Sê alîyên referandûmê

 Murad Ciwan

Ya maqûl ew bû ku tenê alîyekî referanduma 16ê nîsanê hebûya, lê ji ber rewşa sîyasî, bi kêmasî sê alîyên wê bi kartêkirinên xwe yên giring derketine pêş. Alîyê destûrî, yê berberekîya sîyasî ya konjuktura heyî û yê pirsa kurdan. Ez dixwazim li ser van her sê alîyan rawestim.

Alîyê destûrî ew e ku destûra serwer a encama darbeya eskerî ya 12ê Eylula 1980yî, heta nuha çend caran hin madeyên wê hatine guhertin jî ew sererast nebûye, yeka demokrat derneketîye ku hemî pêkhateyên Tirkîyeyê li serê lihevkirî bin.

Nuha di 18 madeyên wê de guhertin hatine kirin ku bingehekî sîstemeka serokatîyê ya bi awayekî tîne. Ya rast ew bû ku destûra kevn û ev 18 maddeyên parlamentoyê pesendkirî, bihatana hemberkirin û minaqeşekirin. Gelo destûra berê çawa ye, madeyên nuh çi guhertinan tînin, guhertin ê bibin pêşveçûna ber bi demokrasîyeka azad ya pirpêkhateyîyê, yan ê maf û azadîyên heyî tengavtir bikin li gor ya berî xwe?

Heta, divîya partîyên sîyasî yên desthilatê û mixalefetê, bi hev re mihawele bikirana da minaqeşe li ser vî esasî bimeşin, pirsgirêkên ku rasterast bi vê ve nebestî ne, nekevin pêşîya minaqeşeyên li ser destûrê. Çimkî encama vê referandumê, ‘erê’ jî, ‘na’ jî be, hukumeta heyî ê neguhere, biryareka çareserkirina pirsa kurdan ê pesend nebe, bes destur ê biguhere.

Lê ji ber noyî û reqîya hevrikîya sîyasî-civakî, heta ya yên li pişt wan ên hundur û derva, ên wesayetgêrî ên dewleta kûr û ya dîyar, qonaxa referandûmê ji bingehê xwe yê rasyonel ê li ser destûrê û guhertinên nuh bi dûr ketîye, buye navenda şerekî dijwar ê rikeberîya sîyasî. Buyerên konjukturê li ser fikr û biryaran kartêkir in.

Bivê nevê, dîyardeya rikeberîya sîyasî derketîye pêşîya hemû alîyan. Tevî ku kurd alîyê sîyê ê vê referandûmê ne û divîya ew ji war û perspektîfa xwe nêzî encamên referandumê bibûna jî, bi tesîra tirkan û hêza kurd a musellet, bûne parçeyeka duberekîya desthilat-dijberîyê; heta yedekên vî-wî alîyî. Mihaweleyên alternatîfa sêyem ya kurdan, gelek kiz, jar û kenarî mane. Ev mihawele, wek eleqenekirina bi pirsgirêkên sîyasî yên Tirkîyeyê, yan şêla serxwebûnxwazîyê tên nîşandan.

Ev, ne rast e, kurd serxwebûnxwaz bin jî, otonomi- an federasyonxwaz bin jî, lazim e îdî dev ji aktorî an destekdarîya vî-wî alîyê tirk berdin, bibin terefê sêyem ê îradeya xwe û bi vê rawestîyanê di sîyaseta navendî ya parlamentoyê û desthilatdarîyê de rolê bistînin. Hetta nuha, kurd bi vî-wî alîyê tirkan re dertên ‘paleyîya’sîyasetê. Bi hev re diçînin û diçinin, lê berê (berhema) keda wan diçe ser bêndera vî-wî alîyê tirkan. Eger bimîne, carina, tenê liqat û kozere ji kurdan re dimîne. Îdî divê berhema keda kurdan biçe ser bêndera wan bi xwe. Îcar li bazarê, kurd wek terefê sêyem xwedan mafê qasî yên din, li gel kê qenc dibînin, li gel wan rawestin. Mesela rawestîyana liser pîyên xwe bi îradeya xwe ya serbest, ne bes pirsa serxwebûnxwazan, ya hemû wan kesan e jî ku dixwazin li nav Tirkîyeya demokratik bijîn.

Em bên ser zelalkirina her sê alîyên referandûmê:

Di warê destûrî de: dîyar e, madeyên nuh, sîstemeka serokatîyê ya otoriter tînin. Rê nadin cudatî û hevsengîya hêzan; yên navbera hêza birêvebirîyê, ya yasadanînê ya li parlamentoyê û ya dadwerîyê ya ku serbixweyî û bêterefîya hiqûqa welêt pê tê misogerkirin.

Lê ev nayê maneya deshilata takekesî. Takekesîya ku rengê xwe daye desthilata AKPê, hê berî guhertina madeyan, bi karizma û xirsa serokkomar Erdogan peyda bûye. Maddeyên nuh,muhtemelen ê yekdestîyê zêdetir neke, qanûnîtîyê bide rewşa de facto.

Guhertinên destûrê rewşê ji ya heyî xerabtir nakin. Destûra nuha, bi her awayî rê vedike ji bo wesayetgêrîya hêzên nehilbijartî (burokrat) li ser herduyên hilbijartî; hêza rêveberîyê û organa yasadanînê, herwiha dadwerîyê jî. Ew bingehê sîstema takehêzîya wesayetê ye.

Dîktatorîya takekesî ya dewra kamelîzmê, yekdestîya tek-partîtîyê, sê-çar darbeyên eskerî yên piştî 60ê, xwe spartin van destûran. Di qonaxên navbera darbeyan de, wesayeta li ser hukumet û parlamentoyê ya eskeran, dadwerên bilind, dewleta kûr hwd. Hemî taybetmendîyên sîstema parlamenterîya heta nuha ne.

Sîstema serokatîyê, desthilatê ji tehdîda nav lepên wesayetê bêtir diparêze, sîstema du-sê partîyên xurt dixe parlamentoyê ku ew karin li hember wesayeta nehilbijartî li ber xwe bidin. Di sîstema nuh de, otorîterîyeka biçe heta dereceya otokrasîyê jî, dibe teseluta serokekî hilbijartî yê heta demekê. Dîtin, eşkerekirin, têkoşan û rakirina vê teselutê, asantir e ji ya wesayeta veşartî ya paxavnekir ji hilbijartinan, ya ku kî bê jî ew her desthilat e.

***

Cih vê hefteyê nema, zelalkirina herdu alîyên din;rikeberîya sîyasî û alîye kurdan di hefteya bê de…

 

HEFTENAMEYA BAS 10

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: