Ji NETKURD-ê: 2009-01-23 00:44:25
Mûrad Ciwan û rojnamevanê kurd ê Swêdê Eşref Okumuş di 2-yê mehê de li Hewlêrê li avayiya Encumena Wezîran hevpeyivînek li gel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir
Hevpeyivîn: Mûrad Ciwan/Eşref Okumuş
Berpirsê Netkurdê Mûrad Ciwan û rojnamevanê kurd ê Swêdê Eşref Okumuş di 2-yê mehê de li Hewlêrê li avayiya Encumena Wezîran hevpeyivînek li gel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Di hevpeyivînê de ku qasî saetekê kêşa Okumuş û Ciwan pirsên bêsansur ên li ser rewşa Kurdistanê û karûbarên hukumetê ji Nêçîrvan Barzanî kirin. Nêçîrvan Barzanî jî ’dobre dobre’ bersiva hemû pirsan da.
Eşref Okumuş: Cenabê serokwezîr, ez ji bo rojnameya Expressen dinivîsim. Loma pirsên min bêtir ê ji bo xwendevanên swêdî bin.
Mûrad Ciwan: Ez ê jî pirsên xwe ji bo NETKURD-ê bikim ku xwendevanên wê kurd in. Yanî bi pirranî ê ew pirs bin ku kurd meraq dikin.
Nêçîrvan Barzanî: Hûn bi xêr hatin. Baş e, kerem kin pirsên xwe bikin.
Eşref Okumuş: Cara yekê sala 1991-ê ez û rojnamevanekî swêdî em di ser Sûriyeyê re derbasî Kurdistanê bûn, di ser çem re… Zilamê yekê ku me ew dît yekî 70 salî bû. Min rêya Zaxoyê jê pirsî, got: “Wa, tu bi eslê xwe kurd î?” Min hemêz kir û got “Tu bi xêr hatî Kurdistanê, ser çavan.”
Duh êvarê li nêzî Hewlêrê pêşmergeyekî pasaporta min kontrol kir. Wî jî pirsî: ”Tu bi eslê xwe kurd î?” Min got ”Belê!” Got ”Careka din neyê Kurdistanê.” Min got ”çima?” Wî got ”Kurdistan îdî welatê dewlemendan e û feqîr jî îdî kurd nînin.”
Di 1991-ê de Kurdistan pirr perîşan bû. Li nexweşxaneyan zarok ji birçîna û ji bêdermanî dimirin. Îroj kes namire, ku ciyê serbilindiyê ye. Lê xelk ji hukumetê gelek gilehiyan dike.
Belkî min ji 10 şofêrên teksiyan pirsî, ”hûn ji bo hukumetê çi difikirin?” Pirraniya wan dibêjin ”hukumet bes ji bo xwe dixebite…” Mesafeyeka gelek mezin di navbera hukumet û xelkê de peyda buye. Gelo sebeb çi ye?
Nêçîrvan Barzanî: Bêşik ji sala 1990-91-ê heta nuha guherînên gelek mezin bune li Kurdistanê. Lê divê em bibîrbînin ku ji 1991-ê heta sala 2003-yê ku rejima Saddam ji desthilatê hat xistin, rewşeka me ya taybetî ya gelek dijwar hebû. Gelek mişkileyên civakî û nelihevkirin bi me re hebûn. Şerê navxweyî hê berdewam dikir. Pirsgirêkên me li gel dewetên me yên dorûberê jî hebûn.
Ez dikarim qonaxê li ser du beşan teqsîm bikim. Ji sala 1991-ê heta sala hilweşandina rejimê, Hukumeta Herêma Kurdistanê nekariye karekî ciddî bike, ne di warê avakirinê de, ne jî di warê civakî de. Siyaseta hukumeta Kurdistanê di vê dewrê de tevî wan mişkileyên navxwe û yên me yên li gel dorûberê ew bû ku me mihawele dikir em çawa temîna pêdiviyên jiyanê yên rojane ên xelkê bikin.
Ji sala 1996-ê ku programa ”petrol bo xurakê” ji bal Neteweyên Yekbûyî ve destpêkir, destê Saddamê dîktator yê li hemberî me xurttir bû. Û welatên dorûbera me, hûn bi xwe dizanin ku di gelek meseleyan de fikrên wan ji hev cuda bin jî di siyaseta li hember me de ew dibin yek, hevkariyê li gel hev dikin. Ya ez dixwazim bêjim, di qonaxa yekê da heta sala 203-yê wek hukumet me neşiya em tiştekî berbiçav ê hêja ji bo miletî bikin.
Di warê avadankirinê, yê civakî û xizmetguzariyê de ez dikarim bêjim ku hê ancax di destpêka sala 2004-ê me de kariye em dest bi karê xwe bikin, ew jî wek du hukumetên cuda. Wek tê zanîn wê demê me du hukumet hebûn, yek li Hewlêrê, yek jî li Silêmaniyê… Sala 2006-ê di meha pêncê de herdu hukumet bûn yek û hukumeta yekgirtî ya Kurdistanê dest bi karê xwe kir.
Hukumeta me gelek kêmasî, pirsgirêk, nexweşî û mîrasên nebaş ên dema berê dewr girtine.
Êş û rêgiriyên dewra şerê navxwe, kultura tembeliya ji dewra rejima berê, gelek texrîbatên enfalê û êrîşên din jî ji dewra berê de gihaştine me.
Gava wek hukumet me dest bi kar kiriye, mihaweleya me ya yekê ew buye ku em pêdiviyên jiyana rojane ji bo vî xelkî temîn bikin, xizmetguzariyên bingehîn ên rojane bidin welatiyan.
Di dema rejima Sadamî û salên berî 2003-yê de, ji ber bêewleyî û bêbaweriyê xelkê medenî yê xwedan hêz, derfet û sermiyan îmkanên xwe nexistine warê sermiyangêrriyê û veberhênanê. Piştî hilweşandina rejimî hêdî hêdî xelkê destpêkir ku kar û ticaretê bike perê xwe têxe xizmetê.
Ez bi eşkereyî ji te re bêjim, helbet gelek gazin û şikayet hene ji civakê, em vê dizanin. Em vê jî tebîî dizanin. Çimkî ji alî hemû waran de em di rewşa guherînê (tranzîşin, intîqalî) de ne, di hemû waran de me kêmasî hene ku divê bên temam kirin, gelek tişt lazim e ji nuh ve bên pêkanîn û avakirin.
Di dewra vê guhertinê (întîqaliyê) de mişkile û kêmasiyên me yên mezin hene, di warê xizmetguzariyê de, di warê kulturî û civakî de, di warê mafê mirovan de, di warê mafên jinan de mişkileyên mezin li ber me ne. Ev tiştên nuha ku em bahs dikin, ez gelek tebîî dibînim ku hene, nayên înkarkirin û divê neyên înkar kirin.
Di eynî wextê de hin tişt hene ku lazim e em bizanin. Li Kurdistanê me medyayeka kamil azad heye. Partiyen me azad in, heryek ji wan televizyon, radyo û rojnameyên xwe hene. Tebîî ye ku xelk rexnan digirin. Di demokrasiyê de esas e ku xelk karibe rexneyan bigire, nerazîbûnên xwe diyar bike û daxwazên xwe pêşkêş bike.
Lê ez wek serokwezîr wê jî dibînim ku tişt li Kurdistanê ber bi baştiriyê ve diçin ne ku ber bi rewşeka xerabtir ve. Ev ciyê dilxweşkeriyê ye, lê di eynî wextê de me kêm û kurrê hene ku divê em cidîtir li ser wan rawestin wan rakin, rewşê baştir û îmkan û derfetan zêdetir bikin.
Murad Ciwan: Bi îzna we, îcar ez dixwazim pirsekê bikim. Hin ji berpirsên DTP-ê (partiya ku Ahmed Turk û Emine Ayna serokên wê ne) gazinan ji hukumeta tirk dikin ku goya hukumet dixwaze DTP-ê û PKK-ê wek terefekî perawêz bike û li gel hukumeta Kurdistanê pirsên kurdên bakur gotubêj bike. Loma jî DTP dibêje “terefên çareseriyê li hundurê Tirkiyeyê ne, ne li derve, hukumet divê diyalogê li gel DTP-ê bike”.
Yek; aya nêzîkbûna navbera hukumeta Tirkiyeyê û ya Kurdistanê tenê li ser pirsa PKK-ê ye, yan aliyên din ên nêzîkbûnê hene?
Du; aya hukumeta Kurdistanê razî ye ku DTP û kurdên bakur ji bal hukumeta tirk ve bên parawêzkirin û ev pirs tenê li gel hukumeta we bê çareserkirin? Rola hukumeta Kurdistanê di çareserkirina pirsa kurdên bakur û çekdarên PKK-ê de çi ye?
Nêçîrvan Barzanî: Ji alî pirsa yekê de, ez nizanim kî dibêje yan nabêje, lê ez li gel tiştekî hemfikr im; rast e, çareseriya vê meseleyê li nav Tirkiyeyê ye.
Rola hukumeta Kurdistanê di vî warî de çi ye… Helbet ji aliyekî de Tirkiye wek welatekî cîran ji bo me gelekî giring e. Em daxwaz dikin ku peywendiyên me yên du alî li gel Tirkiyeyê dostane bin, yên cîrantî bin û li ser esasê rêzgirtina dualî û tedaxulnekirina di karûbarên hevdu de bin. Rola hukumeta Kurdistanê ne ew e ku li ciyê PKK-ê, yan jî li ciyê hukumeta Tirkiyeyê biryarê bide.
Bi bîrûbaweriya me wek hukumeta Kurdistanê, ev kêşeya ku nuha li Tirkiyeyê heye, ne kêşeyeka eskerî ye, bi riyeka eskerî çareserî jê re nayê dîtin. Lazim e bibîrkirineka cidî lê bê kirin û çareseriyeka siyasî jê re bê dîtin.
Em jibîrnekin ku PKK li Kurdistana Iraqê durust nebuye. PKK di netîca siyaseta Tirkiyeyê de, li nav Tirkiyeyê durust bûye. Loma baweriya me ew e ku kêşe divê li nav Tirkiyeyê bê helkirin û çareseriyeka siyasî jê re bê dîtin. Eger di vê çarçeweyê de daxwazek ji hukumeta Kurdistanê bê kirin, em amade ne bi her awayî alîkarî û hevkariyê bikin da mesele di çarçeweyeka siyasî de, dûr ji tûndûtûjî û metodên eskerî, bi awayekî aştî bê çareserkirin.
Mesela pêwendiyên me li gel Tirkiyeyê jî ne meseleya PKK-ê ye. Em cîranên hev in, di gelek waran de pêwendiyên me divê hebin. Peywendiyên siyasî ne, yên aborî ne, yên kulturî ne, yên xizmayetiya (merovatiya) herdu aliyan in. Peywendiyên me, mecalê karkirina me gelek firehtir e ji yek meselê ku ew jî meseleya PKK-ê ye.
Mûrad Ciwan: Ragihandina Tirkiyeyê dinivîse, ku armanca hukumeta tirk ji xwenêzîkkirina ber bi hukumeta Kurdistanê ve, ew e ku ew wê razî bike da pêşmerge li gel orduya tirk biçe ser çekdarên PKK-ê. Gelo hûn jî tiştekî wiha ji hukumeta tirk hest dikin, an daxwazeka tirkan a resmî a wiha heye? Mewqifê hukumeta Kurdistanê li hember van îdîayan, an daxwazan çi ye?
Nêçîrvan Barzanî: Hîç daxwazeka bi vî awayî ji hukumeta Tirkiyeyê nehatiye bo hukumeta Herêmê ya Kurdistanê. Me bi xwe jî heta nuha tu hest bi telebeka wiha ji bal Tirkiyeyê ve nekiriye.
Wekî din cardin dibêjim, mişkile siyasî ye. Tebîeta mişkilê ew nîne ku tu bi şer helbikî, lazim e meriv bi awayekî din bîr pê bike, tesbît bike ku ev mişkile çawa dirist buye.
Me tecrubeyek di vî warî de heye, ez hêvîdar im ku Anqere jî gihîştibe vê qenaetê; li gor ew tecrubeya ku me heye, ya ku Anqerê heye û ya ku me bi hev re heye, hemû ji bo me dibêjin ku ev kêşe ne kêşeyeka bi wî awayî ye ku tu karibî bi riya eskerî çareser bikî.
Hêviya me ew e, çareseriyeka siyasî jê re bê dîtin.
Eşref Okumuş: Min duh êvarê li gel şefê polîsê Hewlerê, Ebdulxaliq, hevpeyivîn kir. Pirseka min ji wî ew bû ku li Kurdistanê îşkence, lêdan û bertîl di çi dereceyê de ye.
Cewaba cenabê Ebdulxaliq ew bû ku li Kurdistanê bi tu awayî, qetîyen ev tişt nînin. Li dinyayê welatekî ku lêdan û bertîl lê tunebe nîne. Çawa dibe ku li Kurdistanê bi tu awayî nînin?
Ev pirs li Ewropayê gelek tên minaqeşekirin van demên dawiyê. Bi taybetî pirsa rojnamevanên Kurdistanê, ku ne azad in, tên tehdîdkirin, li wan tê lêdan. Gelo hûn çi dibejin?
Nêçîrvan Barzanî: Eger em bêjin ’na bi tu awayî tiştên wiha; işkence û lêdan bi tu awayî li Kurdistanê nînin’, ê ne rast be. Lê ez dibêjim divê em berê xwe bidin ku siyaset û pêngavên hukumeta Kurdistanê yên di vî warî de davêje çi ne. Ez dixwazim li ser vê, hinekî rawestim.
Hukumeta Kurdistanê ciddî ye li ser biryarderiya ku li Kurdistanê bi tu awayî divê îşkence û lêdan nebin. Em di vê pirsê de qet’î ciddî ne, nabe ku bi tu awayî li welatê me însan bên îşkencekirin, an lêdan.
Di mesela azadiya rojnamevaniyê de jî em gelek ciddî ne. Me ji xwe re kariye armanc ku lazim e rojnamevaniya Kurdistanê bi her awayî azad be.
Ji alî din ve gelek kêmasiyên rojnamevaniya me jî hene, rojnamevanên me ew rojnamevan in ku zanîn û tecrubeyên wan yên rojnamevaniyê li gor ên welatên azad û demokrat gelek kêm in. Ew azad in di her tişte de ku dinivîsin, lê gelek kêmasî û şaşiyan jî dikin. Em dizanin ku bi zeman ê rojnamevanên me bi perwerde, kurs, fêrbûnan û wargirtina tercubeyên dinyayê vê meselê çareser bikin.
Em welatekî wiha ne, hema hema di her warî de kêmasiyên me hene, di warê rojnamevaniyê de jî…. Em ji fezayeka girtî ber bi rewşeka vekirî ya azad; di qonaxeka têperiyê (tranzîşinê) re derbas dibin. Gava vê prosesê destpêkir ji aliyekî de rojnamevanên me ketin nav kar, lê wan nezanî ew çawa tevbigerin, erk û berpirsiyariya rojnamevaniyê ya rojnamevaniya azad çi ne. Ji aliyekî ve jî desthilata me bi xwe baş nezanî çawa miamelê li gel van meseleyan bike. Em dizanin ku ev kêmasî û şaşî yên dewra destpêkê ne û ê gavbigav sererast bibin, wek ku li her welatekî din welê lê hat.
Lê ji alî din ve hukumeta me bi xwe jî her tiştî di halê xwe de nahêle. Em jî cidî li ser meselê radiwestin ku em dikarin çi bikin ji bo zûtirîn û çaktirîn awayekî sererastbûna vê.
Gava hukumeta me ya yekbûyî ava bû û ez bûm serokwezîrê vê hukumetê, min komîteyek danî ku ji sê mehan carekê dicive. Wezîrê mafê mirovan, hin wezîrên din di vê komîteyê de beşdar in, polîs û asayiş beşdar e û ji derve jî beşdar hene.
Gava em dicivin, em hemî caran mesela mafên mirovan, tundûtîjiya li hemberî jinan, îşkencê û prosesên dadgehkirinê di ber çav re derbas dikin. Wekî din hergav dezgehên navneteweyî yên mafên mirovan ên wek Amnesty û Helsinki Watchê tên welatên me lêkolînan di van waran de dikin, raporan amade dikin. Siyaseta me ew e ku em rê bidin van rêxistinan, bên welatên me, dadgehên me, zîdanên me, qereqolên me bibînin lêkolînan bikin. Ew bi xwe serdana me dikin, pirsan dikin. Yek ji erkên vê komîteya sê mehane ew e ku em bersiva pirsên van rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan bidin.
Rewşa me ya nuha li gel rewşa du sal berê xwedan ferqeka mezin e. Me gelek pêşxistin bidest ve înane. Di mesela mafê mirivan de, ez mîsalekê bidim. Gava ez bûm serokwezîr li zîndanên Kurdistanê qasî 700 kes bê mehkeme di zîndanan de bûn. Me gelek midaxele kir, nuha bawer dikim ku li seranserî Kurdistanê nimûneyên bi vî awayî ê negihîjin dehan. Ev yek…
Du, me hewl daye em di nav zindanan de rewşê baştir bikin. Nuha me biryar daye em zindanên ku standardên wan li gor yên navneteweyî ne ava bikin. Me yeka bi vî awayî li Duhokê avakiriye. Em nuha dixwazin li Hewlêr û Silêmaniyê ava bikin.
Me komîteyeka şopandinê heye ku taqîb bike aya di zîndanan de, an di dema îfadewergirtinan de îşkence tên kirin an na.
Ez careka din dibêjim ku em nikarin bêjin ku me îşkence binbir kiriye. Lê ez bi rehetî dikarim ji bo te bêjim ku ew gavên ku me di van du salan de avêtine ew qas mezin in ku cihê dilxweşkirinê ne û wek serokwezîr ez şanaziyê bi van gavên avêtî dikim.
Ez dixwazim li ser medyayê çend gotinên din jî bêjim. Helbet bi maneya gotinê medya li Kurdistanê azad e. Mişkila me yek jê ew bû ku li Kurdistanê heta nuha me tu qanûneka medyayê nebû. Lê berî demekê ji parlamentoya me qanûna rojnamevaniyê derket, ku hema hema temamiya rojnamevanên me dilgiraniya wê kirin, wan daxwaz ji cenabê serokê herêmê kir ku wê pesend neke. Cenabê serokê Herêmê jî qanûn pesend nekir, li parlamentoyê vegerand. Di dema gotûbêjan de komîteyek hat amadekirin ku rojnamevanên me yên derva û hundur jî tê de cih girtin û piştî lihevkirina komîteyê, qanûn bi guhertinên nuh ji bal parlamentoya Kurdistanê ve hat qebûlkirin. Me nuha ew qanûn heye û ew serwer e.
Mişkileyeka me heye ku rojnamevanên me gelek caran hest bi mesûliyeta xwe nakin. Ez ji bo te mîsalekê bînim. Mesela gelek caran wexta rojnamevanên Kurdistanê behsa min dikin, nabêjn karên wî çawa ne, dibêjin şiklê wî wiha ye, yan seyara wî wiha ye. Li ser karên min ranawestin.
Lê ez bawer dikim ev tiştên bi vî awayî jî du hundurê zeman de bi fêrbûn û tecrubeyan ê ji meydanê rabin.
Eşref Okumuş: Gava ez ji Swêdê hatim min biryara xwe dabû ku ez serdana sê rojnameyên mixalif ên ku li Silêmaniyê ne; Awêne, Hawlatî û Livînê bikim. Min ew dîtin ji wan pirsî, min ji gelek rojnamevanên din jî pirsî û ez hîn bûm ku li Kurdistanê take rojnamevanek jî di zîndanê de tune. Bawer nakim li tu welatekî Rojhilata navîn, Tirkiye jî tê de, rewşeka wiha hebe. Ev pîvanek e, û sedemê serbilindiyê ye.
Lê li rojnameya Livînê rewşeka taybetî hebû. Rojnamevanekî wan bi navê Soran Mihemmed çendekî berê li Kerkukê hat kuştin. Wekî din ez dizanim ku planê kuştina sernivîserê Livînê Ahmed Mîre hatiye kirin. Asayişê ev plan eşkere kiriye û du kes girtine.
Li gor Mîre cenabê te telefon kiriye û jê re gotiye wek serokwezîr tu yê çi lazim be bikî û neticeya tehqîqatê jî jê re bêjî. Ji kerema xwe re tu dikarî bêjî, ev kî ne û gelo cenabê te li ser vê rewşê bi çi awayî radiweste.
Nêçîrvan Barzanî: Ev tewereka (babeteka) gelek muhîm e. Ji bo min gelek giring e ku em rastgo bin li gel wan tişên ku em dibêjin. Em dibêjin azadiya rojnamevanî, em dibêjin demokrasî. Lazim e em rastgo bin li gel dîtinên xwe. Em miletek in ku me komek îdîa kirine, me gotiye azadî, me gotiye demokrasî, me gotiye azadiya rojnamevaniyê. Dibe ku li Afrîkayê li Zîmbabweyê Robert Mugabe karibe ji tiştên wiha xwe bide alî. Lê ne em û ne jî miletê me ji me re qebûl nake ku em ne rast bin li gel wan baweriyên ku me bi salan gotine. Divê em li gel miletê xwe rast bin.
Em li giravekê (cezîreyekê) dijîn ku li dorûberê me dilnexwaz û neyarên me tijî ne. Ew dibînin ku li Kurdistanê azadiya rojnamevaniyê heye, welat ber bi demokrasiyê ve diçe. Ev, ji bo me xalên bihêziyê ne, lê hin dorûberên me dixwazin wan xalan wek zaafekê li hember me bikarbînin û tecrûbeyên me yên ku li vê Kurdistanê hene li pêş çavên kurdên navxwe bêqîmet bikin. Bi awayekî sîstematîk piştgiriya hin derûdoran, kesan û gavan dikin. Dixwazin bi riya wan ji kurdên nik xwe re bêjin ku ew tiştên ku we pê şanazî dikir li wê derê, ne tiştên şanazîpêkirinê ne, ew fasid in, pare dixwin, ne demokratîk in filan dikin û bêvan dikin.
Helbet ez bi vê, naxwazim bêjim hemî tiştên ku tên gotin bêbingeh in, nînin. Ev yek.
Ya duyê, mesela ku te bahs kir…. şehîdbûna Soran. Wek hûn dizanin ku ew li Kerkukê hat şehîdkirin û ew der ne di bin îdareya Herêma Kurdistanê de ye. Loma ewleyiya wê derê ne di destê me de ye û em nikarin cewaba wê terorkirinê bidin. Ji xwe ji ber wê hindê ye ku di mesela maddeya 140-ê de em daxwaz dikin ku ew bê cîbicîkirin, emniyeta wir bi tevayî têkeve destê me da em bikaribin li wan deran jî bi berpirsiyariya xwe rabin.
Mesela Ahmed Mîre jî li Silêmaniyê rû da. Gava min ji rojnameyan xwend, min rasterast telefonî Asayişa Silêmaniyê kir ku dosyeya wê daweyê bê vê derê. Wan got ”lazim e em li Hewlêrê hin kesan bigirin, tehqîqatê bi wan re bikin”. Min got ”ehlen wesehlen”. Asayişa Hewlêrê alîkarî kir, ew neferên ku wan diviya hatin girtin. Min bi xwe jî telefonî Ahmed Mîre kir, min jê re got ”ez ji bo te bêjim, hindî ez dizanim, ez teekîd dikim ku tu ciheteka siyasî li Kurdistanê li pişt tehdîd û kuştina te nîne. Lê nuha ez hîç dengekî nakim û ez dihêlim ji bo tehqîqê. Ez ê heta dawîn mitabea vê tehqîqatê bikim û ez ê te bi xwe jî agahdar bikim ji encamê.”
Ev kesên ku Asayişa Silêmaniyê dixwestin bên girtin, hê girtî ne, komîteyek tehqîqa wan dike. Lê hê kesên tawanbar nehatine kifş û eşkerekirin.
Min ji Ahmed Mîre re ev jî got ku ”eger tu bixwazî heta zelalbûna meselê, ez li Silêmaniyê heresan ji bo te deynim, yan eger tu bixwazî bêyî Hewlêrê, ez te bidim parastin, heta ev mesele zelal dibe. Wekî din her daxwazeka te hebe ez hazir im ji bo te bidim cîbicîkirin.”
Min qasî 20 deqîqeyan li gel wî axaft û got ”em wacibên xwe yên siyasî û exlaqî dizanin ku piştevaniya rojnamevanên xwe bikin wan biparêzîn azadiya wan a rojnamevaniyê misoger bikin.”
Me bawerî bi karê rojnamevanan heye ku ew li Kurdistanê dikarin gelek xizmeteka hêja bikin, alikariyek mezin bi hukumeta Herêmê bikin, wan rexneyan bikin ku me ber bi başiyê ve bibin. Çavdêriya karûbarên me bikin. Wek hûn jî dizanin li her derê dinyayê wek li Ewropayê, li Amerîkayê û deverên din ên demokrat û pêşkeftî bi vî şeklî ye.
Em hêvîdar in rojnamevanên me jî bibin xwedan zanîn û tecrubeyên hêja da baştir bi mesûliyeta xwe rabin, bikarin bi temametî çavdêriya karûbarê hukumetê bikin.
Û tecrubeyên me yên van çar-pênc salan derxistiye ku gava miraqeba rojnamevaniyê baş têkirin li ser karûberên me, karûbarên me bi xwe jî baştir û rêkûpêktir dimeşin, wezîrên me, berpirsên me yên îdarî yên astên cuda karên xwe rêkûpêktir dikin, çunki dizanin ku zeaf, şaşîtî û kêmasî di bin çavdêriya rojnamevaniya azad de ye û ew ê bên eşkerekirin, raya giştî ê pê bihese.
Mûrad Ciwan: Li gor hin derûdoran wiha ye ku bi encama hilbijartinên Amerîkayê ku komariyan wenda kir û di dema bê de Barack Obamayê demokrat ê Amerîkayê îdare bike, dawî li ”dewra zêrîn a peywendiyên kurdan û Amerîkayê” hat. Aya rast e ku bi hatina Obamayî ê peywendiyên kurdan û Amerîkayê ber bi sarbûnê ve biçin? Hûn hatina Obamayî çawa dinirxînin?
Nêçîrvan Barzanî: Ez bi eşkereyî ji bo te bêjim, di pêwendiyên me û Amerîkiyan de wan tu projeyên taybetî bo kurdan nîne ku heta em behsa wê yekê bikin ku pêwendiyên me baş, yan xerab bûne.
Ez bawer dikim ku li serokatiya Amerîkayê Bush jî hebe û Obama jî hebe, ew germayiya ku heta nuha heye ê her berdewam be. Lê nêrîna Amerîkayê ya li ser kurdan di çarçeweya giştî ya Iraqê de ye, ji bo kurdan siyaseteka taybetî ya wê nîne.
Peywendiyên me ber bi sarbûnê ve jî naçin. Eger em lê binêrin ku ji alî dostayetiya şexsî ve, dostên me yên di hukumeta Obamayî de pirtirin ji dostên di desthilata Bushî de. Lê a esasî siyaseta giştî ya Amerîkayê ye û li gor wê jî ê pêwendiyên me wek berê berdewam bin. Siyaseta wan a li hemberî me tu guherîn tê de nabe.
Eşref Okumuş: Duh min jinek xweveşartî bi navê Semîre dît. 23 salî ye. Birayê wê polîs e, bi şidet jinik mecbûr kiriye ku ew mêrê xwe berde, bi mêrekî 24 sal jê mestir re bizewice. Çûne dadgehê, dadwer (hakim) bi riya telefonê telaqê mêrê kevn ji jinikê berdaye û ji bo mehrkirina li mêrê nuh ji jinikê napirse, lê ji dayika wê dipirse. Li gor Semîre birayê wê 1500 dolar ji mêrê nuh girtiye.
Heta nuha li Kurdistanê min li gel zêdetir ji 30 jinên kurd yên xwende û intelektuel axaftiye. Li gor wan ku herkesî wek serokwezîr di mesela şiddeta li hemberî jinan de kar bikiraya niha mişkileyên me ê gelek kêmtir bûna. Yek ji wan Mehabad Qeredaxî ye ku ez bawer im wê li gel cenabê te kar jî kiriye.
Di vê meseleyê de jî meriv ferq û mesafeyeka mezin dibîne. Gava meriv li cenabê te guhdarî dike û li rastiyên jiyanê temaşe dike, li mehkemeyan, li nik polîsî û di malbatê de, ferqên gelek mezin hene.
Nêçîrvan Barzanî: Belê, meseleya şideta li dijî jinan, hûn li Ewropayê dimînin, hûn dizanin li her derê kêm zêde heye. Ev mesele li Kurdistanê jî heye. Lê li Kurdistanê me ferqek heye; heta nuha ev şiddet dihat bikaranîn û kesê bahs nedikir, wek tişteka tebîî lê dihat nêrîn. Tişt dibûn û kesê bahs nedikir, diçû. Di van waran de me tecrubeyên gelek xerab ên tahl hene. Hema tecrubeyên me yên ku li Swêdê rûdan gelek nexweş bûn.
Mixabin ev mesele pêwendî bi mesela kutur û têgihîştinê, bi perwerdeyê heye.
Meseleya ku cenabê te bahs dike; meseleya Semîreyê ez taze dibihîzim, lazim e ez tehqîqê li gel bikim, loma ez neşêm tişteka taybet bi wê bêjim, ez ê bi awayekî gelek cidî dûvçûnê li gel vê meselê bikim.
Lê ez bi şiklekî giştî bêjim, wek min berê behsa komîteyekê kir ku ji her sê mehan carekê dicive. Ev komîte di warê tundûtujiya li hemberî jinan jî kar dike. Hinek ji derve jî wek pispor tê de beşdariyê dikin. Em ji her sê mehan carekê dicivin da bizanin pêşketinên me yên di van waran de çi ne, proses ber bi ku ve diçe.
(Piştî hevpeyivînê ji mekteba serokwezîriyê bi riya telefonê agahiyek hat gihandin me ku di meseleaya Semîreyê de du tehqîqat hatine vekirin, yek jê li hemberî malbeta wê, ya din jî li hemberî dadwer (hakim) bi xwe. Ev herdu dosye jî gelek giring in, bi taybetî ya li hemberî dadwer xwedan asteka neteweyî ye ku hiqûq çawa dikare li hemberî welatiyan wiha narewa tevbigere. NETKURD)
Nuha li her merkeza polîsan li seranserê welatê me yekîne (unite) hene ên ji bo karê tundutûjiya li dijî jinan. Ev yekîne kar dikin eger kesekê mişkileyek hebe, rudanek hebe ev yekîne midaxele dike, karê lazim dike.
Tesîra karên vê yekîneyê gelek e, gelek encamên hêja dane. Berî du sê hefeteyan me civînek kir. Min bi şanazî dît ku têgihîştin û rêveçûneka mezin di warê pirsa tundutijiya li hemberî jinan li dezgehên me yên resmî li mehkemeyên me rû daye, mahkemeyên me bi ciddî berê xwe didin van meseleyan. Gelek xelk hene ku ji ber tawanên şiddeta li dijî jinan hatine mehkemekirin û ededa van hukman jî ne hindik e. Min bi xwe bawer nedikir ku em ê encamên wiha baş werbigirin. Ji bo min ciyê kêfxweşiyê ye ku em encama karên xwe yên du salan bi awayekî baş dibînin.
Em qet veneşêrin, bêedaletiyeka pir mezin li vî welatî; li hember jinan tê kirin, di bin perdeya adet û teqalidan de, di bin perdeya ayîn de, di bin navê kulturê de. Tu ayîn van tawanan qebûl nake.
Helbet em bikin nekin hin rûdan dibin, lê wek hukumeta Kurdistanê em gelek cidî ne, da ev cerîme xweş neyên dîtin û cezayê xwe bibînin.
Li gor îstatîstîkên di destên me de tawanên mezin kêm bûne, lê nuha tawanên siviktir zêdebûne. Li gor tesbîtên me ew zêdebûn ne ji zêdebuna tawanan e, lê ji zêdebûna eşkerekirina tawanan e. Berê di malbatekê de li hemberî keçekê an jinekê tawanek bihataya kirin kesê deng nedikir, di nav malbatê de dima. Lê nuha ne welê ye, gava tawanekî bi vî awayî rû dide îdî xelk telfonî polîs û berpirsan dikin.
Lê cardin ez ji bo we bêjim, ev meseleyeka kulturî ye, gelek wext û têkoşîn jê re divê, welê zûbizû binbir nabe. Divê xelk berdewam bên ronahîkirin.
Me hin qanûn guherîne di vî warî de. Mezintirîn guherîn ew e ku a ku dihat gotin kuştina jib o şerefê namûsê. A ku min navê wê guhertiye kiriye ’kuştina bêşerefiyê’. Çawa dibe ku tu însanekî bikujî û bêjî li ser şerefê ye. Van qanûnên me rê vekirine ku xelk li ser kuştina jinê heta bi cezayê îdamê bên hukumkirin. Belkî bihîstina vê li Swêdê ne baş be jî lê divê ez bêjim ku xelk heye ji ber kuştina jinê ji bal mehkemên me ve bi îdamê hatine hukumkirn û dadgeha me ya bilind a tenfîzê ew ceza tesdîq kiriye.
Eşref Okumuş: Yanî wek terorîstan ew ê bê îdam kirin?
Nêçîrvan Barzanî: Belê wekî terrorist ê miamele li gel bê kirin û bê îdam kirin. Helbet ne ku kêfa min ji îdamê re tê, lê ya ku ez dixwazim bêjim di van herdu salan de di encama mihaweleyên me de guhertinek buye û însanên me wekî berê li hemberî van tawanan bêdeng namînin.
Me jî îdî rêgiriyên ciddî hene. Hêviya min ew e ku ev proses ber bi pêş ve dewam bike. Ev mesele bi min tenê çênabe, divê civak hemû, her yek ji alî xwe ve bilive. Lê ez hay jê heme ku ez serokatiya vê bizavê dikim, min berpirsiyariyeka mezin di vî warî de heye.
Min baweriyeka temam pê heye ku lazim e em vê nexweşiya xwe îlac bikin. Ev ne siyaset e, ev meseleyeka cidî ya di ser hertiştî re ye û lazim e çareser bibe.
Mûrad Ciwan: Giringtirîn pirsgirêkên (nakokî, an nezelaliyên) navbera Hewlêr û Bexdayê çi ne? Hukumeta Kurdistanê duh bi daxuyaniyeka resmî bersiva hin daxwiyanî û karûbarên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî da, ew rexne kir; îdîayên wî yên li ser hukumeta Kurdistanê red kirin.
Mesela qanûna petrolê, budçeya pêşmerge, maddeya 140-ê û navçeyên nakok, nuha jî çekdarkirina eşîran li deverên nakok. Hukumeta Kurdistanê di van xalan de çi dîtin hene? Çima pirs nayên careserkirin, ew di ku de asê bûne?
Nêçîrvan Barzanî: Ez ji bo we bêjim, mesela navbera me û Bexdayê ne mesela petrolê ye, ne jî ya maddeya 140-ê ye. Mesele cîbicînekirina destûrê ye. Wexta rejima Saddam hilweşiya, em li ser esasê destûrê vegeriyan Bexdayê ku ji bo me wekî miletê kurd maf temîn kirine.
Eger ne welê be, ma me çi feyde kiriye ku em li gel Iraqê jiyane heta nuha. Di dewra rejima Saddam de 5 hezar gundên wêran, 182 hezar enfal, bikaranîna gaza jehrawî li dijî iraqiyan bi kurd û ereb û miletên din ve. A eve ye feyda me. Û di ser re me hercar gotiye “em misilman in, em birayê êk (hev) in. Divê mesele bi awayekî çareser bibe.”
Piştî keftina Saddamî destûrek hat qebûlkirin li vî welatî. Esasê vegeriyana me kurdan a bo Bexdayê jî ev destûr bû. Destûra Iraqê mafên me diyar kirin. Nuha poşmanî heye di vê destûrê de. Tehamula vê destûrê nakin, naxwazin destûrê qebûl bikin, Loma jî şerê me, şerê destûrê ye cîbicîkirina wê ye.
Ya ku em dixwazin em bi hev re bigihîjin fehmeka giştî ya mişterek ku ev musîbetên berê bi serê kurdan de hatin careka din tekrar nebin. Neku tenê bi serê kurdan, bi serê tirkmanan, yên xiristiyanan; kildan, suryanî, aşûrî û ermenîyan careka din tekrar nebin.
Lê nuha maalesef mentiqa Bexdayê xwe diyar kiriye ku ew jî ev e, her gava ku ew bihêz bibin bi mentiqê hêzê (quwetê) deng bikin, lê kengî zeîf bibin ew bêdeng bimînin.
Divê bê zanîn, pirsgirekên Iraqê ne bi darê zorê û zimanê hêzê, lê bi rêzlêgirtina li mafan û cîbicîkirna destûrê hel dibin. Bi kurtî, mesele destûr e.
Eşref Okumuş: Ez bi teksiyê çûm derekê, şofêr adres nedît, got ”hukumet niye”, teksî li ber lampeya sor a ser riyê hinekî rawestiya, got ”kak hukumet nîye”. Yek li ber deriyê zankoyê şemitî ket, vegeriya ser hevalê xwe got ”hukumet niye.”
Li Swêdê tiştek heye dibêjin ”muptelayê alîkariya sosyal a dewletê”. Fenomeneka pirr cidî ye, wek muptelatiya narkotîkayê lê tê nihêrtin. Mesele ne pere ye. Mesele gava ne berhemhêner be însan, çawa tê guhertin, mejiyê wî çawa tê guhertin.
Li Kurdistanê milyonek û 200 hezar însan meaş werdigirin û ne şert e ku li hemberî vê karekî bikin.
Ev rewş wek nexweşiyekê diyar dibe, miletekî xerîb bi vî awayî tê çêkirin. Fikra serokwezîr li ser vê diyardeyê çi ye?
Nêçîrvan Barzanî: Wellehî rast e, heqîqeten jî miletekî xerîb çêdibe. Tu dizanî berî demekê mi di axaftina xwe de behsa vê diyardeyê kir, min got ”kultura tembeliyê’ di nav milletê me de cih girtiye”. Ew rojnameyên ku cenabê te behs dike ku ew xwe serbixwe û bê layen dibînin, wan kir tişteka pirr mezin li ser min ku xwedêgiravî Neçîrvan xebera ji miletê re dibêje, heqaretê dike, ew ji miletekî re dibêje ’tembel in’. Mihawele kirin bi van awayan tîrajên xwe bilind bikin, xeber li dijî hukumetê gotin.
Li Kurdistanê peyameka giştî ya neteweyî nîne, di medyayê de bêserûberiyek heye, 20 televizyon hene, her yek tiştekî dibêje, sed rojname hene her yek tiştekî dinivîse. Peyamek, xeteka giştî ya neteweyî di mesleyên heyatî de nîne.
Wek te jî bahs kir ku miletek li ser esasê quweta pereyan bê çêkirin wê quweta berhemhêneriyê û zîndetiyê namîne.
Meseleya ku ew qas kes bêyî karkirinê meaş û pere werdigirin ne diyardeyek e ku hukumeta me destpêkiriye. Sala 1976-ê gava rejima Saddamî gund xerakirin û valakirin rûniştiyên wan anîn bajaran. Bi vê, rewşa bajaran têk da, yên ku hatin ne man wek gundî ne jî bûn bajarî.
Jiyana xelkê Kurdistanê li ser çandiniyê bû. Lê Saddam 5000 gundên Kurdistanê xera kirin û xelkên wan anîn bajaran. Li Kurdistanê bi vî awayî çandinî (zîreet) nema.
Xelk anîn bêyî ku kar bidin wan, ew kirin mûçexurên (memûrên hukumetê). Ev mesele ne ew e ku me peyda kiriye, ev jî mîrasekî xerab e ku hê ji dewra Saddam de ji bo me maye. Ew kar nakin, lê ji hukumetê pare werdigirin.
Nuha siyaseta me çi ye wek hukumeta herêma Kurdistanê? Helbet em nikarin van meaşan bi carekê de bibirrin. Jiyana xelkê heye, mal û zarokên wan hene, eger bi carekê de mesele bê rakirin ê jiyana wan serûbin bibe, rizqê wan bê birrîn. Lê em siyaseteka wiha dimeşînin ku bi riya peydakirina kar di warê îndustrî û çandiniyê de, bi riya sermiyangêrî û veberhênana sermiyanê derva û geşkirina kertê (sektora) taybet, berê wan didin karên van deran. Em teşwîq dikin yan ew biçin di nav kartê taybet de yan jî li gundan di zîraetê de kar bikin, bibin berhemder.
Me hin programên din jî hene; mesela yek jê ew e ku em nîvê meaşên wan bidin û bêjin qet meyên ji me re kar yan dewamê mekin, biçin heta 6 mehan, salekê ji bo xwe karekî peyda bikin da em ji hev xelas bin. Em hê li ser kar dikin ku programên din jî peyda bikin. Hukumet li serê misir e ku vê pirsê jî bi awayekî ku xelkê neêşîne çareser bike.
Mûrad Ciwan: Tê gotin ku pêkhateya kurd li Bexdayê mihawele dike da Malikî ji serokwezîriyê bixe. Aya ev rast e? Xalên nerazîbûna kurdan ji Malikî çi ne? Gelo Malikî dewra xwe temam kir?
Nêçîrvan Barzanî: Mihaweleya me, ne mihaweleya labirdinê, ya çêkirina rewşa me ye. Di Mesela Malikî de, mesele ne tenê meseleya kurdan û wî ye. Di encama karên wî de nuha hatiye wê noxteyê ku mesele buye mesela Malikî û hemû aliyên din. Ne tenê kurd, hemû aliyên din bi ereb û pêkhateyên din ji karûbarên Malikî ne razî ne. Berê kurd ne razï bûn lê nuha şîe û sunne jî ne razî ne.
Mûrad Ciwan: Hilbijartinên encumenên bajaran ê li bajarên ereb ên Iraqê ê bibin, lê herçar bajarên kurdan (Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Kerkûk) ne di nav de ne. Gelo ji ber çi? Li Kurdistanê ê hilbijartinên parlamentoyê û yên bajaran kengî bibin?
Nêçîrvan Barzanî: Berî her tiştî ev ji rewşa me ya destûrî tê. Me statuyeka federe heye. Me parlamento û qanûnên xwe hene, em wek Herêm bi xwe biryarê didin kengî hilbijartin bibin û çawa bibin. Destûr wî mafî dide me, ku me di vî warî de qanûneka xwe hebe û her wexta ku me bivê em hilbijartinên xwe bikin. Li gor qanûna me ya hilbijartinan hem hilbijartinên bajaran hem jî yên parlamentoyê ê di meha şeşê a sala 2009-e de bibin. Herdu hilbijartin ê bi hev re bibin.
Mûrad Ciwan: Min li derekê xwend ku cenabê we şiiran dinivîse. Gelo mimkin e ku hun çend şiirên xwe bidin da em di NETKURD-ê de belav bikin?
Nêçîrvan Barzanî: (Bi kenekî mezin) Na bi Xwedê, ez şiiran nanivîsim, bes ez şiiran xweş dixwînim. Ez gelek şiiran dixwînim û jê hez dikim.
Helbet wextê ez genc bûm, (destê xwe dibe pirça serê xwe û bi ken) gerçî ez nuha jî genc im, em bêjin wextê ez gênctir… Belê wextê ez gênctir bûm, min gelek hez ji şiiran dikir. Min dikarî ez şiiran jî binivîsim. Lê min biraderek heye, hûn jî dinasin, Dr. Roj Nûrî Şawês… wî ez ragirtim. Wê wextê umrê min li dor 16-17 saliyê bû… Carekê got ’Ev tiştê ku tu dikî bi şiiran, Xwedê wekîl e tu bi kêr me nayê. Şiir bi kêrî siyasetê nayê.’ Min got ’ji bo çi’, wî got ’ Ev tiştê ku tu bi şiiran dikî tu yê ji alema siyasetê dûr bikevî, biçî alemeka din ku kêr bi siyasetê nayê. Maalesef kak Roj buye sedem ku ez dûrbim ji şiirnivîsînê.
Ez gelek ji şiiran hez dikim û şiirhezî min ji babê xwe (Îdrîs Barzanîyê Xwedê jê xweş bû) wergirtiye . Bavê min gelek hez ji felesefe û edebê û bi taybetî şiirê dikir. Wî gelek şiirên şairên mezin jiber bûn, yên wek Melayê Cizîrî û Ahmedê Xanî… dîwanên wan hemû caran li gel wî bûn.
Ez bawer dikim ev şiirheziya min ji wir hatiye.
Lê divê ez îtîrafekê jî bikim; gava hin kes daxwaznameyekê ji min re bi awayê menzûm, wek şiir dinivîsin, ez jî bi şiir û wezn cewaba wan didim.
Mûrad Ciwan: (Bi ken) Ahaaa! Nexwe agahiyên min bi temamî ne şaş in. Cenabê te xwe da dest…
Nêçîrvan Barzanî: Belê, gelek caran ji bo min nameyek tê, daxwaza tiştekî ji min dikin, lê wan ev daxwaz bi şiir nivîsandiye, ez jî bi şiir cewaba wan didim.
Carekê yekî nivîsîbû, dawa alîkariyê ji min kiribû, min jî bersiv dayê:
Ji te miflistir ez im
Bêparetir ez im
Yê parehinêr tu yî…
Tiştekî bi vî awayî…
Mûrad ciwan: Baş e, cenabê Nêçîrvan Barzanî, em sipasiya we dikin ji bo vê derfetê û vê hevpeyivînê.
Nêçîrvan Barzanî: Ez jî sipas dikim, ez gelek kêfxweş bûm ku berî hûn biçin, min hûn dîtin. Ez zor supasî Mehdî dikim ku wî bi israr derfet peydakir da ez we bibînim. Ez gelek kêfxweş im. Hûn bixêr biçin. Hêviya min ew ku hûn gelek caran bên bo Kurdistanê, bên serdana me bikin û rastiyên jiyana me jî derxin pêşberî raya giştî ya hundur û derva. Gelo planên we hene ku hûn careka din vegerin Kurdistanê?
Eşref Okumuş: Belê. Tiştên ku min di vê dema kurt de dîtin, ez anîm wê baweriyê ku divê meriv hê zêdetir bimîne û baştir Kurdistanê nas bike. Ez li Swêdê dimînim û dizanim azadiya rojnamevanî çiye. Serdana min a sê rojnameyên li Silêmaniyê ji bo min eşkere kir ku çi mihaweleyeka ciddî li Kurdistanê ji bo azadiya rojnamevaniyê heye. Min rûpel bi rûpel ji wan xwest ku ew behs bikin çi di rojnameyan de hene. Ew behsa her tiştî dikin, dinivîsin ku mesela ’Filan wezîrî pareyê xwe yê elektrîkê nedaye.’ Rast e ne rast e, ez nizanim, lê xeber bi xwe pîvana tiştekî ye. Her alî dikare xwedan kêmanî be, lê ev diyardeya demokrasiyê ye.
Nêçîrvan Barzanî: Kêmasiyên wan jî hene û kêmasiyên me jî hene. Hêviya me ew e ku em di prosesa çakbûnê de bi hev re kêmasiyên xwe temam bikin. Carina tu bibînî tu yê nebêjî ev azadî ye, bêjî ev bêserûberî ye, çawa dikarin tehamul bikin, ev serokwezîr çawa dikare tehamul bike. Lê baweriya me heye ku her tişt ber bi başbûnê ve diçe ew ê çê bibe. Rojnamevanên me baştirînên wan xwedan tecrubeyên pênc şeş salan e, ê ev tecrubeyeka gelek kêm e. Wekî din rojnamevanên profesyonel jî kêm in, di karên xwe de ne profesyonel in, her kesê ku rakiriye qelemê bûye rojnamevan. Li Îtalyayê her kesê ku rabe, dest davêje dirûna kincan, cilûbergan, li vê derê jî her kesê ku dest davêje qelemê dibe rojnamevan.
Eşref Okumuş: Li Îtalyayê dewlet pere, meaş nade wan. Lê li vê derê dide wan…
Nêçîrvan Barzanî: (Bi ken) Welle bi Xwedê, erê, rast e. Nexwe lazim e em ji nuh ve hizrê lê bikin.
DAWÎ
Leave a Reply