Bîranînên Newşîrvan

NETKURD: 2009-05-10 12:08:22

Newşîrwan Mistefa siyasetmedarekî navdarê kurd e. Di nêzîkî nîv sedsalê têkoşîna gelê kurd de roleka wî ya giring heye. Ji destpêka salên şêstî û vir de aktîf di siyasetê de ye. Serokê Komeleyê bû, bi Celal Talebanî re YNK danî, pişt re bû cîgirê sekreterê YNK-ê. Ev du sê sal in bi serokatiya YNK-ê re nelihev e, ji bilî endametiya xwe dev ji hemû berpirsiyariyên xwe berdane.

Nuha jî şirketeka medyayî li gel hin hevalên xwe avakiriye û rola sereke di tevger û weşangêriya vê medyayê de dilîze. Herî dawîn tê gotin ê serpereşitya kampanyayeka serbixwe di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de bike. Lîsteyeka bi navê wî naskirî dê beşdarî hilbijartinan bibe.

Ew bi şoreşgerî û xwedan prensîbiya xwe tê naskirin. Gelek caran wek kesekî zêde hişk û asê bê qebûlkirin jî, payeya ku li dijî gendeliya li Kurdistanê ye ji gelekan bêtir buye para wî.

Ew wek ronakbîrekî zîrek jî navdar e, li ser dîrok û rewşa aktuel a Kurdistanê lêkolînên wî hene, dem bi dem bîranînên xwe dinivîse.

Du hefte berê jî Newşîrwan Mistefa bîranînên xwe yên li ser ”şerê birakujî”yê weşand. Hin têbiniyên min li ser weşandina bîranînan hene dixwazim cih bidim wan.

Ez ê li ser naveroka bîranînan ranewestim. Ne qesda nivîsa min rawestiyana li ser naveroka wan e, ne jî ez ew kesê rast im ku hema zûbizû bersiva rastî û şaşiyên bîranînan bide.

Newşîrwan Mistefan bîranînên xwe di demeka wiha de diweşîne ku ew ê bi lîsteyeka serbixwe beşdarî hilbijartinên Kurdistanê ên 25-ê temûzê bibe. Nexwe bîranînên wî hem bi roleka siyasî, hem bi mexsedeka siyasî, hem jî di dewreka siyasî ya navxweyî ya helbijartinan a germ de tên nivîsîn.

Şerê birakujiyê diyardeyeka gelek cidî ya civaka kurdan e. Mesele ne tenê şerê navbera PDK û YNK-ê ye û ne tenê diyardeyeka nuh a van salên dawiyê yê. Ew birîneka ew qas kûr û demdirêj e ku hê ji dewra Ahmedê Xanî ve buye yek ji bingehîn pirsgirêkên bizava neteweyî.

Tevî vê jî, her çendî di vê diyardeyê de rola YNK û PDK-ê ne hindik e jî bi baweriya min di van salên dawiyê de yek ji giringtirîn gavên serkeftî û pîroz yên ku li Kurdistanê hatine avêtin destpêkirina prosesa dawîlêanîna şerê birakujiyê ye.

Ne zor e ku em texmîn bikin eger berî şerê Amerîkayê ê li hemberî Saddam PDK û YNK ne lihevhatî bûna, dawî li şerê birakujiyê neanîbûna îro ev destkeftiyên ku bi saya Kurdistana federe di destên kurdan de ne ê tunebûna, hew Xwedê zane ku ji bo bidestxistina dever û desthilatan kurdan çi bianiya serê hev, destên kîjan dewletan di nav kurdan de bûna û îro ji dêlva serweriyeka azad a kurd orduyên kîjan welatan hukum bikirana. Belkî jî hakîmanetirîn gava ku kurdan berî ketina rejima Saddam avêt dawîlêanîna şerê birakujiyê bû.

Para şanaziya mezin di vir de ya berpirsên PDK û YNK-ê ye. Aştiya navxweyî û biyekkirina ”navmal”a kurdan gaveka gelek mezin e. Ew tenê bi îmzakirina agirbest an lihevhatinekê nema, di proseseka çend salan de gav bi gav wek hûnandina bingehê civakeka modern a têgihîştî ya layiq û şiyayîyê serweriyeka azad derket meydanê.

Lihevhatin û hevkariya navbera PDK û YNK-ê û partiyên din ên başûr, hem hişt ew bi ketina rejima Sadam re serweriya welat di dest xin, hem jî karibin wek bereyeka nîştimanî efuyeka giştî derêxin ji bo kurdên ku heta wê demê li gel rejima Sadam hevkarî kiribûn. Ev xeleka duyê bû ya biryara hakîmane ya rêlibergirtina kavilkirina Kurdistanê di şerekî birakujiyê de.

Ji alî siyasî û exlaqî ve jî divê meriv bibîrbîne ku berpirsên Kurdistanê li hemberî şerê birakujiyê û qurbaniyên wê, gavên qenc avêtin: Ne tesadufî bû ku di pîrozbayiyên 60 saliya PDK-ê de yê ku dîroka têkoşîna partiyê ji raya giştî re deklere dikir, ne serokê partiyê Mesûd Barzanî, lê ”endam û berpirsê dêrîn” Celal Talebanî bû.

Ne ji ber coşeka jixweberî bû ku Mesûd Barzanî derket ser kursiyê doza lêborînê ji kuştîyên şerê birakujiyê û malbatên wan kir, ew şehîdên Kurdistanê îlan kir û sond xwar ku şerê birakujiyê îdî ebediyan li pişt maye, buye malê dîrokê, kes ê nikaribe careka din kurdan bi hev bide kuştin.

PDK-ê helbet ne bêsebeb ji devê Nêçîrvan Barzanî tezên xwe yên li ser YNK-ê resmî guherîn: Ji roja ku YNK ava bûbû PDK-ê ew wek ”hêzeka ne neteweyî ya hêzên derve li pişt” îlan kiribû. Cara pêşî Nêçîrvan Barzanî bi daxwiyaniyekê eşkere kir ku YNK wek hêzeka welatperwer a şoreşger a parçeyek ji tevgera rizgariya gelê Kurdistanê di 1975-ê de hat damezirandin.

Ev hemû ew gav bûn ku bi zanebûn hatin avêtin da ji bo di nav lihevhatin û bihevrejiyaneka aştiyane de Kurdistan bi hevkarîya hemû welatiyan ava û geş bibe, bigihîje asta medeniyeta hevçerx.

Bi vê, ji alî siyasî de civaka Kurdistanê ji wê qonaxa nelirê ya wêrankir a birakujiyê derketiye, ketiye qonaxeka nuh a normal ya civaka hemdem, kurd jî tevî karwanê pêşveçûna însaniyetê bûne.

Em bi dilrehetî dikarin bibïnin ku serokên Kurdistanê bi awayekî hakîmane karîne biryara siyasî ya dawîlênanîna şerê birakujiyê bidin û bi projeyeka siyasî jî hewaya ku beyî jibîrkirina wefadariyê, mafê jiyaneka aştiyane ya xwedan derfet û asûdeyî bidin nesla nuha û ya êbê cîgir bikin.

Qonaxa ku vê projeya siyasî daye destpêkirin bingeheka ew qas heyatî ye ji bo hebûna Kurdistanê ku divê di ser her awe hesabên siyasî re bê girtin.

Ger meriv bi vî çavî binihêre ne zor e bê dîtin ku Newşîrwan Mistefa gava piştî proseseka siyasî ya wiha, bi rola xwe ya siyasî, di demeka herî germ a siyasî ya navxweyî de, bi armancên kampanyayên siyasî ev bibîranîn weşandine mesûliyeteka gelek giran hildaye ser milên xwe. Bîranîn ne misoger e ku ê fêdê bigihînin kampanyaya hilbijartinê ya Newşîrwan Mistefayî, lê ê wek nimûneyeka neqenc a îxtîrasa siyasî têkevin dîrokê û tirs ew e ku di nav civakê de herkes nikaribe miameleyeka aqlê selîm ya bisebr li gel wan bike, ew bibin sedemê hin sergêjanîyan.

Dil dixwest Newşîrwan Mistefa tevî hemî tebînîyên xwe yên di derbarê YNK, PDK-ê û prosesa îro de, karibûya rê li ber hidûdên hin îxtîrasan bigirtaya, ev bîranîn teslîmî dîrokê û dîroknasan bikiraya. Yan bihiştaya wê roja ku wî rol, kar û mexsedeka siyasî nemaye û ew tenê bi mebestên dîrokî bîranînên xwe hewaleyî dîrokê û dîroknasan dike.

ŞÎROVE

Amed Qehreman

Newşîrwan Mistefa di rêya rasta nine. Di rêya şaş da ye. Îro roj roja yekbûnê û demokrasîyê ye. Roja problemê duh nine.Pêwîste hemû kurd bi hevra kar,xebat bikin. Kurd û partîyên kurdan pêwîste ji hevra bi hûrmet bin.Pêwîste em ji bo demokrasî yê û azadî yê pirtir kar bikin.Roj roja problema nine,roj roja yekîtî yê ye…. Nivisa kek Mûrad Ciwan baş biye Pîroz dikim..

Şivanê Bilûrvan

Silav mamoste, Dîrok şahidê hindê ye ko Nêşîrwan Mistefa mirovekê fesad e. Eger ew rast di bêjit, bila kiryarên xwe yên di şerê birkûjiyê de rêz bikit û eger zehmet ji nebit bila behsê topebarankirina nexweşxana azadî ya Hewlêrê bikit, ko wî ferman da nexweşxane bête kavilkirin. Lê wek cenabê te diyarkir nuka Kurdistan ya di qonaxeka dî de ye û pêwîst ev ezmûne bête parastin wek reşka çavên me.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: