Dewleta Şeddadîyan ji Zimanê Sikkeyan: Dvîn, Gence û Anî

Li ser monografiya Lebedev Markov û Koyfman a sala 2006’ê

Murad Ciwan

Bergê pirtûka Lebedev, Markov û Koyfman, Moskova, 2006.

Dîroka siyasî ya Serdema Navîn tenê bi şer, peyman û kronîkan nayê xwendin. Awayê ku mîrek navê xwe, yê xelîfe û yê sultanê ku ew serweriya îdareya wî dinase li ser pereyên metal dixe jî zimanê desthilatdariyê eşkere dike. Monografiya rûsî ya V. P. Lebedev, D. B. Markov û A. A. Koyfman, ku di 2006ê de li Moskovayê bi navê Karê Sikkezanî û Gera Pereyan li Mîrektiya Şeddadiyan a Genceyê [Monetnoe delo i monetnoe obraščenie Gandžijskogo èmirata Šaddadidov (ser. X–XI vv.)] hate weşandin, yek ji bingehîn xebatên vê qadê ye.

Encama wê ya herî girîng ew e ku bi nasîna îdareya siyasî ya serdest a di sîstema Daru’l Îslamê de û nîşanên desthilatdariya herêmî her gav bi hev re winda nabin. Şawurî di 446/1054’ê de serdestiya îdareya Selçû-qiyan nasî û xutbe bi navê Tugrul Begî jî hate xwendin; lê navê sultan li ser dirhemên Emîr Şawurî xuya nebû. Navê wî piştre di dema kurên Şawurî de derket ser sikkeyan. Ev dema navberê nîşan dide ku desthilata destpêkê ya Selçûqiyan ne navendîtiyeka yekreng bû, lê pêk hatibû ji çend astên serweriya demekê ya hevbeş.

Naverok û rêbaza pirtûkê

Pirtûka ji 136 rûpelan pêkhatî, ji destpêka dîrokî, şecereya mîran, tîpolojiya berfireh a sikkeyan, têkiliyên qaliban, pîvanên metalan û giraniyan, teknolojiya çêkirinê, gera/sîrkulasyona pereyan û lewheyan pêk tê. Materyalên sereke ew in ku ji du defîneyên mezin ên di salên 1990î de derketin. Nivîskar dibêjin ku berî vê xebatê tenê nêzîkî deh dirhemên sê mîrên Şeddadî dihatin nasîn; wan zêdetirî 2.500 dirhemên pênc mîran lêkolane.

Loma pirtûk ne tenê kataloga koleksiyonekê ye. Bi berhevkirina sikkeyên ji eynî qalibî derxistî, bi pîvandina rêjeya zîv a rûyê pereyan, navenda wan û bi şopandina komên giraniyê, rêxistina derbxaneyê û siyaseta pereyan tê naskirin. Pirtûk Şeddadîyan eşkere wek xanedaniyeka Kurd dinasîne; lê ji vê jî wêdetir para wê ya teybetî ew e ku zêdetir dîroka sazûmanî/muesesetî ya şaxa Genceyê bi belgeyên maddî nîşan dide.

Mîr û rêza sikkeyan

MîrDema desthilatdariyêŞahidîya sikkeyan
Muhemmed b. Şeddad340-344 / 951-955Hewldana desthilatdariyê li Dvînê; hêj mîrektiya Genceyê ava nebûbû.
Fazlê I’ê375-422 / 985-1031Sikkeyên herî kevn 385/995 li Berdeayê; ji 396/1006’ê ve li Genceyê.
Mûsa b. Fazl422-425 / 1031-1034Di pirtûka 2006’ê de nehatibû nasîn; şeş nimûne di 2019’ê de hatin weşandin.
Elî Leşkerî II425-441 / 1034-1049Dirhemên Genceyê kevneşopiya Fazlê I’ê didomînin.
Enûşîrwan441 / 1049Desthilatdariya wî nêzîkî du mehan dom kir.
Şawur441-459 / 1049-1067Ji 446/1054 ve desthilata Selçûqiyan nasî bû; lê navê Alp Arslan li ser sikkeyên wî tune ye.
Fazlê II’ê459-466 / 1067-1073Li hin tîpan navê Alp Arslan xuya dibe.
Aşot b. Şawur460-461 / 1068-1069Di dema girtî zindankirîya Fazlê II’ê de nêzîkî heşt mehan desthilatdar bû.
Fazlê III’ê466-468 / 1073-1075Navê Melikşah li ser tîpên 465-467ê xuya dibe; paşê dawî li şaxa Genceyê tê.

Bizava Muhemmed b. Şeddadî ya li Dvînê, berî destpêka derbkirina pereyan li Genceyê bû. Xanedan ji 340/951 ve di meydana siyasî de tê dîtin; lê dirhemên Şeddadî yên bi ewlehî dîroka wan tên zanîn di dema Fazlê I’ê de, di 385/995’ê de li Berdeayê hatine derxistin. Derbxane di 396/1006’ê de hat veguhestin Genceyê. Bi vî awayî Gence ne tenê paytext, herwiha bû navenda darayî û berhemhênanê.

Di dema Şawurî de hiyerarşî û zimanê sikkeyan

Dema Şawurî (441-459/1049-1067) ji aliyê siyasî ve beşa herî balkêş a pirtûkê ye. Şawur di 446/1054’ê de serweriya Sultan Tugrul Begî a di nav sîstema Xelîfetiya Ebasî ya Daru’l Îslamê nasî. Tê gotin xwendina xutbeyê bi navê sultanî di pergala meşrûiyeta wê demê de nîşana vekirî ya nasînê bû. Lê li ser dirhemên Genceyê yên 446, 448, 449, 450 û 451’e navê sultanê Selçûqî tune ye. Li aliyekî navê xelîfeyê Ebbasî el-Qaîmî, li aliyê din navê Şawurî heye.

Du tîpên (awayê sîkeyan) tarîxnekirî ên Şawur ku di navbera 452-459/1060-1067’ê de tên bicihkirin her eynî zimanî didomînin. Sikkeyên tarîxkirî di navbera 446-451/1054-1059ê de nasîna bêyî navê sultan rasterast belge dikin. Rêza tîpolojîk nîşan dide ku ev pratîk dikare heta mirina Şawurî di 459/1067’ê de dom kiribe; lê belê ji bo her salekê ya 452-459 sikkeyek tarîxkirî tune ye.

Ev nayê wê maneyê ku qebûlkirin ne rast bû. Xutbe, bac, beşdarbûna leşkerî, peywendiya dîplomatîk û sikke her yek nîşaneke cuda ya serweriyê bûn. Gava yek ji wan diguherî, ne pêwîst bû ku hemû di heman rojê de biguherin. Pereyên Şawurî qonaxekê belge dikin ku tê de serweriya Selçûqiyan hatibû nasîn, lê mîr hîn qada temsîla darayî ya xwe diparast.

Her du rûyên dirhemên Fazlê I’ê nimûneyên 56–58 di sala 401ê hicrî û yên 59–60 di sala 403yê hicrî de hatine derbkirin. Wêne 2.5, r. 128. Lebedev, Markov û Koyfman, 2006.

Kengê navê sultan ket ser pereyan

Piştî mirina Şawurî hiyerarşî li ser sikkeyan zelaltir bû. Di hin tîpên dema Fazlê II’ê (459-466/1067-1073) de navê Alp Arslanî, di tîpên dema Fazlê III’ê (466-468/1073-1075) de navê Melikşahî tê xwendin. Bi vî awayî pergala meşrûiyetê ya sê astî, ango xelîfe, sultanê Selçûqî û mîrê herêmî, li ser pereyan xuya dibe.

Xêzên nivîs û çarçoveyên li ser dirhemên Şawur. Şikil 2.6, r. 61 Lebedev, Markov û Koyfman, 2006.

Lê derbexaneya Genceyê tenê qalibên Selçûqî kopî nekir. Di hin tîpan de navê kesane yê mîr hat rakirin, lê unwan û leqebên wî hatin parastin; paşê ew jî hatin guhertin. Di du tîpên dawî de nîşanên mîrê Şeddadî winda dibin. Ev guherîn bi dawîlêhatina şaxa Genceyê re li hev tê; Sawtegin di 468/1075’ê de Arran û Bab rasterast xistin bin desthilatdariya Selçûqiyan.

Krîza zîv û adaptasyona herêmî

Parxistina pirtûkê ya duyê ya girîng li ser aboriya pereyan e. Di dema Fazlê I’ê (375-422/985-1031) de rûyê dirheman bi zîv dihat dewlemendkirin; navend bi eyareke nizm bi tebeqeyeke tenik a zîvê bilind dihat nixumandin. Rêjeya zîv li rûyê pereyan nêzîkî ji sedî 80 bû, lê di navê de kêmtir bû. Di dema Şawurî de ev dewlemendkirina rûyî hate terikandin û rêjeya zîv a rû û hundir nêzî hev bû.

Teknîka çêkirinê jî guherî. Li şûna ku perçe ji darikên metalî bên birrîn, gogên metalî yên 7-12 milîmetre dihatin rijandin û paşê dihatin tewandin. Navendîya giraniya sikkeyên Şawurî nêzîkî 4 graman, ya kurên wî nêzîkî 4,5 graman bû; lê di navbera nimûneyan de cudahiyên mezin hebûn. Ku pariyên sikkeyên şikestî bi navendî nîvê dirhemekê giran bûn, dibe ku ew ne tenê wek metalê kevn, lê wek pereyên nîvnirx jî dihatin bikaranîn.

İdiaya Shabanov ku ji unwana es-seyyid encamê derdixe ku goya Şeddadî ne Kurd lê Ereb bûn jî balkêşiyeka nedîtî ye. Unwan dikare di çarçoveyên cuda yên rêzlêgirtinê an jî îdiaya seyidiya ji nesebê pêxemberî nîşan bide û rêzgirî û îddîayên wiha berbelav in. Her wiha eşkere ye ku pênaseyeka li ser sikkeyekê bi serê xwe ne belgeya etnîkî ye; ’derxistina rûn ji kêçê’ ye. Ji bo encameke wiha, divê kronîk, têkiliyên xizmatiyê, hawirdora erdnîgarî û belgeyên serbixwe bi hev re bên nirxandin. Tevî vê jî sikkeyên nû valahiya pirtûka 2006’ê ya li ser Mûsa dadigrin û encama etnîkî ya gotarê bi tu hêzê nayê piştrastkirin.

Dirhemên ku piştî Şawur hatine derbkirin. Li ser vê lewhê her du rûyên heşt tîpan xuya dikin. Wêne 2.9, r. 132. Lebedev, Markov û Koyfman, 2006.

Derbxane li hember kêmbûna zîv û daketina eyarê standard a giraniyê, teknîka çêkirinê û awayê gera pereyan ji nû ve rêkxist. Ev hem lawaziyê hem jî kapasîteya adaptasyona sazûmanî nîşan dide.

Piştî weşandina pirtûkê

Monografî ket nav gera zanistî û bû çavkaniya sereke ya xebatên paşîn. Levon Vrtanesian di 2008’ê de di kovara Iran and the Caucasus de nirxandineke taybet li ser pirtûkê nivîsî. Alexander Akopyan di lêkolîna bibliyografîkde a xebatên li ser cîhana Îranî, pirtûk wek monografiyeke hûrgilî û nûjen a ku li ser du defîneyên mezin hatiye avakirin bi nav kir. Andrew Peacock di madeya Şeddadids a Encyclopaedia Iranica de ji bo dirhemên Genceyê û pereyên sifir ên şaxa Anîyê ku navê Melikşahî li ser wan e, serî li vê pirtûkê dide.

Pirtûk wek katalogeke girtî nema. Alexander Akopyan di 2008’ê de sikkeyeke bêhemta ya Aşot b. Şawurî weşand. Lebedev û Markov di 2013’ê de sikkeyên nuh li ser sikkeyên Şawurî û kurên wî zêde kirin ku ew di peywendî-bestiyên sazûmana bilind de ya bi rêvebiriya Selçûqiyan  bûn. Mustafa Shabanov di 2019ê de sikkeyên Mûsa b. Fazlî ku di pirtûkê de cih negirtibûn da nasîn. Akopyan di 2021’ê de tîpeke nû ya sikkeyên Şawurî weşand. Hawre J. Hamadamen [Hawrê J. Hemedemîn] di gotara xwe ya kurdî de ya 2025ê, li ser nexşên geometrîk û stêrka şeşgoşe ya sikkeyên Şeddadî, wî ev monografî wek çavkaniyeke sereke bi kar anî.

Tîpolojiya pirtûkê îro di kataloga Numistayê de bi koda Leb Ganjayê tê bikaranîn. Lîsteya kontrolê ya sikkeyên Îslamî ya Stephen Albumê û xebatên li ser defîneyan jî vê pirtûkê wek çavkanî nîşan didin. Nusxya dîjîtal a li ser înternetê skanaya orîjînala rûsî ye.

Teza doktorayê ya Nevzat Keleş ya bi navê Şeddâdîler Devleti Tarihi 951-1199, ku di 2014’e de qediya, di 2016’ê de bi navê Şeddâdîler 951-1199 Ortaçağ’da Bir Kürt Hanedanı hat weşandin. Ev xebat çarçoveya teng a numîzmatîk a monografiya sikkeyan bi dîroka siyasî ya li gel Selçûqiyan, şaxên Gence-Dwîn-Anî û jiyana çandî ya herêmê temam dike. Keleş herwiha lêkolîna Alexander Akopyan a li ser sikkeya kêmpeyda ya Aşot b. Şawurî wergerandiye Tirkî û li ser Rewadîyan jî beşek weşandiye.

Şawur û kurê wî Îskender li Dvînê

Rêza sikkeyên Şawurî berî ku ew biçe Genceyê li Dvînê dest pê dike. Akopyan di lêkolîna xwe de ya li ser pereyên ku di salên 2010–2013’ê de li Dvînê hatine dîtin şeş tîpên pêşîn bi Şawurî ve girê dide. Dîroka derbkirinê bi texmînî hatiye diyarkirin. Di qeyda Numista 381794’ê de dirhemeke bêtarîx a bi giraniya 1 gramê û bi çapa 13 mîlîmetreyan heye.[1] Li ZENOyê 9419 hejmara kategoriyê ye, 105418 jî hejmara wêneyê ye ku ji bo vê tîpê hatiye nîşandan.[2]

Navê Mîr Nesr

Akopyan tîpên 8 û 9an dide Ebû Nesr Îskenderê kurê Şawur. Li ser nimûneya Leu ya tîpa 16an, ku rûyek di nav rojê de tê dîtin, “Mîr Nesr” tê xwendin. Akopyan bi nîşana pirsê dibêje ku dibe ev mîr Îskender be.[3] Salên 1092–1105 jî dîroka texmînî ya vê tîpa dereng in. Nimûneya Leu 4,50 gram e, ya di qeyda Numista 381701 de 10,20 gram e.[4]

Menûçehrê kurê Şawur. Sifir, 2,71 g. Wêne: Stephen Album Rare Coins, hejmar 708

Du rûyên sikkeyeke Aniyê

Sikkeya sifir a bi giraniya 2,71 graman, ku bi Menûçehrê kurê Şawurî ve tê girêdan, li ZENOyê bi hejmara 123258 hatiye qeydkirin. Di mezada 34an a Stephen Albumê de heman sikke bi hejmara 708’ê derketiye pêş. Li gorî xwendina katalogê, li ser rûyê pêş navê Menûçehrî û li ser rûyê paş navê sultanê Selçûqî Melikşahî heye. Di vê nimûneyê de navê derbxaneyê û sala derbkirinê nehatine diyarkirin.[5]

Mûsa û Aşot li Genceyê

Li ser dirhemên Mûsayê kurê Fazlî navê Genceyê bi awayê Cenze hatiye nivîsandin. Şabanov van dirhemên wek ji tevliheviya zîv û sifir û bi nivîsa kûfî, nasandiye. Li ser rûyê paş ê sikkeya ku Akopyan weşandiye, navê Ebû Elî Aşotê kurê Şawurî tê xwendin.[6] Akopyan li gorî rêza bûyerên siyasî derbkirina wê dixe navbera Tebaxa 1068 û Nîsana 1069an.[7]

Encam

Nirxa vê monografiyê ne tenê di komkirina hejmareke mezin a sikkeyên Şeddadî de ye. Pirtûk guherînên siyasî yên ku çavkaniyên nivîskî bi çend hevokan derbas dikin, bi nav, unwan, derbexane, rêjeya metal û teknîka çêkirinê xuya dike. Bi taybetî dema Şawurî nîşan dide ku tabi’bûn û desthilatdariya herêmî dikarin demekê di eynî sîstema DarU’l İslamê de bi hev re bijîn. Şawur di 446/1054ê de  serweriya Selçûqiyan ya di sîstemê de nasî, lê heta 459/1067ê zimanê sikkeyên xwe parast. Ev yek ji bo têgihiştina cewhera gav bi gav û muzakereyî ya desthilatdariya ji destpêkê heta dawiyê ya Selçûqiyan belgeyeke bihêz e.

Çavkanî û xwendina zêdetir

V. P. Lebedev, D. B. Markov û A. A. Koyfman, Monetnoye delo i monetnoye obraşçeniye Gyandjinskogo emirata Şaddadidov, Moskova, 2006.

Levon Vrtanesian, nirxandina pirtûkê, Iran and the Caucasus, 12/1, 2008, r. 158-159.

Andrew C. S. Peacock, Shaddadids, Encyclopaedia Iranica.

V. P. Lebedev û D. B. Markov, Shaddadids Coins of Shavur I b Fadl and His Sons under the Seljuks, Numismatic Readings, 2013, r. 47-52.

Alexander Akopyan, A Unique Coin of the Shaddadid Ruler Ashot b Shavur, Journal of the Oriental Numismatic Society 195, 2008, r. 5-6.

Mustafa Shabanov, Shaddadid Ruler Abu l Fath Musa bin Fazl and His Coins, Journal of Science and Innovative Technologies 7, 2019, r. 38-48.

Hawre J. Hamadamen[Hawrê J. Hemedemîn], Geometric Patterns and Six Pointed Star Motifs on Shaddadid Emirate Coinage, Koya University Journal of Humanities and Social Sciences 8/2, 2025, r. 397-407.

Numista, qeyda çavkaniyê û kataloga serhêl a sikkeyên Şeddadî yên Genceyê bi koda Leb Ganja.

Nevzat Keleş, Şeddâdîler Devleti Tarihi 951-1199, teza doktorayê ya neçapkirî, Mimar Sinan Güzel Sanatlar Üniversitesi, Stenbol 2014.

Nevzat Keleş, Şeddâdîler 951-1199 Ortaçağ’da Bir Kürt Hanedanı, Stenbol 2016.

Nevzat Keleş, Şeddâdîler Devrinde İlim ve Kültür Hayatına Tesir Eden Şair ve Âlimler, Tarih Okulu Dergisi, 2015.

Nevzat Keleş, Revvâdîler, Tarihte Müslümanlar, cild 2, Ankara 2020.


[1] https://en.numista.com/381794

[2] https://www.academia.edu/35918010/

[3] https://www.academia.edu/35918010/

[4] https://www.icollector.com/i33086513

[5] https://www.orientalnumismaticsociety.org/archive/ONS_195.pdf

[6][6] https://www.orientalnumismaticsociety.org/archive/ONS_195.pdf

[7] https://www.academia.edu/124324503/

Leave a Reply