QURINCOK LI QETERÊ KETIN, TIRKIYE VECINIQÎ

Rûdaweka payî bi awayekî nepayî hat. Siûdîyê, Misirê û hin dewletên ereb bi biryareka sert Qeter xist  dorpêçê, ew kir masiyê av li serê ziwakirî. Têkiliyên wê yên dîplomasî, eskerî û aborî qeyd û bend bûn.

Pêre pêre xetereka xelayê jî serî hilda. Îranê û Tirkiyeyê xwe dan ber veguhaztina pêdiviyên xurekî yên acîl. Lê wiha biçe ê êş û krîzên kûr ên berdewamî rû bidin.

Trump jî xwe da pişt vê biryara tevizîner.

Yan Qeter ê demildest daxwazan cîbicî bike, yan jî ê riya guhertina desthilatê bê peydakirin.

Qetar qiraliyeteka mutleq e, eger hebe, guhertin ê bi guhertineka li nav malabata qiraliyetê be.

Ew welatekî sune yê wek Siûdiyê wehabî ye. Hevkara Siûdiyê û welatên Delêv e. Peywendiyeka wê ya aborî ya xurt bi DYAyê, Rojava û deverê re heye. Ew xwedan nifûseka 1,7 milyonan e ku ji %85ê wê xizmetkarên biyanî ne, ne xwedan tu mafên welatî ne.

Qeter dewlemendeka jihedêder a gaz û petrole ye. Sermiyangêriyên wê yên derva digihê trilyon dolaran. Hevkareka pêbawer a eskerî ya DYAyê ye. Binkeyên eskerî yên Amerîkayê û Brîtanyayê lê hene.

Baş e, Qeterê çi kir ku ereb ew qas aciz kirin?

Ne veşartî ye ku ji mêj ve ye ew piştgiriya tevgerên sune yên radîkal-selefîst, (Al Qaîde, DAIŞ, El Şebab) dike. Siûdî jî wiha bû, lê roja ku Siûdiyê ev birî, kêm kir an guhert, Qeterê nekir.

Demeka ne kin e, Qeter piştgiriyeka xurt dide Birayên Misilman, li Misrê bû palpişta Mursî, li Filistînê Hamasê av dide. Rêvebirên van rêxistinan li welatê xwe bicih kirin. Di vî warî de  bi desthilata Erdoğan re hevkariyeka xurt danî.

Siûdî, Misir û gelek ereb derdkêş in ji alî Birayên Misilman û Hamasê ve.

Di destpêka bihara erebî de  Rojava bi serkêşiya DYAyê wek îslama milayîm piştgirî da Birayên Misliman da ew bi hilbijartinan bên desthilatê û li welatên misilman ên otorîter reformên lîberal li dar xin, guhertinên ber bi demokrasiye ve cîbicî bikin. Wek welatekî misilman ê xwedan tecrubeya sekulerî û demokrasiyê rola modeliyê spartin Tirkiyeyê.

Lê bihara erebî, ya hêvîkirî neda. Li gelek deveran, reqîtiyê rê neda da ew tifaqan li gel pêkhateyan bikin û bibin desthilat. Li Misrê ew bûn desthilat, lê wan riya demokratîzekirinê negirt, ber bi otorîteriyê ve çûn. Li Suriyeyê wan piştgiriya civakan negirt, xwiya jî bû ku zehmet e ew karibin hidûdekî têxin navbera xwe û El Qaîdeyê an DAIŞê.

Ak Partî jî bi wê rola xwe ya modeliyê ranebû, ji dêlva ku ew civakên ereb bikêşe bi alî xwe ve, ji cimûcol û coşên destpêka serîhildanan, ew bi xwe ber bi wan ve herikî. Riya ber bi otorîteriyê û nelihevkirina li gel Rojava xwiya bû. Tenê li Tunisê hin gavên lerizokî li ser piya man.

Loma, Rojava dev ji bihara erebî berda, li Misrê Sîsî darbe kir, li Afrîkayê û Sûriyeyê kutle ber bi DAIŞê û Êl Qaîdeyê ve herikîn. Biryara pûçkirina wan derket.
Rusya jî tê de, ji bo civaka navneteweyî ya aktuel ew e ku ne tenê El Qaîde û DAIŞ, Birayên Misilman û Hamas jî bên tasfiyekirin, li derveyê desthilatan bên hiştin.

Bizava Birayên Misliman hevrikeka tarîxî ya wehabîtiyê ye. Siûdiye bi her derfetê dixwaze ew bê tunekirin.

A di van stratejiyên Siûdiyê, Misirê û Rojava de Qeter miziriya dike, planên lihevkirî nameşîne, Hamasê û Birayên Misilman dihewîne.

Ew, di şerê dawîn yê li hember Îranê de, bi erebên sune re ne di rezonansê de ye. Muhtemelen bi armanca ku li hember giranîya Siûdiyê hevsengiyekê peyda bike. Lê ji bo Siûdiyê Îran buye koremarek ku ramaneka wiha hew dikare wê hêrs bike.

Îran li Iraqê, Sûriyeyê, Libnanê, welatên Delêv, Yemenê, Lîbyayê ye, heta li hundurê Siûdiyê bingehê wehabîtiyê dihejîne. Divê Îran ji herêmê bê qewirandin.

Hatina Trump a ser desthilatê, firsendeka zêrîn e. Di dewra çar salên Trump de Siûdî lazim e bigihê armancê yan na paşeroj tarî ye.

Aciziyên welatên ereb yên ji Qeterê ji ber qenala El Cazîreyê jî tên. Ew li nav ereban bi zimanê xwe yê bêtirs gelek derûdoran dixe tengasiyê. Serokên Qeterê wê naynin rêzê, bi vacayî kêfekê jê digrin.

Îzolasyona giran a ser Qeterê ji ber van e. Qeter ne li benda derbeka bi vî awayî bû. Ew ranapelike ruyan, nerm digire, lavayî dike da guftûgo destpêbikin û biryarên giran bên rakirin.

Lê xwiya ye, biryarwergir heta guhertineka esasî nebînin ê venekişin. Yan divê siyaseta Qeterê biguhere, yan ê guhertineka desthilatê di nav malbata qiraliyetê de bê kirin. Mesele ciddî ye, hela ku serê Trump li pişt xuya ye. Hin tevgerên balkêş jî li Îranê rûdan.

Baş e, qurincok li Qeterê ketin, Tirkiye çima veciniqî? Di mesela Birayên Misilman, Hamasê, heta DAIŞê, El Qaîdeyê û peywendiyên li gel Îranê de siyasetên Tirkiyeyê û Qeterê pir nêzî hev in. Ew piştgiriyeka têr dide Hamasê, Birayên Misilman ên Suriyeyê, heta Nusrayê (Qaîde). Siûdiye, Amerika, Rojava, heta Rusya ji vê siyasetê tengezar in. Ev dikare Tirkiyeyê bîne hemberî DYA û Rusyayê.

Tirkiyeyê gelek alîkariya Îranê a dema lihevhatina nuklerî kir ku Trump gelek jê aciz e û dixwaze hilweşîne.

Tirkiye li hemberî Kurdên Suriyeyê û Iraqê jî hevkariyê li gel Tehranê, Bexdayê û Şamê dike.

Erdoğan li rast û çep, li jêr û jor hemû welat ji xwe kerixandine. Eger ne mesela îstîqrara Tirkiyeyê buya nuha ji mêj ve gaveka xerabtir li Tirkiyeyê hatibû avêtin û kesê jî nedigot ‘heyf’.

Tirkiye vê dibîne loma vediciniqe.

Ji Bas hej. 23

 

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: