KÎJAN NETEWEYÎ?

Netkurd: 21/3/2005

Sazûmana nû ya ser rûyê erdê û rûdanên destpêbûyî yên Rojhilata-navîn bizava kurdî ya netewebûnê xistiye qonaxeka taze. Bi taybetî serkevtina gelê kurd li Kurdistana başûr di tevgera sedsalan de bûye mîladek. Meriv bi rehetî dikare avabûna Kurdistana federe bike kevirê nîşanê yê navbera du qonaxan û bêje qonaxa berî avabûna dewletê û ya piştî avabûna dewletê. Xusûsiyeta dîyar a qonaxa berî avabûna Kurdîstana federe, liberxwederiya bizava netewetyî ya kurd bû. Kurd di bin êrîşeke dijwar a dirindane ya man û nemanê de bûn, li ber xwe didan da ji nemanê xelas bibin. Lê bi avabûna Kurdistana federe, qonaxeka nû dest pê kiriye ku xusûsiyeteka taze ya xweavakirina netewî rû daye, bere bere ev xusûsiyet rengê xwe dide bizavê.

Li Kurdistana başûr ji xwe xweavakirina netewebûnê bûye jiyana karê rojane. Di dehsalên dawiyê de kurdan zora zilm û sîtema ser xwe birin, bûn hukumranên ser erda xwe û niha hebûna xwe ya neteweyî ya bi dam û dezgehan  ava dikin. Yanî îcar bi rastî jî ji gelbûnê ber bi netewebûne ve diçin.

Qonaxa bizava ji gelbûnê çûna ber bi netewebûnê ve ne tenê bi Kurdistana Başûr ve hatiye sînorkirin, xwe gîhandiye perçeyên din ên Kurdistanê jî. Li perçeyên din ên Kurdistanê, bizava kurdî belkî ew qas ber bi çav dam û dezgeyên xwe yên netewî ava neke jî, mejiyê xwe, rabûnrûniştin û awayê revêçûna xwe diguhere. Êdî di mejiyê xwe de bi wê yekê namîne ku çawa li ber xwe bide, xwe ji nemanê xelas bike, her gav pêre difikire ku çawa xwe bigihîne damûdezgeyên netewebûnê, çawa hukumraniya xwe ya neteweyî ava bike.

Vê dîyardeyê bizava kurd aniye cihekî ku ew rûbirûyî du riyan kiriye. Du rê li ber bizavê peyda bûne. Gelo bizava netewebûnê ê bide ser kîjan rîyê?

Riyek ew e  ku netewebûna kurdî li ser esasê nasyonalîzma klasîk a ku ji sedsala nozdan dest pê kir û piraniya gelên ku di sedsala19 û 20ê de dewletên xwe yên neteweyî ava kirin ew nasyonalîzm ji xwe re kirin rêber. Nasyonlîzma ku hukumraniya dewleta milî a merkezî ya unîter esas digire. Netewebûnê li ser esasê peydakirina nasnameyeka super a  tenê ji xusûsiyetên hevpar pêkhatî qebûl dike. Taybetmenidiyên mişterek ên giştî derdixe pêş, lê taybetmendiyên li dervayî yên giştî dide aliyekî, vedişêre, bincil dike, îhmal dike, heta bi xweşî an bi zorê dimehîne yan jî ji ortê radike. Ev neteweyetî neteweyetiyeka otorîter a despot e, asîmîlasyonîst e. Li gor vê divê neteweyekî bi yek dewlet, yek ala, yek ziman, heta yek dîn û yek mezheb ava bibe. Her tişt divê bibe qurbanê van yektaybetmendiyan; îcar çi bi xweşiyê be çi bi darê zorê be.

Dewletên ku heta îro ava bûne kêm zêde ev neteweyetî ji xwe re kirine rêber, lê temsîlkarên wê yên esasî ew dewletên neteweyî yên unîter ên merkazî û otorîter in. Fransa nimûneyeka herî serekîn a vê ye. Ew ji gelek dewletan re ku di sedsala 20ê de avabûne bûye rêber jî, wek dewleta tirk, pirraniya dewletên ereb û yên din.

Riya duduyê jî riya netewebûna modern e, a ku bingehên hebûna xwe herî xurtir di vê dinyaya nû ya globalîzebûyî ya civaka agahiyê de dibîne. Netewebûnek e ku taybetmendiyên giştî yên hevpar derdixe pêş û dike nesnameyeke giştî bêyî ku taybetmendiyên cuda û renga-reng ên mehelî û hindikayî ji navê rake. Bi vacayî, wan taybetmendiyan jî derdixe meydanê, wan nas dike û dike wek sub-nasnameyên wî netweyî. Ew taybetmendî wek dewlemendiya netewe tên qebûlkirin û parastin bi awayekî ku ew bi nasnameya gistî ve bên întegrekirin. Netewetiyeka întegrasyonîst a modern a pluralîst e, ne otorîterî û despotî lê xweşbînî felsefa wê ye.

Belê  kurd li ber du riya ne. Riya netewetiya klasîk a asîmîlasyonîst ku bivê nevê bêtoleransîyê dike alavê têkoşîna xwe ya netewebûnê. Û riya netewetiya modern a întegrasyonîst a pluralîst a ku bingehê wê xweşbînî û rêzgirtin e.

Kurd neteweyek e ku tarîxa wî pirrengiyek bexşandiye wî. Taybetmendiyên cuda yên ji perçebûnê peyda bûne, taybetmendiyên cuda yên ji pir devokî, pirr dînî, pirr mezhebî heta pirr terîqetî peyda bûne. Kurd li ser axeka wiha dijî ku gelek grûbe gelên piçûk ên xwedan etnîsîteyên cuda jî li serê dijî.

Mixabin ku rewşenbîrên kurdan heta niha cidî rûbîrûtiya li ser du riyan ji xwe re nekirine mijar û ew minaqeşe nekirine. Pirraniya rêber û têkoşerên avakirina netewetiyê belkî hay jî ji vê du netewetiyê nînin, netewetiya klasîk riyeka gelek tebîî ya xweîsbatkirî ya sedsalan dizanin. Ew dibêjin qey hew ev rê heye, neteweyên dinyayê hemû li ser vê riyê bûn netewe, kurd jî ê bidin pey vê riyê.

Roj hatiye îdî divê bi taybetî ronakbîr û avakirên netewe minaqeşe bikin û bigihîjin encamekê; gelo kurd di bizava xwe ya netewebûnê de ê bibin dûvik û paşmayîyê netewetîya klasîk a ku pirraniya neteweyên sedsala 19ê û 20 tê re çûn, yen kurd ê bibin pêşeng û rêberên netewetiya modern a sedsala 21ê a dewra civaka nuh a agahiyê?

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: