ZANKOYÊN LI BAJARÊN BAKURÊ KURDISTANÊ

Yek ji wan reformên berbiçav ên Tirkiyeyê, damezirandinên zankoyan (unîversîteyan) ên li her bajarî yên van salên dawiyê ne. Li hemû bajaran zankoyên dewletê û li gelek bajaran jî li gel wan yên taybetî, yên weqfan û civakên sivîl ava bûne.

Gelek siyasetmedar, entelektuel û pispor bi sedemên cuda, avakarina zankoyan li her bajarî û zêdetir jî li derveyê metropolan rexne dikin. Helbet zanko warên zanistê ne, roleka wan a mezin di perwerde, ilim, kultur, siyaset û çareserkirina pirsgirêkên civakê de hene. Lazim e piralî li meseleyan bê nihêrîn, bi hezaran pirs û pirsgirêk hene ku di dema damezirandinê de divê li ber çavan bên girtin. Helbet di çarçeveya vê nivîsê de hemû nikarin bên destnîşankirin. Ya rastî ez ne pisporê vê meselê me û lêkolînên min ên zanistî jî di vî warî de tunene. Bes çend xalên ji alî min ve balkêş hene ku di encama muşahedeyên wan de ez dixwazim hin tiştan destnîşan bikim.

Ji alî prensîbên azadî û demokrasiyê, gihandina zanînê, huner û îrfanê ya ber lingên her welatiyekî, derxistina zanistan ji bin monopola metropolan û elîtên wan, belavkirina dezgeyên zankoyan û şaxên wan bi berfirehî li seranserê welêt gelek baş e, demokrasiye berfirehtir dike, derfetên mezin vedike. Ji alî serûbinnebûna demografiya civakê û rawestandina pêlên koçberiyê a ne bi darê zorê û ne bi şiddetê jî giring e.

Eşkere ye ku ev dezgehên nuhdamezirandî, ji alî avayî-teknolojî û îmkanên xwe yên aborî û kadroyên perwerdekirinê, kalîteya pêşkêşkirina zanistan, kultur û huneran ve, xwedan kêmasiyên mezin in. Bi taybetî yên bajarên Kurdistanê, di nav mehrûmiyetê de digevizin. Pirsgirêk û kêmasîyên wiha, ne bi lêkolînên mezin, bi saya muşahedeyên nêzîk jî tên dîtin.

Kontrol û serdestiya dewlet-desthilatê a li ser zankoyan bi giştî, perwerdeya şovenîst a doktrîner, a nedemokratîk, tunebûna kadroyên gihaştî yên fêrker, bêîmkaniyên xwendevan û şagirtan, li van zankoyên nuhavabûyî zêdetir tên hiskirin. Ev hemû pirsgirêk in, bi hezaran yên din jî hene.

Tevî vê jî ez dibînim ku ev zanko li derên avabûyî, bi dereceya xwe entegrekirina bi civata kurd a dora xwe û biliyana bi pirsgirêkên wê civakê re, roleka ronahîder di nasandina civakê û pêşdeanîna meziyet, bikêrhatin, nirx û hêjayiyên wê û destnîşankirina pirsgirêk, êş û kêmasiyan û riyên çareseriyên wan de rolên giring ên pozîtîf dilîzin.

Bi taybetî meriv dibîne ku beşên civakî; yên tarîxê, ilmên însanî, kultur û zimanevanî, jiyana dînî, felsefî û tesewifî hem bi programên xwe yên perwerdeya salane, hem jî bi civîn û konferansên xwe yên zanistî yên neteweyî û navneteweyî karên balkêş ên hêja dikin.

Xebatên zankoyên Artuqluyê, Dicleyê, Hekkariyê, Bîngolê, Wanê, Mûşê û Ruhayê, bi taybetî beşên kurdî yên heyî, hêjayî binavkirinê ne. Bi kêmasî, ew rê nîşan didin ku bi peydabûna azadiya zanistî, derfetên maddî û îdarî, bilindbûna asta perwerdeyê dikare çi karên hêja, li ser jiyana maddî û manewî ya civaka Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve bên kirin. Min gelek name û tezên li ser tarîxê, civakên eşîrî, dînî, mezhebî, etnîkî û zimanî dîtine ku dilxweşkir in û hêviyan dibexşin. Ji ya Hekkariyê min çend meqale û name bi dest xistin ku yên encama programên salane û konferansa ne; li ser dewrên cuda yên mîrekiya Hekkariyê û derûdora wê, têra xwe agahîbexş in. Ji Dicleyê, Artuqluyê, Urfayê, Wanê, Bîngolê û Mûşê berhemên derbarê perwerdeya li ser medreseyên Kurdistanê, jiyana tesewufî, li ser seyda, mele û şêxên di dereceya mudderisiyê de, li ser mizgeft, medrese, tekye û weqfan gelek zanîn derketine. Agahiyên li ser mela û seydayên Kurdistanê yên ku ez wan nas dikim, min navên wan û karên wan ên qenc bihîstine wê qenaetê bi meriv re çêdikin ku ne bi saya van zankoyên Kurdistanê bûna ew ê miheqeq di nav toz û dûmana mêjuyê de wenda bibûna. Li Bîngolê, Dersimê û Artuqluyê li ser ziman, edebiyat û kultura kurdî bi giştî, kirdkî (zazakî) bi taybetî, xebatên hêja ji bal şagirt û mamosteyan tên kirin.

Ya bala min kêşa beşên îlahiyatê ên van zankoyan di biserxistina van kar û berên hêja de gelek aktîf in. Min bi xwe ew li pêşiya hemû beşan dîtin, muhtemelen ji ber zanîna erebî û tarîxa dînê Îslamê ye, heta belkî dîndarî dibe rêgir li ber îdeolojiya resmî nasyonalîzmê. Pişt re beşên zimanê kurdî tên. Tarîx hê jî bi giranî di bin siya tezên tarîxê yên tirkçîtiyê de ne, îdeolojiya dewletê zora wan dibe.

Hêvî ew e, ne bi nivîsên wek a min a encama muşahedeyan, lê bi rapor û konferansên encama xebatên zanistî rewşa zankoyên bajarên bakur, bi bikêrhatin û kêmasîyan bên ronahîkirin, ji bo pêşdexistina wan derfet bên zêdekirin.

 

JI BASNEWS 16

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: