Li Sûrîyeyê dersgirîyên ji Iraqê

Aktorên çareserkirina pirsgirêkên Sûrîyêyê, di lêgerînên li çareyan de, gelek caran  xwe dispêrin xwedêgiravî dersên ji xetayên dema hilweşandina Saddam girtî, da li Sûrîyê ew neyên dubare kirin. Goya yek ji giringtirîn xetayan ew bû ku berî peydabûna serokekî ku welêt bike yek, Saddam hat xistin. Ji dêlva serokekî nuh ê himbêzkirê tevayîya welêt, bi dehan û sedan rêxistin û rêber rabûn, sîyaset parçe bû, mekanizmaya biryardan û rêvebirîyê felç bû, rewş ji kontrolê derket.

Şaşîtîyeka din,  li gor aktoran ew bû ku piştî xistina Saddam, esker, polîs û îstîxbarat  jî tê de mekanîzmaya dewleta BAAS-ê hat belav kirin. Rê vebû ku valayî û dezgeyên jihevxistî yên xurdewarî û daxistî serî hildin. Her yekê welat ber bi xwe ve kêşa.

Lêhûrbûneka rêkûpêk derdixe ku ev tesbît, xwe bi temamî naspêrin hemû rastîyên welatê binavkirî.  Hin foktorên esasî nehatine raçav kirin. Mesela, di wan de, faktora kurdan a kartêkir tune. Gelo ew têkilhevî, pevçûn û perçebûnên ku li nav erebên şîe û sune bûn, çima li Kurdistanê rûnedan? Kurdistan bi rêveberî, dezgehên pêdivî û lêhatî man, yên lênehatî û rêgir jî gav bi gav cîyên xwe dan yên nuhavakirî. Şer û kaos derneket, aştî,  ewleyî û aramî serdest bû, berhemderîya maddî û manewî geştir bû, Kurdistan bû penageha bazdayîyên ji warên şeran û dijwarîyan. Hîkmeta vê “mucîzeyê” di hebûna sîstema birêvebirîya federeyî ya di asta konfederalî ya de facto ya Kurdistanê de ye.

Eger planrêjîyeka bi vî awayî, berî hilweşandina rejimê, ji bo deverên sune û şîe hatibûya kirin û bi hilweşandinê re bihataya cîbicîkirin, rêvebirîyên federe bihatana avakirin, perçebûn û berbelavî nedibû, dezgehên dewletê yên xizmetên civakî ê xwe biparastana û yên din jî gav bi gav cihên yên rejima kevn bigirtana. Di hevpeyivînekê de, Condoleezza Rice wezîra derva ya dema George W. Bush, eşkere dike ku gava DYA ket Iraqê, armanc tenê hilweşandina rejimê bû, tu planeka ku sîstemeka demokratîk li Iraqê bê avakirin tunebû.

Wê demê, serokinî sîyasî û eskerî yên Rojava bala Bush kişand ku bêyî projeyeka avakirina sîstemeka nuh a demokratîk, hilweşandina rejimê dikare zeraran bîne. Lê rêveberîya DYA-yê, bi safîyaneyîyeka nasnekirina deverê, pêşbînî dikir ku bi xistina Saddam, her tişt ê li ser hemdê xwe rûnê. Sekreterê NATO-yê ê berê Anders Fogh Rasmussenê danîmarkî di hevpeyivînekê de dibêje ku wî bi xwe, daxwaz ji Bush kirîye da ji bo qonaxa piştî Saddam projeyeka veavakirinê hebe, lê Bush di wê bawerîyê de bûye ku Saddam bikeve, Iraqî bi xwe ê serokên xwe yên nuh derînin û rîya xwe vekin.

Welê nebû. Her ku çû, rewşa navbera ereban xerabtir bû, kavilkarîyê bêtir rû da. Çimkî zordarîyên dewra Saddam û berî wî, civak xistibû nav qilqileka dijwar, ew dikeland. Lê dîktatorîyeka zirxîn, hemî tengijînên nav civakê diguvaşt, ditepisand. Gava zirxa dîktatorîyê bi hilweşîyana rejimê şikest, civak wek volkanekê pijiqî.

Rewşa Sûrîyêyê, bi vê maneyê, gelek dişibe ya Iraqê. Civak ji gelek etnîsîte, dîn, mezheb û kulturên cihê pêk tê, ku rejime ew xistibûn mehserê. Ne bi hilweşîyana rejimê ya bi carekê, lê di şerê navxweyî de, bi erdhejên lipeyhev, civak li hev ket, bi hev ket, her ku çû birîn xedartir bû. Civaka navneteweyî, ji bo ku li ser Sûrîyêyê ne xwedan projeyeka xwesipartîya rewşa rastîn û pêdivîyên pêkhateyan e, li pey çareserîyekê ye ku Esed bikeve, lê dezgehên eskerî, îstîxbaratî û civakî hemû bimînin, take serokekî ku hemû civaka pirreng hembêz bike derê, da ew ji kaosa bi dehan an sedan parçe partî û rêxistinan berî bimînin.

Muhtemelen, ne bi vegera ser statukoya berê a bi darê zorê be, ev, ne mimkin e, take serokekî ku hemû Sûrîyêyê bike yek dernayê. Lê li gor rastîyên pêkhateyan, welat li ser herêmên federe, otonomîyên cografî û kulturî bê avakirin, her dever ê serokên xwe yên şer’î û dezgeyên xwe yên ewleyî, aramî û civakî jî bibînin. Wê gavê, ji bo paytexta Sûrîyêyeka federal, bi konsensusa pêkhateyan,  dîtina serokekî/a ‘nepolayî’ yê/a ku tenê bi pirsgirêkên giştî yên hundur û derva ve mijûl be, ne bi jîyana rojane a welatîyan, ê asantir be.

Sistema federal bi xwe a ku her herêm xwedî li xwe derkeve, ê bibe bingehê avayîya dewletê, sîstema BAAsê, îstîxbarat, esker û polîsê ku bi temamî ji bingehê civakî-sîyasî yê desthilatê hatine avakirin ê bên hilweşandin, toreka piralî ya ji hemû rengan pêkhatî, ê ji nuh ve bê avakirin. Eger projeyeka wiha nebe esasê aştî û lihevhatinê, encameka wiha dertê ku statukoya berê ya dîktatorîyê li ser gelan tê ferzkirin. Ne ku daxwaz û pêdivîyên wan, lê yên aktorên sereke li ber çavan tên girtin. Wiha be, wek li Iraqê, destûr û hukumet jî bên danîn, gelek hilbijartinên herêmî û giştî jî bibin, aştî û aramî ê neyê, şer û alozî her berdewam bin.


Ji heftenameya Bas-ê hej. 8

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: