NETKURD: 2010-07-10 13:58:51
Di nav kurdan; heta, dost û dijminên kurdan de gotineka pirr belavbûyî heye: ”Kurd ji bo doza xwe bêkêr, lê ji bo ya xelkê şêr in.”
Ev gotin wek encama tecrubeyên salan ên dîrokê tên bilêvkirin, ku goya kurdan ji ber cahiliya xwe di seransera dîrokê de gelek caran maf û berjewendiyên xwe yên esasî nas nekirine, serok û rêberên wan ên keysperest jî ew pêşkêşî daw û doza xelkê kirine.
Ji bo buyerên derbasbûyî yên tarîxê çend rast in; dikare bê minaqeşekirin, lê di qonaxa îro ya Kurdistana bakur de a ji bo referanduma guhertina destûra Tirkiyeyê, ew biryara ku BDP-yiyan wergit bi her awayî li vê gotina meşhûr tê. BDP-ê biryar da ku di referandumê de xelk wê boykot bike û ew neçin ser sindoqan .
Biryara BDP-ê a ku xelk di referandumê de neçin ser sindoqan, ne biryareka nepayî bû, kes ji ber wê matmayî nema. Hê di destpêka prosesa guhertina destûrê de gava maddeyên guhertina destûrê li parlamentoyê dihatin mizakerekirin parlamenterên BDP-ê di dema dengdanê de sindoq boykot kir û ew derketin dervayê parlamentoyê.
Tenê carekê di dema maddeya dijwarkirina daxistina partiyên siyasî de (maddeya 8-ê ku ket) di tûra yekê de 5 parlamenterên BDP-ê ji bo ku di AKP-ê de ê dengên têrkirî derneketana, çûn dengên ”ERÊ” dan vê maddeyê. Ew pê re pê re tûşî êrîş, tehdîd û heqaretên Abdullah Öcalan bûn; ji wê rojê pê ve wan xwe dûrî prosesê girt, li parlamentoyê madde bi made guhertin boykot kir, nuha jî ji xelkê kurd dixwazin ku ew neçe ser sindoqan û deng nede guhertinên destûrê.
Gelo ev maddeyên guhertî yên destûrê li dijî berjewendî, maf û azadiyên gelê kurd in ku BDP-ê ev biryar da? Na, pakêta guhertinê tevî hemû kil û kêmasiyên xwe, guhertinên gelek muhîm di destûrê de dike.
Eger maddeyên nuh di referandumê de bên qebûlkirin di şerê li hemberê ergenekonî û statukoîstan, Dadgeha Bilind a Destûrê û Desteya Bilind a Dadwer û Dozgêrran (HSYK) de serkeftinên giring ê bên bidestxistin, ji alî maf û azadiyên welatiyên Tirkiyeyê; rakirina desthilatdariya dadgehên eskerî, qelskirina wesayeta orduyê, berfirehkirina mafên rêxistinî yên karmendên dewletê, bilindkirina mafên jinan, ên zarokan; rakirina qedexeya li ser berdadkirina berpirsên darbeya 12-ê îlonê de gavên hêja bên avêtin.
Guhertin ê rê û derfetên welatiyan zêdetir bikin da ew di têkoşîna geşkirina demokrasiyê de, ya bidestxistina maf û azadiyên kurdan, mînorîteyên dînî, mezhebî û etnîkî ên Tirkiyeyê de zûtir biserkevin.
Redbûna pakêtê tê wê maneyê ku cendera destûra 12 eylulê li dor welatiyan jidandî bimîne, îcazet û tehdîda Dadgeha Destûrê a li ser parlamentoyê û partiyên siyasî wek gurzekî her liba bibe, darbekirên 12-ê eylulê neyên berdadkirin, maf û azadiyên xurttir nebin para welatiyan.
Tevî wiha, çawa BDP dikare ew qas eşkere li hemberê berjewendî, maf û azadiyên millet raweste, boykotê derxe pêşberî gelê kurd, daxwazê jê bike ku ew bivir li çoka xwe xe?
BDP-ê riyek daye ber gelê kurd ku ew ê ne ji bo xurtkirina têkoşîna xwe, ne ji bo kurtkirina hedefa xwe, lê ji bo CHP-ê, MHP-ê, ergenekoniyan, sivîl û eskerên statukoxwaz tê de bimeşe. Çawa wiha dibe? Çawa rêberên ku bi saya qurbanî û fedakaryên ew qas mezin ên vî miletî hene, dikarin ji milletê xwe; ji berjewendî, maf û azadiyên wî ew qas dûr bikevin?
Tiştekî veşartî nemaye, her kes dizane ku BDP ne ji bo ku ev madde li dijî berjewendiyên gelê kurd in biryara boykotê dide, ji ber ku Abdullah Öcalan ji vê partiyê wiha xwestiye , bivê nevê ew mecbûr e vê biryarê bide.
Biryar encama sîstemeka totalîter e ku” serok” di bizavê de her tişt e, yên mayî ne tu tişt in ji bilî teb’atiyê; qûl û koletiyê. Di sîstemê de teb’ayan îradeya xwe bi her awayî teslîmî ”serok” kiriye, sîstem bi wî awayî hatiye avakirin ku ew li her awe îradeyên ferdên azad û xwedan mafê wek hev girtî ye.
Di vê sîstemê de gava biryara BDP-ê hatiye stendin berjewendî, maf û azadiyên kurdan li ber çav nehatine girtin, ew ne biryara endamên azad ên xwedan mafên wekhev ên vê partiyê ye, lê li ber fermana Abdullah Öcalan a ”îtaetkariya mutleq” teslîmiyeteka berpêşkirî ye.
Biryarderên vê biryare di esasê xwe de bingehên hebûna xwe ji delegeyên BDP-ê û hilbijêrên Kurdistanê nastînin, ew bi fermana ”serok” hatine wî ciyê ku lê ne. Loma gava biryarê didin ne ku milletî û mafên wî, lê ”serok” û berjewendiyên wî difikirin, hetta ew mehkûm in ku wiha bifikirin, wiha tevbigerin.
Mesele tenê bi vê nemaye; diyardeyeka din jî heye, ne ciyê baweriyê ye ku li ser ruyê erdê bi wî awayî di nav millên din ên xwedan sîstemên herî totalîter jî hebe; Ew jî ew e ku; kutleyeke siyasî îradeya xelkê xwe xesp kiriye, ew tevî îradeya xwe teslîmî ”serok” kiriye, torra heyî ya bin ”esareta serokatiyê” rê vekiriye ku di biryarên here startejîk ên heyatî de jî îradeya ”efendiyê mezin” xwe li ser temamê sîstemê ferz bike. Bi gotineka din îradeya sîstemekê ji serî heta binî hatiye xesandin.
Ji ber vê ”îrdeya xesandî” BDP dixwaze ku di referandumê de ”kurd ji bo doza xwe bêkêr, lê ji bo ya xelkê şêr bin”.
Ev ucûbetî ew qas eşkere ye ku diyar e cara pêşiyê di dîroka têkoşîna vê tevgerê de ji serî heta binî serê însanan tevî hev buye, ew tengijî ne, kûr kûr difikirin ku tiştek ne lirê ye, diviya ne wiha buya.
Hêvî ew e ku ev ”kûr kûr fikirîn” çirûskekê di mejiyê xelkê kurd de pêxe, bike ronahiyeka pirşengdar û wî bigihîne wê encamê, da bêje ” ew qas jî nabe”, biçe ser sindoqan û dengê ”ERÊ” bide pakêta guhertina destûrê.
Çimkî ev pakêt, erê, ne tam li gor dilê kurdan e, azadiya ku ew li pê ne pêşkêşî wan nake, lê bi her awayî; bi temamiya maddeyên xwe di berjewendiyên gelê kurd de ye, têkosîna wî ya ji bo azadiyê bihêztir, riya xelasiyê asantir û kurttir dike.
ŞİROVE
Aram
Pirsa heval Hesen pirseki di cih ye; di we zagoneda çi berjewendi heye bo gele kurd? Mafe perwerde ye zimane zikmaki heye? Xistina baraje hilbijartine heye? Hele hele qet kala kurdan dikin? Na, na û na. Wa zagon bes ji bo parastine AKP derxistin. BDP gelekî peşniyar da bo mafen kurdan le AKP gudhari BDP nekir u ket nexwest mafen kurdan ji biparezin. BDP çima zagone wan biparezi? Di we referandumeda sê alî heye; E ku dibjien “Erî” û sentesa musilimantiya tirkitî dikin; AKP, BBP û SP E ku dibejîn “Na” sentesa nijadparestiya tirkitî dikin; CHP u MHP E ku referandume boykot dikin u ku welatparezen kurdin; BDP
Elike Dero
Rezdar Murad Kurd ji Xwere ne bekerin.le Em ne Mecburin ixaneta Imrali u Hevkaren Imrali BDP u Generalen TCe ji Kurdare bikin Bekeri.Ger Rew§enbir u Siyastmedaren Kurd Nikarin Nave Mijare birasti Dinin Ica Nav Bikin Kurd Ji xwere Bekerin ji Dujminre §erin Ev Neheqiye li Kurda. Silav.Ciyaye Mazi.
Mehmet Acil
Keko Hesen ê li jêr şîrove kirî, ez ji te re tiştekî bêjim: Keko can BDP ji bona gelê Kurd çi xwestîye? Ka ji birayê xwe re bêje. Ez heyran, BDP ji bona Ala Tirk bi partîyên din şer dike û bang dike dibêje “Ev ala meye alameee” ne wûsa? Madem ew wê ala ku sembola ixaneta bi gelê Kurd re hatiye kirine û vê alê dipejirîne û madem BDP Demokrate çima naxwazin ku leşkerê xwîn rêj di dadgehên sivîl de bêne darizandin? Çima naxwazin? Ka ev madde ne bese ji bona “erê” gotinê. Ez heyran, hemû madde wusa ji demokrasîya Tirk re başe. Lê belê Ez bi xwe Ala Tirk çi cara naparêzim û rêz girtîyê lê nakim û ez dabeşkarim yanî bi zimanê BDP ê ez ‘Bölücü’me bölücüyekî demokratim dîsa jî ezê herim dengê xwe bi ‘ERÊ’ kar bînim!”
rizgar
Berz murad selaw. Degel buchoneket nim. Debi vek kurd tegeshtenet hebit le ser rudavekan. kak Murad, be terseve le neyaran mervane.
Hesen
Biréz Mûrad Ciwan, ji kerema xwe re ka dîyar bike de di vé madeyé de çi berjewndî ji bo kurdan hene?
Musa OK
Brêz Murad destêwe û qeleamwe herhebı. BDP li gor qriterê partı ya jı,ji partıtıya sıyası gellek dûre, ji ber ku tu caran bi biryara biryardarên partıya xwejı nikaribıye pê bavêje.hemmı biryarêwan ji ımraliy^tên. a dudoyanjı ; ev biryarên ku ne li gor berjewendıyên gellê kurd û demokratıze buyına Tırkıyê têne stendin û tên pêk anın, ne tesadufin. bi zanatî gellê kurd bê armanc hat xistin û bitêkilıyên tarı sıyaseta xwe liser bingehaxwe a sosyolojık kû 25 salin avakirine dimeşınin. slav û rêz..
Leave a Reply