SÊ ALIYÊN REFERANDÛMÊ III

Dor hat ser alîyê sisiyan ê referandûmê; ronahîdana ji perspektîfa pirsa kurdan.

***

Destûreka demokratîk a encama lihevkirina  civakî, bêyî qebûlkirina mafên kurdan ên kesayetî û kolaktîfî û misogerkirina wan nabe. Ne destura heyî, ne jî guhetinên anîna sîstema serokatiyê ev rastî hilgirtine nav xwe; herdu jî kurdan tune hesab dikin; bes miletekî homojen ê tirk heye. Loma, sedemekî rasyonel ê naveroka destûrê tuneye ku kurd ne ya heyî, ne jî guhertinên nuh ‘erê’ bikin.

Dimîne konjuktura siyasî ya nuha; şêla desthilatê û dijbereyan ji alî pirsa kurdan de. Di tarîxa Cumhûriyetê de, cara pêşîn desthilata AKP’ê hebûna kurdan qebûl kir û soza çareseriya pirsgirêkê da.  Hin gav hatin avêtin, lê hemî jî nîvco man. Nuha tu viyana çareseriya siyasî nemaye, şerekî bêperwa ê kavilkir di navbera dewletê û KCK-ê de li dar e.

Berpirsê serekî yê şer, helbet hukumeta AKP-ê û serokkomar e. Dewlet di bin berpirsiyariya wan de ye, ew ji çaresernekirinê û her awe bêqanûnî û bêrehmiyên dewletê berpirs in.

Lê dewlet ne yekpare ye, gelek basik tê de ne.  Basikên dewletê, gelek caran li hemberî hev, tifaqê li gel hinên din dikin û rêzbûna pirbaskîtîyê, bi giştî, dibe du-sê ber di nav dewletê de.  Ew çiqas hevrikên hev bin jî, di hin meseleyên xwedêgiravî neteweyî de, bi hev re ne. Pirsa kurdan jî yek ji wan e ku dewleta tirk bi rast û çepên xwe, bi mihafezekar û dîndarên xwe yên qewmî, bi nîjadperest û sosyaldemokratên xwe ve li serê yekdeng in.

Dawîlêhatina pêvajoya çareseriyê û derketina şerê dawîn, encama biryara dewleta tirk e bi hemû baskên xwe ve, ne ku bi tenê a hukumeta AKP-ê û Erdogan e. Heta, wek yên herî pragmatîst wan karibû ew ji dijminayetiya req a gelê kurd bidûr bin. Lê şerê desthilatdariyê yê navbera Erdogan- Fethulahî-ergenekonîyên wesaytgêr, nîjadperest û ‘ulusalciyan’welê kir ku Erdogên ji bo parastina desthilata xwe û ya AKP-ê, di nav dewletê de tifaq li gel ergenekonî-wesayetgêrî û nîjadperestan kir, siyaseta wan a dijminatiya kurdan a req da ber dewletê.

Li pişt vê siyaseta dijminane  ya ser kurdan, ne tenê Erdogan û AKP, lê MHP, kemalîst, wesayetgêriya esekerî – burokratîk a ku CHP li parlamentoyê temsîla wan dike, avrasyayî û ulusalciyên ku partiya Perînçek berdevka wan e hene. CHP ne li Bakur tenê, li her çar perçeyan, hevkariya li gel paytextên dewletên dagirker dike, siyaseta fetisandina kurdan dimeşîne.

Heta, di hilhatina şer de, rola şerxwaziya KCK-ê heye. Piştî ku Îmralî ji destê wesayetgêriya eskerî-burokratîk derketiye, ew buye hevkarê xwediyên Îmraliyê yên nuha (hukumeta AKPê), lê berpirsên KCK-ê, li ser  xeteka din dimeşin. Rewşa nuh a Îmraliyê zefta Öcalan a li ser KCK-ê qels kiriye. Daxwiyaniyên Bayık û Karayılan jî diyar dikin ku Öcalan bi lihevkirneka bi AKP-ê re bû, lê ew ji serî de li hemberî lihavkirin û aştiyê bûn. Qendîlê tu carî sozên li ser çekdanîn û aştiyê bicîh neanîn. AKP-ê ev didît, lê ji ber hilbijartinan çav li wan digirt. Gava Erdogan ferq kir ku proses wî qels dixe di hilbijartinan de, pihîna xwe li maseya Dolmebahçeyê xist, ew virvirand.

Tevî vê jî HDPê serkeftineka dîrokî bidest xist; 80 parlamenter anîn, bû partiya sisiyê a Tirkiyeyê. AKP-ê piraniya parlamentoyê û îmkana hukumetdanînê wenda kir. Serokkomariya Erdogan ket xeterê.

Hin tiştên din jî bûn. Hemû wan baskên dewletê yên binavkirî, dît ku cara pêşîn kurdan bi rast û çep, alewî û sunî û dîndar û sekulerên xwe şuûra yekrêziya netweyî kir; deng dan HDPê bi hêviya ku kurd careka din tûşî şerekî nebin, li hemberî şerxwaziya PKK-ê, wan HDP derxist pêş. Vê yekrêziyê, xof xist zikê dewletê; kurdan refleksa netewebûnê nîşan dabû. Hemû bask yekdeng bûn ku ev refleks bê pelaxtin.

Bihêzbûna HDP-ê bi dengê kurdan, selteneta çepên Tirk a nav wê jî hejand. Rengê kurdîtiyê bêtir li HDP-ê veda. HDP’yeka xurt, her wiha Îmralî û Qendîl xist nav gumanan. Îhtîmala ne ku Îmralî, yan Qendîl, lê îdî HDP bibe fermandeyê şer’î yê nav bizava wan û li warê neteweyî û navneteweyî serokatiya Demîrtaş ya Öcalan û Qendîlê li pey xwe bihêle, rû da.

Loma, Îmraliyê û şerxwazên Qendîlê di rapelikandina vî şerê xendekan ê kavilkir de ji bo pûçkirina HDP-ê, bi suîqasdên wek a Ceylanpinarê û îlanên xweseriya şarederiyan ên provakatîf, roleka esasî leyist, her yekî ji wan ji alî xwe ve şer gurr kir.

Zelal e, ne bereya ‘na’ya tirkan bi baskên dewletê û sivîlên xwe, ne jî şerxwazên KCK-ê, heta sertewînê wan HDP, bêguneh in. Ew piştgiriyeka dengê ‘na’ya ku desthilatê bihejîne û rê li ber wan veke heq nakin. Tu fêde nagihê kurdan ku ew nebêjin ‘erê’, lê ev erênekirin bibe ‘nayek’ ji bo CHP-ya kemalîst a nunera wesyatgêrên eskerî-burokratîk û şerxwazên Qendîlê, ê zerarê bide wan.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: