BANGEKA BÊTALIH

NETKURD: 2009-09-01 09:56:04

Çend roj berê hin kurdan, bangek arasteyê bîrûraya giştî kir. Banga wan di Netkurdê de jî derket. Ew li wê derê hin dîtinên xwe li ser ”Vebûna kurd” tînin ziman û balê dikêşin ku hê proje yan pêşniyareke çareserîyê nehatiye pêşkêşkirin, ba û bahozek li dora wê tê rakirin. Ew dibêjin ku armanca “vebûn”ê ne çareserkirina pirsgirêkê, lê jihevxistina tevgera rizgarîya Kurdistanê û bi tevayî muxalefeta welatparêz e.

Em di qonaxeka giring re derbas dibin, normal e ku her kurd li ser rewşê dîtina xwe bêje, mewqifê xwe diyar bike.

Lê nenormaliyek balkêş di vê bangê de heye: xwediyên wê mihawele, dîtin û pêşniyariyên kurdên ku wek wan nafikirin beyî ku tu delîl û argumentan bidin, bi îftîra û tuhmetan wek piştgir û parçeyek ji vê siyaseta dewleta tirk a ”vebûna kurd” îtham dikin. Wiha dibêjin:

”Hinek rêxistin û xwendayên Kurd ku xwe wek rewşenbîr didin xuyakirin jî pişta vê sîyasetê digirin; ji bo rasyonalkirina sîyasetên ku bêstatubûn û teslîmîyetê ferz dikin di nav hewldanan de ne; şikandina nîrê kolonyalîzmê û serxwebûnê wek bi zirar û ne mumkin didin xuyakirin; ev yek jî bi îbret tê şopandin.”

Hemû rêxistin û kesên ku ew îdîa dikin kî ne, nizanim. Lê yek ji armancên vê bangê nivîsa min a vê dawiyê ya li ser veqetiyan û veneqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê ye. Sedem jî, çima ku min di nivîsara xwe de veqetiyana kurdan a ji Tirkiyeyê gelek dijwar, biêş û jan dît, min tesbîtek kir ku di rewşa nuha a globalîzebûyî ya dewra agahdariyê de beyî ku kurd veqetin dikarin bigihîjin azadiya xwe û mafên wekhev ên li gel tirkan. Heta min nivîsî ku li Tirkiyeyekê ku gelê kurd bê naskirin, maf û azadiyên wî bên qebul kirin û di maf û derfetan de ew bibe wekhev li gel gelê tirk, ê ji bo kurdan bifêdetir be ku ew ji Tirkiyeyê veneqetin.

Bang, behsa van tesbîtên min û argumentên wan nake,  bi tewrekî asxerî yê heysiyeta ronakbîriyê bi argumentan bersiva wan nade. Ew bi hêrseka koviyane îftîrayan dike bingehê şêla xwe, goya nivîs ” şikandina nîrê kolonyalîzmê û serxwebûnê wek bi zirar û ne mumkin” dide xuyakirin, goya ji bo rasyonalkirina siyasetên ku bêstatubün û teslîmiyetê ferz dikin hewl dide, goya pişta siyaseta dewletê digire.

Yên ku nivîs xwendibin karin bi asanî bibînin ku li wê derê mihaweleya ”rasyonalîzekirina siyasetên ku bêstatubûnê û teslîmiyetê ferzdikin” nîne, bi vacayî, di seranserê wê de behsa têkoşîna bidestxistina maf û azadiyan li ser esasê ku kurd wek gel bibin xwedanê hemû dezgeyên dewletî yên ku wan li gel tirkan bike xwedan maf û derfetên wekhev heye. Di wê nivîsê de take gotinek nikare bê dîtin ku ”şikandina nîrê kolonyalîzmê bi zirar û nemimkin” bibîne.

Nivîseka ku behsa wê têkoşîna li hember kolonyalîzmê, îmha û asîmlasyonê ye, tenê çima ji dêvla cudabûnê ew daxwaza jiyaneka mişterek a wekhev a li gel miletên din dike, dibe mixatabê îftîra û buhtanan.

Îmzakirên vê bangê, kesên ku li gor dilê wan nafikirin goya ji bo piçûk bixin wek ”xwendayên ku xwe rewşenbîr dibînin” wesif dikin. Xwendayî ne meziyeteka hindik e, bêyî xwendin û zanînê, ne ku meriv nabe ronakbîr, qismetê xwe ji gelek nirxen însanî jî nastîne.

Mîtroya pîvana rewşanbîriyê jî ne mimkin e ku di destê cemaeteka aşûreyî ya tevlîhev de be ku, pirraniya wan ji analfabetên xwenezan, hin alfabetîzebûyiyên asosyal û mejiyên bermayiyên şerê sar, hin sermiyanxawariyên ku kî bûk be ew berbûrî ne, hin cemaetên dost û ehbab û yar, hin pîjkir û tûjkirên xirabkar û mixabin hin ronakbîrên ku meriv digot qey xwedan aqlê selîm ê ji xirs û hissiyetê bêpar in.

Dinya gewrik e, her awe însan lê dijîn; hin dikarin nexwazin bi şevûrojan ji xewn û xeyalên xwe hişyar bibin. Hela hin ji van (şukur ji Xwedê re) wek Enwer Paşayê osmanî yê li ser riya Turanê ordiyek mezin jî di bin emrê wan de tune ye ku ew hemuyan telef bikin. Şukur ew nikarin take çekdarekî jî li pey xewnên xwe derxin çiyan. Loma bira dewam bikin xewnan bibînin.

Lê li vî welatî, hin kesên hayjêhebûyê du sed salên têkoşîna gelê xwe ya biêşûjan û qirkirinan dagirtî jî lazim in, da karibin serê xwe pê biêşînin gelo çima tevî 40 hezar kuştiyên têkoşer û 17 hezar telefkiriyên failnediyar ên van 25 salên dawiyê, take buhustek erd jî nehat rizgarkirin, çima mesele hat, tûşî vê qonaxa îro bû. Lazim e hinek jî serê xwe bîêşînin ku êş û jana dayikên vî welatî çawa dikare bê sivikkirin, keda têkoşerên vî welatî ya du sed salan çawa dikare wek destkeftîyên (qezencên, karên) rasyonel li vî gelî vegere.

Nabe em hemû di xewên şêrîn de berdewam kin ji xwe re xewnan bibînin.

ŞİROVE

Aşîtî Xwazek

Daxwuyanîyê bê talîh di her dem û serdem ê de tê dan mixabin.Kekê Mûrad li ser ne rîn û nîrxandinê te ez nikarim tiştekî bibêjim.Lewra ew nerîn û nîrxandinê tene Di gelek waran de ez ne ligel teme.Lê ez wek kesekî serbixwe dixwazim tu nerînê xwe her demê bîne ziman.Di nerînê te de ez bi xwe car carna uslubek nexweş têde dibînim.Ne wek hinek ji mirovê ku ji ter e şîrove şandine ku xwe di nava xeyalade vedigevizînin.Li ser hemi nerînê xwe wek zilamê jêneger,pîr,pak û çak dibîne.Wek ku cîhan wan avakiribe pêwîste herkesê ku çi tevgerê dike ji wan bipirse û di bin hîmaya wan de tevbigerin.Xwedîyê vê tevgêrê bi radestbûnê û bi hevkarîya dij min re tawanbar dikin.Lê di warê rêxisti nî de nikare du camêra bînin ba hev lê tê ser peyvê jî di manqilê de xwelîyê na hêle.Kirin û gotin hev girtin/Ew watedar dibe.Yanî gotinê xweş bi emelê baş watedar dibe.Ma ev tevgêra îro ku li ser piya ye ne bi xêra vî emelê xwe xwe da jiyandin.Wek Zanyarekî Alman gotîye”Ji gel hezbike û xwe bi gel bide hezkirin lewra ew dijî û dide jiyandin.”Em rexnê xwe bikin lê ne bi heqaret.Eger heqaret be bila tu zanibe ji çavê gel nareve.Ter cîh aweye….Silav û rêz

Şemseddin Işıklı

Ez jî yek ji imzekerên wê daxwiyaniyê me. 1_ Ew daxwiyanî alaya tevgera azadiya Kurdistanê bilind dike. Mafê serxwebûna neteweyê kurd bi awayeke zelal diparêze. Xewn û xeyala wê daxwiyaniyê kurdistaneke azad û neteweyekî serwer li ser axa xwe ye. 2_ Ew daxwiyanî entegrasyon, sînorên çêkirî ku kurdistanê perçe kiriye û li ser navê realîstbûyînê serîdanînê(teslîmiyetê) red dike. 3_ Sîstema serweriya tirk, ji bo ku ji krîzê rizgar bibe dixwaze careke din kurdan bi gotinên vala bixapîne û serweriya xwe bihêztir bike. Ev daxwiyanî bal dikêşe ser wê qasî ku pêwist e herkes di vê pêvajoyê de hişyar û hestiyar be. Loma di dîrokê de hergav kurdan di demên wiha de mafên xwe winda kirine. 4_ Di rastiyê de xewna sîstema serweriya tirk jî ew e ku asîmîlasyonê (bi navê nû entegrasyonê) bibe serî û li cîbicîkirina xewna xwe digere. Şer di navbera du xewnan de ye. Yên ku bi sîstema serweriya tirk bawer dikin an di wê sîstemê de li çareseriyan digerin ne realîst in, xwexapandker in. 5_ Ji ber çi Murad Ciwan ji vê daxwiyaniyê hêrs bûye û dijûnan dide min hîn jî fêm nekiriye. Min rêzenivîsên wî hemû xwendibûn û hemû argumantên wî ji bo entegrasyonbûyînê yek bi yek in. Bi qasî ku min fêm kiriye Murad Ciwan bi zelalî entegrasyonê diparêze. Û jixwe bi xwe dibêje ev e ku deh sal in ew bi vî awayî difikire. Helbet ew entegrasyonê bi lêv nake ji mesajên wî ew derdikeve. 6_ Ez biwxe, ez ê li dij entegrasyonê şer bikim. Ez ê li hember kes û aliyên ku dixwazin îpotek danine ser qedera neteweyê kurd şer bikim. 7_ Heke ji bo vê Murad Ciwan dijûnan li min dide bi dilê xwe ye. Lê ez ê qet terbiya xwe xera nekim û şerê xwe bidomînim. Ji bo kurdan ji bilî azadiyê tu tişt ne çêtir e. 8_ Yek ji teorîsyenên entegrasyona nûjen yê sîstema serweriya tirk Taha Akyol e. Referansekî wî Orhan Kotan e. Bi vê rêzenivîsa Murat Ciwan referansekî wî jî zêde bûye. Heyfa min bi vê tê. Ev jî bextreşiyeke miletê kurd e.

Evdirehman Onen

Kek Mûrad, di bersîva ji bo kek Malmisanij de,tu dibê ku;”min heqaret li tu kesê nekir” Di paragrafek nivîsa te de ya di derheq banga 119 kesan de min ev heqaret tesbît kirin: “Aşûre, analfabet, xwenezan, asosyal, mejiyên bermayiyên şerê sar, sermiyanxawar, berbûrî, cemaetên dost û ehbab û yar,pîjkir û tûjkirên xirabkar, ronakbîrên bêaqil, ji xirs û hissiyetê bêpar.” Gelo hek te heqaret bikira teyê ji me re çi bigota? Hek ev gotina te ne haqaret, tesbîtên “zanyarî” be, wê gavê ka analîza xwe firehtir û kûrtir bike, em kî analfabet, xerabkar û hwd. in? Me li gor heqaretên xwe bi nav bike ku em jî bi xwe zanibin. Hek tu vêya nekî, ev hemû heqaretên te, bi 2-3 qatan li te vedigerin.

Baran Rizgar

Te li me kir wek gotina Melle Nesreddîn, ku dibêje ez li kuderê dixim, deng ji kuderê tê. Ma te mejîyê xwe xwariye, heyran? Tu xwe çi dîhesibînî, me çi dihesibînî? Çima ewqas kes karûbarê xwe berdin û ji bo nivîseke te ya ji rêzê ve û bê orîjînalîte, û ku şerê xeyaletan dike, daxuyanîyan bîweşînin? Çi be derdê te, ji xwe re bi awayekî din tatmîn bike, tu û nivîsên xwe yên adetî ne mijarên me ne, ne jî hêjayî analîzan in. Daxuyanî li kuderê dikeve, bihêle bila deng ji wê derê were. Baran Rizgar

Mûrad Ciwan

Merheba Malmisanij Şiroveya te bi awayekï kesnedî ez ecêbmayî hiştim. Min niyet tune ku ez bersiveka dirêj bidim. Yek; min heqaret li tu kesê nekir, tenê hin tespîtên xwe li ser dîtin û karûbarên hin kesan, belkî bi zelaliyeka eşkere nivîsî. Ew jî piştî wê yekê ku tenê ji bo wek we nafikirin, we ez jî tê de hin rêxistin û kesên kurd bi piştgir û plangêrrên dewletê îtham kirin. We bi xwe ew wek kesên alfabetîzebûyî yê ne-ronakbîr nîşan dan. Du, tu di vê şiroveyê de li ser heqareta xwe pêşdetir diçî û dîtin û xebatên min û yên hin kesên ku ne mimkin e bên ba hev, dişibînî hev. Bi a te be Îsmail Beşikçi jî yek ji wan kesan e ku tu binav dikî. Min niyet tune ez bixwazim bi wê hêsaniya ku te di xwe de dîtiye heqaretan li te vegerînim. Lê ez karim bi dilrehetî xwe mixatabê wan tohmetên hissî û vala nebînim. Çimkî ez dizanim Mûrad Ciwan Mûrad Ciwan e û ne kesekî din. Dîtinên wî, daxwazên wî, tespît û argumentên wî li meydanê ne. Berpirsiyariya ronakbîriyê ferz dike ku meriv bi argumentan bersiva wan bide, ne ku bi hişkiya exlaqê stalînîstî însanan xayin îlan bike. Esas qîmetê hiqûqê hevaltiyeka dûrûdirêj nebûya, min lazimiya dayina vê bersivê jî nedidît. Silav Mûrad Ciwan

M. Malmîsanij

Merheba Murad, Tu bi vê nivîsa xwe heqaret li kesên ku wek te nafikirin dikî. Tu dizanî heqaret hêsan e. Ma kî ji wan kesan nikare heqaretên girantir li te vegerîne? Tu behsa pir zehmetbûna dewleta kurdan, serbixwebûna kurdan dikî. Her kes dizane ku ev tiştekî pir pir zehmet e. Lê zehmetbûn nikane bibe pîvan. Ma ji bo miletên din jî têkoşîna rizgarîyê zehmet nebû? Kîjan milet bi hêsanî rizgar bû? Tiştên ku tu ji bo cihêbûna (veqetiyana) kurdan dibêjî jî ne rast in û ne nû ne. Hem ji alî maddî hem jî manewî fêdeya kurdan tê de ye ku bibin xwedî dewleta xwe. Ma ji bo hemî miletan xwedîdewletbûn baş e, tenê ji bo kurdan ne baş e? Xêr e? Berpirsiyarên dewletê, kemalîst û faşîstên tirkan ji zû de –bê guman bi mebest û îfadeyên cihê- vî tiştî dibêjin. Hîn di salên bîstan de Zîya Gokalp û gelek îdeologên tirkan digotin “kurd nikanin bê tirkan bijîn”. Kurd dikanin bê tirkan bijîn û ji bo wan baştir e ku bibin xwedî dewleta xwe lê di konjonktura îro de şert ne musaîd in, hêza me têr nekiriye; ev tiştekî din e. Ev zehmetîya îro nikane bibe sebeb ku em dev ji heqê dewletê û avakirina dewletê berdin. Tu tiştekî din jî ji bîr dikî. Tu dibêjî “Nabe em hemû di xewên şêrîn de berdewam kin ji xwe re xewnan bibînin”. Gelo ew wekhevî û yeksaniya kurd û tirkan a ku tu behs dikî ne xeyal e? Ma tenê heqê te yê xeyalkirinê heye? Me bi çavê xwe dît ku gelek xeyal, hetta tiştên ku meriv xeyal jî nedikirin bûn rastî. Ma kîjan hevalê te, hevalê Ocalan û hevalê Orhan Kotan bawer dikir ku hun di “axirê jiyana xwe” de ewqas “realîst” bibin? Ma hevalên Şukru Mehmet Sekban bawer dikirin ku ew dev ji îdealên xwe berde û rabe pesnê Mistefa Kemal bide, bêje ku kurd tûranî ne. Camêr jî digot ez realîst im, digot min ji bo fêdeya kurdan ev tişt nivîsîn. Loma gava ku min nivîsa te xwend ev hatin bîra min. Bi silavên min. M. Malmîsanij

Fuad Onen

1-Ew daxwîyanî ji bo rêzenivîsa te nehat îmze kirin û nehat belav kirin. Raste ku helwesta te di rêzenivîsa xwe de destnîşan kiriye û helwesta îmzekirên daxwîyanîyê ne li heve. Ji ber vê yekê tu dikane wê daxwîyanî yê ji bo helwesta te xwe weke rexne qebul bike û rexne lê bigre. 2-Di nav îmzekerên wê daxwîyanî yê de dibe ku yên rêzenivîsa te hêjayî bersîv dayinê dîtibin hebin. Lê ez bi xwe wê rêzenivîsa te weke erzuhalek muxatab ne dîyar dinirxînim û qet hêjayî bersîvek bi taybet nabînim. Bi sedem ku yên veqetîyana kurdan ji Tirkîye ji bo Kurda ne baş an ne mimkûn dibînin gelekin li vira (DTP,HAKPAR, KADEP, PKK û …). Argumentên wan jî weke yên tene û bi salane ku tên gotin. 3-Lê ev nivîsara te ne bersiv an rexne ye, xebername ye. Di tûrikê te de çi xeber(çêr, dijûn) hene te li pê hev rêz kirine. 4-Ev xebername ya te li temenê te jî, li formasyona te jî, li cî û ked a te yî di nav tevger a azadîya me de jî nayê. 5-Dema min ev xebername ya te xwend, min ji ber te fedîh kir, hêvîdarim ku tê jî fedîh bike. 6-Ji bo kesên ku difikirin di derheq mijar a azadî ya netewa Kurd de peyva wan heye gelek mijarê niqaşan heye û pêwîste li ser wan nîqaş bikin. 7-Ne ji heqê te ye tu imzekirên wê daxwîyanîyê mehkûmî nîqaşên bê sewîye, bê fêde û beradayî bike. Dîsa ne ji heqê te ye di bin perde ya ku wan heqaret li min kirine tu heqareta li wan bike. 8-Hêvîdarim ku tu li xwe hay bive û ji vê şaşî ya ku ez li bejna te naynim vegere.

Evdirehman Onen

Kek Mûrad,naveroka banga ku tu rexne dike ev e: 1- Hemû tarîfên Komara Tirkîyê (KT) pûç bûne, lewra li tarîfên nuh digere ku hebûna xwe bi wan bidomîne. Hîmê vê “vebûn”ê, bi rotûşên qismî domandina kolonyalîzma li Bakurê Kurdistanê ye. 2- Heke meriv bibêje, erê Kurd hene, lê netewa Kurd, Kurdîstan tune, ev dibe sextekarî. 3- Hin kes, sazî û rêxistinên ku piştgirîya vê sîyasetê dikin; şikandina nîrê kolonyalîzmê û serxwebûnê wek bi zirar û ne mumkin didin xuyakirin; ev yek jî bi îbret tê şopandin. Tu dikarî van mijaran binirxîne, rexne bike, lê tu çima xwe û nivîsa xwe derdixîne hemberî vê bangê û dibe sedemê polemîkên kesayetî? Divê Netkurd, di vê pêvajoyê de hemû derî û paceyên xwe ji niqaş û pêşnîyaran re veke ku em hev fahm bikin.

Bavê Ezet

“çima tevî 40 hezar kuştiyên têkoşer û 17 hezar telefkiriyên failnediyar ên van 25 salên dawiyê, take buhustek erd jî nehat rizgarkirin, çima mesele hat, tûşî vê qonaxa îro bû?” Ma tu nizanî çima bû?! Şerrê ku kontrola wî di destê neyran de be, weha dibe! Wextekî te jî doza seroktiyê dikir! Te çima rê da ku weha li me çêbe?! Tu radibî daxuyaniyê li ser xwe qebul dikî. Tu dibêjî qey ewqas kes top bûne, li dijî te vê daxuyaniyê dane?!

A. Bedirxan

Birez M. Ciwan li 119 kesan heqaret dike. Ew wan bi sifeten nebash analfabet, asosyal, nerewshenbir u hwd binav dike. Bi wan tinaz dike u wan bicuk dixine. Ew 119 sexsiyetenen kurdperwer nekeme M. Ciwan in. Rexne u heqaret du tishten cudane. Dive ew 119 kes bersiv bidine M. Ciwan u li dije heqarete derkevin. A. Bedirxan

Ali fikri ışık

Ku,zimanekî min hebe,Ku, Romanên min hatibin nivîsandin,Ku,Tv î yên min ji deha zêdetîrbin.Ku,20 Wekîlê min hebîn.Ku 99 şaredarî di destte bin. Gelo,ez nîkarîm xewnên ”Xêra” veqetandinê bibînim…Gelo,ku mesele ”qisar û xêra” veqetandin û neveqetandînê be,ez bi serê xwe,bê mûdaxala kesî/an, nîkarîm,bi riza xwe,xewnê xêra veqetandinê bibînim.Ez bîm ew bingeha entelektuelîyê bi min re he ye û ez mafdarîm jî.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: