Hevpeyivîn bi Kejal Ahmedê re

Mûrad Ciwan
NETKURD:22:46 – 30/5/2007

Kejal Ahmedê li ser rewşa jinên xwesotî axaft

Hevpeyivîn: Mûrad Ciwan

 Kejal Ahmed kî ye?

Kejal Ahmed sala 1967-ê li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye. Qonaxên xwendina xwe li Silêmaniyê temam kirine. Ji sala 1986-ê pê ve dest bi nîvîsandina şiırê kiriye.Yekem berhevoka xwe ya şiiran ya bi navê ”NA” xwest di dema Baasê de  derbixe, lê het redkirin û nehat çapkirin. Çend şiirên wê di kovarên cuda de hatin belavkirin û çend caran bi taybetî korrên şiirxwendinê li wê demê kir. Lê ji ber sansura dema Baasê ew nehat nasîn. Nesîna Kejal Ahmedê ya di nav kurdan de piştî serîhildana 1991-ê pêk hat.

Ji bo guhdarîkirina 3 helbestên Kejal Ahmedê ji dengê wê pê li bişkoka ‘Play’ê bikin

Piştî raperînê ji şiirên wê gelek hat hezkirin. Wê li gelek deran li Kurdistanê û li derveyî welat korrên şiirxwendinê lidarxistin.

Heta nuha heft kitêbên wê yên şiêran derketine:

1- Benderî Bermûda, 1999

2- Wutekanî wûtin, dîwan 1999

3 Qaweyek le gel ew da, 2001

4- Awênem Şika, 2004

5- Çend henaseyî aşiqaneyî tir, berhevoka her çar berhemên destpêkê li gel çend şiirên nuh, 2006

6- Nasnamekujekan. Çend gotarên Emîn Maaluf, Nebîl Muhsin ji fransî kirine erebî, Kejal Ahmedê jî ji erebî kirine bi kurdî. Behsa nasnameya neteweyan dike.

7-Kitêbî Jin. Çend lêkolîn û nivîsarên Kejal Ahmedê tê de hatine civandin, sala 1999-ê derketiye.

8-Şiirên wê hatine wergerandin ser zimanê norvejî û weşanxaneya norvejî ya bi nave Cappelenê ew di 2005-ê de bi navê ”Erobringer” weşandiye. Inger Östenstad û Hawdam Salih Caf ji kurdî kirine norvejî.

Şiirên wê hatine wergerandin ser norvejî, îngilîzî, almanî, erebî, farisî û tirkî…

Kejal Ahmed ji sala 1992-yê û bi vir de li rojnameya Kurrdistanî Niwê kar dike. Ew nuha di rojnameyê de wek sekretera nivîsînê kar dike. Ew wek zanaya pisrgireka jinan li wir dinivîse û quncikên wê li ser pirsgirêka jinan di rojnameyê de hebûne. Yek ji wan quncikan, ya bi navê ‘Mawdakanî Jin’ bû ku 5 salan kêşa. ‘Piçûk belam’ jî goşeyekî wê yê din bû di rojnamê de.

Ev hevpeyivîn gulana par piştî avabûna hukumete yekbûyî ya Kurdistana Federe li Silêmaniyê bi Kejal Ahmedê re hat kirin. Gelek caran min xwest ez wê biweşînim lê hin rêgirî û astengan ew bi paşde xist heta niha. Lê nuha piştî kuştina Duayê û bilindbûna reaksiyona li hemberî wê min his kir ku hevpeyivîn ê gelek li dema îro bê da ew bê weşandin. Bi hêviya ku bi dilê we be.

Mûrad Ciwan

– Li ser avabûna hukumeta yekbûyî fikra te çi ye, wek şair, nivîser û rojnamevan ê çi tesîra wê li ser jiyana te hebe, tu çi difikirî li ser hukumeta yekbûyî ya nuhavabûyî?

– Hukumeta yekbûyî xewna her kurdekî bû. Herkesî hêvî dikir ku rojekê herdu hukmetên me bigihîjin hev, yek hukumet li Kurdistanê ava bibe. Bi rastî komek hêvî di dilê me her kurdekî/ê de li ser hukumeta nuh hene.

Lê eger ez ji alî rewşa jinan de li hukumetê temaşa bikim, ez dibînim ku xewna min xewneka temam nîne. Beşdariya jinan di postên hukumeta nuh de gelek kêm û şeklî ye. Ev ji bo min ciyê xemgîniyê ye.

Min bi xwe ji destpêka nivîskariya xwe de çi di şiirên xwe de, çi jî di nivîsên xwe de behsa rewşa jinan kiriye û hêviya min ew bûye ku jin mafên xwe bigirin di birêvebiriya welatî de, di her postê ku ew layiqî wî postî ne. Lê nuha di hukumeta niha de, ji alî beşdariya  jinan a di hukumetê û giringîdana bi wan de, ez xemsariyekê dibînim. Beşdariya wan di hukumetê de kêm e. Ez nizanim gelo ê pişt re di meseleyên jinan de û di meseleyên din de çawa karibin rolekê bilîzin.

– Sê jin di hukumetê de hene, ne?

– Belê, rêjeyeka gelek kêm e. Yek ji wan, wezareta malbatên şehîdan û enfalkiriyan e, ku her kesekî din kare birêvebibe. Yên din nizanim çi wezaret in, lê bi teekîd ku ne wezaretên giring in. Çimkî aqliyeta piyawsalarî (patriyalkalî) rê nade ku ew bawer bikin jin karin di wezaretên giring de bi ser bikevin.

– Serokwezîrî li parlamentoyê programa hukumetê xwend. Gelo ji alî rewşa jinan, maf û azadiyên wan û çareserkirina pirsgirêkên wan de xalên giring hebûn?

– Program helbet giring e, ne ji bo jinan tenê, ji bo hemû ferdên vî welatî, ji bo hemû çîn û tebeqeyan…. Çimkî ew li ser jiyana wan xwedan tesîr e. Lê gelek caran di programan de dikare gelek tiştên hêja û xweş bên gotin. Bi baweriya min ya ji wê giringtir ew e ku aya ew program çend tê cîbicîkirin. Ji bo min ya giring ew çend tê cîbicîkirin, çend qabilê cîbicîkirinê ye.

Lê hîn di destpêkê de, di cîbicîkirinê de xemsarî hatiye kirin, cihekî gelek kêm hatiye dayin bo jinan û gêncan.

– Baş e wek şair û nivîsereka jin, gava tu dinivîsî, qise dikî yan jî hevpeyivînek li gel te tê kirin, tu bi her awayî azad î, rayên xwe derbibibrî, yan wek jin tu di hin xalan de xwe radigirî, xwe otosansur dikî? Qesda min ne tenê di ware siyasî de ye, di ware komelayatî jî de. Di ware hebûna mêrbûn û jinbûnê de, gelo tu difikirî ku filan tiştî bêjî û bêvan tiştî nebêjî,  xwe ragirî?

– Eger min nekarî ez bi azadî qise bikim û binivîsim, ne qise dikim ne jî dinivîsim. Eger te nivîsandin hilbijart nexwe te gotin hilbijart. Gava tu gotinê hilbijêrî divê azadane karibî gotina xwe derbirrî. Xwe sansurkirin karê siyasîyan e, yan karên wan kesan e ku xwe zêde sipartine desthelatê.

Nivîser çavdêr e li ser komeleyê, li derveyî desthilatê bi xwe hêzeka mezin a welatperwer û însanperwer e. Lazim e gelek azadane binivîse, qiseyên xwe bike.

Di warê rojnamevaniyê de jî ev, her wiha ye. Lê ji aliyê din ez di rojnameya Kurdistanî Niwê de kar dikim. Goşê min hebuye, yan min wekî din di rojnameyê de nivîsîye. Min bawerî bi wê aniye ku ez nikaribim karê xwe bi serbestî bikim, êz ê nivîskariyê nekim.

Bes ez di rojameyekê de kar dikim ku rojnameya partiyekê ye, ya Nekîtiya Nîstîmanî ya Kurdistanê ye. Partiyê ev qada azad û serbest ji bo min amade kiriye. Eger partiyê ew serbestî nedabuya min, min nekarîbû ez di rojnameyê de kar bikim, ev Kejal Ahmed ji min derbikeve û azadane binivîsim.

Helbet min li ser nivîsên xwe li ber xwe daye, ez ji ber wan tûşî pirs û pirsgirêkan bûme. Tu nivîs nîne ku bi hêsankarî derketibe. Tu şiireka min tuneye ku min hestê azad ê jina kurd, hestê jinane tê de nehûnabe.  Helbet ev bi asanî, bê bac derbas nebûne, min qurbaniyên xwe di vê riyê de dane. Ez dibêjim qey her kesê ku rêyeka wiha azayane ji bo xwe hilbijartiye dizane ku ev dijwarî hene, ew bi gul û gulzaran nayê pêşwazîkirin. Tûşî dijwariyan dibe. Ez jî di riya afirandina berhem û xebatên xwe de tûşî rêgirî û dijwariyan bûm, lê belê min tu car nekaribuye ez bîrûbaweriya xwe ya azadane veşêrim. Gava tiştekî wiha rû da maneya wê mirina min e.

– Tu wek Kejal Ahmed, wek şaireka jin, wek nivîsereka naskirî ya hişyar ya mafparêz li ser doza jinan, te hêzek heye ku tu bîrûbaweriyên xwe azadane derbirî. Tu hêzê ji wê rewşa xwe ya naskirî werdigirî. Gelo jina kurd ya normal, ya nenaskirî ya nav komelgehê, ew jî cesaret dike, an îmkanê dibîne ku bi her awayî azayane fikrên xwe derbibire? Yan wek jin mecbûr e bifikire ku ew nikare her tiştî bibêje, eger har tiştî bêje ê komelgeh bi çavekî din temaşeyî wê bike, ê bêjin zêdegaviyan dike, zimandirêjiyan dike, loma jî ew mecbûr e ku paş de gavan bavêje. Rewş ji bo jina kurd a jirêzê di nav civakê de çawa ye?

Belkî tu wek şaireka jin a naskirî xwedan wê hêzê yî ku bi azadï hemî bîr û hestên xwe derbibirî, gelo jina kurd a jirêzê jî wê hêz û îmkanê di xwe de  dibîne?

– Min ku di serî de destpêkir, ez ne hêz bûm. Baweriya min bi azadiya raderbirînê hebû. Esas baweriya min a bi raderbirîna azadane ez kirime hêz. Min gotiye baweriya min bi vê heye, îdî piştî vê çi rû dide bila bide, çi qurbanî lazim e bila bê dan.

Lê wê pirsa ku te kir, tiştekî gelek giring a di bîra min jî de ye. Ev pirsgirêka here giring a edeba me ye. Gelo çima îmkana gotina azadane ya hesta jinê bi dema min destpêkiriye? Jinên din berîya binivîsin fikir kirine ku ew qiseyên bêjin û binivîsin aya komelge jê werdigire yan na? Aya dawiyê nihêrineka xerab li ser vê jinê di nav civakê de peyda nabe? Gelo sibê ê karibe şû bike? Gelo ew ê rûbirûyî fişaran bibe yan na? Aya ê ji mêrê xwe tehdîdan negire, rê li berê neyê girtin?

Min bi xwe gava dest bi nivîsînê kiriye min bîra van tiştan nekiriye. Min bîra erka mêjuyî ya li ser milê jinê kiriye. Min gotiye ’lazim e jin gotina xwe bêje ne ku bi a mêran yan mêrane ya mêrsalarî (patrialkal) bike.’ Belê jin tebeqeyeka bindest a binpêkirî ye, lê deng û rengekî xwe heye. Divê vî dengûrengê xwe yê jinane bigihîne komelgehê. Eger ez nikaribim axaftinên xwe yên jinane bêjim, ez neaxivim, nenivîsim baştir e.

Gelek şairên dema min û yên pêşdema min bi zimanê mêrane qiseyên xwe kirine ku bi baweriya min, wan ev qise nekirina baştir bû. Çimkî rengûdengê wan, ne yê jina kurd in.

Jina kurd hatiye derxistin dervayî dîrokê ku rol û kartêkirina jinê daye aliyekî. Nuha erkek li ser milê me ye ku em jina kurd vegerînin nav dîrokê, rola jinê lê vegerînin.

– Em gelek caran dibihîzin ku ev 14-15 salên ku li Kurdistanê derbas bûne, ji alî pêşveçûna azadî û demokrasiyê de gelek gav hatine avêtin, heta demokrasiya Kurdistanê dikare bibe nimûne ji bo hemû Iraqê û hemû Rojhilata Navîn. Ji alî rewşa hevweltiyan,  mafên takekesî û yên jinan de tu li ser vê tesbîtê çi dibêji?

– Demokrasî û azadî li Kurdistanê heye, lê ne demokrasî û azadiyeka tamam a ji hemû girift û kêmasiyan dûr e. Gelek pirsgirêk û rêgirî li ber yên wek me ku ji bo mafên jinan kar dikin hatine derxistin. Ev demokrasiya ku min ji te re bahs kir, ev demokrasiya Kurdistanê ku cara pêşîn îmkan da min Kejal Ahmedê da ez kitêba xwe ya şiiran çap bikim, -ez a ku di dema Baasê de min nikarîbû raya xwe derbibirriya- her ev demokrasî ye ku rê venekiriye da diyardeyeka pirr tîrajîk a di komelgeha me de bê binbirrkirin, ew jî meseleya kuştina jinan e.

Di komelgeha me de jin kuştin berdewam bû. Kuştina jinan bi awayekî berfireh wiha kir ku em komele û bizavên jinan û xelkên tir ên mirovparêz û mafparêz me dengê xwe blind kir da qanûna dema Sadam a ku kuştina jinan bi bahaneya parastina şerefê helal dikir bê rakirin û jinkuştin bê qedexekirin. Biryara 59-ê derket ku qanûna dewra Saddam hildiweşîne û jin kuştinê tawanekî mezin dihesibîne.

– Bibore ev biryara 59-ê çi biryar e,  hukumeta Bexdayê ew derxist yan li vê derê li Kurdistanê hat derxistin?

– Biryara 59-ê sala 2001-ê li devera hukumeta Silêmaniyê ji bal Mam Celal ve hat girtin. Bi baweriya min ew biryareka gelek azayane bû. Ew nîşan dide ku piştî rizgarbûna me, demokrasî bi carekê de nehatiye, ji bo wê gelek têkoşîn hatiye dayin. Gelek xebat buye da demokrasî cîbicî bibe.

Piştî raperînê ji alî maf û azadiyên jinan de du biryarên giring hatin derxistin. Yek jê biryara 59-ê bû a ku kuştina jinan ya bi bahaneya şeref û namûsa aîleyê qedexe dike. Ya din jî biryara 61-ê ye ya ku pirr-jiniyê qedexe dike.

Divê ez bêjim ku piştî raperîna 1991-ê diyardeya zewaca bi pirr-jinan re bi taybetî jî ji bal mesûlên me ve bû diyardeyeka berbelav.

Bi saya van herdu biryaran rêjeya herdu diyardeyan gelek kêm bûye. Lê belê wê demê ku em duparçe bûn û du hukumetên me yên cuda hebûn ev herdu biryar bi gelek awayan dihatin binpêkirin, rê li ber wan dihat girtin. Ev herdu biryar li hukumeta Hewlêrê tunebûn. Wiha dibû ku li vê deverê yekî bi bahana namûsê jin dikuşt û derdiket diçû li herêma desthilata din rûdinişt. Yan jî yekî jina duduyê,ya sisiyê bi bêyî rizamendiya jina yekê ji xwe re dixwest û diçû – mesela-  li dadgeheka Zaxoyê biryara zewaca xwe dikir resmî û dihat li vê derê rûdinişt. Ji ber biryara dadgeha wê derê kesî nedikarî tiştekî bike.

Du îdaretiyê wan destkeftiyên me hildiweşandin.

Lê îro piştî yekbûna herdu îdareyan hêviya me ew e ku ew kesên karên wiha nelirê dikin nikaribin kartêkiriyên van herdu biryarên ku deskeftîyên me ne, me ber bi azadiyê û pêşdexistinê, ber bi medeniyetê de dibin bidin aliyekî, ev herdu biryar ê karibin li seranserê Kurdistana federe bimeşin.

Ev herdu destkeftîyên me bi saya têkoşîna me ya dewra rizgarbûnê pêk hatine. Ya ciyê dilxweşiyê ye ku desthilata me ya bilind jî rê daye û piştgiriya me kiriye ku em bigihîjin van maf û azadiyan. Mesela di dema Sddam de qedexe bû ku jin bibin dadwer. Lê bi saya biryara hukumeta Silêmaniyê nuha 5 dadwerên me yên jin hene, ew di dadgehan de biryaran didin.

Lê ez nabêjim ku demokrasiya me bi her awayî pêşde çuye, hemî destkeftî hene. Hîn gelek kêmasî û gîrugiriftên demokrasiya me hene. Gelek zarokên me yên di jiyê xwendinê de hîn li ser kolana ne. Zarok karên giran dikin ji dêlva ku biçin xwendegehê. Gêncên me gelek di jiyê karkirinê de, bê kar in, hatine paşçavxistin, gelek pirsgirêkên siyasî, yên civakî, yên malbatî hene, yên zewacê hene ku ji dema rejima Sedam de derketine lê hê nehatine çareserkirin.

– Bahsa tiştekî din jî tê kirin: gellek caran tê dîtin ku tenê desthilata siyasî û partiyên siyasî yên desthilatê ne rêgir in li ber azadîya raderbirîna kesan ya ferdên milet û welatiyan. Gelek hêzên civakî, eşîr, malbatên xurt, derûdorên dînî yên hişk û no jî hene ku ew, hetta ji desthilatên siyasî bêhtir tehdîd in li hember demokrasî û azadiyê, li hember serweriya qanûnê, nivîskaran, rojnamvenan hetta dadwerên dadgehan tehdîd dikin…

– Belê rast e, hêzên wiha jî hene, lê ew cuda cuda ne û li gor demê tên guhertin. Rast e niha hin hêzên siyasî yên îslamî yên tundçûyî hene ku her demê li hember pêşveçûnan, serbestî û azadiyan rawestiyane. Mesela di salên 1994 1995-ê de ku hin şiirên min di Kurdistanî Niwê de derçûn fetwaya kuştina min hat derxistin. Hîn wê demê ew bi vî awayî tevdigeriyan. Meseleya azadî û demokrasiyê li cem me qonax bi qonax gav bi gav pêşve çuye.

– Vê dawiyê jî fetwayek ji bo kuştina nivîskarekî hat derxistin çima ku kitêbek li ser îslamê, jinan û seksê weşandibû….

– Belê Merîwan Helebçeyî bû…. Heta nuha jî ew diyardeyên ku ji bo nivîskaran tehdîd in, ji bo demokrasî û azadiya me jî dibin tehdîd. Hîn dadgehên me jî nivîskar û rojnamenivîsan berdad dikin. Herçendî dadgehkirina ji bal dadgehan ne wek derxistina fatwayan e ji mizgeftan, lê ev jî pirsgirêk û rêgir in li ber demokrasiya me.

– Baş e ez tiştekî fahm nakim. Ev der Kurdistan e, qanûn serwer e, hukumet heye, parlamento heye, dadgeh hene. Li welatekî wiha çawa dibe ku partiyeka siyasî ya îslamî, yan melayek dikare fetwaya kuştin û sezadana kesan derbixe, aya li nav sîstema dewleta Kurdistanê mekanîzmayek wiha heye ku partiyek an melayek karibe însanan seza bike, û ev şer’î be?

– Tu dizanî çawa ye?  Ev ji piştbestina bi şerîeta îslamê tê. Wiha lê dike ku şerîeta îslamê xwe di ser dewlet û qanûnan re dibîne, xwe wek giringtirîn dadgeh qebûl dike.

Lê ev tişt jî her ku diçin kêm dibin, tesîra wan li nav komelgehê zeîf dibe.

– Gelo şeri’yeta van li ba dewletê heye, yan hema ew xwe bi xwe vê selahiyetê didin xwe?

– Şeri’yeta wan li ba dadgehê tuneye. Ew vê cesareta xwe ji baweriya civakê a bi şerîetê werdigirin, Ji bo ku civak ji ber dabûmerîtên kevn guh dide wan, ew wiha dikin. Mesela eger em bala xwe bidinê gava du kes dizewicin mahra dadgehê ji ya melayan giringtir e. Di mahra mele de tu mafên esasî yên jinê ne parastî ne, lê di mahra dadgehê de mafên jin û mêran wek hev in û yên herduyan jî parastî ne. Tevî vê jî ji bo ku civak mahra mele giringtir dibîne, ew mahr pirrtir di rewacê de ye.

– Li welatên ku qanûn serwer e û azadî heye, heta em bêjin li wan welatên wek îskandînavyayê yên ku azadiyeka gelek fireh a partî û kesan heye, eger partiyek rabe fetwaya kuştina hevwelatiyekî bide, ew partî mohra terorîstiyê digire û dadgeh wê partiyê bi egera  terorîstiyê qedexe dikin. Çimkî bi fetwayê partiyê di azadiya xwe de zêdegavî kiriye, serweriya qanûnê binpêkiriye û rê li ber azadiya kesên din girtiye. Azadiya meriv û rêxistinan di demokrasiyê de heta wî hidûdî ye ku meriv nikaribe rê li ber azadiya kesekî an partiyeka din bigire,

– Belê welê ye, lê rewşa me ya heta nuha, du perçetiya me, îmkan daye ku kes û hêzên wiha  li ber azadî û demokrasiye me wekî tehdîd berdewam bin.

– Em cardin vegerin ser rewşa jinan. Ji alî mafên yeksanî, azadî û serbestiyê ve nuha rewşa jinan çawa ye?

– Bi saya têkoşîna van salan dayî, rewşa jinan gelek ber bi pêş ve çûye. Lê gava em behsa jinan û rewşa wan dikin divê em behsa rewşa jina kurd ji Xaneqînê heta Zaxoyê bikin. Gava ez behsa jina kurd dikim nabe ku ez tenê li Silêmaniyê binerim û bêjim belê rewşa jina kurd baş e. Gava ez behsa jina kurd dikim divê ez gund û nevçeyên piçûk ên Kurdistanê li ber çav bigirim, hemû deverên Kurdistanê bi Behdînan û Soran hesab bikim.

Erê ji dema destpêkê heta nuha rewşa jinan gelek ber bi başiyê ve çûye, gelek maf hatine bidestxistin…

– Gelo tiştên berbiçav hene û çi ne ji sala 1991-ê bi vir de û heta nuha ku em bêjin di dewra Sadam de tunebûn îro hatine bidestxistin?

– Belê, hene, mesela yek ji wan, pêşkeftina ragihandina jinan e. Ragihandina wan di warê raderbirîn û xweîfadekirinê de, di warê edebî de, di warê zêdebûna giraniya jinan di ragihandinê de qonaxeka berbiçav girtiye ber xwe. Berê bi navê ragihandina jinan tiştek tunebû , lê nuha tu li Silêmaniyê bigerî tu yê 5 rojnameyên jinan bibînî ku tenê ji bo behsa jinê ne, sernivîserên wan, stafên wan û karmendên wan ên din jin in.

– Ew rojnameyên taybetî ne yan ser bi rêxistinên jinan in?

– Ew organên rêxistinên jina ne. Em dizanin rêxistinên me ser bi xwe ne, lê tu li esasî binerî tu yê bibînî ku her yek ser bi hizbekê ve ne. Heta hukumet alîkariya wan dike, bi alikariya maddî a hukumetê derdikevin.

Li welatên azad ên pêşketî rojname pişta xwe bi xwendevan û reklaman dibestin, lê li vê derê em nehatine wê dereceyê. Rojnameya Pêgeh heye azad e, hin jinên azad derdixin lê cardin ji hukumetê alîkariyê werdigire. Rasan, Jiyanewe û Rêwan heye. Ev dezge ne, kitêb û weşanên din jî belav dikin. Jiyanewe organa Yekîtiya Jinan a Kurdistanê ye û xwedan radyo ye jî. Li devera Germiyan weşana radyoyê dike. Li wê derê gelek kesên nexwenda û paşvemayî yên ji ber enfalê rizgarbûyî hene. Yêkîtîya Jinan dixwaze di riya radyoyê re pêwendî li gel wan deyne, çimkî ew nikarin bixwînin, guh li radyoyê digirin. Navê radyoyê Radyoya Çeware ye.

Pişt re bernameyên jinan di televizyonân de hene.

Loma jî ji dema raperînê û bi vir de  di warê ragihandinê de îmkanên jinan gelek zêde bûne.

– Baş e di warê karkirin û meslekbidestxistinê de pêşkeftin di rewşa jinan de bûye?

– Belê ji wî aliyî de jî pêşkevtinên giring bûn. Di yekem parlamentoya Kurdistanê de jin hebûn. Di yekem hukumeta Kurdistanê de jin jî bûn wezîr. Wezîra Şarewaniyê jin bû. Di dema hukumeta Berhem Salih de, mesela, jinê posta serokwezîriyê bi wekaletî girt. Wek min got berê jinan nikaribû bibin dadwer, îro pênc dadwerên jin hene. Qaymeqamên jin hene…

– Bawer dikim ku qeymeqama Dokanê jin e, ne?

– Belê qaymeqam li Dokanê jin e û li çend bajarokên din jî qaymeqam jin in.

– Gelo meslek hene ku jinan qebûl nakin?

– Belê di hin ciyan de wekî di eskeriyê de ev astengî hebûn, berê di polîsê hatûçûyê (trafîkê) de jin nebûn lê niha li ser kolanan jinên polîsên trafîkê tên dîtin. Li eskeriyê, li nav supayê Kurdistanê fewcê jinan ê taybetî heye ku ew bi awayekî akademîk hatine perwerdekirin û wan rutbe û pile wergirtine.

Belkî ez nikaribim yek bi yek meslek û karan bijmêrim yên ku destpê bûne jin jî tê de kar dikin, lê ez dikarim bêjim ku rola jinan di nav civakê de, di meslekan de bi awayekî berbiçav pêş de hatiye.

– Min berî demekê xwend ku digot di nav 14 mehên dawiyê de 832 jinan xwe şewitandiye. Her wiha dihat ragihandin ku ji dema raperînê (1991) û heta nuha nêzî 3 000 jin hatine kuştin. Û ev reqem tenê li ser herêma Silêmaniyê hatine dayin. Herêmên Hewlêr û Duhokê ne di nav van reqeman de ne. Gelo rast e ku ew qas jin hatine kuştin û wan xwe şewitandine? Eger rast be katastrof e. Nikare bê qebûlkirin û tehemulkirin. Ev çi ye, çima wiha dibe?

– Belê. Wek min got piştî derxistina biryara 59-ê mesela kuştina jinan kêm buye. Gava em bên ser mesela xweşewitandina jinan, ev pirsgirêkaka gelek giring e di komelgeha me de ku dide nîşandan ka gelo demokrasiya me hata ku hatiye. Min bi xwe gelek caran li ser vê diyardeyê gotiye û nivîsîye….

Hin lêkoler hene dibêjin meselaya xwekuştinê li her civakê heye û di ya me de jî heye, ev curek ji curên xwekuştinê ye, tebîî ye. Bi baweriya min pirs ne ew qas basît e ku meriv bêje di her civakê de xwekuştin heye û di civaka me de jî heye…..

– Çawa dibe, di kîjan civakê de heye ku di 14 mehan de 832 jin agir berra bedena xwe bidin, xwe bişewitînin?

– Ev narizayî derbirîn e li hember awayekî jiyanê. Barê jiyana aborî pişt re wê hemî fişara komelayetî, ya malbatî, dînî û qanûnî ya li ser jina kurd rê xweş kiriye ku jinan ber bi wir de dibe. Ew ji xwesotinê pêştir tu riyeka din nabînin.

– Ji bêçaretîyê ye?…..

Belê ji bêçaretîyê ye. Xweşewitandin yek ji giringtirîn kêşeyên Kurdistanê ye ku komeleyên jinan gelek kar li serê kirine da rê li ber bigirin, lê mixabin nuha jî her berbelav û berdewam dike.

– Ev meseleyên wiha helbet tenê ne li nav herêma îdareya Silêmaniyê lê li devera bin îdareya berê ya Hewlêrê jî hene. Heta tê gotin ku li wê derê jî û li vê derê jî gelek caran gava pirsgirêkên malbatî derdikevin, gava meseleya jinan tê hole damûdezge çav û guhên xwe digirin û riya çareserkirinê li eşîran, li malbatan vedikin. Dabûnerîtên eşaîrî û malbatî xwe dixin pêşiya qanûnan. Ev çawa dibe, çawa qanûn, dadgeh, damûdezgeyên hukumî dikarin dev ji serweriya qanûnê berdin û çav û guhên xwe li eşîr û malbatan bigirin?

– Belê ev diyarde li herdu herêman jî heye. Mixabin heta komeleyên mafên jinan jî, yan wan cihên ku jinên ji ber tehdîdan bazdayî diparêzin jî xwestine biçin nav eşîran, wan aş bikin da jina bazdayî nekujin, wê qebûl bikin, heta gelek caran îmza ji mezinên eşîran wergirtine ku jîn di vegerê de ê jiyana wê parastî be, piştî jin vegeriyaye, tevî îmza û peymana xwe, girtine ew jin kuştine.

– Baş e ev meseleyên han, xweşewitandina 832 jinan di 14 mehan de, kuştinên eşîrtî, ev hemû ne diyardeyên wiha basît û piçûk in, kadastrofeka mezin e. Gelo hukumet, dezgeyên fermî yên bi jinan ve bestî, rêxistin û mafparêzên jinan çi pêşniyar dikin ji bo rawestandina vê wahşetê. Programên wan çi ne, proje çine?

– Belê karesateka mezin e. Her yek ji alî xwe de hin pêşniyar û projeyan dihêne. Min bi xwe jî gelek caran pêşniyar anîne. Bi ya min divê berî her tiştî rewşa jiyana jinên belengaz û bêîmkan bê çareserkirin. Çimkî ew di nav komeleyê de bêçare û bêîmkan in, destbestî ne. Divê rewşa jiyana bêîmkaniyetiya malê bê xweşkirin. Eger na, barê giran di nav malbatê de dikeve ser milê jinê. Pendeka gelek xweş a kurdan heye, dibêje ’kaseya tije aştiya malê ye’. Gava rewşa maddî ya malê xweş be eştî û asûdeyî di malê de heye, lê kase vala be, hizûr di malê de tuneye û mêr fişareka dijwar dixe ser jinê, tahdeyî lê dike. Heta kare ev azardayin bigihîje wê dereceyê ku jin bi xwesûtandinê dawî li jiyana xwe bîne.

Ya din, divê kar ji jinan re bê dîtin, astê xwendewarî û zanyariya wan bê bilindkirin. Çimkî di encama lêkolînan de derketiye ku ew jinên ku xwe dişewitînin astê hişyarî û zanebûna wan gelek daketî ye.

Wekî din divê bi kampanyayên fireh jî bên gihandin wê zanebûnê ku ew fahm bikin çareseriya hemû wan azar û bargiraniyan ne xwekuştin û sohtin e.

Divê di vî warî de hukumet gelek alîkar be. Ne bes e ku rêxistineka jinan li bajarekî bi karên wiha rabe. Hem mesela xwesotinê, hem jî ya kuştina jinan li gundan û bajarokên piçûk rû didin. Divê desthelat xwe bigihîne wan deran.

– Ev tiştên ku tu bahs dikî, tedbîrên dûrûdirêj in. Lê meseleya kuştin û xwesohtina jinan hatiye dereceyeka gelek bixeter. Divê nuha, li vê dere çare jê re bê dîtin. Rê li ber kuştin û xwekuştinê bê girtin, alternatîf û îmkanên din ji bo jinên bin tehdîdê bên dîtin.

Mesela li Swêdê lêdan û tehdîdkirina jinan û zarokan qedexe ye. Dezgeyên wiha hene ku gava ev tehdîd bi ser zarok û jinan de tên dewlet derhal dikare destê xwe dirêj bike wan zarok an jinan ji wê tehdîdê bidûr bixe û li cihekî biparêze. Wekî din mekanîzma hatine avakirin, reqemên telefonan, mail û adresên polîsan, karmendên alîkariya civakî û ya malbatan, ya dezgeyên jinan pir berbelav ji bo jin û zarokan diyar in. Ew dikarin zûbizû wekû mesela ambulansê xwe bigihînin zarok û jinên bin tehdîdê. Yên tehdîdkirî yan jî hisa tehdîdbûyênê pê re peydabûyî dikarin derhal agahî bidin van cihan û diyar bikin ku ew tên tehdîdkirin, xetera lêdanê û kuştinê li ser wan heye. Karin telefon bikin, mail bidin, xwe bigihînin polîs û karmendan. Û daxwiyaniya zarok û jinê bes e ku ew xwedî lê derkevin….

– Li vê derê îmkanên bi wî awayî hebin jî asta jinan, hişyarî û zanebûna wan rê nade ku ew karibin bav, bira û mêrên xwe şikayet bikin, wan wek tehdîda li ser xwe nîşan bidin. Jinên me, hata nikarin û naxwazin rewşa xwe ya dijwar a tehdîdkirî ji bo hevalên xwe, jinên cîranên xwe jî bêjin. Gelek caran jinek xwe dikuje, dişewitîne, jinên cîran û hevalên here nêzîk jî nizanin çima wê xwe kuştiye.

– Îhtîmal e gelek caran jin li hember vê tehdîdê xwe tawanbar bikin, bêjin ’xetaya min e ku ev erîş tên ser min’……

 – Belê. Yanî asta jinên me nehatiye wê dereceyê ku hukumet, dewlet jê re bêje ku tehdîd hat ser te, telefona polis an dezgeha parastina jinan bike, û jin jî qebûl bike bêje ‘baş e’.

Di civaka rewşenbîrtiyê de rewşa jinan

 – Em bên ser pirseka din. Ew jî bi meseleya jinan ve girêdayî ye. Gelo rewşa jin û mêran di nav rewşanbîran de, di derûdorên rewşanbîrî de, nivîskar, hunermend, rojnamevan û kesên din ên ku bi rewşenbîriyê dibilin çi ye? Ew bi çi çavî li hev temaşa dikin, peywendî li gel hev datînin û pêşwaziya hev dikin?

– Dinyaya edebî û rewşenbîriya me dinyayeka mêrane ye. Di civaka me de kar hatine cuda kirin, tê gotin ‘ev karê jinan e, ev jî karê mêran e’. Mesela, ‘siyaset’ wiha hatiye qebûlkirin ku ew karê mêran e. Em gelek mihawele dikin da bidin qebûlkirin ku tu kar tune ye ku meriv bêje ev karê jinan e ev jî yê mêran e. Çimkî jin dikare di her warî de ku mêr lê kar dikin bikêrhatina û şiyana xwe nîşan bide.

Warê edeb û hunerê jî yek ji wan waran e ku wek karê mêran hatiye nasandin. Gelek caran ji bo jinê rê nebuye ku ew were nev cîhana edeb, huner û rewşanbîrîyê. Gava hatiye jî bi aqilê mêrane tev geriyaye da di vê cîhanê de bê qebûlkirin, ne ku bi hestê jinane xwe îfade kiriye.

Jê re wiha hatiye gotin ku ji bo wê baştir e ew di çarçoveya mala xwe de bimîne, dapûşkirî be. Lê em zanin ku nivîsîn bi xwe karekî xwe rûtkirinê ye, xwerûtkirin an maliştina ji civakeka bi wî awayî ye çavkaniya nirxên wê, şirovekirina jiyanê dîn e. Ev rewşeka wiha giran e ku her jin nikare li hemberî wê raweste. Di warê edeb de tişten ji bo mêran tên gotin û nivîsîn normal in, lê gava ew tişt li ser jinan bên gotin dibe bi karesat. Loma jî rê tu carî ne xweşkir bûye ji bo jina kurd  ku di warê edeb û hunerê de kar bike. Tevî vê jî jina kurd heta dereceyekê di edeba kurdî de ciye xwe girtiye. Lê ciyê wê di nav civaka rewşanbîrî de hê ne zelal e. Goya ew beşdarî vê civakê buye da tam û rengeka jinane têxe nav civaka edeba kurdî, lê ev ne zelal e.

– Beşdarbûna jinan di civaka rewşanbîrî de ji alî rêje û nirxên berhemhênan çawa ye? Rêjeya jinan çi ye, asta çîrok, roman û şiira berhemhênerên jin li gor a mêran çawa ye?

– Hîn  gelek kêm e, hê jinan ruşda xwe têra xwe îsbat nekiriye, li ser rol û berhemên wan hê qise heye. Mesela di warê nivîsandina romanê de hê nivîserên me yên jin gelek kêm in û berhemên wan qels in. Gerçî di warê romannivîsînê de ji alî mêran de jî em gelek qels in. Eger em behsa romannivîsiya piştî raperînê bikin, Berxtiyar Elî dertê pêşiya me ku mêr e.

Di warê kurte çîrokê de, şiirê de hin gav hatibin avêtin jî di warê nivîsandina romanê de ku pileya bilind a edebê ye berhemê şarevaniyê ye, meriv kasî nabîne. Ez bi xwe di warê romanê de ji bilî hin mihaweleyên Gelawêj Xan (Xanima Îbrahîm Ahmed, diya Hêro Xan) pêştir tu gavan nabînim.

Ev tenê bi serê xwe ciyê pirsê ye. Gelo çima romannivîsên me yên jin tunene?

Wek min got, esas ji alî mêran de jî ji du sê kesan bêtir romannivîsên me nînin.

Di warê beşdarîkarina jinan de em gelek qels in. Mesela ê me Îsabell Allendeyeka me nîne ku romannivîseka mezin e. Li nav ereban jî heye, wek, Mexader Samaneka me nîne, Ahlam Mistefayeka me nîne ku romana wê wek mêjûya Cezayîrê tê qebûlkirin, di riya berhemên wê re meriv hestên jinên ereb û hestên neteweyiya ereb jî fahm dike.

Mesela şiira me xwedan asteka baş e. Esas edeba kurdî di riya şiirê re ketiye nav edeba cîhanî. Mamoste Şêrko Bêkes di vî warî de naskirî ye. Şairekî kurd e, bi riya şiirên xwe edebiyata me daye nasîn.

Mesela dezgeyeka swêdî di riya platformeka şairên jin ên welatên Asyayê re berhemên min, şiirên min girtine xistine nav edebiyata cîhanî. Ev riyeka nasandina edeba kurdî ye bi edeba cîhanî ye.

Di warê muzîkê de, şanoyê de şêwekarîyê û yên din de jî berhemhênerên me yên zêde û xwedan berhemên astbilind nînin.

Ereb xwedanê çendan şairên mezin e; Adonîs e, Mahmûd Derwîş e, Qebanî ye, Maût e niza kî ye kî ye. Di farisan de Nima, Suhrab, Şmalu Furuxzad, gelek şairên mezin ên din hene. Lê di merheleya me de tu nikarî navên bi vî awayî bijmêrî.

Di warê şiirê de Mestûre Xanima Erdelanî şaira me ya sedsala 19-ê destpêka şairên me yên jin e. Me destpêkeka dûrûdirêj heye.  Lê me tiştek li ser vê zêde nekiriye ku em baştir para jinan di nav edeba xwe de derxin ber çavan.

– Baş e, gelo tu îmtîyazatên jinbûnê li komelgeha kurdewarî nîne, feydeya ku meriv jin be di civatê de çi ye?

– Bi baweriya min tu rêxweşkiriyek li ber jinbûna meriv nîne û tu îmtîyazên jinan jî tunene. Eger ne wiha bûya jin di malên xwe de hefs nedibûn û wan take çareserîya rizgarbûnê sûtandina xwe nedidît.

– Em bên ser jiyana rewşanbîriya giştî. Gelo li Silêmaniyê sînema (biograf) hene, salonên tîyatroyan hene?

– Na xêr. Tê gotin ku li salên 60-î û 70-yî li Silêmaniyê salon hebûne. Ê min bi xwe nayê bîra min ku ez çûbim sînemayekê û min bi kêfxweşî temaşeyî fîlmekî kiribe. Ku ev delaleta berbipaşdeçûnê ye, ne ku berbipêşdeçûnê.

– Ev 14-15 Sal in raperîn bûye, desthilat û civakeka kurdewarî heye. Di dinyayê de gelek fîlmên hêja di vê navberê de hatin kêşan, xelk temaşe dikin. Ji bo çi hata nuha saloneka sînemayê jî nehat avakirin da kurd jî karibin fîlm seyr bikin. Gelo kesî bîr li wê nekir?

– Belê kurd jî di warê hunerê sînemayê de pêşketî ye. Ji Yilmaz Güney bigire heta Behmenê Qubadî gelek fîlmên baş ên kurdî derçûne….

– Ez behsa hunerê kurdî yê sînemayê nakim. Ez behsa berhemên sînemayî yê cîhanê dikim ku kurd lê temaşe bikin, bibînin. Biyograf û salonek jî tune ku kurdek lê rûnê temaşeyî fîlm bike. Li Silêmaniyê nîne, li Hewlêrê jî nebû, li Duhokê jî tuneye. Ev çawa dibe?

– Belê welê ye.

– Baş e em çawa dikarin bêjin em civakeka medenî ne, hîn me sînema nîne, me tîyatro nîne, civakeka wiha çawa dikare medenî be?…

– Belê. Dixwazim tiştekî ji bo te biguhêrim. Ez carekê li Sûriyeyê li festîvala Meda amade bûm. Hunermenda jin a misirî ya naskirî Leyla Elwî ku di nav kurdan de jî jê tê hezkirin. Di nav kurdan de ji seyareyekê re tê gotin Leyla Elwî… Li wê derê li ser navê Kurdistanî Niwê ez li gel wê rûniştim, min xwest ez hevpeyivînwekê pê re bikim. Wê jî kurd dinasîn ji wan hez dikir. Ji min pirsî got ’aya sînema li Kurdistanê heye’.

Bawer bike ez ew qas şermezar bûm, sor bûm, min nizanîbû ku ez çi bikim. Ez fikirîm ku ez şairek im, ronakbîr im, min bi xwe jî heta nuha hest bi wê nekiriye ku gelo sînema li Kurdistahnê heye yan na. Min li ser vê tu tişt nenivîsiye, negotiye ku çima sînema li Kurdistanê tuneye.

Niha li ser vê pirsa te ez tûşî her eynî şermê dibim. Çawa komelgehek ku hê sînemaya wê tuneye dikare wek civakeka demomrat bê pêşkêşkirin. Bê guman di nav me de gelek kêmasî hene ku ev yek ji wan e. Îro roj hatiye ku divê em fikra van hemî tiştan bikin.

– Kurd heye berhemê sînemayî derdixe, bes biyografa kurdan nîne ku wî fîlmî nîşanî kurdan bike…

– Heta kesên di vî warî de kar dikin bi xwe jî fikra wê yekê nekirine ku li Kurdistanê sînema ava bikin.

– Ev tesbîteke gelek cidî ye, tiştekî wiha ye ku desthilat bi tenê jî nikare serî tê re derxe. Divê komelgeh û desthilat pêkve vê pirsê çareser bikin….

– Divê projeyek hebe ji bal civakê bê berzkirin ba desthilatê da desthilat jî xwedî lê derkeve.

– Li ser jinan pirseka din… Gelo ji bo te avakirina partiyeka jinan li Kurdistanê ku çep û rast û îslamî û neîslamî, Yekîtî û Partî hemuyan bigire nav xwe, mimkin e, yan tiştekî gelek xeyalî ye?

– Min di vê hevpeyivînê de bahs kir ku li cem me wiha tê qebûlkirin ku siyaset karê mêran e, ne karê jinan. Komelgeya me teslîmî vê baweriyê bûye. Mêrên me jî jînên me jî di wê baweriyê de ne ku siyaset ne karê jinan, yê mêran e. Loma jî jin gelek kêm di vî warî de tên xwiyakirin.

Ya ku tu dibêjî jî projeyeka siyasî ye. Divê jin bi vî karî rabin, lê bawer bike di civaka me de jin gelek dûrî vî aqilî ne. Jinên me yên siyasî jî ji bo tiştekî wiha ne amade ne, ji rewşa xwe ya jinane betir fikra partiyên xwe dikin.

Mesela di civaka me de, jinên Yekgirtûyî Îslamî hene, rûdinên dibêjin, ’çi dibe bila mêr çar jinan ji xwe re bînin, dînê me wiha emir dike’. Baş e jineka wiha çawa dikare li gel jineka ku li hemberî pirr-jiniyê ye û baweriya wê ew e ku dîn negotiye ku mêr divê çar jnan bînin, bi hev re kar û siyasetê bike? Dîn gotiye eger tu bikaeribî edaletê di nav wan de durust bikî çar jinan bîne, û em zanin ku mêr nikare êdaletê di nav wan de durust bike. Baş e yeka wiha ku partiya xwe û fetwayên dînî di ser berjewendiyên cinsê xwe re, di ser hêvî û daxwazên însaniyetê re digire çawa dikare li gel jineka ku baweriya wê bi van tuneye kar bike.

– Em nuha dev ji van meseleyan berdin, em bên ser xebata te ya şexsî bi xwe. Tu li vê derê, li Kurdistanî Niwê kar dikî. Ji bilî wê di warê edeb û şiirê de çi proje li ber destên te hene? Ji bo rojên bê amadeyiyên te çi ne?

– Belê hene. Yek ji wan projeyan ew e ku heta nuha stiranbêjên me yên jin tenê şiirên mêran hûnane û stirane. Di wexta ku ew bi xwe jin in hestên mêran dixwînin û distirtên. Ew bi xwe porrdirêj û  çav reş in, behsa biskên reş û çavên belek dikin. Şairekî mêr hestên xwe ji bo jinekê gotiye ew jî ji dêlva ku hestên xwe ji bo mêrekî bêjin, li gor pîvanên civakê tevdigerin û hestên ji bo jinekê distirên.

Lê ez dibînim hin jin hene ku dikarin hestên xwe yên jinane derbibirin û bikin stiran, ez xebat dikim ku hin şiirên stiranan amade bikim da bibin stiranên hestên jinan û yên ku bistirên jî ew jinên stiranbêj ên naskirî ne. Hinek ji wan ê di demeka nêzîk de di televizyonên asmanî û lokal de jî bên gotin.

Ez amade dikim ku şiirên min ên wiha wek kitêb jî bên çapkirin.

Projeyeka min a din jî heye ku ez dixwazim rola jinan di rojnamegeriya kurdî de ji derketina rojnameya Kurdistan li Qahîrê heta îro derxim, wek berhemekê pêşkêş bikim. Ev xebateka dûrûdirêj a çend salan e. Ez xebat dikim ku cildê yekê çap bikim. Cildên din jî ê di rojên pêş de bên çapkirin.

– Baş e berî ku ez pirsa xwe ya dawiyê bikim, gelo tiştekî ku min nepirsîbe û tu bixwazî bêjî heye?

– Belê. Me berhemên edebî yên derûdorên xwe xwendine, em wan nas dikin. Gelo me wek kurd heta nuha mihawele kiriye ku em edebiyata xwe, berhemên xwe yên edebî û hunerî bi cîhanê bidin naskirin? Dewr dewra ragihandinê ye, dewreka global e. Dinya ji alî ragihandinê de qasî gundekî piçûk bûye. Tu ku diçî ber komputera xwe, klîk dikî, dikarî peywendî bi kesekî li wî aliyê dinyayê re deynî.  Di dewreka wiha de gelo em çi qas berhemên xwe yên edebî û hunerî bi cîhanê didin nasîn. Ev erkekî li ser mile me ye.

Pirsa jinan jî her bi vî awayî ye. Divê em rewşa xwe, doza xwe bi wî aliyê dinyayê bidin nasîn. Jin tebeqeyek bindest a mafxwarî ye lê li her welatî bi awayekî cuda yê komelgeha xwe tê bindest hiştin.

Me belkî pirsên xwe yên komelî û yên jinan heta dereceyekê gihandine cihana derva, lê di warê edeb û hunera kurdî de ez bawer nakim ku me têra xwe xwe bi dinyayê dabe naskirin.

Heta nuha dinya tenê bi trajediyên ku tên serên me me dinase. Lê nabe ku dinya hew di riya qurbaniyan re me binese, divê di riya şiir û hunerê re jî me binase.

– Baş e, Kejal Ahmed tu şaireka navdar î. Min bihîstiye ku tu şiiran, bi taybetî jî şiirên xwe xweş dixwînî. Gelo tu dikarî çend şiirên xwe bi dengê xwe bixwînî da di dema belavbûna vê hevpeyivînê de em bi dengê te şiirên te têxin Netkurdê, gava hatin tikandin ew karibin bên guhdarîkirin?

– Baş e, ser çavan…

– Sipas ji bo vê hevpeyivînê ji bo xwendina şiiran bi wî dengê xweş….

 

Sernivîs : qur’an û jin   Tarix : 2007-06-30

Şîrove :

misilmantî ne ola zilmê û çewsandinê ye. Weke her tiştê din de jî divêt misilman li hemberê jina xwe an jî xwişk û keçên xwe divê zorê bi kar neyîne. Ev ne rast e û ne bisilmantî ye jî. Ma tu çawa zor didî keça xu ge ew xwe dikujê? Ma ev bisilmantî da heye gelo. Herwisa berpirsîyarîya mêre ku jina xwe cahil û nezan nehile. Li hember wê bi îkna bipeyve. Ne ku wê cahil bihêle û li wê de. Ev ne rast e. Eger pir jin bîne jî divê li hember wan edaletê li cî bîne. Yanê li hember hemûyan berpirsîyarîyê xwe li cî bîne. Bi hemû wan re mijul bibe. Pêyamber(a.s) qet li jinên xwe nedaye û ji bo ku di nava wan de edaletê bi cî bîne pir hewl daye. Yan na zilm kirin gunehekî mezin e û heqê her evdê Xwedê li ser ê din heye.
Yê şîrove kiriye : misilman

Sernivîs : Qoran bo kurdan pevîst nine   Tarix : 2007-05-31

Şîrove :

“Dîn gotiye eger tu bikaeribî edaletê di nav wan de durust bikî çar jinan bîne,” li mijo yê Kejal Amedê da misilmantî gelkî cî girtîye. Gelo misilmantî bo bazirganê ereban e. Bi kurtÎ; berjevandîya bazirganê ereban diparêzî. Ev tistin ku, bo jinan hatîye nivîsandin, çima bo mêran jî ne hatîye nivîsandin.? pîrtuka Qoran bo mirovatîyê nine. Minakek balkêş; Eger jin adeletê nav wan da durust bike, kanî çar miran bîne..Hwd. Min ayetek bi wî şeklî, yan jî bi ramanî neditî ye. Bi mexseda min ev e ku; qoran neyê parastin.. Qoran jî wek ê yasayê devletê dagirker, berjevendîya “mêr”an diparêz e. Bimînen şad
Yê şîrove kiriye : mirov

Sernivîs : ji mirov re   Tarix : 2007-05-31

Şîrove :

kaka tu here islamé hınki fér bıbe paşé were. bı zanina nivco tu mırovi lé dıbi dıjmıné mırovan…
Yê şîrove kiriye : evdo dino

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: