Veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê (dawî)

NETKURD: 2009-08-22 10:59:41

Di vî beşê dawîn ê nivîsa xwe de ez ê pirsê ji alî perspektîfa dawîn; a ”gelo di fêda kurdan de ye ku ew ji Tirkiyeyê veqetin” minaqeşe bikim.

Tirkiyeya ku ez li vê derê minaqeşeya fêde û zerara veqetiyan û neveqetiyana jê dikim, helbet ne ew Tirkiyeya 90 salan e ku heta îro li ser esasê înkarkirina gelê kurd, kêmnetwe û grûbên din ên etnîkî, dînî û mezhebî hatiye.

Tirkiyeya ku ez behs dikim ew welat e ku hêvî ew e ji nuha û pê ve, bi lezandina reformên bingehîn hem ji alî demokrasiya giştî, hem jî ji alî naskirin û cîbicîkirina maf û azadiyên neteweyên bindest û kêmneteweyan; grûbên dînî û mezhebî di destûr û qanûnên xwe de guhertinên esasî kirine da ew bibin welatiyên wek hev ên li gel tirkan, misilmanan û sunniyan.

Hê em di destpêka qonaxeka wiha ya nuh de ne; minaqeşe û gavên van demên dawiyê her çendî hê gavên destpêkê yên nav mij û dûmanê bin jî, îhtîmala ku hêvîyên peydabûyî bi neavêtina gavan bişkên jî, proseseka nuh destpêkiriye. Tirkiye ne ji alî naskirina maf û azadiyên kurdan, ne jî ji alî demokrasiya giştî ve, nema vedigere rojên berê. Tîr ji kevan (kevên) derketiye, dûr an nêzîk ê bigihîje armancê.

Ez qonaxa îro destpêkirî ji du prosesên cuda yên lihevalandî (lefandî) pêkhatî hesab dikim; yek prosesa lihevkirin, an qani’kirina PKK-ê a ji bo çekberdanê û kêşana PKK-yiyan nav siyaseta sivîl, rawestandina şer û opersyonên orduyê li hember kurdan e. Ev proseseka demkurt e.

Prosesa duyê jî ew e ku ji nasîna hebûna gelê kurd û avêtina hin gavên praktîk ên wek TRT-6-ê; vekirina beşên kurdî li unîversîteyan, vegerandina navên gund û bajarên kurdan, rêvekirina bikaranîn û perwerdeya kurdî di warê civaka sivîl û karûbarên bajarvaniyê de (belediyeyan de,) û hwd destpêdike. Ev, gavên gelek zeîf ên destpêkê ne û ê heta li Tirkiyeyê kurd jî bi dezgeyên xwe yên dewletî (îdî ev ê bi awayekî eyaletî, otonomî an federalî be, yan bi awayekï din be, paşeroj nîşan bide), yên bajarvaniyê û rêxistinên xwe yên civaka sivîl bigihîjin asta tirkan, qasî wan bibin xwedan maf û azadî dewam bike. Ev proseseka demdirêj e.

Helbet îro prosesa bêçekkirina PKK-ê, piralî bi vê prosesa dûrûdirêj ve (bi kêmasî bi destpêka wê ve) girêdayî ye. Heta gavên destpêkê ên prosesa dûrûdirêj ku ji nasîna kurdan û dayina hin maf û azadiyan destpêdike, neyên cîbicîkirin, PKK dev ji çek bernade.

Îro DTP û PKK nunerên gelê kurdên bakur in, liberxwedan, mizakere û gotûbêjên wan; huner û dîplomasiya wan ê nîşan bide gelê kurd di vê qonaxa destpêkê de kîjan mafan bidest xe. Ev, dikarin gelek qels bin jî, heta dereceyekê tatmînkar bin jî ji bo gavên destpêkekê. Îdî xêr û guneh di hustuyê PKK-ê û DTP-yiyan de ye, tarîx ê di êbêyê de ji bo van rojan rola wan, xêr û gunehên wan binirxîne; ew ê li ber tarîxê hesab bidin. Lê encamên îro çi dibin bila bibin mucadeleya gelê kurd ji bo mafên wekhev ê her berdewam be. Hêvî ew e ku careka din venegere şerê çekdarî ê wek van 25 salên dawiyê texrîbkar û bi êş û jan; li ser esas û metodên aştiyane ên siyasî û gelêrî berdewam be.

Di vê çarçeweyê de, gava em îro li Tirkiyeyê temaşe bikin, em ê bibînin ku ew ji alî aborî, civakî û şaristaniyê ve gihîştiye astekê ku ne têr bi dilê me be, ne bi temamî di asta dinya pêşkeftî de be jî, ne nizm e jî. Ekonomiya wê bi xurtî buye ekonomiyeka bazara serbest a efektîv a bi dinya global ve girêdayî. Tirkiye li ber endametiya Yekîtiya Ewropayê ye; endama NATO-yê ye. Welatekî mezin ê ji 70 milyon kesan derbas kiriye. Li ser axeka mezin (780 500 km2) a di navbera sê deryayan de ye. Welat bi deryayên xwe, bi madenên xwe, bi çandinîya xwe, bi heywanxwedîkirinê, bi sektora turîzmê, tekstîlê û îndustriyên din welatek e ku ber bi pêşveçûnê diçe. Sermiyangêrriya derve ya global û ya hundur xwedan potansiyel û roleka mezin in. Tirkiye ji alî kultur û şaristaniyê ve jî di asteka ne xerab de ye. Ilim, debiyat, felsefe li gor xwe hatiye derekê; têkoşîna 90 salan a hêz û ronakbîrên demokrat û humanîst, xebata hemû cinsiyetan a pêkhateyên etnîkî, dînî û mezhebî û tebeqeyên civakê Tirkiye ber bi nirxên însaniyetê ve anîne dereka nexerab li gor welatên derûdorê.

Yanî Tirkiye eger ji qeyd û bendên xwe yên wek mesela kurdan, ya grûbên dînî û mezhebî; çi xeyrê mislim, çi jî misilmanên dîndar û elewî bin, mesela Qibrisê, ya pêwendiyên li gel Ermenîstanê û ermeniyan, ya pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê xelas ke, dikare hem ber bi demokrasîyê û Yekîtiye Ewropayê hem jî ber bi ekonomî, civak û şaristaniyeka pêşketî de bi hemleyên mezin gavan bavêje. Ev potansiyel li Tirkiyeyê heye.

Carekê divê em balê bikêşin serê ku, di hatina Tirkiyeyê a vê asta teswîrkirî de para gelê kurd û dewlemendiyên Kurdistana bakur xwedan cihên mezin in. Hebûn û dewlemendiyên sererdê û binerdê ên Kurdistanê, çandiniya wê, madenên wê, çem, av û enerjiya wê lingekî esasî yê Tirkiyeya îro ye. Ev potansiyel heta nuha ji bo rojavayê Tirkiyeyê hatiye bikaranîn. Çavkaniyên Tirkiyeyê ên ku li Kurdistanê heta nuha hatine bikaranîn, di dereceyeka gelek mezin de ji bo çewisandina bi darê zorê û asîmîlasyonê bûne.

Rola têkoşîna gelê kurd û yek bi yek ferdên kurd çi jin, çi mêr, di pêşvebirina demokrasî û şaristaniya Tirkiyeyê, ya ilim û edebiyata wê de gelek gelek zêde ye. Kurdên ku xwe bi vî yan wî awayî kurd qebûl kirine û eşkerekirine jî, kurdên ku xwe wek kurd eşkerenekiribin jî bi rewşenbîriya xwe ya humanîst kedeka mezin dane asta îro ya aborî, civakî û şaristaniyê. Kurdên wek Yaşar Kemal, Bedrî Rahmî Eyyuboglu û Sebahattîn Eyyuboglu , Selahattin Hilav, Yilmaz Güney di dewrên ku negotine ew kurd in jî xizmeteka mezin ji edebiyat, felsefe û şaristaniya Tirkiyeyê re kirine. Kurdên milliyetçî, yên sosyalîst, yên elewî û êzîdî, yên misilman ên dîndar ên ku xwe kurd dîtine an nedîtine, kurdên têkoşerên aştîyane û kurdên çekdarên serên çiya hemuyan, belê hemuyan têkoşîn daye û rola wan di vê asta azadî, demokrasî û şaristaniya Tirkiyeyê de heye. Rola Bedirxaniyan, Nehruyan, Cemilpaşayiyan û Barzaniyan, ya Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Nûreddïn Zaza û hemû hevalên wan tê de ye. Rola Şêx Seîd, Seyid Riza, îhsan Nûrî Paşa û Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî tê de ye; rola Seîd Kirmizitoprak û Seîd Elçî û hevalên wan tê de ye; rola DDKO-yê, KDPyan, PSK-ê (DHKD), KIP-Pêşengê (DDKD-ê), Rizgariyê, Ala Rizgariyê, KUK-ê û Kawayiyan tê de ye. Rola PKK-ê, DTP-ê (pertiyên berî wê), rola 40 hezar şehîd û bi 10 hezaran qehremanên lijiyanê ên çekdarên PKK-ê, 17 hezar şehîdên failnediyar tê de ye; rola 100 şarederiyan û bi sedan komele û dezgeyên civakî, organên medyayî û yên ragihandinê, nivîskar û lêkolerên xizmeta ziman, edebiyat û dîroka kurd tê de ye, rola Şivan Perwer, Ciwan Haco û bi sedan hunermendên din tê de ye. Rola gundî, karkir û bajariyên Kurdistanê, ya mamoste, doktor û gelek kesên xwedan meslekên din tê de ye. Welhasil hema hema her kurdî ji aliyekî ve keda xwe xistiye vê asta madî û manewî ya ku îro li Tirkiyeyê heye.

Ev 90 sal in kurdan bi vî awayî li gel netewe û grûbên din têkoşîn daye. Heta îro esas wan cefa kêşaye, îsîfadekirina ji qencî û nîmetên asta aborî, demokrasî û şaristaniya Tirkiyeyê ji îro pê ve destpêdike. Eger kurd ji Tirkiyeyê veqetin ew ê ji hemû wan qezenc, destkeftî û nîmetên vî welatê bi potansiyela xwe ya muazem dide û ev 90 sal in rola wan jî tê de ye, xwe bêpar bihêlin.

Di nav vê Tirkiyeya mezin a bi sê deryayan dorpêçkirî de, herêma herî paşvemayî û îhmalkirî Kurdistana bakur e. Eger kurd veqetin ê wî beşê herî paşvemayî bidestxin û ji wê hebûna muazzem a beşên din ên Tirkiyeyê bêpar bimînin. Ji nişka ve ê Kurdistana veqetiyayî bibe welatekî paşvemayîyê bêparê ji çavkaniyên îndustriyê, ji pêwistiyên jiyanê ên curbecur. Ê bibe welatekî feqîr.

Lê gava Kurdistan li gel Tirkiyeyê bimîne dikare ji wî potansiyelê mezin ê rojavayê Tirkiyeyê, ji deryayan, îndustriya pêşketî û dewlemendiyên din îstîfade bike. Heta îro dewletê xizmet nedianî Kurdistanê, lê îro îdî dewlet û hukumet bi xwe jî qebûl dikin ku divê Rojhilat (Kurdistana bakur) bi çavkaniyên aborî yên zêdetir, bi teşwîq û tazmînatên mezin û bi projeyên dewasa ên wek GAP-ê, yên erdên ji mayinan maliştî bê pêşdexistin, asta jiyanê bê bilindkirin. Gava Kurdistan veqete ê ji van çavkanî, teşwîq û tedbîrên ku Anqere û rojavayê welat dikare pêşkêş bike bêpar bimîne. Asta jiyana civakî ê bi carekê de dakeve wek wan hin koloniyên Afrîkayê yên ku ji Portekîzê an Fransayê veqetiyan û dewletên serbixwe avakirin; Zîmbabwe, Mozambîk, Gîne û yên din…

Lê îdî roja wê hatiye ku bi çavkaniyên rojava û yên Kurdistana bakur bi xwe, ewlewiyetek ji bo wê bê peydakirin û ev beşê Tirkiyeyê hem ji alî aborî û civakî hem jî ji alî şaristaniyê ve bê pêşdexistin.

Gava Kurdistan veqete, ew kurdên ku li derveyî cografyaya veqetiyayî li rojavayê Tirkiyeyê dimînin ku bi milyonan kurd in, yan ê li cihên xwe biminin ku ew tê wê maneyê bi milyonan kurd ji kurdên cografyayê veqetin, yan jî ew qas milyon kurd divê ji metropol û bajarên rojava barkin û bên Kurdistana veqetiyayî. Di herdu halan de jî ê trajediyên mezin rû bidin, ê ji bo civaka kurd bibe kadastrof, ne gelê kurd, ne jî Kurdistaneka veqetiyayî dikare kadastrofeka wiha hilgire.

Tirkiye endama NATO-yê ye. NATO ji bo gelek dewletan faktoreka îstîqrar û ewleyiyê ye. Gelek welatên Ewropayê ji bo ku bibin endamên NATO-yê fedekariyên mezin kirin. Polonya û Bulgarîstanê ji bo xwe bikin endam gelek mihawele dan. Ukrayna can davêje ku bibe endama NATO-yê. Gurcistanê di maceraya xwe ya ji bo endametiya NATO-yê de tûşî êrïşa Rûsyayê bû, hindik mabû serbixweyiya xwe jî wenda bike.

NATO li Rojhilata navîn jî xwedan roleka giring e û faktora îstîqrarê ye. Kurdistana ku ji Tirkiyeyê veqetiyaye ê welatek be ku hem bi orduyên NATO-yê re şer kiriye, dijminatiya wan kêşaye ser xwe, hem jî ê bibe dewleteka li derveyî endametiya NATO-yê.

Kurdên bakur îro di çarçeweya dewleta Tirkiyeyê de gava maf û azadiyên xwe wergirin û li gel tirkan bibin xwedan maf û derfetên wekhev, ev dewlet bi qasî ya tirkan ê bibe ya kurdan jî, kurd ê berdewam di bin baskê wê ewleyî û îstîqrarê de bin ku NATO temîn dike. Ji bo ku kurd jî ê xwedanê dewletê bin, NATO ê ji bo maf, azadî û ewleyiya kurdên perçeyên din û bi taybetî a Herâma Kurdistana Başûr roleka pozîtîf bilîze. Yanî ev endametî ji bo perçeyên din jî ê bikêr bê.

Meseleyeka din, prosesa endametiya Tirkiyeyê a li gel Yekîtiya Ewropayê ye. Yekîtiya Ewropayê projeyeka paşeroja Ewropayê a bihevrejiyana herheyî ye, her ku diçe geş dibe û giringiya wê pirtir derdikeve meydanê. Ew bi her awayî li gel diyardeyên globalîzebûna mirovatiya cîhanê lihevhatî ye. Fektoreka wek hêzeka super e li ser ruyê erdê.

Yekîtiya Ewropayê ji NATO-yê jî giringtir e. Tirkiye bi mizakereyên xwe li ber endametiya Yekîtiya Ewropayê ye û ew gava bibe endam ê rewşeka nipînuh ji alî aborî, civakî, siyasî û şaristanî li Tirkiyeyê peyda bibe. Gelek welat li Ewropayê û Afrîkayê hene ku dixwazin bibin endama Yekîtiya Ewropayê, ji bo wê ew gelek fedakariyan dikin. Kurdên li gel Tirkiyeyê mayî ê bibin welatiyên dewleteka endama Yekîtiya Ewropayê. Endametiya Yekîtiya Ewropayê bi serê xwe ji bo kurdên bakur projeyeka gelek mezin e, ê rewşa wan bi her awayî ber bi başiyê ve biguhere. Ji 20 milyonan zêdetir kurd dibin welatiyên Yekîtiya Ewropayê; ev ê bibe destekaka gelek mezin ji bo hersê perçeyên din ên Kurdistanê. Ev hersê perçe jî ê bibin cîranên Yekîtiya Ewropayê. Vîzyona Herêma Kurdistanê a entegrebûna bi dinya global re ancax bi pêwendiyên li gel Tirkiyeyê û di ser Tirkiyeyê re li gel Yekîtiya Ewropayê dikare rast vegere. Ev hedef ji bo kurdan hedefeka stratejik a milî ye.

Eger Kurdistana bakur ji Tirkiyeyê veqete ê li derveyî Yekîtiya Ewropayê bimîne, ew ê bi xwe re Kurdistana başûr jî li derveyî pêşkeftin û entegrebûna bi aboriya global re bihêle. Perçeyên din jî ê nikaribin ji wan qezenc û nîmeten cîrantiya li gel Yekîtiya Ewropayê îstîfade bikin.

Gava meriv rasyonel bifikire, bi serê xwe endametiya Yekîtiya Ewropayê û ya NATO-yê bi tenê jî bes in ku meriv dewleteka cuda ya serbixwe be jî biçe bi dewleteka endama van herdu hebûnan re bibe yek. Lê eger ji xwe meriv li gel hev be, wê gavê hay hay şayanê tercîhê ye ku meriv yekîtiyê di şertên îradeya serbest û wekheviyê de bi hesasiyet biparêze. Çimkî qenciya miletê me, qedera neslê me yê paşerojê di wê derê de ye.

Li jorê hat diyarkirin ku bi veqetiyanê ê herêma herî paşdemayî ya Tirkiyeyê bibe dewleteka serbixwe û gelek ji çavkaniyên Tirkiyeya îro ên aborî, civakî, kulturî û şaristanî bêpar bimîne. Kurdistaneka ku li gel van, li derveyî NATO-yê û Yekîtiya Ewropayê jî bimîne îhtîmaleka mezin ê nikaribe asta demokrasîya nav dewleta Tirkiyeyê a bi jiyana mişterek hûnayî li gel xwe bibe û biparêze. Dikare ji alî azadî û demokrasiyê ve kêmtir bikeve. Cardin gelek tecrubeyên koloniyên li Afrîkayê ev yek nîşan dane. Çimkî mesela demokrasiyê ne tenê viyana gel e, wê gelek bingehên maddî yên civakî û tecrûbeyên jiyanê jî divên. Kurdistaneka ji Tirkiyeyê veqetiyayî ya li derveyî NATO-yê û Yekîtiya Ewropayê ê wan bingehên maddî yên civakî a ji bo demokrasiyeka pêşkeftî, di dereceyeka gellek mezin de wenda bike.

Kurdistaneka ji Tirkiyeyê veqetiyayî dikare li gel dewleta federe ya Kurdistana başûr têkeve nav konflîktan jî. Kurdistana federe bi biryara parlamentoya xwe yekîtiya xwe li gel Iraqê eşkere kiriye û asoyên ku nuha li ber Herêma Kurdistanê ne, mayina di çarçeweya Iraqa federal de ye. Ew di wê çarçeweyê de dixwaze pêwendiyên xwe li gel Tirkiyeya endama Yekîtiya Ewropayê xurt bike, di çarçeveya projeyên gazê û petrolê de; her wekî di projeya Nabuccoyê de ew di ser Tirkiyeyê re li gel Ewropayê entegre dibe.

Kurdistaneka ji Tirkiyeyê veqetiyayî van projeyan û vê asoya entegrebûnê serûbin dike, darbeyên mezin lêdixe û bi kêmasî paşde dixe heta paşerojeka nediyar. Ev ê bibe problem di navbera herdu perçeyan de. Di şertekî wiha de Herêma Kurdistanê ê hem nikaribe, hem jî nexwaze ji Iraqê veqete û bê bi Kurdistana veqetiyayî re bibe yek. Her wiha îhtîmaleka gelek piçûk e ku kurdên Herêma Kurdistanê ên 4-5 milyon ên xwedan petroleka devasa, bixwazin vê petrola xwe bi Kurdistaneka veqetiyayî ya neatraktîv, ne ewle ya bi 25-30 milyon nifûs re parvekin.

Lê Kurdistaneka li gel Tirkiyeyê a ku miletê kurd tê de hemû mafên xwe wergirtibin ji bo Kurdistana başûr gelek atraktîv e, di hevkariya li gel Tirkiyeyê de, di projeyên enerjiyê û aborîyê de, di karûbarên sermiyangêrrî û bazirganiyê de kurdên bakur palpiştên giring in. Di halekî wiha de Herêma Kurdistanê jî ê ji bo kurdên bakur bibe palpişta mezin.

Ne bê sebeb e, gava li Tirkiyeyê behsa entegrebûna Herêma Kurdistanê (Wîlayeta Mûsilê ya dema osmaniyan) ya li gel Tirkiyeyê li ser esasekî federalî tê kirin (ku wek projeyeka Turgut Özal tê pêşkêş kirin) ji bilî tirkan û kurdan eqaliyetên din ên nav Tirkiyeyê xwe aciz dikin, ditirsin, wê wek tehdîdekê li ser statuya xwe ya nav Tirkiyeyê dibînin. Hin eqaliyet û grûbên etnikî hene ku li Tirkiyeyê di warên burokrasiyê; eskeriyê û îstîxbaratê de; heta di îndustriyê de statuyên taybetî girtine û desthilata ku ji vê statuya xwe distînin di her halukarê de diparêzin, naxwazin wê bi hin grûben din re parvekin. Ew derûdor difikirin ku bi entegrebûna Herêma Kurdistanê re a li gel Tirkiyeyê ê balansa hêza kurdan û di vê çerçeweyê de tifaqa navbera kurd û tirkan, berjewendî û statuyên wan têxin nav xeterê , kêm bikin.

Vê rastiyê gelek grûbên etnîkÎ ên nav Tirkiyeyê dibînin. Lê mixabin kurd nabînin. Îdî roj hatiye kurd jî maneya hebûna xwe ya di çarçeweya dewleta Tirkiyeyê de rasyoneltir binirxînin.

***

Bi vî awayî ez hatim dawiya zincîre nivîsara xwe ya li ser pirsa ku ”gelo veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê kar e yan zerar e”.

Min xwest ez bi hin argumentên îlmî û waqî yên di çarçeveya zanîn û tecrubeyên xwe yên 40 salên têkoşînê de bidim nîşandan ku veqetiyana kurdan a ji Tirkiyeyê hem gellek gelek dijwar e; bi êş û jan e; di wê dereceyê de hema hema ne mimkin e, hem di şertên cîhana nuh a global de ji bo bidestxistina azadîyê ne pêwist e ku ew qas êş û jan bê kêşan û veqetiyan bê armanckirin, hem jî îhtîmaleka mezin, veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyeka ku wan mefên xwe tê de wergirtine ji bo wan bi xwe zerareka gelek mezin be . Fêda kurdan ne ji alî kurdên bakur tenê ve, lê ji alî kurdên hemû perçeyên din jî di wê de ye ku ew li gel Tirkiyeyeka azad, demokrat a ji pir-netewe û pir-kulturê pêkhatî bimînin. Min xwest ez bêjim divê kurd van rastiyên qonaxa îro ên li dora xwe li ber çav bigrin û siyaseta xwe li ser vê waqiiyetê ava bikin, rasyonel bifikirin.

Helbet di reweşeka wiha de qani’kirin û piştrastkirina tirkên ku ditirsin ê Tirkiye perçe bibe li ser milên kurdan e jî. Ne bes e ku kurd çi dixwazin. Ya ji wê giringtir ew e ku kurd bi tirkan bidin fahmkirin ka ew çi dixwazin, daxwazên xwe bi wan bidin qebûlkrin.

Maneya esasî a pêwendiyên (komunîkasyon û diyalogên) di navbera însanan, civakan, dezgeyan û dewletan de ne ew e ku peyamder (mesajder, li vê derê kurd) çi dixwazin, ew e ku peyamgir (mesajgir, li vê derê tirk) çi fahm dikin ji wê peyamê.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: