Li hember trajediyan norvejî û tirkiyeyî

Ji NETKURD-ê  2011-10-30 09:14:50

Min rewşa Tirkiyeyê û ya Norvejê da ber hev, ferqa navbera herduyan ew qas ji hev cuda ye ku; wek reş û sipî ye. Ev ferqa mezin meriv qehr dike, bêhêvî dike.

Havîna buhurî û vê payizê trajediyên mezin li Tirkiyeyê rûdan. Di demekê de ku hêviyên tirkiyeyiyan bi kurd û tirkên xwe ji bo aştiyekê pirr bilind bû, gerîllayên PKK-ê merivên sivîl, esker û berpirsên dewletê revandin, polîs û esker di haletên ne şer de kuştin, bi texmîna ku ê polîs bin însanên sivîl, keç û zarok kirin armancên gulleyên xwe û ew kuştin, dewletê jî bi îlankirina herbeka tevayî ya bênavber bersiva wan da, şer her ku çû gurr bû, ji herdu aliyan û ji welatiyên sivîl kuştî û birîndar, bi dehan, bi sedan hatin hejmartin, şîn û girîyanan hema hema li her bajarî serî hilda.

Hat wê merhelê ku piştî kuştina 24 eskeran li Çelê serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ê ku herkesî bi serê wî sond dixwar, berî du salan bi peyvên xwe yên dilgermkir gotibû ”Di nêz de ê tiştên gelek xweş bibin” jî serê sibê rabû bi hêrs û xezebeka mezin îlan kir ku ê ”întîqama wan bi hezar mislî be”.

Ev rewşa kavilkir hê jî dom dike.
Pişt re di nav vê êşê de erdheja Wanê hat. Bi sedan avayî hilweşiyan, bi hezaran terk li wan ketin, hê ne diyar e, lê hejmara miriyan ê bigihîje hezarê, belkî jê derbas jî bibe.

Bi hezaran birîndar, lipeymayî, bişîn û -keder, bê war û bê mal mane ji erdhejê. Birîn hê germ in, qêrîn û hewar hê bilind û diltezîn in. Lê hê ji roja ewilî de siyasetmedarên desthilatê, burokrat û dewletmendên wan, medyaya ser bi hukumetê ve an piştgira wê, ketiye karê propagandaya ku hukumet û dewlet bi hemû hêza xwe li Wanê ye, her awe alîkarî û pêdivê digihîje erdhejzedeyan, her tişt li rê ye. Li hemberî wê jî partiyên mixalif, medyaya mixalifa hukumetê; BDP-yî jî li gel wan dest bi hewar hewarekê kirine ku tu alîkarî negihîştiye qurbaniyên erdehejê, dewlet û hukumet kar nake “şovê” dike.

Ji vê jî ecêbtir, maseyên krîzan hatin danîn, lê waliyê Wanê serokê şarederiya Wanê ku ji bal milet ve hatiye hilbijartin nexist nav maseya krîzê, dewletê di karûbarên xwe yên rizgarkirinê de BDP-yî tim dûr xistin, bi çavên însanên pênebawer û terrorist li wan nihêrt. Hinekan bi pesn serokwezîr û hukumet û dewlet derxist ezmanan, hinekan bi reşkirin ew xistin binê erdê. Hinan tew nefreta xwe ya li hember PKK-ê kir nefreta li hember kurdan û waniyan, ev alîkarîya di vî halê trajîk de jî wek mineteka mezin da nîşandan, kîna xwe verişîn û wan got ‘eva ku dibe ji sere wan jî zêdetir e’.

Wek her car, li hember trajediyeke mezin, herkesî qurbaniyên trajediyê hema hema jibîr kir, ket derdê bilindkirina siyaseta xwe û binerdkirina ya a hember.

Di vê rewşa dilreşkir a kambax de trajediya mezin a ku vê havînê li Norvejê derbas bû û reaksiyona serokwezîr, hukumet û miletê wê, ya partiyên wê yên mixalefet û desthilatê ket bîra min.

Ez behsa wê trajediyê dikim ku di 22-yê temûzê de merivekî bi navê Anders Behring Breivik ê xwedan bîrûbaweriyên nazîst û faşîst, bi tena serê xwe, berê li navenda bajarê Osloya paytexta Norvejê li ber avayiya hukumetê turumbêl da teqandin, gelek avayî texrîb kirin, bû sebebê 8 kuştiyan û bi sedan birîndaran. Pişt re jî rakir çekên xwe, bi kelekê derbasî giraveka nêzî vî bajarî a bi nave Utoyayê bû, li wir êrîş bir ser civîna gêncên partiya sosyal demokrat a ser hukum û yek bi yek ew kirin hedefên qurşûnên xwe; tam 69 kes kuştin û bi dehan jî birîndar kirin. Li ser hev 77 (Di rojên ewil de dihat gotin ku 92 kes) hatin kuştin.

Di tarîxa Norvejê de ji şerê cîhanê bi vir de ku Norvej ji bal Almanyaya nazî ve hat dagirkirin, trajediyeka ew qas mezin çênebûbû. Miletê norvejî şok bû, mat bû, tevizî. Lê hukumeta wê, serokwezîrê wê bi awayekî wisa rabû ser xwe, wisa tev geriya ku dinya hemi heyirî hişt, kir heyranê xwe. Bi saya wan norvejiyan bi eslî û xerîbên xwe, bi misilman û file û bêdînên xwe hemûyan hevdû hembêz kir, mil dan hev; bi hev ra rabûn piyan; xwe li demokrasî, azadî û şefafiya xwe pêçan; armanca êrîşkar pûç kir, hê xurttir, hê hevgirtîtir, hê birehmtir û toleranstir derketin ji vê trajediyê.

Min rewşa Tirkiyeyê û ya Norvejê da ber hev, ferqa navbera herduyan ew qas ji hev cuda ye ku; wek reş û sipî ye. Ev ferqa mezin meriv qehr dike, bêhêvî dike ku Tirkiye ne mimkin e bigihîje wê ferqê ji navberê rake.

Mexseda min ne ew e ez li ser vê ferqê bi rûpelan tehlîlan bikim. Ez ê du tiştan raxim ber çavên we ji serboriya norvejiyan. Yek jê axaftina serokwezîrê Norvejê Jens Stoltenberg e ku piştî 2 rojan li dêrê di merasima bibîranîna qurbaniyên êrîşa terorê de kiriye. A duyê jî hevpeyivîneka bi wî re ye ku çar hefte şûnde pê re hatiye kirin.

Bixwînin, hûn ê ferqa mezin a navbera merivên dewletê û hukumetê ên Tirkiyeyê, medyayên wê yên ”întîqamxwaz”, ”şerxwaz”, ”derewîn” û bêrehm û bê dîtina însanan û nirxên însanî û merivên hukumet û dewleta Norvejê û welatiyên wê bibînin ku hemû mihaweleya wan ew buye ku felaketa hatiye serê qurbaniyên terorê, kesûkarên wan ji ber çav neçe, ew ji fokusê wenda nabin.

Bixwînin ferqa navbera bêrehmî û rehma bi awirên însanî ên ku tim însan û însanîtî di bîra wan de ye çi ye, bibînin.

Axaftina serokwezîrê Norvejê Jens Stoltenberg ya li merasima bibîranîna li dêra Domê a Osloyê:

Du rojan piştî terora mezin, li hizûra Kral, berpirsên dewletê û welatiyan:
Cenabê alî yê Kral,

Delaliyê Eskîl, hûn hemî delalîyên din

Ev dibe hema hema du roj ku Norvej bû qurbaniya wê mezintirîn qetlîama ji şer (Şerê duduyê ê Cîhanê ku Almanyayê Norvej îşgal kir -Netkurd) bi vir de. Li Utoyayê û li Osloyê.

Ew wek ebediyetekê tê hiskirin.

Ev bûn seet, roj û şevên bi şokê, hevîşikestinê, hêrs û hêstiran dagirtî.

Îro roja şîn û xemgîniyê ye.

Îro divê em rê bidin xwe, piçekî rawestin.

Yên mirî bibîr bînin.

Şîna yên ku îdî ne bi mer e ne bigirin.

Jiyanên 92 însanan hatin wendakirin. Gelek hê li wan tê geriyan.

Yek bi yek yên ku ji nav me çûn trajediyek in. Li ser hev ji me re dibe trajediyeka neteweyî.

Em hê jî mihawele dikin ku mezinayiya wê valayiya ku rû da fehm bikin.

Gelekên me hin ji yên çûyî nas dikirin, Yên hê zêdetir kesek nas dikir. Min bi xwe gelekên wan nas dikirin.

Yek ji wan Monica bû. Qasî 20 salan li grava Utoyayê kar kir. Ji bo gelekên me ew Utoya bû.

Nuha ew miriye. Hatiye lêdan û kuştin di wextekê de ku wê dilovanî, dilxweşî û aramî dadixist ser gêncên ji seranserê welêt.

Mêrê wê John û keçên wê Victoria û Helene îro li Dêra Drammenê ne.

Ew qas bêedaletiye ku. Divê hûn bizanin em nuha bi we re digirîn.

Yekî din ku êdî tune Tore Eikeland e.

Serokê AUF (Yekîtiya Ciwanên Sosyaldemokrat)a Hordalandê û yek ji polîtîkerên me yên pirtirîn hêvîbexş bû.

Ez bibîr tînim ku wî çawa şabaşiya hemû endamên kongreya Partiya Karkeran (Partiya sosyaldemokrat ku serokwezîr bi xwe serokê wê ye –Netkurd) girt wexta axaftina xwe ya li ser postdirektivên Yekîtiya Ewropayê a xwejidildayî kir û qezenc kir.

Nuha ew miriye. Çûye hetabihetayî. Nayê fahmkirin.

Ev du ji wan in ku me ew wenda kirin.

Me gelek zêdetir wenda kirin li Utoyayê û li avayiya hukumetê.

Ne dûr e ku em nav û wêneyên hemuyan bibînin. Wê gavê ê dagirkiriya xerabiyê (gunehkariyê) bi her awayî serî hilde.

Ê bibe îmtîhaneka nuh.

Lê em ê vê jî biserxin

Di nav vê hemû trajediyê de, ez serbilind im ku li welatekî welê dijîm ew biserket, di demeka hessas de rast li ser piyan sekinî.

Ez pê şanaz im ku ez çend pêrgiyê rûmet, dilovanî û taqetê bûm.

Em welatekî piçûk in, lê em xelkekî mezin in.

Em hê jî ji yê bi serê me de hatî dihejin, lê em bi tu awayî dev ji nirxên xwe bernadin.

Bersiva me hê zêdetir demokrasî, mezintir vekirîbûn û zêdetir însanîtî. Lê tu car ne safîtî.

Tu kesî ji wê keçika endama AUF-ê a ku CNN-ê hevpeyivîn pê re kir xweşiktir negot:

“Eger merivek bi tenê dikare ew qas nefretê nîşan bide, bifikire ku em hemû bi hev re dikarin çi qas hizkirinê nîşan bidin.”

Ya dawî. Îzna min bidin ez ji hemû malbatên seranserê welêt; yên ku hezkiriyekî dilê xwe wenda kir re bêjim:

Hemû xemgînî û şîna min û ya hemû Norvejê bi we re ye.

Ne tenê ev. Hemû dunya bi hestên xwe, bi we re ye.

Min soz da ku ez taziyên Barack Obama, Vladimir Putin, Fredrik Reinfeldt, Angela Merker, serokê YE (Yekîtiya Ewropayê) û serokdewlet û serokwezîrên dewletên din bigihînim we.

Ew tu carî nikarin cihên wendabûyîyên we bigirin. Tu kes nikare dalaliyên we li we vegerîne.

Lê em mihtacî piştgirî û sebrê ne gava jiyan herî tarî ye.

Gava jiyan tarîtirîn e ji bo we.

Bizanibin ku em li wê ne ji bo we.
***

Hevpeyivînek bi serokwezîrê Norvejê Jens Stoltenberg re piştî mehekê ji trajediyê li mala wî 20-21 Agustos 2011, Oslo:
Dewletmendê însanî

Serokwezîrê Norvejê Jens Stoltenberg gelek pesn girtin ji ber awayê tevgera xwe ya biyekkirin û aşkirina temamê welatekî ku di şokê de bû. Di hevpeyivînekê de ku Thomas Boe Hornburgê ji rojnameya Aftenpostenê pê re kir, ew behsa wê dema piştî 22-yê temuzê (roja êrîşê Netkurd) dike ku jê re bavê welêt hat gotin. Ew her wiha behsa tawan, êş û şînê jî dike.

Saet 8:00, 23-yê temuzê 2011, civîna çapemeniyê, mala serokwezîr. Jens Stoltenberg dudiliyê dike. Ew bi her awayî xwe bi manusê ve bestî dihêle, welê xwiyaye heşê wî ne li vir e. Ew bi şev nenivist, bi tena serê xwe bi peyama mudurê giştî yê emniyetê Øystein Mæland gavizî ku saet di dudu û nivê de telefon kir got ’li Utoyayê bi kêmasî 80 kes hatine kuştin’.

-Wek kabûsekê ye, dibêje Stoltenbergekî zerbûyî, çilmisî ji kamerayên tv-yân re.

Nuha çar hefteyên dirêj çûn, çar hefteyên ku ku ji şerê cîhanê yê duyê bi vir de rewşa neasayî ya herî zêde ferz dikin li ser serokwezîrekî norvejî.

Stoltenberg bi xwe tevî heft merasimên cenazan bû. Şeş axaftinên mezin kirin. Ew pêrgiyê bi sedan qurbaniyên ku ji Utoyayê filitîn, malbat û kesûkarên kuştiyan; xwişk û birayan, hevalên(dergistiyên) keç û kurr, dê û bavan bû, pirrê caran li civînên cuda ku li wê derê ew zêdetir guhdarî dike, guhdariya çîrokên wan gêncên ku venegeriyan malê kir.

Lê helbet rewşên neasayî jî qonaxên xwe hene, geşbûnên xwe û dûmahîkên xwe yên ku hindik maye bê…

Roja sêşemê Jens Stoltenberg sala nuh a xwendinê ya xwendevanên Unîversîteya Norlandê a li Nordnorgeyê vekir. Teror siyên tarî û reş dipûşe ser serdanê – her çendîn ji 22-yê temûzê bi vir de karê resmî yê Stoltenbergî ê yekê ê serokwezîriyê ye. Stoltenberg axaftinekê derbarê êrîşa li ser demokrasiyê dike. Pêrgiyî gêncên ku ji qetlîama Utoyayê rizgar bûne dibe, bi wan re diaxive.

Lê unsurekî (elementekî) nuh xwe vediziye navê. Ew çend gotinên yarîkir ên dilxweşkir jî dike li ser dema xwendevaniya xwe ya ku ew çend xwendevanekî xwedan viyaneka destpêşxir bû. Her çendîn kostumê wî reş e, qirawata xwe – ji 22-yê temûzê bi vir de cara yekê ye- ji rengê reş ê bi deqên sipî yên hûrik hilbijartiye, wek îtîrafeka piçûk ku rewşa neasayî nuha ber bi dawiya xwe ve diçe. Hilbijartin bi zanebûn buye û ji encamên gotûbêja bi karmendên ber destê xwe re ye ku li buroya serokwezîriyê bi wan re kiriye.

Rabêjên qenc kêm caran bi xwe dertên. Lê heyeta wî pê şanaziyê dikin –hê şeva 22-yê temûzê jî tê de ku, hew çend saetan piştî peqandina avayiya hukumetê ya li Höyblokkayê, mala serokwezîr a pişt Qesrê hat guherandin, bû bingehek ji bo hukumetê. Oda nivistinê bû buroyek, ciyê civînan, ew dîwanên piçûk ên li qatê zemîn bûn. Pirraniya tiştan xweş birêveçû – ji bilî wan herdu prînterên li erda odeya rûniştinê ku her carê kaxet di nav wan de asê dibûn. Gelek hevalkar seranserê hefeteya ewilî li ciyê kar nivisitin.

Ahenga qerargeha wî wek serokwezîr dibêje jî ‘bi her awayî mukemel e’, alîkariyê dike ku Jens Stoltenberg xwe ji nav wan deh rojên pêşiyê yên bi întansîviyeka miameleya li gel krîzê û wan herdu hefteyên piştî 2-yê agustosê derbas bike ku ew hema hema rojane diçe merasimên cenazeyan. Gava gelek norvejiyên ku di hundurê van herdu hefeyan de hêdî hêdî destpê dikin jiyanên xwe berdewam bikin, Stoltenberg bi temamî di şînê de xerq buye, bi tesîra weka ku ew dibêje ”heta dom bike, ew ê heta jê tê nêzî şînê û xemgîniyê be”.

Ew îtîraf dike ku ne karê aqila ye ku kampanya hilbijartinan hew piştî çend hefteyan destpêdike, hilbijartinên beldiyeyan ê di 12-ê eylulê de bibin, lê gelek dûr tên hîskirin.

Lê vê hefteyê qirawata reş deqikên sipî wergirtin. Li ser pirsa ku ew çawa temaşeyê kampanya hilbijartinan dike ew dibêje ku hestên wî têkilhev in. Bi dûrketina navbera li gel êrîşa terorê cesaretê di xwe de dibîne bifikire ku gelo teror ê dûrûdirêj çi tesîrê li Norvejê, Partiya Karkeran û wî bi xwe bike.

Payiza çûyî presşefê te bi xwe te wek ”makînekîya bixeter” teswîr kir. Van her çar hefteyên dawîn tu giriyayî, te şînî hembêz kirin, ew aş kirin. Ji te bi xwe re ecêb hat gelo?

– Na, ez welê his dikim ku ew aliyên min bi xwe ne, berê îhtîyacî ji wan re tunebû, nuha derketin. Helbet ez ê îdî bala xwe ji polîtîk ekonomiyê û kar nedim alî. Lê di hundurê van hefteyan de dilovanî û germiya însanî bûn tiştên herî giring. Ev gelek gelek tebîî bû.

Tu buyî yekî gelek şexsî di dema gelek merasimên cenazeyan de, tu giriyayî, ta behsa wê kir ku tu bi xwe bav î. Çima?

– Ev gelek şexsî ye ji bo min. Wek hemuyên din tesîr li min jî kir. Min xwest ez jî bêjim. Ez welê hîs dikim ku kesûkar rûmetê didinê.

Berê piçekî welê xwiya dikir ku te xwe bi mesafe ji wan kesan vedigirt yên ku te ew nas nedikirin. Lê gava tu pêrgiyî şînîyan bûyî ku te ew nedinasîn, tu rasterast tevgeriyayî.

– Ez his dikim ku pêrgîhatin û hevdîtina li gel şîniyan gelek bi mane ye. Meriv biçe ba wan, li ser tiştên şexsî biaxive. Tu şaşiyên wê tunene ku meriv vê bike. Hin dikarin xwe hinekî vekişînin, tevî wê jî ew bi hembêzkirinekê, bi çend gotinan dilxweş dibin. Hevdîtinên wiha xwedan mane ne, hedefeka wan heye.

Dewra piştî 22-yê temûzê gelek jihedêder bû. Herçendîn şevên pêşiyê gelek xew neket çavên wî, lê pişt re ew bi serket ku bi şevan binive. Wî wext dît ku çend tûrrên pisiklêtan jî bike. Van demên dawiyê meşkkirin (temrîn) û nivistin bi taybetî giring bûn.

– Lê ez enerjiyê gelek ji şîniyan jî digirim, Wê germayî û hevînsanîya ku ez didim, paş de jî distînim. Ez bi xwe jî taqetê ji wê distînim – û ji malbata xwe ku bi rastî jî li ber barê min rabûn.

Gelek biyaniyên norvejî behsa wê kir ku saetên piştî bombeya li taxa avayiyên hukumetê, ew çawa tûşî nefretê bûn.

– Min gelek çîrok li ser wê yekê bihîstin ku misilmanan çawa wê îniyê xwe biguman his dikir û di hin halan da taqîbkirî. Ev îşareta balkêşanê (awirdanê) ye û nîşaneka rastîn a ku divê meriv bifikire…

Tu emîn î ku eger misilmanek li pişt êrîşê buya Norvejê ê bersiva terorê bi himbêzkirina evîn û pirpêkhatetiyê bidaya?

– Na ez bi temamî ne emîn im. Ez hêvî dikim, lê bi temamî ne emîn im. Tevgeriyana girûbî ye ku gelek bixeter e. Bi baweriya min yek ji tecrubeyên 22-yê temûzê ew e ku nîşan dide meriv yek bi yek, wek ferd li însanan binêre, wî take kesî bibîne.

Gelekan got dilê wan ket cî û ew aram bûn gava derket ku êrîşkar bi eslê xwe norvejî ye. Te jî ev aramî hiskir gelo?

– Wê êvarê ez ji ber tiştê qewimî ew qas kûr endîşedar û mijûl bûm ku, dilaramî ne gotineka rast e. Lê gava min bihîst ku îhtîmala mezin êrîşkar yekî bi eslê xwe norvejî ye, min fahm kir ku em ê asantir xwe ji wê yekê xelas kin, ku yan na ê bibûya sedemê nefret û konflîketeka zêdetir li hember hindikayiyên misilman ên Norvejê.

Jens Stoltenberg heta nuha navê Anders Behring Breiviks (êrîşkar) li raya giştî naenaniye ser zimanê xwe, lê ew dibêje ku ew ê bi aktîfî di rojên pêş de vî navî boykot neke. Li ser pirsa ku gelo ew nuha, di vê hevpeyivînê de dikare nave wî bîne ser ziman, Stoltenberg hinekî difikire:

– Min li xwe tu qedexe nekiriye ku ez navê wî bikarneynim. Ez dikarim bêjim: Anders Behring Breivik. Ew ê bibe gelek çargoşeyî û temsarkî ku ez navê wî li xwe bi temamî qedexe bikim. Lê min gelek diqqet kir da ew tiştê wî kirî û ew fikrên ew diparêze ji yê lazim zêdetir balê nekêşe ser xwe. Min hê ji deqa pêşîn de, hilbijart û ji xwe re zelal kir ku reaksiyona min ê ne li ser întîqam û cezayan ava bibe, lê ê li ser wê be ku ew qencî û başiya di nava me de heye em derxin pêş.

Ew fikirî ku Anders Behring Breivik, ew merivê bi her awayî normalxwiyakirî yê ji Smestada Osloyê çawa guherî, bû kujerekî komkujiyê. Ew dibêje zehmet e ku meriv fahm bike û helbet bestî ye bi gelek faktoran, lê ew wek serokwezîr naxwaze spekulasyonan bike.

Tu qet fikrîyî ku tu li gel diya wî biaxivî, ku ew bi xwe jî qurbaniyek e?

– Na, heta nuha ez li serê nefikirîm. Gelo di paşerojê de ê bibe aktuel, ez hê li ser wê jî nefikirîme.

Rojnameya Norvejê VG sê rojan piştî terorê, te wek bevê nuh ê welatê me îlan kir. Te hez ji vê nekir. Ji bo çi?

– Ji bo ku ez dixwazim bal û awir li ser wê yekê bin ya ku rû da. Divê em saniyeyekê jî jibîr nekin, ev mesele ya wan kesan e ku jiyanên xwe ji dest dan, giran birîndar bûn, metirsiyên mezin jiyan û kesûkarên qurbaniya ne. Ew bi hezaran meriv in. Ez sipasî wê dilovanî û germa ku xelk dide min dikim. Lê mesele ne ez im, behs ne ya min e.

Jens Stoltenberg hê gelek li ser mesela ku piştî êrîşa terorê di pîvanên anketên hilbijartinan de Partiya Karkeran rayên xwe bilindtir kirine nefikiriye. Hefta pêşiya me ew ê here kampanyayeka hilbijartinê. Wê gavê ê sê hefte ji hilbijartinan re mabe, lê ew balê dikêşe ku hê wext heye û di sê hefteyan de gelek tişt dikarin biqewimin.

Li gor Stoltenberg nasnameya partiyê û dîroka wê helbet tesîrek ji buyeran girt, lê bêguman di rêxistinê de bû sedemê hesteka mezin a nêzîkbûn û havpariyê jî.

Tu şexsî xwe kêmtir biewle his dikî gelo?

– Na, ez xwe biewle his dikim, piştî ku em li yek ji wan welatên herî bi ewle dijîn û polis hergav pirsa ewleyiya min dinirxîne.

Te hefteyek pişt re got ê Norvejeka piştî 22-yê temûza 2011-ê pêk bê. Norvej ê çawa biguhere?

– Ji nava wê xerabiyê tiştekî qenc, gir û berfireh dibe. Hê ji nuha ve me dît ku xelk xwe dike palpiştê nirxên bingehîn. Hêzeka gelek mezin e ku seranser xelkek li kolanan bimeşe, germayî û dilovaniya însanî û piştgiriya xwe ya ji bo Norvejeke vekirî ya demokratîk pêşkêş bike ku kes netirse da fikr û ramanên xwe pêşkêş bike.

Li gor Stoltenberg tona jiyana rojane ya siyasî ta dereceyekê bidîqettir bûye. Bi taybetî di minaqeşên li ser mesela mihaciriyê û Norveja pirpêkhateyî de.

– Me demokrasî wek tiştekî bêguman, misoger ji bo xwe hilbijartiye. Bi baweriya min em ê zêdetir rûmetê bidin demokrasiyê û zêdetir têkevin navê. Êrîşê têgihîştin xurttir kir, ya ku demokrasiya me çend giring e, em bi ewleyî û rehetî, (tiştên li dijî hev jî te de) çi dixwazin dibêjin – bêyî ku em bitirsin.

Li ser torrê (torra înternetê) ew kesên ku ji karesata Utoyayê zindî xelas bûn bi wî awayî hatin tawanbarkirin ku wan dikarîbû zêdetir alîkariya yên din bikira. Divê mewqifê me li hemberî vê çi be?

– Min bi xwe ev nediye, lê gelekan anî ser ziman. Berî her tiştî, bi fikra min divê em gelek bextewer bin ji ber wan kesên ku zindî xelas bûn. Em yên ku ne li wê derê bûn, em tu carî nikarin texmîn bikin li giravê rewş çawa bû.

Gelo tu dixwazî tiştekî ji yên zindîmayî re bêjî yên ku xwe sûcdar his dikin?

– Tenê merivek tawanbar e. Ew jî yê êrişkar e. Her mihaweleya ku para sûcdariyê bide yên din berpirsiyariya yê êrîşkar kêmtir dike. Divê em tu carî ji bîr nekin ku hilgirê tawana hemû jiyanên jidestdayî ew êrişkar e û ne kesekî din.

Tu bi xwe berpirsiyariyeka şexsî his dikî, ji ber wê yekê ku dema ew qewimî tu serokwezîr bûyî?

– Ez xwe berpirsiyar his dikim ji ber hemû wan karên ku em dikin û ji ber yên ku me nekirin li hember êrîşên bi vî awayî, ji ber ku ez im serokwezîr li Norvejê. Loma jî heta ji min hat, heta îmkan hebû ez tevê bûm ji bo yên ku muteesîr bûn, min şîna hemû netewe ragihand, lê her wiha min însîyatîf jî girt da em karibin wê rastiya durust a neşayikkirî derxin ka gelo di 22-yê temûzê de çi bû.

Gelo hûn bi awayekî li hemberî terorê naîv bûn?

– Gelek zû ye ku meriv bêje, lê piştî êrîşeka ew qas xwînî ê gelek ecêb be ku em bêjin di paşerojê de tiştekî cuda yê tir nîne em bikin.

Li Rådhusplatsê, li pêşberî 200 000 norvejîyan, sê roj piştî terorê te soz da ”careka din hîç 22 temûz nabe”. Çawa tu dikarî sozeka wiha bidî?

– Ev hedefeka biryardar e ku neteweyekî lihevciviyayî dide. Ez nikarim bi temamî sozê bidim ku em careka din li Norvejê karên terorê nebînin. Garantiyeka wiha ez nikarim bidim. Lê divê em ya ku dikarin bikin, rê nedin ev bibin, bi du aliyan hem bi riya tedbîrên ewleyî, hem jî bi ya avakirina mişterekî û nirxan.
Werger: Mûrad Ciwan

ŞÎROVE

– Tengezar Marînî

Dest xwesh kekê Mûrad Ciwan. Zimanê sharistaniyê û serederiya sharistanî digel buyeran, ew in yên pêpelûka zanîn, pêzanîn û zanista civata wan diyar dikin. Bêguman rewsha bo Norwêjê guncayî hîn bo me nehatiye, lê ziman û xîtaba sharistanî li ser me berya dijminê me fere. Di qada navnetewî de, tenê zimanê axaftina me û rabûnûrûnishtina me digel buyerên stratîjîk û rojane jî, dikare me li qada cîhanî biceh dike. Ev werger û shirove jî, pena berbi lîstine roleke sharistane li qada cîhan. rabûnûrûnishtina bi van shêweyan pozîsiyona kurdan girantir dike û dostan bêhtir peyda dike. Cîhan gundekî biç1uk e û em pêdivî bi alîkariya cîhana pêshketî ne, lê berya wê divêt li nav me atmosfêrek hêmin hebe

– Dildar Delmamikî

Detéta sağbé kak Ciwan!şiroveyak pir dicîdaye u raste: ne mimkune go révabarén Norvéci u yen tirkan bénén hembarén hev.Demago mijare kürdan li holébe hemu tişt tén guhertin herçiqas aw li ber çavén Cihané biratîye xweyî xapinok bidne diyarkîrinji lé li hember kürda hertim Zikéwa yé raş”e u” sipî nabe,mijarne bdp”ye mijar kürde bile kes xwe naxapine.silawu réz.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: