Serokwezîrê Kurdistana Federe birêz Nêçîrvan Barzanî, bersiva nameya serxweşîdanê ya Murad Ciwan ya bi minasebeta koça dawî ya birayê xwe DILOVAN ÎDRÎS BARZANÎyê xweşdivê û hêja da ku tê de sipasiya wî dike.
Nameya serokwezîr birêz Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Birez Murad Ciwan silav rez..
Ji bo peyama we ya sersaxî, hevxemiya we ya dilsozane û dostane ya ji bo koçbariya Xwedê jê razî Dilovan Îdrîs Barzanîyê birayê me, gelek spas, rêz û pêzanînên min hene.
Bi peyam û hevpariya we ya di van demên xemgîn û giran de, we kovan, jan û diltengiya me kêm kir û dilarami da me. Xwedayê mezin tim xem û nexweşiyan ji we û xweştiviyên we dûr bixe, hêviya tendirustiyek hertim baş, jiyek dirêj şadiyê ji we re dixwazim.
Her serferaz bin.
Neçirvan Barzani”
Nameya Murad Ciwan ya serxweşîdanê bi minasebeta koça dawîn a birêz Dilovan Îdrîs Barzanîyê xweşdivê:
“Bi bihîstina wefata kek Dilovan Îdrîs Barzanî gelek xemgîn bûm. Bîla ciyê wî buhuşt be, serê cenabê Kak Neçîrvan İdris Barzanî, malbatê, hemî Barzaniyan, PDK, heval û hogirên wî û me hemû Kurdistaniyan sax be. Heyf, valayiyeka mezin ji bo Kurdan.
Silav û rêz.
Murad Ciwan “
Leave a Reply