Xemname; rêwînameya lixwegeriyan û xwenasînê

Murad Ciwan

Pirtûkeka ku bi dilê min e û dixwazim di xwendina wê ya bi berfirehî de pareka piçûk a min jî hebe, Xemnameya Mistefa Aydoganî ye ku ji bal Weşanên Lîsê hatiye weşandin.

Xemname bi şêl û islûba xwe li ser esasê nameyên edebî hatiye nîvîsîn. Hin name ne ku ew ji bo bavekî gelek hezkirî yê malavayî li dinayî kirî hatine nivîsîn. Namenî pirr jidil ên bêrîkir ên dilbikul lê bi şanazî xetkêşayî ne.

Gelek caran, hetta di warê zanistî de jî tê destnîşankirin ku ji alî meyldana hezkirinê de kur ber bi dayikên xwe û keç jî ber bi bavên xwe de diçin. Îstîsna ne tê de ev di jiyana li derû dora me jî tê dîtin. Lê di nameyên Mistefa Aydoganî de hezkirin û hesreta kurî a ji bo bavê xwe ew qas kûrvedayî ye ku meriv dibe qey hema hema hemû teorî û tesbîtên li ser vî warî hildiweşîne. Ne bêsebeb navê kitêbê  Xemname ye.

Şêwaza edebî namenivîsî be jî, ew rêwînameyeka rêwiyê li ser rêyên xwe yên şaxdayî ye. Geh ber bi rastiyên tal û tirş ên xemgînkir ên jiyeriya rojên dinya gevrik ve dibizive, geh ber bi darûniya dil û mejî ve dilop dilop diniqute, geh difire ber bi xeyalên paşerojê ve,  geh jî ji mêjûyê diherike, tê. Pê re jî ew nexşekêşiya sosyolojîk, cografî, dîrokê, etîmolojî û mîtolojiya warekî ye ku kûrayî, reh û rîçikên wê veçirandî, derûdor maliştî û berbakirî ye.

Xemname; rêwînameya  lixwegeriyan, xwebibîranîn  û xwenasînê ya di navbera erd û esman, kavil, gerînek û dehlîzên labîrenteka şaxvedayî ye.

Meriv ji war, jîngeh, xeyal û bîranînên xwe bizdiyayî/bizdayî nikare li xwe varqile, bibîr bîne, binase. Xemname vê hestê bi awayekî germ û gurr bi meriv dide hiskirin.

Xemname xwedan zimanekî têra xwe sade, rewan, yê asteka edebî ya berz e. Yek ji wan pirtûkên edebî ye ku ger zimannas dixwazin asta zimanê edebî yê kurdiya kurmancî vekolin, divê li serê bi hûrûkûrî rawestin. Nimûneyeka hêja yaasta  zimanê edebiyata me ya hemdem a destpêka sedsala 21ê ye.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: