Mûrad Ciwan
ETKURD:23:13 – 18/6/2006
Hevpeyivîn bi Keya Îzol re. Li pey dewayê ber bi Amerîkayê de. Hefteyeka Mehmed Uzun li Harvardê
Li pey dewayê ber bi Amerîkayê de.
Mehmed Uzun romanivîsê kurd ev demek e ji ber nexweşîya xwe ya kanserê li nexweşxaneya Swêdê ya Karolînskayê tedawî dibe.
Di vê navberê de çûnûhatineka wî ya ji bo Amerîkayê ya Bostonê ji bo tedawiyê rû da. Di 31ê gulanê de ji Stockholmê di ser Amsterdamê re li gel hevjîna xwe Zozan, doktorê xwe yê taybetî Nemrud Büyükkaya û nivîskarê Netkurdê Keya Îzol çû Bostonê, nexweşxaneya Harvardê (Massachusetts General Hospital) da tedawî bibe. Piştî kontrola li wê derê doktoran biryar da ku ê baştir be ku ew li Stockholmê berdewamiyê bide dermankirina xwe.
Ew piştî hefteyekê, cardin ji Amerîkayê vegeriyan Stockholmê, li Nexweşxaneya Karolînskayê wan berdewamî da tedawiyê.
Li ser sedemê çûna Mehemed Uzun a Amerîkayê bi refaqetekê re û mana wan a li wir, pişt re jî vegeriyana wan a piştî hefteyekê me bi Keya Îzol re xeber da.
– Keya, tu jî li gel Mehemed çûyî Amerîkayê û di vegerê de jî pê rebûyî. Gelo sedemê çûna te ya bi refaqetê re çi bû.
– Peywendiyên min û Mehemed digihîjin heta hevaltiya zarotiyê. Di dema nexweşîna wî de ez ji nêzîk de li balê bûm. Di mesela çûna Amerîkayê de wî daxwaz kir ku ez jî li gel biçim. Çimkî gava biryara çûnê da li ba Zozan û birayê xwe Mistefa got ”Keya ez dixwazim tu jî li gel me bêyî Amerîkayê”. Min got ”baş e ku ez karibim alîkariya te bikim ez ê bêm”. Îro jî li vê derê ez bi nêzîkî pê re me.
– Gelo sedemê çûna we ya Amerîkayê çi bû, ev îhtiyacî ji ku derket?
– Esas heta hefteyekê berî çûna me ya Amerîkayê meselaya çûna Mehemed a ji bo Amerîkayê ne aktuel bû. Ew li vê derê derman dibû. Lê li vê derê prosesa tesbîtkirina nexweşiyê û encamên wê ji alî Nexweşxaneya Karolînskayê hinekî dereng meşiyabûn, Mehemed ji ber wê, piçekî dilgîr bû, lê tu carî fikra wê nedikir ku li dereka din dirêjiyê bide tedawiya xwe.
Lê doktorek li Îstanbûlê li Nexweşxaneya Taybetî ya Swîsreyê heye, Kazim Taş, sertabîb û xwediyê nexweşxanê ye. Mehemed wî nas dike, heta di meha januari (çileya dawin) a 2006ê de li Îstanbûlê Mehemed çûbû nik wî. Wê gavê hîn nexweşî nedihat naskirin, geh dihat gotin “zaturre”, geh dihat gotin “werem” e. Wî doktorî pişt re behsa nexweşxaneyekê li Bostonê kiribû.
– Behs vê dawiyê hat kirin, yanî piştî ku nexweşiya kanserê li Swêdê hat tesbîtkiririn û Mehemed li Stockholmê dest bi dermankirinê kir, ne?
– Belê. Esas ev doktor hê di despêka salê de, gava Mehemed kontrol dike di pişika wî de dibîne ku hin av kom bûye. Lê ew kûr bi ser vî aliyê nexweşiyê de neçûye. Doktorên din dibêjin gava meriv bibîne ku av di pişikê de kom dibe, yan tuberkuloz e, yan înfeksîyoneka mezin e, yan jî kanser e. Lê xwiya ye doktor Kazim Taş bîra vêya nebir ku lêkolînê ber bi wir de bibe.
Mehemed gelek baweriya xwe bi Kazim dianî, nasê wî bû. Gava tesbîta kanserê bû jî wî rasterast yan jî di riya hin xizm û hevalan re peywendî bi doktor re berdewam kir.
Doktor Kazim Taş dibêje ”belge û raporên li ser nexweşîna wî ji min re bişînin, hem ez lê binerim, hem jî em binêrin ku gelo li Amerîkayê meriv kare derman bike yan na.”
Hemû rapor û fîlmê Mehemed ji doktor re hatin şandin.
Piştî gihîştina raporan gelek caran bi doktor re peywendî hat danîn. Doktor Kazim Taş dibêje; li gor belgeyên nexweşîna Mehemed, li Amerîkayê li Harvardê, metodeka wan a bi navê proton heye. Bi vê metodê ji % 80-85 ew karin vê nexweşînê derman bikin.” Li ser vê agahdarîyê Mehemed biryar dide ku biçin Amerîkayê. Ji xwe ew di derengmayina teşxîsan de ji Karolînskayê gellekî aciz bûbû.
Gava Mehemed got “ Em herin Amerîkayê” min pirsî, “baş e her tişt li wê derê temam e? Peywendî hatine danîn?” Mehemed got “Erê vaye nexweşxaneya Îstanbulê kaxet şandiye ku hemû belgeyên me şandine Harvardê, wan ew kontrol kirine, gotine em karin tedawiyê bikin, bila nexweş were. Cih veqetandine. Heta doktorê ku li min binere nîşankirî ye.”
Tabî ev tişt hemû pişt re derket ku ne rast in.
– Ev goya metodekî nuh e tenê li wê nexweşxaneyê heye, ne?
– Erê, metodeka nuh e, tenê li Amerîkayê û li Çînê heye. Bi navê proton.
– Çawa, ev agahîyên ku doktor Kazim Taş şandibûn ne were derketin?
– Belê, ne were bû. Mesela navê doktorekî hatibû dayin, piştre me fahm kir ku ew doktor nehatiye agahdarkirin., qeyda Mehemed li wê derê nehatibû kirin, cih li wê derê tunebû.
Esas şeva ku em ê herin saet di 11ê şeva 30yê gulanê de, piştî peywendîya me bi Amerîkayê re, me fahm kir ku tiştek li wê derê nehatiye kirin.
Li wê derê Murad Azîzoglu, kurê wezîrê tendurustiyê yê Tirkiyeyê yê berê ê salên 1960ê Dr. Yusuf Azîzogluyê Farqînê û xanima wî Jale Azîzoglu hebûn. Ji Diyarbekir peywendî bi wan re hatibû danîn da ew jî li Bostonê li ser îşê Mehemed bisekinin.
Mûrad û Jale li Bostonê dimînin, li wê derê dijîn û kar dikin. Gava min bi telefone bi wan re xeber da got “neyên, tu tişt li vir nehatiye amadekirin, cih nehatiye veqetandin. Eger hûn bên hûn ê perîşan bibin.”
Saet 23yê şevê… Di vê navberê de Zozan jî bi doktoran re li Bostonê li Harvardê di peywendiyan de ya. Dr. Umut Özcan û xanima wî Esra Özcan. Herdu jî li Harvardê wek doktorên lêkolîner kar dikin. Yaşar Kemal, xanima wî Ayşe Baban û Muhsin Kizilkaya van her du doktoran nas dikin, wan peywendiya wan bi Mehemed û Zozanê ra daniye. Zozanê bi wan re bi telefonê xeber daye. Wan jî gotiye, ”Nebe, nebe hûn werin, tu tişt ne hazir e, hûn dikarin pêrîşan bibin. Du sê rojan muhletê bidin me, em ê bi mihaweleyên xwe vê pirsê çareser bikim hûn wê gavê werin”
Wel hasil herdu aliyan jî ku me peywendî li gel wan hebûn, xwest ku me îqna bikin da em neçin Bostonê.
– Ma rewş rastî jî wek wan bû, ne?
– Belê rewş were bû. Min ji Zozanê re got ”em çi bikin”, got ”welle Mehemed ji xwe raketiye, piştî van çend saetên dawiyê ez nikarim seferê rawestînim. Ji bo birêketinê her tişt temam e. Hema em ê biçin em binêrin çawa dibe.”
– Hûn li ser biryara xwe man û çûn?..
– Belê em di 31ê mehê de berî nîvro ji vir çûn Amsterdamê, saetekê li wir man û ji wir çûn Bostonê.
Di vê navberê de ez du tiştan bêjim. Giring in.
Doktor Mahmud Ortakaya ji bo Mehemed hatibû Swêdê, pênc-şeş rojan li vir ma. Mehemed, ez, ew û Zozan em çûn cem doktora wî ya li beşê weremê, (Thoraxê), pişt re yê kanserê ê Karolînskayê (Radiomhem). Di wê navberê de li Karolînskayê biryar dabûn ku di 1ê hezîranê de dest bi kemo-terapî (dermankirina kuştina hucreyên kanserîn) bikin.
Min ji doktorên Karolînskayê pirsî; ”ji bilî vî metodê tedawiya we, gelo tu metodên din, mesela li Amerîkayê an li welatekî din hene ku vê nexweşiyê derman bikin?” Doktoran got ”na, ev protokola ku em ji bo vê nexweşiyê tatbîq dikin, li her derê dinyayê ev protokol û ev metod e.” Lê got ”li hin deran dermanên ku nehatine ceribandin bikartînin. Em jî, nexweşxaneyên mezin ên hemû dunyayê derman an metodek nehatibe ceribandin, tawsîye nakin.”
Gava me biryar da ku em biçin Amerîkayê, me bi berpirsên Karolînskayê re xeber da.
Rojek berî çûna me jî em li Karolînskayê çûn beşê Thoraxê. Hem ji bo ku em bêjin em ê herin Amerîkayê, hem jî ji bo ku ew ava kombûyî ya pişika Mehemed vala bikin.
Gava av kêşan Mehemed ji xwe ve çû, pir xirab bû. Çimkî ava hundurê pişikê giş bûbû girêk, bi şirinqeyê nedihat kêşan û Mehemed gelek ji ber êşiya.
Mehemed behsa biryara Amerîkayê kir. Wan ji wî re got “Tedawiya me ev e, eger tu bixwazî biçî Amerîkayê em nabêjin meçe, em ê rê bidin tu biçî.” Doktor got “ez ê kaxetekî binivîsim ji bo bi rê de alîkariya we bikin.” Em bi vî awayî çûn Amerîkayê.
– Hûn kî bi Mehemed re çûn?
– Ez bûm, xanima wî Zozan bû û Dr. Nemrûd Büyükkaya. Nemrûd biraziyê Necmeddîn Büyükkaya ye. Ew jî rojek berê bi vê biryara çûnê dihese. Dr. Nemrûd bêyî ku bi berfirehî pirs bike dibêje “hema ez karibim çi dereceyê alîkarî bikim jî ez ê bêm.”
– Rê çawa çû?
– Ji vir heta Amsterdamê ne pir bi dilê me bû. Amadeyiyên teyarê ne li gor nexweşiya Mehemed bûn. Li Amsterdamê em 45 deqe li benda ereba biteker man. Lê ji Amsterdamê heta Bostonê em rehet çûn. Şîrketê li gor rewşa wî xwe hazir kir. oksîjena taybetî ji bo Mehemed amade kirin.
Bi vî awayî em gihîştin Bostonê, Dr Umut Özcan û Jale Azîzoglu hatibûn pêşiya me. Wan berê hevdu nasnedikir, ew jî li wê derê hev nas dikin, çimkî di destê herduyan de jî tebelaya ‘Mehemed Uzun’ heye.
-Hun çûn Bostonê, Unîversite û nexwesxane li wir e?
– Belê, em ji balafirgehê di 15-20 deqeyan de çûn nexweşxaneyê. Dr. Umut bi rê de ji me re got “cih tune, em ê herin acîlê. Cih nedidan, min pir di ber da, heta ez mecbûr mam min got ‘ev nexweş, nexweşê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ye’. Serokê Dewleta Kurdistana Federe nexweşek şandiye, çawa hûn dikarin bêjin cih tune’. Navê Mesûd Barzanî jî tesîr kir û berpirsên nexwesxanê gotin “em ê we bigirin, çend rojan bimînin heta cih peyda dibe, em ê we bigrin ciyê dermankirinê”. Doktor Umut jî li wir wek lêkolîner doktor kar dike hin nasên wî hene. Ev hemû alîkarî dikin ku şixul bimeşe.
Em bi vî awayî çûn acîlê, qeyda Mehemed çêkirin lê 16 saetan em li wê derê man, acîl cihekî qatê bin erdê bû, cihekî qelebalix û kaos bû. Di van 16 saetan de Mehemed Uzun gelek êşiya. Moralê wî pir xera bû. Doktor Umut tim li ba wî bû.
Piştî 16 saetan jê re cih dîtin. Qata 20 ya beşê kanserê. Tabî li wir rewş guherî. Cih gellek baş bû, doktorek diçû, yek dihat. Pir baş lê pirsîn. Li dosyayên me yên ji Swêdê nihêrtin gotin ”baş e em jî tehlîlên xwe bikin pişt re em ê biryarekê bidin.”
– Gelo belgeyên ji nexweşxaneya Tirkiyeyê jî hatibûn?
– Na, tiştek ji Tirkiyeyê nehatibû. Dest bi metodên xwe yên kontrol û tehlîlan kirin. Bi metodên gelek modern ên teknîkî kontrol kirin, tehlîl girtin.
Rojek piştî wê serhekîma nexweşxaneyê Dr. Kwak hat. Got hûn ji Swêdê ji nexweşxaneyek wek a Karolînskayê hatine. Ew nexweşxaneyeka pir pêşketî ye, ew di dinyayê de naskirî ye, ew cihekî pirr pirr baş e, qasî me baş e. Em bi xwe jî gelek caran metodên wan ên dermankirinê bikar tînin. Di vê meselê de jî ew metodên, wê protokola ku wan bikar bianiya em jî wê taqîb dikin.
Teşxîsên wan jî wek ên Karolînskayê bûn. Wan got ”tedawiya ku em bikin jî, a kemo-terapîya wek a Karolînskayê ye. Tedawiya protonê a ku ji we re hatiye gotin tedawiyeka ji bo kansera mejî ye, yan a hê destpêka kanserê ye. Ji bo nexweşiya Mehemed proton nikare bê bikaranîn. Loma jî tawsiya me ew e ku madem îmkan ji alî malbatî, şexsî û gelek warên din Stockholm baştir e, em tawsiye dikin ku hûn herin li Stockholmê li Karolînskayê berdewamiyê bidin tedawiyê. Bira hûn dereng nemînin.
Ev roja duduyê bû.
Doktor resmî ev got. Me di nav xwe de xeber da. Mehemed ne terdefdarê wê yekê bû ku em vegerin Stockholmê. Çimkî di rê de gelek westiyabû û êşiya bû. Çavê wî nedibirî carek din ewqas rê vegere. Got madem eynî metod e, kemi-terapî ye, hema em li vê derê dewam bikin.
Em bi hev re gihîştin wê biryarê ku ê baştir be em herin Swêdê. Berî her tiştî ew nexweşxaneyeka taybetî ya gelek buha bû. Carina mesrefên wê yên rojê digihîşt 10-12 hezar dolaran. Gerçî hukumeta Kurdistanê ew soz dabû ku hemû mesrefa nexweşxaneya Mehemed bigire ser xwe, lê çima, mesela ku qasî du sê mehan li wir bimîne dikare du –sê milyon dolar mesref biçe.
Pişt re ji wê muhîmtir ji alî moral û manewiyatê li Swêdê ê gelek gelek baştir buya. Zarok, malbat, meriv, heval û miameleya Swêdê, sîstema wê, peywendiyên wê bi her awayî nîşan didin ku Stockholm ji bo berdewamkirina dermankirinê ê baştir be. Mesele ma ku em Mehemed îqna bikin. Herkesî ji alî xwe de me xwest em wî îqna bikin. Piştî rojekê ew jî îqna bû got ”baş e, em biçin Stockholmê.”
Lê ez tiştekî bêjim, Mehemed di vê nexweşiya xwe de gellek bêşans e. Ev 45 roj in ez pê re me, diçim têm, di gelek waran da Mehemed bêşans bû. Mesela nexweşîna wî dereng hat kişifkirin, li Kurdistanê giran nexweş ket, tesbît nebû ku çi ye, li Diyarbekirê, li Îstanbulê, pişt re jî li Stockholmê berê tesbît nebû ku nexweşî çi ye, bi mehan ajot heta hat dîtin ku nexweşî ew qas giran e. Herweha sefera Amerîkayê.
Di mesela vegera wî de jî bêşansiyê ew berneda. Mala Mehemed sîgortaya wan heye. Gava me xwest em ji Amerîkayê vegerin me xwest ku em di riya sîgortayê re bi awayekî profesyonel Mehemed vegerînin Stockholmê. Çimkî di hatinê de gelek êşiya bû.
Me peywendî li Danîmarkayê bi SOS re danî, navê wî girtin, ji nexweşxaneyê û doktoran pirsîn û gotin “baş em ê şertan û balafirekê li gor wê amade bikin”. Me got belkî em balafireka ambulans tenê ji bo Mehemed ji wan bistînin, lê wan got, rê dûr e, ew dikarin di balafireka mezin de neh ciyan vala bikin, wek kabînekêdurust bikin, li gor nexweşînê tevî doktor û derman û teknîkê jê re amade bikin û bi wî awayî bînin”
Kêfa me hat ku gotin baş e. Lê rojek piştre yekî telefon kir got “şerten we lê nayên, anîneka bi vî awayî nakeve nav sîgortaya we, em nikarin wî bi riya sîgortayê bînin, divê hûn bi îmkanên xwe vegerin”.
Me îtîraz kir, belge şand ku nexweş giran e, hatiye li Bostonê li vir girantir bûye, niha em dixwazin vegerin, cardin gotin “baş e” lê pişt re cardin gotin “na”.
Jiber rewşa Mehemed tabî me nikarîbû wext bi îtîrazan derbas bikiraya. Heta van buyerên negatîf, rewşa Mehemed girantir kir. Me vê carê di riya xwe re peywendî bi KLM re danî. Berê gava dîtin ku nexweş giran e, nexwestin vê riya dûr me bînin. Lê piştî gelek mihaweleyan, bi alîkariya wan her çar hevalên bi wî ra, piştî sê rojan me îmkan dît em bi awayekî nîv profesyonel vegerin Amsterdamê ji wir jî Stockholmê.
Li Stockholmê ambulans hatibû pêşiya me. Mehemed girtin anîn Karolînskayê.
– Nexweşxaneya ku hûn çûnê Massachusetts General Hospital nexweşxaneyeka taybetî bû ne?
– Belê. Nexweşxane bi Unîversîteya Harvardê ve girêdayî ye, li pişt Unîversîteyê jî weqfek heye. Hevalên wir digotin ”budçeya ku li Harvardê heye çend qatê budçeya Tirkiyeyê ye.” Hatinên wê û nexweşxaneyê ji baxiş û weqifkirinan û ji hatina xizmetan pêk tê. Hatineka wê ya dewasa heye, ev hemû cardin dibe sermiyan û li Unîversîteyê tê serfkirin.
Li wir me dît, li her ode, her dîwar û her quncikê nexweşxaneyê tabela (lewhe) hebûn ku ji navên kesên dewlemend pêk dihat ji seranserê dinyayê baxiş, hîbe dane nexweşxaneyê, mal an hatinên xwe ji nexweşxaneyê re weqf kirine.
– Bawer dikim nexweşxane bi peran e. We jî mesref da ne, we çewa kir?
– Belê bi pere ye. Li gor pîvanên me gelek buha ye. Mesela ê Mehemed şeva wî tevî ciyê razanê û tedawî û nihêrtina doktor û personalan 10 hezar dollar bû. Em pênc şevan li wir man, roja dawî jî heta piştî nîvro, ambulans heta balafirgehê hwd… Yanî şeş şevan, teqrîben li dor 60 hezar dolaran ji bal nexweşxaneyê hat tesbîtkirin. Tabî hukumeta Kurdistanê di serî de gotibû ku ew ê mesrefa nexweşxaneyê bigirin ser milê xwe. Ew fature ji Hukumeta Kurdistanê re hat şandin.
Li gor îmkanên şexsî ên hemwelatiyekî normal, gelek giran e. Eger sîgortaya meriv nebe, yan dezgeyek mesrefê hilnede ser milên xwe ne mimkin e ku meriv li wir karibe tedawî bibe.
Li wir me dît ku hin ferq di navbera sîstema nexweşiyê ya Amerîkayê û Swêdê de heye. Hin tişt hene yên Swêdiya baştir in, hin tişt jî hene yên amerîkiyan baştir in.
Mesela li Swêdê, wextê doktoran û personelên nexweşxaneyê gelek teng e, ew di nav stresê de ne, tên lez û bez raporên xwe didin, derman dikin û diçin, di nav wî wextî de kare gelek telefon ji bo wan bê û ew mecbûr bersiva van telefonan bidin. Lê li Amerîkayê ne wiha bû, wextê xwe bi bîna fireh heta lazim bû didan.
– Xwiya ye ji bo ku nexweşxane taybetî ye, ji bo her personalî, her karî cuda cuda wext hesab dike, loma jî ew karin bi rehetî wextê xwe bidin nexweş. Mesela tê, çend deqeyan bimîne ew qas wext dinivîse û pereyê wê hesab dike.
– Belê ji ber wê ye jî. Erê lê ev ji bo nexweşan û doktoran baş e. Nexweş û doktor dikarin wextê ku lazim e bikarbînin. Lê hin tişten Amerîkayê, mesela acîla wan jî wek acîla Swêdê nedibû. Meriv diçe qeyd dikin, lê kaos û tevîheviya wir bêhed e, carina meriv kare 24 saetan bê kontrol, li wan korîdoran bimîne.
Şansekî me hebû hem Dr. Nemrût hem jî Dr. Umut pirr jêhatî bûn. Ew herdu û doktorê Harvardê, hersê bi hev re dihatin kontrolên Mehemed. Heta demên dawiyê piştî ku doktorên wê derê dît Nemrûd çend jêhatî ye, pirraniya kar dewrî wî kiribûn.
– Ew hevalên ku we li wê derê dîtin, kî bûn li wê derê çi dikirin?
– Yek jê Dr. Umut Özcan bû, ji Dêrsimê bû. Bavê wî awukatekî naskirî ye. Dr. Umut Li Tirkiyeyê doktorî xelas kiriye. Tirkî xeber dida, hinekî jî zazakî zanibû. Çar sal in ku li Harvardê, li beşê diabetê lêkolînê dike. Jina wî Esra Özcan jî li Tirkiyeyê doktorî xwendiye, Tirk e. Ew jî çar sal in, hatiye wir, doktorê zarokan e li ser nexweşiyên zarokan lêkolîn dike.
Mûrad Azîzoglu fîzîker e. Li Bostonê Unîversîteya Teknîkê ku bi qasî Harvardê binavûdeng e, xwendiye û li wir dimîne, kar dike. Jina wî Jale Azîzîoglu jî mihendîz e.
Wan gelek alîkariya me kir. Herdu teref jî bi me re bûn. Umut jî Mûrad jî hema hema qet neçûn karên xwe, tim bi me ra bûn. Xanimên wan jî diçûn dihatin alîkariya me ji hundur de û ji derva de dikirin. Em gelek sipasdarê wan in. Bi rastî qenciya wan li ser me gelek e. Ew qas dilsoz û mitewazî bûn ku tevî vê alîkariyê nedihiştin ku em sipas jî bikin. Digotin “ew ji bo me wazîfe ye û ew her tiştî bi kêfxwşiyeka mezin dikin”.
– Hûn yên refakatçî li ku diman?
– Ez û Nemrûd em li otêleka nêzî nexweşxaneyê diman. Zozan li cem Mehemed dima. Serê sibê saet 7 Dr. Nemrûd diçû nexweşxaneyê, gava doktorên nexweşxaneyê li wir bûn ew jî li gel wan bû. Ez jî piştî kontrolê saet di 8ê de diçûm wir, heta derengê şevê em vedigariyan otêlê.
Li Nexweşxanê Internet hebû, ew tiştên ku di internetê de di Netkurdê de derdiket min dibir ji Mehemed re dixwend.
Li wir wext çêbû, me û Mehemed gelek sohbet jî kir. Berê me nikaribû em resmê wî bikêşin. Pir hesas bû. Roja ku Evîn Uzun, keça pismamê Mehemed, Hecî Uzun ji bo dîtina Mehemed ji Chicagoyê hat Bostonê kêfa Mehemed gellek hatibû. Evîn ji Mehemed re digot “apo” . Wê li Tirkiyeyê bi derceya yekê xelas kiriye, burs danê û ew şandine Amerîkayê. Min ji Evînê re got; ”Evîn ma te û apê xwe bi hev re resim kêşan”. Bi wî awayî rê vebû me hin resim kişand.
Wekî din bi Mehemd re me gelek sohbet kir.
Behsa nexweşiya wî, behsa karûbarên wî. Behsa hin projeyên xwe kir, Bi taybetî du projeyên wî hebûn. Li ser wan hin kar kiribûn. Lê madem ku proje ne, wî resmen eşkere nekirine, em jî li vir niha behsa wan nekin
Esas min pir dixwast ku Mehemed di dema tedawîyê de ku ew bi xwe jî heta noxteyekê nexweşiya xwe qebûl dike, were ser xwe, ji riyekê tedawî bibe, ji riyekê de jî dest bi karê xwe yê nivîsandinê bike. Di vê nexweşiyê de moral û baweriya bi pêşerojê gelek muhîm e.
Min li wir tiştekî din jî jê re got: “Ev nûçeyên ku bêserûber di înternetê de derdikevin, gelek caran şaş in, divê tu midaxele bikî, aktîf bî, tu nivîskarekî naskirî yî, te heta niha nêzî 20 kitêb nivîsîne, nas, heval û dostên te hene, xwendevanên te hene û tabî dixwazin rewşa te ya rastîn zanibin, telefon dikin, mail dişînin. Ji te re, ji Zozanê re, ji me yên din re, em pê re nagihîjin. Baştir e em bi awayekî, sîstemekê bibînin, tu bêje em çi, çiqas û çawa bikin, em ê li gor wê bikin. Em ê raporên agahdarîyê derheq nexweşîya te belavkin û dem bi dem rewşa te jî diyar bikin. Piştre meriv dikare rûpelekî di înternetê de veke, nas, dost û hezkirên te dikarin di wir re ji te re silavan bişînin, pirsa halê te bikin. Bi vî awayî pêwendîyeka xurt di navbera te û hezkirên te de peyda bibe. Em ê car bi car bînin ji te re bixwînin.”
Li ser vê, ew jî qani’ bû, got “Baş e, bi Mûrad re xeber bide, silava lê bike, ka hûn karin vê ya di Netkurdê de bikin. Bira di wir re belavî derên din bibin. Sayfe jî li wir bira vebe.”
Li ser wê, tu zanî hîn li Amerîkayê min telefonî te kir, min ji te re biryar û daxwaza wî got, min û te me li hev kir. Û tu zanî ku em hatin Swêdê me hevdu dît me ev sîstem dest pêkir.
Niha ez dibim, wan agahîyan didimê. Çend car in min jê re bahs kir. Pirr kêfa wî hat, pirr pê xweş e, pozîtîf e. Bi taybetî li ser silavan, got ”ez dixwazim tu yek bi yek wan ji min re bixwînî”. Ji bo malbatê jî baş bû, çimkî gelek caran ji ber telefonan malbata Mehemed diket tengasîyeka mezin ku bikaribin bersîva hemîyan bidin. Bi dehan , sedan telefon dihat. Normal e, nas û dost hene, aqraba hene, heval hene, xwendevan in. Ew jî yekî naskirî ye. Dixwazin hîn bibin rewş çi ye. Axir bi vî awayî niha hinekî sakîn bûye.
Tiştekî din. Doktorên Harvardê gava fahm kir ku ew nivîskar e, romannivîsê kurdan ê naskirî ye, sempatiyeka din nîşan dan. Ji odeya wî pirek xwiya dikir. Boston jî wek Stockholmê bajarekî giravan e ku li ser avê ava bûye, derûdor hemû av û girav in, pir hene, giravan bi hev girêdidin. Pirek ji pencereya odeya Mehemed xwiya dikir, hevalên me yên li Amerîka behs dikirin, amerîkiyan navê romannivîsekî amerîkî li wê pirê kiribûn. Pira Henry Wadsworth Longfellow. Yek ji wan ên destpêkê yên pêşeng e ku romana amerîkî nivîsîye.
– Îmkana we çêbû ku hûn derkevin nav bajêr bigerin?
– Ez û Nemrûd carekê em çûn navenda bajêr. Wek min got, bajar li ser avê avabûye, avûhewa jî wek ya Stockholmê ye. Çemek jî di nav bajêr re derbas dibe. Gava em li wir bûn du sê rojan baran jî hat.
– Baş e, wekî din kurd li wir tunebûn, kesî din hatina we ya wê derê nebihîst? Kesên kurd nehatin ba we?
– Umer Şêxmus li Washingtonê ye, berpirsê Radyoya Dengê Amerîkayê a beşê kurdî ye, wî çend caran telefon kir. Keçikeka Batmanî a bi navê Evîn li ba wî ye, wê telefon kir. Me telefonî nuneriya KRGê kir, wan telefon kir. Hin kurdan telefon kir, wan xwest werin ziyaretê. Lê doktorên wir jî gotin ku ziyaret gava her carê dibin, behsa nexweşiyê dibe, tê xeberdan ew diweste. Ev jî ji bo wî nebaş e. Loma jî gotin heta ji we tê serdan kêm bin baştir e.
Lê hin kurdên Bostonê bê yî ku xeberê bidin, tacegulek amade kiribûn û du kes li ser navê kurdên Bostonê ew tacegul anîn nexweşxaneyê, lê Mehemed raketibû, danîn û çûn. Tacegulek gelek xweşik bû. Çimkî bîna gulan ji bo Mehemed ne baş e wî ji Dr. Umut got bila bibin mala xwe. Gelek kesan dixwest werin, lê nedibû
-Baş e we ev dem bi fîlm û wêneyan dokumante nekir? Aniha sibê Mehemed rabe, rehet bibe, ê poşman bibe ku çima resim ji wê demê tunene. Mesela Yaşar Kemla tê serdanê. Sibê resmê serdanê ne ê li ba Mehemed ne jî li ba Yaşar Kemal hebe? Ev momentên dîrokî ne di jiyana wî de. Lê helbet divê ew bêje ”erê”, bi dilê wî be.
– Mesela resiman rast e, me dixwest resim hebin, lê Mehemed hê jî gelek hessas e, ji alî resiman de, me li wir gava wî jî hez kir hin resim kêşan, lê hindik. Çimkî ez naxwazim bêyî dilê wî bêyî îzna wî resiman bikêşim. Bawer dikim ên dora wî yên din jî were difikirin.
Min tim jê re digot, ”lazim e tu ji destê te çiqas were ewqas aktîf bî, tu bêje em çi bikin, em welê bikin”.
– Erê. Yaşar Kemal jî waye gava hatiye hediya ku anîye yek jê jî defter e, yanî rabe binivîse, aktîf be , di karê xwe de yê ku te berê dikir.
– Belê. Bi ya min ev noxteyekîagellek girîng e. Mehemed çiqas aktîf be dê ewqas morala wî baştir be û dê bikaribe li hember vê nexweşîya giran ber xwe bide. Mehemed 30 sal zêdetir in di warê edebî de xebatek gellek mezin pêk anîye. Nêzikî 20 berhemên wî yên hêja hene ku bi alaqeyeka mezin ji alîyê kîtleyek mezin ve tên xwendin û şopandin. Bi hezar û sedhezaran xwendevanên berhemên Mehemed çêbûne. Mirovekî wiha ji bo me kurdan qiymetek mezin e. Gava ew li hember nexweşîyek wiha giran têdikoşe divê em wî tenê nehêlin û li cem wî bin. Ji xwe piştgirîya hezaran ku di nav van 45 rojan de pêk hat dîyar dike ku Mehemed di nexweşîya xwe de tenê nîne.
Divê ez tiştekî din jî bêjim. Ji Tirkiyeyê gelek kurdên navûdeng û dewlemend telefon dikirin. Wan gava xemgînîya xwe dianîn ser ziman herweha digotin; “çi lazim be, maddî manewî em hazir in em alîkarî bikin.” Piştgirîyeka wiha ciyê kêfxweşiyê bû. Me her telefonên ku dihat ji bo Mehmed behs dikir.
– Belê, gava hîn hûn li Stockholmê bûn, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî silav şandibûn, heta ragihandibûn ku ew dikarin mesrefa Amerîkayê bidin.
– Mehemed berê nedixwest ku nexweşîya xwe ji kesê re bahs bike. Digot ev pirseka prîvat e. Lê piştî ku rewş diyartir bû cidiyeta wê fahm bû, Mehemed got “Keya ez dixwazim tu telefonî hin kesan bikî agahiya wan pêxî, bira rewşa min zanibin.”
Ji Swêdê yek jê sekretera Partiya Sosyaldemokratan Marita Ulvskog bû. Yê din serokê berê yê Yekîtîya nivîskarên Swêdê Peter Curman bû. Min telefonî wan kir, rewş û daxwaza Mehemed ji wan re got, wan rasterast peywendî bi Mehemed re danîn, li ber ketin û gotin ku çi lazim be ew amade ne bikin.
Ji Kurdistanê jî Mehemed xwestibû ku ez haya Serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û Serokkomarê Iraqê rêzdar Mam Celal û Serokwezîrê Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî pêxim. Min bi riya Kak Fuad Husên, agahiya Kak Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî pê xist, bi riya birêz Ahmed Bamernî sefîrê Iraqê ê li Stockholmê jî agahiya Celal Talebanî pêxist.
Dîmenek ji Bostonê
– Li ser van pêwendîyan birêz Taha Berwarî wezîrê gêncan û spore ê hukumeta Kurdistanê ku wê demê li Stockholmê bû, hat serdana Mehemed Uzun, silavên herdu serokan anîn û got ku hukumeta Kurdistanê bi nexweşîya Mehemed gellek xemgîn bûye û amade ye ku di warê maddî û manewî de alîkarîya wî bike da ew derman bibe. Ev peywendî û alaqaya germ ku ji alîyê serkirdayetîya Kurdistanê ve hat nîşandan ji bo Mehemed cihê kêfxweşîyeka mezin bû. Wî hercar behsa vê qiymetdayînê dikir û hêvîya xwe xurt dikir ku rojek zûtir xwe bigîhîne axa azad ku bikaribe spasîyên xwe pêşkeşî wan serkirdeyan bike. Di dema sefera Amerîkayê de birêz Taha Berwarî hergav di riya Dr. Umut re dihat agahdar kirin.
Dîmenek ji Bostonê
– Baş e, destê we xweş. Hêvî dikim her ku here ber bi başiyê de here. Gelo doktorên Karolînskayê bahs kirin ku encamên reaksiyonan ê kengî bigirin, ka bibînin, ber bi başiyê de diçe yan na?
– Gava em ji Amerîkayê vegeriyan, wext gelek di ser midaxeleyê re derbas bûbû. Çuna me ya Amerîkayê ji alî derengketin û ji alî westiyanê de roleka negatif lîst. Ji xwe berê jî teşxîsa kanserê dereng kirin. Loma doktorên Karolînskayê derhal midaxeleyeka acîl destpêkirin. Roja piştî hatina me dest bi kemo-terapiyeka intensîv kirin. Doktorên wî gotin ku reaksiyona laşê wî ji bo vê midexaleyê pozîtîf bûye.Niha biryar dane ku du mehên pêşîya me tedawîya kemo-terapî berdewam bike. Her ji du hefteyan carekê dê seansek nû destpêbike. Doktor hêvî dikin ku di demekê kurt de Mehemed ê bi saya vê tedawîyê careka din bikaribe rabe ser xwe.
– Em hêvîdar bin ku her tişt ber bi başiyê ve here. Sipas ji bo agahiyên te.
-Sipas ji bo te jî.
Sernivîs : hévi… Tarix : 2006-06-19
Şîrove :
beré her tışti jı bo van agahiyén berfıreh spas dıkım. nézikbuna doktor TAŞ yé lı tırkiyeyé gellek balkéş e. her wusa béşansiyén ku jı ber wi qewımi ne…. spas jı hıkumeta kurdistané re ji… héviya saxlemiya mamosteyé me dıkım. ne tené héviya saxlemiyé, héviya gellek berhemén delal ji dıkım. hévidarım rojén xweş u geş lı péş me bın…
Yê şîrove kiriye : adar can
Trackbacks/Pingbacks
[…] https://muradciwan.com/2014/01/20/hefteyeka-mehemed-uzun-li-harvarde/ […]