Romana Raperîna Baba Îshaq; çavkaniyeka ziman, edebiyat û dîroka kurdan

Murad Ciwan

Di van roj û hefteyên pêşiya me de ez dixwazim behsa hin pirtûkên kurdî bikim ku min ew van demen dawiyê xwendine û têra xwe bi dilê min bûne.

Yek ji wan pirtûkan romana Mehmet Oncu ya bi navê Raperîna Baba Îshaq e ku ji bal Weşanxaneya Sîtavê hatiye weşandin. Roman li ser serîhildana Babaiyan a bi rêberiya Baba Îshaq e ku di 1240’e de ji gundê Kefersûdê yê Semsatê /Adiyemana niha / li hember desthilatdarên Selçûqiyên Romê (ku nuha Tirk jê re Selçukiyên Anadoluyê dibêjin) destpêkir, ber bi Meletiyeyê, Sêwasê û Amasyayê ve herikî, her ku çû berfireh bû; bi deh hezaran xelkên mirîd/derwêş, bawermend, belengaz û bêderfet ketin navê, bi her awayî bû serîhildaneka mezin a gelêrî. Li ser rê ji gund û bajaran bi hezaran Babaî însanên ji tebeqeyên cuda jî herikîn navê. Babaî, esas derwêşên Terîqeta Wefaiyeyê bûn ku ew di sedsala 11’ê de ji bal Tacu’l Arifîn Ebu’l Wefayê Kurdî hatibû damezirandin.

Baba Îshaq bi xwe xelîfeyê murşidê bi navûdeng Baba Îlyas bû, xaneqaya wî li nêzî Amasyayê bû. Baba Îshaq li Semsatê; Kefersûdê dijiya. Serîhildana ku ji Kefersûdê destpêkir û berê xwe da Amasyayê, dixwest di qonaxa dawîn de xwe bigihîne Baba Îlyas û bi rêveberiya wî li hember desthilatdarên Selçûqiyan biserkeve.

Gelek caran leşkerên orduyên Selçûqiyan pêrgiyî wan bûn lê wan her carê ew têkbirin û meşa xwe dewam kir. Li alî Meletyeyê serleşkerê/subaşı vî bajarî Mîr Alîşêrê Germiyanî ku ji Mîrekiya Kurdên Germiyanî (Kutaxya kiribûn paytext)(ew wê demê hê ser bi Qonyayê ve bûn) du caran derket pêşberî Raperîna Babaiyan ya ku weka lehiyê diherikî, her du caran jî têk çû. Di nav eskerên misilman ên Selçûqî de qenaeteka wiha belav bû ku Xwedê bi vê raperînê re ye û ew tevgereka pîroz e, ne mimkin e ku kes karibe wê bişkîne, kî derkeve pêşber, ê tûşî xezeba Xwedê bibe. Loma eskerên misilman ne razî bûn û nediwêrîn li gel wan şer bikin, heta wê dereceyê ku Selçûqî mecbûr man ji Qibrisê hin yekîneyên leşkeri yên siwar ên peregir ji Xiristiyanên Frank deynin cebheya pêşîn a eskerên xwe û bi vî awayî şer kirin.

Piştî wê û ji ber riya dûr a westîner a ber bi Amasyayê ve, coşa bilind a lehiyê daket. Cardin jî ber bi Amasyayê ve her meşiyan. Berpirsên Selçûqî, murşidê wan ê li Amasyayê; Baba Îlyas kuşt û laşê wî li aliye derva li ser deriyê Kela Amasyayê hilavîst da ew bibînin û hêviya xwe ya heyî wenda bikin. Gava mirîdan û serîhilderan dît ku Baba Îlyas hatiye kuştin, ew bêhêvî bûn û belav bûn.

Piraniya wan serîhilderan venegeriyan warên xwe yên berê, li derûdorên Amasyayê, Sêwasê û bajarên din cîwar bûn.

Romana Mehmet Oncu bi zimanekî sade, sivik û rewan behsa vê serîhildanê, di bingehê de jî behsa jiyana rêber û mirşidên serîhildanê,  behsa riya tesewifî ya  Ehlê Heq, belavbûna wê ya ber bi rojhilat ve ji alî Hewraman/Zagrosan û belavbûna wê ya ber bi rojava; Torosan ve heta Amasyayê dike.  Behsa jiyan bîr û bawerî û rêbazên rêberên vê riyê, bi taybetî jî ya Baba Îshaq dike.

Oncu, Semsatê û derûdora wê weka cografyaya navenda vî şaxê Babaîtiyê teswîr dike. Devereka ku di navbera Eyubiyan û Selçûqiyan de ye. Berê bêtir Eyubî lê serdest bûne, lê di dema serîhildanê de, bi hatina Moxolîyan, tehdîd û zixta wan a ji alî rojhilatê ve û hin sedemên civakî û siyasî yên hundurîn û deverê, qelsbûna Eyubiyan û berfirehbûna Selçûqiyên Romê tê dîtin. Loma warên serîhildanê ketine bin zixt û zora Selçûqiyan û serîhildan li hemberî wan berpa bûye.

Mehmet Oncu, di romanê de gelek kele, gund, bajar û qesebeyên derûdora Semsatê û cih û warên Babaiyan destnîşan dike ku muhtemelen ew teswîrên cografî hemî rast in û bi pêwendiyên xwe şahidiya kurdîniya vê deverê, vê rêbaza tesewifî û vê serîhildanê dikin.

Raperîna Baba Îshaq roman e, veavakirineka li ser vê buyera tarîxî ya giring e, lê weka yekî ku ta dereceyekê agahî ji vê buyerê, Ji Terîqeta Wefaiyeyê, demezrênerê wê Ebu’l Wefayê Kurdî, ji Riya Heq hem li alî bakur û rojavayê Kurdistanê hem jî li alî rojhilatê wê; Hewramanê heye, min dît ku roman gelek bi rêkûpêkî bi sedaqeta li hember rastiya buyerên dîrokî hatiye hûnandin, ew qas ku kitêbên tarîxê ên Tirkan ên ku li ser vê buyerê hatine nivîsîn jî nekrîne xwe bigihînin vê nêzîkbûnê. Loma ew pir bi asanî dikare sparteyeka wek çîroka vê serîhildanê, bibe çavkaniyeka agahiyên di vî warî de.

Bi taybetî însanên me yên ku ji nêzîk de neketine nav xurdekariyên dîrokê û xwendina kitêbên dîrokî yên akademîk û lêkolînî ji bo wan giran tê, bi rehetî dikarin bi saya vê romana xwediya zimanê sade ya bi kurdiyeka sivik û rewan, agahiyên gelek hêja ên nêzîkî ristiya buyerê werbigirin. Bi taybetî ez wê ji bo ciwanên me; keç û xortan tawsiye dikim yên ku di kurdîya xwe de li asta destpêkê ne. Ew ê hem kurdiya xwe, hem jî zanînên li ser dîroka xwe pêşde bibin.

Raperîna Baba Îshaq dikare di korr û kombendên grûbên xwendinê yên edebiyata kurdî de bibe babet, bê xwendin û agahîyên ziman, edebiyat û tarîxê jê bên derxistin, asoya xwendevanên ciwan bê berfirehkirin.

One comment on “Romana Raperîna Baba Îshaq; çavkaniyeka ziman, edebiyat û dîroka kurdan

  1. Dewrêş Guven
    10/06/2022 at 10:25 #

    Zor spas kek Murat Civan, ji bo nirxandin, şîrove û pênase yê we, yên liser pirtûk a kek Mehmet Oncu. Sihet xweş. Slav û rêz

Leave a Reply to Dewrêş Guven Cancel reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: