Referandûma li ser guhertinên destûra Titkiyeyê li gor daxwaza serokayetîxwazan encam da; ‘erê’ %51.4, ‘na’ %48.6. Lê bi marjînaleke gelek piçûk, ferqa navbera wan bû %1,4.
Cara pêşîn e, ne demokrasiya pirpêkhateyî be, heta serweriya takedestî be jî, bi destûrî , bi dengdanên hilbijêran, hilbijartî kî be ê bibe fermanrewa. Di tarîxa tirkan de guhertineka nipînuh… Helbet ji bo sîstema nuh, lazim e guhertinên yasayî yên li gor destûra nuh, bi taybetî ya partiyan û ya hilbijartinan bên deranîn, wêne wê gavê ê zelaltir bibe.
Di nîvzelaliya îro da ya xwiya, hilbijartina serokatiyê eger zûtir nebe jî ê di 2019ê de bibe fînala qonaxeka şerekî siyasî yê gelek dijwar.
Guhertina destûrê, ji daxwaza anîna sîstema serokatiyê bêtir ya misogerkirina serokatiya Erdogan ji bo bi kêmasî yek-du dewreyên din bû.
Encamên referandûmê ev hêvî neda Erdoganî. Ferqa navbera rêjeya ‘na’ û ‘erê’ wek Pira Siratê ye (%1,4). Ne ji şertên zor ên rewşa neasayî, derfetên dewletê û yên medyayê ên li gel ‘erê’, koalisyona li gel rêveberiya MHPê, îddîayên ciddî ên li ser rêjeya zerfên nemorkirî buya karibû rewş bi vacayî derketa.
Xetereka mezin a ku vê destûra Erdoganî ew qas ji bo wê şer kir di 2019ê de yekî din bike serok derket. Rêjeya piraniya ‘na’ ya bajarên mezin alarmder e.
Qonaxa ku Erdogan dengên ne tenê dost, piştgir, hevkarên civakî û siyasî, lê yên dîndaran, heta yên nav Ak Partiyê wenda dike destpê kiriye. Rojnamevan, nivîskar û akademisyenên li pişt Ak Partiyê li ser esasê ‘yên heta bazaran û yên heta mezaran’ dest bi tasfiyeya hevdu kirine. Êdî behsa berbijêriya Abdullah Gul a di hilbijartinên serokatiyê de tê kirin.
Ji bo hilbijartinan wext teng e. Lazim e qanûnên li gor destûra nuh bên derxistin. Divê hesabekî baş bê kirin da yasayên hilbijartin û partiyan bêîstîqrarîyê neynin, serokatiyeka xurt û parlamentoyeka hevseng derkeve. Misogerkirina serokatiya Erdoganî li pêşiya hemûyan e.
Diyar e, mezintirîn tehdîd ne bi maneya ku ê biserkeve, lê bi ya perçekirina dengan berbijêriya Abdullah Gul tê dîtin. Ne tenê Erdogan, gelek navendên din, tirsa xwe ya ji berbijêriya serokbûna Gul eşkere kir û ji nuha ve şûrê şerê siyasî ji gelek aliyan ve hat kêşan.
Medya îddîa dike ku Îlker Başbuğê serokê vesayetgêran ji bo di destpêkê de Gul pûç bike mil hildane. Tê xwestin ku Gül wek kesekî bawerpênayiyê ji bal devletê ve bê nasandin. Her sê wêneyên xortaniyê yên Gül, serokerkan Akar û rojnamevan Koru, şîroveyên li ser wan, îşareta vê ne. Başbug û taxima xwe mesele bir heta dereceya ku Gül rê li ber revandina sirrên dewletê yên ji ‘odeyên kozmîk’ vekiriye û ew ketine destên Fethulayiyan û pê re jî yên biyaniyan (DYA). Lê goya Erdogan buye rêgirê li ber vê sirrdizînê. Nexwe vesayetgêr ji Erdogan û Gul, hê Erdogan tercîh dikin.
Şûrkêşekî bêsebir jî Denîz Baykal derket. Hê ji berî referandûmê dest bi planan kir. Ew çû ba Ahmet Turk. Yek ji merivên vesayetgêran ê nav CHPê Tuncay Ozkan jî li zindanê seredana Demirtaşî kir. Baykal li gel Kiliçdaroglu civiya û ultîmatomek dayê: ‘Ya xwe berbijêrê serokatiyê îlan bike, serokê partiye bimîne, yan jê vekişe.’ Baykal dixwaze bibe serokê CHP’ê û yê Tirkiyeyê jî. Wî Meral Akşener û Ahmet Türk jî wek cîgirên serok dan rex xwe.
Ahmet Türk deng nekir. Heyf, diyar e ev mesele li Qesra Qenco hatiye bestin. Lê Akşenerê, eşkerekirina navê xwe bê hayjêhebûna xwe, bênezaketiyeka mezin a sîyasî nîşan da.
Baykal bi van re, bi balkêşî ‘îtîraf’ kir ku yê karibe bibe berbijêrê serokayetiyê yê %49’ê, Gul e. Eşkerekirina navê Gul bêyî haya wî, ji xêrxwazîyê bêtir wek planeka pûçkirina wî xuya kir. Kiliçdaroglu planên Baykal, ne tenê tasfiyekirina Gül ya xwe jî dibîne.
Baykal ne di meydana siyasî ya normal de tevdigere. Plangêrîya wî ji odeyên veşartî yên pişt deriyên daxistî dertê. Lê li gel kê ev ‘xwarin’ tê pahtin? Hinekan xistiye serî, goya ew bi vê hamleye dikare hem Gül, hem jî Kiliçdaroglu pûç bike, xwe derxe pêş.
Hin derûdor, Erdogan li pişt gavên Baykal dibînin. Helbet beralîkirina Gul ê bi dilê Erdogan be, lê ew zêdetir wek hemahengiyeka li gel îfşakirinên Başbug xuya dibe.
Nexwe, hesab ew e ku serokê Tirkiyeyê ê di tûra duyê de bê hilbijartin. Erdogan di herdu turan de jî heye. Wesayetgêr hêvî dikin di ya duyê de li hember Erdogan ne Gul û Kiliçdaroglu, heta ne Baykal, yekî ji wan hebe; belkî Başbug bi xwe. Wan hêvî ew e di tûra duyê de bi nefreta ji Erdogan, hilbijêrên %49ê bidin wî.
Yanî di tûrikê pîjkirên Baykal de esas piştî pûçkirina Gul û Kiliçdaroglu ya Erdogan heye. Ger ev nebû, tercîha wan a duyê Erdogan e.
Heftenameya BAS’ê hej 18
Leave a Reply