Piştî rapirsîna destûrê, Tirkiye li ber dergehê hin guhertinan e. Beşeka wan ew qanûn û rênuma ne ku divê li destûra nuh bên anîn. Yên din, zêdetir ew in ku piştî referandûmê mecbûriyeta bicîhkirina wan serî hildaye.
Bi taybetî ku ’erê’ di rapirsîyê de bi ferqeka marjînal a ’sîratîn’ (1,4%) biserket û ’nayek’a endîşeder a nêzî 50% hat pêşber, di ser de jî li metropolên mezin rêjeya nagoyan ket pêşiya ya erêgoyan, zenga wendakirina desthilatê ji bo Ak Partiyê û Erdoğan lêda.
Serokatiya Erdoğan, ji bo misogerkirina desthilatê di hilbijartinên êbê de, da çembereka piştgiriyeka firehtir a civakî li dora xwe ava bike, mecbûr e dest bavêje hin reforman.
Xerîteya civakî-siyasî ya piştî rapirsînê, hin diyardeyan radixe ber çavan: Hevkariya bi MHPê re ew dengên neteweperest ên hêvîkirî bi xwe re neanîn. Qezenca ji hevkariya li gel MHPê ketiye bin gumanan.
Ew wesayetgêrên avrasyaxwaz, nasyonalîst û ergenekonî îşareta desteknedanê didin Erdoğan, hela hela Ak Partiyê.
Rola kurdan di sîstema bidestxistina desthilata Tirkiyeyê de gav bi gav zêdetir dibe. Baweriyek heye ku di rapirsiyê de dengên kurdan erê biser xist.
Ku behsa rola kurdan dibe, divê du fenomenên nuh bên dîtin. Ya xwiya, ji 7ê hezîranê bi vir de, çi dibin bila bibin; sunî, elewî, dîndar, mihafezekar, rast an çep; kurd bi hayjêhebûna kurdbûnê jî tevdigerin, ‘rengê kurdbûnê’ di dengên wan de diyar e.
A din, êdî kurdên li metropolan, bi kêmtirîn qasî kurdên li Kurdistanê, belkî ji wan jî xurttir viyana xwe diçespînin meydana siyasetê. Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi milyonan kurdên nebişaftî yên ji yek-du sed salên dawîn bicîhbûyî hene. Ne kêmî wan esilkurd ên entegrebuyî/asîmîlebûyî hene ku ew di Ak Partiyê, MHPê, CHPê û partiyên din ên Tirk de ne. Esilkurdiya wan dibe faktoreka guherîna dengên wan ji partiyekê ber bi ya din ve li gor konjukturên rewşên rasyonel.
Ev diyardeya nuh a li rojavayê Tirkiyeyê rola kurdan û esilkurdan nêzîkî hev dike û bikêrhatineka wiha didiyê ku, ji MHPê heta HDPê xwe dixe hevsengiya nav partiyan û di civakê de jî nermbûneka xweşbînîyê dide. Potansiyela kurdan li seranserê Tirkiyeyê bi aliyê xwe yê dîtî û nedîtî mestir dibe, kartêkirina yên rojava dikeve pêşiya ya yên Kurdistanê bitesîrtir dibe.
Di rapirsiyê de nagoyên nav Ak Partiyê muhtemelen ji encama faktoreka wiha bû.
Gava xerîte ev be, Ak Partî û Erdoğan gelo ê çi guhertinan bikin? Ji bo texmîneka qenc lazim e du tişt li ber çav bin:
Yek jê, çerçeweya guhertinan ê viyana Erdoğan be ne ku ya Ak Partiyê. Ak Partîyê hê rojaroj sîstema ‘meşwereta îslamî’ di mekanîzmayên xwe yên biryardanê de kir esas. Di partiyê de herkes xwedan dîtin û pêşniyariyan bû bi şertê ku mafê biryardanê, yê serokê partiyê be.
Di destpêkê de hin kesayetiyên damezrêner û palder xwedanê giraniyekê bûn, Erdoğan di biryarên xwe yên dawîn de hesabê wan dikir. Îro derûdor û kesên wiha derketine derveyê platformên raavakir. Êdî sîstema pêbestbûn, bawerpêkirin û sedaqeta li gel serok, meşweret di partiye de kiriye desthilateka takedestiya mutleq.
Ya din, guhertinên pêwîstdîtî, ne ji dînamîzmeka reformxwaziyê, lê ji pragmatîzmeka misogerkirina desthilata hilbijartinên êbê tên. Erdoğan ne kesekî reformxwaz, lê pragmatîstê arasteyî hêz û serkeftinan e. Barometreya hilbijartinên bidestxistina desthilatê dikare guhertinan pêşde-paşde bibe, teng û firehtir bike. Hesabê nasyonalîstên tirk ê bê kirin, lê ne bi hêviyeka mezin, lazimiya dilxweşkirina kurdan ê faktorek be. Belavkirin û berhevkirina rêjeya %49ê ferz e.
Faktorên jidestnedana desthilatê ne tenê li hundur, li derva jî hene. Bi DYAyê, Ewropayê, YE, NATOyê û Rusyayê re ê pêwendiyên çawa bên ristin? Bi panîka lihevhatina li gel Rusyayê Erdoğan gelek serî li Putin tewand, lê encamên ku dixwestin negirtin. Ew li hemberî hemû serokên Ewropayê jî hatiye hemberî hev.
Serkeftina Trump bû take-guliya xwepêgir. Trump Erdoğan pîroz kir, ew vexwend welatê xwe û deriyê şerî’yeta rapirsîyê û serokatiya Erdoğan li Rojava vekir.
Lê pirsgirêka Cemaeta Gülen û dosyeya dadgehkirina Reza Zarrab wek du stiriyan ketine navbera nêzîkbûna Erdoğan û Trump. Eger Trump di van herdu xalan de Erdoğan qan’i bike, di siyaseta li gel DYA û Rojava de nermbûn û germbûnek dikare rû bide. Ev ê zemîna hevkarî û hevahengiya Tirkiyeyê û DYAyê li Rojhilata Navîn xweş bike. Li Suriyeyê û Iraqê nuha xetimandinek hebe jî, êbê derfetên hevkariyên stratejik dide. Doza kurdan yek ji van e. Destêwerdana Îranê di Iraqê, Sûriyeyê, Lubnanê û Yemenê de dikare DYAyê, Îsraîlê û Tirkiyeyê li gel hin welatên Rojhilata Navîn bigihîne hev.
Hidûdê reforman di vê çarçeveyê de ê arasteyê misogerkirina desthilatê bin. Hemû ji destpêkê de ê neyên plankirin, li gor termometreya gurrbûna agirê hilbijartinan ê kêm-zêde bibin, lê qet ê nebin reformên bingehîn.
Heftenameya BAŞ hej 21
Leave a Reply