Divê Mîrnameya Hekarîyan Çawa Bê Xwendin

Xwendineka li ser Mîrekiya Hekariyê, pevçûnên navxweyî, reqabeta Osmanî û Sefewî û jiyana civakî

 

Murad Ciwan

 

 

Destpêk

Danasîna pirtûkekê her wiha nîqaşkirina awayê xwendina wê ye

Mîrnameya Hekarîyan ne tenê dîrokeke dirêj a menzûm e ku şer û têkoşînên desthilatdariyê yên mîrên Hekariyan vedibêje. Berhem warekî berfireh ê bîra siyasî û civakî ye ku nîşan dide Mîrekiyek raboriya xwe çawa bi bîr tîne, hukumdariyê bi kîjan nirxan rewa dike, dostanî û xiyanetê çawa bi nav dike û di navbera hêzên Osmanî û Sefewî de çawa tev digere. Loma, dema em wê didin nasîn, tenê kurtkirineka ku kê bi kê re şer kiriye têrê nake. Ez di vê nivîsê de dixwazim her wiha li serê bisekinim ku divê Mîrname çawa bê xwendin.

Ev xemxuriya rêbazê bi taybetî girîng e. Eger em pergala Mîrekiyê ya sedsala XVIIan bi têgînên îro yên dewleta navendî, hemwelatîtî, sînorê welatî, dilsoziya neteweyî û temsîla siyasî rasterast bipîvin, em ê li şûna ku berhemê fêm bikin wê mehkûmê nîqaşên îro bikin. Li aliyê din, ne rast e ku em bi gotina ‘şertên wê demê wisa bûn’ talan, îşkence, zexta li ser sivîlan û bêrehmiya navxanedanîyan normalîze bikin. Xwendineke saxlem ne raboriyê romantîze dike, ne jî wê dibe ber dadgehên îroyîn; ew avahiya ku kiryar di navê de derketine holê wek xwe  rave dike, lê encamên wan venaşêre.

Mîrname ji vî aliyî ve berhemeke dualî ye. Li alîyekî lehengî, comerdî, dadwerî, rawestiyana li ser peymana xwe û gelparêziya mîran heye. Li aliyê din têkoşînên desthilatdariyê yên bêdawî di navbera bira, ap, birazî û begên cîran de; dorpêçkirina kelehan; talankirina malan; kuştina hevrikan/reqîban û daxwazkirina leşker û topan ji padîşahên Osmanî an şahên Îranê hene. Nirxa rastîn a berhemê di wê yekê de ye ku rê dide em van her du cîhanan li rex hev bibînin.

Nasname û pergala weşanê ya berhemê

Mîrnameya Hekarîyan dîrokeke xanedanîyê ya menzûm e ku Temerxanê Yazicî bi Farisî nivîsiye. Li gorî agahiyên M. Xalid Sadînî berhem bi tevahî 10.700 beyt e. Nivîsandina wê di 1633an de dest pê kiriye û heta 1639an berdewam kiriye. Yazicî katibê Mîr Yehyayî û kurê wî Mîr Îmadeddînî bûye; ew beşdarê hin bûyeran buye ku bi xwe vedibêje an jî ji derdora dîwanê temaşe kiriye. Ev nêzîkayî, berhemê dike şahidiyeke hevdem a gelek hêja; lê di eynî demê de pêdivê ye ku em her gav cih/mewqif û alîgiriya vebêjer di nav xanedanê de bidin ber çavan.

Divê avabûna maddî û weşanî ya berhemê bi zelalî bê diyarkirin. Destnivîsa Farisî pirtûkek e. Weşana Farisî ya ku Sadînî bi tîpên Farisî yên îro rêz kirine û tahqîq û pêşgotina wê amade kiriye jî berhemê bi tevahî di pirtûkekê de pêşkêş dike. Wergera Kurmancî ji bo hêsaniya xwendinê û weşanê li ser du cildan hatiye dabeşkirin. Loma du pergalên weşanê hene: metna wê ya temam a yekcildî, ku bi alfabeya Farisî ya îro hatiye rêzkirin, ê wergera Kurmancî ya du cildan. Di destê me de agahî tune ku gelo ê destnivîs bixwe jî bê weşandin an na.

Yekeya weşanêZiman û weşanNaveroka sereke
Metna destnivîs a FarisîFarisî; destnivîsa pirtûkêTevahiya mesnewiyê wek berhemeke yekgirtî
Metna temam a FarisîTahqîq û pêşgotin: M. Xalid Sadînî; Peywend, 1405/2026.Tevahiya mesnewiyê, temamkirina kurt û pêvekên pexşanê ên paşîn di pirtûkekê de.
Kurmancî Cild IJi Farisî wergerandiye: M. Xalid Sadînî; Peywend, 2022.Ji vegotina ku bi Zekerîya Beg dest pê dike heta kuştina Yehya Beg û Tekelu Paşa li Qizilderê.
Kurmancî Cild IIJi Farisî  wergerandiye: M. Xalid Sadînî; Peywend, 2024Têkoşînên Şerefxan û Îmadeddîn, tasfiyekirina Şerefxan û hewildanên Îmadeddîn ji bo ji nû ve avakirina nîzamê; dawiya metnê û pêvekên dî

Têkoşînên Şerefxan û Îmadeddîn, tasfiyekirina Şerefxan û hewildanên Îmadeddîn ji bo ji nû ve avakirina nîzamê; dawiya metnê û pêvekên dîrokî.

Du cildên Kurmancî metnê ji bo derûdoreke firehtir a xwendevanên Kurd têgihiyayî dikin. Ji ber ku xebata min ne werger e ne jî neşreke rexneyî ye, ez di şopandina zincîra bûyeran û mijarên siyasî û civakî de bi berfirehî ji vê wergerê sûdê werdigirim. Lê dema ku wateya rast a têgîneke diyarkirî bê nîqaşkirin an ji beytekê encameke fîlolojîk a teqez bê derxistin, divê mirov vegere metna Farisî ya Sadînî weşandiye. Lewra qada wateyê ya peyvên wek ‘dewlet’, ‘hukumet’, ‘mîr’, ‘xan’, ‘re’yet’, ‘qewm’, ‘eşîret’ û ‘Kurdistan’ dikare bi tercîha wergerê teng an fireh bibe.

Ne pirtûkeke yekcarî lê metneke di nava demê de pêkhatî

Mîrnameya ku îro di destê me de ye ne metneke ku di tarîxekê de ji destê kesekî derketibe û bêguhertin hatibe parastin. Beşa menzûm a bingehîn a Temerxanê Yazicî ye. Ji ber ku nivîskar berî temamkirina berhemê miriye, encameke kurt ji aliyê kesekî din ve lê hatiye zêdekirin. Piştre Mîrza Mihemedê Yazicî ji malbata Yaziciyan, metneke pexşan bi navê Muxteser el-Ehwal el-Umera nivîsiye ku kurteyeka raboriya mîrên Hekariyê ye. Gelek piştre, Muhemmed Teyar li dawiya nusxeya ku di 1914ê de istinsax kiriye, beşek zêde kiriye ku rewşa paşîn a malbata xwe û xanedana Hekariyan vedibêje.

Qata metnêTarîxa texmînîPrensîba xwendinê
Mesnewiya Temerxanê Yazicî1633-1639Şahidiyeke nêz ji derdora dîwanê; di heman demê de pesnê xanedanê.
Temamkirineka kurtPiştî mirina nivîskarîDivê bi berhema nivîskarê bingehîn re neyê tevlihevkirin.
Pêveka Mîrza Mihemedê YazicîSerdema piştî Temerxanî; dema Îbrahîm Xan BegîQateke paşîn a bîra li ser esl û rewayiya xanedanê.
Pêveka Muhemmed Teyarî1914Bîra malbatî ya li ser salên 1840î û paşê; divê ji metna sedsala XVIIan cuda bê nirxandin.

Ev cudahî gelek girîng e. Wek nimûne, rûpelên ku tasfiyekirina Mîrekiyên Hekarîyan û Botanê di salên 1847-1849ê de vedibêjin, ne çavdêriyên Temerxanê Yazicî yên sedsala XVIIan in; ew xwe dispêrin bîra malbatî û agahiyên ku nusxenivîsê 1914an gihîştiye wan. Bi eynî awayî, girêdana xanedanê bi neseba Ebbasîyan jî divê ne wek îdiayeke biyolojîk a şecereyê, lê wek zimanê rewayiyê bê xwendin ku desthilatdariyê bi raborîyeke pîroz û bijarte ve girê dide.

Mîrname bi çi rengî dîrokê vedibêje

Şerefname gelek xanedanên Kurd ên erdnîgariya Kurdistanê di çarçoveyeke dîrokî ya hevpar de digire destî. Mesture Erdelanî jî li ser dîroka xanedana xwe disekine. Ji vî aliyî ve Mîrname nêzîktirî dîroka Erdelanê ya Mesture Xanimê ye: ew dîroka Mîrekiyekê, xanedana wê û têkiliyên wê bi mîrekiyên cîran û dewletên mezin re ye. Lê şêweya menzûm, şahidiya ji hundirê dîwanê û qesrê, herwiha hûrgiliyên jiyana rojane taybetmendiyeke cuda didin wê.

Balkişandina berhemê ya ser derûdoreke teng a xanedanîyê nirxa wê kêm nake. Berevajî, dema ku wek ‘mîkrotarîx’ekê bê xwendin, rê dide em ji nêz ve bibînin pergala Mîrekiyên Kurd çawa dixebitî. Tê fêmkirin ku derbasbûna ser textî ne tenê mîrateke otomatîk ya ji bavê bo kurî ye; divê mirov kele, xezîne, maiyeta leşkerî û piştgiriya mezinan di destê xwe de zeft ke. Bey’at, xizmanî, zewac, sond, diyari, mêvanî, dabeşkirina wezîfeyan û erêkirina hukumdarekî derveyî bingehên cuda yên desthilatdariyê ne.

Mîrekî wek milkê xanedanê û pergala siyasî ya danûstendinan

Di Mîrnameyê de hukumdarî wek mafê mîrasî yê xanedanê tê pêşkêşkirin; di eynî demê de bûyerên metnê nîşan didin ku serwerî di her nifşê de ji nû ve divê bê avakirin. Mîrek, herçiqas xwedî rûmeta neseba xwe be jî, eger nikaribe mezinên eşîran, fermandeyên leşkerî, katiban, wekîlan û begên cîran qanih bike, nikare payeya xwe biparêze. Ji ber vê yekê Mîrekî tenê ‘milkê’ kesekî nîne, milkê xanedanê ye; lê kî ê bibe mîr, qadeke desthilatdariyê ye ku di navbera xanedan û hêzên herêmî de bi domdarî li serê tê danûstandin.

Dîmenên dîwanê û meşweretê rûyê sazûmanî yê vê pergalê derdixin holê. Mîr berî ku dest bi sefera girîng an bizaveka cezakirinê bike, mezinên Hekariyê vedixwîne dîwanê; beg, serokên eşîran û erkan nêrînên xwe dibêjin; wekîlek li ser rewşa welêt agahî dide; wezîfe tên şandin ji bo kesên jêhatî û tên dabeşkirin. Bêguman ev meclîs ne parlamentoyeke hilbijartî ya bi wateya nûjen e. Lê ew tenê xeml û rewş jî nîne: ew alava desthilatdariya herêmî ye ji bo berhevkirina agahiyan, afirandina razîbûnê, peydakirina leşker û parvekirina berpirsiyariyan.

Di warê werasetê de, prensîba bingehîn ew e ku Mîrekî wek mafê irsî yê xanedaneke diyarkirî bê naskirin. Kesê herî bi hêz û herî pejirandî yê serê xanedanê dibe mîr. Di şertên asayî de tê payîn ku paye ji bavê derbasî kurê wî bibe; eger kur tunebe an jî lêhatî neyê dîtin, derbasî bira bibe. Pêşî li kur e, lê weraset bi tevahî mekanîk nîne. Eger mîrasgir biçûk be, hêza rêvebirinê pê re tunebe an taybetmendiyên wî ewlehiya xanedanê û welêt bixin xeterê, serokên eşîran, mezinên xanedanê û pêşengên din dikarin bi rêya meşweretê li ser endamekî din ê xanedanê bibin yek.

Dibe ku text, bi rexmê nepejirandina beşeke girîng, bi zorê jî bê desteserkirin û Mîrname nimûneyên vê yekê vedibêje. Lê rûdana wê ya fiilî, wê nake weraseteke meşrû ya li gorî urf û teamûlê. Kesê ku bi zorê desthilatdariyê ava dike, herçiqas kele û leşker jî bixe bin destê xwe, divê mafê xwe yê di nav xanedanê de bi pejirandina mezinên herêmî û naskirina hukumdarê li derve xurt bike. Ji ber vê yekê, di şerê werasetê de ap, bira an kur tenê girêdana nesebê naîne pêş; ew hewl dide piştgiriya serokên eşîran û mezinan bi dest xe û eger derkeve ser textî, berat an erêkirina sultan jî bistîne.

Di bingeha wê pergalê de ku bi navenda Osmanî re hatibû avakirin jî ev beramberî hebû. Mîrekî wek qada rêvebirina irsî ya xanedanê dihat naskirin; ji mîr dihat xwestin ku rêzê li mafên naskirî yên Mîrekiyên cîran bigire, dema şeran bi hêzên xwe beşdarî artêşa sultanî bibe û ji bo seferan piştgiriya lojîstîk peyda bike; heta temînata van jî bi biryar û peymanan ve dihat girêdan. Dema rêvebirina xerab a mîr welêt dixiste nav aloziyeke giran anwî  ew pergala erk û berpirsiyariyê ya bi sultanî re hatibû damezrandin binpê dikir, navendê dikaribû bi daxwaza mezinên Mîrekiyê, carinan jî bêyî razîbûna wan û eger pêwîst bû bi piştgiriya mîrekiyên cîran desttêwerdanê bike. Lê çareseriya asayî ne tasfiyekirina xanedanê bi tevahî an tayînkirina rêveberekî tesadufî ji derve bû; erêkirina endamekî din ê xanedanê bû ku serokên eşîran û mezinan li ser wî li hev kiribû.

Ravekirina vê têkiliyê tenê bi urf û teamulê kêm dimîne. Di qata yekê de têgînên siyasî û hiqûqî yên Îslamî yên wek ahd, bey’at, eman, edalet û îtaeta girêdayî erkê û berpirsiyariyê hene. Di qata duyê de li pey Şerê Çaldiranê lihevhatina siyasî ya bi navbeynkariya Îdrîsê Bidlîsî bi begên Kurd re hatibû avakirin, naskirina mafên irsî yên xanedanên herêmî û belgekirina vê naskirinê bi emr, ferman û beratan heye. Di qata sêyê de rêkûpêkên îdarî û malî yên Osmanî hene ku bi taybetî di serdema Sultan Silêmanê Qanûnî de gihîştine kemilînê. Bi vî awayî, tifaqa leşkerî û siyasî ya destpêkê tenê wek girêdaneke devkî an kevneşopiyeke nezelal nemaye; ew bûye statuyeke hiqûqî û idarî ku desthilat, xizmet û berpirsiyariyên navend û Mîrekiyan diyar dike.

Li vir divê cureyên belgeyan bi hev neyên tevlihevkirin. Ji bo tayînkirina mîrekî diyarkirî an naskirina mafê wî yê irsî, gotina ‘berat’ an ‘ferman’ rasttir e; ji bo metneke giştî ku bac, “dirlik” û xebitîna idarî ya eyaletekê rêkûpêk dike jî gotina ‘qanûnname’ rasttir e. ‘Sencaqa yurtluk-ocaqliq’ê û ‘hukumet’ê jî bi tevahî eynî statû ne. Di sancaqên yurtluk-ocaqliqan de endamê xanedana herêmî wek sancaqbegî xwedî mafekî irsî ye, lê dikare pergala tehrîr û tîmarê jî hebe. Di hukumetan de desthilata xanedanî ya hakimê herêmî firehtir e; di şêweya klasîk de erd li ser navê navendê nayê tehrîrkirin û li tîmaran nayê dabeşkirin. Ji ber ku tetbîqat li gorî demê û cihî diguhere, divê ev cudahî tiştwkî mutleq neyê dîtin; lê eşkere ye ku her du statu jî mafê xanedana herêmî di çarçoveya hiqûqa idarî ya Osmanî de pênase dikin.

Farisî  ز حکاریان از صغار و کبار / بدیوان نشانید آن نامدار // نماند از دلیران دشمن شکن / که حاضر نشد اندر آن انجمن

Kurmancî  Ji Hekarîyan ji biçûk heta mezinan / Wî navdarî hemî gazîkirine dîwan // Ji mêrxasên dujminşikên kes nema / Ku li wê civat û dîwanê nebibît cema.

Raveya Kurmancî Ji biçûk heta mezin, hemû navdarên Hekariyê gazî dîwanê kirin; ji mêrxasên ku bi dijmin re şer dikirin kesek nemabû ku di wê civînê de amade nebe.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 92; Kurmancî, Cild I, r. 76-77

Farisî  چو هر صبح دم سوی دیوان شدی / ز حال ولایات پرسان شدی // بدولت چو می آمد و می نشست / بپرسیدی احوال را هرچه هست

Kurmancî Dema her ro siharê dîwan berhev dikir / Ji ehwalê wîlayetê seranser pirs dikir.

Raveya Kurmancî  Her sibeh dîwan dicivand û li ser rewşa hemû aliyên welêt dipirsî.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 412; Kurmancî, Cild II, r. 129

Ev beyt nîşan didin ku mîr tenê wek serokekî şervan nehatiye tesewîrkirin. Hukumdarê îdeal divê ji rewşa welatê xwe haydar be, ji nunerên xwe agahî bistîne û dema pêwîst be biryara xwe bi meşweretê ava bike. Divê têgîna ‘meşweret’ê ya di berhemê de bi temsîla demokratîk a îro re yek neyê girtin; lê divê wek hêmaneke rastîn a çanda biryardana siyasî bê dîtin.

Şerên navxweyî pevçûnên desthilatdariyê û bêrehmî

Aliyê herî tarî yê Mîrnameyê têkoşînên dirêj ên navbera endamên eynî xanedanê ne. Ap û birazî, bav û kur, bira û pismam ji bo hukumet, kele, erd, bac û rûmetê li dijî hev şer dikin. Aştî têne avakirin, sond têne xwarin, pêwendiyên zewac û xizmaniyê dikevin dewrê; lê gotegot, şêwirmendên xerab, tolhildan û hewesa desthilatdariyê dikarin van pêwendiyan dîsa xerab bikin. Şair bi gelemperî tundiya mîrê ku ewalîgiriyê dike, wek ‘lehengî’ û ‘cezakirin’, her eynî kiryara hevrik jî ‘zulm’ û ‘xerabkarî’ bi nav dike. Rexneya çavkaniyê tam li vir pêdivê e.

Talan tenê bes ne encama alîgirî ya di şerî de ye; ew taktîkeke hişyarane ye ku bingeha aborî ya hevrikî ji holê radike û leşkeran xelat dike. Kele, derbend, zozan, pez û rêyên bazirganiyê bingehên maddî yên desthilatdariyê ne. Di berhemê de ‘paqijkirina’ gundekî an herêmekê, desteserkirina malan û nehêlana pezê yekî jî dikare bi pesn bê vegotin. Xwendevanê îro divê vî zimanî wek xwe qebûl neke. Divê zimanê serkeftinê yê helbestvan û encamên bivênevê ên bûyerê yên li ser sivîlan ji hev bên cihêkirin.

Wek nimûne, di vegotina êrîşa Elbakê de kuştina gelê belengaz, dîlgirtina jinan û zarokan û talankirina welatê wan bi eşkereyî tê tomarkirin (Kurmancî, Cild I, r. 516). Parçeyên bi vî rengî berdêla sivîlan a li pişt zimanê serkeftinê û lehengiyê xuya dikin.

Lê ev siyaset ne taybetî mîrên Hekariyan e, ne jî tenê taybetî mîrên Kurd e. Di Ewrûpaya Serdema Navîn û destpêka serdema nû de jî nakokiyên weraseta xanedanî, xwînberiyên navbera malbatên esîlzade, şerên taybet, têkoşînên kelehan, tifaqên zewacê û lêgerîna alîkariyê ji padîşahên hevrik gelek berbelav bûn. Li herêmên sînorî yên navbera Fransayê û Îngiltereyê, di nav malbatên baron ên Îtalyayê de, li Îrlandayê û di Împaratoriya Romaya Pîroz de esîlzadeyên herêmî ji reqabeta hukumdarên mezintir sûd werdigirt. Ji ber vê yekê, em li vir ne ‘karakterê Kurd’, lê pergaleke dîrokî dibînin ku desthilata navendî di wê de sînordar, serwerî dabeşkirî û hêza çekdar bi mafê xanedanê re têkildar bû.

Dîsa jî divê peyva ‘feodalîzm’ê bi ihtiyat bê bikaranîn. Di navbera taserrufa erdê, vasalî û saziyên hiqûqî yên feodalîzma Ewrûpayê û pergala hukumdariya irsî ya Mîrekiyên Kurd de li sînorê Osmanî-Eceman bêguman cudahî hene. Berawirdkirin ji bo me dibe alîkar ku em mekanîzmayên dişibin hev fêm bikin; ne ku wan wek hev bibînin. Li gelek cihan îfadeya herî lêhatî dikare ‘pergala serweriya xanedanî û pirnavendî’ be.

Osmanî Sefewî û her du rûyên siyaseta sînorî

Di berhemê de hukumdarên Osmanî û Eceman tenê du hêzên mezin nînin ku ji derve destwerdanê dikin. Ew di têkoşîna desthilatdariyê de ya li Hekariyê hakemên ku sardana wan tê kirin, çavkaniyên çek û leşkeran, pejirînerên payeyan û carinan jî aliyên rasterast in. Mîrek ji bo li dijî reqîbê xwe ji şahê Îranê top û leşker dixwaze; yekî din bi piştgiriya padîşayekî Osmanî hewl dide hukumetê bi dest xe. Dewletên mezin jî van reqabetan ji bo ewlehiya sînor, bac, seferên leşkerî û nufûza xwe bi kar tînin.

Li vir vegotineke yekalî ya ‘bikarhatin’ê kêm dimîne. Navendên Osmanî û Sefewî ji nakokiyên navbera begên Kurdan sûd werdigirtin; lê began jî reqabeta her du împaratoriyan ji bo bi destxistin, parastin an firehkirina mafên xwe yên xanedanî bi kar dianîn. Wek Metin Atmaca ji bo Mîrekiyên Kurd ên destpêka serdema nû destnîşan dike, hin mîran dikaribûn alîgiriya xwe biguhêrin, heta bi her du aliyan re bi hev re têkiliyên bac an pêvebestiyê bidomînin. Xwendina vê helwestê bi têgînên welatîbûna neguhêr û xiyaneta welêt ên dewleta-neteweyî ya îro anakronîk e. Di wê demê de dilsozî bi piranî bi kes, xanedan, dîn, mafê mîrasê, parastin û erkên beramber ve girêdayî bû.

Farisî  بگفتش حکاری ترا خواستند / سپاه و عشیرت بتو راستند // بدولت برو تخت خود را نشین / پس آنگاه تدبیر رومی ببین // … // بیاریم بهر تو امر و برات / نباشد همین کار از مشکلات

Kurmancî  Gote wî xelkê Hekarî te dixwazin / Sipah û e’şîret hemî ji bo te rast in // Bi dewlet here ser textê xwe rûne / Piştî hingê tedbîra Rûmê bibîne // … // Dê bo te bînîn emr û berat.

Raveya Kurmancî  Jê re tê gotin: ‘Gelê Hekariyê te dixwaze; leşker û eşîr hemû li kêleka te ne. Here, bi bextê xwe li ser textê xwe rûne; piştre li ser aliyê Rûmê tedbîran bike. Ji bo te emr û berat jî tînin.’

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 147; Kurmancî, Cild I, r. 182-183

Ev rêz balkêş e: pêşîyê piştgiriya gel, leşker û eşîrên Hekariyê; piştre emr û berat ji navenda Osmanî. Ez vê yekê tenê wek rêya pratîk a namzedekî naxwînim, lê wek mentiqa bingehîn a lihevhatina siyasî ya di navbera Dewleta Osmanî û Mîrekiyan de hatibû avakirin dibînim. Mafê pêşîn ê mîr ji statuya irsî ya xanedana ku ew endamê wê ye, hêza wî ya fiilî û pejirandina wî jî ji civaka herêmî tên; emr û berata sultanî vê hilbijartinê di nav pergala împaratoriyê de nas dike û xurt dike. Ji ber vê yekê, berat bi tena xwe mîrtiyê naîne; lê piştgiriya herêmî ya ku berî wê tê jî naskirina sultanî bêpêdivî nake. Desthilatdarî bi yekbûna mafê xanedanîyê, meşweretê, pejirandina herêmî û erêkirina navendî rewayî bi dest dixe.

Divê em her eynî çarçoveyê tenê ji bo Mîrekiyên girêdayî Osmanîyan nefikirin. Mîrekiyên Kurd ên ku serdestiya hukumdarên Îranê nas dikir jî di demên asayî de bi şahan re girêdaneke naskirin, parastin, xizmet û erkên dualî ava dikirin. Herçiqas arasteya girêdayîtiyê û unwanên bikaranînê diguherîn jî, meseleya bingehîn her wek xwe bû: girêdana mafê xanedanîyê û pejirandina herêmî bi erêkirina hukumdarekî mezintir re û bi vê rêyê daxilkirina wan di pergala siyasî ya herêmî de. Alîguheztına mîrekî ji sultanan ber bi şahan an ji şahan ber bi sultanan jî tenê bi bêdilsoziya kesane nayê ravekirin; pirê caran maneya wê ev bû ku ji bo mafê xanedanîyê neyê wendakirin, dîsa bê bidestxistin an li hember yê reqîb bê parastin, mîr xwe dispêre parastina hukumdarekî serdest ê din.

Dîroka Xanedaniya Bidlîsê ya di Şerefnameyê de nimûneyeke kevntir a vê mekanîzmayê dide. Li gorî vegotina Şeref Xanî, bavê wî Şemseddîn Xan, dema pergala bi navenda Osmanî re avakirî xerab bû, ji Bidlîsê hatibû dûrxistin û Meletî ji wî re hatibû pêşniyarkirin. Şemseddîn Xan di destpêkê de xuya dike ku ev rênîşanderî qebûl kiriye; lê li ser rêya Meletiyê ji biryara xwe vegeriyaye û xwe spartiye welatê Şah Tehmasbî. Ez vê bûyerê tenê wek guhertina teref di navbera du împaratoriyan de naxwînim. Endamekî xanedanê ku qebûl nekiriye mafê xwe yê irsî li ser Mîrekiyê bi wezîfeyeke li derveyî Bidlîsê biguherîne, ji bo ku mafê xwe dîsa bi dest bixe berê xwe dide parastina hukumdarê reqîb. Dema ku mîr di bin parastina Sefewîyan de bû, gel, eşîr û mezinên ku li dû wî mabûn jê re dilsoz man, têkiliyên xwe pê re domandin û ji bo vegerandina wî tu carî dev ji fikirîn û hewldana tedbîran bernedan. Bûyer nîşan dide ku girêdana bi sultan re di Mîrekiyên tabî Osmanîyan de û girêdana bi şah re di Mîrekiyên tabî Îranê de, xwe dispêre maf û erkên dualî.

Du nimûneyên berawirdkirî ji Mîrekiya Bidlîsê

Bûyera Bidlîsê ya sala 1655ê di Seyahatnameya Ewliya Çelebî de rûyekî din ê her eynî çarçoveya siyasî û urfî derdixe holê. Dema Ebdal Xan di şerê li hemberê Melek Ehmed Paşayî; Beglerbegê Wanê de, têk diçe û xwe dispêre çiyan, zilamên paşayî dixwazin têkevin qesra hundir û dest bi talankirina malan bikin; paşa jî hewl dide rêvebirina Bidlîsê bide kesê ku bixwe dixwaze. Li hember vê yekê mezinên Bidlîsê îdia dikin ku li gorî mafên naskirî yên Mîrekiyê beglerbeg nikare bikeve hisarê û nikare ji derveyî xanedanê an bi îradeya xwe xanekî tayîn bike. Ew li ser Zîyaeddîn, kurê Ebdal Xanî, dibin yek; mîrê nû bi fiilî dest bi erkê dike, erêkirina Stenbolê jî paşê tê. Heyeteke ku mezinên bajêr hilbijartibûn malên talankirî vedigerîne û li derveyî kelehê bi mezadê dide firotin. Ev jî dide fikirîn ku civaka bajêr ne tenê di hilbijartina hukumdar de, lê di çareserkirina nîzam û nakokiyên milkiyetê de jî wek aktorekê tê nîşandan.

Ez van her du nimûneyên Bidlîsê wek delîlên berawirdî dibînim ku nimûneya Hekariyê ya di Mîrnameyê de rave dikin. Serdestiya leşkerî an îradeya paşayekî ji navendê bi tena xwe mîrekî meşrû peyda nake; pejirandina namzedekî ji nav xanedana xwedî mafê irsî ji aliyê mezinên herêmî ve diyarker e, sultan an şah jî vê encama herêmî di nav pergala serweriya xwe de nas dike. Lê ne rast e ku em vê têkiliyê tenê wek peymaneke bi bendên neguhêr bibînin an jî tenê kêm bikin ber urfê. Ahid û lihevhatinên siyasî yên damezrîner ên piştî Çaldiranê, emr, ferman û beratên ku wan berbiçav dikin, qanûnnameyên eyaletan û teamulên ku di dema qeyranan de dîsa têne pêşxistin û şîrovekirin, bi hev re dixebitin. Hûrgiliyên dramatîk ên vegotina Ewliya Çelebî dibe ku pêdiviya rexneya çavkaniyê hebin; lê îdiaya mafan a ku ji bo mezinên Bidlîsê  tên nisbetkirin, ji bo nîşandana zimanê rewayiyê yê wê serdemê bi serê xwe girîng e.

Ev ravekirin nayê wê wateyê ku hemû tercîhên siyasî têne rastderxistin. Pevçûnên mîran bi hêzên Kurd ên cîran re ji bo berjewendiyên demkurt ên xanedanî, derfetên desttêwerdana dewletên mezin berfirehtir kirin û perçebûn kûrtir kir. Mîrname ji bo dîtina vê encama dîrokî çavkaniyeke pir lêhatî ye. Lê xwendevanê îro ku encamê ji pêş ve dizane, divê wisa nefikire ku li ber aktorên wê demê tenê vebijêrkeke amade û pêktê ê bi navê ‘avakirina dewleta-neteweyî ya yekgirtî’ hebû.

Peyamnêr name mohr û emrê bi Kurdî

Di Mîrnameyê de ragihandina siyasî tenê ji peyamnêrên ku peyamên devkî dibin pêk nayê. Mîr di nav Mîrekiyên xwe de, ji hev re û bi hêzên siyasî yên derdorê re nameyên nivîskî dişînin. Katib tê gazîkirin, naveroka nameyê ji bo wî tê ravekirin, metn bi qalibên xîtab û duayê tê amadekirin, belge tê mohrkirin û ji bo parastina wê dixin kîsikekî etlesî yê qumaşîn. Dema metna nivîskî tiştê hermayî û fermî radigihîne, hûrgiliyên ku ne lêhatî têne dîtin di nameyê de bên nivîsandin, bi devkî ji tên sipartin peyamnêrekî pêbawer. Bi vî rengî nivîs û gotin ne alternatîfên hev, lê du awayên ku eynî karê dîplomatîk temam dikin xuya dibin.

Farisî  بگفتش دو مکتوب بنویس زود / مزین کنش از دعا و درود // چو مکتوبها هر دو تحریر شد / سراسر ز تکلیف تصویر شد // بیاورد نواب مهرش نمود / ز اطلس شدند کیسه هر دو زود

Kurmancî  Gote wî du nameyan binivîse zûd / Wan bixemilîne ji du’a û dûrûd // Dema her du mektub hatine nivîsîn / Seranser ji teklîfat hatine beyan kirin // Anîn name û Newwab ew mohr kirin / Ji qumaşê etles kîskê herduyan çêkirin.

Raveya Kurmancî  Ji katibê xwe re got du nameyan yekser binivîse û wan bi dua û silavan bixemilîne. Piştî ku her du name hatin nivîsîn û karên ku divê bên kirin hatin ravekirin, mîr ew mohr kirin; ji bo her yekê kîsikek ji qumaşê etles hat amadekirin.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 229-230; Kurmancî, Cild I, r. 346-347

Di heman dîmenê de nameyek wek bersiva Yehya Begî, ya din jî bi xîtabî Mîr Şeref tê amadekirin; tê xwestin ku mijarên mayî ji aliyê Mûrad Begê ve bi devkî bên ravekirin. Di dîmenên din de jî katib di çarçoveya mîr vegotî de nameya dostaniyê dinivîse; talîmatên zêde jî cuda, bi serê xwe tên dayîn elçîyî. Ev hûrgilî nîşan didin ku têkiliyên navbera Mîrekiyan ne tenê ragihandineke bêserûber bû; rêbazeke diyarkirî ya nameyaniyê, hilbijartina elçiyekî pêbawer û sepandina mohrê hebû ku belgeyê piştrast dike.

Nimûneyeke hê balkêştir piştî bûyerên Nêrwehê tê dîtin. Bayezîd Beg tê huzûra mîr; herêma Nêrwehê, pere, kinc, hesp, çek û zadê rê ji bo wî tê dayîn. Piştre mîr ferman dide katibê xwe ku hukmî bi Kurdî binivîse. Rasttir e ku em vê belgeyê ne ‘peyman’, lê ‘emr’ an ‘ferman’, yanî hukmekî idarî bi nav bikin ku tahsîs û desthilatdarkirinê tomar dike.

Farisî  بفرمود هم با نویسنده خان / که بنویس امری به کردی زبان

Kurmancî  Ferman da nivîsendeyê xwe Xanî / Gotê binivîse emrî bi zimanê kurdî.

Raveya Kurmancî  Xanî ferman da katibê xwe: Emrî bi zimanê Kurdî binivîse.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 570; Kurmancî, Cild II, r. 448

Sadînî di jêrenota weşana Farisî de vê beytê wek belgeyekê dinirxîne ku nîşan dide di serdema mîrên serbixwe yên Kurd de zimanê dîwanê Kurdî bûye. Ev agahî nimûneya delîlekî girîng e ku nîşan dide Kurdî ne tenê di axaftina rojane de, lê di qada nivîskî ya fermî ya rêvebirina herêmî de jî dikaribû bê bikaranîn. Bêguman, di destê min de delîl tune ku em bi tenê ji beytekê biçin wê encamê ku di hemû mîrekî û hemû serdeman de hemû nameyaniya dîwanê tenê bi Kurdî hatine meşandin. Divê nivîsandina Mîrnameyê bi Farisî, bikaranîna zimanên nivîskî yên cuda di têkiliyên bi navendên Osmanî û Sefewî re û hawîrdora sînorî ya pirzimanî bi hev re bên fikirîn. Encama saxlem ev e: Kurdî, herî kêm dema pêwîst bû, xwedî qadeke bikaranîna siyasî û nivîskî bû ku dikaribû bibe zimanê hukmekî idarî.

Exlaqê hukumdariyê edalet comerdî û ewlehiya gelî

Aliyekî din ê berhemê ku qasî şer û entrîkayan girîng e, erkên hukumdarê baş vedibêje. Mîrê îdeal divê dadwer, comerd, wêrek be û teb’a karibe xwe bigihînê. Divê alîkariya belengazan bike, rê li zaliman bigire, ji hemû aliyên welêt agahî bistîne, debara leşkeran peyda bike û ewlehiya bazirganî û hilberînê biparêze. Duaya gel, avedaniya welêt û aramiya re’yetê di nav pîvanên rewayiya hukumdariyê de têne nîşandan.

Farisî  نه دیوان عدل و نه احسان داد / رمیدند ازو خلق بیدلمراد // ز ظلمش رعیت بجان آمدند / سپاهی همه در فغان آمدند

Kurmancî  Ne dîwana wî ‘adil û ne ihsann di dad / Ji wî dûrketin xelq hemî bê dilmirad // Ji zulma wî ra’yet bi can hatin / Sipahî jî hemî bi ah û zar hatin.

Raveya Kurmancî  Ne dîwana wî dadwer bû, ne jî îhsan dikir; gel bi dilşikestî jê dûr ket. Ji zulma wî re’yet êdî nikaribû tehemûl bike; leşker jî ketibû nav hawar û fîxanan.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 135; Kurmancî, Cild I, r. 159-160

Farisî  مطیع نتوان کرد بشمشیر خلق / به احسان توان دید تدبیر خلق

Kurmancî  Xelk bi şîrî bindestê te nabin / Bi qenciyê tedbîra xelqê bibîn.

Raveya Kurmancî  Tu nikarî gel bi şûr bixwe xwe ve girê bidî; karê gel bi qencî û tedbîra rast bibîne.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 144; Kurmancî, Cild I, r. 177-178

Farisî  سپاهی باحسانش مسرور شد / رعیت ز عدلش معمور شد

Kurmancî  Sîpahî bi îhsana wî mesrûr bûn / Re’yet ji dadwerîya wî avedan bûn.

Raveya Kurmancî  Leşker bi îhsana wî kêfxweş bû, re’yet jî bi dadweriya wî di aramî û avedaniyê de bû.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 487; Kurmancî, Cild II, r. 280

Farisî  که چون حکم میری یحیی رسید / چنان حاکمی عادلی شد پدید // ز مظلوم دست ستم دور گشت / ز عدلش جهان جمله معمور گشت

Kurmancî  Dema hukmê mîratiyê gehişte Yehya / Hakimekî wesa dadmend bûye peyda // Ji mezluman destê sitemê dûr bû / Ji e’daleta wî cihan hemî avedan bû.

Raveya Kurmancî  Dema hukmê Mîrekiyê gihîşt Yehyayî, hukumdarekî dadwer derket holê; destê zulmê ji ser mazlûman hat kişandin û bi edaleta wî welat avedan bû.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 304; Kurmancî, Cild I, r. 495

Li vir em nikarin behsa dewleteke civakî ya dema me bikin ku xwe dispêre pergala hiqûqa nûjen û mafên wekhev ên welatiyan. Lê parastina gel ji zulmê, baldarî li debar û ewlehiya wî, avakirina welêt û dîtina aramiya re’yetê wek pîvana rewayiya desthilatdariyê dikare wek yek ji rehên dîrokî yên ramana berpirsiyariya civakî bê nirxandin. Çawa ku meşweret bi demokrasiya nûjen re ne wekhev e, lê yek ji bingehên destpêkî yên kevneşopiya biryardana beşdarîyê ye, ev exlaqê hukumdariyê jî bê ku dewleta civakî ya nûjen be, dikare şêweyeke zû ya berpirsiyariya refaha giştî nîşan bide.

Farisî  چو برگرفت آن سفره از پیش میر / کشیدند نعمت کسان فقیر // بیک دم طعامش بخارج داد / بمسکین و درویش و محتاج داد

Kurmancî  Wextê rakirin ew sufre ji pêşîya Mîr / Vêcarê kêşan ni’met ji bo kesanê’d feqîr // Di yek demê da te’am danane ber wan / Bo miskîn û derwêş û muhtacan danan.

Raveya Kurmancî  Dema sifre ji ber mîrî hat rakirin, vê carê ji bo belengazan nimet anîn; xwarin li ber miskîn, derwêş û muhtacan hat danîn.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 236; Kurmancî, Cild I, r. 359-360

Lê divê neliheviya navbera îdealê û tetbîqatê neyê veşartin. Heman mîr dikare re’yeta xwe biparêze, lê re’yeta reqîbê xwe ceza bike; li herêmekê rê li baceke neheq bigire, lê li herêmeke din talanê wek rêbazeke leşkerî bi kar bîne. Ev tenaquz ne kêmasiya berhemê ye; ew yek ji daneyên sereke ye ku alîkariya me dike em mentiqa desthilatdariya wê demê fêm bikin. ‘Mîrê ku gel diparêze’ û ‘şervanê ku welatê dijmin talan dike’ dikarin di heman kesayetiya siyasî de bibin yek.

Dîwan meşweret û mezinên herêmî

Di Mîrnameyê de biryar pirrê caran ji aliyê kesekî tenê ve nayên dayîn. Mezinên Hekariyê gazî dîwanê têne kirin; ji eşîran leşker tê xwestin; wekîl agahîyan pêşkêş dikin; serdar têne destnîşankirin; wezîfe û ’’dirlik’’ têne dabeşkirin. Beg û erkan hevparên ku hem desthilatdariya mîr sînor dikin hem jî wê mimkin dikin. Mîr bê piştgiriya wan nikare seferê li dar xe; ew jî ji paye, rûmet, diyari û parastina ku navenda xanedanê dabeş dike sûd werdigirin.

Hem mezinrakirina van meclîsan bi navê ‘demokrasiya Kurdî’, hem jî dîtina wan wek merasîmeke sembolîk ya dîwanê û bêqîmetkirina wan anakronîk e. Ew organên beşdariya arîstokratîk in: nûnertiya tevahiya gel nakin, lê nîşan didin ku desthilatdarî tenê ji îradeya keyfî ya kesekî pêk nayê. Pergala Mîrekiyê bi hevsengiya navend, xanedan, eşîr, fermandarê kelehê, otorîteya dînî û eşrafa herêmî dixebite.

Farisî  وکیل و وزیران بهر صبح دم / شدندی بدرگاه با صد حشم // یکی لحظه در فکر کار جهان / دمی گوش او بر شکایتچیان

Kurmancî  Wekîl û wezîran di her subehan / Diçûne dergah li gel sed xulaman // Lehzeyekê di hizra karê cihan / Bêhna dî jî guh dida şikayetçîyan.

Raveya Kurmancî  Wekîl û wezîr her sibeh bi maiyeta xwe re dihatin dergehê; mîr demekê li ser karên welêt difikirî, demekê jî guh dida kesên gilî-gazinkir.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 309; Kurmancî, Cild I, r. 506

Dîroka jiyana rojane û hestan

Mîrname tenê li ser dewletan û şeran nîne. Dîmenên wek hawar û fîxanên ku bi bihîstina mirinê li dîwanê radibin, anîna cenaze bo medreseyê, bezîna gel bo serşînan, radestkirina mifteyên kelehan ji aliyê zarokan ve ji bo bapîrê xwe û teselîkirina sêwiyan ji aliyê bapîr ve, cîhana hestî ya jiyana xanedanê nîşan didin. Dayîna hesp, hêştir, zîn, kinc û pere ji bo mêvanan; pêşwazîkirina elçiyan; raxistina sifreyan; lêdana dehol, zirne û bilûrê di şahiyan de; meclîsên nêçîr, vexwarin û sohbetê; bi hev re bûna dostan ya bi şev û roj, hûrgiliyên zindî yên jiyana bijarteyên wê serdemê ne.

Ferhenga exlaqî ya berhemê jî girîng e. Mêranî û xweşmêrî tenê wêrekiya şer nîne; wateyên li ser peymana xwe sekinîn, comerdî, parastin, piştgiriya dost û dema pêwîst be dayina canê xwe di ber de jî digire. Li hember vê, hîle, mekrûhî, bedxwazî, temah, xiyanet û zulm aliyê tarî yê kesayetiya siyasî ava dikin. Helbestvan bûyeran li gorî van dijberiyên exlaqî rêk dixe. Loma Mîrname tenê nabêje çi bûye; ew di heman demê de vedibêje derûdora dîwana Hekariyê çi rast û bişeref, çi jî şermezarî didît.

Dengên jin û mirovên jirêzê di metnê de sînordar e; ew bi piranî wek endamên xanedanê, jin, dayik, bî, sêwî an re’yeta êrîşlêkirî xuya dibin. Ev bêdengî jî daneyeke dîrokî ye. Divê xwendevan bizane ku bala vebêjer li ser zilamên bijarte ye û hewl bide bi alîkariya çavkaniyên din komên li kêlekên metnê mayî – gundî, bazirgan, xizmetkar, jin û civakên Xiristiyan ên Hekariyê – dîsa xuya bikin.

Yekîtî piştgirî û têgihiştina serweriyê di nav Kurdan de

Mîrname dîrokeke xanedanî ya herêmî ye; ji ber vê yekê wek Şerefname hemû Mîrekiyên Kurd bi awayekî pergalî di nav dîrokeke yekgirtî de nacivîne. Lê dîsa jî Kurdistan, mîrên Kurd, eşîrên Kurd û ramana berjewendiya hevpar di metnê de xuya ne. Di pêveka bi navê Muxteser el-Ehwal el-Umera ya tarîxa wê ya paşê de, civîna mîrên Kurd, bey’atkirina wan, rakirina nifaqê û pêşxistina berjewendiyên hevpar wek îdealeke siyasî ya eşkere tê vegotin. Xala ku li vir divê mirov balê bikêşe serê ev e ku ev pasaj dengê Temerxanê Yazicî yê salên 1630î neyê hesibandin; ew qateke cuda ya metnê ye ku di tarîxeke din de hatiye nivîsandin.

Ev tesewira yekîtiyê bi bernameya dewleta-neteweyî ya xwe dispêre serweriya gel a nûjen re ne yek e. Ew yekîtiyek e ku bi pêşengiya xanedan û mîran hatiye fikirîn. Lê ji ber vê yekê nayê wê wateyê ku di warê dîrokî an ramana neteweyî ya Kurdî de bê girîngî ye. Navê welatekî hevpar, navê gelekî hevpar, hişmendiya zirara perçebûnê û lêgerîna desthilateke siyasî ya hevpar dikarin berî neteweperweriya nûjen jî derkevin holê. Ji bo min ya girîng ew e ku em van ramanan ne bi zorê nûjen bikin, ne jî bi hinceta ku ‘nûjen nebûn’ wan nexuya bikin; lê wan di nav têgînên dîrokî yên xwe de binirxînin.

Beramberkirin bi Şerefname û dîroka Mesture Erdelanî re

Pîvana Şerefnameyê fireh e. Şeref Xan xanedan, welat, vegotinên esl û taybetmendiyên hukumdaran ên li Kurdistanê di nav erdnîgariyeke dîrokî ya hevpar de rêk dixe ku jê re Kurdistan gotiye. Ji vî aliyî ve ew çarçoveyekê ava dike ku rê dide Şeref Xan wek yekem dîroknivîsê neteweyî yê mezin ê Kurdan bê hesibandin. Mîrname jî ne xwedî îdiaya dîroka hemû Kurdistanê ye; ew ji hundirê xanedana Hekariyê diaxive. Ji ber vê yekê şaş e ku ew wek teqlîdeke biçûk an kêmasî ya Şerefnameyê bê nirxandin.

Hêza Mîrnameyê li cihê din e: ew karûbarê hundirîn ê Mîrekiyekê, pevçûna navbera nifşan, dîwan, maiyeta leşkerî, têkiliyên eşîran, şîn û şahî û exlaqê hukumdariyê bi hûrgilî nîşan dide. Ji vî aliyî ve ew xwedî baldarîyeke herêmî-xanedanî ye ku dişibe dîroka Erdelanê ya Mesture Erdelanî. Lê Mîrname bi şêweya menzûm, amadebûna vebêjer li cem mîran û dîmenên destanî cureyeke cuda ya çavkaniyê ye.

Dema Şerefname û Mîrname bi hev re têne xwendin, du pîvanên cuda hev temam dikin: yek nexşeya berfireh a cîhana siyasî ya Kurdan dide, ya din karûbarên hundirîn ê Mîrekiyeke diyarkirî. Banga Ehmedê Xanî ya yekîtî û serweriyê jî dikare bi van her du pîvanan re bê fikirîn; lê ji bo ku ji sînorên nivîseke danasînê dernekeve, têr dike ku em li vir tenê îşaretî vê girêdanê bikin.

Prensîbên xwendina Mîrnameyê bê ketina nav anakronîzmê

Pêşîyê Diyarkirina qata metnê

Divê bê diyarkirin ka bûyerek di mesnewiya Temerxanê Yazicî de, di temamkirina paşîn de, di pêveka Mîrza Mihemed de an di beşa nusxenivîsê 1914an de tê vegotin.

Ji hev cudakirina bûyer û zimanê pesnê

Hukmên şa’ir ên wek ‘fatihê cîhanê’, ‘hukumdarê dadwer’ an ‘dijminê xerabkar’ ne bûyer bixwe ne. Pêşîyê divê kiryar bê destnîşankirin, piştre wateya exlaqî ya ku vebêjer daye wê bê lêkolan.

Fêmkirina têgînan di serdema wan de

Peyvên dewlet, hukumet, mîr, xan, re’yet, eşîret, qewm, millet û Kurdistan bi awayekî otomatîk ne hemberên têgînên îro yên dewlet, hukumet, welatîbûn û neteweyê ne.

Nedîtina serweriyê reş û spî

Eger mîrek pêbendbûna xwe ragihîne sultanê Osmanî an şahê Îranê, ev nayê wê wateyê ku desthilatdariya wî ya herêmî bi tevahî ji holê rabûye. Serwerî dikare xwedî taybetmendiyeke qat bi qat, parvekirî û danûstandî be.

Nehebskirina guherandina pêbendbûnê di qalibê xiyaneta nûjen de

Parastina mafê xanedanî, penabûn, peydakirina leşker û têkiliyên himayetê di zimanê siyasî yê wê serdemê de ji yên îro cuda ne. Lê dîsa jî encamên van tercîhan li ser cîran û sivîlan ji rexneyê azad nînin.

Nedîtina îdiayên sînorî wek xetên nexşeyê

Teswîrên erdnîgarî yên berfireh ên di berhem an pêşgotinê de dikarin nufûz, bac, qada seferê, pêbendî û prestîja xanedanê bi hev re vebêjin; divê ne wek sînorê idarî yê nûjen bên xwendin.

Nedîtina tundiyê wek taybetmendiyeke etnîkî  yan jî kirineka asayî

Pevçûnên xanedanî li erdnîgariyên din jî têne dîtin. Berawirdkirin Kurdan ji rewşa îstîsnayî derdixe; lê talan û êşa sivîlan nexuya nake.

Beramberkirina hukumdarê îdeal û tetbîqata rastîn

Pesnên edalet, comerdî û parastina gel divê bi vegotinên talan, baca bi zorê û cezakirinê re bi hev re bên xwendin.

Geriyana li dengên bêdengkirî

Re’yet, jin, gundî, bazirgan, xizmetkar û civakên Xiristiyan ne li navenda vegotinê ne. Ji bo dîtina dîroka wan divê belgeyên Osmanî û Îranî, tomarên dêrê, vegotinên herêmî û dîroka devkî bikevin dewrê.

Ceribandina Mîrnameyê bi çavkaniyên din

Âlemârâ-yı Abbâsî ya Îskender Begê Munşî, Hulasatü’s-Siyer, defterên muhîmme û belgeyên sînorî yên Osmanî, Şerefname, kronîkên herêmî û bîra folklorîk divê bi awayekî beramberkirî bên bikaranîn.

Girîngiya berhemê di dîroknivîsiyê de

Girîngiya Mîrnameyê tenê ji wê yekê nayê ku nav û bûyerên berê nehatine zanîn dide. Berhem çanda siyasî ya Mîrekiyên Kurd ên destpêka serdema nû ji hundir nîşan dide. Ew derdixe ber çavan ku hukumdarî bi kîjan sembolan dihat avakirin; peywandiya navbera dîwan, meşweret, bey’at, diyari, wezîfe, kele, bac, pez û leşker çi bû; endamên xanedanê bi navendên Osmanî û Sefewî re çawa têkilî datanîn û têgînên edalet û mêranî çawa dihatin bikaranîn.

Di heman demê de çîroka parastina berhemê bixwe jî girîng e. Malbata katiban metn di nav nifşan de parastiye; nusxenivîsê 1914an îradeya xwe tomar kiriye ku nusxeyê weqf bike ji bo nifşên paşerojê/rojên êbê. Bi vî awayî Mîrname ne tenê dîroka xanedanekê ye, lê belgeya hewildana wê ye ku piştî hilweşîyana xanedanê raborî neyê wendakirin. Mezinbûna metnê di destên cuda de bi awayekî otomatîk pêbawerîya wê kêm nake; berevajî, her pêvek li ser siyaseta bîranînê ya serdema ku tê de hatiye nivîsandin dibe çavkaniyeke nû. Bi şertê ku ev qat bi hev neyên tevlihevkirin.

Weşana Farisî ya yekpirtûkî û wergera Kurmancî ya du cildan ku Xalid Sadînî amade kiriye, ev çavkaniya mezin pêşkêşî vêkoler û xwendevanên Kurd kir. Lê berhem hê jî pêdivî bi beramberkirina hûrgilî ya destnivîsa Farisî, rêzkirina wê ya nûjen û wergera Kurmancî bi hev re, fihrista navên kes û cihan, kronolojiyeke saxlem, nexşe û şiroveyên berfireh bi belgeyên Osmanî-Îranî heye. Ev pêdivî nirxa weşana heyî kêm nake; ew qonaxa din a lêkolînê nîşan dide.

Encam

Eger em Mîrnameya Hekarîyan tenê wek destana pevçûnên xwînî yên mîran bixwînin, em dewlemendiya wê ya civakî û sazûmanî ji dest didin. Eger em wê tenê wek destana lehengî û serxwebûnê bixwînin jî, em tundî, xweperestiya xanedanê û berdêla ku gelê sivîl daye bersih dikin. Xwendina ku heqê berhemê dide divê her du seriyan di eynî demê de bibîne.

Bi baweriya min, nirxa herî mezin a Mîrnameyê ew e ku Mîrekiya Hekariyê ne wek saziyeke cemidî/qerisî, lê wek tevahiya têkiliyên ku her roj ji nû ve tên avakirin nîşan dide. Mîr di heman demê de pêdivî bi mafê xanedanê, leşker, kele, eşîr, dîwan, şêwirmend, gel, begên cîran û piştgiriya du împaratoriyên mezin heye. Heta dema ku bi hêz xuya dike jî, qutbûna yek ji van têkiliyan dikare desthilatdariya wî bihejîne. Ji ber vê yekê, şerên navxweyî yên berhemê ne tenê encama hewesên kesane ne; ew di heman demê de encama lawaziya avahîyê ya pergala Mîrekiyê ne.

Li hember vê yekê, hêmanên wek dîwan, meşweret, edalet, eman, qewl, mêranî, mêvanî û alîkariya beramber nîşan didin ku ev civak tenê ji pevçûnan pêk nayê. Mîrname tarîtî û ronahiyê, zulm û îdeala edaletê, hîle û dilsozî, perçebûn û lêgerîna yekîtiyê di heman sehneya dîrokê de dicivîne. Ji ber vê yekê nîqaşkirina awayê xwendina wê ne karekî li derveyî danasînê ye; ew bixwe danasîn e.

 

’’Bezm û Rezm’’ên mîrên Hekariyan

Vegotina cîhana Mîrnameyê tenê bi têgînan, hêza çîrokê ya berhemê kêm dike. Her du vegotinên jêr nîşan didin ku heman zincîra bûyeran şer û dawet, yanî bezm û rezm, tifaqa siyasî û xizmanî, tundî û efûkirinê çawa bi hev re dihone. Vegotina yekê, destpêk, pêşveçûn û encama şerî; ya duyê jî ya dawetê bi Kurmancî dide. Di beytên hilbijartî de metna Farisî, wergera Kurmancî ya Sadînî û raveya min a Kurmancî bi hev re hatine pêşkêşkirin.

Rezm: Sefera Elî Begî û dorpêçeke salekê

Destpêk. Ji bo gihandina daxwaza zewacê ya Yehya Begî ji Mîr Şerefî re, ji Hekariyê heyetek û maiyeteke leşkerî bi serokatiya Mûrad Begî û Cemaleddînî diçe Cizîra Botan. Dema amadekarî berdewam dikin, xeber tê ku Elî Beg ketiye welatê Mîr Şerefî, gel kuştiye û mal talan kiriye. Bi vî awayî rêwîtiya ku ji bo avakirina xizmaniyê dest pê kiribû, vediguhere tifaqeke şerî. Dema Mîr Şeref biryar dide derkeve seferê, ji mêvanên xwe yên Hekariyê dixwaze li paş bimînin; lê ew dema dostên wan di tengasiyê de ne, rûniştina di rehetiyê de li ser xwe heram dibînin û israr dikin ku beşdarî şerî bibin.

Pêşveçûn. Hêzên Botan û Hekariyê ber bi keleha ku Elî Beg lê ye dimeşin. Vegotin dide xuyakirin ku sefer tenê nîşandana mêrxasiyê nîne: zirar digihîje gundan, mirov direvin, şervan têne kuştin û birîndar dibin. Kele tê dorpêçkirin; agirê topan li burc, sûr û banan dixe. Bi êrîşeke kurt dawî li dorpêçanê nayê, salekê didome. Ev dem nîşan dide ku kapasîteya şeran a mîran tenê ji komkirina leşkeran pêk nayê; pêdivî bi îkmal, xerckirin, teknîka dorpêçê û hêza domandina dilsoziya yekîneyan heye.

Farisî  یکی سال در زیر قلعه نشست / به توپش همه برج و بارو شکست // چو حصار دادند سالی تمام / ز توپش نه دیوار ماند نه بام

Kurmancî  Yek sal di binê qel’ê de rûniştin / Bi topa burc û barû şikênandin // Ji ber ku yek sal ew der dorpêçan / Ji topên wan ne dîwar man ne ban.

Raveya Kurmancî  Salekê li bin kelehê man; bi agirê topan burc û sûr hilweşandin. Dema dorpêç gihîşt salekê, li hember topan ne dîwarekî saxlem ma, ne jî banek.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 245; Kurmancî, Cild I, r. 379

Encam. Elî Beg dibîne ku berxwedan êdî nikare bidome; ji kelehê derdikeve û emanê dixwaze. Mîr Şeref, ku şair jê re ‘Paşa’ dibêje, li şûna ku wî bi rûreşî bikuje an hemû malê wî desteser bike, efû dike. Bi vî awayî serkeftin ne tenê bi hilweşandina leşkerî, lê bi hêza dayîna emanê û vegerandina têkçûyî di nav pergala siyasî de temam dibe. Helbestvan vê efûkirinê wek nîşana kerema hukumdariyê dibîne; lê ev encam berdêla kesên di dorpêçê de mirine û re’yeta zirar dîtiye ji holê ranake.

Farisî  علی بگ از ایشان چو دید آن رواج / ز پاشا امان خواست او لاعلاج // ببخشید پاشا و او ز کرم / نماند هیچ مالش هم بیش و کم

Kurmancî  Dema Elî Begê ji wan dît ev rewace / Ji Paşa eman xwast bixwaz nexwaze // Paşa ew ji kerema xwe bexşande ve / Nema hîç malê wî ne kêm û ne zêde.

Raveya Kurmancî  Dema Elî Beg dît ku kar bi vî awayî pêş de diçe, bêçare ji Paşayî eman xwest. Paşayî bi kerema xwe ew efû kir; ji malê wî ne kêm ne zêde tiştek kêm nebû.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 246; Kurmancî, Cild I, r. 379-380

Bezm: Daweta Yehya Begî û keça Mîr Şerefî

Destpêk. Yehya Beg di wê nameyê de ku ji bavê xwe re dişîne dibêje ku ew dixwaze bi xanedaneke şayesteyê wan re xizmaniyê ava bike û li kîjan alî nihêrîbe, Mîr Şerefî ji bo vê têkiliyê lêhatî/guncaw dîtiye. Ji bavê xwe elçiyekî tecrubedar, maiyeteke leşkerî û nameyekê dixwaze ku daxwaza wî piştgirî bike. Ev dîmen nîşan dide ku zewac ne tenê biryara taybet a du kesan e: dawet projeyeke xizmaniya siyasî ye ku dê dostaniya navbera xanedanên Hekarîyan û Botan xurt bike.

Farisî  ولی میل پیوند دارم همان / ز جایی که باشد سزاوار آن // بهر سو که کردم نظر هر طرف / سزاوار خویشی بود میر شرف

Kurmancî  Lêbelê meyla peywendiyê min heye / Ji cihê ku şayesteyi mirovaniya me ye // Bi her aliyê ku min nezer lê kirî / Şayeste ye Mîr Şeref ji bo xizmanî.

Raveya Kurmancî  Ez jî dixwazim bi cihekî re ku şayesteyê me ye peywendiyê ava bikim. Min li kîjan alî nihêrî, Mîr Şeref ji bo xizmaniyê lêhatî dît.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 227; Kurmancî, Cild I, r. 341

Pêşveçûn. Dema heyeta Hekariyê digihîje Cizîrê, di dîwanê de tê qebûlkirin; sifre tên raxistin, belengaz tên têrkirin û hesp, hêştir, qumaş, kinc û pere tên dayîn mêvanan. Lê xebera êrîşa Elî Beg herikîyana dawetê qut dike. Mêvanên Hekariyê li kêleka Mîr Şerefî beşdarî şerî dibin; piştî dorpêça salekê û teslîmbûna Elî Begê, dîsa vedigerin amadekariyên dawetê. Ji bo bûkê zêr, cewher, qumaş, kinc, nivîn, kelûpelên sifreyê, kon û hesp tên amadekirin. Metn navê bûkê nade; wê bêtir bi teşbîhên heyv, mircan û cewheran vedibêje. Ev jî nîşan dide ku dîroka xanedanî, heta dema ku jinan dike ber çavan jî, dengê wan ê kesane heta çi radeyê vedişêre.

Berbûrî (karwanê bûkê) ji Cizîrê ber bi Şaxê dikeve rê. Li ser rê diyarî têne belavkirin; zêr ji sêwî û belengazan re tê dayîn. Li Şaxê bi hurmeteke mezin pêşwaziya mêvanên Botanê tê kirin. Şahî, xwarin û kêf çil rojan didomin. Bi vî awayî dawet tenê ne bezmek e ku dewlemendiya xanedanê nîşan dide; ew dibe merasîmeke siyasî ya giştî ku tifaqê ji gel, leşker, mezinên eşîran û bijarteyên her du Mîrekiyan ragihîne.

Farisî  چهل روز پیوسته در روز و شب / ضیافت همی بود عیش و طرب // چهل روز چون دعوت اتمام یافت / نواب فلک قدر هم کام یافت

Kurmancî  Çil rojan li du hev di şev û roj / Zîyafet kirin hemî bû e’yş û noj // Çil roj çûn davet êdî temam bû / Newwabê felekqedr jî bi kam bû.

Raveya Kurmancî  Çil rojan bi şev û rojê ziyafet, şahî û kêfxweşî domiyan. Di dawiya çil rojan de dawet temam bû; mîrê bilindmeqam jî gihîşt miraza xwe.

Metna Farisî ya Mîrnameyê, r. 253; Kurmancî, Cild I, r. 393-394

Encam. Dema zivistan nêz dibe, destûra vegerê tê dayîn heyeta Botan û mêvan ber bi welatê xwe dikevin rê. Zewaca ku di nîvê şer de qut bûbû, piştî serkeftin û aştiyê temam dibe. Ev zincîra bûyeran bi zelalî nîşan dide ku Mîrname çima bezm û rezmê bi domdarî li kêleka hev tîne: zewac tifaqê diafirîne, tifaq erkeke leşkerî çêdike, şerê hevpar dostaniyê diceribîne û serkeftin bi diyari û şahiyê dîsa vediguhere têkiliyeke civakî. Lê hebûna gundên talankirî û re’yeta kuştî di derdora heman çîrokê de, xwendina rexneyî ya teswîra biriqandî ya dawetê jî pêwîst dike.

Çavkanî

Atmaca, Metin. ‘Negotiating Political Power in the Early Modern Middle East: Kurdish Emirates between the Ottoman Empire and Iranian Dynasties (Sixteenth to Nineteenth Centuries).’ Di nav The Cambridge History of the Kurds de, 45-72. Cambridge University Press, 2021. https://doi.org/10.1017/9781108623711.003.

Evliya, Çelebi. Evliya Çelebî Seyahatnamesî, Cildên 4 û 5. Weşanên Yapı ve Kredi Bankası.

Dankoff, Robert, amadekar. Evliya Çelebi in Bitlis: The Relevant Section of the Seyahatname. Evliya Çelebi’s Book of Travels, cild 2. Leiden: Brill, 1988; çapeke nû, 2023.

Ekinci, Mehmet Rezan. ‘Kurdish Emirates in the Conflicts Between the Ottoman and Safavids in the 16th and 17th Centuries.’ Nubihar Akademi 4/11 (2019): 47-68. https://doi.org/10.55253/nubihar.563175.

Elliott, J. H. ‘A Europe of Composite Monarchies.’ Past & Present 137 (1992): 48-71.

Eppel, Michael. ‘The Demise of the Kurdish Emirates: The Impact of Ottoman Reforms and International Relations on Kurdistan during the First Half of the Nineteenth Century.’ Middle Eastern Studies 44/2 (2008): 237-258. https://doi.org/10.1080/00263200701874883.

James, Boris. ‘The Rise and Fall of the Kurdish Emirates (Fifteenth to Nineteenth Centuries).’ Di nav The Cambridge History of the Kurds de, 25-44. Cambridge University Press, 2021. https://doi.org/10.1017/9781108623711.002.

Kılıç, Orhan û Yılmaz Kurt, amadekar. Sultanın Yurtluk-Ocaklık ve Hükümet Sancakları. Stenbol: İdeal Kültür Yayıncılık, 2024.

Rosenthal, Joel T. ‘Marriage and the Blood Feud in Heroic Europe.’ The British Journal of Sociology 17/2 (1966): 133-144.

Şeref Xan Bidlîsî. Şerefname. Çap û wergerên cuda.

Teschke, Benno. ‘Geopolitical Relations in the European Middle Ages: History and Theory.’ International Organization 52/2 (1998): 325-358.

Yazicî, Temerxanê. Mîrnameya Hekarîyan. Tahqîq û pêşgotin: M. Xalid Sadînî. Metna temam a Farisî. Wan: Peywend, 1405/2026.

Yazicî, Temerxanê. Mîrnameya Hekarîyan, Cild I. Ji Farisî wergerandiye Kurmancî: M. Xalid Sadînî. Wan: Peywend, 2022.

Yazicî, Temerxanê. Mîrnameya Hekarîyan, Cild II. Ji Farisî wergerandiye Kurmancî: M. Xalid Sadînî. Enqere: Peywend, 2024.

Leave a comment