Alayên Hemîdî pêşverûbûn

NETKURD: 2009-05-18 02:39:36

Entelektuelên kurd berdewam dikin, tarîxa xwe ya ku ji devê xêrnexwazên kurdan ezber kirine ”dicûn”. Ew gelek buyerên dîroka xwe, xêrnexwazan çawa bi wan dane nasandin hê bi wî awayî tekrar dikin û tên. Mexsedeka dijminane ya berovacakir a xêrnexwazan li pey nasandinê hebûye û gelek caran entelektuelên kurd ketine dafika wê. Ew heta îro jî bêyî ku hay ji xwe hebin di wê ”dafikê” de diperpitin. Tezên li ser ”kevneperestî û hovîtiya Alayên Hemîdî” yên ku ji bal entelektuelên kurd bêyî minaqeşe û nihêrtineka nuh tên tekrarkirin nimûneyeka ji van perpitiyanan e.

Alayên Hemîdî cara pêşîn ji bal teorisyenên Îttîhat û Terakîyê ve wek ” rêxistinên eşîrên hov û kevneperest” hatin nasandin. Kemalîstan ev tez berdewam kirin, ew kirin ”hêzên murtecî yên îslamîst” ên piştgirên Sultan Abdulhemîd. Pişt re komunîstên tirk, lêkolêr û entelektuelên kampa sosyalîst ew wek hêzên kevneperest ên li hember bizava modernkirin û reformasyonên osmanî, îslamîst, li dijî Rûsyayê û li dijî ermeniyan nîşan dan.

Mixabin ev tez bi wî awayî derbasî kurdan jî bûn. Îro jî bi her minasebeta ku behsa ”Cerdevanên Gundan” (Köy Koruculari) tê kirin, Alayên Hemîdî wek wan tên dîtin, wek wan tên pîvan. Bi minasebeta qetlîama Zanqirtê li vir û li wir careka din behsa wekheviya cerdevanan û Alayên Hemîdî tê kirin.

Ez bi xwe di encama lêkolîn û lêgerînên xwe de ne ji nuha ve gîhaştime wê qenaetê ku nasandina ”Alayên Hemîdî” bi kevneperestî û hovîtiyê û wekhevnîşandana wan li gel ”cerdevanên” îro kare neheqiyeka mezin û berovacîkirina rastiyan be. Alayên Hemîdî, heta bi eksê îdîayên îro, dikare di dîroka Kurdistanê de roleka pêşverû lîstibe.

Esas ji bo ku meriv bigihîje qenaeteka wiha, pir lêkolînên kûr û dûr jî ne lazim in. Meriv wan sifetên ku terakîîst, kemalîst û komunîstan li wan kirine bide aliyekî, agahî û belgeyên li ber dest bi çavekî rexnegir û zanistî temaşe bike, merivê rastiya ”Alayên Hemîdî” çêtir bibîne. Heta meriv bifikire ku ”gelo çima îtîhad û terakîîst û kemalîst ew qas ji Alayên Hemîdî aciz bûn”, bala meriv belkî hêsatir têkeve ser meyla hînbûna rastiya wan.

Di çarçeweya vê nivîsê de ez dixwazim çend ”nîşanên biservebûnê” pêşkêş bikim bi umîda ku ew bibe wesîleya careka din vegeriyana ser mihaweleyên naskirina Alayên Hemîdî û rola wan di tarîxa gelê kurd de:

– Şaşîtiyeka mezin e ku Alayên Hemîdî bi cerdevanên îro re wekhev bên destnîşankirin. Cerdevaniya îro, di demeka wiha de hat avakirin ku bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê dest bi geşbûnê kiribû. Cerdevanî bi mebesta rawestandina vê geşbûnê, heta pûçkirina tevgera rizgarîxwaz hat avakirin.

Ji bo Alayên Hemîdî roleka wiha tuneye. Gava ew hatin avakirin tevgereka rizgarîxwaz a kurd serîhilnedabû û ew li hemberî serîhildanekê nehatin avakirin. Gava Alayên Hemîdî hatin avakirin, deh sal berî wê serîhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî têkçûbû, tu serîhildan li Kurdistanê nema bû.

Bi eks, ji ber hilweşandina mîrayetiyên Kurdistanê û şikandina serîhildana Şêx Ubeydullah rewşeka parçe parçe ya eşîrtî li Kurdistanê rû dabû, pevçûn û nelihevî di navbera eşîran de hebû, otorîteya eşîrên perçeperçe û nelihev têr nedikir ku di civaka kurd de ewleyî û aramî peyda bibe, neheqî, talankerî, pevçûn û gelek diyardeyên din ên xerab ”anarşî” û bêîstîqrariyek anîbûn Kurdistanê. Hemîdiye di rewşeka wiha de hatin organîzekirin. Ji bo ku ew bûn avayiyeka ji gelek eşîran pêkhatî û xwedan hêz û berpirsiyarî, wan di aramkirn û îstîqrara Kurdistanê de roleka pozîtîf leyist.

– Alayên Hemîdi gava hatin avakirin ew ne bi walî û miteserifên deverê ve, lê rasterast bi hukumeta merkezî ya Îstanbûlê ve hatin girêdan. Ev girdana bi merkezê ve ku wan tenê emir ji Îstanbulê digirt, welê kir ku ew xwe di ser muesese û meqamên osmanî re yên li deverê bibînin. Vê li Kurdistanê otorîteyên sivîl û eskerî ên di ser desthilatên osmanî ên deverê re peyda kir. Walî, miteserif an berpirsên din ên osmanî yên li Kurdistanê nikarîbûn civakên bi Hemîdiyeyê ve girêdyî îdare bikin û birêbibin. Mesela walî, fermandeyê eskerî û îdarî yê Diyarbekirê, dikir nedikir, nikarîbû Îbrahîm Paşayê Millî zeft bikira, ew bi serê xwe tevdigeriya, tenê Sultan dikaribû emir bidaya wî. Bi vî awayî asta desthilata civaka Kurdistanê bilindtir û xurttir bû. Loma jî walî û rêvebirên îdarî û siyasî yên wê demê ên osmanî ên ku li bajarên Kurdistanê bûn ku gelekên wan îtîhad û terakîîst bûn dijminatiya Alayên Hemîdî dikir.

– Eşîrên ku di Alayên Hemîdî de cih girtibûn ji hin bac û xeracên wê demê hatibûn muafkirin (rizgarkirin). Nedana bac û xeracê jî li ser aboriya Kurdistanê roleka pozîtîf dileyist.

– Endamên Alayên Hemîdî ji eskeriya mecbûrî ya osmanî hatibûn rizgarkirin ku bi salan li xerîbîyê, dûr ji welat dajot. Ew salê carekê mudetekê li devera xwe diçûn perwerde û telîma eskerî, jê pêştir li gund, zozan û germiyanên xwe bi karên xwe yên rojane, yên çandiniyê, yan heywan xwedîkirinê mijûl dibûn. Vê jî rê vedikir ku hêza kar a Kurdistanê (ku wê demê ji mêran pêk dihat) ne li eskeriya dûr ji welat be, erd beyar nemînin, kerî û dewar telef nebin, gund û war wêran nebin, aboriya Kurdistanê geş bibe.

Alayên Hemîdî ji alî hukumeta Îstanbulê ve li hember destdirêjiya welatên biyanî ên wek Rûsyayê, Brîtanyayê û hin dewletên din hatibû avakirin. Van dewletan wê demê bi aktîfî berê xwe dabû rojhilatê Împaratoriya Osmanî, yanî Kurdistan, Ermenîstan û Erebistanê, li van deveran bi welatiyên xeyrê-mislim, bi giranî jî bi ermeniyan re hevkarî dikir, piştgiriya wan dikir, ew li hemberî welatiyên deverê ên misilman û otorîteya osmanî teşwîq dikir. Vê rewşê hem Îstanbûl, hem kurd nerihet kiribûn. Loma jî avakirina Alayên Hemîdî wek tedbîrekê hem li berjewendiyên osmaniyan hem jî li yên kurdan bûn. Û bi maneya zeîfkirina destdirêjî, têkdan û pevçûnan jî van alayan cardin roleka pozîtîf leyist.

– Ji bo Alayên Hemîdî tê îdîakirin ku ew tenê ji eşîrên kurd ên sunnî hatine avakirin û ew li hemberî kurdên elewî hatine bikaranîn. Di vî warî de jî bi qenaeta min divê ji nuh ve lêkolîn bên kirin. Çimkî Mark Sykesê îngilîz di raporên xwe de yên li ser gera xwe ya Kurdistanê gava behsa Îbrahîm Paşayê Millî dike, behsa wê yekê dike ku elewiyên Mereş û Elbistanê jî di bin fermandeyiya wî de, di nav yekîtiya Hemîdiyên wê deverê de bûn. Di wê demê de eger hin pevçûn di navbera eşîrên kurdên sunnî û yên elewî de rû dabin jî îhtîmala mezin sedemên wan na avabûna Alayên Hemîdî bûn, ew berdewamiya nakokiyên berî vê diyardeyê bûn û wê demê jî dewam kirin.

– Alayên Hemîdî ne fenomeneka statîk a ku ji dema avabûna xwe heta dawiya şerê cîhanê ê yekê wek xwe dewam kir. Qanûn û biryarên ku di destpêkê de ji bo Alayên Hemîdî hatin derxistin pişt re gelek caran hatin guhertin. Berpirsên osmanî, diyar bû ku ji wê organîzasyona destpêkê poşman bûn û bi her wesîleyê guhertin tê de kirin, berpirsiyarî û erkên ku dabûn, ji wan sitendin.

Heta gihîşt dema şerê cîhanê ê yekê ew ewqas hatibûn guhertin ku tu erk û statuya wan a destpêkê nemabû. Ew îdî ne Alayên Hemîdî bûn. Ji sîstema herî dawîn re ji xwe ”Aşîret Alaylarî” dihat gotin û ew di bin destên fermandeyên herêmî ên eskerî û îdarî de mabûn, bi vê mexsedê hin ji wan eşîran li hemberî qetlîama ermeniyan hatin bikaranîn û pişt re jî ew di şerê cepha rûs de di nav berf û qeşayê de hatin telef kirin. Ev ne Alayên Hemîdî, fenomenine bi her awayî guhertî yên xwedan struktureka din bûn.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: