NETKURD: 2010-04-30 23:10:31
BDP di qonaxeka gellek hessas de bi şêleka gelek balkêş tevdigere. Li parlamentoya Tirkiyeyê mihaweleyeka giring a guhertina destûra Tirkiyeyê heye ku Ak Partî li pişt wê ye. Li gel CHP û MHP-ê BDP-ya nunera kurdan jî li hemberî vê mihaweleyê radiweste.
Gava em bala xwe bidinê ev guhertinên ku di destûrê de ê bibin ne ew guhertin in ku ê hebûna kurdan qebûl bike û maf û azadiyên wan ên heqkirî bi temamî bide. Ev destûr ne ew destûr e ku statuyeka resmî ya wekhev a li gel tirkan bide kurdan, ji wê hedefê gelek dûr e.
Ev destûr piştî guhertinên îro jî ê hemû welatiyan tirk qebûl bike, dewleteka takeneteweyî, takealayî, takezimanî ya unîter û merkezî ferz bike.
Ev rastiyek e, piştî guhertinan jî destûr ê ji daxwaz û armancên kurdan gelek dûr be, nebe peymaneka lihevkirina civakî ya Tirkiyeyeka demokratîk. Lê ev nayê wê maneyê ku guhertinên îro ku di destûrê de ê bên kirin ne giring in.
Eger em bala xwe bidin mihaweleyên biserxistina vebûneka demokratîk a di pirsên kurdan, elewiyan, mînorîteyên ne-misilman û romanan de, prosesên berdadkirna ergenekoniyan û li hemberî vê, rêlibergirtinên hêzên statukoîst ên xwesipartiyên eskeran ku Dadgeha Bilind a Destûrê, Desteya Bilind a Dozgêrr û Dadweran (a ku dozgêrr û dadweran tayin, terfî û ezil dike) bikartînin, giringiya guhertinên îro derdikevin ber çav.
Eşkere ye, eger madeyên destûrê ên li ser Dadgeha Destûrê, girtina partiyan, tayin, terfî û ezilkirina dadwer û dozgêrran, berdadkirina eskeran neyên guhertin, bi tu awayî rê li ber mihaweleyên demokratîzekirina Tirkiyeyê venabe. Gelek caran guhertinên ku Ak Partî dixwaze bike nayên ecibandin, kêm tên dîtin. Lê, praktîka vê sala dawîn eşkere kir ku hê guhertinên piçûk û nerm ên ku Ak Partî dixwaze bi riya parlamentoyê bike ew qas tûşî astengan dibin, rê li ber wan bi her awe hîle û pîlan tê birrîn, ê çawa guhertinên mezin ên radîkal bên biserxistin?
Di dewrana me de riya şoreşeka çekdarî ne mimkin e Li Tirkiyeyê. Çi guhertin tê xwestin bê kirin, divê bi riya parlamentoyê û metodên aştiyane bên kirin. Di statuya îro a Tirkiyeyê de, mesele ne ew e ku partiya guhertinxwaz çend nerm an radîkal, yan çend xwedan parlamenterên zêde an kêm e. Hemû parlamenter ên partiyekê bin û hemuyan dengên xwe dabin guhertineka demokratîk jî statukoîst bi saya destûra îro û kombînezonên Dadgeha Destûrê, Desteya Bilind a Dozgêrr û Dadweran, Dadgeha Bilind a Tenfîzî û ya îdarî û xwesipartina eskeran vê guhertinê pûç dikin.
Guhertinên îro ên destûrê Tirkiyeyê nakin welatekî demokratîk a ku em dixwazin, tevî ku gelek maddeyên ji bo memûran, jinan û rêlibergirtina cudaxiriya nav civakê îmkan û serbestiyên zêdetir jî tînin. Yekîtiya Ewropayê ew standard ji Tirkiyeyê xwestine. Bi saya wan guhertinan qet nebe di warê destûrî de ê Tirkiye nêzî standardên Yekîtiya Ewropayê bibe.
Lê bi taybetî maddeyên li ser Dadgeha Destûrê, Desteya Bilind a Dadwer û Dozgêrran û xalên zehmetkirina girtina partiyên siyasî dibin çekên xurt ên têkoşînê di destê demokrasîxwaz û azadîxwazan de. Biserxistina wan maddeyan ew e wek meriv qîlên statukoîstan bikêşe.
Guhertin dikare bê şibandin karê rûnkirin û benzînxistina erebeyêkê. Erebeya (destûra) ku nuha heye bêbenzîn û bêrûn e, bi wê meriv nikare bilive tu derê. Guhertinên nuha jî her çendîn me naghihîn wê hedefa ku em dixwazin biçinê, lê ew wek wê benzînê û wî rûnî ne ku divê em têxin wê erebeyê da kar bike, me ber bi hedefa me de bibe.
Bi saya guhertinên ku di destûrê de bibin ê hema hema bêîmkan bibe ku partiyên legal bên daxistin. Ji herkesî bêtir kurd mihtacî xwedan hêzeka wiha ne.
Dijwarkirina girtina partiyan ê ji bo siyasetmedarên kurd jî bibe bingehekî xurt ê gihîştin, tekamulbûn û xwedan tecrubetiyê. Heta nuha her ji çend salan carekê kurdan ji ber daxistina partiya wan neslekî siyasî qurban daye, berhewa kiriye. Ev rewş esasî heta nuha di destê tehakumkarên monopolîst ên kurd de jî buye çekek. Her ku hin kadroyên siyasî digihên, dibin xwqedan tecrube û karin bi îradeyeka serbest tevbigerin, tehakumkar girtina partiyan dikin bahane û kadroyên siyasî tasfiye dikin. Nuha ê karibe aramî û berdewamiyek têkeve pêşkeftina prosesa siyasî ya kurdan jî. Ev ê monopoliya tehakumkariyê bêhêz bike.
Bi saya guhertinên di destûrê de rê liber berdadkirina eskeran vedibe, ewlekariya serbixweyî û bêterefiya dadwer û dozgêrrên Doza Ergenekonê tekûz bibe, ew ê karibin cesaret bikin dest bavêjin dozên kujerên nediyar jî, ku 17 hezar qurbaniyên wan kurd in.
Giringiyeka din a van guhertinan ew e ku partiyên siyasî, parlamenter û parlamento bi xwe ji bin tehdîda wesayeta eskerî xelas bibin û karibin serbesttir dest bi reformên esasî yên di warê destûr û qanûnan de berdewam bikin.
Welhasil destpêkirina mihaweleyên serkeftî yên reformî; çi di warên destûr û qanûnan de, çi jî di yên îdarî de ê bi saya rêlibervekirina van guhhertinan bibe.
Helbet BDP hemû van tiştên ku li vê derê behsa wan tê kirin dizane, wê hay jê heye. Tevî vê jî gelek ecêb e wê di tûra 1-ê a civînên parlamentoyê de piştgirî neda maddeyên guhertinê û nuha hin berpirsên wê eşkere dikin ku ew ê piştgiriyê nedin tûra 2-yê jî.
Gava meriv rewşa gelê kurd û tevgera demokrasiya Tirkiyeyê li ber çav digire meriv ecêbmayî dimîne ku BDP çawa dikare mewqifekî wiha bistîne. Partiyeka bi gelê kurd ve; bi maf û berjewendiyên wê ve bestî çawa dikare mewqifewkî werbigire ku ew bi CHP-ê û MHP-ê re dikeve her eynî seffê.
BDP-yî vê bi wê yekê ve girê didin ku ew hin daxwazan ji Ak Partiyê dikin, lê ev partî guh nade wan, ew jî naxwazin wek piştgirên Ak Partiyê xwiya bikin.
Rast e ku Ak Partî guh nade daxwazên wan, lê trajediyeka mezin e ku BDP-yî ji ber vê, pişta xwe didin hin guhertinên dîrokî yên bi daxwazên gelê kurd ve girêdayî. Ew dibêjin bi destekdana vê ew ê wek piştgirên Ak Partiyê bên xwiyakirin, lê jibîrdikin ku bi dengnedana ji bo van maddeyan tarîx ê mohra xwe bi wî awayî li eniya wan xe ku wan berjewendiyên gelê kurd li ber çav negirt, ew bûn dûvikê statukoîstan; bi MHP-ê, CHP-ê, ergenekonî û eskeran re ketin nav seffekê. Heqê wan heye ew rexne li Ak Partiyê bigirin, bi Ak Partiyê re bazariyê bikin. Lê ev heq tu carî wî îcazê nade wan ku ew piştgiriya van maddeyan nekin û bihêlin ku destûra 12 îlonê wek xwe yê berê bimîne.
Gelê kurd ê vî mewqifî nebexşîne. Eger bi monopola li ser têkoşîna wî û gotinên şayik ên hin berpirsên BDP-ê bê xapandin û bêdeng bimîne jî dîrok ê wan nebexşîne. Divê ew dîrokê jibîr nekin. Dîrok buyerên wiha tu carî jibîr nake û mohra xwe li orta eniya meriv dixe.
BDPyî divê baş bifikirin, pirr zanayane û hekîmane tevbigerin da di rojên pêş de zarokên wan ji ber mohra ku tarîxê li eniya dê û bavê wan xistiye şerm nekin, serî netewînin.
ŞİROVE
R. Sitav
Rêzdar Mûrad Ciwan, kekê min.. Edî dibê em piçek berfereh û “realîst” bin. Lê bakûra Kurdistanê û li tiyrkîyê du enî hene. Enîyek dixwaze Kurd bigihin mafê xwe(kêm-zide), enîyek jî dixwaze dewleta kemalî-ûnîter biparêze. Enîya yekemîn de: Desthelatîya me (ba$ûra Kurdistanê), Amerîka, YE, HAK-PAR, KADEP Û AKP..hwd hene. Enîya duyem: MHP, CHP, BDP û hemî cepvanê tirkan in (belê belê îro, hemî pi$tgirê ergenekonê ne). Hemî ji dijî destkeftîyê me ne, taybetî dijî desthelatîya Kurdistanê ne. Mesele ew e. Bimînin di parastina Kurd û Kurdistanê de.
Devrim Bahar
Wele Shivan û Net”Kurd” li hev dihên, herdu jî welat derxistine bazarê, Xwedaê dawiya wan bi xêr neke. Shivan bi rayedarên dewleta Tirk li Berlîn û bi taybet bi Almanî û hem jî chend caran Pêshmerge berjêr kirin û Murad Ciwan jî BTPê shermezar dike ku ev destûra AKPê destekê nade… Min gior, xwedê dawiya we yê xêrê neke, chi bêjim. Ji aliyekî ve, jiber ku Dilbixwîn Dara ji layê Shivan hat tehdît kirin û ev yek mîna ku xwesha Net”Kurd”ê hat û yekser daxûyaniya pishtgiriya Shivanî belav kir…Fayde tune, hûn nikarin rûyê xwe yê resh veshêrin, her kes êdî Shivan jî û Net”Kurd” jî nas dike û dizane ew chi qas derê jî Kurdayetiyê dibin
Leave a Reply