NETKURD: 2009-09-07 15:34:10
Li ser nivîsa min a berê wek tê dîtin reaksiyonên hişk û cuda tên. Hin di van şiroveyan de, hin di nivîsên cuda de diyar dibin.
Bi tevayî du awe reaksiyon hene:
Yek jê peyvên min ên li ser îmzakiran e, ku hema hema ji alî hemû nas, dost, xêrxwaz û xêrnexwazan tê gotin ku min hemû îmzakir xistine kefeyekê û neheqiyên giran li wan kirine.
Di nivîsa xwe de ez eksê wê fikirîbûm. Min xwest ez bi taybetî nîşan bidim ku yên îmza kirine gelek cuda ne. Helbet min navê tu kesê neda, lê min hin siffet katagorîzekirin. Diyar e baş nehat formulekirin û herkesê îmzakir mesele girt ser xwe. Lê min li wê derê mihawele kiribû ku ez herkesî îtham nekim, kesên bi rastî ronakbîr bidim aliyekî. Min heta ji min hat îdîa berbiçavtir kir ku her kes negire ser xwe, lê diyar e welê nehat fahmkirin. Weka herkes ketibe ber wan îthaman hat fahmkirin. Ya giringtir ne qesda min e, ya fahmkirî ye. Diyar e, çêtir bû ew paragraf baştir bihataya formulekirin, heta bi temamî tunebuya. Çimkî ez dizanim ku ne kêm kes di nav îmzakiran de hene ku di heqê min de wek paragrafa bangê nafikirin.
Reaksiyona duduyê jî ew e, gelek kes dinivîsin ku hedefa bangê ne ez im. Dibe ku qesda hin îmzakiran ne nivîsa min bû, hinan jî nedît ku ew cumle rêzenivîsa min hedef digrin, heta hin îmzakiran nivîsên min tew nexwendibûn.
Lê eşkere ye ku ew paragrafa di bangê de bi awayekî referekirin berê xwe daye nivîsa min. Yên ku ew bang nivîsîn bi qesda nivîsa min tesbîtên xwarê kirin:
(Ji bangê) “Hinek …… xwendayên Kurd ku xwe wek rewşenbîr didin xuyakirin jî pişta vê sîyasetê digirin …… bo rasyonalkirina sîyasetên ku bêstatubûn û teslîmîyetê ferz dikin di nav hewldanan de ne; şikandina nîrê kolonyalîzmê û serxwebûnê wek bi zirar û ne mumkin didin xuyakirin; ev yek jî bi îbret tê şopandin.”
Rojên dawiyê yê ku minaqeşeya veqetiyan û neveqetiyanê kir û behsa “zerar”a veqetiyana ji dewleteka mafnaskir kir û goya “bi îbret hat şopandin (!)” ez im.
Yek ji îmzakirên (û muhtemelen yek ji nivîskarên) bangê çend hefte berê jî bi van mefhûmên di bangê de berê xwe dabû nivîsa min, heta îdîa kiribû ku dewletê rolek wek a Öcalan daye min. Wekî din şirovekir hene li binê nivîsa min a berê, ku nabêjin qesd ne nivîsa min e û tohmetê xwe yên ku ez pişgriya siyaseta dewletê dikim tekrar dikin.
Helbet wê paragrafa bangê tenê ez nekiribûm hedef. Lê yên ku ji ber wan cumleyên min hêrs dibin, divê van heqaretên xwarê yên di bangê de jî bibînin:
-xwendayê Kurd ku xwe wek rewşenbîr dide xuyakirin.
– pişta sîyaseta dewletê digire.
-ji bo rasyonalkirina sîyasetên ku bêstatubûn û teslîmîyetê ferz dikin di nav hewldanan de ye.
– şikandina nîrê kolonyalîzmê û serxwebûnê wek bi zirar û ne mumkin dide xuyakirin.
– em wî bi îbret dişopînin.
Meqaleya min piştî van îthaman hat nivîsîn.
Bi her hal, ev eşkerekirina min a dawîn e li ser vê minaqeşeya bêhedûhidûd. Ez lêborînê dixwazim ji wan kesên ku ji ber formulekirineka bikêmasî dilê wan êşiya.
Min di xeleka 2-yê ya nivîsa xwe de wiha nivîsîbû”…. mafê gelê kurd ê suruştî ye ku ew ji Tirkiyeyê veqete, ji alî teorîk ve jî tu delîl tuneye ku em karibin bêjin ne mimkin e kurd ji Tirkiyeyê veqetin. Pêşveçûnên civakî û siyasî yên cîhanê, tarîxa însaniyetê nîşan daye ku rojekê derfetên tarîxî tên ber her neteweyekî û ew bi saya van derfetan digihê wê hedefa ku bi dehsalan, heta sed salan ji bo wê têkoşaye. Kes nikare bi argumentên ilmî û mantiqî îdîa bike kurd tu carî nikarin serbixwe bin.”
Îroniyek e, yên ku xwe sipartin gotinên eynî wek van tesbîtên di nivîsa min de û ez di sefên dijmin de îtham kirim jî diyar bûn di vê navberê de. Ji bo wan, ne mimkin e ku danustendineka lêborînê di navbera me de mabe.
Leave a Reply