SÊ ALIYÊN REFERANDÛMÊ II

Hefteya çûyî, bi behsa zelalkirina alîyê destûrî yê referandûmê dawîya nivîsê hatibû, niha ez ê mihawele bikim ronahîyê bidim ser alîyê duyem: konjuktura siyasî.

***

Kartêkirtirîn alîyê referandûmê, yê siyasî yê konjuktura heyî ye. Hêza desthilatdar, her awayê rê û dirban bi kar tîne da karibe guhertinên destûrê bi rêjeyeke bilind bide qebûlkirin. Hevkarî li gel baskê MHPê ê navendê kiriye. Rewşa neasayî, ra û bizavên redkirina referandûmê tengav kirine. Berpirsên îdarî û ewleyî desthilat kirine zext ji bo rêlibergirtina çalakîyên mixalif. Medya bi piranî ketiye bin destê desthilatê û fişara wê; akademîsyen, nivîskar û rojnamevan bi tuhmetên terorê hatine girtin. Derfetên nasandina kilûkêmasîyên û xerabîyên guhertinên nuh, kêm bûne. Di serî de li Kurdistanê, li hemû deveran û hema hema di nav hemû çîn û tebeqeyan de girtinên bi girseyî berdewam in. Bêterefî û serbixweyîya dadwerîyê nemaye. Li Kurdistanê ji ber şerekî dijwar ê narewa, xelk talan bûne, bê war mane. Sindoqên referandumê, dê di rewşeke gelek tengav a nedemokratîk de bên danîn.

Ji alîye din ve, baskên erê-nayê yên rikeberîya li ser referandûmê, gelek tevlihev in; ne ku li alîyekî azadîxwaz, demokrasîxwaz û pêşkeftinxwaz, li yê din mihafezekar û  dijberên azadî û demokrasîyê hatine hemberî hev. Li her du alîyan jî, ji hêzên maqûl bigire heta yên gelek qirêj kom bûne: Li ba erêxwazan AKP, baskê navendî yê MHPê û HUDA-PAR hene. Bera naxwazan tevlihevtir e; CHP bi nasyonalîstên xwe yên rast û çep ên kemalîst, ergenekonî, wesayetgêr-ulusalcî-Perinçekî, Fethullahîyên têkçûyîyên derbeyê û HDP/KCK’yî rêz bûne. Baskê mixalefeta MHP’ê ku xurt e û Partîya Seadetê jî di vê bereyê de ne. BBP parçe buye li ser herdu aliyan. Ne dûr e ku beşek ji AKPê jî biçe ba bera “na”yê. ‘Na’ bereke ewqas têkilhev û berfireh e ku cih li îhtîmala erêkirina guhertinên destûrê asê dike. Eger nayeke piranî derkeve dê nebe surprîz.

Desthilata AKPê ji dawîya sala 2010an bi vir ve, gav bi gav ji reforman poşman bû. Wê, piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an, hin suîqasdên gumandar û îlankirinên xweserîyên hin bajarên kurdan ên provakatîf ên bi fermana KCKê kirin bahane, prosesa aştîyê û çareserîya pirsgirêka kurd rawestand, rêya şerê kavilkirina warên kurdan ya bêserûber hilbijart . Piştî teşebusa darbeya 15ê Temûza 2016an, rewşa neasayî îlan kir, gelek kes ji kar hatin avêtin, bi deh hezaran sermiyandar, nivîskar, akademîsyen û karmendên dûrî teror û derbeyê jî hatin girtin, rikeberîyeke gelekî no ya bêbeş ji xweşbînîyê ketiye nav civakê. Mexdûrî û bedbînî tesîrê li referandumê dike, nahêle qonaxa destûrê li ser raya xwe biçe. Nefret û hêrsa kutleyî ya ji desthilatê, dibe bingehê tercîhkirina dengdanê. Bêperwayîya rikeberîya siyasî, ter û hişk tevlîhev kirine, jar û bêguneh jî bi kutleyî ketine berê. Meriv fahm dike çima ew ne rasyonel, bi hêrs û hest tevbigerin, ne ji ber naveroka destûrê, lê ji ber konjukturê bêjin “na”.

Tevî tarîstanîya rewşa konjukturî, rastî ew e ku di tarîxa Cumhûrîyeta Tirkiyeyê de, bi zêdeyîya karên nîvçehiştî û lêpoşmanbûyî jî mestirîn reform di dewra hukûmetên AKPê de bûn. Reformên warên aborîyê û avakirina jêrxana Tirkiyeyê nayên înkarkirin. De fakto be jî hebûna kurdan qebûl bûye, medyaya kurdî tevî dijwariyan jî weşanan dike. Kiz be jî îmkana fêrbûna zimanê kurdî heye, li zankoyan beşên kurdî hene -her çendê ew nuha tûşî tengavkirinan dibin. Partîyên kurdan bi navên kurd û Kurdistanê ava bûne, xebatên xwe, rêgirîyên rewşa neasayî hebin jî, bi alayên xwe yên Kurdistanê dewam dikin. Bifikirin ku ew serbestîya hukûmeta Tirkan daye partî û medyayên kurdan, li Rojava hukûmeta xweserîyê ya bin baskê PYD/YPGê nedaye. Buro û nûçenêrên medyaya Kurdistana başûr ji metropolên Tirkiyeyê û bajarên Kurdistanê weşanan dikin; ev serbestî ne li Îranê, ne jî li Suriyeyê heye.

Reformên piştî 15ê Temûzê ên di warên eskerî de ku hêzên bejayî, hewayî, deryayî û cendirmeyan bi wezaretên cuda ve hatin girêdan; akademî û fêrgehên eskerî ku hatin hilweşandin û sivîlkirin, pişt li wesayetê û niyetên derbeyeke eskerî şikandine. Divê tevî taristana konjuktura nuha em van reformên girîng bibînin.

Loma, di konjuktura nuha de, armanca azadîxwazan, bi taybetî jî ya kurdan divê ne ew be ku desthilata AKPê hilweşe, di şûna wê de CHP bi palpiştî û hevkarîya wesayetgêr-ergenekonî awrasyayî û derbexwazan bi ser keve. Ya li berjewendîyên kurdan ew e ku AKP û Erdogan dawî bînin li hevkarîya li gel MHPê, wesyetgêrên esker-burokrat yên piştî tasfiyekirina Fethulahîyan dezgeyên dewletê dagirtî û siyaseta kurdkuj, vegerin ser berdewamkirina reforman û çareserîya pirsgirêka kurd li Bakur û hevkarîya li gel Kurdên Başûr û Rojhilat.

***

Dawîya nivîsê, hefteya bê…

Ji heftenameya BASNEWS hej. 11

 

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: