Mîkro-ferqa navbera rêjeyên ‘erê’ û ‘na’ya referandûmê, hêviyek xist dilê mixalefeta li hemberê desthilata bi serokatiya Erdoğan.
Hin derûdor li bendê ne ku rêjeya ‘na’yê li hemberî desthilata îro bibe esasê platformeka hilbijartinên êbê.
Diyar e, cudatiya navbera hilbijartinan û referandûmekê li ber çavan nayê girtin. Rêje jî ne ya kutleyeka homojen, an a xwedan cudayetiyên nêz ên arasteyî hedefeka mişterek bû. Di navê de derûdorên siyasî yên ji hev cuda, heta dijbêrên hev ên req hebûn.
Nagoyên ji mixalefeta MHPê, di çareserkirina pirsgireka kurdan, maf û azadiyên elewiyan û yên xeyrê misliman de, ji MHPê ne nermtir, belkî tûjtir in.
CHP bi xwe ji alî maf û azadiyên pêkhatyan ve handîkapeka mezin e; dijmineka dijwar a tevgera kurdên bakur e. Li hemberî destkeftîyên kurdên Başûr, Rojava û Rojhilat, parêzerê hevkariya li gel Bexdayê, Tehranê û Şamê ye. Daxwaza wê ya fetisandina tevgera kurdî dijminayetiyeka stratejîk e. CHP ew qas dijkurd e ku li ber wê Ak Partî ‘kürtçî’ dimîne.
Ew li hember daxwazên elewiyan jî sist e, paradigmaya wê ya ‘neteweya homojen’, elewî û xeyrê misliman tehdîdeka potansiyel dibîne.
Ji ber destdidestiya veşartî ya wesayetgêr û kemalîstên Tirkiyeyê ya li gel aktoren Hîlala Şîe jî ew li gel rejima Îranê, şîesepînên Iraqê û nuseyrîstên Suriyeyê hevkar e, buye palpişta hegemoniya Hilala Şîe ya li deverê.
Nexwe, israrkirina bingehwergirtina rêjeya %49ê bi CHPê û mixalefeta MHPê re, piştguhxistina maf û azadiyên gelan e. Ku demokrasiyê misoger neke, tenê ê bibe rêxweşkira desthilata CHPê. Desthilatê ji xerabekî bide xerabekî din. Ev xeyrê-exlaqî ye.
Ku gavek hebe, divê li ser esasê misogerkirina maf û azadiyên hemû pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî, cinsî be. Kurd, tirk, sune, elewî, xeyrê mislim, hemû beşên civakê xwe tê de bibînin.
Berî hilbijartinan divê projeyên amadekirî derkevin pêş hilbijêran.
Destûreka demokaratîk a ku pirpêkhateyiya Tirkiyeyê, maf û azadiyên wan ên kesayetî û kollektîf (civakî) qebûl bike berî her gavê tê. Metna destûrê gerek berî hilbijartinan temamkirî be û soz bê dayin ku piştî hilbijartinan gava yekê ê qebûlkirina wê be.
Israrara polemîzekirina sîstemên parlamenteriyê-serokatiyê xapandin e, ya girîng, anîna sîstemeka demokratîk e ku takedestiyê rake, cudayetî û hevsengiya navbera erkên rêvebirî, yasadanîn û dadweriyê misoger bike, rêgir be li hember wesayetgêriya burokrasiya eskerî-sivîl.
Eşkerekirina lîsteya hikumeteka piştî hilbijartinan a ji nunerên pêkhateyan avakirî, nasandina kesayetiyên postên esasîn ên wê jî ê bibe derswergirtina ji tecrubeyên xerab ên vî welatî.
Avakirina platformeka wiha bi roleka esasî ya tevgera Kurdistana Bakur mimkin e, lê divê ew xwe bi hemû hêz û tevgerên Kurdistanî rêk bixe û ruşda serbixweyiyê wergire.
HDP ger xwe ji nav pençeyên çepên tirk rizgar bike, ê bibe serkêşê vê rêkxeriya serbixwe ya Kurdistanê. Kombînezona nav HDPê, em xwe nexapînin, ne ya gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê ye. Partî, rêxistinên û derûdorên çep ên tirk bi pirranî destên dirêj ên wesayetgêriyê ne. Ew baskeka girîng a dewletê ye. Wan serê kaniyê zeft kiriye, da di biryar û gavên stratejîk û hesas de, di rêveçûn û geşbûna tevgera kurd de wek kevjalê wê zeft bikin.
Eger HDP ji vê cendereya wesayetê rizgar bibe, hêz û dînamîzma xwe bi şefafî ji endamên rastîn, alîgir û hilbijêrên xwe bistîne ê dawî li manîpulasyonên nav xwe û civaka Kurdistanê bîne, derbasî jiyaneka normal bibe.
Her wiha ferz e li ser HDPê ew doza (yek alî be jî) rawestandina şerê çekdarî, şiddet û terora nav civakê li PKKê/KCKê bike. KCK, Qendîl û Îmralî, mecbûr in dev ji tehakuma ser HDPê berdin, şer’iyeta serwerî û rêberiya wê ya ku ji endam, alîgir û hilbijêrên xwe distîne qebûl bikin.
HDP divê li gel hemû partî û rêxistinên Kurdistanî biçe ser platformeka hilbijartinan. Bi vî awayî aliyekî sereke yê serbixwe yê Kurdistanî wek terefekî sisiyan derdikeve meydana siyasetê. Ev ê ji CHPê cazîbtir be, bêtir xelk û derdorên demokrat ên rast û çep rakêşe ber bi xwe ve.
Ew divê programeka desthilatê ya destûreka nuh, hikumeteka nuh û siyaseteka demokratîk ya nuh eşkere bike da baweriyê bide dinya demokratîk jî.
Dinya demokratîk hêvî ji CHPê birrîye da ew karibe xwe biguhere, bersiva berjewendiyên civakeka berfireh bide û bibe desthilateka demokratîk. HDPê ew hêvî di 7ê Hezîranê de dabû cîhana demokratîk. Nuha hemleyeka ciddî ya piralî ya din pêwîst e da ew li gel tevgera Kurdistanî ji nuh ve rabe piyan û xwe bigihîne platformên demokrasîxwaz û azadîxwaz.
Nabe, pêşîn li gel ‘erê’ yan ‘na’ya referandûmê, yan filan an bêvan partiyê pakt bên bestin, divê li gor prensîb û projeyên ku aştî, aramî û azadîyê ji civakê re bînin bê tevgeriyan.
Ji heftenameya BAS’ê hej. 22
Leave a Reply