KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ YA KU BERÎ OSMANİYAN LI ANADOLUYA ROJAVA DEWLET AVAKİR (II)

anadolu-beylikleri-haritası

 

(dewama beşa yekê) 

 

Murad Ali Ciwan

 

DI ÇAVKANIYÊN BÎZANSİYAN DE KURD

Nexwe, hê ji nîvê duyê yê sedsala 11-ê pê ve di cîhad û fethên nav erdên Romayê, di zeftkirina gelek kele, bajar û deveran de hebûna kurdan û rola wan qet ne ecêb e. Di van qonaxan de, gava dîroknivîs û buyernivîsên Bîzansî yên wê demê behsa bizav û karên mîrên Kurdan kirine, ew ne wek Tirk yan Tirkmen, lê wek mîr, fermande û serok civakên Persî/Îranî destnîşan kirine. Herwekî dîroknivîsê Bîzansî Georges Pachyméres û Nicheporus Gregoras yên ku buyerên dewra jiyana xwe nivîsîne û Paulus Aeginete yê ji katiben Dêra Johannesê ya Ephesusê (Efesê), gava behsa buyerên ku Menteşa Beg, Sasa Beg û Alîşêrê Germiyanî kirine gotina ‘’Persî’’ bikaranîne. Ji hin tekstên Grêkiya kevn ên van kesan ku Paul Wittek jî di berhema xwe ya bi navê Menteşa Beyliği (Mîrekiya Menteşayiyan) de dane, ev tê dîtin. Gava rojavayîyan di sedsala 18-ê de ew tekstên Grêkiya kevn wergêrane ser Îngilîzî an Fransî jî wek ‘’Pers/Persî’’ wergêrane. Osmanî û Tirkên ku bi durustî ji wan wergerandine jî gotine ‘’Persî’’ an ‘’Îranî’’, lê yên ne durust ji ber xwe ve avêtine gotine ‘’Tirk/Tirkmen’’.

Romayiyan giring dîtiye ku cîranên xwe yên rojhilat yên ku bi salan di bin çengên hev de bûne, ji nêzîk ve naskirine û seranserê dîrokê li gel wan di nav peywendiyan de bûne bi eslên wan ên etnîkî bi nav bikin; wek Pers, Turkmen, Tatar (Moxol) û hwd. ew ji hev cuda kirine. Lê Xaçparêzên wê demê, bazirganên Cenevizî û Venedîkî, Frenkan ji ber ku xanedaniya Selçûqiyan a serdestê wan welatan bi eslên xwe Tirkmen bûne, hemû mîr, beg û civakên ser bi vê dewletê ve wek Tirk/Tirkmen bi nav kirine. Dîroknasên îdeolojiya resmî ya Cumhûriyeta Tirkiyeyê jî ji vê derê tevliviyane, xwe avêtine bextê îdîayên ku ev hemû beg, mîr, mîrekî, xanedanî û civak xwedan etnîsîteya Tirk in. Ev, helbet wek beşek ji siyaseta tirkkirina Anadoluyê û Tirkiyeyê bi vî awayî hatiye.

Hin dîroknas û tirkologên hemdem yên Ewropî yên tevî ku di berhemên xwe de cih didin metnên Bîzansiyan yên bi eşkereyî Persîtiya beşeka pêkhateyên wê demê destnîşan dikin jî, ew vê didin aliyekî. Mixabin, Paul Wittekê Avusturyayî jî di xebata xwe de carina bi vî awayî dike. Tevî ku ew rasterast dinivîse ku Pachyméres nivîsîye ‘’yên Pers’’, tîne wê maneyê ku ‘’guh mede vî aliyê meselê, ew Tirkmen bûn’’. Yekî wek wî yê ku gelek bi xurdekarî û hesasî li ser buyeran û belgeyan radiweste, çima di mesela taybetmendiya etnîkî ya van pêkhateyan de ew qas xemsar e, balkêş e. Her bi vê xemsariyê, tevî ku wî hay ji Hecî Bahadînê Kurdî heye, navê ‘’Menteşa’’ dinivîse û eşkera îşaret dike ku ‘’Menteşe’’ gotineka gelek nuh e jî, Kurdbûna wan daye aliyekî û ew wek Tirkmen dane nasîn.

Li vir, di cih de ye ku bal bê kêşan ser gotina ‘’Tirkmen’’ bi xwe jî. Oxuz, gava hê di destpêkê de, ji warên xwe hatin qewirandin an veqetiyan û wan bi koçberî berê xwe da rojava; Îranê, Azerbaycanê, Kurdistanê, Iraqa Ecem û ya Ereb, ‘’Tirkmen’’ ji wan Oxuzan re hat gotin yên ku bûn Misilman.[1] Lê li dor 150 salan bi şûnde, dema li Anadoluya rojava û navîn erdên bin destê Împaratoriya Romayê dihatin fethkirin û îslamkirin, guhertin di vê maneyê de çêbûn û maneya eşîrên koçer jî lê derket pêş. Ji alî nifûsa xwe ya koçer li Anadoluya rojava yên ku ji wan re Tirkmen dihatin gotin ne ku bi temamiya xwe, bi beşê xwe yê mezin esil-Tirk bûn. Di nav civakê de ne di piraniyê de be jî, beşek hebû ji wan re jî Tirkmen dihat gotin lê bi eslên xwe ne Tirk bûn[2]

Ebu’l Fîda (m. 1331) di kitêba xwe ya cografyayê de, di destpêka sedsala 13-ê de (ji 1204-ê pê ve) îdî ji demografiya xelkên wan erdên ku ji bal Misilmanan hatibûn fethkirin yên wek ji rojavayê Sînopê bigire, tevî Qestemonu, Kutaxya û Denizliyê (Ladik, Laodikea), biçe heta li Deryaya Sipî; Mekrîyê (Fethiye) hemû wan erdan, agahiyên ronahîder yên nivîskarekî Ereb yê bi navê Îbn Saîd radigihîne.[3] Li gor Ebu’l Fîda, Îbn Saîd qeydeka wiha daniye ji bo nifûsa Misilman ya vê deverê: ‘’Tirkmenên ku pirraniya xelkê wê ji neslên Tirka ne, di dema Selçûqiyan de beldeyên Rumê fetih kirin. Êrîş birin ser mensûbên Xeraîteyê[4] yên cîwarbûyiyên li peravan, kirin adet ku zarokên wan birevînin, bifroşin Misilmanan. Li nik wan xaliyên Tirkmenan yên tê hinartin bo hemû welatan hene. Li peravê xelîcek heye ku navê wê Mekrî (Fethiyeya nuha) ye û ji bal hemû gerokan ve tê nasîn. Ji wê derê ji bo Îskenderiyeyê û cihên din kereste tên şandin. Çemekî kûr û mezin diherike vê xelîcê. Tê gotin wek Çemê Battal hatiye nasîn.[5] Tê bahskirin ku di dema Emewiyan de vî navî (Battal) gelek xeza birine ser erdên Rûmê. Li ser çem pirek heye ku tê radan û kêşan, di dema aştiyê de tê danîn, di ya şeran de tê rakirin. Ev, di navbera Misilmanan û Xiristiyanan de hidûd e. Li bakurê Antalyayê Çiyayê Tagurlayê (Denîzlî) heye. Li vê derê û li derûdora wê qasî 200 000 xîvetên Tirkmenan hene. Yên ûc (serhedî) tên binavkirin ev in.’’[6]

Wek tê dîtin, dîroknas û cografyanasên Misilman jî Tirkmen qismek ji nifûsa Misilman a van deran hejmartine û ne temamiya wan; qismek ji wan wek koçerên esil-Tirk hesabkirine. Nexwe, wê demê di nav koçerên ku ji wan re Tirkmen dihat gotin, civakên Misilmanên ku ne Tirknîjad bûn, ji eslên etnîkî yên din dihatin jî hebûn.

Dîroknasê Bîzansî Georges Pachyméres, kesek e ku di dawiya sedsala 13-ê de jiyaye, şer û pevçûnên di navbera civakên Misilman ên wan deverên bahskirî û Romayiyan de, buyer û pêwendiyên navbera wan nivîsîne.

Piştî sefera xwe ya çarê, Xaçparêzan di 1204-ê de paytexta Împaratoriya Romayê Konstantinople (Stenbol) zeft kiribû û Împaratoriya Latînî danîbû. Bîzansî vekişiyan û wan Îznîk kir navenda dewleta xwe, welatê wan di navbera dewletkokên piçûk ên Bîzansî de dabeş bû. Vê rewşê ji nîv qirnekî zêdetir kêşa. Di sala 1261-ê de Bîzansiyan zora Latîniyan bir, Konstantinople rizgar kir û careka din paytexta xwe bir wî bajarî.

Georges Pachyméres jî ji Îznîkê çû li Konstantînopleyê bicih bû. Piştî demekê li navenda Împaratoriyê bû xwedan postên giring, li dadgeha Patrîkiyê berpirsiyarî girt, gelek nêzî xanewadeya Împarator û burokrasiya bilind a dewletê bû. Bi berhema xwe ya bi navê Relations Historikes di nav dîroknivîsên sedsala 13-ê de cih girt. Di vê berhema xwe de ew behsa buyerên salên navbera 1255-1308-ê dike. Yên ku vediguhêze ew buyer in ku di dema jiyana wî de rû dane. Bi hesasiyet û cidiyeteka mezin nivîsîye, qîmeta agahiyên wî bilind in.

Pachyméres, gava behsa pêwendiyên navbera Misilmanan û dewleta Romayê dike, li Anadoliya başûrê rojava; li deverên li ser peravên Deryaya Sipî û Deryaya Egeyê behsa Menteşayiyan û Germiyaniyan jî dike û wan ne wek Tirk, lê wek Pers dide nasandin.

Baş e ku meriv hinekî li ser vê peyvê raweste. Hê berî Îslamê, pêwendiyên Pers-Grêkiyan û Pers-Romayiyan gelek himbiz bûn. Civakên Persî cîranên Grêkî û Romayiyan ên rojhilatê bûn. Di şeran de hin caran Romayî heta Ermenîstan û Azerbaycanê diçûn, carinan jî Persî pêşde diçûn heta Anadoluya navîn; Kapadokya û Kilîkya dixistin destên xwe. Berî Îslamê bi demeka kurt Sasaniyan erdên heta Çemê Yeşîlirmakê zeft kiribûn û ev çem di navbera xwe û Romayiyan de kiribûn hidûd, lê paşê ji dest ve berdabûn. Eger em ji vê nêrîngeyê ve binirxînin, hebûna Persan û helbet wek parçeyekî di nav wan de ya Kurdan dikare bê kêşan paşde heta berî Îslamiyetê. Lê ev dewr ne di nav behsa me de ye û mesele lazim e bi lêkolîn û lêgerînên xurdekarîtir û kûrtir bê zelalkirin.

Lê bi kêmasî dikare bê gotin ku Romayî li gor Ewropiyên din (Frenk, Venedîkî, Cenevîzî û hwd) cîranên xwe yên rojhilatê xwe bi eslên wan ên etnîkî, tarîx û îdareyên wan hê ji nêztir ve dinasîn, teybetmendiyên wan pêkhateyan ên Tirktî, Perstî, Erebtî, Ermenîtî, Asûrî-Suryanîtî hê eşkeretir didîtin û tenê bi eslê serwerên wan nediman, nasname û cudatiyên hê li bin vê serweriyê jî diyar dikirin. Bela ku serdestên wan deveran ên derece yekê Selçûqiyên Tirkmen bûne wan wek Latîniyan û Frenkan giştperestî nekirine û negotine hemî Tirkmen in. Her wekî di pêwendî û bizavên li ser wan deverên ku di vê xebatê de em behs dikin Persîtiya wan pêkhateyên ku ne Tirk in xwiya kirine. Kurd jî wek beşeka Pers/Îranîyan hesab dibûn.

Ku Bîzansiyan di 1261-ê de Konstantinople ji Latîniyan rizgar kir, giraniya navenda siyaseta wan berê xwe da Balkanan. Bi siriştî, Latînî ew gelek tirsandibûn, wan wek xetereka mezin hê li nêzîk, li Rojava, li Trakyayê hebûna xwe berdewam dikir. Bestî bi siyaseta vegeriyana ser bi rojava ve, ji hidûdê rojhilatê, yanî ji wê Anadoluya rojava û navîn a ku Misilman hatibûnê, esker hat vekêşan û şandin bo Balkanan. Vê, ji nişka ve, xelkê Xiristiyan ê rojhilatê Împaratoriyê li hemberê êrîşên Misilmanan bê parastin hişt. Di ser de ku bacên ji bo xercên eskeriyê û şeran hatin bilindkirin, di nav xelkê de hêrseka mezin peqiya, pê re jî tirs û xofekê serî hilda.

Van diyardeyan, li wan deverên ku me buyerên wan ji Ebu’l Fîda veguhaztin jî rûdan, ku li aliyên peravan ên van deveran Menteşayî, li bakur û bakurê rojhilatê wan, li Kutaxya (Kütahya) û Denîzlîyê Germiyanî hebûn.

Li serhedan ku eskerên Romayiyan vekişiyan, warên nuh ketin destê Misilmanan. Pachyméres dinivîse ku xelkê Bîzansî yê li devera serhedan, warên xwe bicîhiştin, derbasî alî Persan bûn, bi wan re hevkarî kirin, rêberî û qilawiziya wan kirin û wiha pê de diçe; ‘’yên dijmin (yên Misilman, Menteşayî û Germiyanî MC) heta nuha tenê bi êrîşên talankerî qayil dibûn, nuha bi saya pêwendîbirrîna xelkê jicî (xelkê Xiristiyan ê Bîzansî) ya bi vî awayî, lingên xwe bi saxlemî danîn ser axa Bîzansiyan.’’[7] Pachyméresê ku di berhema xwe de Tirkan/Tirkmenan jî gelek caran bi nav dike, fatihên nuh ên van erdan ne Tirkmen lê Pers bi nav dike.

Helbet maneyeka vê heye. Çimkî Misilmanên ku ev dever zeft kiribûn ne Tirk/Tirkmen bûn, pêkhate û civakên Persiyayî/Îranî (ku Kurdistan jî beşek bû) bûn, ji wan deran hatibûn.

Li gor Georges Pachyméres, Împarator Michaelê VIII-e di sala 1269 (di çavkaniyê de bi şaşî1296 hatiye nivîsîn) de, di fermandeyiya birayê xwe Johannes de orduyek şand ji bo paşde wergirtina devera Kariayê ya ku piştî 1261-ê ketibû destê Misilmanan, xwestibû bi Persan re peymanekê bibeste.[8] Împarator bi xwe ji bo pesindayina serkeftinên xwe yên siyasî di bîyografiya xwe de wiha dibêje: Persan li wan deverên dora çavkaniyên Menderesa ku hema hema ji Kariaya jorîn ve Frigyayê qeti’ dike û li deverên din xwiya bûbûn. Me ev tune nekirin, ew kirin tabi’.[9]

Paul Wittek, xwe dispêre Pachyméres û dinivîse ku gava Împarator Michael VIII-ê, di 1278-ê de îdî biryar da, îja di fermandeyiya kurê xwe Andronîkos de orduyekê bişîne Anadoluyê, îdî her tişt bûbû, xelas jî bûbû û vê wergirtiyê jê vediguhêze: ’’Ji mêjve dawiya derûdora Menderesê, Kariayê û Antiochiayê hatibû. Devera Kaystrosê û Prieneyê, Mîletê, Magedonê ji bal dijmin ve hatibû vegirtin. Tralles (Aydına îro) her çendî hê nuh hatibû tahkîmkirin û iskânkirin, lê kar nuh xelas bûbû ku di 1282-yê de Persan di fermandeyiya wî kesê ku ew di zimanê xwe de bi maneya wêrek wek Salpakîs (Salpaxis, muhtemelen Sahîlbegî, di çavkaniyê de bi şaşîtî ‘Salkapis’ hatiye nivîsîn) tê binavkirin, lê esil navê wî Mentachias (bi Grekî Mantaxias, Menteşa) e, xwiya bûn û wan bajar muhasere kir. Tevî birçîtiya tirsder, bi taybetî tîbûnê, Tralles, axir heta dema bi tevayî ji taqetê ket û xwest bi lihevhatinê (muahedeyê) teslîm bibe li ber xwe da. Lê ya dayî, Persiyan (Di wergera Wittek ev der wek Tirkmen hetiye wergerandin, lê piştre di çend rûpel şûnde de -r. 38- de cardin tê bahskirin ku Pachyméres wek Persî behsa Salpakîs dike) qebûl nekir. Yên dorlêgirtî li ser vê, bi xwe dîwarên bajarê xwe bi wî awayî hilweşandin ku ji serkeftiyan re kavil bimînin, loma jî ji bal wan ve bi bêrehmî hatin şikênandin. Yên Tirk (rastî divê yên Pers be) cîrana vê Nysa (Sultanhisar) jî her bi wî awayî girt. Gava deşta Menderesê bi vî awayî ji dest derdiket, Andronîkos bêyî ku tiştekî bike li Nymphaionê (Nifê) rawestiyabû, temaşe dikir ’’[10]

1296-ê de sergenerale Împarator; Phlanthrop Alexios gava xwest û teşebus kir ku hukumdariya Bîzansê careka din li Kariayê ava bike, Salpakîsê Persî (Σαλπαχι Πέρσου, li vir bi şaşî Σαλαμπαχι Πέρσου –Salampakisê Persî- hatiye nivîsîn) [Mantaxias] ji mêj ve miribû. Jina wî ya bî, ango xanima pêşîn a harema wî, xezîneyên xwe girtibûn hilkişiyabû keleyeka nêzî Melanudionê ya ku bêşik divê li devera Xelîca Latmosê lê bê geriyan. Alexiosî hêvî kir ku bi riya teklîfa pêre zewicandinê keleyê bixe destê xwe, ku jinikê red kir wî kele bi zorê xist destê xwe.[11]

Em li gotina Sasayê Persîyê fermandeyê Mantaxias(yê Menteşayî) li nik dîroknivîsekî Bîzansî yê din Nichephorus Gregoras jî rast tên. Ew diyar dike ku Sasa Begê Persî yê Menteşayî hukumranê devera peravê ya ji Menderesê heta Ephesusê ye. Ew wî wek Persiyê ku Ephesus (Efes) zeft kir dinasîne.[12]

Pachyméres jî dinivîse ku her wekî ku berê li Tirelleyê (Aydın) bû, Ephesus jî bi guvaştin û zexta birçîkirinê hat stendin: Her çendî teslîmkirina Ephesusê bi lihevkirinê bû jî Dêra Johannes hat talankirin, gelek mirov bi tirsa ku dawiya dawîn ew ê tûşî xeterên fetihkaran durustkirî bibin, barkirin Tireyê, yên din pirê wan qirr bûn.

Buyer di nav destnivîsên Paulus Aegineteyê kâtibe Dêra Johannesê a Ephesusê yê ku reviyabû Grîtê jî tê piştrastkirin. Katib nivîsiye ku Ephesusa ku warê jidayikbûna wî ye, ji bal Persiyên di bin fermandeyiya Sasayî de, di 24-ê oktobera (payiza navîn) a 1304-ê hatiye zeftkirin.[13]

Nickephorus Gregoras van agahiyan dide: ‘’Piştî ku orduyên Romayiyan ji van deveran vekişiyan hemû erdên heta deryayê, ketin bin hegemoniya satrapiyên Tirk (Dibe ku li vê derê jî nivîskar Pers nivîsîbe wergêran ew kiribe satrapiyên Tirk, yan jî ev bi maneya satrapiyên Selçûqiyan –eyaletên, mîrekiyên Selçûqiyan hetibe-) Tirk piştî ku bi Clergé re li hev hatin, li deverên Asyayê ku demekê ketibûn bin hegemoniya Romayiyan mihacir bicih kirin. Karmanos Alisurios (Alîşêrê Germiyanî), devereka mezin a Frigyaya navîn, erdên ku heta digihîştin Phladelphiyayê (Alaşehîra nuha), Devera Antiokyayê ya li derûdora Menderesê hemî îşgal kirin. Ji wê derê heta devera ku digihê İzmirê û deverên İyoniayê yên dûrî peravan (sahîlan) jî yekî bi navê Sarkhanes (Saruxan) girt. Yekî bi navê Sasan (Sasa Begê Menteşayî) dirêjî heta dora Manisayê, Prieneyê û Ephesusê bû, ew der ji xwe re kirin satrapî. Saheya ji Lydiayê, Eoliayê, Misiaya Hellespontê, Kalames û kurê kurê wî Karase (Qaresî, Karesioğulları) wergirt. Dora Olymposê û tevayiya Bithyniayê yekî bi navê Atman (Osman) bidest xist. Ji Çemê Sakaryayê heta Paphlagoniayê kurên Amuriosî(Umûr Beg) di navbera xwe de parvekir.[14]

Pachyméres, li dereka din, encamên balkêş ên ku Romayiyan, li başûr; li Deryaya Sipî û Deryaya Egeyê ji bo rasyonalîzekirina hêza xwe ya deryayî gelek yekîneyên deryayî belavkir radixe ber çavan. Ji bo ku Bîzansiyan gelek tersxane (wargeh û binkeyên keştiyên eskerî û bazirganî) hilweşandin, bi koman deryavanên Xiristiyan bêkar man. Berpirsên Menteşayiyan ji van îstîfade kir û donanmayek (beşa deryayî ya eskerî) ava kir, ji aliyekî ve jî wan li deryayê dest bi korsaniyê kir.

Pachyméres, bi kêmasî beşekê ji wan wek deryavanên Persî bi nav dike. Gava ew bi giştî behsa êrîşên Misilmanan ên ser giravan yên di riyên deryayê re dike, diyar dike ku demekê wan deryavanên Persî şandin giravên Kyklatê û van korsanan bi êrîşên xwe, ew girav bêînsan hiştin:

Her roj, ne tenê ji aliyekî ve, ji hemû aliyan ve xeberên xerab dihatin. Ne tenê di bejayiyê de, bi korsaniya di deryayê de jî, berê, wan girava Tenedosê bi êrîş girt. Li wê derê gelek îşkence kirin û paşde vegeriyan.Wê demê hinên din jî geh bi tirsandin geh bi razîkirin deryavanên Persî yên ku li wê derê bûn şandin Kyklatan û miameleyên xerab kirin; bi gemiyên xwe hicûmî hem Saqizê, hem Sîsamê, hem Kapathosê, hem jî Rodosê û gelek derên din kirin û xelk ji warên wan qewirandin.[15] Di vê demê de li Rodosê korsanekî bi navê Kurdoglu navûdeng da.

Nivîsandinên bi kêmasî sê Bîzansiyan; yên dîroknivîs Georges Pachyméres û Nickephorus Gregoras û kâtibe Dêra Johannesê a Ephesusê Paulus Aeginete radixin ber çavan ku yên warên rojava û başûrê rojavayê Anadoluyê heta Deşta Menderesê, Efesê, Tireyê û Bîrgîyê bi dest xistin, Germiyanî û Menteşayî bûn. Ev ne Tirk bûn, Persî dihatin zanîn. Ev nivîs, wekî destnivîsên hevdemê buyerên herî kevn in ku gihaştine me, ew piştgiriyê didin wan destnivîs û belgeyên ku dinivîsin Menteşayî û Germiyanî Kurd in.

Ji bo ku xebata me xwe bi behsa Kurdtiya Menteşayiyan sînordar kiriye, em ê behsa wan agahî, belge û nivîsên ku Kurdtiya wan eşkere binavdikin, yên destekê didinê bikin û bi vî awayî dawiyê li nivîsa xwe bînin.

AGAHİYÊN DİN ÊN KU KURDTİYA MENTEŞAYİYAN EŞKERE DİKİN

Menteşa, emîr sevahîlekî (mîrê peravan) Selçûqiyên Rûmê bû.[16] Bav û bapîrên wî li peravên Deryaya Egeyê wek emîr sevahîlên sultanên Selçûqî berpirsiyarî hildabûn ser milên xwe û wek xwedanê erdên ku îro dikevin nav wîlayetên Tirkiyeyê Aydın û Muxlayê bûn. Bavê Menteşa Begê damezrênerê Mîrekiya Menteşa, ew Emîr Bahaeddîn e ku di Qeremannameya Şikarî de bi navê Hacî Bahaddînê Kurdî[17], di Selçûqnameya İbn Bîbî de Melîku’l Sevahîl Emir Bahaeddin Muhammed[18] tê binavkirin. Emîr Hacî Bahaddînê Kurdî di serîhildana Mehemed Begê Qeremanî de yê ku Qonya zeft kir û bû sebebê rûdana Cîmrî, bi parastina Qonyaya paytexta Selçûqiyan berpirs bû û bi hêzeka hindik li hundurê bajarê Qonyayê bû. Wê demê ji bal Mehemed Begê Qeremanî yê ku bajar zeft kiribû li gel yek du emîrên din hat kuştin. Piştî kuştina Emîr Bahaeddîn, kurê wî Menteşa li şûna bavê xwe bû emîr sevahîl.

Li gor îdîaya Şikarî, Hacî Bahaddînê Kurdî di destpêkê de emîrê Sêwasê bû. Kurê wî Menteşa jî wê demê li ser sefereka mezin a bavê xwe li şûna wî bi wekîltî Sêwas îdare dikir. Li gor Şikarî ji ber cazîbeya warên zozanî yên çêrê bapîrê pêşîn ê naskirî yê Qeremaniyan Nûreddîn (Piştre mîrekî ji kurê xwe Qereman Beg re hişt, ew bi xwe çû bû mirîde Baba Îlyas û wek Nûre Sofî hat naskirin) di dema nebûna Hacî Bahaddînê Kurdî û wekîltiya Menteşa Begê gênc de bi hîle bajar xist destê xwe. Menteşa xapand kêşa aliye xwe û ew wek begê tabiê xwe teyinî Sêwasê kir. Menteşa ji bavê xwe re got ku rewşê qebûl bike, bixêrtirîn encam ê ev be. Hacî Bahaddînê Kurdî jî êdî ji mecbûrî qebûl kir ku Sêwas bibe bajarekî ser bi Qeremaniyan ve. Ji vir pê de Şikarî, Hacî Bahaddînê Kurdî û kurê wî Menteşa Beg li peravên Deryaya Egeyê wek hevkarê Qeremaniyan dinasîne.

Lê qasî ku tê fahmkirin, ew hin rûdanên li deverên cuda yên di demên cuda de ji bal qehremanên cuda ve kirî tevîhev dike û bi mihaweleya pesindayin û mezinkirina Qeremaniyan hin vebêjên xwe bi xwe durust kirine û şaşîtiyên giring jî kirine.

Weka me bi xwesipartineka çavkaniyên Bîzansî di nasandina Germiyanî û Menteşayiyên li rojavayê û başûrê rojavayê Anadoluyê nîşan da, ya nêzî aqilan ew e ku Hacî Bahaddînê Kurdî ji bal sultanên Selçûqî[19] ve hê gelek berê li peravên Deryaya Egeyê wekî melîku’l sevahil hatibe danîn û ew ne ser bi Qeremaniyan ve be, ku ew bi xwe jî mîrekiyeka Selçûqiyan bûn, lê emîrekî rasterast tabiê sultanan be. Heta gava Mehemed Begê Qeremanî rûdana Cîmrî derxist, Emîr Bahaeddîn Muhamed bi parastina Qonyayê wezîfedar bû û di dema serîhildanê de ji bal Qeremaniyan ve hat kuştin (Buyera Cîmrî û loma tarîxa mirina Emîr Bahaeddînê Kurdî 1277 e), kurê wî Menteşa ket şûna wî.

Di Menaqibên Arifan(Ariflerin Menkıbeleri) ya Ahmed Eflakî de, menqibeyên ku behsa peywendiyên Sultan Weledê kurê Mewlana Celaleddinê Rûmî û kurê wî Arif Çelebî yên li gel mîrên Menteşa, yên Germiyan û yên Aydiniyan dikin hene. Pêwendiyên di van menqibeyan de bahskirî li gel li ser Menteşa Beg, Yaqûb Begê Yekê yê kurê Alîşêrê Germiyanî û Mehemed Begê Aydinî ne û li gel çavkaniyên Bîzansî lihevhatî ne.

Rêkûpêktirîn xebata li ser şecereya begên Menteşayî ji bal Paul Wittek ve hatiye kirin[20]. Wî xwe sipartiye çavkaniyên Bîzansî, Şikarî, Munecimbaşî, Ahmed Eflakî û kronîkên din yên wek van, her wiha li kîtabeyên li ser kêlên gorrên begên Menteşayî û yên li ser eseren mîmarî yên wan şecereyek derxistiye. Wittek, gazinan dike ku nivîsên kîtabeyan ew qas mehiyane û têkilhev bûne ku gelek caran nayên xwendin, silsile û navên li ser wan her gav li gel hev ne lêhatî ne. Di rastiyê de meriv bi xwe jî gava yên ku wî qerar daye ku rast xwendiye dibîne , diyar dibe ku wî ew jî rast nexwendine.

Wittek, tevî van dijwariyan qebûl dike ku hew Hacî Bahaddînê Kurdî yê ku navê wî di Qeremannameya Şikarî de derbas dibe wek navê bavê Menteşa yê herî nêzî rastiyan e, lê piştre di wê şecereya ku ew dikêşe de bi awayekî balkêş cih nade vî navî.[21]

Wittek, du-diliya xwe ya li ser navê Hacî Bahaddînê Kurdî dispêre du sedeman. Ya yekê; ev nav di nusxayên destnivîs yên Qeremannameya Şikarî yên ku hemû jî piştre hatine îstînsahkirin de, carina Hacî Bahaddîn, carina jî Hacî Bahadir derbas dibe. Ya duyê jî Şikarî hin buyeran dike karên Hacî Bahaddîn ku di esasî de piştî wî, piştî 1277-ê rûdane, heta buyerên salên 1290-ân, yên 1300-a ne.

Bêguman ev herdu sedemên dudiliyê dikarin bên zelalkirin. Derbasbûna navên Hacî Bahadîn û Hacî Bahadir ne ji ber hebûna du kesên cuda ne, lê ji wê ne ku di alfabeya erebî de ya yekê bi ‘ﻥ’ (nûnê), ya din bi ‘ﺮ’( rêyê) xelas dibe. Di destnivîsan de ferqa grafîkî ya navbera wan tenê xalek(noxteyek) e. Gava xala di nûnê de li serê neyê danîn an bê jibîrkirin, yan bimehe ew ê wek rê bê xwendin. Loma di dema îstînsahkirinan (jiber nivîsandinan) de her ji bo eynî şexsî carina Bahaddîn û carinan jî Bahadir hatiye xwendin û nivîsîn.

Sedemê duyê jî ew e ku tê fahmkirin ku ne Şikkarî, ne jî Wittek, ji bilî bapîrê Menteşayiyan Hacî Bahaddînê Kurdî, hay ji Emîr Bahaeddîn Kurdê mîrê Mîrekiya Kurd a Amasyayê ya serbixwe nîne ku yek du deh salan piştî Hacî Bahaddînê Kurdî hatiye. Me di xebata xw ya bi navê Amasya Bağımsız Kürt Emirliği (Emareta Kurd a Amasyayê ya Serbixwe)[22] de, cihekî fireh daye jiyan û dema Mîrê Amasyayê Bahaeddin Kurd.

Kurd Beg, di dawiya sedsala 13-ê û nîvê pêşîn ê sedsala 14-ê de buye mîrê Amasyayê, yê Qeyseriyê, berî wan li Sêwas, Amasya û Qeyseriyê emîrtî, walîtî û wezîrtiya Mîrekiya Eretnayiyan kiriye.

Tevî ku Şikarî di berhema xwe de li hin cihan navê Kurd Beg, Hacî Qutlu(Kutlu) Şah îbn Kurd û Xwace Alî dide jî bi qenaeta me ew wan nasnake, bes di beşê pêşî yê esera xwe de ku esas ew wergerên ji Farisî ên ser bi Tirkî yên beşên menzûm ên Yarîcanî û Dehannî ne, ji wan neqil kiriye lê ji bo ku baş nas nake bapîrê Menteşayiyan Hacî Bahaddînê Kurdî û Mîrê Amasyayê Emîr Bahaddîn Kurd têkilhev dike[23] Karên ku Emîr Bahaddîn Kurd, piştî mirina Hacî Bahaddînê Kurdî yanî piştî 1277-ê dike wan jî dike yên bapîrê Menteşayiyan. Gava ew bên naskirin û fahm bibe ku ev nav yên du mîrên kurd ên cuda ne, buyer hê zelaltir li ciyên xwe rûdinên û ew sedemên ku Wittekî dixin nav gumanan ji meydanê radibin.

Rewşeka din jî heye ku diyar e Paul Wittek dixe nav dudiliyan. Di kîtabeya ser kêla gorra Ahmed Gazî îbn Îbrahîm Beg ê mîrê Menteşayiyan ê ji demen dawiyê de ku di sala 793/1391-ê de hatiye çikandin, navin li serê hene ku li gel navên standard yên şecereya wî li hev nakin. Kîtabe wiha ye: Ahmed Gazî îbn Îbrahîm, îbn Orxan (Orhan), îbn Mesûd, îbn Menteşa, îbn Eblîstan, îbn Karabay.

Wek tê dîtin li gel navê naskirî yê Menteşa hin navên balkêş (Eblîstan, Karabay) hene, lê navê Hacî Bahaddînê Kurdî tuneye. Ger hebûna muhtemelen ê wek Muhammed Beg derbas bûya. Li şûna bavê Menteşa ‘’Eblîstan’’ heye.

Em Eblîstanê wek navê kevn ê bajarê Elbîstana ser bi Meraşê ve dizanin. İsmail Hakkı Uzunçarşılıoğlu jî ji bo Eblistanê wiha dinivîse: ’’Navê Eblîstanê şayanê dîqetê ye. Navê berê yê Elbistana îro ya qezaya wîlayeta Maraşê Eblistin bû. Gelo ev navê memleket di eynî wextê de navê kesan e jî? Di sedsalên 14-ê û 15-ê de, di tarîxê de rastî navên kesan ên wek Dimşiq, Misir, Bexdad, Mardîn, Isfahan jî tên. Loma navê di kîtabeyê de navê kesan e’’[24]

Her wiha, berî kîtabeya li jorê, di kîtabeya li ser Mizgefta Ahmed Gazî de ya ku li Mîlasê hatibû avakirin, ku sala 780/1378-ê hatibû nivîsîn, şecereyeka cudatir heye ‘’Vê mizgefta mezin Emîrê ezîm û sultanê mukrî malike rikaba qewman, sultanê hukumdarên Ereb û Eceman[25], Ahmed Gazî Beg –Xwedê jiyê wî dirêj bike îbn merhûm û maxfûr şehîdê bextewer İbrahim Beg bin Orhan, bin Mesûd, bin Eblistan avakiriye’’ . Ciyê balkêşiyê ye ku li vê derê hem di ya dema hê saxiya Ahmed Gazî de, hem di ya ser kêla gorra wî de, bapîrê pêşîn Qarabay (Karabay) tuneye. Hê balkêştir, navê demzrênerê mîrekiyê Menteşa jî tuneye. Di kitabeyên dorkenarê deriyên hilkişiyana ser mihraba vê mizgeftê de jî, her ew şecere heye.[26]

Wittek, li ser aghiyeka li gel dîroknivîsê Bîzansî jî dikeve gumanê. Balê dikêşe serê ku Pachyméres behsa kesekî bi navê ‘Karmanos Alisurios’ dike û ji vê, encama navê Alîşêrê Germiyanî derdixe. Lê li dereka din, ji nivîsandina ‘Karmanos Mantachiyas’ şîroveyeka din dike û dinivîse ku meriv nikare bigihîje wê encamê ‘Karmanos’ê wek ‘Germiyan’ fahm bike, ev ne mimkin e dibêje.[27] Çima? Çimkî yekî Menteşayî ye. Esas gelek siriştî ye ku civakên di nav hev de, li gel hev, yan cîran navên naskiriyên hevdu bidin zarokên xwe, lê em wê bidin aliyekî.

Li gor Wittek, ev pirtir dikare bi navê Qereman (Karaman) re wek hev be yê ku di salnameya dewletê ya Kalkaşandî ya di 1412-ê de temamkirî de wiha derbas dibe ‘’El Emîr Zervan îbn Karaman ibn Menteşa’’(‎الاميرذروان بن كرمان بن منتشا). Wittek ji vir tevdigere û wek bapîrê Menteşayiyan biryarê li ser navê Qereman dide, vî navî di şecereya xwe de bicih dike.

Helbet Wittek, di eynî wextê de awayê erebînivîsandiya teksta Kalkaşandî jî dide. Ji vê jî fahm dibe ku ne mimkin e wî qesda navê Qereman (Karaman) kiribe. Ya ku di Tirkiya îro de wek ‘Karaman’ tê nivîsîn, li gor elfabeya Erebî divê wek ‘Qereman (قرمان )’ hatibe nivîsandin. Kalkaşandî ‘’El Emîr Zerwan îbn Kirman/Karman (ne Karaman jî) îbn Menteşa’’ nivîsîye. Nav, bi misogerî, hem di Pachyméres, hem di Kalkaşandî de ‘Karmanos/Karman/Kirman’ e. Ya divê ev wek ‘Germiyan’, ya jî wek nivîsandî ‘Karman/Kirman’ bê qebûlkirin, tu riyeka din tune. Ji xwe di dîrokê de peyva ‘Kirman/Karman ‘ ya ku buye nav ji însanan re heye. Karman Şah, piştre buye Kermanşah / Kirmanşah’. Eger bê bibîranîn ku di qirnê navîn de, beşeka giring a Kurdan ku hatine Anadoluya navîn û rojava ji derûdora Şarezor/Germiyana Kurdistana Iraqê ya nuha û Kirman /Kirmanşah/Loristana Kurdistana Îranê ya nuha hatine, navên ‘Germiyan’ yan jî ‘Karman/Kirman/Kerman’ maqûltir in.

Ji teksta kîtabeya ku Wittek di kitêba xwe de daye, fahm dibe ku wî kîtabeya ser kêla gorra Ahmed Gazi Beg jî şaş xwendiye gava gotiye Karabay. Li gor teksta erebî ne mimkin e ku ev gotin wek ‘Karabay, Qarabay’ bê xwendin. Belkî ‘Kurbî Beg/Qurbî Beg/Kurî Beg’, hetta ‘Q[a]zi Beg’ bê xwendin. Wittek bi xwe dinivîse ku kîtabe zêde mehiyaye, derfeta xwendin û bişaftineka zelal nade. Tevî vê jî balkêş e, ev nav wek ‘Karabay’ xistiye dawiya şecereyê. İsmail Hakkı Uzunçarşılıoğlu jî dinivîse ku ‘’her çendî Doktor P. Wittek ev nav wek Karabay Bey xwendiye jî di kîtabeyên beşê duyê de wek Kuri yan Kari Bey hatiye xwendin’’. Uzunçarşılıoğlu bi xwe jî nekariye bixwîne.

Ahmed Gezi mezar tashi

Kîtabeya li ser kêla gorra Ahmed Gazî Beg. Ji kitêba Wittek

 

Piştî van zelalkirinan, dimîne gotina ‘Eblistan’ ku vê kîtabeya dikeve dema serdestiya Osmaniyan dikare wek ’Eblistanî’ jî bê xwendin. Belkî hê rasttir welê bê xwendin. Di kitêbên berê de yên bi Osmanî û Erebî, ya bi navê ‘hurûfê îmla’ ku nedihat nivîsîn lê dihat xwendin. Hin dîroknivîsên Tirk û Osmanî ji bo ku ev qaîde li ber çavan negirtine, ‘Germiyanî’ wek ‘Germiyan’ yan jî ‘Germiyan Begi( Begê Germiyanê) wek ‘Germiyan Beg’ xwendine. Bi vî awayî dikare navê ‘Eblistanî’ (Elbistanî) bi maneya ‘’yê ji Eblistanê/Elbistanê’’, ev xanedanî bi bajarê Elbistanê yê ku di dewra Îslamê de wek bajarekî Kurdan ê avadan bû, bê pêwendîdar kirin.

Lê ya qenctirîn ew e ku meriv şecereyên kîtabeyên di dewra serdestiya Osmaniyan de, di dewra entegrebûna bi wan re de, fahm bike ku bi zanebûn hin navên rastîn ên şecereye nehatine nivîsîn hin navên nerast û nelêhatî hatine nivîsîn. Revîzekirina şecereyan li gor dem û dewranan li seranserê dunyayê li nik hemû xanedaniyan heye.

Hema hema temamiya Kurdên ku hatine Anadouya rojava û navîn, berê hatine deverên Suriyeyê; Şam û Helebê, ba Eyyubiyan, piştre ji wan deran belavî deverên Meraş, Elbistan, Malatya û Sêwasê, hetta Qeyseriyê û Amasyayê bûne, gav bi gav li wan deverên Anadoluya rojava û navîn ên bahskirî bicih bûne.

Ne ecêb e ku Hacı Bahaddînê Kurdî yan bapîrekî wî yê bi navê Qurbi/Qurbi/Q[a]zi Beg ji Elbistanê be. Ji xwe destpêka jiyana Melîku’l sevahil Emîr Bahaeddîn Muhammed li Sêwasê derbas buye.

Bi vî awayî, eger ê şecereyek ji bo xanedaniya Menteşayiyan bê danîn, Qarabey/Karabey û Karaman/Qereman Begê ku Wittek wan bi nav dike divê bên avêtin rexekê, muhtemelen şecereyeka wiha bê avakirin:

Quri/Qurbi/Qazi Beg, kurê wî Eblistan[î] Beg/Emîr Hacî Bahaeddin Muhammedê Kurdî, kurê wî Menteşa Beg, kurê wî Kirman (Karmanos/Germiyan) Beg, kurê wî Mesûd Beg, kurê wî Orhan Beg, kurê wî Îbrahîm Beg, kurên wî Mûsa, Muhammed û Ahmed Gazî Beg, (piştî Ahmed Gazî biryê wî) Muhammed Beg, kurê wî Îlyas Beg, kurên wî Ahmed û Leys Beg. Kurê Ahmed Îlyas Beg. Divê neyê jibîrkirin ku hinek xelekên di navê de zeîf in.

Ji alî behsa me ve yên giringtirîn, Emîr Hacî Bahaddinê Kurdî (Melîku’l sevahîl Bahaeddin Muhammed) ê ku Mîrekiya peravan ya tabiê sultanên Selçûqî kir û Menteşa Begê ku serbixweyiya vê mîrekiyê îlan kir û navê xwe lê kir…

Ji bo ku di vê xebatê de aramanca esasî Kurdtiya Menteşayiyan e ê zêdetir cih neyê dayin dîroka wan, ê li ser eslê wan ê etnîkî bê temerkuzbuyîn/întensîvbuyîn.

PEYWENDİYÊN NAVÊ MENTEŞA YÊN BI KURDEWARİYÊ RE

Wittek, di mesela Menteşa de ew qas reşbîn tevgeriyaye ku biryar nedaye gelo ew navê însan, eşîr an deverekê ye. Lê bi lêhûrbûneka ne zêde kûr derdikeve ku Menteşa navekî însanan ê hevedudanî yê ji du peyvan e.

Navê ‘’Menteşa’’ wek navê însanan û pêwendîdar bi civak û dîroka Kurdewarî re bi rêkûpêkî Şeref Xan, di Şerefnameyê de  gava behsa Mîrên Kilîsê dike, dide:

‘’Li gor ku dibêjin [Hukumdarên Kilîsê], li ser esasê rîwayeta rast pismamên (kurmamên) hukumdarên Hakkâriyê û Îmadiyeyê ne. Ev, sê bira bûn û navên wan Şemseddîn, Bahaddîn û Menteşa bû. Hukumdarên Hekkâriyê ji nesla Şemseddînî ne û ji bal Kurdan ve ji van re ‘Şemû’ tê gotin; ji hukumdarên Îmadiyeyê yên ji nesla Bahaddinî tên re ‘Behdin[î]’ tê gotin; em bên ser hukumdarên Kilîsê jî, ew ji nesla Menteşa ne û ji wan re ‘Mend’ tê gotin.

Ji rîwayetên curbicur kîjan rast be jî, Mend di destpêkê de biserket eşîreka Kurdan li dora xwe civand û li gel wan çû Şam û Misrê, ket xizmeta hukumdarên Eyubiyan. Wan jî nehiya Quseyrê ya nêzî Wîlayeta Antaqyayê da wî. Mend û merivên xwe zifistanê li vê derê bicîbûn. Bi vê jî nema; civakeka Kurdên Êzîdî yên ku hê ji berê de li van diyaran cîwar bûbûn, li dora Mend civiyan. Vê jî rê vekir ku roj bi roj şan û şerefa wî bilind bibe, nifûza wî zêdetir bibe. Ji her derê Kurd hatin ba wî. Her wiha Kurdên li derûdora Cûnê û Kilîsê cîwarbuyî jî tevî wî bûn.

Hukumdarên muezzem ên Alê Eyyub bala xwe danê û ew kirin mîrêmîranê hemû Kurdên li Şam û Helebê; di îdarekirina vê civakê de û biryardan û çareserkirina meseleyên wan de, ew bi her awayî serbest hiştin. Bi vî awayî ew hilkişandin bilindtirîn meqamê îdarî û eskerî. Di destpêkê de şêxên Kurdên Êzîdî yên li navbera Meraş û Hemayê berfirehbûyî, li ser van meqaman pê re pevçûn. Vê rewşê rê vekir ku dem bi dem şûr bên kêşan û şer jî derkevin. Lê Mend li hemberê wan biserket; geh bi dijwarî û reqî, geh bi nermî, geh bi zixtan û geh bi qenciyan ew kirin tabi’ên xwe. Di dawiyê de gihaşt xweziya xwe û hemû Kurdên li wan diyaran stu li ber hukumdariya wî ya mutleq tewandin.

Ku Mend mir, kurê wî Ereb Beg ket şûna wî. Piştî wî jî kurê wî Emîr Cemal îdare girt destê xwe. Piştî mirina wî jî kurê wî Ahmed Beg ket şûna wî. Di dema vî begî de dawî li rojên Alê Eyub hat û dewleta wan a mezin ket destê Çerkezên Memlukî. Lê Ahmed Beg huştu li ber dewleta Çerkezan netewend û rojên xwe wek hukumdarekî serbixwe derbas kirin. Di dawiyê de du kur li pey xwe hiştin û mir.’’[28]

Tarîxa mîrên Kilîsê di Şerefnameyê de ji vir pê ve jî Canpolatan jî digire nav xwe û berdewam dike, lê j bo ku pêwendiya wê li gel behsa me tuneye, em li vê derê dibirrin, qîma xwe bi vî qasî tînin.

Ji agahiyên ku Şeref Xan dide tê fahmkrin ku Menteşa navê mîrekî ye, Kurd bi navê Mend gazî vî mîrî dikin, ew di dema xwe de ji devera Botan li gel eşîra xwe çuye ketiye xizmeta Eyubiyan, wan li devera Antaqyayê mîrekî daye wî. Ji ber serkeftina mîrê bi navê Mend civaka (eşîra) li pey wî, hetta xanewadeya hukumdarên Kilîsê bi navê Mend[î] tên naskirin.

Berî ku Mend, li devera Antaqyayê bicî bibe, li wê derê Kurd, bi taybetî Kurdên Êzîdî weka civak hene. Ku Mend bi ser dikeve hem Kurdên misilman ên derûdora Cûn û Kilîsê, hem jî Kurdên Êzîdî li dor wî dicivin, dibin yek. Piştre, sultanên Eyubî wî wek mîrêmîran li ser serê hemû Kurdên Heleb û Şamê(teqrîben erdên bakurê Suriyeya nuha, Şam û Libnanê) tayin dikin. Hêz û serweriya Mend ji Meraşê heta Hemayê berfireh dibe.

Di dîrokê de, Kurdên ku ji deverên Mûsilê, Şengalê, Şarezorê, Germiyanê û Loristanê çûne rojava ber bi erdên Bizansê (Romayê) de, ji bo ku zincîreçiyayên Zagrosan, Torosên rojhilatê, zozanên wan ên bilind û geliyên teng û kûr û li gel van çemên Firatê, yê Mûradê, yê Dîcleyê û yên Zapê rê nedidan, riyên wan di zozanên nizm, deşt û berriyên Germiyanê, Şarezorê, Mûsilê, Mêrdînê, Herranê, Urfayê, Halebê û quntarên başûr ên dirêjeyên wan zincîreçiyayên binavkirî; Cûdî, Şengal û hwd. re derbas bûne.

Kurdan ji başûrê Îrana îro, rojhilat û rojhilatê bakurê Iraqê, ev güzergâh şopandine hatine erd û peravên bixêrûbêr yên Sûriyeyê, Halebê, Şamê û Antakyayê. Ji vê derê ji aliyekî ve başûr; Libnan, Filistîn, Misir û Yemen, ji aliye din ve deverên bakur û rojhilatê Antakyayê; deverên Kilîsê, Elbistanê, Meraşê, Meletiyeyê, Sêwasê, Qeyserîyê, Amasyeyê, Toqatê, Kutaxyayê, Qestemonûyê, Anqereyê û Sînobê hedef girtine, yan jî Edene, Antalya, Qonya kirine qonaxên navîn û derbasî devera Egeyê bûne.

Deverên bakurê Şam û Helebê, rojhilatê û bakurê Antakyayê, warên qonaxên yekê ne. Li van deran bajarên navdayî, bûne cih, war û navendên pêşîn ên rûniştîyên û birêveberiyên Kurd û Misilmanan.

Esas îstîlayên Ereban ên destpêkê ji van guzergahan çûne nav erdên Împaratoriya Romayê, heta ber hîsarên Îstanbulê. Piştre, pêlên îstîlayên Tirkmenên Oxuz û yên Moxolan yên di ser başûrê Îranê, İraqa Ecem û Îraqa Ereb re hatî jî ev guzergah û qonax şopandine. Ev nexşerê, mecbûriyetek bû ku şertên cografî û siriştî yên dinyaya wê demê ferz dikirin.

Loma jî, di çavkaniyên Îslamê yên qirnê navîn de, ku behsa hem berfirehbûna Îslamê, hem jî ya Îstîlayên Oxuz-Tirkmen û Moxoliyan dikirin, rasthatina li mîr û fermandeyên Kurdan li deverên Meraşê, Xarputê, Elbistanê, Sêwasê, Qeyserîyê, Amasyayê, Toqatê û piştre Kutaxyayê, Qestemonuyê, Sînobê, Aydinê û Muxlayê ne ciyê şaşmayinê ye.

Em li vê derê, careka din navekî bibîrxin ku me di beşê derbasbûyê yê vê xebatê de gava behsa kuştina Suleyman Şah ya di sala 1086-ê de di şerê li hember Tutuş de li devera Antaqya û Helebê kir, me behsa wî kiribû. Îbnî Bîbî û Yazicizade Alî behsa wî navî kiribû; Mende Beg/ EmîrMende yê ku hê ji Toqadê tevî emîrên din, li gel Suleyman Şah bû, mil bi mil pê re diket şeran û gava Suleyman Şah hat kuştin kurê wî Qilicarslan li gel mîrên din li ser text danî. Mend Begê ku Şeref Xan û Mende Beg/Emîr Mende yê ku Îbnî Bîbî û Yazicizade didin, bi qenaeta me her eynî nav in. Li gor zanînên di dest de helbet têrê nake bê îdîa kirin ku eynî şexsiyet in. Çimkî Mend Begê ku Şeref Xan bahs dike li gel tarîxeka hê piştretir; ya bi kêmasî qirnek piştre ye ku Eyubî bûbûn împaratorî. Lê herdu nav eynî ne. Bi mane û balkêş e, her wiha nîşaneka giring a şopbiriyê ye ku ev herdu kesayetî di her eynî deverê de derketine ser sahneya tarîxê, ji wê derê ber bi bakur ve çûne.

Helbet Menteşayê kurê Hacî Bahaddînê Kurdî û ev herdu Mend jî kesayetiyên cuda ne. Menteşa gelek piştî wan jiyaye. Lê ev ji bo me wê yekê jî derdixe ku gava hê Menteşa derneketibû ser sehneya tarîxê, navên Mend û Menteşa li nav Kurdan berbelav bûn, heta xanedaniya Mendan pêkhatibû û vê xanedaniyê li deverên Antakyayê, Kilîsê, Meraşê, Helebê û Hemayê serwerî dikir. Şexs dikarin ne yek bin, lê bi hêsanî mimkin e ku bapîrên wî mîrê ku li başûrê rojavayê Anadoluyê, li Egeyê derket meydanê û dewleta Menteşayî danî, bapîrên wî yên ku hê pêşdetir li Sêwasê serwerî dikirin di demên berêtir de Elbistan û hin deverên din ên wan deran îdare kiribin, heta ew ji eslê xanedaniya Mend bin, parçeyek ji wê bin.

Li gor zanîna me pêşkêşkirî, ew encamên ku em gihîştinê ev in; eslê gotina Menteşa ‘Mend/e’ e. Mend/e di destpêkê de bi asta meqamê beg/mîrtiyê navê xwe daye naskirin; Mend/e Beg, Emîr Mend/e. Lê ku Mend/e Beg, bi rutbeya beglerbegiyê (mîrêmîran) dest bi serweriya li ser gelek eyaletan û mîrekiyan kir, bû Mend/e Şah.[29] Di xebata me ya bi navê ‘Amasya Bağımsız Kürt Emirliği’ (Emareta Kurd a Amasyayê ya Serbixwe) de me dît ku gava Hacî Qutlu (Kutlu) Begê kurê Emîr Bahaeddîn Kurd bû êmîrê Amasyayê navê Hacî Qutlu (Kutlu) Şah lê hat kirin. Me dît, Mend Begê ku Şeref Xan behsa wî dike, piştre bû mîrêmîranê (beglerbegîyê) hemû Kurdên ji Hemayê heta Meraşê, yanî bû ‘şah/xan’’.

Navê Mende Şah, bi demê re ku meşhûr buye, hatiye hezkirin, li derûdorên xanedaniyê hatiye hevgihandin û wekî nav li însanan hatiye kirin; Mendeşa[h]. Piştre bi demê re nav sivik buye guheriye ‘Menteşa’ . Ji xwe, Şeref Xan jî Şerefname gelek piştî van mîran, di 1597-ê de nivîsîye. Di wê demê de îdî navê Mendeşah li her derê guherîbû bûbû Menteşa, di berhema wî de jî bi vî halê xwe yê sivikbuyî cih digire.

Navê Şeref Xan bi xwe jî di demen piştre de pêrgiyê guhertineka bi vî awayî buye. Navê wî Şeref (Şerefeddîn) e. Wî nîşana Xan-tiyê hê gava li Îranê bû, di dema Şah Tahmasp de gava bû mîrêmîran (beglerbegî) wergirtiye û ew wek Şeref Xan hatiye binavkirin. Lê piştre, di dema me de jî ev nav û nîşan hatine biyekkirin û wek navê Şerefxan li însanan hatiye kirin.

Di encamê de qenaeta me ew e ku li gor agahî û belgeyên pêşkêşkirî bi hêsanî meriv dikare bigihîje wê encamê ku xanedaniya Menteşayiyan Kurd e. Teb’ayên mîrekiyê, civakên bin serweriya xanedaniyê, wek hemû mîrekî û dewletên dema qirnê navîn li Mîrekiya Menteşa jî ji civakên xwedan etnîsîteyên cuda pêkhatibûn. Wek Misilman Kurd, Tirkmen, Moxol, Xwarezmî, Ereb û Faris, Ermenî û Rumên misilmanbuyî hebûn. Helbet Rum, Ermenî, Gurcî, Yahûdî, Suryanî-Asûrî, Latîn û Frenkên ji Rojava hatî jî hebûn.

Ev xanedanî, li Anadoluya rojava û navîn, di nav dewleta Selçûqiyên Rûmê de bû ku xanedaniyeka Tirkmen serwerê wê bû. Pirraniya emîr, beg, rêvebir, esker û eşîran Tirkmen bûn, bi wan re di kefteleftê de bûn. Hê ji destpêkê de li gel zimanê xwe Kurdî, Farisî û Erebî, Tirkî, hetta Rumî di jiyana xwe ya rojane de bi berfirehî bikar anîne, ev bi asanî dikare bê fikirîn. Ew bi van zimanan, civakên ji kultura van civakan heşirneşir bûne. Bi taybetî di dema serdestiya Osmaniyan de ku zora hemî mîrekiyên deverê bir û ew kirin beşek ji xwe, bi taybetî ku bi giştî dev ji Farisî û Erebî hat berdan, endamên xanedaniya Menteşa jî pirtir bi derûdorên rêvebir ên Osmaniyan re û bi Tirkan re entegre bûn.

Lê qasî ku em tê digihîjin, heta salên destpêkê ên Cumhuriyeta Tirkiyeyê Kurdtiya xwe zanîne, beşeka giring a wan, bi taybetî tebeqa rêvebir, zimanê xwe jibîr kiribin jî eşîrên Kurd ên ser bi wan ve û Kurdên wan ên cîwarbuyî Kurdî jibîr nekirine, di jiyana gundewarî û nîvkoçeriyê de Kurdiya xwe bikaranîne.

Di rojên me yên nuha de jî, li Anadoluya rojava û navîn beşekî giring ê nifûsa ku bi Kurdî diaxive ji wan Kurdên wê demê ne. Yên ku îdî bi Tirkî diaxivin jî zanin ku bi eslên xwe Kurd in. Lê ji bo ku li ser dîroka wan, xebatên ciddî yên ilmî tunene, gelek caran agahiyên ji guhan bihistî didin, dîroka yên cara pêşîn hatî û yên piştre bi pêlên cuda yên koçberî û sirgûnan hatî tên têkilhevkirin, nezanînê perdeya xwe vegirtiye ser vê diyardeyê.

[1] Tirkmen, gotineka ji têkilheviya Erebî û Farisî pêk hatiye, ew nav e ku Ereb û Îraniyên misilman li Oxuzên misilmanbûyî dikirin. Muhtemelen ji bo ku dînen xwe yên Şaman diterikandin û dibûn misilman, hem jÎ erdên xwe diterikandin û ber bi rojava ve koç dikirin dihatin, bi maneya ”yên terkkir”   Tirkmen dihat binavkirin. Yanî yên dÎnê xwe, ciih û warên xwe terikandî.

[2] Esas têgihandina Tirkmen bi maneya koçer, piştre derbasî lÎteratura Osmaniyan jî buye. Herwekî tê dîtin, dem bi dem, ji eşîrên Kurd ên koçer re ‘’Ekrad-ı Turkmen/ Türkmen Ekradı’’(Kurdên Tirkmen) hatiye gotin.

[3] Li gor Paul Wittek, ev qeyd nikarin berî 1204-ê û piştî 1261-ê bin. Yanî di demeka nîvê yekê ê sedsala 13-ê de, yanÎ li dora sedsala berî Ebu’l Fîda hatine nivîsîn. çimkÎ Adalia û Denizliya li wê deverê piştÎ 1204-ê tevî wan erdên bin desthilata Misilmana bû. Nikare piştÎ 1261-ê jî be, çimkÎ hemû ev erdên li başûrê rojhilatê Anadoluyê berî 1261-ê hatine fetihkirin. (Menteşa Beyliği -Mîrekiya Menteşa- r. 1)

[4] Li gor Wittek ev ew Akaritên şerkar ên Xiristiyan in ku li alî Bizansê hatibûn bicÎkirin, awayek ji awayên wek şerkarên gazî yên Misilman bûn û erdên Romayê ji êrîşên Misilmana diparastin. (Menteşa Beyliği -Mîrekiya Menteşa-, r. 9)

[5] Li gor Wittek, ev çem ne mimkin e ku ji Dalamançaya Îro pê ve tu çem be.

[6] Wergirtiyên Îbn Saîd ji cografyaya Ebu’l Fîda, veguhêz Paul Wittek, Menteşa Beyliği, r. 2.

[7]Pachymérés, I 222 û di B’ya dewama wê de. Veguhêz Wittek, Menteşa Beyliği, r. 16.

[8] Georges Pachymére, I S. 215 B, veguhêz Wittek r. 24

[9] G. Troickij, Imperatoris Michaelis Paleologi de vita sua opusculum etc. Petersburg 185 r. 7

[10] Pachyméres, I S. 472 û dewama wê. Wekî din, dîroknivîsekî din Nickephorus Gregoras I r. 142 B. Veguhêz Paul Wittek, Menteşa Beyliği, wergêr O. Ş. Gökyay, Weşanên TTK, Çapa 3-ê, 1999, r. 26-27

[11] Pachyméres, II s. 210 û dewama wê, veguhêz Wittek.

[12] Nickephorus Gregoras, I S. 214 B, veguhêz Wittek r. 38

[13] Paulus Aeginete, Yazmalar (Yên nivîsandî), Marciana 292, veguhêz Wittek r. 39. Li gor Dustûrnameyê Enverî, Begê Menteşayî Sasa ji bilî Tire û Ephesusê Bîrgî jî fethkir.

[14] Nickephorus Gregoras, I s. 214 B, veguhêz Wittek r. 17.

[15] Pachyméres, II, r. 343 û B ya dewama wê. Veguhêz Wittek r. 45.

[16] Selçûqiyên Rûmê ji yên ku li serhadên bejayiyan (li ser sînoran) mîrtî dikir re ‘’uc beyi’’ yên li peravên deryayên vekirî mîrtî dikir re ‘’emir sevahil, meliku’l sevahîl’’ (sahil begi)dihat gotin.

[17] ŞikarÎ, Qeremanname (Karamanname),

[18] Îbn Bîbî (El Huseyin b. Muhammed b. Alî el-Caferî er-Rugadî) yê amadekir Prf. Dr. Mürsel Öztürk, Kültür Bakanlığı (Wezareta Kulturê), 1996 Ankara

[19] Muhtemelen Alaeddinê Yekê yan jî kurê wî Xiyaseddin Keyxusrew.

[20] Paul Wittek, Menteşa Beyliği r. 24-55, 132-153, 177.

[21] Esas neliheviyên wiha ku di berhema Wittek de hene pirr balkêş in. Ez gelek fikirîm ku gelo dibe ku tehrîfatên dema wergerandina wê ya ser zimanê Tirkî bin. Lê bi derfetên xwe yên şexsî min orîjînala berhemê nedît û nekarî ez wan bidim berhev. Loma ez nikarin tiştekî di vî warî de bejim.

[22] Murad Ali Ciwan, ‘’Amasya Bağımsız Kürt Emirliği’’, https://muradciwan.com/2018/02/18/amasya-bagimsiz-kurd-emirligi/

[23] Karamanname, esas di sê qonaxan de ji bal sê kesan ve hatiye nivîsîn. Ev, Dehhânî, Yârîcanî û Şikarî ne.

Dehhânî ji bo Sultanê Selçûqiyê Rûmê Alaeddîn Keyqubadê III-ê (m. 1303) di terzê Şehnameya Şair Firdewsî de bi Farisî eserek nazm kiriye, di dawiya eserê de ji bo Qeremaniyan (Karamanoğulları) beşeka ji 600 beytan pêkhatî nivîsîsiye, lê berî ku vÎ beşî temam bike miriye.

Li dor piştî sê çarîk qirnan, Alaeddîn Begê (1361-1397) Qeremanî ji şairekî bi navê Yârîcanî daxwaz kiriye ku ew ji ciyê ku Dehhânî nîvco hiştiye û heta dema wî binivÎse û temam bike. Berhem bi Farisî bi awayekî nezm hatiye temam kirin. Li dor 125 salan piştî Yarîcanî, diçaryeka duyê ya sedsala 16-ê de Şikarî berê beşên nezm ên bi Farisî yên van herdu şairan li gor xwe wergerandiye ser Tirkî, di beşê dawÎn de jî wÎ bi xwe dewra dawîn û ya hilweşiyana Qeremaniyan lê zêde kiriye. Loma yên xwedan agahiyên sedsalên 13-ê û 14-ê Dehhanî û Yarîcanî ne, ne Şikarî. Loma ku ew di şertên bêderfetiyên wê demê de wekî weqanivîsekî (kronîkorekî) mixalifê yên Osmanî dibe ku wÎ agahî j du bahaeddînan tunebe.

[24] İ. Hakkı Uzunçarşılıoğlu, Anadolu Beylikleri ve Akkoyunlu, Karakoyunlu Devletleri, Weşanên TTK, 1937, Ankara, r. 19-22.

[25] Yê ku Wittek wergêraye, uhtemelen ji bo li vê derê cardin pêrgiyê bibîrxistina Persan/İraniyan/Eceman nebe, gotina ‘Ecem’ rakiriye û wiha wergerandiye ‘Arap ve Arap olmayanların hükümdarlarının sultanı’.

[26] Wittek, Menteşa Beyliği r. 132-145.

[27] Paul Wittek, Menteşa Beyliği, r. 52.

[28] ] Şeref Han, Şerefname Kürt Tarihi, Ant Yayınları, 1971, İstanbul, r. 248-249.

[29] Gotineka bi maneya meqam rutbe ye eslê wê Îranî (Farisî, Kurdî) ye.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: