Min NECO çawa naskir

Li ser daxwaza Kurdsat-ê ji bo bîranîna Necmettin Büyükkaya

Zivistana 1975-76-ê bû. Ez ji Diyarbekirê çûbûm Îstanbulê, min li Fakulteya Huqûqê ya Unîversîteya Îstenbulê qeyda xwe çêkiribû. Ez di sinifa yekê ya Huqûqê de bûm. Li Istanbulê ji bo xwendevanên unîversîteyê Yurdek (daxiliyek, ciyê nivistina gêncan) bi navê Diyarbakir Ögrenci Yurdu hebû. Ez li wê derê dimam.

Yurd di destê gêncên kurd de bû. DDKD-ya Istanbulê hîn nuh hatibû avakirin. Giraniya gêncên yurdê diket destê DDKD-ê. DDKD jî di bin tesîra Partiya Demokrat a Kurdistanê de bû. Partiya ku piştî efuya giştî ya sala 1974-ê a li Tirkiyeyê hevalên Dr. Şivan piştî ku ji derveyî welat vegeriybûn an ji zîndanan derketibûn ji nuh ve danîbûn.

Yurd sêqatî bû. Qatê binî lokala gêncan bû, ew li wê derê diciviyan, wan sohbet û minaqeşe dikir, carinan semîner dihatin dayîn, an civînên firehtir pêk dihatin.

Min cara pêşî wê zivistanê Neco li wê yurdê dît. Ew ji bo karûbarên partiyê hatibû Îstanbulê. Ew damezrênerê partiyê, endamê PB-yê û cîgirê sekreterê giştî yê partiyê bû, lê wê demê me nizanibû. Partî îllegal bû û ez bi xwe hê nebûbûm endamê partiyê.

Em hin heval li ser maseyekê rûniştibûn, me sohbet li ser rêziman û rastnivîsîna zimanê kurdî dikir. Sohbet li ser dîftongên (du nîvdengên ku digihîjin hev dibin dengek) kurdî bû. Mîr Celadet Bedirxan, ji ”xw” (xwe, xwê, xwîn, xwar) re digot dîftong. Îdîa min ew bû ku hem ”x” hem jî ”w” du konsonantên tam in û gava ew bigihîjin hev nabin dîftong.

Neco gava sohbeta me bihîst, hat li ser masa me rûnişt, tevî minaqeheyê bû û heq da min, ku belê ev dîftong problemek e. Wî got hetta Reşîd Kurd di rêzimana xwe de ”xw” wek dîftong  qebûl nake ji dêlva wê ve ew ”ue” (xue ), ”ua”,(xuar) ”uê”(xuê), ”uî” (xuîn) bikartîne. Wê rojê bi riya wî min navê Reşîd Kurd û rêzimana wî bihîst.

Ji xwe pişt re jî derket ji name û nivîsên Neco ku wî gelek qîmet dida xwendin û nivîsandina bi kurdî, ev giringî wî ji tradisyona partiya Dr. Şivan girtibû, û berdewam dikir. Wê dema me tekûtûk kes hebûn ku wan serê xwe bi zimanê kurdî mijûl dikir, Neco yek ji wan bû.

Pişt re havîna sala 1976-ê ez ji bo vehesiyana havînê vegeriyam Diyarbekirê. Ez bûm endamê partiyê û rasterast bûm endamê komîteya mehelî ya Diyarbekirê. Pêwendiyên me rasterast bi KM û PB-yê re çêdibûn, Diyabekir devereka giring a partiyê bû, loma heta NECO ji partiyê veqetiya me bi hev re di gelek waran de kar kir. Ez xortekî 20 salî bûm, ew ji min gelekî mestir bû.

Bi taybetî wê demê partiyê hevkariyek li gel YNK-ê hebû, ku sala 1975-ê li Şamê hatibû damezirandin, navenda wê, binkeyên wê û pirraniya kadroyên wê li Sûriyeyê û Lubnanê bûn. Partiyê pêşmerge û kadroyên YNK-ê û ên partiyên din ên kurd wek DR. Mehmdûd Osman û Ednan Miftî û hwd. ji Sûriyeyê di ser hidûd re derbasî Tirkiyeyê dikir, di ser Tirkiyeyê re jî derbasî Kurdistana Iraqê dikir. Pêşmerge, ji Sûriyeyê di herêma Wêranşar, Ceylanpinarê an Mêrdînê re derbasî Kurdistana bakur dibûn, me ew di ser Diyarbekir, Bedlîs, Wan û Hekkariyê (Şemzînan) re derbasî Kurdistana başûr dikirin. Ew carina çend rojan li Diyarbekirê diman heta rê vebe, me ew li malên endamên partiyê dikirin mêvan. Pişt re me ew dibirin teslîmî Wanê dikirin.Gelek caran alavên YNK-ê hata çek jî me derbas dikirin bi eynî riyê re.

Di vê xebatê de pêwendiyên min gelek bi Neco re hebûn. Çimkî ew berpirsê mezin û koordînatorê vê derbaskirinê bû. Ew bi xwe berdewamî li ser vê riyê di navbera Sûriyê û Kurdistana Iraqê de diçû dihat, wî bi xwe serpereştiya van karan dikir.

Karê alîkarîkirina pêşmergeyên YNK-ê heyecaneka mezin dida Neco, wî bi her awayî xwe dida vî karî ku ew bi awayekî ewle, tekûz û lezûbez bimeşe. Ji bo ku van karan biserxe, hedefên ku me dane ber xwe em bi serxin wî gelek mihawele dikir, ew di van xisûsan de tim maksîmalîst bû

Wê demê bû ku Mam Celal bi pasaport û navekî cuda bi balafirê ji derva hat Diyarbekirê, ji Diyarbekirê berpirsên partiya me ew bi otomobîlê berê birin Wanê, pişt re jî di ser riya Gever û Şemzînanê re derbasî Kurdistana başûr kirin, ew çû gihîşt  pêşmergeyan.

Di dema hin kampanyayên îdeolojîk, û semîner û perwerdeyên siyasî de jî min li gel Neco kar kir. Ez yek ji wan kesan bûm ku ez dever bi dever digeriyam, min li komeleyên legal ên bajaran li ser pirsên sosyalîzmê,çîn û sovyetê û maoîzmê, li ser pirsgirêka neteweyî û tesbîtkirina çarenivîsa xwe semîner didan.

Min ew semîner li mintiqa Swêregê jî dan. Neco berpirsek bû li wê derê. Bi xwe jî xelkê wê derê bû, kurdê zaza bû. Di semîneran de aktîf cîh digirt, ji serî heta dawiyê, li pişt hemû xortên guhdar radiwestiya û bi hebûn û awirên xwe piştgirî û moral dida semînervan. Gava em di semîneran de, di minaqeşeyên îdeolojîk de biserdiketin û me gêncên deverê bi pirranî radikêşan alî partiyê jî, kêfxweş dibû çavê wî diçurisandin wek zarokan xwe firr dida, kêf dikir.

Necmeddîn şoreşgerekî rastîn bû, jiyana xwe ya malbatî û şexsî hemî tebiê xebata şoreşgerî kiribû, li malê ranediwestiya, berdewam li ser riyan bû, geh li Suriyê, geh li Kurdistana Iraqê, geh li ya Îranê bû. Ew Kurdistanî bû, ferq nedikir ku ew li kîjan perçeyî xizmet dike. Ew wê dema dijwar a ku sînoran bi xurtî Kurdistan ji hev perçekiribûn li seranserê hemû perçeyên Kurdistanê gerriya.

Li Kurdistana bakur ji PDK (DDKD) re dihat gotin hevalên Dr. Şivan. Lê em rastiyê bixwazin di temamê partiyê de, hetta li temamê Kurdistana bakur du kes hebûn ku meriv dikaribû ji wan re bêje hevalên Dr. Şivan; yek jê Muhterem Biçimlî bû ku hê berî 80-yî me ew di qezayeke trafîkê de wenda kir. Yê din jî Necmeddin Büyükkaya bû.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: