Komedyaya durûtiyekê

NETKURD: 2009-04-25 22:17:37

 

Serokerkanê orduya tirk Ilker Başbug, di axaftina xwe ya 14-ê nîsanê de li ser mefhûma ”neteweyê tirk” jî rawestiya û tarîfa Ataturk a ji bo ”neteweyê tirk” ji xwe re kir referens; ”Ji gelê Tirkiyeyê yê ku Cumhuriyeta Tirkiyeyê danîye re neteweyê tirk tê gotin”.

Ilker Başbug wiha berdewam kir:

”Yê ku Cumhuriyeta Tirkiyeyê daniye (damezirandiye) kî ye? Cewab, gelê Tirkiyeyê ye. Wek tê dîtin îfadeya gel ya li vê derê, îşareta temamiya gelekî dike ku li ser cografyayeka hidûdên wê diyarkirî –ku ev der Tirkiye ye- , yanî beyî ku bi tu awayî cudatiya dînî û etnîkî têxe navberê , îşareta gelê Tirkiyeyê dike.”

Di rojên piştî axaftinê de hinan ji ragihandina tirk ev axaftin wek qebûlkirina îfadeya ”gelê Tirkiyeyê” ji dêlva ”neteweyê tirk” destnîşan kir û îdîa kir ku ordu di pirsa reh û rîşeyên welatiyên Cumhuriyeta Tirkiyeyê de siyaseteka nuh tîne.

Serokerkaniyê zûbizû midaxele kir û got hin derûdor axaftina serokerkan xeradikin, vacayiyê maneya ku wî qesd kiriye didinê. Serokerkaniyê qesd kir ku îfadeya ”neteweyê tirk” ne li ser esasê yek etnîkî û dînî, li ser esasê gelêTirkiyeyiyê ê ji hemû dîn û etnîsîteyan qebûl bûye, loma divê ev mefhûm bê bikaranîn.

Başbug gelo çima di demeka wiha de ev got? Mesele hişk bestî ye bi minaqeşeyên îro yên ji bo çareserkirina pirsa kurd. DTP yî jî tê de, hin derûdor dibêjin di destûra nuha ya Tirkiyeyê de hatiye ku ”hemû kesên bi pêwendiyên hemwelatîtiyê bi Cumhuriyeta Tirkiyeyê ve bestî, tirk in”, lê ev ne rast e, kurd xwe tirk nabînin. Li gor wan divê destûr bê guhertin, tesbîtên ku hemû welatiyan dikin tirk bên rakirin, tenê ”welatîtiya Cumhuriyeta Tirkiyeyê” bê destnîşan kirin.

Minaqeşeyên heta îro nîşan didin ku AKP jî di nav de siyasiyên tirk û derûdorên biryarder ên sivîl ne amade ne pirpêkhateyiya civaka Tirkiyeyê a etnîkî û dînî di destûreka nuh de cîbicîbikin da eşkere tesdîq bibe ku welatiyên Tirkiyeyê ji gelê tirk, kurd û pêkhateyên din hatine, lê ew dikarin dev ji îdîaya ”hemû kesên bi pêwendiyên hemwelatîtiyê bi Cumhuriyeta Tirkiyeyê ve bestî, tirk in” berdin, bêyî binavkirina pêkhateyan tenê îfadeya ”welatîtiya Tirkiyeyî” têxin destûrê.

Lê bi axaftina Îlker Başbug eşkere bû ku ordu ne amade ye dev ji îfada ”neteweyê tirk” berde, divê ev îfade di destûra nuh de hebe. Ew di vê îfadê de israr dike, lê îdîa dike ku hê ji Ataturk û vir ve tesbîta ”neteweyê tirk” bi maneya ligelbûna kurdan û pêkhateyên din hatiye. Israra orduyê li ser siyaseta kevn a dewletê ye, lê argumentên vê siyasetê, bi bahaneyên hata nuha ji bal orduyê ve negotî yên xapandinê tên pêşkêş kirin.

 

Ez dixwazim bala we bikêşim ser buyereka din ku her di van rojan de di medyaya tirk de li gel axaftina Başbugî hat ku wek komedyayeka îlahî ji sedî sed reda tarîfa wî ya ”neteweyê tirk” dike.

Bi minasebeta germbûna gotûbêjên navbera Ermenîstanê û Tirkiyeyê yên vê dawiyê, krîzekê di pêwendiyên Tirkiye û Azerbaycanê de destpêkir, çûnûhatineka piralî ji alî azeriyan ve rû da, bi vê minasebetê teza taybetmendiyên pêwendiyên van herdu welatan ên li ser esasê ”du dewlet yek netewe”tiyê gelek caran di ragihandina tirk de serî hilda.

Berpirsên Tirkiyeyê û yên Azerbaycanê bi daxwiyaniyan temînatan didin ragihandinên herdu welatan, ku Tirkiye ê dev ji doza Azerbaycanê a li ser Qerebaxê bernede, tu carî gavekê neavêje ku azeriyan xemgîn bike. Herdu alî jî bi vê minasebetê behsa bingehê pêwendiyên herdu welatan ên li ser esasê ”du dewlet yek netewe”yê dikin. Ew bêyî paxafê bi tu kesê bikin dibêjin ‘erê em di nav du dewletan (Tirkiye û Azarbaycan) de dabeş in, lê em yek netewe (millet) ne.’

Ev tez ji bal berpirsên resmî yên bilind ên Tirkiyeyê ve her di van rojan de paralel bi tezên Başbug re tên meşandin. Ew ji me kurdan re dibêjin ”neteweyê tirk” ji wan hemû kesan pêk tê ku di çarçeweya Cumhuriyeta Tirkiyeyê de dijîn, hidûdên cografî yê wî, sînorên Tirkyeyê ne’, ji azeriyan re dibêjin ‘erê em li Tirkiyeyê hûn li Azerbaycanê dijîn, lê em xwe bi hidûdên cografî yên Tirkiyeyê sînor nakin, em û we yek netewe ne.’

Ma ji vê durûtiyê mestir sextekarî, ji vê komedyayê mestir leyistik heye?

Diyardeyeka wiha ya ucûbe ya ku meriv nizane pê bikene, yan bigirî, hew dikare li Tirkiyeyê bibe. Wê Tirkiyeya ku her çivê dide xwe da hebûna xwe ya li ser esasê dekûdolaban, wê statukoya xwe ya li ser êş, azar û bêdadiyê avakirî biparêze.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: