TALANKIRINA KOŞKA AHMED XANÊ HELO XANÊ ERDELANÎ

Yek ji wan mîrekiyên Kurdistanê ên ku erdên wan li ser serhedên navbera Osmanî û Îranîyan parçe bûn, bi  qirnan bûn meydanên şeran û ji herdu aliyan rastî êrîşan hatin, Mîrekiya Erdelanê ye.

Erdên tarîxî yên Mîrekiya Erdelanê nuha li Başûrê Kurdistanê devera Şarezorê, Xaneqînê û Qeredaxê li Rojhilatê Kurdistanê li Îranê, ustana Kurdistanê; Sinneyê (Sinne-duzê, Senendejê) digirt nav xwe. Ew welatê eşîretên kurdên goran bû.

Mîrên Erdelanê li gor Şeref Xanî, bi eslê xwe ji nesla sultanên Merwaniyên kurd ên Diyarbekirê, malmezinên eşîreta Erdelanê ne. Mezinê wan ê pêşîn ê naskirî, Baba (Bawa) Erdelan e ku hat şandin Şarezorê da li wê derê fermanrewatiya eşîrên goran bike. Paytexta wî Şarezor bû.

Mîrekiya Erdelanê piştî vekişiyana Moxolan ji deverê, serbixwe derket pêş, heta dewra Şah Îsmaîlê Safewî. Şah Îsmaîl bi serkeftinên xwe re ew dever jî hemî xistin bin destên xwe û Erdelan bû mîrekiyeka ser bi safewiyan ve. Piştî Şerê Çaldiranê, bi taybetî piştî ku Qanunî yê sultanê Osmanî Bexda fetih kir (1534), axa Erdelanê ket nav serhedên herdu dewletan. Hin kele û bajarên Erdelanê li alî Osmaniyan, hin jî li alî Safewiyan man, dever ji alî îdarî  ve di nav mîr û mîrzadeyên Erdelanî de hat dabeş kirin, her yekê ji wan paytextek ava kir; piştî Şarezorê, Hesenawa (Hesenabad), di dûv re jî Sinne (bi avakirina keleyekê re navê wê bû Sinne-duz, Senendez/j).

Koşka ku ê li vê derê behsa wê bê kirin, di dewra Xan Ahmed Xanê kurê Helo Xanê Erdelanî de li Hesenawaya paytexta mîrekiyê bû.

Ahmed Xan, di piçûkiya xwe de ji bal bavê xwe Helo Xan ve hatibû şandin qesra Şah Abbasê I, li wê derê mezin û perwerde dibû. Ew bi xwişka Şah Abbas re zewicî, heta hat gotin ku bû şîî jî.

Di 1615-ê de Şah Abbas bi nîşana (pileya)  xan (mîrêmîran) ew teltîf kir û şand da ji dêlva bavê xwe ve Mîrekiya Erdelanê birêve bibe. Kurdên Erdelanî sunne bûn, meyla pirraniya mîrên wan ser bi Osmaniyan ve bûn, lê wan bi hostatî pêwendî li gel Safewiyan jî dimaşandin û carina ji mecbûrî, bêtir dibûn meyildarên wan jî.

Di destpêka sedsala 17-ê de Şah Abbas, di encama îstîfadekirina ji krîzên siyasî yên paytexta Osmanî, Baxdat li gel dorûbereka fireh ji osmaniyan zeft kir. Li serhedan erda Erdelan heta Şarezorê û rojhilatê Mûsilê jî ya ket bin fermanrewatîya Safewiyan yan jî siya siyaseta wan. Heta peymana Qesra Şêrîn (1639) Osmaniyan gelek sefer şandin ser Bexdayê, lê her têkçûn. Herî dawîn Muradê IV. bi xwe sefer bir û Bexda ji nuh ve fetih kir.

Sefereka wiha di 1629/30’ê de ji bal orduyeka mezin a bi serokatiya Xusrew (Husrev) Paşayê wezîrê-ezemê û serdarê Osmanî ve çû ser Bexdayê. Her çendî ew têk çû, lê di çûn û vegerê de orduya Osmanî gelek êrîş birin ser kele û bajarên kurdan ên ser serhedan, bi taybetî yên li alî Safewiyan. Xan Ahmed Xan jî wê demê ji Hesenawa Erdelan îdare dikir. Meyla wî bi alî Safewiyan ve bû. Birayê wî Mu’min Xan jî meyildarê Osmaniyan bû.

Di Tarîxa Naîma de behsa sefera orduya Xusrew Paşa a ser Hesenawaya paytexta Ahmed Xan û teswîrên koşka wî, zeftkirin û talankirina wê tê kirin. Ew, agahiyên balkêş in, îro hêjayî behskirinê ne:

‘’[Orduya Osmanî ji newala Şêx Eyyar] rabû, di çar qonaxan de li Hesenawayê danî ku koşka Ahmed Xanê kurê Helo Xanê Erdelanî lê ye. Hesenawa herdu aliyên wê palên bi ser deşteka berfireh a letîf wek a Kaxitxaneyê (Îstanbulê) ye, di nîveka wê re robareka wek zulalê(reng berfîn, sipî) diherike. Koşkeka bi navê Baxê Buhuştê wek qûleyê çar goşe hatiye avakirin. Pêşiya wê baxçeyên mezin, hewzeka mezin a bi sipîndar û darên sêberder ên din xemilandî, av ji aliyekî ve dikevê di alîyê din re dertê.

Aliyekî vê koşkê vekirî ye. Qatiyayên (tawanên) koşkê bi ava zêr û bi kevirên biqîmet ên ji rengên tarî yên lacîwert û sîmên zirav nexişandî, li nîveka qatê jêrîn şîşxaneyek (avîze), li her ode û quncikên wê kaşaneka çargoşe, li qatê banî gelek ode ku pencereyên wan li derdorê û li bexçê dinêrin. Li ser hev sê qat ode, dîwarên wan ji sewaxeka awayekî mermerên kafûrî yên sipî û alçî û hêkan çêkirî weka kaxetên letîf ên berraq ên abadî (ên Çînê û Hindê) dişibin mirêkên şefaf.

Dîwarên hinan wek serpûşan (kofiyan) nexşkirî û resimandî ji nexş û rengên zirav, di hinan de teswîrên herb û cengan, di hinan de meclisên cuda yên fuhûş û zînayê hatine teswîrkirin. Her dîwarê wê bi heykel û resimên rengareng ên ku Erjeng (mînyaturên Manî) dexs dikin, xemilandî bûn ku hemtayên wan nehatibûn dîtin. Xwediyê wê Ahmed Xanê binavkirî bû ku xwe ji serdar veşartibû.

Eskerên talanker ku gihîştin koşkê, ketin serê, nexş û xemlên wê xera kirin, taswîrên meclisên gotî mehû kirin, ew derî û rewzenên ku jibernedibûn hemî rakirin, xerab-yebab kirin. Tenê dîwarên kargîr û sitûn man.’’

Li ser riya vê seferê orduyê gelek talanên wiha kiribûn.

Ji heftenameya BAS’ê hej. 17

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: