NETKURD: 2009-11-06 13:08:08
Van rojan yek ji germtirîn xalên rojeva Tirkiyeyê destpêkirina geşbûna pêwendiyên navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistana Federe ye. Bi serdana heyeta mezin a Tirkyeyê a bi seroktiya wezîrê derve Ahmet Davutoglu û biryara vekirina konsulxaneyeka tirk li Hewlêrê mesele tam aktuel bû.
Tirkiye di vê pêwendiya xwe de ya li ser esasê nuh her çendî îhtîmameka mezin dide ku ew wê wek pêwendiyeka di ser Bexdayê re nîşan bide û goya ew di dereceya yên din ên herêmên Iraqê de ye jî, awayê pêwendiyan û perspektîfên wan, bivê nevê taybetiyekê dide meselê. Rêvebirên Kurdistanê bûne partnerekî ”Vebûna kurd”. Herkes qebûl dike ku ev pêwendî bi awayekî taybetî yên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê ne.
Berpirsên Kurdistanê giringiyeka mezin didin peywendiyên herdu terefan; heyecaneka nuh, qencbînî û hêviyeka dilxweşkir di nav berpirsên kurd de serîhildaye. Ji bo biserxistin û pêşdebirina van, rêberên kurd hesasiyeteka mezin nîşan didin.
Li alî Tirkiyeyê, hukumet û beşeka gelek mezin ji kurdan dilxweşiya xwe li hember nêzîkbûna herdu aliyan nîşan didin.
Ordû û burokratên ser bi statukaxwaziyê ve li dijî vê nêzîkbûnê ne. Ew daxwazin ku Tirkiye wek berê kurdan berteref bike û bêyî wan, hetta li ser esasê plangêrriyeka li hemberî wan bi hukumeta Bexdayê re lihev bê.
Di nav kurdên bakur de jî bi taybetî Abdullah Öcalan û baskê hişk ê bi wî ve girêdayî, bi guman li vê nêzîkbûnê dinerin, hetta gelek caran endîşeyên xwe derdibirin ku belkî li ser esasê ”tasfiyekirina PKK-ê” û pêşdederxistina Kurdistana federe” ev nêzîkayî pêş ve biçe.
Di nav PKK-ê û DTP-ê de tendenseka ku kêfxweşiya xwe li hemberî vê nêzîkbûnê diyar dike û wê wek firsendekê ji bo bilindbûna rola kurdan di herêma Rojhilata navîn de dibîne ne piçûk e.
Gava meriv pirralî û bi perspektîfeka dûrûdirêj li meselê temaşe bike, eşkere ye ku her çendî hê destpêk e, ne zelal e, komponentên wê bi temamî rûneniştine jî, ev destpêka qonaxeka gelek giring e. Ji alî kurdan mesele zelal e. Kurd amade ne xwe têxin bin barê pêşdexistina vê prosesê. Ji gelek aliyan ve ev wek zerûretekê jî tê dîtin ji bo berjewendî, azadî, refah û bexteweriya civakên herdu aliyan.
Herdu teref hevsînorên hev in, yek federe û yek dewleteka bi serê xwe be jî du dewletên cîran in. Ji bo Kurdistana federe Tirkiye derî û pir e da ew karibe ber bi dinyayê de vebe, nêzîkî Yekîtiya Ewropayê be û bi dinya global re entegre bibe, wek welatekî demokratîk û pêşketî avabibe, nebe nimuneyeka din a ji pirraniya dewletên Rojhilata navîn.
Tirkiye bi xwe welatekî mezin ê Rojhilata navîn û Ewropayê ye, ji alî mezinbûna potansiyela xwe ya aborî li seranserê cîhanê welatê 17-ê û li seranserê Ewropayê welatê 6-ê ye, di nav welatên G-20-ê de cih digire. Tirkiye endama NATO-yê ye. Nato li seranserê cîhanê di pirsgirêkên ewleyî yên herêmî û navneteweyî de roleka giring dilîze. Tirkiye bi Yekîtiya Ewropayê re di nav mizakereyên endametiyê de ye.
Bi taybetî di rewşa nuh a dinyayê de, di pêwendiyên navbera dinya Rojava li aliyekî û ya misilman û tirk li aliyê din de, roleka nuh hildaye ser milê xwe; ”şirîkatiyeka model” a li gel Amerîkayê. ”Şirîkatiya model” ketiye şûna ”şirîkatiya stratejîk”. Ferqa esasî ya navbera herdû mefhûman ew e ku di şirîkatiya stratejîk de ku ew li gor dema şerê sar bû, Rojava û bi taybetî Amerîkayê gava li gel Tirkiyeyê şirîkatî dikir guh nedida wê ku ev welat welatekî demokratîk e yan dîktatorî ye. Demokrasî bimeşiyana baş bû, lê nemişyana jî wan piştgiriya darbeyên eskerî û rejimên dîktatorî jî dikir. Lê di ”şirîkatiya model” de naveroka şirîkatiyê ”nirxekî demokratîk” wergirtiye. Îdî lazim e Tirkiye wek welatekî ku pirraniya welatiyên wê misilman in, li ber çavên Rojhilat, yên welatên misilman û tirk bibe ”modeleka demokratîk a pêşketî, modern û cazîbedar”.
A ev rola ku îro Tirkiyeyê hildaye ser milê xwe (belkî ya rasttir Amerîkayê hildaye ser milê wê) ji bo Kurdistana federe xwedan qiymeteka taybetî ye; hem wek welatekî misilman ê demokratîk ê model. Hem jî welatekî ku 20 milyon kurd lê dijîn. Rola ”şirîkatiya model” li Tirkiyeyê ferz dike ku ew pirsgirêka kurdên nav xwe bi awayekî çareser bike da ew hem ji serêşî û sergêjaniyên xwe rizgar bibe, hem jî di meşandina siyaseta wê ya derva de kes nikaribe vê pirsê derxe hemberî wê. Îro eger Tirkiye di mesela filistîniyan de dikare ew qas li hemberî Îsraîlê raweste piçekî jî ji wê tê ku ew ketiye ser riya çareserkirina pirsgirêka kurd di nav xwe de. Îdî ji wê piştrast e ku Îsraîl ê nikaribe pirsa kurd bi asaniya berê derxe hemberî wê. Ev, ji bo pêwendiyên Tirkiyeyê ên li gel welatên din jî wiha ye
Di vê çarçeveyê de gava pirsa kurd li Tirkiyeyê têkeve ser riya çarserbûnê, bi pêş de biçe û li gel vê, pêwendiyên Kurdistana federe û Tirkiye xurt bibin, bingehên mişterek ên hevkarîya kurdan û tirkan û yê bilindbûna rola wan xurttir dibin. Rewşa ku berê dema Tirkiyeyê ne li hundur û ne li derva hebûna kurdan nasdikir û ya nuha ku ew îdî hem li hundur hem li derve wan nas dike, tam eksê hev in. Loma jî îmkana meşandina siyaseteka nipînuh a bi eksê siyasetên demên berê peyda bûye.
Çawa Tirkiye ji bo Kurdistana federe giring e ew bi xwe jî ji bo Tirkiyeyê giring e. Wezîrê derve di serdana xwe ya Helwêrê de eşkere got ku Kurdistana federe deriyê Tirkiyeyê ê ji bo beşên din ên Iraqê û welatên Delavî e. Petrola Kurdistanê jî giringiya wê li hemberî Tirkiyeyê zêdetir dike. Wekî din, eger di vê krîza aborî ya global de Tirkiye ji wan welatan e ku krîzê ta dereceyekê sivik derbas dike, rola bazirganiya li gel Herêma Kurdistanê cihekî esasî digire. Ji % 80-ê mal û alavên ku li bazara Kurdistanê hene ji Tirkiyeyê tên. Par hecma karûbarên mişterek û bazirganiya Tirkiyeyê a li gel Kurdistanê 5 milyar dolar bû, îsal dawiya salê ê bigihîje 10 milyar dolaran û hatiye plankirin ku sala bê bigihîje 20 milyar dolaran. He hefteyek berê Erdogan çû Îranê, bi hukumeta wê derê re plan kir ku hecma karên navbera herdu welatan di salên pêşiya me de bigihîje 20 milyar dolaran. Yanî Kurdistan bi serê xwe ji Îranê pirtir karê aborî li gel Tirkiyeyê dimeşîne.
Xeta petrol û gazê a Kerkukê ku ê bi Nabucoyê ve bê entegrekirin, planên xeta trênê ku ji Îstanbûlê ê biçe Silêmaniyê û di aliyekî din re biçe Bexdayê, Besra û Kuwêtê, hecmê karkirina bi hev re gelek gelek zêdetir dike. Berfirehkirina deriyê gumrika Îbarahim Xelîl /Xabûrê, vekirina du deriyên gumrikê yên din; yek nêzî hidûdê Îranê, yek nezî hudûdê Suriyeyê, ê hem Kurdistanê bi bazara Kafkasya û Rûsyayê girêbide, hem jî bazirganiya di ser Deryaya Sipî û Ewropayê re berfirehtir bike. Kurdistana başûr û ya bakur bi saya van projeyan (hidûdên siyasî hebin jî ê maneya xwe ya berê wenda bikin) ê ber bi entegrebûnekê ve biçin. Peywendiyên Tirkiyeyê yên nuh ên li gel Sûriyeyê û Iraqê, îmkanan peyda dikin ku entegrasyona van perçeyan jî bi herduyên binavkirî re destpê bibin.
Tirkiye hê ji korbûna xwe ya siyasî ya dema înkarkirina kurdan bi temamî xelas nebuye, loma jî li Iraqê di meselên hundur ên Iraqê de, baweriyê bi temamî bi kurdan nayne û ew bi xwe jî baweriyê bi temamî nade kurdan. Dijayetiya wê ya li ser statuya federasyoneka berfireh a kurdan û Iraqeka federal, siyaseta li ser pirsa Kerkukê, ya petrolê û rola kurdan a di desthilata federal a Bexdayê de; hemû hê bermayeyên dema înkarkirinê ne. Van siyasetên Tirkiyeyê her çendîn hin guhertin di wan de dibin jî negihîsthine wê dereceyê da kurd bi xwe jî karibin baweriyeka tamam bi Tirkiyeyê bînin û pê re têkevin nav rêwîtiyeka dûrûdirêj.
Di bin tesîra konseptên siyaseta berê a Tirkiyeyê de esas hin xeterî hê di pêwendiyên hevkariya aborî û bazirganiya mişterek a navbera van herdu terefan de jî heye. Gava meriv bala xwe bidiyê sermiyangêr, veberhêner, mitehid û bazirganên mezin ên Tirkiyeyê ku li Kurdistanê kar dikin zêdetir ew derûdorên tirk in ku nezî hêzên dewletê, heta yên eskerî ên herî kevneperset in. Gelekên wan MHP-yiyên nuha yan ê berê ne, piştgir an destikên generalên darbexwaz û ergenekoniyan ne kêm in. Gelekên wan ên giring venaşêrin ku ew bi îzna serokerkaniyê hatine li Kurdistanê kar dikin.
Berî 2003-yan helbet rewşa kurdan li başûr gelek dijwar bû, hevkariya wan a li gel Tirkiyeyê ne li ser esasekî wekhev bû, Tirkiyeyê wek dewlet, wek esker di gelek waran de xwe li ser wan ferz dikir. Di riya Odeyên Bazirganiyê ên Anqereyê re ku pêwendiyên wan li gel ergenekoniyan vê dawiyê eşkere bûn, şirketên ku wan bi xwe teswîb kirin şandin Kurdistanê.
Diyar e ji ber mecbûriyeta ambargoya aborî ya wê demê a dualî, kurdan nekarî dengên xwe li hemberî vê bilind bikin’ tirkan şert dîkte dikirin. Lê îro hem kurd hem tirk divê îdî ji niyetên wiha neqenc ên ku baweriya bihevrekarkirinê dişkînin û dûrîî karakterê hevkariyeka aborî û bazirganiyê ne bidûrkevin.
Piştî desthilata Ak Partiyê her çendî hin tendensên din xuya dikin, hin bazirganên derûdorên ne bi eskeran ve jî berê xwe didin Kurdistanê, AKP-yî û alîgirên Fethullah Gulen li bazara Kurdistanê zêde dibizivin û ji alî şikandina kartêkiriyeka monopola mîlîtarîst û ergenekonî belkî ev baş be jî, lê ya normal ew e ku bi temamî li ser esasê civaka sivîl a şefaf û bazara serbest a teşwîqker karên aborî yên herdu aliyan bimeşin. Heta ev nebe, kurd ê bi guman li nêzîkbûna aborî a Tirkiyeyê binêrin û ji tirsa hegemoniyê xelas nebin. Ev jî ê bi tu awayî ne li gor misyona herdu welatan lihevhatî ya vizyonên heyî be.
Pirsgirêka herî mezin a li ber pêşdexistina pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyeyê, siyaseta Tirkiyeyê a li hemberî maddeya 140-ê a destûra Iraqê ye. Tirkiye ji serî de naxwaze Kerkûk vegere ser Kurdistanê. Li gor Tirkyeyê eger Kerkûk vegere ser Kurdistanê bi wê hebûna xwe ya ji petrolê ê îmkana avabûna Kurdistaneka serbixwe peyda bike û ev jî ê ji bo kurdên Tikriyeyê bibe navendeka cazîbê. Dewleteka serbixwe ya kurd di bin çengê Tirkiyeyê de ê bibe tehdîd li hemberî ”yekpareyiya axa Tirkiyeyê”.
Tirkiyeyê ji devê serokerkan Ilker Başbug du sal berê eşkere kir ku sê tehdîdên li hemberî Tirkiyeyê li gorî rêzê ev in:
1- Avabûna dewleteka serbixwe li bakurê Iraqê
2- Tevêbûna Kerkukê a ser bi bakurê Iraqê (Kurdistana federe)
3- Hebûna PKK-ê.
Pirsa Kekûkê esas diviya li gor maddeya 140-ê, (normalîzekirina nifûsa Kerkukê, serjimêr û referandum) hê di dawiya 2007-ê de temam bibuya. Wê gevê hem wextekî diyarkirî ji pirsê re hebû, hem jî pirs wek pirsa destûrî ya navxwe ya iraqî dihat qebûlkirin. Lê nebû, ji wê rojê bi vir de hem ketiye nav êbêyeka nediyar, hem jî îdî ne meseleyeka navxwe ye. Berê rê hat vekirin ku Neteweyên Yekbûyî destê xwe têxe nav meselê; rapora De Mastura mesele serobinî hev kir, pişt re dewletên cîran û bi taybetî Tirkiye eşkere eşkere li ser meselê ketin nav bazaran. Heta di wê dereceyê de ku Tirkiye li Bexdayê hero bi heyetan wek terefên navxwe li parlamentoya Iraqê kulîsan dikin, dikevin nav bazaran û berê meselê bi vir de wir de dikêşin.
Sedem çi dibin bila bibin kurdan heta nuha nekarî bi awayekî maqûl, destûrî û wek pirsgirêka navxwe pirsa Kerkukê çareser bikin. Ya herî giring ew bû belkî hê di 2003-yê de rê bihataya vekirin ku çewa qedera hemû bajarên Iraqê ji bal bajariyên wan hat bidestxistin, kerkukiyên hundurê Kerkukê û yên mişextkirî bi serîhildanekê Kerkuk bixistaya destê xwe. Mesele îhtîmaleka mezin ê baştir bihataya çareserkirin. Lê wê gavê her çendîn Amerîka ji ber tezkereyê ji Tirkiyeyê aciz bûbû jî ji ber ku wê hesabê rola Tirkiyeyê di çareseriya Iraqê de mezin dinrixand û roleka gelek piçûk dida rola kurdan, ev nebû: Amerîkayê nexwest kurdên Kerkukê qedera bajêr texîn destên xwe; PDK û YNK jî bi vê razî bûn (Her çendî YNK wiha nedifikirî jî).
Pişt re kurdan çareseriya meselê bi awayekî gelek aştiyane xistin destûrê û maddeya 140-ê dan qebûlkirin. Ev destkeftiyeka gelek mezin bû; bi vê hem mesele dibu meseleyeka destûrî ya hundur hem jî riya çareseriya demokratîk û aştiyane jê re hatibû vekirin. Nexşeriya çareseriyê destûrê bi xwe kêşa bû. Lê ew jî nebû; midaxeleyên ji derva û hundur nehişt ev madde cîbicî bibe. Maddeyê çareserî nîşan dida lê ew bêdiran bû. Gava niyetxerab derketin hemberî wê tu hêzeka wê nebû ku niyetxeraban bide alî û heta serî bimeşe. Kurdan jî her çendî siyaseta parastina maddeya 140-ê meşand jî tu hêzeka ku karibe wê siyasetê cîbicî bike nexist pişt vê. Herkesî dît ku ew gava guh nedin vê maddeyê kurd ne amade ne ji bo wê berjewendiyên wan têxin bin tehdîdê.
Rola Tirkiyeyê ya di çaresernebûna pirsa Kerkukê de tayinker e. Çimkî take tehdîda reel a li hemberî kurdan Tirkiye ye ku 250 hezar eskerê xwe bi bahaneya şerê çekdarî ê PKK-ê derxistiye ser hidûdê herdu aliyan û berdewamîyê dide operasyonên hewayî û bejayî.
Gerçî di vê navberê de hin guhertinên ne esasî lê giring ên siyaseta Tirkiyeyê bi saya hukumeta Ak Partiyê hem li hemberî statuya federe, hem li hemberî petrolê, hem jî li hemberî Kerkukê rûdan.
Hukuemta Ak Partiyê hêdî hêdî Tirkye anî wê merhelê ku hê resmî nehatibe îlankirin jî statuya federe a Kurdistanê nasbike û pê re hevkariyê bike. Xeta ku bi zimanê şer û tehdîdê miamelê li gel kurdan bike ji bal vê hukumetê her ku diçe têguhertin û ber bi zimanekï diyalog û dîplomasiyê ve diçe.
Di meseleya Kerkukê de jî hin guhertin hene. Yekemîn guhertin di hukumeta Tirkiyeyê de bi hilbijartinên 2005-ê li hember tirkmenan bû. Berê îdîyek hebû ku 2-3 milyon tirkmen li Iraqê hene, pirraniya Kerkuk, Mûsil û Hewlêrê tirkmen in. Tirkiyeyê hesabê xwe li ser van reqeman ava dikir. Lê bi hilbijartinên 2005-ê derket ku ev efsaneyeka bêbingeh e. Hem ew qas tirkmen tunene, hem jî tirkmen di navbera şîe, sunne û kurdan de dabeş bûne. Ji xwe vê, rê vekir ku Tirkiye rasyoneltir bifikire û berê xwe bide hevkarîya li gel kurdan jî.
Tirkiyeyê berê di mesela Kerkukê de dixwest ku Kerkûk bi hukumeta merkezî ve girêdayî be. Ev dihat wê maneyê ku Kerkuk di fîiliyatê de biçe ser herêma erebên sunnî. Vê yekê ne kurdan, ne erebên şîe ne jî tirkmanên şîe qebûl kir. Heta Îran li hemberî vê projeyê rawestiya. Hem erebên şîe, hem jî Îran di dereceya yekê de helbet naxwazin ku Kerkuk ji kurdan re bimîne, lê eger mesele were ku tercîha xwe li gel erebên sune an li gel kurdan bikin, herdu jî ê wê tercîhê bikin ku Kerkuk li gel hin statuyên taybet bi ser Kurdistana ser bi Iraqê ve bimîne.
Vê rewşê Tirkiye mecbûr kir ku ew siyaseta xwe biguhere û wek Erdogan di serdana xwe ya herî dawîn de a ji bo Bexdayê, bêje ”Kerkuk nabe teslîmî gerûbeka etnîkî, an mezhebekî bê kirin”. Yanî Kurkuk bira ne tenê ji kurdan an ji erebên sune re be. Ji dêlva wê ve ew statuyeka taybet ji bo îdareya Kerkukê dixwaze; wek bajarekî federe yê bi serê xwe.
Madem di destpêkê de kurdan nekarî Kerkukê vegerînin ser Kurdistanê, bi şertê ku ji bo demeka muweqet a 5-10 salan be, bi awayekî rasyonel hidûdên wê bên tesbîtkirin û her grûba etnîkî û mezhebî li gor qeweta xwe bê temsîlikirin, pişt re jî bi referandumekê qedera wê ya dawîn bê diyarkirin, kurd dikarin statuyeka taybet a ji bo demekê qebûl bikin. Li hemberî vê divê Kurd hin tavîzan ji hatina petrolê bixwazin û herêmên veqetiyayî yên din (Mûsil, Mexmûr, Şingar, Xaneqînê û hwd) ji nuha ve vegerînin ser Kurdistanê, vê safî bikin.
Bi vî awayî kurd ji aliyekî de dikarin nîşan bidin ku ew dikarin guh bidin hin endîşeyên tirkan û hesabê wan bikin, ji aliyê din ve jî pirsa Kerkukê ji bo sahilkirina peywendiyên bi cîranan re li demê belavbikin. Di vê navberê de gumanên Tirkiyeyê û ên tirkmenan ên ku li hemberî kurdan ji alî hin meseleyên din hene bi pêwendiyên qanc û dostayetî ên dualî lazm e bên rakin.
Divê kurd bi Tirkiyeyê bidin fahmkirin ku tehdîda hebûna Kurdan, gava Tirkyeyê kurd qebûl nedikirin tiştek bû û nuha gava ew kurdan qebûl dike tiştekî din e. Heta gava kurd dihatin înkarkirin ew fenomenên tehdîd ên wek Kerkukê, petrolê, Kurdistana federe, hebûna kurdên bakur, nuha lazim e wek avantaj bên dîtin. Nuha Tirkiye dikare bi saya kurdên xwe yên mafdayî xwe bike navendeka cazîbê ji bo kurdên Sûriyeyê, Iraqê û Îranê.
Nuha Tirkiye dikare bi hevkariya kurdan û tirkmenan li Iraqê hêzeka dost û mitefik a gelek xurt a rasyonel bibîne: Erebên şîe xwe dispêrin îraniyan, yên sune xwe dispêrin ereban. Tenê trikman û kurd dikarin xwe bispêrin Tirkiyeyê û îradeyeka xurt a bi vî awayî di nav wan de heye. Kerkûka ku bibe parçeyek ji herêma erebên sune an şîe ê tu carî di wê dereceyê de nehêle ku Tirkiye ji petrola wê îstîfade bike. Lê ji îro de eşkere ye ku Kurdistan amade ye hemû zevîyên petrola xwe ji şirketên petrolê ên Tirkiyeyê re veke, gava Kerkuk li ser Kurdistanê be kurd, tirkman û Tirkiye li gel projeyên navneteweyî ê karibin zêdetir ji nîmetên Kerkukê îstîfade bikin.
Ev ji alî Amerîkayê ve jî wiha ye. Eger Kerkuk li ser Kurdistanê be, garantiya projeyên petrol û gazê û xetên wek Nabucoyê pirtir e. Lê ew bibe parçeyek ji ereban dikare bibe qada şerê bi çendan salan û kaosê ku nehêle veberhênaneka maksîmûm lê bê kirin, her ku biçe ji entegrasyona bi Rojava re dûr bikeve.
Eger berpirsên Kurdistana federe bikarbin nêzîkbûna xwe ya li gel Tirkiyeyê wekî firsendên qani’kirina Tirkiyeyê, Amerîkayê û tirkmenan ên ji van aliyan de biserxin, ew dikarin erebên şîe û Îranê jî qani’ bikin ku ya herî rasyonel û maqûl ew e ku Kerkuk vegere ser Kurdistanê, ne ku bibe parçeyek ji erda erebên sunne.
Ev hemû xalên me birêzkirin, nîşana wê yekê ne ku destpêkirin û geşbûna pêwendiyên Tirkiyeyê li gel Herêma kurdistanê ji bo kurdan heyatî û stratejîk in, ronahiya paşeroja kurdan di vê derê de ye, lê bi şertê ku planeka stratejîk a darêjtî ya kurdan a berfireh hebe. Ne ku ew tenê xwe di her sê bajarên herêmê de tengav bikin, lê herêmî, kurdistanî û global bifikirin.
Leave a Reply