Seksa Baykal, Suîqesda Sarigul

NETKURD: 2010-05-10 10:16:49

Çend roj in Tirkiye bi kaseda seksê a Denîz Baykal û sekretera wî ya berê û parlamenera nuha a CHP-ê Nesrin Baytok diçelqe. Vîdeoyeka pêwendiyên cinsî yên herduyan hat belavkirin. Hin dibêjin a çend sal berê ye, hin dibêjin ew 8 salan kevn e, hin umrê wê digihînin 10-12 salan berê

Yanî di wê dereceyê de kevn e ku ne ancama mihaweleyeka Ak Partiyiyan, an hevrikên Deniz Baykal a ji “cebheya esasî ya esasî” ye. Baweriya hema hema hemû derûdorên siyasî ew e ku ew ji bal hin navendên cepheya Deniz Beykal bi xwe hatiye servîskirin.

Gellek balkêş e, di medyayê de ew derûdorên ku wek ragihandina terefdarên hukumetê tên naskirin, yan bêdeng in, nuçeyê bê şirovekirin didin, yan jî bi tundî servîskirina kasedeka seksê “ji bo matkirina raqibê xwe yê siyasî” mehkûm dikin.

Lê li aliyê din, yên hê roja ewil bi dengekî bilind û bi “hêsirên tîmsahîn” cih dan nûçeyê û pê re pê re jî eşkere kir ku bi vê buyerê re Baykal îflas kir, divê ew derhal îstîqlala xwe bide û ji siyasetê vekişe ew rojname ne ku di cepha wî de, di ya statukoyê de ne, piştgiriya Eregenkonê dikin û mixalfeteka bêperwa li hemberî hukumeta Ak partiyê û guhertinên ku ji bal wê ve tên kirin dimeşînin. Yanî rojnameyên Hurriyet, Milliyet û Vatanê û tvyên CNNTürk, Kanal D û Starê. Ev hemû jî organên ragihandinê yên Holdinga Gurûba Dogan in ku xwediyê wê Aydin Dogan e…Heta di nav wan de Hurriyet wek “gemiya amîral” a vê grûbê tê dîtin ku her çendî xwediyê wê Aydin Dogan e jî ew bi îdareya xwe, bi heyetên xwe yên îstîşarî û bi torra xwe ya rojnamevaniyê di bin kontrola eskeran û statukoîstan de ye.

Video kevn e, lê ji bo biserxistina planeka germa-germ a roja îro hatiye pêşkêşkirin. Di hefta dawî a vê mehê de kongreya CHP-ê heye. Tê îdîa kirin ku navendên herî xurt ên ji cepheya siyasî ya Baykal (heta hin dibêjin dewlet, yanî esker û ergenekonî bi xwe) îdî di wê baweriyê de ne ku bizava wan di warê siyasî de bi serokatiya Baykal nema dikare zora Erdogan û Ak Partiyê bibe. Tevî ku wî di riya xizmetkirinê de, ew qas zor da xwe, xwe çirand jî, statukîst gihîştine wê qenaetê ku divê zûtirîn wext Baykal bê tasfiyekirin, da yekî “taze” bê ser CHP-ê ku karibe di hilbijartinên piştî salekê de ba û bahozekê rake, partiyê rake pêdare û Ak Partiyê ji ser hukum daxe. Qet nebe dengên wê bîne wê dereceyê ku Ak Partî bi serê xwe nikaribe bibe desthilatdar, mecbûr be bi hinekan re têkeve koalisyonê.

Hê rojekê piştî servîskirina kasedê berpirsên CHP-ê derketin civîneka çapemeniyê. Herkes li bendê bû ku ew di vê behsê de daxwiyaniyekê bidin û meselê zelal bikin. Lê berpirsan qet behsa kasedê nekir, ji dêlvê ve îdîayeka nuh enî rojevê. Wan got li gor agahiyên ku ewleyiya îstanbulê di nîvê meha nîsanê de daye wan, serokê Tevgera Guhertinan a Tirkiyeyê Mustafa Sarigul bikujek kirê kiriya da Denîz Baykal ji herdu çokan de bi gulleyan birîndar bike. Goya ji bo vê jî 300 hezar lîra pêşin dayiyê, piştî temamkirina kar jî ê 450 hezar lîra bidaya bikuj.

Mustafa Sarigul raqibê siyasî yê Deniz Baykal e. Berê di CHP-ê de bû, xwest têkeve şûna Baykal, lê Baykal ew tasfiye kir. Ew nuha serokê Beledeiyeya Şîşlîyê a Îstanbûlê ye. Tevgerek bi navê Tevgera Guhertinan a Tirkiyeyê ava kiriye.

Helbet Mustafa Sarigul red kir ku ew li pişt planeka wiha ye, got CHP-yî ji bo buyera seksê ji ber çavê millet bidin aliyekî îdîayên wiha derdixin.

Gelo çima CHP-ê di rojeka piştî skandalê de ku Tirkiye seranser bi wê diçelqe, rabû ev îdîa avêt meydanê. Ewleyiya Îstanbûlê erê, pişt rast dike ku îxbareka li ser suîqesda Baykal ji wan re hatiye, lê wan tu belge û delîlên ciddî bidest nexistiye, wan ji bo selametiyê mesele ji CHP-ê re gotiye û tedbîrên polîsiye li dora Baykal zêdekirine. Ew CHP-ya ku suîqasd û planên ergenekoniyan tevî ku ew qas xwedî belge û delîl in jî qebûl nake, îxbareka bêdelîl û belge îfşa kir û îdîa kir ku Mustafa Sarigul li pişt vê suîqesdê ye. Gelo çima? Çi pêwendiya van buyeran bi hev heye?

Ji bo hin îdîa û îhtîmal zelal bibin û bên fahmkirin, çend şop û diyarde hene divê bên bibîrxistin. Yek jê, divê bê zanîn ku Mustafa Sarigul jî wek Aydin Dogan erzincanî ye, wek wî bi derûdorên dewletê re xwedan peywendiyên germ e û pêwendî û hevkariyeka xurt di navbera herduyan de heye.

Payiza derbasbûyî gava behsa bizûxistina hilbijartinên Tirkiyeyê hat kirin, Mustafa Sarigul dest bi bizaveka xurt a siyasî kir, li gelek bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê xwepêşandan lidarxistin, komên cemawerî yên berbiçav li dora wî hatin civandin. Heta Hikmet Çetin ê ku ji siyasetmedariya xwe jî zêdetir wek burokratê dewletê ê sadiq ê kurd tê naskirin jî li rex Sarigul derket ser kursiyan, dest li qelebalixan hejand, ji bo Sarigul bû referansa pêbaweriyê.

Sarigul Eşkere kir ku ê Tevgera Guhertinan a Tirkiyeyê bike partiyeka siyasî û têkeve hilbijartinan. Lê piştî hêviyên hilbijartinên bizûxistî temirîn bizava Sarigul jî sist bû û ket xewê.

Wê demê hin agahî derketin ku Aydin Dogan li pişt fînansmana tevger û xwepêşandanên Sarigul e. Goya Dogan di wê baweriyê de ye ku CHP-ya bi serokatiya Deniz Baykal ê nikaribe di hilbijartinan de Ak Partiyê ji ser hukum bixe. Wî biryara xwe daye ku piştgiriya Sarigul bike da ew grûbeka xurt têxe parlamentoyê, pişt re ew karibe bibe şirîkê koalisyonê ê Ak Partiyê û hin berjewendiyên Dogan yên sermiyangêrî û medyayî di hukumeta koalisyonê de liberçav bigire. Bi taybetî wî ji dayina wan 4 milyar lîrayên ku wezareta darayî wek ceza dayiyê xelas bike.

Hilbijartinên bizûxistî nebûn, tevgera Sarigul ket xewê, Ak PArtiyê guhertinên destûrê anîn rojevê, bi pirranî biserket, Baykal tevî hemû mihaweleya xwe nekarî rê li ber wê jî bigire. Di dawiya mehê de Kongreya CHP-ê heye, ê di gelek waran de biryar bên dayin, rêvebirî bê hilbijartin, plan û programên nuh bên qebûlkirin, stratejiya hilbijartinên giştî ên piştî salekê bê darêjtin. Pişt re teqrîben di dawiya tîrmehê (temuzê) de referanduma li ser maddeyên destûrê heye. Berî wê şerê betalkirina maddeyên guhertî yên destûrê li pêşberî Dadgeha Bilind a Destûrê… Dozên Ergenekonê yek bi yek vedibin, efserên general û ne general mecbûr dibin diçin îfadeyan didin, tên berdadkirin. A muhîm anket wê sinyalê didin ku Ak PArtî ê di hilbijartinên sala bê de di navbera %30-40 deng werbigire, îhtîmaleka ne zeîf ê careka din bi tena serê xwe hukumetê ava bike.

Yanî ji bo rêlibergirtina Ak Partiyê tiştên ku lazim e bên kirin pirr in û wext kurt buye. Leza statukoîstan heye… Diyar e, divê berî her tiştî Denîz Baykal bê tasfiyekirin, her çendî ew merivê wan ê gelek sadiq e, tu tiştî texsîr nake di xizmetê de, lê ko bûye, nema kar dike, nema encaman bidestdixe. Divê ew bê avêtin, alternatîfeka taze bê peydakirin.

Diyar e ji bal Deniz Baykal û derûdora wî ya CHP-ê ew tespît hat kirin ku statukoîst dixwazin merivê Aydin Dogan Mustafa Sarigul bikin alternatîf. Loma jî wan jî di lîstika setrenca siyasî de, bilezûbez hê rojek piştî kasedê hamleyeka wiha kir ku alternatîfa Sarigul pûç bibe, yanî ji “şah” re tu “halef” nemînin.

Her çendî îfşakirina suîqesda Mustafa Sarigul ji bal hinan wek daxwiyaniyeka bêeleqe ji kaseda seksê hat dîtin jî, muhtemelen pêwendiya wê gelek bi planên darêştî û prosesa lidarxistî heye.

Şûr hatine kişandin, her carê yek hemleya xwe dike bi wê armancê ku serî bên firandin. Leyistik hê taze ket germûgurriya xwe, hê taze bi vê eşkereyiyê û bi vê bêtexsîriyê tê lîstin. Lîstik ne ya henekan e, ya şer e… Lîstika şerekî dijwar, ya bidestixstina desthilatê;  Lîstika “a la turca”,”entrîkayên koşk û serayan”.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: