîr di destê me de bû em hero li ser riya nexweşxaneyê bûn.
Enfalê mintiqeya me jî girtibû. Piştî enfalê teqrîben tu gundên şêxbizeyniyan nemabûn. Tenê zarokên heta hef heşt salî û pîrejin û pîremêr mabûn. Şêxbizeynî herêmên wan ku meriv ji Kerkûkê derdikeve, li ser milê rastê ne, piştî Kerkûkê tên, li mintiqa Germiyan dimînin. Qetlîamek mezin di nav wan de jî hat kirin.
– Tu li vir carina li dezgeya kanalê asmanî yî carina jî li zankoya Silêmaniyê yî. Li van dezgehan berpirsiyariya te û karê te çi ye?
– Yek, karê min, ez normal siyasetê dikim. Li dijî kolonyalîzmê û dijminê gelê kurd ji bo azadiya temamiya Kurdistanê şer dikim. Eger ez niha li Diyarbekirê bûma min ê her eynî tişt bikira lê naverok ê guhertî bûya. Li vir jî berê li Hewlêrê bûm, niha jî li Silêmaniyê me.
Du sed salan milletê kurd ji bo azadiyê şer kir, feqet dewleteka rasterast a xwe nasnekir, dewleta dagîrkeran naskir. Tirk, faris û ereb… Ereb 24 dewletên wan hene, lê nesîbê xwe ji yek ûşeya demokrasîyê hilnedane. Li vir jî, ew çûne, eskerên wan çûne, lê ew kultura dewleta wan li ciyê xwe maye. Ez li Diyarbekirê bûma min ê li dijî kemalîzmê şer bikira. Li vir jî ez ji bo demokrasiyê têkoşîn didim.
– Erê lê em piçekî konkrettir bikin. Di dezgeha kanalê asmanî ê ragihandinê de berpirsiyarîyeka te heye, mesela di beşê tirkî de, di beşê kurmancî de tu diçî têyî, li zankoyê tu dersan didî ne?
– Li ragihandinê li beşê tirkî jî li beşên din jî berpirsiyariyên min hene. Li zankoyê jî ez dersa dîroka Ewropayê ya modern didim. Li Xakê dinivîsim. Li her derê, li ku kunek piçûk hebe ez xwe dixim wê derê.
Gelek kêmasî hene, li zankoyê jî li derên din jî, carina şaşîtiyên mezin tên kirin, ne ji qesta, ji nezanîn û bêtecrubetiyê. Li van deran, guhaztina zanîn û tecrubeyan, gelek giring e. Mesela li Zankoyê kitêbên modern ên wek ên zankoyên dinyayê tunene, nehatine tercumekirin, ên erebî ên dewra Saddam hene, ne ilmî ne, yan jî xwendevan bi erebî nizanin, nikarin wan bixwînin.
Li zankoyan berê sîstema îngilîzan hebû, ew gelek kevn bû, wek sîstemeka eskerî a otorîter bû. Pişt re Baasî hatin, ew sîstem girtin û xerabtir kirin. Şagirtên unîversîteyan li sinifan wek eskeran rûdinên. Diyalog, gotûbêj û serbestiya dînamîk a zanistê di universîteyan de tune. Çûna min a zankoyê ew bû ku ez jî alîkarî bikim ku zankoya Kurdistanê jî bibe wek zankoyên modern ên din.
Divê em ji tecrubeyên yahûdiyan fêr bibin. Gava dewleta Îsraîl çêbû, gelek kêmasiyên wan hebûn. Yahûdiyên pispor, zana, mamoste, alim ji derva hatin, hin berdewamî man, hin bi demî, zanîn û tecrubeyên xwe, ilmê modern anîn gihandin zankoyên Îsraîlê. Divê em jî wek wan bikin. Li perçeyên din, li derveyî welêt gelek kadroyên me, însanên me yên zana ku hay ji rewşa hevdem in hene, divê ew werin, zanîn û tecrubeyên xwe bidin civaka Kurdistanê.
Ez dibînim ku valayî gelek in, kêmasî gelek in. Di nav vê valayiyê de ez prestîja siyasî ya Xecê bikartînim û şerê demokrasiyê dikim.
– Li vê derê di dezgehên ragihandinê de ji perçeyên din ên Kurdistanê û ji vî perçeyî jî kurdên kurmancîaxêv hene. Gelo ew li vir çi karî dikin? Ji aliyekî de wek misyonerên alfabeya latînî û lehceya kurmancî ne. Berê alfabeya erebî û soranî li dezgehan hema hema bi temamî serdest bû. Niha bi saya hebûna wan soranî û kurmanciya latînî dikeve nav dezgehên ragihandinê. Meriv dibîne ku tu gelek bi wan re heşir-neşir dibî, alîkariya wan dikî. Peywendiyên navbera te û wan çi ne, tu karûbarê wan çawa dibînî?
– Niha tu jî dizanî ku rola dezgehên ragihandinê mezin e. Gelek caran dijmin qasî ku ji kanalên televizyonên kurdî ditirse ew qas ji çekên giran ên fantom, mîg û kimyewî natirse. Mesele, mesela ziman e.
Me jî ev yek fahm kiribû, di dawiya salên 70 yî destpêka salên 80 yî de me jî ev fahm kiribû, me giranî dida kurdî. Lê tecruba apocîtiyê ev proses qut kir. Di 1984ê de ev mêrik (Apo) hat prosesa kurdî berovacî kir, prosesa tirkî destpêkir. Li çiya ne, li van dera li Kurdistana azad in, li malên xwe ne, di nava xwe de bi tirkî diaxivin, kanalên televîzyonên tirkî temaşe dikin.. Îja televizyona vê derê a kurdî alternatîfeka gelek giring e. Lê ew jî soranî û bahdînî ye. Ji bo kurmancên her sê perçeyên din her du jî giran in.
Lazim bû ji bo gihîştina temaşevanan kurmanciyeka nermtir, pirtir nêzîkî devoka wan bihata bikaranîn. Esas di destpêkê de jî armanca hatina min a nav dezgeha ragihandinê ev bû. Û ez zanim ku tenê bi rexne û sloganan nabe, divê tu destê xwe têxî bin kevir.
Lê mixabin, di vî warî de kadroyên me kêm bûn. Îcar me vir de wir de însan dîtin, bi rica, minet, me anî heta vira.
– Heta berî demeka nêzîk ew tekstên binî ên televizyonê giş bi alfabeya erebî bûn, niha hema hema hemû bûne latînî, ev helbet ji ber xwe ve nehatiye.
– Welle Mûrad, hemû bi şer. Carina ez difikirim ev şerê ku niha em li vir didin ji şerê serê çiya, şerê li Anqereyê ê zîndanan zehmettir e. Li vir divê meriv mejî biguhere, zor e, gelek zor e. Tiştê ku însan nizanin, li gor wan tuneye. Min teklîf dianî, digotin ev fantaziyên Xecê ne. Min digot li her derê dinyayê, li Avusturalyayê, li New Zelandayê kurd hene, ji vê alfaba erebî fahm nakin. Min digot, zarokên we hinekan li Ewropayê ne, soranîaxêv in lê alfaba erebî nasnakin, nizanin hûn çi dinivîsin. Heta em gihîştin vê derê. Tabî ev hemu encama şerê du sal, sê sal û pênc salan e.
Pişt re min fahm kiriye ku divê meriv di nav de be, di praktîkê de nîşan bide, heta bê fahmkirin. Çendekî berê min behsa wergerandina kitêbên zankoyê dikir. Yekî got Xeco de tu jî me didî ber Parîsê. Min jî got na ez didim ber zankoya Diyarbekirê, ne a Parîsê.
Pirsa din jî, hevalên bahdînî jî digotin çima kurmanciya perçeyên din be, çima ne bahdînî be. Min sîteya we nîşan dida, pêşketina kurmancî, berfirehiya axaftina wê li parçeyên din, heta ew jî razî bûn.
Pişt re kurdên me yên bakur tecrubeyek in, lê di wir de jî hin dihatin meaşekî zêde dixwestin, malên mezin dixwestin, tiştên ku meriv li vir nikaribe pêşkêş bike dixwestin. Ew problem hîn jî safî nebuye. Lê kadroyên me, piyonerên destpêkê hêdî hêdî kom dibin.
Ev çekekî muhîm e, nabe meriv dev jê berde, lê ê hêdî hêdî biserkeve.
– Lê çawa, gelek muhîm e, ev rêya diyalogê a destpêkê a herî giring a di navbera diyalekt û perçeyên cuda de. Bi saya wê meriv bi hev dihese, hevdu nas dike.
– Belê.
– Em werin ser meseleyeka din. Tu rewşa Kurdistana azad û pêşeroja wê çawa dibînî?
– Min di Rizgariyê de tiştek nivîsîbû niza te xwend an na, ”Mam Celal’in yenî daglari”(Şaxên nuh ên Mam Celal). Divê em bibînin, ew xerîta Kurdistanê a ku di peymana Lozanê de hatibû kêşan, nemaye. Hatiye dirandin û avêtin. Herkes dizane ku vê carê kurd îdî ne fîguran in, roleka serekî dilîzin. Loma jî hêzên dijmin zêde nikarin rê lê bigirin, tedbîrên wan tedbîrên palyatîf in, ew tenê dikarin hin tiştan dereng bixin.
Hêza dijmin yek jê jî karta Apo bû, loma ew anîn xistin bin destê xwe, dixwazin wî bi kar bînin, lê ew jî ne karteka ew qas xurt e ku karibe rê li ber vê marşa kurd bigire.
Ji alî din rewşa kurdan rewşeka wiha ye ku ne kare Bismarkek ji me re derkeve, ne jî metodên Bismarkî karin pirsên me çareser bikin. Kurd, nasnameya wan a kurdî a serekî çi qas xurt be jî, nasnameyên binî jî ew qas xurt in, nikare bên wenda kirin, înkarkirin an binpêkirin. Ez zaro bûm jî min zanibû ez kurd im, şêxbizeynî me, ji binemala Emer im û ez jin im. Em kurd bûn, canbegî, kurmanc, şêxbizeynî, li hember tirkan me bi hev re mewqif digirt. Lê li alî din, min qebûl nedikir ku şêxbizeynîtiya min bê îhmalkirin an înkarkirin. Ên din jî wisa… Loma jî kemalîzm di nav kurdan de bi awayê apocîtiyê be jî bi ser nakeve.
Ew kodên ku di nav kurdan de hene, li gel demokrasiya modern a multî diguncên. Berî du sed salan em gelek hatin îhmal kirin, em li hemberî dijmin hatin bikaranîn û maf û berjewendiyên me li ber çav nehatin girtin. Lê vê carê di rewşa nuh a dinyayê de, bi globalîzebûnê, bi lîberalîzebûna jiyanê, berjewendiyên me û ya hêzên nuh ên navneweteweyî jî li hev tên. Eger em li herêmê li hember terora Zerkawî temsîla îstîkrarê bikin ew mecbûr in hesabê me bikin.
Yanî berjewendiyên xelkê û ên sinifa siyasî li hev dikin. Amerîka û rojavayî hatine van deran, hin guhertinan dikin, ne ji bo xatirê çavê me yê reş, van tenê ji bo petrolê guhertinan dikin û dixwazin. Çîn û Hindistanê hîn gotina xwe ya dawî negotin. Rojavayî dixwazin ji niha de rê li ber sermiyandariya pasîfîkê bigirin.
Hîn berî raperînê du xerîte hatin weşandin ji bal du kovarên naskirî The Economîc û Times. Di yekê de digot sala 2000ê, yekê jî digot sala 2010ê. Di herduyan de jî Kurdistan bûbû yek. Loma jî ez geşbîn im û pêşeroja Kurdistanê ronî dibînim.
Ew geşbînî jî ji halê min ê niha xwiya dibe, ez niha li vê derê şerê dijmin nakim, ez şerê demokratîzebûna welatê xwe dikim. Çimkî miletê me layiqê demokrasiyê ye.
– Tu erê siyasetmedareka kurd î, lê qasî ku em nas dikin derd û kuleka te jî heye ku tu dibêjî jina kurd….
– Jin û zar….
– Tu rewşa jinên Kurdistanê çawa dibînî, pêşeroja jinan li Kurdistanê ber bi ku ve diçe? Tu dizanî destûr derket, ji bo mafê jinan ne jî ewqas baş e. Te digot qey bi qastî rê li ber hin tiştan hat giritin…
– Pirr xerab e. Mûrad tu dizanî yê min çewa ye? Wek hemû hêzên demokratîk ên din ên civakê. Jin jî perçeyek ji vê ye. Divê em hergav şiyar bin û li ser piya bin. Esas ji bo gelek tiştên din jî hîn mafên me kurdan misoger nebûne. Mesela pasaport derxistin, tevî lihevkirinê û emrê destûrê jî kurdî nexistinê.
Hîn tu mafên me yên demokratîk misoger nebûne. Hemû qanûn qanûnên kevn ên dewra Saddam in. Gava em dawa piçûktirîn guhertinê dikin, çar dewlet tên ser serê me û Amerîka û rojavayî jî pêre dibên ”hûn dibin dewlet, çi?”
Di dema referandûma Kurdistanê de, em jin jî daketin meydanan, me îmze kom kirin, bi deh hezaran îmze me kom kirin, me got di destûrê de em yeksaniya temam di navbera jin û mêran de dixwazin. Niha jî me dev ji şerê xwe bernedaye. Lê îşê me zor e. Cîranên me, ereb ew qas paş de ne, ewên îslamî yên siyasî, em bi kê re rûdinên kurd li hemberê wan dibin sosyaldemokratên here pêşketî, ew rê li ber maf û azadiyên jinan digirin. Loma jî yek tavîza me kare gelek mafên me ji destê me derxe.
Garantiyeka me heye. Em dibêjin em li Kurdistanê destûra xwe çêkin û bira qanûnên wan li hundurê Kurdistanê nemeşin. Gotineka gelek xweş heye dibêje di mafên demokratîk û xwoşewîstiya dildarî de mafê mukteseb nîne, dive her roj ji bo wê kar bikî.
Şukur li hemû perçeyên kurdistanê jin aktîf in û kevneperestên hundur ne di we derecê de xurt in ku her tiştî bi dilê xwe bikin. Welle rojekê em jinên kurd firsendê ji destê xwe berdin, mêrên kurd ê bibin îslamiyên temam. Belê jin aktîf e, li ser kar e, lê tu mafekî me heta niha misoger nebûye.
– Baş e, destûr hat û çû, niha hîn gelek qanûn hene, hilbijartin hene ku ji nêzîk ve tesîr li ser jiyana jinê dike. Di praktîkê de li ser van pirsan jinên kurd çi dikin?
– Tê bîra te, berî referandumê me ji bo guhertinên di destûrê de madde bi madde daxwazên jinên Kurdistanê pêşkêş kiribûn? Pişt re gava mafê jinan di destûrê de zelal nebû gelek ji jinan neçûn deng nedan destûrê.
Mesela di gelek semîneran de min bi xwe got du nasnameyên min hene, ez kurd im û jin im, ez nikarim ji bo xatirê yekê dev ji a din berdim, berê vêya yan a din, ez herduyan bi hev re dixwazim. Alaya Kurdistanê ji bo me çiqas girîng be, alaya mefên me jinan jî ew qas girîng e.
Tu rastiyê bixwazî, jinên kurd gelek aktîf in, 24 saetan nayên malên xwe, digerin, aktîf kar dikin, ji mêran jêhatîtir û bi cesarettir in.
– Gelo ferqek di navbera rewşa jinan de li Silêmanî û Hewlêrê heye, têkoşîna wan, rola wan?… Tu dizanî ez li vê derê li Dihokê, Silêmaniyê û Hewlêrê geriyame. Min ferqek di navbera peywendiyên jinan û mêran de dît. Li Silêmaniyê jin jî qasî mêran derdikevin derva, bazarê, kirîn firotinê dikin. Pişt re min dît li unîversîteyê, li parkan xort û keç bi hev re ne, heta bi destê hev digrin, dimeşin.
Li Hewlêrê meriv li jiyana derva kêm jinan dibîne. Li alî dihokê yekcar xerabtir e. jinên ku bixwazin derkevin derva, bazarê, dikanan gelek caran aciz dibin ku bi çavekî nebas li wan tê nihêrtin, di karê jiyana derve de cih nagirin. Li gundan belkî ne wiha be lê li Dihok û Zaxoyê hin derên din wiha bû. Di jiyana Civakî de min Silêmanî bêtir nêzî Diyarbekirê dît. Ev çima?
– Rast e. Li hemû dinyayê ferqa nava bajaran heye. Li bakur jî ferq di navbera Diyarbekir û Bîngolê de heye, meriv naxwaze ku meha remezanê biçe Bîngolê. Ev ferq li hemû derên dinyayê hene. Ev yek..
A din ez dibêjim qey ferqek di navbera îdareyên siyasî de jî heye. Siyaseta îdareya Hewlêrê a li ser jiyana civakî jî a li ser peywendiyên jin û mêran jî tesîrê li ser vê meselê dike. Di vî warî de ferq di navbera Partî û Yekîtiyê de hene. Heta niha kesî resimekî hevsera Mesûd Barzanî nedîtiye, lê Hêro di xaîla jiyana rojane de virde wirde baz dide, li derva ye.
Ez Hewlêra 92yê jî a niha jî zanim. Ji alî jiyana jinan ve Hewlêr guherîye, paş de çûye. Jin vekişiyane hundur.
Divê ronakbîrên perçeyên din tenê wek mêvan neyên van deran bi heyecan nebînin, li ber alayê hêsiran nebarînin û neçin. Divê bala xwe bidin problem û pirsgirêkên civakî, li vê derê pêşeroja perçeyên din jî tê avakirin, li vir çi çê bibe ê tesîrê li perçeyên din jî bike. Eger alaya Kurdistanê hil bibe û Kurdistanê li Xecoyan bike sicin, na welle ez naxwazim. Dive em wê nexwazin.
Cemîleyeka Cezayîrî hebû, li hemberî Fransayê gelek têkoşîn dabû. Piştî rizgarbûna Cezayirê jê pirsîn, te ew qas şer û têkoşîn da çawa bû, ji bo te çi ferq kir?Cemîleyê li hember vê pirsê çû deftera xwe ya nifûsê a malbatê anî nîşan da, got “berî rizgarbûnê ev defter rûpelek bû niha buye çar rûpel. Berê mêrê min jineka wî hebû, îro ji xwe re çar jin anîne.”
Eger rewşa me bibe wek rewşa Cemîleya Cezayîrî ez naxwazim. Eger rewşa diya min, a xwişkên min ê ji rewşa Anqerê an a Diyarbekira niha xerabtir be ez naxwazim.
– Baş e me gelek wextê te girt, pirsa dawiyê… Xebatên biyekirina gerdu îdareyan hene û dikin nakin encamek jî jê dernakeve. Ev ji amadeyiyên biyekirina herdu îdareyan çi dikeve sere te?
– Welle tu ji min bipirsî esas herdu îdare ev pênc sal in bûne yek. Çimkî ez naxwazim Bismarkek were bi zorê ji jor de me bike yek. Çar kes rûnên qerar bidin û em bibin yek… Wan çar kesan di 92yê de 96ê de qerar dan, xera kirin. Pişt re ji xelkê napirsin, 15-16 partî hene ji wan napirsin. Em hema dibêjin Partî û Yekîtî yekbigirin temam e. Eceba? Gerek zelal bibe, rol û karektera herdu aliyan diyar bibe, îcar yekîtî pêk bê.
A din tarîxa me zêdetir tarîxa îdareyên mîran e. Ewropî nuha bi multînasnameyê hesiyan e ê me ji berê de hebûn. Ji bo me dewleta Jacobenî û serokatî û sentralîzasyonên Bismarkî ne lirê ne. Îdareyên pirrengî kare pirtir dînamîzma reforman têxe nava me.
Em ji Swîsreyiyan ne kêmtir layiqê demokrasiyeka desentralîzebûyî ne. Esas ev sê sal in her du alî li ser gelek meselan li hev dikin, di siyaseta derva de bi hev re ne, kar xweş dimeşînin, gava em behsa yekîtiyê dikin, divê em bifikirin ku vê yekîtiya li ser siyaseta derva bi konfliktan nexin rîskê. Yanî nabe em bêjin bira bibin yek çi dibe bila bibe. Eger ê me ji îro pêşdetir bibe û xurttir bike baş e, lê neke çima em rewşê xerbtir bikin?
– Sipas ji bo vî wextê ku te da me. Serkeftinê di karûbarê te de dixwazim.
– Ez jî sipas dikim.
Sernivîs : xecê Tarix : 2006-02-07
Şîrove :
Tu xeca gerdenzêrî evîndarê welatê bê xwe dî te xweş gotîye lê te dı avêtina APO’cîtî yê de xwerakirîye ma wexta ku hun li sêr tişt- na şîrova dikin hun navêjin APO’cîya hun ni zanin şîrovê xwe bikin.Li gora ku tu Anatol- ya nabîn de maye tu Kurd’ewar maye yanî tu ne hatîye pişaftin ez ji wî ali de te pîroz dikem.Ji pêşketina jina re meriv serê xwe bitewîne.Ew jî jinê ku di nava PKK’de pir pêş ketîne kes nikani vêya înkar bike.Ê ku inkar bike ev tekoşîna 15 sala li ber çav nagre…..Silav û rêz……
Yê şîrove kiriye : WARÊ QOSERÊ
Leave a Reply