Ji mêj ve difikirim; me hebûna însanê/a pirzimanî qebûl e, lê fikra miletê pirzimanî qet nayê hişê me û em serê xwe li ser fenomeneke wiha naêşînin. Gelo wek insanê/a pirzimanî, nikare miletê pirzimanî jî hebe?
Hemû milet ne xwediyê take zimanekî ne. Beşek ji wan; ne tenê hin takekes an tebeqeyên wan, seranser civak pirzimanî ne.
Pirzimaniya ku li vir tê behs kirin, ne ya ku dewletek ji yekî bêhtir zimanên resmî di nav xwe de qebûl dike. Gelek dewlet hene ku xwedan du-sê, heta zêdetir zimanên resmî ne, lê civakên wan, hemû an hin ji wan yekzimanî ne. Li Kanadayê ku du zimanên resmî (îngilîzî û fransî) hene, tenê %13ê civakê herdu zimanan dizanin, %87ê xelkê yan tenê îngilîzî, yan tenê fransî dizanin. Tevî hebûna du zimanên resmî, zehmet e ku meriv ji civakên kanadî re bêje yên duzimanî.
Lê li Tanzaniyayê %90ê seranserê civakan, xwedan du zimanan, an zêdetir in.
Pêwendiya pirzimaniya civakê raste rast bi qebûlkirina ji yekî bêhtir zimanên resmî tuneye. Hetta pirrê caran, di tarîxê de, ferzkirina takezimanê resmî ji ba dewletekê ve, serdestîya li gel êş, azar û texrîbata asîmîlekirina civakên cuda, di armancên xwe de biserneketine, lê bûne sedemê pirzimaniya civakên armanckirî.
Zimanên dînên cîhanşimûlî (latînî, erebî, îbranî, sanskrîtî hwd), yan jî ên xanedaniyên ku piştre bûne împaratoriyek a ji gelek civakan pêkhatî (rûsî, fransî, almanî, tirkî, farisî, çînî hwd) bêyî ku qesd bikin rê li pirzimaniya civakan vekirine. Împaratoriyên ku bi sedan sal li ser ruyê erdê welat dagir kirin, kolonî avakirin jî, bi awayekî bêedaletiya tarîxî yan wek hêzeke mezin a cîhanşimûlî ya siyasî, eskerî, teknolojî-aborî, zanistî û kulturî rol di peydabûna pirzimaniyê de lîst. Înilîzî, fransî, rûsî û hin zimanên din ên ewropî bi vî awayî li Asya, Afrîqa û Ewropaya Rojhilat bûne sedemên pirzimaniya civakan. Amerîkanî îro xwedan roleke wiha ye.
Li vê derê behsa me ya esasî ne sepandina hin zimanan bi ser hin civakan de ya bi darê zorê, an qebûlkirina ji bal civakan ve ji ber hêzdarî û avantajên xwediyên wan e. Ya ku ev nivîs li serê radiweste, bi çi sedemî dibe bila bibe, peydabûna pirzimaniya di civakan de ye. Li gor lêkolînên zanistî, hebûna civakên pirzimanî li ser ruyê erdê, ji yên civakên yek zimanî gelek bêhtir in, tevî ku yek-zimanîya civakan wek normeke seranserî cîhanê di mêjiyan de bi cih buye. Ev îmajeke gelek şaş e. Ji xwe bi lêkolîneke gelek sivik, rastî kare bê dîtin; li ser ruyê erdê, behsa 6-8 hezar zimanan tê kirin, lê li dor 200 dewletan hene. Gava wek hev bê parvekirin, serê her dewletekê dike 30-40 ziman ku çendek ji wan ji ba civakên cuda yên li nav van tên bikaranîn.
Yek ji berbiçavtirîn nimûneyên civakên pirzimanî, miletê kurd bi xwe ye. ‘Cîlweya tarîxê’ û ‘qedera’ vî miletî wiha kiriye ku carinan bi xweşî, pirranî jî di encama çespandineke bi darê zorê, kurd bûne miletekî pirzimanî. Hebûna kurdan di nav dewleta Sasaniyan de, bi hatina îslamiyeta erebîziman, misilmanbûna wan, îstîlayên tirkan ji Asyaya Navîn û avakirina dewletan li ser wan erdan ku kurd jî li serê ne, piştre peydabûna du împaratoriyên mezin; Osmanî û Îranî ku Kurdistan di nav wan de parçe bû, di destpêka sedsala bîstê de avakirina dewletên ereb, faris û tirk yanî di midetê bi sedan salan de welê kir ku di destpêkê de elît; arîstokrat û tebeqeyên ilm, îrfan, huner û rêberên îdarî-siyasî yên kurdan, pişt re jî di dema me de, miletê kurd buye pirzimanî. Tevî ku civakên serdest bi xwe (tirk, faris, ereb) yekzimanî ne, kurd li her perçeyî bi kêmasî du (kurdî-tirkî, kurdî-erebî, kurdî-farisî), têgihiştî û elîtên civaka kurdan ên warên cuda sê-çar zimanî ne.
Helbet bi vê tesbîtê, qesda min ne ew e ku serdestîya miletên farisî-, tirkî- û erebîaxêv, siyaseta wan a asîmîlekirinê tu pirsgirêk ji ziman, kultur, jiyana ilmî ya civaka me re neanîne. Bileks, heta van salên nêzîk jî ji ber asîmîlekirinê, ziman û hebûna miletê kurd hat ber tunebûnê. Her çendî liberxwedana kurdan ev siyaseta bêyom pûç kir jî, ev nirxê hêja hê jî di nav xeterên mezin de ye. Lazim e bi her awayî kurd xwedî li ziman û kultura xwe derkevin, derfetên wê yên pêşketinê firehtir bikin.
Lê nabe ku em nebînin, ji ber ku me ev pirzimaniya xwe nedîtiye, bi sedan sal in ku wek miletekî ser ruyê erdê, me para xizmeta xwe ya di avakirina ilm, îrfan û medeniyeta cîhanşimûlî de jî înkar kiriye, em xwedî lê dernektine. Bi kêmasî ji derketina îslamê bi vir de, bi hezaran zana, edîb, hunermend û her awe ronakbîrên me derketine. Bes ji bo ku bi erebî, farisî an tirkî nivîsîne, me ew red kirine, ked û berhemên wan ên hêja bi avê de berdane û ew xizmetkarê miletên din nîşan dane. Di miletên din de jî gelek dewrên wiha hene ku entelektuelên wan bi zimanên din nivîsîne, lê wan ew red nekirine, xwedî li wan derketine û keda wan ji xwe hejmartine.
Êdî roj hatiye ku kurd jî vê meselê ji nuh ve binirxînin û xwedî li tarîxa xwe ya ilm, îrfan û hunerê derkevin, îtîbara entelektuelên xwe yên bi sedan salan xizmetên hêja kirî li wan vegerînin û bi wan serbilind bin.
Leave a Reply